[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Kêşeya ziman li Kurdistanê
» Sero Qadir
HEWLÊR, 1/1 2013 — Ziman ne tenê miletekî an jî komelgehan pêk tîne di heman demê de xeleka yekê ya pêkanîna mirovahiyêye jî. Jixwe ger mirov deng ji xwe neanîbûya û wate nedabûya dengên xwe û bi vî awayî ziman dirust nekiribûya nedikarî hemahengiyê digel siruştê jî bike û dê di encamê de qir bibûya. Gelek baş diyar e ko ziman şiyana binyatdanîna me‘newî, însanî, zanîn û xwenasiya mirov e.

Herweha ziman şiyana komkirin û vavêrkirina zanyariyê dide mirov, hiş û bîra mirovî derdixe navê. Bi riya pêkhateya zimanî kultur form digire û xweseriyên her civakekê serî hildidin û pêşdikevin. Digel vê jî ji aliyê beşerî ve pêkhateya ziman riya serekî ye ko wateyê dide dengên cida û pênaseya taybet ya dengan, ji ber vê ye jî rêziman di hemî zimanan de heye û ev rêziman hemî, di warê zanistiya zimanasiyê de dişibin hev.

Sira/nepeniya jihevdufêmkirin û têgihiştina mirovan bi hebûna kultureka hevbeş ya ko mirov dikare jê re bêje kultura giştî ya mirovahiyê ye, ev jî her ji wê taybetmediya ziman tê. Her ev taybetmendî ye ko di pêşketina zanistê û şexsî de jî ciwankariyên wekî, pexşan, helbest û nivîsê pêk tîne. Her gotinekê mêjûyek û zerûriyeteka wê ya ko di dirustbûna wê de ye heye; yanî çîroka her gotinekê û weteyek ya wê ya dûr û dirêj heye. Ev heqîqeta zindîbûna ziman e ko heybereke zindî û dewlemend bo ziman pêk tîne û dikare ziman bide berdewam kirin.

Vê zîndîbûna ziman kes nikare li katalogan durist û kopî jî bike. Ger wate û gotinên nû di nav qewerayê ziman de jiyanê nebînin, pêwîstiyeke jiyanî bi wan nebit pêgirî jî pê çênabe. Lewma her gotin û wateya wê dîrok û dewlemediyeka xwe heye ko ti pispor û akademîsyen bi aweyekî çêkirî nikarin wateyê lê zêdetir an jî barê wê qebetir bikin.

Ger di vê babetê de karek pêwîst be, sîstema petî, zimanê jiyanê ji ber xwe de di nav komelgehê vê pêwîstiyê pêk tîne. Di vî warê zanistiyê de, navendên zanistîyê yên desthilatdar bi metodên liberçavgirtina xweseriyên ziman riyên zêdekirina gotinan, weteya wan û serûberkirina wan ya digel ziman diyar dikin. Lewma ji aliyê desthilatdariyê ve divê dewletek hebe ko desthilatdariya navendên akademîk yên zanistiyê dabîn bike û biryarên zimannasiyê erê bike.

Di herdu rewşan de, hem di warê zimanê jiyanê de, hem jî di warê zimanê zanistê de, di wergirtin û zêdekirina gotinan de dema ko bingehê zimannasîyê li ber çavan bê girtin û destkarî bi vî rengî bê kirin, hingê kar hêsanîtir dibe.

Ew zimanên ko bêdesthilat in, bêşik guhortin di wan de jî çêdibin; ev guhortin an ber bi xurtbûnê ve diçe an jî hêdî hêdî zimanên dî yê birist pêşiyê li wan digire, karîgeriyê li ser wan dike û ew ziman êdî bere bere kor dibin. Di dîrokê de gelek ziman mirine û kor bûne. Zimanê bêxwedî dawiya wan mirin e. Ev tecribeyeka mirovahiyê ye.

Di dema me ya niha de zêde derfeta safî an jî sadekirina ziman nemaye, her diçe komelgehên cida nêzîk yek dibin û gelek hêsanî karîgeriyê li ser yêktir dikin, her bi riya ziman lji hevdu fêm dikin û ji berxwe de, bêyî ko haya wan jê hebe karîgeriyê li yek dikin

Mebesta min, ji berxwe de zalbûna zimanê dewlemend ko di jiyanê de bi kar hatiye zimanên dî dixe jêr karîgeriya xwe, gotin û wateya xwe dixe nav wan û di encamê de zimanê bêşiyan li himberî yê dî têkdiçe an jî nikare xwe ragire.

Di vê babetê de em dikarin beramberiyeka zimanê ingilîzî, frensî û spanî digel zimanên welatên ko wan dagir kirine bikin. Li Efriqayê û Emerikayê di destpekê de zimanên serdest hebûn, lê ew zimanên şiyan ko zindîbûna xwe berdewam bikin mane û zal bûn, wekî zimanê hindî, peştû û erebî. Ev zimanên wekî zimanê komeleyetî, neteweyî mane lê nebûne zimanê zanistiyê, zimanên wan welatên hatine dagirkirin e.

Ew miletên ko zimanê xwe wekî nasnemeya neteweyî û peywendiyên komeleyetî parastin û zimanê frensî an jî inglîzî bo xwe wekî zimanekê fermî û xwendinê wergirtin, qet tuşî hîç giriftekê nebûn û mifayekî mezin ji zimanê dewlemedê biyanî bo xwe wergirtin; her zimanê xwe yê neteweyî jî dewlemend kirin û bi pêş ve birin.

Di vê babetê de ne ko zerer kirin, qazanca wan di wê de bû ko zimenekê dewlemend yê zanistê anîn di nav komelgeha xwe de bi cih kirin û her zimanê xwe jî bi pêş xistin.

Hikmeta qerzkirina zimanê biyanî di wê de bû ko zimanê wan bi xwe nedikarî bibe zimanê zanist, zanyariyê û pireke xurt ya veguhostina zanîn û mehrîfetê bo komelgehê. Zimanê wan bi xwe dibû sedema nepêşketinê û nizimbûna astê xwendin û zanînê.

Ger zimanek xwedanê nasnameye xwe û xwedebirîna komelgehî be jî, lê raboriyeka wî di warê karên zanistiyê de nebe, bi biryardayîn û hemaseta neteweperestane bi rê ve naçe û di cihê xwe de diçeqe.

Kêşeyek dî ya komelgehên ko ziman qerz wergirtine nebûna zimanekî wan yê yêkgirtî ye ko gelek şêwezaravayê wan hene nêzîkiyê li yêk nakin an jî pirzimaniyan wan ya di heman kolmelgehê de ye. Bo nimûne; li Hindistanê nêzîkî 150 zimanan hene û yek jî ne hemgir e digel yê dîtir.

Li Pakistanê heft ziman hebûn. Helbet li welatên wekî Cezayîr, Mexrib, Tunis û Morîtanya zimanê erebî zorîne bû, zimanê amazîxî [berberî] jî hebû lê kar pê nedihat kirin. Di ser van hemiyan re wan zimanê frensî digel yê erebî wekî zimanê fermî wergirt. Bi vê jî dergehekê dewlemend û yê pêşketinê li ber komelgeha xwe vekirin.

Helbet qerzwergirtina ziman digel her komelgehê nagunce, ji bo vê divê amadehiya komelgehê, zerûretiya zanistê û psîkolojiya wergirtinê hebe, an ne karekî weha dibe rîskek mezin û di rê de naçe. Ew miletê ko zimanekê dî qerz werbigire, divê di pratîkê de diyar bibe ko şiyana zanistiyê bi zimanê wî re nemaye. Herweha perçeperçebûna ziman di nav gelek şêwazaran de, çêbûna rola zimanekî standart têkdibe.

Hindek neteweperest hene ko şanaziyê bi hebûna nasname û kiyanê xwe yê serbixwe dikin lê belê ji aliyê ziman ve hejar in. Helbet ger miletek ewçend şiyar be ko pêşketin hedefa sereke ya milet be. An nexwe şarandina hestên nasyonalîst, navlixwedana bi dirokeka hejar pir hêsanî ye. Encam jî niqûmbûn, daketin, xwarina yêktir û dîktatorî ye.

Zimanê neteweyî û yê xwepêderbirîna komeleyetî ne mîsoger e ko di heman demê de zimanê zanistê jî be. Dikare zimanek hemî dewrên xwe yên komeleyetî hebe û geş jî be û digel wî jî zimanek yê biyanî dikare bibe zimanê zanistê yê wê komelgehê. Bo nîmûne; zimanê neteweyî dikare rola xwe yê asayî yê xwendin, nivîsandin, perwerdehiyê bigire û zimanê edebiyat û axaftina miletî be.

Di vê rewşê de barê zanistî, lêkolînî dikare derfetekî baş bo geşkirinê bi dest bixe û dikare azadiyeke berfireh bo hemî şêwezaran bê pêkanîn ko xwe bi pêş ve bibin. Her li ser bingehekê zanistî dikare kar bo wê çendê bê kirin ko şêwezarên ji hev dûr ketine nêzîktirî yek bibin û di netîceyê de dawiyê li redkirin û hesasiyetên li himberî hevdu bînin. Li vir de dikare pena bo hestên neteweyî û hembestiya çarenivîsê bê kirin ko qewereyên gotin û wateyên hevbeş bên bi kar anîn û hengav bi hengav şêwezar ber bi têkelbûnê ve biçin.

21 sal li ser rizgarbûna başûrê Kurdistanê re derbas bûye, lê hêj zimanê kurdî nekariye bibe cihê baweriyê û binewarê miletê kurd. Herdu şêwezarên kurdî soranî û kirmancî berdewam hevdu red dikin û di pêşxistina ziman û çêkirina gotinan de meyla ji yêkbidûrketinê li ser herduyan jî zal e. Helbet herdu şêwezaravayê zazayî û hewremanî jî doza serxwebûna xwe dikin.

Li aliyê dî şêwezarê kirmancî bi navê xwecidakirinê li cihê kurdî de kirmancî bi kar tîne û ferheng û pênasa xwe bi kirmancî bi nav dike. Di soranî de jî karek bo sepandina soranî û dûrkirina ji gotinên şêwezarên dî tê kirin heye. Di ser de jî digel ko ev 90 sal in ko soranî tê nivîsandin, zimanê dibistanê û xwendinê ye jî, lê cardî nekariyê cihê xwe di nav hemî komelgeha [başûrê] Kurdistanê de bigire û bibe zimanê standart yê Kurdistanê. Ji aliyê dewlemendiyê ve jî nekariye bibe zimanekê bi hêz û cihê baweriya zanistiyê.

Vê gavê di warê kiryarê de Kurdistan li ser du zimanan beş bûye û herdu jî wekî du zimanên serbixwe reftarê digel yêk dikin. Ji ber vê jî ayîndeya ziman li Kurdistanê tarî ye û zimanek pêbawer yê komeleyetî çênebûye. Ger bi navê nasyonalîzmê xwe li kêmahiyê nedim, divê îtiraf bikim ko me zimanekê zanîstîyê û lêkolînerî nîne. Her ne ko zimanekî yêkgirtî pêk nehatiye di heman demê de di warê zanistîyê de jî kar ber bi nizimbûnê de diçe.

Di warê perçebûna ziman de psîkolojiya giştî ya ko li Kurdistanê li ser kar e, bihêlin yêkkirina ziman hîç hêzek nikare ko di vê qonaxê de biryara yêk zimanî bo kurdan bide.

Helbet ew lawaziya ko di soranî de heye ji aliyê ziman ve her kirmancî jî wesa ye, dibe ko hêj lawaztir be jî, çunke ew şêwezar ta niha jî her bi şêweyê petî (resen) dijî û qet wekî zimanê fermî nehatiye bi kar anîn.

Şêwezarê soranî jî, li ser astê Kurdistanê de zêdetirî li nîvsedsalê, wekî zimanê çalektirîn yê bizotneweya nasyonalîst ya kurd hatiye bi kar anîn. Her ev jî li du beşên Kurdistanê yên ko bizotneweya rizgarîxwaz lê bi hêz bûye; Kurdistan beşê Iraqê û beşê Îranê. Digel vê jî nebûye şêwezarê hempesendinê, her di astê lîteratura siyasî û nivîsîna edebî de maye, nebûye zimanekî dewlemendê girtin û komkirina şêwezarên dî. Bi taybetî di warê dewletmendkirina xwe de şêwezarê kirmancî piştguh kir, zêdetir gotin ji erebî, farisî û hinek jî ji tirkî û inglîzî wergirt.

Di encama vê pêşketinê de dûrketina ji zaravayên dî bîrkirinek ya xweseriya xwenasandina xwe derket pêş. Vê rastiyê di dawiya raperîn û azadbûna başûrê Kurdistanê de xwe da rû; wê çaxê derket navê ko axaftkarên herdu zaravayan ka çend ji yêk bi dûr in, ka çawa her yek zaravayê xwe bi kurdî dizane û hewla selimandin û pênasekirina xwe dide. Li herêma soranan soranî nasname bû, li Behdînan jî êdî kirmancî bûye amanc.

Her piştî 1991-ê bizotneweya rizgarîxwaz ya bakurê Kurdistanê jî, herêma Kurdistanê bo ferehkirin û pêkhatina kirmancî bo xwe wekî cihekî manewî dît. Teknolojiya ragihandinê û belavkirinê derfet bo beşê bakurê Kurdistanê jî çêkir ko bikare şêwezarê xwe bike zimanê siyaset û edebiyatê. Di maweyek kurt de bi kirmancî sulavek ya nivîsîna edebî û siyasî herikî û belav bû û alfabeya latînî jî wekî nîşaneya kurmancî hate hilbijartin. Bi vî awayî kurmanciyê jî yekcar peywendiyên xwe digel kelepûra soranî dabirî û dîwarekê alfabeyê di navbeyna şêwezaran de durist bû.

Di rastiyê de bûye faktayeka wesa ko soranî alfabeya erebî wekî remza zaravayê xwe dizane û kirmancî jî alfabeya latînî wesa dizane. Herçend kirmancên Kurdistana Suriye û yên herêma Kurdistanê jî alfabeya wan erebî jî be, lê di warê psîkolojîk de alfabeya latînî wekî ya xwe dibînin.

Di vê qonaxê de divê em bizanin êdî ne tenê soranî zimanê nasyonalîzm û edebiyata kurdî ye, kirmancî jî heye. Mixabin ew minaqeşeya tund û yêkkafirkirina di nêvbeyna nivîskarên zimannas yên soranî û kirmancî de heye rûdana rastiyekî tehl e:

Miletê me li ser ziman xudanbingeh û kok nebûye! Du şêwezaravayên ko bi toreyî (bi acizî) miameleyê digel yêk dikin hene û hîç navendek ya cihê baweriyê tune ye ko bikare bibe binemayê lihevknêzîkkirina wan. Divê em ji vê rastiyê şerm nekin û vê mijarê bi gotinên neteweperestiyane neşarînin. Du şêwezar bûne zimanê me, ev ne şerm e û tiştekî li kurdbûna me kêm nake. Herwekî ko çawa di Hindistanê de nêzîki 150 ziman nebûne cihê kêmî û şermê.

Hikûmeta herêma Kurdistanê bi resmî pabenda baladestiya zaravayê soranî ye, lê bi kiryar arîkariyê bo geşkirina kirmancî jî dike. Dibe ko ev siyaseta xweparêziya heya niha wesa pêwîst bû, lê xwebêdesthilatkirina hikûmetê ya di warê çarenivîsa ziman de tirsnak e. Lewma pêwîst e ko hikûmet di navendên zanistiyê de vê pirsa çarenivîssaz çare bike û pêşniyareka ko kar pê bê kirin bo paşerojê pêk bîne. Ez baş bawer dikim ko hikûmet qet nikare şêwezarekê li ser yê dî bisepîne, bi taybetî bîst sal li ser vê kêşeyê re derbas bûne, lewma divê di vî warî de fikreka çareseriyê êdî hebe û pêk bê.

Li gorî qenaeta min pêwîst e ko em tecribeyên miletên wekî me heman arîşe jiyane li ber çavan bigirin û bîrê li pêşxistina komelgeha xwe bikin da ko dergehekê zanistî yê hêsanî bêxin ser kar. Pêşxistina komelgehê, riyê bo çareseriyê û dabînkirina yêkîtiya neteweyî û lêknêzîkkirna ziman jî dibîne. Vê gavê Kurdistan komelgeheka pêşketî ye, lê kêşeya ziman her ne wekî arîşe ye lê dikare di heman demê de pêşiyê li şiyana zimanê zanistî û têgihiştina komelgehî jî bigire.

Di kiryarê de li Kurdistanê xelk bêbername baweriyê bi zimanê ingîlîzî dide, niho li baxçeyê zarokan ta bigihî unîversiteyê xwendina ingilîzî heye. Di vî warî de xelk ji ancama pêgihiştina zarokên xwe razî ne ko asta zanîna wan xwendekarên ko bi ingilîzî dixwînin ji yên bi kurdî dixwînin berztir e, xwegoncandineke waqiî jî digel vê dikin. Ev bêyî ko zimanê kurdî bêt piştguh kirin encam dide.

Zimanê ingîlîzî, frensî û spanî li gelek welatên dî zimanê fermî yê zanistiyê ne. Li welatê me jî hemahengiyek digel inglîzî pêk hatiye û riyek bo xwe vekiriye. Bo vê jî pêşniyar dikim ko amadekariyek bo wê çendê bê kirin ko ev ziman wekî yasayî bi fermî bibe zimanê zanistiyê yê Kurdistanê.

Ji xwendina seretayê/destpêkê êdî sinif bi sinif zimanê kurdî cihê xwe ji zimanê inglîzî re bihêle. Zimanê kurdî jî wekî zimanê neteweyî û jiyana komelgehî bê xwendin, giringiya pileye yekê bo bê dayin û herdu şêwezar jî bên azadkirin bi yasayî bên bi rê ve birin. Her zarê hewramanî jî asankarî bo bê kirin, her çi pêwîst be bo bê kirin. Em dê ji vê rewşa azadkirinê qazanç bikin, pêkhateyên me jî dê baştir bi pêş bikevin, doza xwe bimeşînin, bi vî rengî dê neçar bibin ko xwe nêzîktirî yêk bikin.

Her dema zimanê inglîzî bibe zimanê xwedinê û hikûmet nîzama perwerdehiyê bi vî rengî serûber bike, derfet bo hemwelatiyan jî çêdibe ko kêşeya ziman êdî nebe lidûvajotinek ya di nêvbeyna wan de, Kurdistan jî nûbûneka zanîstî ya bêsînor bi dest dixe û karê pêşxistinê jî gelek hêsanîtir dibe.

Li aliyê dî, herdu şêwezarên soranî û kirmancî dema ko barê zanistî û pêgihştinê li ser wan rabe û herdu jî di sîstemek zanistî de kom bibin, xwedanê her yekê dikarin bi mejiyek sartir giringiyê bi zarê xwe bidin û dawiyê li hesasiyeta li himberî yêktir bînin.

Sîstema perwedehiyê dikare binemayekê pêşxistinê bo herdu şêwezaran pêk bîne ko li cihê jihevdûrketinê proseseka lihevnêzîkirinê pêk bîne. Bi taybetî mirov di aramiyê de baştir dikare dîtinên xwe biparêze ne ko di rewşeka kêşûvekêş ya tund de.

Her bi vî awayî, bi sîstema perwerdehiyê nîvê kêşeya alfabeyê hêsantir dibe. Ji ber ko xwendina inglîzî hesasiyeta li beramberî latînî kêm dike û herdu alfabe bi kar tên. Ta kengê? Ev erkê nifşên paşerojê ye. Ya li ser me ya pêwîst ew e ko em rêçeka zanistî bo berjewendiyên komelgehî pêk bînin ta ko nifşên paşerojê di welatekî pêşketî de, bi aqiliyetek zanistî hengav bi hengan nêzik yêk bibin.

-----------------------------------
Nivîskar: SERO QADIR saro.qadir@gmail.com
Weşandin: 2013-01-01
Xwendin: 5409
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org