Ax pêşmerge bavê min
Lêxin herdu çavên min
……………………
……………………
STOCKHOLM, 13/6 2014 — Tu di serê me de efsaneyeke mezin, di çavê me de çiyayekî bilind û di kirçika dilê me de bizotê agirekî kozê bû/yî. Te sînga xwe da guleyên teresan û serî li me mezin kir; te dilê me miferih kir bi mêrxasî û canfedayî; halanên te zingara guhên me paqij kir bi teqîn û lîrandina devziravan; te serî hilda li hemberî tirsê, rimerim û teperep ji potîn û pêlavan anî û te bi heybeta xwe erd û ezman hejandin; terk li zinaran xistin, çiya hejandin û xaçerê di qîş û terîşan de vekirin…
Lêxin bavê mino, lêxin!
Wa ye ji wê de tê çêlikên gureboz û keftaran… Rabe ser pêyan ey kurê Barzan û Soran! Rabe ser pêyan, tivingê daxe ji pî û milan; rawejikîne xwelî û toza heram ji ser xwe, ko navê bav û kalên te herimandiye wan mîratên ”defterên” bîhngenî. Rabe ser xwe û li ser destî biedilîne modiliyê, ji mîsala salên heftê û heyştêyî, ji bîra xwe bavêje gendelî û kurtîlên genî, di bîra xwe de bîne şehîdên nemir; kum û kolozan li ser kozika xwe deyne û efsaneyên nuh ava bike ji rengê dîroka Serê Reş û newala Şeqlawayê. Bila fedî bike çavnexelî û fêtbazî, bila li ber xwe bikeve bêjî û fisgenîtî.
Ax pêşmerge bavê min, lêxin herdu çavên min…
Lêxinê bavê mino, lêxinê. Li kulûj û qurişan guhdarî nekin; ew ên ko guhên xwe ji bona wan heraman pêl kirine ji xwe ne ji jiyê bavê xwe ne... We bi sedan şehîd dan di rêya ax û namûsê, ma kê bîr dibir ko ev roj ê werin û sifre û maseyên hazir ê mirovî ji esaletê bixe; ma kê zanîbû ko ew ê li ser giyar û timan ava bibin koçik û serayên bêmane; we dabûn hevdu milên xwe bi mêranî, tu hesab û kîtab tune bûn li ser xwîna gelî, lê Xweda heqê wan nehêle û bi xwîna xenzîrî be keda mirî û şehîdan; xenîmî wan bibe bi duayên xasê Xwedayê jorîn… Xenîmî wan bibe heqê zarokên şehîd û miriyan…
Halanekê di xwe de hilde pêşmergeyê bavê min…
Ji xwe bike wan cilikên medenî û şal û şapikan li bejna xwe biedilînin bi merdî. Ji pişt germayî û nermiyê rabin, berê xwe bidin berf û qeşaya latan, silavekê li baz û qertelên gaz û çiyayan bikin ko ew mekanên bapîran bû, ji nîvê lat û qelşan derbixin çêlikên rovî û wawîkan; badekê bavêjin çermê dêlegur û sorîkan, li dê û xwehên wan biceribînin simbêlboqên çavzerînî… Li wan biceribînin ko ew bizanin ev çiya û efraz ne bêxwedî nin û wan xwe sipartiye kok û asasê mezinê Mûnzirê, mîrê Botanê, şêxê Pîranê û mîrekên Barzanê...
Çavên xwe ji ber firoke û debabeyên qeşmeran negirin, ji nuh de lorînan binivîsinin li kevirê ber serê şehîdên Helepçeyê, binivîsin bi pozika xencerê, bikolin bi herfên alfabeya Mîr Celadetî û bilorînin bi awazê Seîd Axayê Cizîrî; dê gazî di hewara we de bê ji Amed û Wanê, dê bi bergiya we ve rabin binecîhên Mehabad û Qamîşloyê.
Not: Gava ordiya Tirkiyeyê di meha sibata sala 2008-an de ket başûrê Kurdistanê û bi îhtimala ko ew û pêşmergeyên Kurdistanê têkevin pêxîla hevdu min ev nivîs nivîsîbû, lê weke dihat hesabkirin nebû, şer di navbera pêşmergeyan û eskerên tirkan de derneket, loma jî min ev nivîs wê demê belav nekir. Pêşmergeyên Kurdistanê îro rûbirûyê şerekê dî ne. |