DIYARBEKIR, 28/3 2015 — Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik îro nivîsareka xweser li ser ruhê Mele Mistefa Barzaniyê nemir û pêşewa Qazî Mihemed nivîsî û rexne li "Ruhê Eşmeyê" yê rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan û dewleta tirkan girt û got: Heger îro ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiriye.
Mustafa Ozçelik di newroza Partiya Azadiya Kurdistanê ya li bajarê Wanê de ko 4 000 kurd beşdar bûn rexne li "Ruhê Eşmeyê" girt û got:
— Heger îro ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû, ew ruhê alaya azadîyê ye.
Mustafa Ozçelik di nivîsara xwe ya îro de wê gotina xwe berfireh dike û behsa ruhê neteweyî yê miletê kurd û alaya Kurdistanê dike. Nivîsara Mustafa Ozçelik li jêrê ye:
***
Di newroza Wanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê de di axaftina xwe de min behsa "ruhekê" kir. Kurdîya wê weha bû:
— Heger îro ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû, ew ruhê alaya azadîyê ye.
Divêt bi çend gotinên din jî naveroka vî "ruhî" tejî bikim.
Belê.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko di destê nevîyên Mele Mistefa Barzanîyê nemir de ji Hewlêrê heta Kobanê bi dilekî welatperwerane wek lehîyekê herikî, ew ruhê yekgirtina pêşmergeyên Kurdistanê û şervanên YPG-ê ye, ruhê yekîtîya neteweyî ye.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko her kurd û kurdistanîyek, êşa her kurd û kurdistanîyekî wekî êşa xwe, destkevtin û serkeftina her kurd û kurdistanîyekî jî ya xwe dibîne.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko bi xwîn û têkoşîna hemû şehîdên Kurdistanê honandîyê; ruhê şehîdên nemir, yên pêşmerge, gerîla û hemû emekdarên doza Kurdistanê ye.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko li ked û emeka 200 salî ya têkoşîna azadîyê xwedî derdikeve; dîrokê ji xwe destpê neke, bi xwe jî neqedîne. Ruhê wê alayê ye ko her dilopeke ked û xebata doza kurd û Kurdistanê, dilopa ji ênîya xwe danisilî dihesibîne.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko dibêje di nava kurdan de bila kes xwe li ser kesî ferz neke, fikir û siyaset çiqas ji hevdu cuda bin jî, bila tu kes tovên dijminatîyê di nava kurdan de neçînin û av nedin. Ruhê wê alayê ye ko divê di destê me gişan de wek alaya azadî, edalet, wekhevî, demokrasî, sebir, hurmet û rêzgirtinê li ba bibe.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko îro li Kerkûkê, Şingalê, Kobanê, li Amedê, li Wanê, li Mehabadê li herçar alîyên cîhanê ji bo azadîya kurd û Kurdistanê li ba dibe, ruhê azadî û dewletbûnê ye, ruhê amadebûna ji şirîkatiyeke li ser bingehê wekhevî û azadîyê ava dibe ye.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko xwe ji tevn û kozika teng ya dewletên herêmê rizgar kiriye, ruhê ko destê dostanîyê dirêjî cîhanê kirîye. Ruhê ko li ser navê tu îdeolojî, dîn, mezheb, dewlet an kes û grûpan, dijmanatîya cîhanê neke û ew ruh e ko li cîhanê dijminên me kêm, dostên me zêde dike.
Îro heger ruhekî ko li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ruhê wê alayê ye ko dibêje bila her kurd û kurdistanîyek vê yekê ji xwe re bike prensîba esasî: Heger tifaq mimkin be tifaq, ew ne mimkin be hevkarî, ew ne mimkin be dîyalog, ew ne mimkin be merheba û silav, ew jî ne mimkin be em çêr û dijûnan nedin hev, şerê hevdu nekin.
28/3 2015
Mustafa Ozçelik
Serokê giştî yê Pakê |