Erdogan dê hesabê vê qetliam û alçaxiya hikûmeta xwe bide kê – vîdeo
» Qatilên van kurdan dewleta tirkan û hikûmeta AKP-ê ye
ŞIRNEX, 29/12 2011 — Şeva borî derengê şevê seet 21.37-ê balafirên şerî yên tirkan li nêzîkî gundê Robozkê (Ortasu) li ser tixûbê başûr û bakurê Kurdistanê êrişî kerwanekê sivîl yê kurdan kir û li gor tesbîtan heta niho 35 kes hatine kuştin. Piraniya kuştiyan di temenê 15-20-saliyê de ne.
Di nêvbera bakur û başûrê Kurdistanê de hertim ticaret têt kirin û kurd van tixûbên ko dewleta tirkan danîne nas nakin. Lewra heger tirk vê ticaretê wekî ”qaçaxçîtî” bi nav bikin jî kurd guhê xwe nadinê. Li ser tixûbê bakur û başûrê Kurdistanê hertim karakolên eskerî yên tirkan hene û qumandarên wan karakolan jî dizanin û destûrê didin kurdên herdu aliyan ko ticareteka mihelî bi hev re bikin.
Serokê BDP-ê Selahattin Demirtaşî jî îro bal kişand ser vê yekê û got:
— Nêzîkî 50 gundiyan berî ko bigihin gundê xwe rûbirûyê berpirsên karakolê dibin. Berpirsên karakolê [yanî esker] ji wan re dibêjin ”di vêderê re derbas nebin” û rêyeka dî nîşanî wan didin. Dem ko gundî dikevin ser wê rêyê piştî bêhnekê balafirên şerî êrişî wan dikin. Yên ko hatine kuştin hemî jî gundî ne. Piraniya wan ji zarok û ciwanan pêk tên. Di nêv wan de ciwanên ko xwe ji îmtihanên unîversîteyê re amade dikirin hene. Ev gundî bi ”qaçaxçîtiyê” îdareya xwe dikin. Yên li karakolê haya wan ji her tiştî heye û bi meseleyê dizanin.
Serokerkaniya tirkan îro bi daxuyaniyekê got wê di heqê êrişeka PKK-ê de îstixbarat wergirtibû û bi teqîba balafirên bêmirov tesbît kir ko grupek ji bo êrişî bingehên eskerî yên Tirkiyeyê bike xwe amade dike û li herêma Heftenîn-Sinehtê ber bi tixûbê Tirkiyeyê ve têt û lewra bi balafriên şerî yên F-16 êrişî wê grupê kir.
Lê belê li gor xelkên deverê haya karakolên eskerî ji vê ticareta di nêvbera bakur û başûrê Kurdistanê de heye û hertişt bi destûra eskerên tirkan têt kirin. Li gor gotinên Selahattin Demirtaşî jî berpirsên karakolê rêyek nîşanî wan kesan dane û paşê balafir hatine û êriş kirine.
Teferuatên teknîkî yên vê qetliamê çi dibin bila bibin ev qetliameka dewleta tirkan e li hemberî miletê kurd. Berî herkesî serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta wî AKP ji vê qetliamê û ji vê alçaxiya li hemberî miletê kurd berpirs e.
Navê kurdên ko hatine kuştin li jêrê ye:
Seyit Enç, Özcan Uysal, M. Ali Tosun, Yüksel Ürek, Salih Ürek, Nadir Alma, Mehmet Encü, Nevzat Encü, Hamza Encü, Şervan Enmcü, Cemal Encü, Osman Encü, Şıvan Encü, Bilal Encü, Mahsum Encü, Salih Encü, Haki Encü, Serhat Encü, Adem And, Savaş Encü, Çetin Encü, Selahattin Encü, Bedran Encü, Hüseyin Encü, Aslan Encü, Cevat Encü, Erkan Encü, Selman Encü, Zeydin Encü, Orhan Encü, Fadıl Encü, Vedat Encü, Cihan Encü, Fikret Encü, Hüsnü Encü, Erkan Encü.