[ SÊŞEM, 2024-04-16 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Mistefa Aydogan: Xerîbî kirasekî hesinî ye
» Mistefa Aydogan
SOHBET –III– (DAWÎ)

STOCKHOLM, 5/9 2007— Ez ji bîranînên xwe hez dikim. Bîranînên min maneya jîyanê ji bo min xweştir dikin.
— Qermîçekên salên xerab tu caran nayên dagirtin.
— Ez êdî ji xemgînîyê jî tahmekê distînim.
— Ez ji lîstika pinîkêrê tu caran têr nabim
— Ez hem ji lîstina fûtbolê û hem jî temaşeya wê hez dikim.
— Ji bo Xwedê bila dîsa deng neçe Lotikxaneyê.
— Xwedê mirovî bêheval nehêle!
— Ez ji wan mirovên ko mirovî du caran şad dikin hez nakim.
— Gava min cara yekem berê xwe da bajarê xwe, hêvîya min ew bû ko ez li şopên zaroktîya xwe, li yên xortanîya xwe ya nîvcomayî bigerîyama.
Binxet hêlîna sirgûnan e.
— Gava Qosara min di korîdora nefretê de asêbûyî mabû, ez li dûranê bûm.


Enwer Karahan: — Berî ko ez dest bi hin pirsên prîvat bikim, ez dixwazim meseleya civîna Kurmancîyê jî bipirsim. Em dizanin ko tu jî yek ji beşdarên civîna Kurmancîyê ye ko ew ji terefê Enstîtuya Kurd ya li Parîsê ve tê organîze kirin, rola we ya di wê civînê de çi ye?

Mistefa Aydogan: — Rast e, civînên Kurmancîyê ji alîyê Enstîtuya Kurd ya li parîsê ve tê organîzekirin. Em jî beşdarên wê ne. Yanî ji alîyê birêvebirinê ve tu pêwendîyên me pê re nîn in. Ji xwe, gelek ji me ne endamên Enstîtuyê ne jî. Lê helbet ji bo pêkanîna hin armancên hevbeş, gava pêwîst be, gelek beşdarên civînê bi riza dilê xwe beşdarî çalakîyên cuda yên ji derveyî xebatên Kurmancîyê jî dibin û hevkarîyên cuda dikin.

Enwer Karahan: — Ev grûp grûpeke çawa ye, ji kîjan kesan pêk tê?

Mistefa Aydogan: — Grûpa Kurmancîyê grûpeke mitewazî ye ko ji beşdarên axêverên devokên kurmancî yên cuda pêk tê.

Enwer Karahan: — Çarçoveya xebatên vê grûpê ji çi pêk tê?

Mistefa Aydogan: — Çarçoveya xebatên grûpê ji xebatên pirhêl pêk tê. Ji berhevkirina peyivên devokên cuda pêk tê. Wek devokên Qerejdax, Hekarî, Mêrdîn û hwd. Ji amadekirina ferhengokan pêk tê. Wek ferhengoka Memê Alan, ya Dîwana Cegerxwînî, ya Dîwana Melayê Cizîrî, ferhengoka Hawarê, ferhengoka Mewlûda Kurmancî û ya gelekî din. Ji amadekirina termên aborî, siyasî û îdarî, edebî û rêzimanî, hiqûqî, termên lîstikên kaxezan û fûtbolê û hwd pêk tê. Ji îdyomên kurdî û peyivên stiranên kurdî pêk tê. Ji zelalkirina bingehên rastnivîsînê û hwd pêk tê. Ev lîste dirêj e û ev yek jî nîşana hêjabûna vê xebatê ye. Encamên her civînekê jî di rojnameya Kurmancîyê de tên weşandin.

Enwer Karahan: — Hûn hîn wek berê salê du caran dicivin an niha kêmtir dicivin?

Mistefa Aydogan: — Em hîn wek berê salê du caran dicivin û her careke me jî di halê normal de hefteyekê didome. Ev jî tê wê maneyê ko her yek ji me salê bi kêmanî 15 rojên xwe ji bo civînên Kurmancîyê vediqetîne. Û heger civînek ji van civînan li Kurdistanê pêk bê, hingê divê em salê bi kêmanî sê hefteyên xwe veqetînin.

Enwer Karahan: — Baş e, ma desthilateke wê di civakê de heye? Divê xebatên di rojnameya Kurmancîyê de tên weşandin çawa bên dîtin? Tu xebatên wê çawa dibînî?

Mistefa Aydogan: — Grûpa Kurmancîyê grûpeke weha ye ko encamên civînên xwe li ser civakê ferz nake. Ji xwe, min berê jî got ko ev grûp grûpeke mitewazî ye, loma xwe xwedîya desthilateke weha jî nabîne. Ji ber vê yekê, tiştên ko di rojnameya Kurmancîyê de tên weşandin, divê ji bo civaka kurd wek pêşnîyazên grûpê bên dîtin. Helbet Bawerîya min ew e ko tevî kêmanîyên wê jî di civaka me de, hê jî alternatîva wê tune ye. Loma ez beşdarîya wê pir giring dibînim.

Enwer Karahan: — Di vê grûpê de çi bêtir balkêş e?

Mistefa Aydogan: — Divê berê ez bibêjim ko helbet hertişt ne mikemel e. Hem rexneyên beşdarên civînê hene û hem jî em yên civakê jî dibihîsin. Lê tevî hemû têbînîyan jî ez encamên xebatên vê grûpê pir balkêş dibînim û ji gelek xebatên din bêtir pê bawer dibim. Ev ne grûpeke profesyonel e, lê 20 sal in ko endamên wê hewil didin ko heta peydabûna şertên xebateke profesyonel û beşdarîyeke profesyonel peyda bibin, fonksîyonekê pêk bînin û rolekê bilîzin. Dû re, istiqrara wê... Belê, istiqrara wê ji bo min pir balkêş e. Ev 20 sal in ko ev xebatên hanê tên kirin û axêverên gelek devokan beşdarî civînê bûne. Her carê jî hefteyekê û rojê bîst û çar saetan bi hevdu re li eynî deverê dimînin, lê ez heta niha li problemeke mezin rast nehatime. Di civaka me de tu nimûneyeke din tune ye ko bi qasî Grûpa Kurmancîyê demeke dirêj bi hevdu re xebitîbe û karê xwe ew qasî bi istiqrar bi rê ve biribe. Di navbera beşdaran de ahengek heye, hevaltîyeke baş heye. Lê bila weha neyê fahmkirin ko em di minaqeşeyan de texsîrîyê dikin. Heger xebatek hat pêşkêşkirin, hingê heta ko bawerîya me baş pê neyê, em wê qebûl nakin, wê nakin biryara civînê û wek encama xebata civînê di Kurmancîyê de naweşînin. Bawerîya min ew e ko ji bo biserketina xebatên vê grûpê, li gel şîyan û zanebûna beşdaran, li gel vê aheng û atmosfera hevaltîyê, ev prensîpa di warê minaqeşe û biryaran de bi xwe jî roleke mezin dilîze.

Enwer Karahan: — Te behsa beşdarîya nûnerên devokan kir. Ma hemû devok di civînên we de temsîl dibin?

Mistefa Aydogan: — Na. Lê dil dixwaze ko nûnerên hemû devokên kurmancî di civînên me de amade bin. Bi qasî ko ez dizanim, ji alîyê grûpê ve derî vekirî ne. Helbet ev yek bi daxwazê bi tenê pêk nayê. Divê axêverên devokên ko di civînê de nayên temsîlkirin derbikevin ortê û dîyar bikin ko ew ji bo beşdarîyeke weha û fedekarîyeke bi vî rengî amade ne. Heger hin kesên weha hebin, bi qenaeta min hem Enstîtu dê pir kêfxweş bibe û hem jî Grûpa Kurmancîyê. Ji xwe, grûp bi xwe jî nemaze li mirovên weha digere.

Enwer Karahan: — Tu bi xwe li wir kîjan karan dikî?

Mistefa Aydogan: — Ez demekê li ser îdyomên kurdî xebitîm û min û hevalekî xwe yê din ew pêşkêşî civînê dikirin. Dû re, min termînolojîya lîstikên kaxezan amade kir. Ev demeke dirêj e ko ez bi amadekirina termînolojîya fûtbolê ve mijûl im. Ji xwe, heger mirov tiştekî taybetî amade nekiribe jî nikare vala bisekine. Ji ber ko di civînê de prensîp ew e ko li gel berpirsîyarîyên taybetî, divê hemû endamên civînê bi hemû hêz û şîyana xwe beşdarî minaqeşeyên encamên xebatên pêşkêşkirî bibin.

Enwer Karahan: — Li gora ko ez dibînim, pêwîstiya kurdan bi rêbazeke nivîskî (kilavûza îmlayê) heye, gelo îmkanên wê civînê destî nade ko hûn tiştekî weha çêbikin?

Mistefa Aydogan: — Ev tiştekî pir pêwîst e û em dereng jî mane. Me di civîneke Kurmancîyê de ji zû ve biryara amadekirina tiştekî weha daye, lê me hê jî pêk neanîye.

Enwer Karahan: — Endamên civîna Kurmancîyê tu pereyan ji bo karên xwe werdigirin, yan na?

Mistefa Aydogan: — Na. Bi qasî ko ez dizanim, tu endamê civîna Kurmancîyê ji bo beşdarîyê pereyan nastîne. Em hemû di vî warî de fedekarîyê dikin. Lê helbet mesrefên civînê, yanî yên çûn û hatinê, yên lokalê, yên xwarin û razanê jî hene. Ew ji alîyê Enstîtuyê ve tên dan.

Enwer Karahan: — Îcar heger em çend pisên prîvat bikin, tu dikarî ji me re bibêjî, bê tu di zaroktiya xwe de yekî çawa bû? Bi piranî zaroktiya te û xortaniya te li kê derê derbas bû?

Mistefa Aydogan: — Li gor dê û bavê min, merivên min, cîran û dostan û herweha li gor hevalên min jî ez di zaroktîya xwe de yekî cirxweş, sernerm, biberpirsîyar û henûn bûm. Îcar li ser bextê wan… Heta 4-5 salîya xwe ez li gundê Qelaçîyê bûm ko dikeve başûrê rojhilatê Erbanê. Gava min got “Erban”, ez lê dinêrim ko tu dimizicî. Xebera te ye, ez Erbanê nas dikim, ji min heye ko herkes wê nas dike. Ez ê bibêjim ko Erban gundekî Lêfa stara Berîya Mêrdînê ye û hew. Dû re me mala xwe bar kir em hatin Qosarê yan jî bi navê wê yê kevin Dinêsirê. Di navbera salên 1971-75an de ez li dibistana mamostetîyê li Kirşehîrê bûm, piştî wê jî li Enstîtîuya Perwerdeyê. Ji xwe, gava darbeya 12ê Îlonê çêbû, ez 23 salî bûm, loma xortanîya min nîvco ma. Lê berî ko ez ji bîr bikim, divê ez bibêjim ko min salên wê xortanîya xwe ya herî biheyecan jî di nav xebatên DDKDyê de bihurandin. Wan salên hanê û wê heyecanê gelek tişt dan min. Ez ne bênan û bêxwê me û tevî gelek şaşîyan jî xêra wan salan ji bîr nakim. Loma ez wek gelek kesan bi çavekî piçûk ne li derbasbûnê û ne jî li siyasetê dinêrim. Lewra ez hê di wê bawerîyê de me ko heger em zêde nebiserketî bin jî dîsan bi şertê ko ev kar li ser bingehê hêjayîyan bê birêvebirin, karekî pîroz e û li gor min, rêya pêkanîna hêjayîyan bi xwe ye jî.

Enwer Karahan: — Hevalên te, ji te hez dikir?

Mistefa Aydogan: — Ji bo min pirsa herî zor ew e ko ez li ser xwe bipeyivim. Ji xwe, ev ne adeta min e jî. Peyiveke kurdan heye ko dibêje ”xweş be, xelk bibêje.” Tu dizanî, gava em kurd pesinên hevdu vedin, em dikarin hevdu derxînin ber perê ezmanan û gava dilê me ji hevdu re nexwaze û em rexneyan li hevdu bigirin, hingê em dikarin hevdu têxin bin heft tebekeyan û malikê li hevdu xerab bikin. Loma di pesindanê de dikare mibalexe hebe û di rexneyan de jî neheqî. Ji ber vê yekê, ya baş ew e ko ez ne li ser xwe û ne jî li ser tu kesekî din bipeyivim. Lê tevî vê jî ez dikarim ji bo te eşkere bikim ko min piranîya caran tiştên erênî bihîstine. Divê tiştek bê zanîn, gava desthilat û îmkan diketin destê min jî min ew tu caran li hember hevalên xwe bi kar neanîne. Min şaşîyên bi vî rengî nekirine û heger min şaşîyên weha kiribana, min ê xwe qet efû nekiribaya. Ji ber ko min peyiva Konfuçyusî ya naskirî ji xwe re kiriye rêber: ”Tiştê ko tu naxwazî li te bê kirin, li yekî din neke!” Lê tevî vê jî gava piştî 25 salan ez vegerîyam welatê xwe, min ji hin hevalên xwe yên nêz pirsa hin tiştên weha kir. Tê bîra min ko min ji çend hevalan pirsî, bê nirxandina wan a di vî warî de çawa bû. Min tiştên erênî bihîstin û ez van tiştan niha wek sermayeya xwe ya herî mezin dibînim.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan celeb mirovan hez nakî?

Mistefa Aydogan: — Celeb pir in, lê ez ji wan mirovên ko mirovî du caran şad dikin hez nakim.

Enwer Karahan: — Ew çi celeb in?

Mistefa Aydogan: — Yanî cara yekem, gava tu çav li wan dikevî, tu dibêjî ko min ji xwe re dost û hevalên peydanebar dîtin, tu kêf dikî, tu şad dibî. Cara duyem jî gava tu ji wan xelas dibî. Xwedê me ji yên weha bistirîne!

Enwer Karahan: — Tu yekî şerker bûyî, yan?

Mistefa Aydogan: — Na, min qet ji şerî hez nedikir. Lê min neheqî jî qebûl nedikir.

Enwer Karahan: — Te kengî dest bi nivîsîna kurdî kir?

Mistefa Aydogan: — Heçî nivîsandina kurdî ye, min di salên 70yî û di atmosfera çalakîyên DDKDyê de dest pê kir. Hingê min li herêmê carinan bi kurdî belavok dinivîsandin. Lê divê em li xwe mikur bên ko wê demê zimanê minaqeşeyan yê serdest hê ne kurdî bû. Tê bîra min, gava me kovara Tîrêjê digerand û li xelkê belav dikir, li gelek gundan yên kovar dikirî ji me re digot ”bavo, we pereyê xwe stend, de ka ji me re bixwînin jî”. Hingê em li ba wan rûdiniştin û me beşek ji kovarê ji wan re dixwend. Helbet qesda te ne edebîyata kurdî ye, bi giştî xwendin û nivîsîna bi kurdî ye, ne weha?

Enwer Karahan: — Belê.

Mistefa Aydogan: — Ji ber ko min wê gavê bi kurdî dinivîsî û dixwend, lê ez nikarim bibêjim ko min wê gavê karê xwe yê edebî bi kurdî dikir.

Enwer Karahan: — Te demeke xwe ya mezin li Binxetê bihurand, hisên te yên ji bo wê derê çawa ne?

Mistefa Aydogan: — Ez Binxetê tu caran ji bîr nakim. Ew di nav bîranînên min de cihê herî xweş digire. Ew hêlîna sirgûnan e û gelek kurdên me yên bakur bi saya wê meydana welathezîyê li kurdî vegerîyan û xwe baştir nas kir. Bila bawerîya te hebe ko ez hê jî gelek caran ji Qosarê, ji Mêrdînê û ji Dîyarbekirê bêtir, bêrîya Qamişloka rengîn, Amûda şewitî, Dêrika Hemko, Serê Kanîyê, Dirbêsîyê û hwd dikim. Ev his û hizrên min ên li ser Binxetê di gelek nivîsên min de jî xuya dibin. Binêre, bi xetekê her yek ji me li alîyekî ma. Lê gava xelk diçûn û dihatin jî nedigot ”em diçin” welatekî din, lê digot “em diçin Serxetê” an jî ”Binxetê”. Yanî ne Kurdistana filanî û ya bêvanî: Serxet û Binxet. Ez bi hesreta wê rojê me ko ji bo çûn û hatinê êdî em mecbûr nemînin ko xwe li mayinan biqelibînin. Hêvî dikim ko rojek dê bê ko kurdên ko li Nisêbînê li trênê siwar bûn li Amûdê peya bin û herdu Dirbêsî destên xwe bidin hevdu û ne Rasel Eyn bimîne û ne jî Ceylanpinar, herdu parçeyên bajarê me bigihêjin hevdu û Serê Kanîya me pêk bînin. A xewna min jî ev e û xeyala min jî…

Enwer Karahan: — Heger em bi çend gotinan qala jiyana Swêdê bikin, wê çi tesîr li te kir, çi da te û çi ji te bir?

Mistefa Aydogan: — Swêd welatê min ê yekem e ko min bi dilê xwe û bi kêfxweşî xwastiye ko ez bibim hevwelatîyê wê. Tesîra Swêdê û ya jîyana li Swêdê pir in û heger ez li xwe mikur bêm, divê ez bibêjim, gelek tişt li vê civakê hêjayîyên bingehî ne ko em berê li welatê xwe fêrî teorîya wan bibûn û mixabin me di jîyana xwe de zêde bi cî nekiribûn û herweha me digot qey ew ê bi sloganan pêk werin. Jîyana Swêdê pêvajoya ko em bi rastîyan re rû bi rû bibin bileztir kir û tesîreke pir mezin li awayê fikirandina me û nêrîna me ya jîyanê kir. Lê dîsan jî xerîbî zor e, sirgûnî dijwar e. Bîreke bêbinî ye. Ji qewla pêşîyên me, kirasekî hesinî ye.

Enwer Karahan: — Tu xwe bi tenê his dikî, yan hevalên te hene ko tu derdê xwe pê re par ve bikî?

Mistefa Aydogan: — Xwedê mirovî bêheval nehêle! Helbet hevalên min ên ko ez dikarim derdên xwe ji wan re bibêjim û sirên xwe bispêrim wan hene. Lê hevalên ko min digot qey weha ne û dû re ez xeyalşkestî kirim jî ne hindik in.

Enwer Karahan: — Piştî 25 salan tu vegeriyayî Qosarê, te çi guherîn dîtin?

Mistefa Aydogan: — Tu dizanî, dibêjin ko herkes dişibe bajarê xwe. Piştî 25 salan, gava min cara yekem berê xwe da bajarê xwe, hêvîya min ew bû ko ez li şopên zaroktîya xwe, li yên xortanîya xwe ya nîvcomayî bigerîyama. Dilê min 25 salan bi hesreta bajarekî, cîûwarekî dişewitî. Lê ez çûm û min bajarê xwe wenda kir û ez vegerîyam. Ew bajarê ko min hêlabû, bi tu awayî nemabû. Tu dibêjî qey, ji bo nehêlana şopên zaroktî û xortanîya min, hinan bi zanebûn planin pêk anîbûn. Lê ez çend caran li ser hevdu çûm û hatim û ji nû ve li bajarê xwe germ bûm.

Enwer Karahan: — Wekî din tiştê herî pir ko bi te zor hat, tu bêtir xemgîn kirî çi bû?

Mistefa Aydogan: — Tiştê herî pir ez li ber ketim û min nikarî tehamila wê bikiraya ew bû ko gava mirovên welatê me roj nîvrojê li pêş çavan bi bêbextî dihatin kuştin, dilê me diperitî, agir bi kezeba me diket, lê me dîsan jî nikarîbû pêşî lê bigirtaya, me nikarîbû xwe ji êrişan re bikiraya mertal. Gava Qosara min di korîdora nefretê de asêbûyî mabû, ez li dûranê bûm. Gava bengînîya mirovî ya jîyanê di quncikeke teng de hatibû zevtkirin, dilê min li dûranê dibû parî bi parî. A îroj jî ez bi wê kulê dinalim û her ko tê bîra min, hê jî kêl li birînên min dibişkivin.

Enwer Karahan: — Ji bo vê pirsê li min bibuhire, min tu xemgîn kirî.

Mistefa Aydogan: — Ez fêrî xemgînîyê bûme. Heger ez li xwe mikur bêm, ez êdî nema dikarim bêyî xemgînîyê jî bijîm. Ji ber ko belkî bi te pir xerîb xuya bibe, lê ez êdî ji xemgînîyê jî tahmekê distînim. Xemgînî bûye parçeyekî jîyana min û gava ez wê wenda bikim, ez bawer dikim ko ez ê lê bigerim.

Enwer Karahan: — Xerîb e, weleh.

Mistefa Aydogan: — Ez bi rastî dibêjim.

Enwer Karahan: — Le mirin... ji bo te tê kîjan maneyê?

Mistefa Aydogan: — Her çi qasî Walter Benjamin dibêje “Di berhemên min de jêgirtin dişibin keleşên çekdar; yên ko diçin û tên ji qenaetên wan bêpar dihêlin” jî ez dixwazim peyiveke Cioranî bi bîr bînim; “Heger mirin bi temamî neyînî bûya, hingê dê îmkana ko mirov bimiraya tune bûya.” Ez li ser vê fikirîm, lê bawer bike ko ez dîsan ji mirinê nefretê dikim û xwezîya xwe bi jîyanê tînim. Loma kî çi dibêje bila bibêje, cihê min li hember mirinê û li ba jîyanê ye.

Enwer Karahan: — Baş e, niha jî hin derûdorên welêt ber bi merkezeke bipêşdeketina edebiyatê û nivîsa kurdî ve dihere, tu vê rewşê çawa dibînî?

Mistefa Aydogan: — Erê. Ev yeka hanê kêfa min pir tîne. Teva ko rewşa Qosarê li gor gelek deverên din pir baş e jî zimanê tirkî erd zêde ji ber vegirtiye û heger tedbîrek neyê stendin, divê mirov ji bo pêşerojê têkeve taswasê. Min xemgînîya xwe ya ji ber vê yekê hertim dîyar kiriye. Lê gelek nivîskarên edebîyata kurdî jî ji Qosarê ne. Ev cihê pesinê ye. Min berê ji vî bajarî hez dikir, piştî vê tesbîtê, hezkirina min bêtir bû. Lê dîsan jî ji bo ko zimanê kurdî erdên xwe yên wendakirî vegire û kurdî di civakê de her zimanê zindî û yê serdest be, divê mirov wek derwêşan bixebite. Nemaze nifşê me divê di vî warî de pir hewil bide. Ji ber ko dê û bavên me, heger bi tenê wek zimanê axavtinê be jî di ware dewirkirina mîrata me ya çandî de, berpirsîyarîyên xwe tevî dijwarîyan pêk anîn û bi vî awayî kurdî ji nifşan dewrî nifşan bû û em jî fêrî kurdî bûn. Mala wan ava be! Lê mixabin ez nikarim bi rehetî bibêjim ko bila mala nifşên piştî wan jî ava be. Te behsa Qosarê kir, lê bi gulekê an jî bi çend gulan dinya nabe bihar. Loma di vê rewşa welatî ya xerab de, gunehên nifşên bi dû wan de hatin, neefûbar in. Lê bi derengî be jî ew ancax dikarin ji bo sivikkirina gunehên xwe bixebitin.

Enwer Karahan: — Hevalên te, yan jî xelkê normal, qet napirse bê we ew qas sal li Ewrûpayê çi kir, hûn heta niha çima bi ser wan de nehatin? Bi gotineke dinê, tu hesabî ji we napirsin?

Mistefa Aydogan: — Belê, dipirsin. Yên goma bi ser me de wer dikin jî hene û yên rewşê fahm dikin û bi rexneyên erênî û nirxandineke realist berê xwe didin vê meseleyê jî hene. Heçî şexsê min e, gelek ji wan ji xwe dizanin, bê ez bi çi mijûl im û min heta niha çi kiriye. Loma ji bo min zêde zehmet nebû ko ez behsa jîyana xwe ya sirgûnê bikim. Hizrên min û hêvîyên min berî min li wê derê bûn.

Enwer Karahan: — Tu di jiyana xwe de qet aşiq bûyî? Tu ne mecbûrî bersivê bidî, tu dizanî.

Mistefa Aydogan: — Heçî evîn e wek darekê ye, lêmiqatebûnê dixwaze. Ger te di dema wê de av neda, ber wê xweş nekir, tu ê wek min bi tenê wê bi bîr bînî û axîn û oxîn dê her bi te bikevin. Belê, ez di jîyana xwe de aşiq bûme. Ya cara yekem, ya zaroktîyê bû ko ez wê qet ji bîr nakim. Ez niha wê bibînim belkî ez ê wê nikaribim nas bikim, lê dîsan jî di jîyana min de demeke xweş bû. Her ko ez bi bîr tînim, ez dîsan bi xweşîya wê demê mest dibim. Ya duyem di xortanîyê de bû, lê şopa wê bi qasî ya yekem nemaye. Belkî bi demê re tesîra herduyan jî kêm bûye, lê ez dîsan jî qîma xwe bi wan demên jîyayî tînim û di her bibîranînê de jî xwe bextîyartir his dikim. Ez li bîranînên xwe miqate me û ez ji wan hez dikim. Bîranînên min maneya jîyanê ji bo min xweştir dikin.

Enwer Karahan: — Tu bi wê gotinê re ye ko dibêjin her mêrekî biserketî jineke bîrketî li pişt wî ye?

Mistefa Aydogan: — Belê. Lê şensa herkesî hertim weha lê nayê.

Enwer Karahan: — Tiştekî ko te ji bo şexsê xwe xwestiye û te bi dest nexistiye, heye?

Mistefa Aydogan: — Jîyan bi hêvî û xeyalşikestinan ve dagirtî ye. Ji bo min jî her weha ye.

Enwer Karahan: — Di jiyanê de çi heye ko te pir bextewar dike?

Mistefa Aydogan: — Gava xewnên min rast bigerin, gava hêvî û xeyalên pêk bên.

Enwer Karahan: — Tu qet sporê dikî?

Mistefa Aydogan: — Min berê bi fûtbolê dilîst. Voleybol û basket jî bi dû fûtbolê re dihatin. Pînpong jî yek ji wan sporên ko min jê hez dikir û hê jî gava ez fersendê dibînim, ez bela xwe tê didim. Lê ev çend salên vê dawîyê ez di warê sporê de kêmanîyan dikim û hêvîya min ew e ko ez ê êdî nehêlim karên din têkevin navbera min û sporê.

Enwer Karahan: — Spora ko tu herî pir jê hez dikî?

Mistefa Aydogan: — Bêşik fûtbol. Ez hem ji lîstina wê û hem jî temaşeya wê hez dikim. Ez demekê wek nexweşê fûtbolê bûm, niha piçekî kêm bûye, lê hê jî tesîra wê heye.

Enwer Karahan: — Tu bi lîstikên şansê dilîzî?

Mistefa Aydogan: — Min berê bi sportotoyê dilîst û gava em hatim Swêdê jî min bi ”stryktips”ê dilîst. Ew jî wek sportotoyê ye. Lê niha ez bi lîstikên şansê nalîzim. Heger ez lê vegerim jî ez ê dîsan bi ”stryktips”ê bilîzim.

Enwer Karahan: — Tu bi kîjan lîstikên kaxetan dizanî, yan jî qet bi kaxetan dilîzî?

Mistefa Aydogan: — Te bi vê pirsê kulên min dîsan tev rakirin. Ji xwe, lîstikên kaxezan di jîyana min de beşekî giring digire. Ez bi gelek lîstikan dizanim û di nav wan de jî lîstika min a sereke pinîkêr e, ango xoşkîn yan jî nezere ye. Ez pinîkêr wek lîstikeke gelên Mezopotamyayê ya hevbeş dibînim. Îroj jî ez ji lîstika pinîkêrê tu caran têr nabim. Ez dikarim bi seetan bilîzim. Di salên 70yî de, lîstikên kaxezan belkî resmî ne qedexe bûn, lê di pratîkê de wek qedexe dihatin xuyakirin. Loma gava em daketin binîya xetê, me li wê derê, li qedexeyan vî warî guhdarî nekir û heta ji mehat, me bi kaxezan lîst, lê qermîçekên salên xerab tu caran nayên dagirtin. Li wê derê em fêrî lîstikin din jî bûn; wek ternîp, treks, preko û hwd. Em li gel pinîkêrê carinan bi wan lîstikan jî dilîzin.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan heywanan hez dikî?

Mistefa Aydogan: — Kevok û teyrê tawiz.

Enwer Karahan: — Te heywan kuştine?

Mistefa Aydogan: — Ez dizanim ko te bi xwe pir kuştine, îcar tu dixwazî gunehên xwe têxî stuyê min. Helbet, min di zaroktîya xwe de heywan kuştine, lê ne zêde. Bo nimûne, min mar kuştine, ji ber ko ez pir ji wan ditirsîyam û hê jî ditirsim. Min di destpêkê de newêrîbû bi tenê ew bikuştana jî lê dû re min sawa xwe girt. Wekî din jî min dahf li ber çivîkan vedane. Heger tu wê jî di nav gunehan de bihesibînî…

Enwer Karahan: — Artîstên ko tu diecibînî heye?

Mistefa Aydogan: — Gelek hene. Bo nimûne, Anthony Quinn, Marlon Brando û hwd… Di nav yên esilkurd de jî Yilmaz Guney…

Enwer Karahan: — Tu araqê vedixwî?

Mistefa Aydogan: — Belkî ez araqvexur nayêm hesibandin, lê ez araqê vedixwim.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan rengî hez dikî?

Mistefa Aydogan: — Her reng li ba min xwedîyê cihekî cuda ye, lê vê demê min bela xwe di rengê qehweyî de daye û kincên min ên vê demê bêtir qehweyî ne.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan muzîkê hez dikî?

Mistefa Aydogan: — Qesda te muzîka kurdî ye?

Enwer Karahan: — Erê.

Mistefa Aydogan: — Ez ji muzîka kurdî ya klasîk pir hez dikim û hema hema hemû stranên wê li ba min hene. Ez bi wan mest dibim, digirîm, dikevim nav xeyalan, hisên min xurttir dibin. Ew çavkanîyên îlhama min, hêrsa min, kelecana min, nalîna min, tevrabûna kulên min û hêvîyên min in...

Enwer Karahan: — Dengê kê?

Mistefa Aydogan: — Hesenê Cizîrî, Mihemed Arif, Kawis Axa, Gerabêt, Şakiro, Izedînê Heremşidadî, Tahir Tewfîq û hwd. Ma ez hîn bihejmêrim? Bi rastî, ev lîste dikare pir dirêj bibe.

Enwer Karahan: — Pirseke dawî, vê gavê tiştek li ber destê te heye ko tu dinivîsî yan jî werdigerînî?

Mistefa Aydogan: — Erê, ne tiştek lê çend tişt hene. Hem ez bi xwe dinivîsînim û hem jî hin projeyên min ên wergerê hene.

Enwer Karahan: — Pirseke dawî, ma tu dibêjî Şekirê nokan yan nokên bişekir?

Mistefa Aydogan: — Ji bo Xwedê bila dîsa deng neçe Lotikxaneyê. Ji tirsan wan ez nema nokên bişekir dixwim tu jî nema şekirê nokan. Lê henek li alîyekî, mîzah rengekî jîyanê yê pir xweş e. Loma heger mijar ez bi xwe bim jî kêfa min jê re tê û rêza min jê re heye. Bi tenê divê mirov lê miqatebe, da êrişî şexsîyeta mirovan neke û mîzahê neke navgîna dijîtîya şexsî. Ji alîyê din ve jî bawerîya min ew e ko me di warê şekirê te yê nokan û nokên min ên bişekir de minaqeşeyeke erênî kir û nîşan da ko yên hevalên hevdu bin jî dikarin di raya giştî de, bêyî ko hevaltîya wan têk biçe, hizrên xwe yên cuda bi awayekî eşkere minaqeşe bikin.

Enwer Karahan: — Ez bi sohbeta te gelekî kêfxweş bûn, bi hêviya ko xwendevanên me jî kêfekê jê bistînin.

Mistefa Aydogan: — Ji xwe, sohbeteke dirêj û bikêf çêbû. Ez jî pir spas dikim. Lê divê ez dîyar bikim ko gelek pirsên ko me sohbeta wan kir, pêwîst e ko bibin mijarên sohbetên cuda yan nivîsên cuda û bi awayekî berfirehtir bên minaqeşekirin û nivîsîn. Loma min hizrên xwe hema bi kurtî dîyar kirin. Dîsan spas ji bo vê sohbetê û heger ez bi kêrî bersivên pirsên te hatibim, ez ê hingê xwe bextîyar bibînim.

Enwer Karahan: — Spas.

Tebaxa 2007an, Stockholm



---------------------------------------

SOHBET –II–

STOCKHOLM, 27/8 2007 — Edebîyat di vî warî de li eslê mirovî nanêre. Li mijarê jî nanêre. Li zimanî dinêre. Tu bi kîjan zimanî binivîsînî, tu aîdî edebîyata wî zimanî ye.
— Yên ko behsa projeya neteweyî dikin û realîteya civaka kurd ya pirzaravayî an jî pirzimanî nebînin û ji berdêla wê hewil bidin ko zaravayê xwe an jî zimanê xwe li ser yên din ferz bikin, bi bawerîya min, dê tovên felaketê di civaka me de biçînin.
— Divê kurd ji çîrokê re bibêje novel.
— Ez çima bi tirkî jî dinivîsim


Enwer Karahan: — Îcar em vegerin ser meseleya edebiyatê û romanivîskariya te. Te di sala 1997an de, di vî warî de ceribandinek kir û tu sekinî. Di eslê xwe de “Pêlên bêrîkirinê” hewildayineke biserketî bû, lê te çima dewam nekir?

Mistefa Aydogan: —Min dewam kiriye. Min tu caran navbir nedaye vî karî. Lê heger qesda te weşandin be, rast e. Tu dizanî ko min berê jî got ko ji bo wergerê û rol û fonksîyona wergerê, min demekê karê romannivîsînê xistibû dereceya duyem. Lê min her dinivîsand.

Enwer Karahan: — Yanî ji bo demekê be jî te nivîskariya xwe kir qurbana wergerê?

Mistefa Aydogan: —Belkî tu biheq bî, lê ez naxwazim bibêjim ko min nivîskarîya xwe kir qurbana wergerê. Belkî bi saya wergerê pênûsa min xurttir bû û nivîskarîya min jî bêtir stewîya.

Enwer Karahan: — Tu dê kengî careke din li nivîsîna romanê vegerî?

Mistefa Aydogan: —Ez ji romanê qet bi dûr neketime. Gava min roman nenivîsîye yan jî ji bo nivîsîna wê xwe amade kiriye jî min roman wergerandine. Û di heman pêvajoyê de min amadeyîyên xwe yên romanên nuh jî her kirine.

Enwer Karahan: — Dibe ko ji alîyê gelek kesan ve bê zanîn, lê ez dixwazim ji bo xwendevanan dîsan jî bipirsim; navê romanê ji kê derê tê?

Mistefa Aydogan: —Wek tê zanîn, peyiva romanê bi xwe di destpêkê de, ji bo vegotinên bi zimanê romayî yê gelêrî hatiye bikaranîn. Hêvîya min ew e ko navê vî zimanî û yê zimanê romanî yan jî ji qewla xelkê zimanê ”cengene”yan tev li hevdu nebin. Ji ber ko navê zimanê wan romanî ye û ew jî ji xwe re dibêjin rom ko bi zimanê wan maneya vê peyivê ”mêr” e.

Enwer Karahan: — Hêvîya te ev e, lê mirov dê çawa vî zimanî û yê romanî ji hevdu veqetîne?

Mistefa Aydogan: — Rast e, heger mirov lê miqate nebe, tevlihevîyek dikare peyda bibe. Bi swêdî ”romanska språk” û bi tirkî ”roman dilleri”, bi îngilîzî ”romance languages” yan jî ”romanic languages”. Ez bi kurmancî jê re dibêjim; ”zimanên romaî”. Ango ew zimanê ko fransî, îtalî, spanî, portekizî, romanyayî, katalanî û hwd jê zêde bûne. Loma ez newêrim jê re bibêjim ”romanî”. Lê heçî zimanê romanî ye, yan jî zimanê romanan e, zimanê wê grûpê ye ko di salên 900î yan jî 1000î de ji Hindistanê derketiye û li cîhanê belav bûye. Zimanê wan jî di nav malbata hindûewrûpayî de dikeve grûpa hindûîranî û bêtir dişibe sanskrîtîyê. Bi swêdî ji vî zimanî re dibêjin ”romani”, bi tirkî ”romani”, bi îngilîzî ”romani” yan jî “romany”. Min pirsî, bi danîmarkî, almanî, spanî û portekizî jî jê re dibêjin ”romani”. Loma ez jî ji bo vî zimanî bi kurmancî dibêjim ”romanî” yan jî ”zimanê romanan”.

Enwer Karahan: — Xuya ye di vî warî de tirsa tevliheviyekê heye.

Mistefa Aydogan: — Rast e, heye. Ji xwe, ji ber wê tirsê ye ko ez jî ji bo zimanê ko di dema Împaratorîya Romayî de li dorhêla Romayê dihat peyivandin nabêjim ”romanî”, lê dibêjim ”romayî” yan jî ”zimanê romayî”.

Enwer Karahan: — Le tu ji bo navê çîrokê çi dibêjî? Tu dizanî ko ew jî di nav kurdan de bûye sedema minaqaşeyê.

Mistefa Aydogan: —Navê çîrokê di kurdî de berê heye û ji bo formeke din tê bikaranîn. Ev forma ko jê re dibêjin novel, formeke rojavayî ye ko berê di civaka me de tune bûye, lê niha ev di kurdî de jî heye. Loma pêwîst e ko navê wê bi awayekî bê danîn ko ew û hin formên din tev li hev du nebin.

Enwer Karahan: — Ma roman jî ne weha bû?

Mistefa Aydogan: —Belê, roman jî weha bû, navê wê li ba me tune bû. Ji xwe, ji bo me formeke nû bû ko ji çanda rojavayî hatibû wergirtin. Îcar divîya yan me navekî nû yê kurdî lê bikiraya, yan jî navê heyî werbigirtaya û di kurdî de bi kar bianîyaya. Me ya duyem kir û jê re got roman. Îcar em çima nikarin ji bo novelê jî li çareyeke weha bifikirin. Gelo navê ko em lê dikin, ango navê çîrokê bêproblem e? Li gor min ji destpêkê de xuya ye ko ew biproblem e û ji xwe, navê formeke din e ko berê di kurdî de heye. Loma li gor bawerîya min, heger wek ko me di romanê de kiriye, em ji vê formê re jî bibêjin novel, dê problem çareser bibe. Yên ko li dijî vê çareyê derbikevin, divê berê li dijî navê romanê derbikevin. Pîrika min berê ji me re çîrok digotin û ew çîrokbêj bû. Lê pîrika min a çîrokbêj ji me re tu caran novel negotine û ji xwe, haya wê ji vî cureyî jî tune bû. Ango ez ji bo pîrika xwe ya ko haya wê ji novelê tune bû, tu caran nabêjim novelbêj. Loma divê em vê forma ko cara yekem bi Giovannî Boccaccioyê îtalî ve dest pê kiriye û çîroka xwe ya ko xwedîya formeke din e, tev li hevdu nekin.

Enwer Karahan: — Heger mirov ji koka vê gotinê hereket bike, divê wek romanê em wê weha qebûl bikin û jê re bibêjin, ”novel” yan jî mirov gotinê bi maneya wê ya leksîkalî wergerîne û bi kar bîne?

Mistefa Aydogan: —Bi baweriya min divê kurd jê re bibêje, “Novel“. Heger em maneya vê gotinê ya leksîkalî wergerînin kurdî, hingê dê bibe tiştekî din. Ji ber ko peyiva novelê ji peyiva latînî ”no´vus”ê hatiye wergirtin. Ya rastî, ji forma wê ya dîmînutîv, ango ji forma piçûkkirinê, kêmkirinê, ji ”nove´llus”ê hatiye wergirtin. Di fransî de ”nouvelle” û di îtalî de jî ”novella” ye û maneya wê jî ev e; nû, tiştên nû, nûçe. Heger em maneya wê ya leksîkalî wergerînin, divê em ji peyiva ””yê hereket bikin û wê têxin forma dîmînutîv. Hingê divê em paşpirtika ”çe”yê lê zêde bikin û bo nimûne, wê bikin ”nûçe”. Tevlihevî dê zêdetir bibe û îcar em ê her nûçeyeke televîzyonê jî wek novelekê bibînin. Hêvîya min ew e ko em xwe nexin rewşeke weha pêkenok. Îcar divê ji bo me zelal be ko em ji vê maneya leksîkalî hereket nekin, ji ber ko ev ê tevlihevîya heyî kêmtir neke, lê bêtir bike. Loma ya baş ew e ko di navlêkirinê de em wê metoda ko me di navê romanê de bi kar anîye hilbijêrin. Lê divê ez bibêjim ko di zimanan de peyiv peymaneke civakî li ser mirovan ferz dike. Ango gava me got ”xanî” û li hemû deveran heman tişt bê fahmkirin, ew tê wê maneyê ko heger nexuyayî be jî peymaneke civakî heye, loma hemû kurd eynî tiştî fahm dikin. Ji ber vê yekê, ew peyiva ko hat danîn û peymaneke civakî li ser nehat girêdan, dê zêde rûmetê nebîne. Ango peyiva peydakirî divê ji alîyê civakê ve bê qebûlkirin, hingê dê kodên peydakerên vê peyivê û yên civakê li hevdu bên.

Enwer Karahan: — Baş e, heger em li hunerê romanê vegerin... tu ji bo romanê çi dibêjî, ev cure kengî derket?

Mistefa Aydogan: —Her çi qasî hin hene îdîa dikin ko roman di her qonaxa dîrokê de hebûye jî di eslê xwe de roman teqabulî qonaxeke dîrokî ya taybet dike û gava şertên wê peyda bûn, hingê derketiye meydanê û wek cureyeke edebî xuya bûye. Ango roman berhemê pêvajoya hilweşandina feodalîzmê û peydabûna kapîtalîzmê ye.

Enwer Karahan: — Yanî tu dibêjî ko roman li benda peydabûna hin şertan maye?

Mistefa Aydogan: —Erê. Heger mirov bala xwe bide avahîyên civakî, hingê mirov dê bibîne ko di wan avahîyên civakî de ko rê nedaye peydabûna kesan yanî îndîvîdan, da bi awayekî serbixwe, bi awayekî taybetî xuya bibin, romanê jî şertê hebûna xwe tê de nedîtiye. Loma ev cureyê edebîyatê li benda stewandina şertan maye û di eslê xwe de hê di himbêza wê sîstema civakî ya ber bi wendabûnê ve diçû de, hêdî hêdî serê xwe rakiriye.

Enwer Karahan: — Loma tê gotin ko roman di her demê de tune bû.

Mistefa Aydogan: —Belê, roman di her demê de tune bû. Di demeke dîrokî ya taybet de peyda bû. Min berê jî got, roman berhema pêvajoya peydabûna kapîtalîzmê ye. Ev jî destpêka peydabûna îndîvîdan bû. Her di wan şertan de bi mirovan re zanyarîya îndîvîdbûnê peyda dibû. Loma gelek dibêjin ko roman ew cure ye ko îndîvîdan dixe bin mercekê. Şertên îndîvîdbûnê berê li rojavayê peyda bûn, loma jî roman wek kultureke rojavayî, wek fenomeneke çanda ewrûpayî xuya bû.

Enwer Karahan: — Ji alîyekî ve tê gotin ko roman berhemeke civaka kapîtalîzmê ye, lê ji alîyê din ve jî Don Kîşot (Don Quijote) wek romana yekem tê hesibandin. Tu vê yekê çawa şirove dikî?

Mistefa Aydogan: —Rast e, Don Kîşota Cervantesî wek romana yekem tê qebûlkirin. Ev yek jî bi wê tê îzahkirin ko şertên civaka kapîtalîzmê di himbêza civaka feodalîzmê de hatine amadekirin. Yanî romana yekem ne berhema kapîtalîzmeke stewîyayî ye, lê dîsan bi saya şertên wê yên destpêkê mimkun bûye. Loma divê bê dîyarkirin ko her çi qasî roman wek cureyeke edebî di berbanga kapîtalîzmê de peyda bûbe jî di eslê xwe de, di sedsala 18an û 19an de baş stewîyaye, xwe hingê baş daye qebûlkirin û cihê xwe yê di cîhana edebî de saxlemtir kiriye. Bi vî awayî nasnameya xwe jî zelaltir kiriye.

Enwer Karahan: — Heger em piçekî din bi romanê û romannivîskaran dakevin, roman divê çi bike û romannivîskarek çi dike?

Mistefa Aydogan: —Di vî warî de hizrên cuda hene. Hin dibêjin ko romanbîra civakê ye. Hin dibêjin ko roman ne vegotina jîyanê ye, lê şirovekirina jîyanê ye. Milan Kunderayê îdîa dike ko romanê bi mentiqa xwe û bi metoda xwe alîyên jîyanê yên cuda keşif kirine, dibêje; ”Armanca romanê ew e ko bi dirûvdana xwe sira egoyê çareser bike.” Li gor serredaktora kulturê ya fînlandîyayî Saara Kesävuori, “... armanca romanê ew e ko kompleksbûna tiştî, negihiştbarîya rastîyê û dijwarîya zanînê nîşanî xwendevanan bide. Heger ev kar pêk bê, encama wî dibe romaneke pirtebeqeyî û tevahîyeke kompleks. ”. Henry Jamesê ko li gel romanên xwe bi nivîsên xwe yên li ser edebîyatê jî navdar e, li ser vê yekê dibêje; “Roman ji jîyanê rasteqîntir e, ji ber ko di romanê de, jîyan ji hûrgilî û zêdeyîyên ko dibin sedema wendabûna maneya wê paqijkirî derdikeve pêşîya me. ” Loma Yaşar Kemal bi xwe jî dibêje; “Roman jîyanek e. Roman atmosferek e. Roman avakirina cîhaneke nû ye. Roman li gel vê cîhana xeyalî, afirandina cîhaneke rasteqîn e. ” Ez dikarim bi kurtî bibêjim ko romannivîskarek bi gîyanekî neqaşî cîhaneke taybetî diafirîne û tê de şikil dide mirovî û bi vî awayî wêneyekî jîyanê yê pirhêl pêşkêş dike. Û roman bi xwe jî ji bo azadî û ceribandinê meydaneke fireh pêşkêşî nivîskarê xwe dike. Wekî din jî divê li gel zimanî, fonksîyona romanê ya estetîk jî neyê jibîrkirin. Ji ber vê yekê ye ko gava Saara Kesävuori berhemên hin namzedên romannivîskarîyê dinirxîne, giringîyeke mezin dide fonksîyona romanê ya estetîk û dibêje “Beşekî wan bi awayên cuda pexşanên têrmezîyet in, lê fonksîyona romanê ya estetîk pêk naînin.

Enwer Karahan: — Ji bo romannivîskar di karê xwe be biserketî bin, çi divê?

Mistefa Aydogan: —Berî hertiştî atmosferek divê. Divê ji bo romannivîskaran atmosferek edebî peyda bibe ko ew tê de baş xwedî bibin. Helbet di vê atmosferê de, romannivîskarê me dê bikare cîhana xwe ya romanê ava bike û di vê cîhana xwe ya nû de, xwendevanên xwe dawetî rastîya cîhana mirovan ya hindurîn bike. Min werger ji bo afirandina vê atmosfera edebî wek fenomeneke xurt dît û ji ber vê yekê bû ko min ji bo demeke dîyar, beşekî giring ji wê dema ko min ê bidaya nivîskarîya xwe da wergerê. Armanca min jî her ew bû ko atmosfereke baş peyda bibûya, da romannivîskarên me tê de xwedî bibûna û di wê derê de pênûsa wan bi saya kurmancîyê di navbera rastîya jîyanê û rastîya nivîsê de pireke xurt ava bikiraya.

Enwer Karahan: — Romannivîskarek divê li hember berhema xwe çawa be?

Mistefa Aydogan: —Romannivîskarek divê tu caran qîma xwe bi berhema neîne. Divê hertim bibêje ko ”min dikarîbû baştir binivîsandaya. ” Ji ber ko ew ê tu caran li berhemeke xwe ya bêqisûr rast neyê. Heger ew ji bo tiştekî weha, yanî ji bo bêqisûrîyê hewil bide, bawerîya min ew e ko ew ê tu caran negihêje hedefa xwe. Cioran li ser vê yekê dibêje; “Ji bo nivîskarekî malxerabkirineke ecêb e ko berê xwe bide bêqisûrî û rehetîyê. Ew ji herkesî bêtir mixtacî qisûrên xwe ye: Heger wan li dû xwe bihêle, ew ê wenda bibe û biçe. Ne xwe, divê nivîskar xwe ji baştirînê biparêze, ji ber ko gava bigihêje armanca xwe, hingê ew ê bi hesret li qisûrên xwe bigere ...” William Faulknerê jî ji bo romannivîskarekî baş dibêje; “Ji sedî nod û neh şîyan... ji sedî nod û neh dîsîplîn... ji sedî nod û neh kar.” Ew herweha pêşnîyaz dike ko hewildana nivîskaran divê ne bi tenê ew be ko ji nifşên
berî xwe baştir bin, divê herweha ji bo wê hewil bidin ko ji xwe baştir bibin. Loma dibêje ko “Romannivîskarekî baş divê ji tiştê ko dike tu caran tetmîn nebe.

Enwer Karahan: — Le romana kurmancî?

Mistefa Aydogan: —Heger bêyî bîra te, “Şivanê Kurd” yan jî bi navê xwe yê original “Şivanê Kurmanca” romana me ya yekem tê hesibandin. Min li tarîxa weşandina wê nêrî 1935 e. Bala xwe bidiyê, beşê Don Kîşota Cervantesî ya yekem di 1605an de hat weşandin û beşê duyem jî di 1615an de. Heger mirov ji 1605an û pê ve bihesibîne, mirov ê bibîne ko heta 1935an, ango heta ko roman bi kurmancî jî bi rûkala dinyayê ketiye 330 sal derbas bûne. Îcar heger em qedexeyan û siyaseta asîmîlasyonê ya ko kurdan ji kurdî bi dûr dixîne jî bihesibînin, divê mirov lê bifikire, bê atmosfera romanê di civaka me de xurt e, yan na. Lê her çi be jî heger roman ne li ser tradîsyoneke xurt be jî nemaze di van 20-30 salên dawîyê de wek her cureyê edebîyatê bi kurmancî pêş dikeve û heger bi derengî be jî atmosfera xwe hêdî hêdî peyda dike û hêvî heye ko dê xurt jî bike.

Enwer Karahan: — Roman pir bi derengî hat nav osmanîyan jî. Wan ji derûdora xwe dizî, yên xelkê wegerandin –yan jî li yên xwe siwar kirin– zimanê xwe û navên xwe li ser xistin, lê di netîceyê de gîhan qonaxekê...

Mistefa Aydogan: —Erê. Ev cureyê edebîyatê bi derengî hat nav osmanîyan jî. Di dema osmanîyan de jî ji bo romana yekem navê “Taaşşuk-i Talat ve Fitnat”ê tê dan ko ew jî ji alîyê yekî arnawid Şemsettin Samîyî ve hatiye nivîsîn. Tarîxa weşandina wê jî 1872 ye. Yanî piştî romana rojavayî ya yekem bi 267 salan... Lê ya rastî, li gor gelek şirovekarên edebîyatê, hem ev û hem jî yên bi dû wê de heta demekê hatine nivîsîn, ji romanê bêtir dişibîyan çîrokên gelêrî yên dirêj. Û wekî din jî li gor hin îdîayan, gelek ji wan ji orîjînalan bêtir adaptasyon bûn.

Enwer Karahan: — Tu rewşa romannivîskarên kurd çawa dibînî, romannivîskarên ko tu diecibînî, hene?

Mistefa Aydogan: — Divê ez berê bibêjim ko ji romannivîskaran bêtir roman bi xwe bala min dikişîne, ango berhemên wan bala min dikişîne. Lê ji ber pirsa te, ez dixwazim bibêjim ko bi kurdî roman hene û loma jî nivîskarên kurd ên ko li gor min biserketî û ji bo pêşerojê hêvîyê didin jî hene. Helbet berhemên ji alîyê zimanî, estetîk û qalîteyê ve zêde nebiserketî jî hene. Wek li her civakeke din, yên mirov diecibîne jî hene û yên ko mirov belkî dibêje ko ev çima hatine nivîsîn jî hene. Heger mirov bi wî cureyê edebîyatê baş dakeve, heger mirov xwe di wî warî de baş techîz bike û dû re dakeve qada nivîsînê û heger mirov xwendineke berdewam bike yan jî pir bixwîne û hindik binivîsîne, hingê hejmara berhemên ko mirovî bi her awayî eciz dikin û xwendevanan li edebîyatê û herweha li romanê sar dikin jî dê kêmtir bibe.

Enwer Karahan: — Tu ji kîjan romannivîskarên dinyayê hez dikî, qesda min berhemên wan e?

Mistefa Aydogan: — Li gor bawerîya min Dostoyevskî hê jî di pêşîyê de. Her çi qasî me di salên 70yî de ji ber helwêsta wî ya li dijî Çernîşevskîyî û berhema Çernîşevskîyî ya ”Divê mirov çi bike” bi çavekî din li Dostoyevskîyî dinêrî jî di warê romanê de ew hê jî cîyê xwe yê bilind diparêze. Tolstoyî bi xwe ji bo Dostoyevskîyî gotibû; ”Xwedê pênûsa wî bi kar tîne.” Helbet bi dû wî re navên gelekî din dikarin bên rêzkirin. Wek Tolstoy, Proust, Joyce, heta Faulkner, Cunningham û Virgina Woolf û hwd jî. Helbet ez naxwazim neheqîyê li salên 70yî bikim, loma divê ez li xwe mikur bêm ko min Şolohov û Ehrenburg û hwd jî bi hezkirineke mezin xwendine. Gelo ez îroj bi xwendineke ji tesîra îdeolojîyê piçekî dûr li wan vegerim, eynî qenaet dê li ba min çêbibe yan na? Lê li gel hertiştî, ez hê jî bawer dikim ko ji alîyê edebî ve ew ê dîsan bala min bikişînin.

Enwer Karahan: — Yanî tu hemû tiştên salên 70yî danînî alîyekî?

Mistefa Aydogan: — Na. Ez bi çavekî nîhîlîst li salên 70yî nanêrim. Helbet divê ew bi çavekî rexnegir baş bên nirxandin. Di wan deman degelek şaşî hatin kirin û ez ê nehêlim hin taybetmendîyên wê demê nêzîkî min bibin. Lê tiştên wê demê hemû ne çewt bûn, loma divê mirov çewtî û rastîyan ji hevdu veqetîne û nehêle ko ter û hişk bi hevdu re bişewitin. Yên divê pêş de bên ajotin hene. Ji ber vê yekê, bawerîya min ew e ko gelek tiştên 70yî hene ko divê îroj jî bên parastin û pêşdebirin.

Enwer Karahan: — Tu ji derveyî romanê, nivîsên din jî dinivîsî, tu çi navî li wan dikî?

Mistefa Aydogan: — Belê, ez curenivîsin din jî dinivîsim ko bi navê “ceribandin”ê tên zanîn. Ji xwe, pirtûkeke min ya berhevoka van celebnivîsan jî hatiye weşandin. Ev pirtûk bi navê “Berê gotin hebû” li Stenbolê ji alîyê Weşanxaneya Dozê ve hatiye weşandin. Nivîsên min ên bi vî rengî her berdewam in û divê ez li xwe mikur bêm ko ez ji vî cureyî jî pir hez dikim.

Enwer Karahan: — Ma tu dibêjî ko peyiva ”ceribandin”ê rast e em ji bo van celebnivîsan bi kar bînin?

Mistefa Aydogan: — Xuya ye ko navê cureyan ji bo te baş bûye problem. Ji ber ko berê navê novelê, dû re yê romanê û niha jî yê ceribandinê.

Enwer Karahan: — Erê, weleh. Ji ber ko ez jî carinan xwe li vî celebî radikişînim, loma. Ji hêla din ve jî ji ber ko ev cureyên edebiyatê li ba kurdan bi derengî dest pê kiriye, weha xuya ye ko navên wan jî baş rûneniştine. Loma ez dipirsim.

Mistefa Aydogan: — Baş e, ji ber ko ez li Swêdê dijîm, ez dixwazim berê ji swêdî dest pê bikim. Ev peyiv bi swêdî jî “essä” ye ko ji peyiva fransî “essai”yê hatiye wergirtin ko ew jî bi eslê xwe ji peyiva latînî “exa´gium”ê tê. Maneya wê jî “ceribandin, hêçandin” e. Ji xwe, îngilîzan jî ji ber vê peyivê “essay” bi kar anîye. Lê di edebîyatê de, ev peyiv bi maneya nivîsara hinerî hatiye bikaranîn û wek cureyekî edebî hatiye qebûlkirin. Tu jî dizanî ko ji ber maneya wê ya latînî, bi tirkî jê re dibêjin “deneme”. Ango di tirkî de maneya wê ya latînî hatiye wergerandin û divê em li xwe mikur bên ko me jî ji tirkî wergerandiye. Li gor tê gotin, ev cure ji alîyê “Michel de Montaigne”î ve hatiye peydakirin.

Enwer Karahan: — Tu dibêjî ko li gor tê gotin. Xuya ye ko tu ji vê yekê zêde ne ewle yî.

Mistefa Aydogan: —Na. Ez jî ne ewle me. Ya rastî, ez berê ewle bûm, lê niha...

Enwer Karahan: — Lê niha tu ne ew qasî ewle yî. Ji ber ko bi qasî ko tê bîra min, te di nivîseke xwe de behsa jineke japonî kiribû ko hê di sedsala 10an de, tiştên bi vî rengî nivîsîbûn û ev jî tê wê maneyê ko berî “Montaigne”î jî xelkê nivîsîye.

Mistefa Aydogan: —Belê rast e. Navê wê jinê Sei Shonagon e. Wê hê di sedsala 10an de nivîsin weha nivîsîne ko li gor gelek şirovekaran dê bawerîya di warê destpêka “ceribandin”ê de serûbinî hevdu bike. Ji xwe, piştî weşandina pirtûka wê “Balîfname”yê jî minaqeşeyeke weha hêdî hêdî dest pê kiriye.

Enwer Karahan: — Di sedsala 10an de û jinek...

Mistefa Aydogan: —Belê. Ji ber ko di dîroka Japonyayê de, bi navê “Heian”ê serdemek hebûye ko ji sala 794an heta 1185an dewam kiriye. Ji bo edebîyata japonî wek serdema klasîk tê dîtin. Ya ko balkêş ew e ko piranîya berhemên wê demê ji alîyê jinan ve hatine nivîsîn. Sei Shonagonê jî bi saya taybetmendî û îmkanên wê demê ev berhem afirandiye.

Enwer Karahan: — Tu hin caran bi tirkî jî dinivîsî û ev yeka hanê hin caran dibe mijara minaqaşeyê, tu çi difikirî? Tu ji bo çi bi tirkî jî dinivîsî?

Mistefa Aydogan: —Divê ev yek ji bo herkesî baş eşkere be ko ez berê nivîskarê zimanê xwe me, nivîskarê kurdî me. Nivîskarê zimanê xwe yê yekem…. Devê min cara yekem bi vî zimanî gerîya. Ez caran yekem bi vî zimanî qêrîyam û girîyam. Cara yekem ji ber vî zimanî tahde li min hat û min lê dan xwar. Ez bi vê rastîyê tev digerim û li zimanê xwe jî bi vî awayî dinêrim. Herweha ez statuya wî ya di jîyana xwe de jî li gor vê rastîyê tayin dikim. Ez yekî weha me, lê tevî vê jî heger fikirên hinan yên sabit hebin, tu tişt ji destê min nayê ko ez alîkarîya wan bikim.

Enwer Karahan: — Lê tu dîsan jî carinan bi tirkî dinivîsînî. Wek piçekî înadeke di vî warî de hebe.

Mistefa Aydogan: —Erê, rast e ko ez hin caran bi tirkî jî dinivîsînim. Lê ev ne ji ber înadê ye. Heger mirov bala xwe bide wan nivîsên bi tirkî jî hingê dê bibîne ko gelek ji wan li ser zimnê kurdî bi xwe ne, li ser asîmîlasyon û helwêstên li dijî asîmîlasyonê ne. Ji minaqaşe li gel kurdên tirkîaxêv pêk tên, da ew li xwe vegerin û li zimanê xwe vegerin. Li gor min, divê kurd tu caran wê destûrê nede ko zimanê wan ê zikmakî di jîyana wan de têkeve dereceya duyem. Lê divê dijminahîya tu zimanan jî nekin. Ez her zimanekî ji bo xwe wek pencereyekê dibînim, pencereya min a ko li cîhanê vedibe. Divê ez dîyar bikim ko ez ji pencereyên xwe yên cuda pir hez dikim. Min berê jî gotibû, ez niha jî dubare dikim; ez ê wan pencereyên xwe her vekirî bihêlim û ji adana entelektuel ya di wan pencereyan re berê xwe dide min jî her sûdê werbigirim.

Enwer Karahan: — Lê tu li dijî çi yî?

Mistefa Aydogan: —Ez ne li dijî zimanan im, lê ez li dijî awayê bikaranîna zimanan im. Ez li dijî wê me ko zimanek ji bo nehêlana zimanekî din bê bikaranîn. Ez li dijî wê me ko zimanek bibe wesîteya malxerabkirinê. Loma heçî tirkî ye, ez ne li dij im, lê ez li dijî fonksîyona wê ya asîmîlasyone me. Ez li dijî awayê bikaranîna wê me. Kî dibe bila bibe, gava berê xwe bide pencereya min a yekem û bixwaze xerab bike, zimanê min ê yekem ji min bidize, hingê dê hêrsa min, nefreta min, hêza min li hember xwe bibîne. Hingê ez ê li wan bêm xezebê. Li vê derê, ya giring ew e ko mirov ji berdêla nîşandana reaksîyonên nepîvayî, bi bawerî û bi helwêst tev bigere.

Enwer Karahan: — Ji bo hin kesan nenivîsîna zimanekî din –yan jî zimanê serdestên Kurdistanê– wek helwêstekê ye, lê hin kes jî ji binî de qedexe dikin.

Mistefa Aydogan: —Ez ji qedexeya zimanan nefretê dikim. Gava ez dibêjim ko bila zimanê we yê zikmakî nekeve dereceya duyem, divê neyê wê maneyê ko ez dibêjim hemû zimanên ji derveyî kurdî li xwe qedexe bikin. Ya ko ez dibêjim ew e ko divê em ji bo zimanekî din dev ji zimanê xwe bernedin. Bila statuya zimanê we li ba we di dereceya herî bilind de be. Bila mala we ji bo zimanê we nebe bîyanistan, bila civaka we ji bo zimanê we nebe goristan. Ez li her derverê dibêjim ko ez zimanan ne li xwe û ne jî li tu kesan qedexe dikim, lê ez di jîyana xwe de nahêlim tu ziman di ser kurdî re be. Zarokên min bi sed zimanan jî zanibin, heger zimanê wan ê malê û danûstendina bi me re û ya li gel çi civaka kurd ya li Swêdê û çi jî ya Kurdistanê, ne kurdî be, hingê li ba min tu qîmeta zanebûna wan a zimanan tune ye. Ji xwe, ev ne bi peyivê, lê bi pratîka jîyana me jî xuya ye.

Enwer Karahan: — Yanî divê kurd berê bi kurdî bipeyivin û binivîsîne, wekî din, meseleya tercîhê ye?

Mistefa Aydogan: —Erê, divê tu kes xwe vir de û wê de nebe. Divê em hemû baş têbigihêjin ko yên bi kurdî nepeyivin û nenivîsînin, dara bin xwe dibirin. Heger em guh nedin kurdî, hingê em ê di warê çand, ziman û edebîyatê de, mala xwe bi destê xwe xerab bikin. Heger em di warê hebûna xwe de, rola zindîmana kurdî nebînîn, hingê kund dê li dewsa warên me bixwînin.

Enwer Karahan: — Yanî di vî warî de, divê hincet neyên qebûl kirin.

Mistefa Aydogan: —Na. Tu hincet nayên qebûlkirin. Ji ber ko ez hertim dibêjim, li gor bawerîya min, yên ko ji bo kurdî wek zimanê xwe yê bingehî bi kar neînin li mazeretên bêbingeh bigerin û ji bo paraztina rewşa xwe, her ko mirov singekî bikute û ew jî tûrekî pê dakin, di warê midaxeleya vê pêvajoyê û lêbixwedîderketina hêjayîyên xwe de, hertim wek agirê li herîyê diçe, dê bêtesîr bin. Dewla wan dê tu carî bi avê nekeve.

Enwer Karahan: — Divê her kurd bi kurdî bipeyive û nehêle ko kurdî di jîyanê de têkeve derceya duyem.

Mistefa Aydogan: —Belê. Ez tam weha difikirim. Divê di civaka kurd de, destûr tune be ko miamelyea sinifa duyem bi kurdî re bê kirin û divê prestîja kurdî ya herî bilind be. Hûn dîndar bin, mihafezakar bin, jîngehparêz bin, lîberal bin, sosyalîst bin, çi dibin bibin, divê hûn di danûstendin û minaqaşe xwe de kurdîya şîrîn bi kar bînin. Heger we di jîyana xwe de miameleya sinifa duyem bi zimanê kurdî re kir, hingê hûn ê ji destpêkê de wenda bikin. Min di nivîseke xwe de gotibû, ez li vira jî dubare dikim; îroj mala ko bi kurdî nepeyive, komeleya ko zimanê wê yê resmî ne kurdî be, partîya ko ji bo ji zimanê kurdî bireve li mazeretan bigere, nikare doza kurdan jî pêş de bibe. Ev herweha ji bo kovar û rojnameyên ji alîyê kurdan ve derdikevin û ne bi kurdî, lê bi zimanekî din xîtabî kurdan dikin jî derbas dibe. Peyiveke E. M. Cioranî heye ko min di minasebeteke din de bi kar anîbû, hêja ye ko li vê derê jî dubare bibe; “Kesê ko ji bo zimanekî din zimanê xwe înkar bike, nasnameya xwe, heta xeyalşkestinên xwe jî diguhare. Ew qehremanekî derewîn e; dev ji bîranînên xwe, heta dereceyekê dev ji xwe berdide. ” Ji bo xatirê Xwedê, dev ji zimanê xwe bernedin!

Enwer Karahan: — Hin kes dibêjin ko civak pêş de diçe, loma ev guhartin pêk tên.

Mistefa Aydogan: —Ez qebûl dikim, heger çeloxwarî be jî civaka me dîsan ji alîyê struktura xwe ya civak-aborî pêş de diçe. Û herweha rast e ko ev pêşveçûna hanê di gelek qadên jîyanê de dibe sedema guharînên pirhêl jî. Ya ko min bêtir eleqedar dike û wek probelemekê xuya dibe, ne ev pêşveçûn bi xwe ye. Ji ber ko pêşveçûn tiştekî pir xwezayî ye û ez ne li dijî pêşveçûn û guharînê me. Lê zimanê wê ye. Heger tu bala xwe bidî wê, hingê tu ê bibînî ko zimanê vê pêşveçûnê û vê guharînê yê serdest ne zimanê me ye. Mixabin ne kurdî ye. Helbet ev yek jî bi rêyeke xwezayî pêk nayê, bi siyaseta înkarkirin û qirkirinê, bi asîmîlasyoneke nedîtî dîyar dibe, xwe dispêre zorê, lêdan û kuştinê û ya herî xerab jî xwe dispêre neehaydarbûn û neşîyarbûna civakê û nezanîyê.

Enwer Karahan: — Hey em ketin meseleya zimên, ez dixwazim em piçekî din lê hûr bibin. Tu jî dizanî, gelek ji me dibêjin ko zimanê me feqîr e, zimanê me qels e. Ez pê dizanim ko tu di gelek minasebetan de li ser vê pirsê rawestîyayî, loma ez dixwazim vê yekê dîsan bipirsim. Ma zimanê feqîr yan jî qels heye?

Mistefa Aydogan: —Na! Zimanê feqîr yan jî zimanê qels tune ye. Di hemû zimanên xwezayî de taybetmendîyên giştî hene û yek ji wan taybetmendîyên giştî jî ew e ko her gotin yan bêje xwedîya sîstemeke duartîkulasyonî ye.

Enwer Karahan: — Çi ne ev herdu artîkulasyon, ji çi pêk tên?

Mistefa Aydogan: —Yek jê ji yekîneyên manedar yên herî piçûk pêk tê. Yanî ji morfeman pêk tê. Ya duyem jî ji yekîneyên manecudaker yên herî piçûk pêk tê. Yanî ji foneman pêk tê.

Enwer Karahan: — Tu dikarî vê duartîkulasyonîbûnê piçekî din îzah bike?

Mistefa Aydogan: — Baş e. Ez dikarim weha bibêjim; di hemû zimanan de deng hene û em pê dizanin ko hejmara van dengan pir bisînorkirî ye. Û gava bi serê xwe bin, tu maneya van dengan tune ye. Îcar em dikarin bi saya van dengên hejmarbisînorkirî û bêmane, bi sed hezaran peyivên manedar çêbikin û bi van peyivan manedar jî hevokên bêhejmar ava bikin.

Enwer Karahan: — Ev taybetmendîyeke zimanan a giştî ye û li ba kurdî jî heye?

Mistefa Aydogan: —Belê, ev taybetmendî li ba her zimanî heye û herweha li ba kurdî jî heye.

Enwer Karahan: — Ma ev duartîkulasyonî di her zimanî de bi eynî awayî pêk tê?

Mistefa Aydogan: —Na. Di her zimanî de bi eynî awayî pêk nayê. Her ziman bi awayekî xwe yê xweser vê taybetmendîyê nîşan dide. Lê ya ji bo me giring ew e ko di her zimanî de bi awayê cuda jî pêk bê, ev taybetmendî heye.

Enwer Karahan: — Baş e kek Mistefa, lê tu dizanî, qeneetek li ba hin kurdan heye ko hejmara gotinên kurdî ji ya zimanên din pir kêmtir e.

Mistefa Aydogan: —Min berê jî got û ez niha jî dibêjim ko divê ji bo me pir zelal be ko tu ziman ji tu zimanan ne feqîrtir e, ne qelstir e. Ji ber taybetmendîya giştî ya me bîstikeke berê behsa wê kir, gotinên her zimanê zindî bêsînor e. Ji ber ko zimanê mirovî xwedîyê sîstemeke vekirî ye, mirov di her zimanî de, dikare hertim gotinên nû çêbike.

Enwer Karahan: — Heger zimanê qels tune be, îcar em ê ji bo kesên îdîa dikin ko kurdî qels e çi bibêjin?

Mistefa Aydogan: —Em ê bibêjin “kurdên qels”.

Enwer Karahan: — Le zimanê prîmîtîv? Ji ber ko di derheqê kurdî de îdîaya prîmîtîvbûnê jî tê guhên me.

Mistefa Aydogan: —Ez jî dibihîzim û ez ji vê yekê pir eciz dibim. Ji ber ko zimanê prîmîtîv jî tune ye û kurdî jî ne zimanekî prîmîtîv e. Ji qewla zimannasê swêdî profesor Alvar Ellegårdî, “Çandên mirovan yên ko xwedîyên teknolojîyên besît hene. Lê zimanê prîmîtîv tune ye. Helbet zimanên ko ji bergindîyên derbirînên têgeh û bûyerên zanistî bêpar hene, lê ew xwedîyên hemû îmkanan in ko dikarin bi temamî bi çavkanîyên xweyanjî mîna zimanê swêdî ko di van sedsalên dawîyê de bi rêya deynkirinê wan hilberînin. ” Divê em ji bîr nekin ko ziman li gel pêwîstîyên civaka xwe digunce. Heger bê bîra te, min demekê behsa zimanê taîapê kiribû.

Enwer Karahan: — Belê, tê bîra min. Ew zimanê ko li gundekî bi tenê tê peyivandin?

Mistefa Aydogan: —Erê. Li gundekî û wê gavê hejmara axêverên wî 89 bû. Dû re jî min li devereke din nêrî, hingê min dît ko ev hejmar daketibû 80yî. Tu niha wî zimanî, yanî zimanê taîapê bînî û di civakeke pêşketî de bi kar bînî, ez îdîa dikim ko ew ziman bi taybetmendîyên xwe yên zimanê mirovî dê li gel pêwîstîyên civaka nû bigunce. Helbet ev bi derbekê re çênabe. Prosesek divê.

Enwer Karahan: — Êêê?

Mistefa Aydogan: —Êê, bila tu kes sûcê xwe nexîne stuyê zimanî û dev ji wê cehaletîyê berde ko dibêje kurdî zimanekî prîmîtîv e. Zimanê qels tune ye, zimanê prîmîtîv tune ye, lê zimanê statunizm û statubilind heye. Belkî ya ko divê em serê xwe bêtir pê biêşînin, ev be.

Enwer Karahan: — Îcar divê kurdên me çawa bike?

Mistefa Aydogan: —Bila kurdên me ji qewla İsaac Bashevis Singerî,”zimanê metbexa dîya xwe” bi kar bînin. Ez dibêjim; kurdino, zimanê feqîr tune ye, lê ji qewla rojnamevanekî swêdî, ”Her ko zimanek wenda dibe cîhan feqîrtir dibe”, loma divê em li zimanê xwe bi xwedî derbikevin, da kurd têk neçin, kurdî wenda nebe û cîhan jî feqîrtir nebe.

Enwer Karahan: — Baş e. Ez dixwazim tiştekî din bipirsim.

Mistefa Aydogan: —Heger destûra te hebe, berî pirsa te ez ê tiştekî din jî bibêjim.

Enwer Karahan: — Kerem bike.

Mistefa Aydogan: —Di warê kurdî de, hem qenaetên şaş hene û hem jî pêşhikim. Belkî mirov karibe qenaetên şaş biguherîne, lê pêşhikim zehmet in. Her ko ez li pêşhikimekê rast têm ez peyiva Einsteinî bi bîr tînim: “Parçekirina pêşhikimê ji parçekirina atomê dijwartir e. ” Tu ji min bipirsî, ji bo me tu xêr di van qenaetên şaş û van pêşhikiman de tune ye, lê ji bo asîmîlasyonê xêrek baş di wan de heye. Ji ber ko hem qenaetên şaş û hem jî pêşhikim rewşê ji bo biserketina asîmîlasyonê xweştir dikin. Loma divê em xwe ji van tiştan bi dûr bixin. De ka îcar pirsa xwe bike.

Enwer Karahan: — Pirsa min ev e; li gora baweriya te, ew kesên ko bi zimanekî din edebiyatê dikin, aîdî cîhana edebiyat û zimanê kurdî nin, yan na?

Mistefa Aydogan: —Edebîyat di vî warî de li eslê mirovî nanêre. Li mijarê jî nanêre. Li zimanî dinêre. Tu bi kîjan zimanî binivîsînî, tu aîdî edebîyata wî zimanî ye. Hin nivîskarên swêdî hene ko mijarên romanên wan li ser kurdan in û heta yên hinan li Kurdistanê bi xwe derbas dibin. Ma mirov dikare wan romanên swêdî aîdî edebîyata kurdî bihesibînin? Loma kî bi kîjan zimanî binivîsîne, hingê aîdî wê edebîyatê ye. Hin kes hene ko bi eslê xwe kurd in, lê berhemên wan bi tirkî ne, bi erebî ne, bi swêdî û hwd ne û belkî mijarên berhemên gelekan ji wan li ser kurdan û jîyana kurdan bin jî. Ma ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ko ev berhemên edebîyata kurdî ne? Helbet, na! Lê ji ber vê yekê jî tu nikarî bibêjî ko ew ne kurd in. Belê, ew helbet kurd in, lê berhemên wan ne aîdî edebîyata kurdî û ne aîdî zimanê kurdî ne.

Enwer Karahan: — Wê gavê em dê çi navî li wan nivîsên te bikin ko ew bi navê “ceribandin”ê ne û tu wan bi tirkî dinivîsî?

Mistefa Aydogan: —Tu ê navê tirkî li wan bikî. Ji ber ko tiştên ko min di vî warî de berê gotin, ji bo nivîsên min jî derbas dibin. Nivîsên min bi kîjan zimanî bin, hingê aîdî wî zimanî ne. Yên ko ez bi tirkî dinivîsînim, mijarên wan hemû li ser kurdan bin jî ew dîsan ne aîdî kurdî ne, lê aîdî tirkî ne.

Enwer Karahan: — Ka tu ji kerema xwe re, ji me re îzeheta wê bike, zimanî çi ye, zarava çi ye?

Mistefa Aydogan: —Heçî ziman û zarava ne, tarîfa wan pir dijwar e. Ew tiştê ko em jê re dibêjin zarava, guhartoyeke zimanekî ye. Li gor bawerîyeke giştî, tê gotin ko têgihiştina dualî nîşana zaravayîbûnê ye. Ango hin zimannas ji bo tarîfa zaravayan, têgihiştina dualî wek pîvanekê dibînin. Dibêjin heger mirov ji hevdu têbigihêje, hingê mirov divê behsa zaravayên zimanekî bike. Lê heger mirov ji hevdu tênegihêje, hinge du zimanên cuda ne. Lê gelek zimannas bi awayekî germ li vê tarîfê nanêrin û vê tarîfê wek tarîfeke biproblem dihesibînin. Ji ber ko yên em carinan ji wan re dibêjin zarava, ji hevdu fahm nakin, lê yên ko em ji wan re dibêjin zimanên cuda jî dikarin bi rehetî ji hevdu fahm bikin. Bo nimûne, du kurdên xwedîyên zaravayên cuda nikaribin ji hevdu fahm bikin jî em jê re dibêjin zarava û tevî ko swêdîaxêv û norweçîaxêv ji hevdu fahm dikin jî em jê re dibêjin zimanên cuda. Ev heta demeke berê, ji bo xirwetî û sirbî jî weha bû. Tê bîra min ko li Swêdê zarokên xirwetan û yên sirban diçûn dersa zimanê zikmakî û navê zimanê herduyan sirbûxirwetî bû û zimanek bû. Lê gava bûn du dewletên cuda, hingê zarokên xirwetan dest pê kir û çûn dersa zimanê xirwetî û yên sirban jî çûn dersa sirbî. Zimannas dizanin ko ev tarîf têrê nake û ev yek bi pîvanên zimannasîyê nabe. Di vê xalê de siyaset tayinker e.

Enwer Karahan: — Yanî ev tarîf ne rast e?

Mistefa Aydogan: —Na, ne rast e. Gelek kes bi heq dipirsin, heger ev tarîf rast be, çima swêdî û norweçî du zimanên cuda ne û ne zaravayên zimanê skandînavî ne. Heger ev tarîf rast be, em ê hingê ji elvdalîyê re çi bibêjin? Elvdalî (älvdalska) li herêmeke Swêdê, li ”Dalarna”yê tê peyivandin û têgihiştina dualî di navbera elvdalî û swêdîya standard de tune ye. Heta hin dibêjin ko elvdalî ji swêdî bêtir nêzî zimanê îzlandî ye. Ez dixwazim dîsan bibêjim ko li vê derê, ji rola zimannasîyê bêtir rola siyasetê derdikeve pêş. Carinan weha dibe ko sînorên welatekî tayin dike, bê ev zarava ne, an jî zimanên cuda ne.
Enwer Karahan: — Bi armanca ko dikare ji bo me jî nimûneyekê pêk bîne, ez dipirsim: Ma elvdalî ne zaravayekî zimanê swêdî ye?

Mistefa Aydogan: —Niha weha tê hesibandin. Lê di vî warî de gelek îtîrazên biheq hene.

Enwer Karahan: — Wek çi?

Mistefa Aydogan: —Hin hene ko dibêjin elvdalî zimanekî bi serê xwe ye û ne zaravayekî swêdî ye. Heta parlamenterê herêma Dalarnayê Kenneth Johanssonî di 20.10.2006an de pêşnîyazek da Parlamentoya Swêdê û tê de dibêje; ”Elvdalî ji swêdîya standard pir cuda ye” loma ji bo ko elvdalî wek zimanekî hindikayîyan an jî wek zimanekî herêmî bê qebûlkirin, divê biryar bê dan, da Hikûmeta Swêdê li gor peymana Konseya Ewrûpayê lêkolînê bike.

Enwer Karahan: — Û bi vê pêşnîyazê yan jî bi vê minaqaşeyê netewebûn li Swêdê têk neçû, ne weha?

Mistefa Aydogan: —Na. Tew tu kesî behsa têkçûna netewebûnê jî nekir.

Enwer Karahan: — Reaksîyonên dorhêlê çawa bûn?

Mistefa Aydogan: —Di 09.02.2007an de di rojnameya swêdî Aftonbladetê de, bi navê ”elvdalî zimanek e – ne zaravayekî swêdî ye” nivîsareke hevbeş hat weşandin. Di wê nivîsarê de piştgirîya pêşnîyaza Kenneth Johanssonî hat kirin û ji Parlamentoyê daxwaz hat kirin ko Peymana Konseya Ewrûpayê ji bo elvdalîyê pêk bîne û elvdalîyê li Swêdê wek zimanekî qebûl bike. Bawerîya wan ew bû ko bi vî awayî zindîmana elvdalîyê dikare ji bo nifşên pêşerojê jî misoger bibe. Helbet wan di dawîya nivîsara xwe de jî weha gotibû; ”Parastina elvdalîyê tê maneya parastina beşekî mîrata swêdî ya çandî jî.

Enwer Karahan: — Loma min got dikare ji bo nimûneyekê pêk bîne. Ev hem perspektîfeke baş e û hem jî di warê qebûlkirina rastîyan de piştgirîyek e.

Mistefa Aydogan: —Belê. Û min dikira ji bîr bikiraya, di binê vê nivîsarê de navên giring û naskirî hene. Madem te got ko ev dikare bibe nimûneyek, hingê ez dixwazim navên wan jî li vê derê bên gotin, da asta piştgirîyê jî dîyar bibe. Navên li binê vê nivîsarê ev bûn: Östen Dahl (profesorê zimannasîyê), Lars Steensland (profesor û nivîskarê ferhengên elvdalî), Henrik Williams (profesorê zimanên skandînavî), Lars-Olof Delsing (profesorê zimanên skandînavî), Gunnar Nystrom (zaravanas/dialektolog), Yair Sapir (fil.dr û koordînatorê Konseya Zimanê Elvdalî), Rut ”Puck” Olsson (nivîskarê pirtûkên zarokan yên bi elvdalî), Gösta Larsson (serokê ”Ulum dalska”yê - Komeleya Parastina Elvdalîyê), Ingrid Dahlberg (walîya ”Dalarna”yê yê berê) û Herbert Halvarsson (endamê birêvebirina beledîyeya Elvdalê).

Enwer Karahan: — Hin kes dibêjin ko divê zarava nêzî hev bibin û ji wan zimanekî standard, zimanekî yekgirtî pêk bê. Ma weha dibe?

Mistefa Aydogan: —Ma ji ko weha dibe! Qey ew ê kurdîya berê, ango kurdîya berî peydabûna van zaravayên heyî çêbikin. Bi gotineke din, qey ew dixwazin protokurdîyê çêbikin. Ji ber ko zimanê me yê yekgirtî ew bû. Yanî ew dixwazin zimanekî çêbikin ko em tu kes jê fahm nekin. Ma ev ê hejmara guhartoyan zêdetir neke? Hingê kurd dê li malên xwe bi zarava an jî zimanê xwe bipeyivin û gava pêwendî li gel desthilatê danîn yan jî çûn dibistanê jî divê bi kurdîyeke din bipeyivin. Yanî yan ew ê zaravayekî li ser zaravayên din ferz bikin, yan jî ew ê zimanekî din biafirînin ko li tu maleke kurdan neyê bikaranîn. Ma ev rê ye? Ma qey tu rêyeke din tune ye? Ma qey rê qelihîn?

Enwer Karahan: — Wek te jî bahs kir, ev kesên ko zaravayekî didin pêş û dixwazin li ser zaravayên din ferz bikin, vê rêyê xwedêgiravî ji bo wê didin ber xwe, da kurd parçe nebin û projeya neteweyî têk neçe.

Mistefa Aydogan: —Ya ko dê esil kurdan parçe bike û yekîtîya wan tehdît bike, ya ko divê em pir hesabê wê bikin û jê bitirsin, ev rê bi xwe ye. Ferzkirina zaravayekî li ser zaravayên din e. Daxwaza afirandina zimanê neteweyî ya li ser bingehê zaraveyekî ye. Ev ên ko dixwazin zaravayekî li ser yên din ferz bikin, bi çi aqilî tev digerin? Ma qey dixwazin, bo nimûne, zarokekî dimilîaxêv yê gundekî Pîranê piştî heft salîya xwe li dibistanê mecbûr bibe ko bi tenê bi soranî an jî bi kurmancî bixwîne û bipeyive? Ma qey ew ê zarokekî soranîaxêvê Silêmanîyeyê bi zorê mecbûrî kurmancî yan jî zazakî bikin? Ma qey ew ê zarokekî kurmancîaxêv mecbûr bikin ko yan neçe dibistanê, yan jî heger çû divê bi tenê soranî perwerde bibe? Ji bo xatirê Xwedê, ma tiştên ko heta niha dagirker tînin serê me, îcar em ê bînin serê hevdu? Na, gidî! Divê em xwe ji vî tiştî bi dûr bixînin. Loma divê em li vê pirsê miqate bin û bi awayekî realist û demokratîk nêzî vê pirsê bibin û nehêlin ko ev pirs û pirsên bi vî rengî bibin dînamît û di binê civaka me de bêne bicihkirin. Ev ne rêya biserketinê, lê rêya têkçûnê ye. Ez dîsan dibêjim; yên ko behsa projeya neteweyî dikin û realîteya civaka kurd ya pirzaravayî an jî pirzimanî nebînin û ji berdêla wê hewil bidin ko zaravayê xwe an jî zimanê xwe li ser yên din ferz bikin, bi bawerîya min, dê tovên felaketê di civaka me de biçînin. Helbet yên ko tovên felaketê biçînin divê ji bo çinîna felaketê jî xwe amade bikin. Hêvîya min ew e ko ev rê neyê hilbijartin û pêwendîyeke demokratîk di navbera zaravayan de pêk bê.

Enwer Karahan: — Ma tecribeyên Norweçê jî ne balkêş in? Li gor te, ji bo kurdî, ji bo tesbîtkirina siyaseteke zimanî ya realîst, norweçî ne nimûneyeke balkêştir e?

Mistefa Aydogan: —Belê. Tu di vî warî de pir biheq î. Mirov carinan behsa tiştên dûranê dike, lê yê nêz ji bîr dike. Spas ji bo ko te anî bîra min. Bi bawerîya min jî nimûneya Norweçê dikare ji yên gelek welatên din baştir be. Ji ber ko li wê derê neteweyek du zaravayan an jî duzimanan bi kar tîne. Ango îroj li Norweçê du zimanên cuda an jî du guhartoyên norweçîyê hene. Ji ber ko hin wan wek ziman û hin jî wek zaravayên heman zimanî dibînin, ez bi xwe jî di ware binavkirinê de, di dudilîyê de me. Ji awayên norweçîyê yek jê ziman an jî zaravayê welatî ye û yê din jî norweçîya nû ye. Divê bê gotin ko di warê hejmara axêverên wan de ferqeke mezin heye. Lê herdu awa ji hevdu zêde ne dûr in û têgihiştina dualî di navbera axêverên wan de heye. Cudabûnên mezin bêtir di ware hebana gotinan û morfolojîyê de tên dîtin. Ev nimûneyeke pir balkêş e û belkî em dikarin hin dersan jê werbigirin. Li Norweçê her beledîye biryarê dide, bê kîjan ziman an jî kîjan guhartoya norweçî dê di birêveberinê de bê bikaranîn. Li dibistanan herdu awayên norweçî jî zimanên perwedeyê ne. Li beledîyeya ko yek ji wan wek yê sereke hilbijart, hingê yê din jî dibe yê duyem. Lê divê xwendekarên dibistanan fêrî herdu zarava an jî zimanan bibin. Norweç bi vî awayî parçe nebû, yekîtîya wê ya neteweyî têk neçû, lê xurttir bû.

Enwer Karahan: — Baş e. Îcar em bi xwe dikarin çi bikin?

Mistefa Aydogan: —Em dikarin ji nimûneyên welatên din îstîfadeyê bikin. Em dikarin ji rastîya xwe hereket bikin. Em dikarin ji nimûneyên xerab yên dagirkerên xwe dersên pêwîst derxînin û cudahîyên xwe ji xwe re nekin asteng û bi nêrîneke demokratîk wan ji xwe re bikin zengînî.

Enwer Karahan: — Yanî?

Mistefa Aydogan: —Yanî em dikarin di vî warî de pluralîzma zimanî qebûl bikin. Divê em qebûl bikin ko heger hin jê re bibêjin zarava jî ziman jî guhartoyên kurdî hene û divê em li gor vê rastîyê tev bigerin. Hingê bila di civaka me de hemû jî resmî bin, ji bo pêşdeçûna hemûyan jî piştgirîya civakê divê bê amadekirin, bila hemû standardên xwe xurt bikin, da tu kurdek xwe ji derveyî prosesê nebîne, berevajîya wê xwe tê de bibîne û ancax bi vî awayî dê lê bi xwedî derbikeve. A ev e, ya ko dê me hemûyan li hevdu ragire û li ser hevdu bihêle. A ev e, ya ko şiûra hevwelatîya demokratîk jî xurttir bike.

Enwer Karahan: — Ka bisekine, ez rasterast bipirsim. Li gora baweriya te, kurdî ji zimanan pêk tê, yan ji zaravayan?

Mistefa Aydogan: —Heger mirov bala xwe bidiyê, hingê mirov dê bibîne ko yên min bîstikeke berê behsa wan kir, ev zimanên cuda, yanî sirbî û xirwetî jî swêdî û norweçî jî ji zaravayên kurdî bêtir nêzî hevdu ne û ew dualî ji hevdu têdigihêjin. Lê dîsan jî zimanên cuda ne. Ev jî ji ber siyasetê weha ye. Loma ez bi awayekî eşkere dikarim bibêjim ko grûpeke zimanên kurdî heye. Madem te rasterast pirsî, ez jî bersiva te rasterast didim. Lê tiştên ko min li ser rola siyasetê ya di vî warî de gotin jî divê neyên jibîrkirin.

Enwer Karahan: — Wê çaxê, divê em ji berdêla zaravayên cuda, behsa zimanên cuda bikin. Ma tu weha difikirî?

Mistefa Aydogan: —Belê. Hingê divê em kurdî ne wek zimanekî, lê wek navê grûpekê qebûl bikin û guhartoyên ko em niha jê re dibêjin zarava jî wek zimanên vê grûpê qebûl bikin. Ev grûp divê di grûpa îranî de beşê îranî yê bakurê rojavayî pêk bîne. Lê ez dubare dikim ko divê di vê xalê de, rola siyasetê neyê jibîrkirin. Û wekî din jî kurmancî, soranî, zazakî, hewremanî û hwd zarava bin jî ziman bin jî ên kurdî ne û kurdî ne. Ango zarava bin, zaravayên kurdî ne û ziman bin jî zimanên kurdî ne. Tu tişt bi kurdîbûna wan nayê. Loma ez sedema vê tirsê û vê taswasê qet fêhm nakim.



***





SOHBET –I–

STOCKHOLM, 20/8 2007 — Neheqiya mezin li wergêran tê..
– Têştê hat serê Erebê Şemoyî divê dubare nebe..
– Divê mirov wergera wergerê neke..
– Wergera bêqusûr tune ye..
– Orhan Pamûk di axaftina xwe ya Nobelî de laqayt ma..

Min vê carê jê sohbeteke dûr û dirêj bi romannivîskar, wergêr û zimannasê kurd Mistefa Aydoganî re kir. Helbet sohbetên weha dikare ji bona xwendevanên înternetê gelekî dirêj bin û xwendina wan zahmet bike, lê îmkanê me yê herî mezin jî ev nameta teknîkê ye ko em dixwazin jê îstifade bikin. Bi vî awayî em hewil didin ko zorê bidin qedexeyên li ser zimanê kurdî û li perçekirina sînorên Kurdistanê guhdarî nekin, wan derbas bikin û xwe bigihînin kurdên herçar perçeyan û herweha kurdên li her terefê dinyayê.

Em dizanin ko arîşeyên zimanê me, cudayiya zaravayên me û pirelfabeyiya wî destî nade ko hemû nivîskarên kurd berhemên hevdu bixwînin, hevdu nas bikin û têkiliyeke xurt ava bikin; herweha xwendevanên kurd jî ji vê meseleyê para xwe werdigirin. Di vî warî de îmkanên bipêşdeketina teknîkê xwedî roleke giring e. Di van salên dawiyê de lidarxistina festîval û rojên edebiyatê yên bakur û başûrê Kurdistanê bûye sedem ko dayin û sitendineke baştir di navbera nivîskar, rewşenbîr û zimannasên kurd de çêbibe, lê helbet ev têrê nake. Gelek caran, ji ber endîşeyên siyasî hin kesên bikêrhatî, xwedî fikir û vîzyon li dera hanê dimînin û taadît li ser wan tê danîn; loma jî ji zanîn, têgihîştin û enerjiya wan kesan nayê îstifadekirin ko ew ji bon bipêşdeketina prosesa neteweyê kurd fêdeyê bîne. Helbet ev tesbîta min e û min jî bi vê baweriyê ev karê weha daye ber xwe. Di vî karî de, ez bi kesên nêzî xwe re sohbetê dikim ko ez wan baş nas dikim, wan samîmî dibînim û dikarim bi rehetî di wan re bipeyivim. Heger îmkanên min destî bidin, ez ê çerçeweya vê xebatê firehtir bikim û di serê pêşî de, bi wan kesan re sohbetê bikim ko ew di bin taadîta grûp û terefên siyasî de ne ko ew dixwaze van nivîskaran bifetisînin.

Mistefa Aydogan jî yek ji wan kesan e ko min ev sohbeta dirêj pê re kirye. Ez bawer dikim ko gelek tişt hene ko ew heta bi niha ji terefê kesî ve bi eşkereyî nehatine gotinin û dikare minaqaşeyên balkêş jî li ser wan çêbibin di vê sohbetê de ne. Îdea, tesbît û rexneyên balkêş in.

Hevpeyvîna me piçekî dirêj e, loma jî em ê wê di bin sê beşên esasî de belav bikin ko ew ji werger, edebiyat û zimên pêk tê. Em hêvî dikin ko hûn jî tehmekê jê werbigirin û jê îstifade bikin.


***

Enwer Karahan: — Kek Mistefa, ez nizanim bê em ji kê derê dest pê bikin. Ji ber ko em te bi gelek hêlên te yên cuda nas dikin. Di eslê xwe de, (yan jî li ba min weha ye) em te wek romannivîskar nas dikin, lê ji ber wegera Orhan pamûkî -Navê min sor e- xwendevanên kurd te wek wergêr bi bîr tînin; gelo ev tesbîteke rast e?

Mistefa Aydogan: — Erê, ez nizanim bê çima, lê weha çêbû. Ma em çawa bikin? Wê wergerê bêtir nav da, belkî ji ber wê weha bû.

Enwer Karahan: — Heger rast be, em ji wergerê û rol û fonksîyona wê dest pê bikin, çawa ye?

Mistefa Aydogan: — Bila bi dilê te be.

Enwer Karahan: — Sipas. Wê gavê, ev meseleya wergera ”Navê min Sor e” çawa dest pê kir? Hema em ji wê dest pê bikin.

Mistefa Aydogan: — Min hemû pirtûkên Orhan Pamukî yên heta wê demê berê xwendibûn. Gava ”Navê min Sor e” derket, min ew jî xwend û beşê yekem wergerand kurmancî. Gava min di telefonê de ji birayê xwe re xwend, kêfa wî jê re hat û wê gavê min tiştê di serê xwe de jê re got û dû re jî ew şand ba Orhan Pamukî. Min pê re xeber şand ko min dixwast pirtûka wî ya ”Navê min Sor e” wergerandaya kurmancî. Piştî hevdudîtinê, Orhan Pamukî jî mafê wê yê kurmancî yê deh salan da me.

Enwer Karahan: — Hema weha? Ma reaksiyona wî çi bû?

Mistefa Aydogan: — Ji xwe, ya ko kêfa min anî û bi min pir balkêş hat reaksîyona wî bû. Min gotibû ko wergera pirtûka wî jî di gelek waran de dikare alîkarîyek yan jî xizmetek bikiraya. Wî jî li hember vê gotibû; “Ji bo vê yekê çi ji destê min bê, ez hazir im ko bikim. Ji bo min rûmet e ko romaneke min werdigere zimanekî mîna kurdî. Hingê bila ev jî alîkarîya min a bi zimanê kurdî be. ” Gava min ev bersiv bihîst, hingê min got ko min nivîskarê rast hilbijartiye û min tavilê dest bi wergera ”Navê min Sor e” kir.

Enwer Karahan: — Ew berî weşandina wergera pirtûkê hatibû Stockholmê jî. Ez bawer dikim ko we hevdu dîtibû, hingê helwêsta wî çawa bû?

Mistefa Aydogan: — Belê, ew hat Stockholmê û min û weşangerê xwe yê Ewrûpayê Arif Zêrevanî, me şeveke xweş pê re bihurand û di wê şevê de, tiştên ko wî li ser maf û azadîyên kurdan û herweha yên li ser çand û zimanê kurdî gotin, kêfa me pir anî. Wî wê şevê dîsan got ko wî dê pêşgotineke xweser ji bo wergera kurmancî binivîsandaya û ji bo propagandayê û piştgirîya çand û zimanê kurdî çi ji destê wî bihatana dê bikirana. Me ji alîyê helwêsta ronakbîrekî ve tu qisûr nedît ko em karibin ji raya giştî re behsa wê bikin.

Enwer Karahan: — Bi qasî ko ez dizanim ji bo danasîna pirtûka xwe çûbû Diyarbekirê jî.

Mistefa Aydogan: — Belê. Ew di dawîya heyva gulana 2002yan de beşdarî Festîvalê bûbû û li wê derê wergera kurmancî dabû nasandin û ew ji bo xwendevanên xwe îmze kiribû. Û herweha axaftinek li ser zimanê zikmakî jî kiribû.

Enwer Karahan: — Tu beşdarî civînê nebû, lê hûn bi hevdu re bi telefonê beşdarî bernameya Radyoya Zayeleyê bûn. Gelo tu dikarî ji xwendevanên me re eşkere bike bê wî li wê derê çi got?

Mistefa Aydogan: — Heger destûra te hebe, ez ê wergera axaftina wî ji çenteyê xwe derxînim û ji te re bixwînim. Min roja piştî wê, di malpera Radyoya Zayeleyê de dîsan li wê bernameyê guhdarî kir û peyiva wî wergerand kurmancî. A va ye. Binêre bê wî li wê derê bi awayekî eşkere çi gotiye: “Ez hatim vê derê, da piştgirîya wergerandina pirtûka xwe ya kurdî bikim. Ez hatim vê derê da nîşan bidim ko kurdî jî bi qasî tirkî zimanekî dewlemend e, wergerên weha mimkun in, mirov hene ko bi qasî neqaşên pirtûka min xwedîtîyê li kurdî dikin, wê diparêzin, li adetên xwe bi xwedî derdikevin.” Orhan bi minasebeta kurdî jî nîşan dida ko nivîskar nikare li hember serdema xwe laqayt bimîne.

Enwer Karahan: — Lê di axaftina xwe ya xelata Nobelî de eynî hesasîyet nîşan neda.

Mistefa Aydogan: — Tu biheq î. Axaftina wî ya xelatê axaftineke edebî bû, lê li gor bawerîya min, divîya wî ew fersend ne bi tenê ji bo nîşandana nivîskarîya xwe û hêza xwe ya edebî, herweha ji bo nîşandana ronakbîrîya xwe jî bi kar bianîya. Tu ji min bipirsî, di wê kêlîka dîrokî de, divîya hin rastîyên neînkarbar bihatana rojevê. Belkî dîsan kef bi ser devê hin nijadperestan biketaya, lê hêvîyên ji ronakbîrekî dihat payin jî dê pêk bihatana û vê yekê dê ne tu tişt ji ronakbîrîya wî û ne jî ji nivîskarîya wî daxistaya, lê dê rûmeta wî bêtir bikiraya û qedrê wî jî bilindtir bikiraya. Wî li gel nivîskarîya xwe ya biserketî dikarî di kêlîkeke dîrokî de helwêsteke dîrokî jî nîşan bidaya.

Enwer Karahan: — Yanî divê wî ev helwêst di axaftina xwe ya xelatê de jî nîşan bidaya.

Mistefa Aydogan: — Helbet. Ji ber ko nivîskar ne bi tenê bi berhemên xwe, herweha bi helwêstên xwe yên ronakbîr jî divê rola xwe bilîzin. Îroj jî tu lukseke nivîskaran tune ye ko bibêjin “Em bi tenê bi karên xwe yên edebî mijûl in, loma pirsên civakê û neheqîyên heyî me eleqedar nakin.” Binêre, bê do li Fransayê Zola çawa ne bi tenê bi romanên xwe, herweha bi helwêsta xwe ya ronakbîr jî bû dîrok, divê nivîskarên dema me jî bi helwêsteke weha tev bigerin.

Enwer Karahan: — Orhan Pamukî berî xelatê helwêsteke weha nîşan dabû?

Mistefa Aydogan: — Belê, gelek caran. Loma gelek kesan hêvî dikir ko di wê roja giring de, gava çavên tevahîya cîhanê li ser wî bûn, wî dê li gel hêz û şîyana xwe ya edebî, alîyê xwe yê ronakbîrîyê jî bi awayekî nîşan bidaya. Ji ber ko gava Salman Ruştî jî hat afarozkirin, Orhan li Tirkîyeyê yê yekem bû ko ew parast. Ew li gel karê xwe yê romannivîskarîyê, beşdarî gelek çalakîyên ronakbîrîyê dibû û loma jî wek parêzgerê mafên mirovan, azadîya fikrî û demokrasîyê jî dihat dîtin. Wî ev yek bi pratîka xwe baş nîşan dabû. Gava min peyivên wî yên ji bo çanda kurdî û zimanê kurdî bihîstin jî ez ecêbmayî nemam. Ji ber ko Orhan Pamukî ne bi tenê bi hêla xwe ya edebî, herweha bi berpirsîyarîya xwe ya ronakbîrîyê jî berê nîşan dabû û bi minasebeta weşandina wergera “Navê min Sor e” jî xuya kiribû ko nivîskar nikare li hember serdema xwe, pirsên civaka xwe û yên navneteweyî laqayt bimîne.

Enwer Karahan: — Lê ez dîsan dubare dikim. Ew wê rojê laqayt ma!

Mistefa Aydogan: — Belê. Lê bawer bike, hê jî ji bo min ne ew qasî hêsan e ko ez tê bigihêjim bê çima weha kir. Ji ber ko ji bo romannivîskarekî mîna Orhan Pamukî ko romanên wî li her deverên cîhanê rexneyên pir erênî werdigirtin û otorîteyên cîhanê yên edebîyatê bi sempatîyeke pir mezin lê dinêrî û bi hêvîyeke pir xurt behsa wî dihat kirin û herweha wergerên pirtûkên wî yên cuda bi awayekî nedîtî dihatin firotin, yanî nivîskarê ko romanên wî bi sedhezaran dihatin firotin, gelo wergera kurdî ya ko ancax ew jî bi zorê du hezar lib bihatana firotin, çima ew qasî bala wî kişandibû û kêfa wî ji bo çi bi awayekî ecêb anîbû? Çima bi taybetî ji bo wergera kurmancî pêşgotineke xweser nivîsîbû û di wê pêşgotinê de, neqaşên ko dixwazin rengên xwe û adetên xwe biparêzin û kurdên ko dixwazin çanda xwe, rengên xwe û zimanê xwe biparêzin şibandibûn hevdu û bi vî awayî pêwendîyek di navbera naveroka pirtûka xwe û rewşa kurdan de danîbû? Ez van tiştan ne ji bo iqnakirina te dibêjim. Ez şahidên van im.

Enwer Karahan: — Pirseke din jî ji bona min pir giring e, divê ez wê bipirsim. Gava Orhan hat Stockholmê da xelata Nobelî werbigire, ez dizanim ko we hevdu nedît. Wî di wan rojan de payeyeke bilind da wergêrê xwe yê swêdî û weşangerên xwe û ji kontenjana xwe gelek kes dawetî xwarina merasima xelatê kirin. Gelo çima wî tu nedîtî û tu dawet nekirî? Vê yeka henê li ser te tesîreke negatîv nekir? Wî çima tiştekî weha kir?

Mistefa Aydogan: — Bi hersê navên Xwedê, ez nizanim bê wî çima weha kir. Helbet, heger wî bi awayekî din bikiraya, hingê ne ji bo şexsê min, lê ji bo kurdî û îdîayên wî û hewildanên wî yên di vî warî de, dikarîbû helwêsteke maqûl bihataya hesibandin. Ji xwe, divîya xatirê kurdî bi awayekî taybetî bihataya girtin. Ya rastî, min zêde cehd nekir, lê ez ê pir kêfxweş bibûma ko wî pêwendîyeke weha bixwastaya.

Enwer Karahan: — Kek Mistefa, bi qandî ko em dizanim, mijûliya te ya sereke nivîskarî ye, yan jî romannivîskarî ye, tu bi vî awayî piçekî jî neheqiyê li xwe û nivîskariya xwe nakî?

Mistefa Aydogan: — Rast e, ez jî dizanim ko mijûlîya min a sereke nivîskarî ye û ez dixwazim weha jî bê zanîn. Lê gava mirov xebatên pirhêl dide ber xwe, hingê carinan ji derveyî îradeya mirovî dikare weha bibe ko hin xebatên mirovî yên din bêtir derkeve pêş. Yan jî weha bê dîtin. Gava min dest pê kir, hingê meydana xwendina kurdî zêde ne bi dilê min bû?

Enwer Karahan: — Ma niha bi dilê te ye?

Mistefa Aydogan: — Na, niha jî ne bi dilê min e. Şertên heyî ne bi dilê min in, ne ji bo nivîskaran û ne jî ji bo peydakirina xwendevanan... Lê heger destûra te hebe, ez dixwazim behsa wê sedemê bikim ko li ser hesabê dema nivîskarîya min berê min demekê dabû wergerê.

Enwer Karahan: — Kerem bike.

Mistefa Aydogan: — Gava min nivîsand û wergera xwe ya yekem weşand û dû re jî pirtûka xwe ya yekem gihand destê xwendevanan, hingê min baştir dît ko meydana ko nivîsa kurmancî hespê xwe lê bibezîne zêde ne fireh bû, bazara ko bikir lê rabin zêde ne xweş bû û ne xurt bû. A hingê pêwîstîya firehkirina vê meydanê, xurtkirin û xweşkirina vê bazarê wek berpirsîyarîyekê bêtir derket pêş. Ev ne ji bo kurdî bi tenê, herweha ji bo nivîskarîya kurdî jî weha bû û mixabin hê jî weha ye. Ji ber vê yekê, min ji bo xatirê bicîanîna vê berpirsîyarîyê, zimanê min nagere, lê divê ez dîsan bibêjim ko min tahde li nivîskarîya xwe kir û ji bo demekê giranî da wergerê.

Enwer Karahan: — Ji bo çi, ma weger ji nivîskariya te giringtir e?

Mistefa Aydogan: — Ne ko ji nivîskariya min giringtir e…

Enwer Karahan: — Lê çi ye?

Mistefa Aydogan: — Ji bo ko meydan ji nivîskarîya min re jî xweştir bibe û bi giştî jî ji bo ko girseyeke xwendevanîya kurmancî di civakê de peyda bibe û her ko biçe xwendina kurmancî civakê bêtir bide ber xwe. Herweha ji bo ko şert di warê nivîskarîya kurmancî de jî baştir bibe. Ev jî ji bawerîya min a bi wergerê û rola wê dihat. Ji ber ko li gor min, werger pêwîstîyek e. Helbet werger ne bi tenê pêwîstîyek e, herweha bersiva pêwîstîyekê ye jî. Civakên ko bi taybetmendîya wergerê hisîyane û ji rola wê haydar bûne, ji bo pêkanîna vê pêwîstîyê seferberîyên mezin îlan kirine. Heger mirov bala xwe bide wan civakan jî mirov ê bibîne, bê encamên çawa wergirtine. Ji ber ko bi saya vî hinerî ye ko di navbera du kulturan de pireyên xurt hatine avakirin. Bi saya vî hinerî ye ko rêya dîyaloga kulturan vebûye û meydana pêywendîyên kulturên cuda firehtir bûye.

Enwer Karahan: — Ji bo dewlemendkirina zimanan jî tu fonksîyona wê tune ye?

Mistefa Aydogan: — Belê. Tiştên ko ez li gelek deveran dibêjim, ez dikarim di vê sohbetê de jî dubare bikim. Bêşik, di wî warî de jî fonksîyoneke wergerê ya giring heye. Zimanê ko ji vê dîyalogê bêpar e, wek zimanê ko derîyên cîhanê li xwe girtine, dê di sînorên xwe de her hefskirî bimîne. Ji xwe, tiştekî weha jî ne mimkun e û ne pêwîst e jî. Loma divê ziman xwe ji dîyalogên weha re veke. Û zimanê ko bibe mijarê wergerê jî êdî ji wê gavê û pê ve tu sînor nema pê dikarin û ew ê êdî nema wek berê bimîne. Ev hiner di pêwendîya destpêkê de zorê dide sînoran û firehbûnê li ser wan ferz dike.

Enwer Karahan: — Ma di civaka me de ev giringî hatiye fahmkirin?

Mistefa Aydogan: — Ez dibînim ko hêdî hêdî be jî em êdî giringîya wergerê fahm dikin û hêvîya min ew e ko heger ev fahmkirin niha nikaribe jî dê di pêşerojê de rê li ber pêşveçûna wê bêtir veke û di civakê de wê bigihîne statuyeke baş. Lê divê ez dîsan bibêjim ko di rewşa niha de, ev hiner ji statuya xwe ya heqkirî hê jî bi dûr e. Pêvajoyek pêwîst e ko şertan ji bo vî cureyê xebatê û ji bo vê pira navbera çandên cuda xurttir bike. Divê em lê bixebitin ko vê pêvajoyê bi hemû taybetmendîyên wê bistewînin. Ji ber ko werger êdî parçeyekî jîyana me ya civakî ye û di şikildana struktura hizrên me de roleke wê ya pir giring heye. Loma jî divê em qîmeta vê rolê baş bizanin.

Enwer Karahan: — Ez dibînim ko tu serê xwe pir bi vê meseleyê re diêşînî û tu bi heq î jî.

Mistefa Aydogan: — Heger ez serê xwe neêşînim, ez ê hingê yê we biêşînim. Bo nimûne, Min dikarî romana Pamukî di demeke pir kurt de jî wergerandaya. Yanî min dikarî serê xwe pê neêşandaya û wergerandaya, lê hingê dê çi qîmeta wê hebûya. Ez baş bawer dikim ko heger wergêr serê xwe bi wergera xwe re neêşîne, hingê serê xwendevanan dê biêşe. Loma min hewil da ko ez serê wê kêmtir biêşînim.

Enwer Karahan: — Ji ber wê ye ko tu wan nivîskaran hildibijêrî ko ew serê xwe bi berhemên xwe re diêşînin?

Mistefa Aydogan: — Ez hem nivîskarên ko serê xwe bi berhemên xwe re diêşînin hildibijêrim û hem jî yên berhemên xwe bi sebirê dinivîsînin hildibijêrim. Werger jî bi sebirê dibe. Loma ez jî hewil didim ko berhemên bi sebirê nivîsandî bi wê sebirê wergerînim.

Enwer Karahan: — Bi te jî weha tê ko mirov ji hin wergeran fêm nake? Hin hevok hene ko mirov dibêje qey wergêrî/ê jê fahm nekiriye û wergerandiye. Belkî ev dibe sedem ko dem bê û mirov mecbûr bibe ko eynî berhemê dîsan wergerîne?

Mistefa Aydogan: — Rast e. Hin werger hene ko têgihiştina wan carinan pir zehmet e û carinan hin hevok hene ko mirov dibêje qey wergerê wê yan wergêra wê ew fahm nekiriye, lê xwe mecbûr his kiriye ko wergerîne. Divê ev nebe. Ji ber ko ji bo wergerandinê, divê wergêr hevoka xwe fêhm bike. Dibe ko mirov carinan hevokekê baş fêhm neke. Hingê divê mirov wê hevokê wernegerîne. Lê ji alîyê din ve jî divê ev hevok bê wergerandin. Gava ez dikevim rewşeke weha, yanî gava ez di orta Xelîl û Celîlî de dimînim, ez dewam nakim. Ji ber ko di têgihiştina min a wergerê de, ew yek tune ye ko ez bêyî fahmkirinê hevokê wergerînim. Heta ko ez fahm nekim, ez wernagerînim. Qisûra herî mezin ko wergerek bike, ev e. Heçî wergerandina berheman ya ji nû ve ye, sedemek dikare wergera têrqisûr be, lê dikare sedemin din jî hebin, bo nimûne, sedemên ticarî û hwd...

Enwer Karahan: — Lê ez dibêjim ko wergera bêqisûr tune ye.

Mistefa Aydogan: — Helbet. Berê divê ez dîyar bikim ko hem babeta wergerê bi giştî minaqeşeyeke dûr û dirêj e û hem jî ev babet bi serê xwe. Loma ez bawer nakim ko di çarçoveya vê hevpeyvînê yan jî vê sohbetê de hilê. Lê dîsan jî ez dikarim li ser vê pirsa te hin gotinan bibêjim. Wergera bêqisûr tune ye. Wergera ji sedî sed wek orîjînala xwe ne mimkun e. Pirsa sereke ew e ko destûra kîjan qisûran heye, kîjan qisûr qebûlbar in. Di vî warî de, nêrînên cuda, teorîyên cihê hene. Lê li gor min, berî hertiştî, dirustîya bi form û naveroka tekstê re şert e. Helbet naverok bi tenê jî ne bes e. Bo nimûne, heger ez bi tenê naverokê bidim û xwendevanên kurd ji stîla nivîskarî bê par bihêlim û ji berdêla wê, berhema nivîskarî bi stîla xwe ango bi stîla wergêrî pêşkêş bikim, hingê ev jî qisûr e û li gor min, qisûreke neqebûlbar e jî. Ji xwe, min berê nivîsîbû û niha jî ez hewil didim ko bi awayekî berfirehtir li ser wergerê rawestim.

Enwer Karahan: — Baş e, lê ez dixwazim nemaze li ser wergera îdyoman bipirsim. Ji ber ko ya pir dibe problem belkî wergera wan be.

Mistefa Aydogan: — Ji xwe, ev problemeke pir mezin e.

Enwer Karahan: — Erê, loma ez dipirsim. Divê mirov îdyoman çawa wergerîne?

Mistefa Aydogan: — Li gor min, metoda herî baş ew e ko mirov berê maneya îdyomê bi tevayî fahm bike û dû re heger hebe, di zimanê hedefê de îdyoma li hember wê peyda bike. Ji ber ko her îdyomek yekîneyeke leksîkal e, hingê mirov nikare li maneya gotinên wê binêre û maneya îdyomê têbigihêje. Îdyom di vî warî de pir bêwîjdan in. Loma gava mirov çav li îdyomekê ket, divê ne bi gotin bi gotinê, lê bi temamî lê bigere, bê maneya wê ya wek yekîneya leksîkalî çi ye û lê bigere bê di zimanê hedefê de li hember vê îdyoma zimanê orîjînal îdyomek heye yan na.

Enwer Karahan: — Ma hertim îdyoma zimanê orîjînal di zimanê hedefê de peyda dibe?

Mistefa Aydogan: — Na. Ev yek hertim nabe. Û ev rewşeke ne wergerdost e. Ya rastî, wek min got, îdyom nayên wergerandin, li hembera wan îdyom tên peydakirin. Lê di rewşên taybetî de, mirov carinan mecbûr dimîne ko tawîzê bide. Carinan weha dibe ko mirov nikare îdyomên hemberî îdyoma orîjînal peyda bike. Heger di zimanê hedefê de îdyom peyda nebe, divê mirov ji mecbûrî rêya dana îzahatekê hilbijêre. Lê ev jî baldarîyeke mezin dixwaze. Ji ber ko tu îzahat nikare bibe bergindîya hêza îdyoman. Loma mirov di rewşên weha de hewil bide, heger ji yê zimanê orîjînal kêmtir be jî qelstir be jî bila kirasê zimanê wergerê jî biçirise.

Enwer Karahan: — Ez ê di wergerê de hevoksazîyê jî biprisim û dû re dixwazim sohbetê li ser wergêran bidomînim.

Mistefa Aydogan: — Ji xwe, pirsa hevoksazîyê pir giring e. Ji ber ko gelek kes di wergerê de giringîyê bêtir didin peydakirina gotinan û li hevoksazîyê zêde ne miqate ne. Ji bo ko ez şaş neyêm fahmkirin, divê ez berê dîyar bikim ko gotin giring in, lê ya herî giring hevoksazî ye. Helbet ji bo min sedema vê yekê heye ko ez ji hertiştî bêtir li ser hevoksazîyê radiwestim û dixwazim ko em bêtir bala xwe bidin wê. Heger hevoksazî têk çû, hingê gîyanê zimanî pûç dibe, bêruh dimîne, awayê fikirandina neteweyekî jî têk diçe. Ji ber ko heta hevoksazî têk neçe, hûn bi piranî gotinên bîyanî jî bi kar bînin, dê ruhê kurdî her bimîne. Loma ez dibêjim giringîyê bêtir bidin hevoksazîyê û ji bikaranîna gotinên bîyanî netirsin.

Enwer Karahan: — Yanî tu bikaranîna gotinên bîyanî pêşnîyar dikî?

Mistefa Aydogan: — Na! Ez di nivîsên xwe de, di wergerên xwe de hewil didim ko heta ez karibim, gotinên xwerû bi kurdî bi kar bînim. Ez bi tenê dixwazim balê bikişînim ser hevoksazîyê û rol û giringîya wê ya ji bo zimanekî. Heger mirov bala xwe bide farisîya îroj ko gelek gotinên erebî tên bikaranîn, hingê mirov dê vê yekê baştir fahm bike. Heta ko hevoksazîya farisî têk neçe, hemû gotin gotinên erebî bin jî ew ziman dê her farisî be. Lê heger hevoksazî têk çû, hingê gotin çi bin jî ew dibe tiştekî din. Loma min di nivîseke xwe de nimûneya “Qimbele li met`emê fecirî” dabû. Ji derveyî prepozîsyona “ li”yê ya kurdî, hersê gotinên din, ango “qimbele“, “met`em” “fecir“î gotinên erebî ne, lê hevoka me dîsan jî hevokeke kurdî ye. Ya ko dike ew kurdî be, hevoksazîya kurdî ye. Lê ez dîsan dubare dikim, ji bo xatirê Xwedê, bila kes weha fahm neke ko ez bikaranîna gotinên bîyanî pêşkêş dikim.

Enwer Karahan: — Îcar em dikarin behsa wergêran bikin. Te behsa wergerê kir, le wergêr?

Mistefa Aydogan: — Ji xwe, yên ko neheqîya herî mezin lê dibe, wergêr bi xwe ne. Em gelek caran wergeran dibînin, behsa wan dikin, heta pesinên wan vedidin û dibêjin ko ew pirên çandên cuda ne û dîyaloga navbera ziman û çandan bi saya wan pêk tê. Lê nayê bîra me, bê hosteyên van dîyalogan, van piran kî ne? Divê di vî warî de meraqeke civakê hebe. Ev pirs li ba min pir giring e.

Enwer Karahan: — Çima?

Mistefa Aydogan: — Ji ber ko civakên xwedîyên meraqeke weha dibin xwedîyên atmosfereke çandî ya zengîn û rengîn. Ev meraq e ko giringîya wergêran derdixîne meydanê û rê li ber neheqîyê digire. Civakên xwedîyên meraqeke weha bêtir têgihiştine, bê di jîyana wan a fikrî de giringîya rola wergerê û wergêran çi ye. Û civakên weha ne ko civakên din li dû xwe hêlane.

Enwer Karahan: — Ez dixwazim li vir dîsa pirseke bi ”Navê min sor e“ re girêdayî bikim. Di eslê xwe de, te berî “Navê min Sor e” çend kitêbên din jî wergerandibûn kurdî, lê ev werger hîna bêtir bi pêş de derket, ev ji ber çi bû? Ez ji ber wê yekê dibêjim, gava te ev kitêb wergerand, Orhan Pamûkî hîna xelata Nobelî jî wernegirtibû, loma ez dipirsim. Gava te ev kitêb wergerand kurdî, te texmîn kiribû ko Orhan dê xelateke weha giring werbigire?

Mistefa Aydogan: — Min texmîn dikir, ji xwe, weşangêrê min ê başûrê welatî Mieyed Teyibî gava wergera min bi tîpên erebî jî weşand, li berga paşîyê nivîsîbû ko di van deh salên pêşîya me de, yek ji wan kesên ko dê vê xelatê werbigire, teqez dê Pamuk be. Lê helbet ez nikarim bibêjim ko sedema wergera pirtûka wî bi tenê ev bû. Berê jî texmîna gelek nivîskarên din hatibû kirin, lê wan ev xelat wernegirt. Loma li gel bawerîya bi fonksîyona wergerê ya ji bo pêşdebirin û dewlemendkirina edebîyata welatekî sedema min a bingehî jî ew bû, ji bo xêra kurmancîyê û herweha ji bo piştgirî û propagandaya kurmancîyê, min dixwast ez berhemên wan nivîskaran wergerînim ko di kategorîyên xwe de bijarte ne û ya rastî, di raya giştî de jî herî populer in. Helbet çawanîya berheman û taswasa min a edebî hem di hilbijartina nivîskaran de û hem jî di ya berhemên wan de roleke sereke lîst, lê divê ez li xwe mikur bêm ko li gel vê jî pêwîstîya moral, piştgirî û propagandaya ji bo kurmancîyê jî xwedîya rolekê bû.

Enwer Karahan: — Di eslê xwe de, eleqeya “Siltanê Fîlan” ya Yaşar Kemalî bêtir bi rewşa kurdan ve girêdayî bû, lê zêde deng jê derneket, çima?

Mistefa Aydogan: — Belê. Divê wê pirtûkê bêtir bala kurdan bikişandaya. Helbet nirxandina wê ya edebî tiştekî cuda ye. Lê ez ji alîyekî din ve li vê pirtûkê dinêrim. Loma divê Siltanê Fîlan bêtir derketibûya pêş. Ji ber ko di wê pirtûkê de, rewşa mêtingehbûna welatê me bi awayekî eşkere dihat xuyakirin. Her di wê pirtûkê de dihat gotin ko “Pirsa herî sereke ziman e. Vêya ji bîr nekin. Ew ê berê zimanê xwe ji bîr bikin û gêrîkbûna xwe wenda bikin û ew ê ji dil bixwazin bibin fîl.” Nivîskarê pirtûkê jî bi minasebeta vê pirtûkê gotibû; “Ma li Tirkîyeyê, dibistanên ko gêrîkan dikin fîl hindik in?

Enwer Karahan: — Te hîna bêtir kitêbên nivîskarên tirk wergerandine, ev tercîh ji ber çi ye?

Mistefa Aydogan: — Rast e, min ne bi tenê ew, lê bêtir ew wergerandine. Wekî din jî ez vê yekê wek qisûrekê jî nabînim. Min wergera xwe ya yekem ji ber du wergerên Jack Londonî, ji ber wergerên swêdî û tirkî wergerandiye û min pirtûka Ann Erikssonê ji swêdî wergerandiye, herweha ferhenga Lexinê ya swêdî ko ji 70.000 gotinên swêdî pêkhatî jî tevî du hevalên xwe yên din wergerandiye kurmancî. Gava fikra min a li ser hinerê wergerê hat guhartin û di pê re jî gava ez piçekî kûrtir bi wergernasîyê daketim, hingê ez baştir ewle bûm û min tercîha xwe li gel wergera ji zimanê yekem, ji zimanê orîjînal danî. Loma jî zimanên orîjînal yên ko ez dikarim li gor vê hizrê jê wergerînim tirkî û swêdî ne. Ji xwe, ez dikarim ji kurmancî jî wergerînim, lê niha tercîha min kurmancîzekirina berheman e, loma ev hêl bêtir derdikeve pêş.

Enwer Karahan: — Piştî te ev got, ez jî dixwazim bipirsim, ma tu dibêjî bila ji zimanê duyem yan ji yê sêyem werger qet çênebe?

Mistefa Aydogan: — Na. Ez nabêjim ko divê ji zimanê duyem yan jî ji yê sêyem qet neyê wergerandin. Ez dizanim ko di vî warî de bawerîyên cuda hene, teorîyên cuda hene. Lê bawerîya min ew e ko heta ko ji destê mirovî bê, divê mirov wergera wergerê neke û bi tenê ji zimanê orîjînal wergerê bike. Ez vê yekê ji bo wergera edebî dibêjim. Helbet tevî vê jî di hin rewşên taybet de mirov dikare yan jî mecbûr dimîne ko bi awayekî din bike. Bo nimûne, mimkun e ko wergêrên ji zimanê çînî yan jî ji zimanekî din ê ji me pir dûr heta demeke dirêj jî peyda nebin, hingê em nikarin kurmancîaxêvan ji berhemên edebîyata vî zimanî bê par bihêlin û loma jî em ê ji mecbûrî ji wergereke din wergerînin kurmancî. Tiştê ko ez dibêjim, ji derveyî van rewşên taybet e. Ez behsa wergera îdeal dikim ko di şertên normal de çêdibe û divê di navbera zimanê orîjînal û kurmancîyê de pêk bê. Tiştê ko di wergera ”Şivanê Kurd” de hat serê Ereb Şemoyî divê dubare nebe.

Enwer Karahan: — Madem bi wergerê re eleqedar e, ji kerema xwe re bibêje, bê ev mesele çi bû.

Mistefa Aydogan: — Wek herkesî min jî ev pirtûk xwend. Min wergera kurmancîhezê mezin Nuredîn Zazayî xwend. Lê dû re orîjînala vê pirtûkê ya bi kurmancî ket destê min. Min herdu dan ber hevdu, hingê min dît bê ez di israra xwe ya zimanê orîjînal de çi qasî biheq im. Erebê Şemo yan jî Şamilov bi navê ”Şivanê Kurmanca” ji xwe re romanek nivîsîye, dû re ew wergerandiye rûsî, Bazel Nikitin jî ew ji rûsî wergerandiye fransî û Nûredîn Zazayî jî ew ji fransî wergerandiye kurmancî. Va herdu jî li ba min e. Ka bisekine, ez ê herduyan nîşanî te bidim.

Enwer Karahan: — Erê weleh, dê pir baş be.

Mistefa Aydogan: — Lê binêre, ev ya orîjînal e û ev jî wergera wê ya kurmancî ye ko ji wergera fransî ya ji wergera rûsî hatiye wergerandin. Yanî wergera wergera wergera wergerê ye. Îcar tu bi xwe lê bifikirî. Hin kes hene ko dibêjin, Erebê Şemo ev berhem berê bi rûsî nivîsîye û dû re kurmancîya wê nivîsîye, lê hin jî dibêjin ko wî berê kurmancîya wê amade kiriye û dû re bi xwe ew wergerandiye rûsî. Her çi dibe bila bibe, bi kurmancîya nivîskarî orîjînala wê ya kurmancî heye. Tu dikarî niha herdu versîyonan bidî ber hevdu û lê binêre, bê çi qasî dişibin hevdu û çi qasî dûrî hevdu ne. Helbet gelek kesên din dikarin hizra min a di vî warî de heye, şaş bibînin û bi awayên din bikin, lê tercîha min ev e.

Enwer Karahan: — Em dizanin ko ji demeke dirêj û vir de ye, tu li Swêdê dijî, min dixwast bipirsim bê te ji bilî ferhenga swêdî û kurdî tiştekî din ji swêdî wernegerandiye kurdî, yan na, lê te behsa pirtûka Ann Erikssonê kir. Îcar ez dixwazim weha bipirsim, ma ji edebiyata swêdiyan tiştekî din ê hêjayî wergerê, tune ye?

Mistefa Aydogan: — Belê, helbet heye. Min çend caran xwe ji bo wergerên August Strindberg, C. H. Almqvist û heta ”Singoalla”ya Victor Rydbergî jî amade kir, lê hertim xebateke din dihat û ew bi derengî dixistin. Ji xwe, ez karê wergerê li gel karê xwe yê nivîskarîyê dikim û xwe li ser vî karî xwedî nakim. Loma gava projeyên mezin jî tune be, ev kar bi îmkan û dema mirovî ve bisînorkirî dimîne. Lê min di pêvajoya mana xwe ya li Swêdê de, ji swêdî gelek nivîs jî wergerandine û di kovarên cuda de weşandine.

Enwer Karahan: — Ez ê dawiyê bêm ser meseleya te û nivîskarî û romannivîskariya te, lê vê gavê em ê wê meseleyê bihêlin dû re. Di vir de, berî ko em derbasî meseleyên dinê bibin, ez dixwazim tu piçekî jî qala wê ferhenga swêdî–kurdî bikî. Ji ber ko ev ferheng ji bona kurdên ko li Swêdê dijîn, gelekî giring e, loma.

Mistefa Aydogan: — Ev ferheng di çarçoveya projeyeke dewleta Swêdê ya berfireh de, di bin birêveberîya Daîreya Giştî ya Pêşvebirina Dibistanan de pêk hat. Bingehê wê berê ji alîyê Enstîtuya Zimanê Swêdî ya Unîversîteya Goteborgê ve hatibû amadekirin. Ev bingeh di destpêkê de bo îngilîzî hat wergerandin û dû re jî dor hat wergerên zimanên din. Kurmancî jî di nav wan zimanan de hat hesibandin û loma ji bo kurmancîaxêvên niştecîyên Swêdê ew werger hat amadekirin. Di ferhengê de nêzî 70.000 gotinên swêdî hene, lê gelek caran me sê hevmaneyên kurmancî li hember gotineke swêdî nivîsîne. Loma hejmara gotinên kurmancî yên ko di vê ferhengê de hene, divê ji yên swêdî zêdetir be.

Enwer Karahan: — Ma hin tercîhên we yên rêzimanî çêbûn?

Mistefa Aydogan: — Belê. Em mecbûr man ko hin tercîhan bikin. Ev hem ji bo birêkûpêkbûna karê wergerê û hem jî ji bo standardîzekirina tevahîya ferhengê pêwîstîyek bû. Bo nimûne; piştî minaqeşeyên dûr û dirêj yên hem navxweyî û hem jî yên li gel kontrolantan, me tercîha xwe li ba ergatîvê, ya rastî li ba parçeergatîvê danî. Ji bo rastnivîsînê jî tercihin me hebûn ko di pêşgotina ferhengê de, bi awayekî sîstematîk hatine pêşkêşkirin. Bi kurtî, tevî kêmasîyên xwe jî ev ferheng yek ji wan ferhengan e ko mirov dikare bawerîya xwe pê bîne.

Enwer Karahan: — Gelo perwerdeyiyeke bi taybet ji bo wergerê pêwîst e?

Mistefa Aydogan: — Helbet. Niha werger di unîversîteyan de wek beşekî zanistê tê xwendin. Yanî beşê wergernasîyê heye. Ev 5-6 sal in ko ez bi vî beşê zanistê bêtir daketime û hewil didim ko di vî warî de, bi kurmancî tiştekî amade bikim.

Enwer Karahan: — Kekê Mistefe, ez dizanim ko mijara wergerê bi serê xwe gelekî giring e û wexteke pir jê re divê, lê ji ber ko divê em li ser gelek tiştên dinê sohbetê bikin, ez dixwazim em li vira navberekê bidin vê meseleyê... Heger em weha dewam bikin dê hêlên te yên dinê ji terefê xwendevanan ve neyê fahm kirin û ev yeka hanê jî dê ne li gora dilê min û li gora formata vê sohbetê be, loma jî ez dixwazim em mijarê biguherînim, tu çi dibêjî.


-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-09-05
Xwendin: 10842
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org