[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Enînivîsa mîrekî Wanê – temaya kurdî di helbestvaniya Ekelöf de
» Rohat Alakom
STOCKHOLM, 7/3 2007 — Dema min pêwendîyên kurd û swêdiyan bi çavekî dîrokî raçav dikir û lêdikola, çend pêwendîyên edebî û hunerî gelekî bala min kişand. Bi taybetî nûnerê edebîyata swêdî yê nûjen Gunnar Ekelöf (1907–1968) û temaya rohilatê di nav helbestvanîya wî de zêdetir ez di bin bandore xwe de hîştim. Bi rêya berhemên wî, min serpêhatiya mîrekî kurd ko di sedsala 11an de jiyaye nas kir.

Lêkolîn û notên min yên di derbarê Gunnar Ekelöf de cara pêşîn di kovarekê[1] de û paşê di pirtûkeke min de wek beşekê hate weşandin.[2] Mîna li vir jî tê dîtin, ew sernivîsa kevin a nivîsa min niha hatiye guhartin. Di vê navberê de nêzîkî 13 sal derbas bûn. Min di vê çapa nû ya lêkolîna xwe de hin guhartin kirin, ziman di ber çav re derbas kir û çend çavkaniyên nû lê zêde kir.

Ev li dora 15 sal e ez bi babeta pêwendiyên kurd û swêdiyan de mijûl im. Ez dikarim bêjim ko Gunnar Ekelöf di vî warî de ji bo min bû çavkanîyeke îlhamê ya here mezin, li ber min pencereke nû vekir. Piştî nasîna Gunnar Ekelöf xebatên min ên derbarê pêwendiyên swêdî û kurdî de her çûn pêşta ketin. Beşeke van xebat û lêkolînan di dawiyê de bû babeta pirtûkeke hecimfireh.[3]

Piştî ko di sala 1965an de Dîwana li ser Mîrê Emgionê, helbestên wî yên ko bi temaya kurdan ve xemilîne hatin weşandin, di nav nivîskar, rexnevan, lêkoler û muhîtên edebî de bi van helbestan ve girêdayî gelek raberzînên (muneqaşe) bi kêrhatî di derbarê kurdan de pêk hatin. Di rojname, kovar û radyoyên swêdî de gelek rexne û hevpeyvîn hatin weşandin.[4] Rewşa kurdan bi firehî bala swêdîyan kişand. Lê belê qasî swêdîyan, Ekelöf ewqas zêde bala kurdan nekişandîye. Li ser wî bi xwe û di derbarê berhemên wî de heta niha ji aliyê kurdan de lêkolînek rêkûpêk nehatiye amade kirin. Temaya kurdan di nav helbestên Gunnar Ekelöf de çawa em ê li jêr jî bibînin cîhekî bingehîn girtiye.

Piştî gera Ekelöf ya li Stenbolê (Adara sala 1965an) temaya rohilatê û Kurdistanê bandoreke xurt li ser wî nîşan dide. Di dawîya meha oktobra sala 1965an, pirtûka wî ya bi navê Dîwana li ser Mîrê Emgionê (Diwan över fursten av Emgion) li Stockholmê hat weşandin. Di vê pirtûkê de 58 helbest hene. Di dawîya pirtûkê de jî çend peyvên biyanî hatine şirovekirin. Di sala 1966-an de pirtûka Ekelöf a ko li ser tema rohilatê şax vedaye, bi navê Çîroka Fatoyê (Sagan om Fatumeh) çap bû.[5] Ev pirtûka wek berdewama Dîwana li ser Mîrê Emgionê tê xuyanê. Her çiqas navê mîr raste-rast nayê dayîn jî, gelek nêzîkî di navbera herdu berheman de hene. Vê carê li şuna Mîrê Emgionê, Fato di haremekê de tê girtin. Tema girtin-lêdanê wek sarbûna pêwendîyên nemirovî di van herdu pirtûkan de jî hev-naverok e. Berî mirina xwe, di sala 1967-an de pirtûka sêyemîn, bi navê Rêberê Binê Erdê (Vägsivare till underjorden) weşand.[6] Bi vî tehrî ev hersê pirtûkên Gunnar Ekelöf yên ko berî mirina wî (1968) hatine weşandin, wek sê beşên dîwanekê dikarin bê hesibandin. Carina ev hersê efirandin bi “dîwana sêserî” (diwantrilogi) tên nasîn, lê belê her yek ji alîkî de bi naveroka xwe ve ji hev cuda dibin. Gunnar Ekelöf wê demê hin helbestên mayî jî nivîsîne ko motîvên kurdî tê de cîh girtine. Ev helbestan piştî mirina wî di sala 1991an de wek pirtûkên cihê hatine amade kirin û weşandin, wek Dîwan II û Çîroka Fatoyê II. Berhemeke Gunnar Ekelöf ya mayî bi navê Partitur hatiye weşandin, di vê berevokê de jî hin helbestên wî yên di derbarê kurdan de cîh girtine. Dema mirov naveroka van berheman analîz dike, hin caran mirov dibîne ko çend helbest di van pirtûkên cihê de hatine dubare kirin. Lê belê di nav hemû berheman de berhema ko tema û motîvên kurdî tê de cîhekî bingehîn girtiye, Dîwana li ser Mîrê Emgionê ye.


» Sûretekî ko mîrê kurd û “dayîka herkesî” temsîl dike. Berê xwe dane Kurdistanê, Wanê

Sînorparêzî, Mîrê kurdan û sirgûn

Di sedsalên kevin de li devera Serhedê gelek mîr û prensên sînoran hebûn. Mirov dikare bibêje ko ew "padişahên sînoran" bûn. Ev dever ji wan dihate pirsîn. Di demên gelekî kevin de bi navê ”akrit” hêzên çekdar hebûn ko xwedî azadî û selahiyeteke mezin bûn. Dema qral diçûne van deveran, wan, qral diparastin. Bi qasî 500 kesî weke hêzên parêzkar li herdu aliyên qral cî digirtin. Çawa em dibînin ko di dewra Bîzansê û Dewleta Selçûkiyan de kurdên sînorparêz jî di nav van hêzên taybetî de hebûn. Di van salan de parastina sînoran ji aliyê hikûmetên merkezî de gelekî dijwar bû. Li van deveran hakimiyet qels bûye. Ji ber vê yekê van hêzên herêmî ji xwe re hakimiyeteke herêmî pêk anîbûn. Di dewra Bîzansê de ji van deveran re tema dihate gotin. Kesên ko ev dever diparastin, ji wan re strateg dihate gotin. Ev yeka ji bo Hîlafetê jî derbas dibû. Li welatên Islamî ev dever bi navê mîrîtî û kesên ko ev deveran diparastin jî bi navê mîr dihatin bi nav kirin. Ew, di nav serbestîkê de dijiyan, wek arîstokratên kurd dihatin hesibandin. Tebeqeya Torinan ko li Serhedê wek arîstokrat û esilzadeyên kurd hatine nasîn, li van deveran bandûreke wan a mezin hebûye.[7]

Destana ko Gunnar Elelof zêde jê hez kiriye; destana bîzansî ya bi navê Digenis Basileios Akritas bûye. Ev destan di derbarê mîrekî sînorparêz de hatiye nîvîsîn. Di dewra Bîzansê de, wî mîrî li derdorê jora Çemê Firatê gelek qehremanî û mêrxasî nîşan daye. Ew kesekî bavmisilman bûye. Dîya wî jineke yunanî bûye. Herdu çandên (kultur) mezin temsîl kiriye. Çawa tê zanîn li derdorê sînoran hertim çandên cihê cihê hebûne. Carina jî van çandan di nav hev de çandên nû, yên têkel (tevlihevbûyî) pêk dianîn. Ji ber vê yekê mirovên van deveran jî gelek caran ji çandên têkel dihatin. Gelek mîrên van deveran xwedî bawerî, dîtin û zihniyetên têkel bûn. Dikaribûn ref, alî û partiyên xwe zû zû biguhirînin û bi hêsanî derbasî aliyê din bibin. Vê yekê gelek caran ew di nav rewşeke dijwar û zehmet de jî dihîştin. Vê rewşa taybetî mirov wek Rewşa Serhedê (akritiska tillståndet) dikare bi nav bike, merc û hoyên vê rewşê gelek cihê bûn.[8]

Hin caran jî bi riza dilê xwe pêwendiyên têkel pêk anîne, weke hebûna kurdên bavfileh yan jî kurdên dêfileh. Kurdên Serhedê, weke kurdên sînorparêz wisa jî bala helbestvanê swêdî, Gunnar Ekelöf kişandiye. Her çiqas ev dever û navçe di dedsalîya 11an de, di bin êrîşên bîzans, ereb û tirkan de bin jî, mîrên kurd bi eşîrên xwe ve tevayî angorî îro bi nîspî zêdetir serbest bûn. Lê belê li van deveran hertim şer-dew hebû, ev erdan “ welatê bêkes” û “welatê bêxwedî” bûn. Mîren kurd di navbera çar agiran de mabûn, carina jî, ji bo ko xwe biparêzin, tevî ordîyên alîkî dibûn, xwe dispartine hêzên wan, li hemberî ordîke mayî mecbûr bûn şer bikirana. Ew dibûne parêzkarên sînoran. Mîrê Emgionê jî bûye gorîyê vê trajedîya kurdan. Berî hatina tirkan, kurd li welatê xwe bi gelên mayîn re tevayî di nav aşîtîyê de dijîyan.[9]


» Bergê dîwana Ekelöf (1965)


Mîrê Emgîno kî ye?

Di sala 1071ê de li deşta Malazgîrtê (nehîya Muşê) di navbera ordîyên bîzansî û selçûkî de şerekî mezin teqîya, serokê ordîyên Bîzansî Romanos IV. Diogenes ji alîyê Alpaslan de tê dîl (esir) kirin. Alpaslan wî nakuje, angorî peymanekê wî ber dide, ew diçe paytextê welatê xwe, Konstantinopelê (Constantinopel, Stenbola kevin, paytextê Bîzansê). Ekelöf di dîwana xwe de dîyar dike ko sempatiya mîrê kurd, ji bo Romanos Diogenes hebûye. Mîrê kurd di vî şerî de ji aliyê selçûkiyan de tê girtin û paşê tê berdan. Bîzansî wî dibin Stenbolê û li wir dixin girtîgehê. Ew deh sala li wir dimîne, piştî textguhastinê ew di sala 1081ê ji girtîgehê derdikeve. Berî ko wî berdidin, herdu çavên wî kor dikin û wisa berdidin.

Di van salan de, li paytextê Bîzansê darbe, kontra-darbe, şerê hundir, dek-dolav, fend-fêl û lîstîken mezin pêk dilhatin. Li dor sînorên welêt yên dûr xayîntî, xwefiroşi û nepakîyên bêhempa her berdewam bûn. Mîrê kurd jî dibe hedefê van êrişên bîzansî. Bi kurtî Bîzans “serîkî bê beden” bû. Prof. Alf Henrikson, di xebateke xwe ya li ser dîroka Bîzansê de, tabloyeke gelek balkêş radixe pêşîya xwendevanan, ew dibêje ku:

”Ji 107 hukumdarên Imparatorîya Romaya Rohilat tenê 34 kes bi ecelê xwe mirine. Kesê ko înteresa wî li ser reqaman heye, dikare hesap bike wekî 65 şoreş di demên cure-cure de çê bûne û ji patriarkên cîh bilind yên Constantinopolê 140 kes bi zorê hatine belav kirin, 41 kes bi daxwaza xwe kar berdane, 3 kes bi jehrê hatine kuştin, du kes bi xençerê, yek stû hatiye jêkirin, yek kor kirine, yek hatiye darda kirin û yek jî hatîye xeniqandin”.[10]


» Nexşeyeke ko cihê Qesra Blacherna li Konstantinopelê nîşan dide – Mîrê kurd di zindanên wê de girtî maye

Mîrê kurd jî dibe goriyê van zordestiyên bîzansî. Gunnar Ekelöf dîwana xwe ya navdar di sala 1965an de bi navê Dîwana li ser Mîrê Emgionê (Diwan över fursten av Emgion) nivisîye. Gunnar Ekelöf peyva dîwan ji nivîskarê alman Goethe wergirtiye: West östlicher Diwan.[11] Mîrê kurd ko li derdorê sînorê Wanê û nêzîkî sînorê Iranê dima, di dema şerê Malazgîrdê de (1071) tê girtin û wî dibin Konstantinopelê. Ew li wir ezîyetekî mezin dibîne. Paşê ew tê berdan û bi çavên korbûyî derdikeve rêwîtîke dûr û dirêj. Berê xwe dide warên bav û kalên xwe, welatê Serhedê, Kurdistanê. Ew, vê rêwitiya xwe ya poetîk bi xem û xeyalên keçekê yan jî bi "dayîka herkesî " re dike.[12]

Dema mirov destnivîs, berhem û çavkaniyên din yên Gunnar Ekelöf mêze dike, mirov dibîne ko Gunnar Ekelöf ev navê nenas, Emgion bi formên cihê bi kar aniye, wek Emgion, Emghion, Emjan...Angorî îfadeyên jina wî, ev nava di xortaniya Ekelöf de wek tesadufekê peyda bûye û hatiye bi kar anîn. Lê belê di derbarê koka vê peyvê de Gunnar Ekelöf di destnivîseke xwe de dibêje ko mimkun e ev gotina, peyveke kurdî-ermenî (ett kurdisk-armeniskt ord) be.[13] Heta niha jî dîtin û ramanên di derbarê vê peyvê de baş zelal nebûne. Angorî yek ji van dîtinan ev peyva ji navê bajarê Engyonê tê, ev bajara li Sîcîlyayê ye.[14] Di çend helbestên ko berî 1965an de çap bûne jî em rastî mîrê bi navê Mîrê E. tên, wek di pirtûka Non Serviam de (1945) helbestê Havstema û di pirtûka Impos Incertum (1959) de helbestê Ensam, Ensam. Ev nav maneke wê ya dîrokî tune ye, wek realîteke zimanî û edebî Ekelöf ji ber xwe derxistîye, efirandîye û wek fictionekê bi kar anîye. Ekelöf çawa di noteke dawîya pirtûkê de dide kivşê wekî Mîrê Emgion ji eşîreke kurdên Iranê tê:

”Ji ber hin sedeman, ez dikarim tevî wê bawerîyê bim wekî Mîrê E. Ji nav eşîreke Irana bakur tê, eşîrên kurd li gelek alîyên Imparatorîya Bîzansî hebûn, lê belê berî her tiştî li deverên çiyayên li dorberê Gola Wanê, ew bi ermenîyan ve tevayî dîjîyan”.

Çawa em ê paşê jî bibînin, ev mîr Ekelöf bi xwe ye, tenê wî di helbestên xwe de cilên kurdan ên rengîn xwe kirîye. Ji ber vê yekê jî, wî li vir nîşana “Mîrê E.” bi kar aniye. Mirov dikare ji xwe bipirse: E. çi ye û ki ye gelo, Emgion e an Ekelöf e? Van xewn-xeyal û xewnerojan pişta xwe spartine çend rastiyan jî, ew kî dibe bira bibe, ew kes ji êş û janên kurdan re hevkar e, derman e. Bi kurtî Ekelöf rewşa kurdan û perîşanîya zarotiya xwe daye ber çavan û ji xwe re mêrxasekî dilpaqij efirandîye. Dema ew gazî hevala xwe dike wekî here welatê xwe Kurdistanê, ev paqijî kakilê hêvîya aşîtîyê pêk tîne: ”Tu kes me birîndar nake û em tu kesî birîndar nakin”.

Ekelöf, berî ko dîwana xwe çap bike, ji bo sernivîsa pirtûkê çend pêşneyar fikiriye, di nav destnivîsarên wî de du pêşnîyarên balkêş hene. Ekelöf ev efrandina wek efrandineke kurdî hesibandîye, bi xwe jî “tercumeyî” zimanê swêdî kirîye. Çawa li jêr jî xuya dibe, noteke din jî heye, vê carê li ser çapa yekem ya dîwanê nivisiye ko wî ev dîwan şirove kiriye:

— Troget översatt av Gunnar Ekelöf / från det kurdiska orginalet.
(Wergera bi sadiq ji aliyê Gunnar Ekelöf de / ji orjînala kurdî)

— Dikter / ur Furstens av Emghion Diwan / från kurdiskan av G. E.
(Helbest / Ji Dîwana li ser Mîrê Emgionê / Ji Kurdî G. E.)

— Diwan över Fursten av Emgion, tolkad av Gunnar Ekelöf
(Dîwana li ser Mîrê Emgionê, ji aliyê Gunnar Ekelöf de şirove bûye)

Gunnar Ekelöf ev dîwana ji zimanê kurdî wergerandiye swêdî yan jî Gunnar Ekelöf di derbarê mîrekî kurd de dîwaneke teze nivisiye? Ki ye nivîskarê vê dîwanê? Bersîva vê pirsê ji hev cuda hatiye dayin. Vê yekê hişê gelek kesan tevlihev kiriye.[15] Ji ber vê yekê Gunnar Ekelöf ew daxuyaniya li jor di çapa pirtûka xwe ya duwem de derxistiye.

Ekelöf xwastiye bi van peyvan ve çi bêje? Dema min ev yeka ji jina wî Ingrit Ekelöf pirsî, wê got ko Ekelöf bi peyva (werger, tercime) ve xwastîye bibe ”tercimanê rastîye”, nêzîkî pirsa kurdan bibe, ji êşa wan re bibe hevkar, bibe tercuman...! Wî peyva terciman wek formeke metaforê bi kar aniye û dil kirîye bi van îfadan ve tazîbûna rastiya Kurdistanê nîşan bide, ne wek efrandineke Ekelöf bi xwe, wek berhemeke kurdî. Ji alîyê din çawa me berê jî gotibû Ekelöf ji efrandina Al-Arabi ya bi navê Tercumanê Daxwazîyê gelek hez kirîye, îhtîmal e ko Ekelöf di bin bandûra vî navî de jî mabe. Ekelöf bi xwe kurdî nizanibûye.

Berî ko Gunnar Ekelöf navê dîwana xwe dayne, di nav destnivîsên wî de em rastî du pêşneyarên wî tên. Dema mirov li van pêşneyaran mêze dike mirov dibîne ko helbestvan xwastiye ji zimanê erebî jî îstîfade bike, wek peyvên bîn (kur, law) tarjuman (werger):

I) Dîwan / Ismail / bin Jemghion / Furste i trakten av Van,
II) Tarjuman av honom som kallas Ismail – Prins av Emghion[16]

Tiştekî balkêş jî ew e ko dema mirov destnivîsên Gunnar Ekelöf berçav dike, di cîhekî de mirov dibîne ko wî navê vî mîrê kurd daniye Ismaîl. Dema wusan be, ez bawer dikim ko Gunnar Ekelöf dema navdayînê berê xwe daye kultura rohilatê. Ismaîl çawa tê zanîn di Incîlê de navekî naskiri ye. Bi dayika xwe ve hatiye sirgûn kirin û bi rojan li çolê tî û birçî maye, paşê Xwedê hatiye hawara wî.[17]


» Rohat Alakom û jina Ekelöf dı oda xebatê ya Gunnar Ekelöf de (sala 1990î). Ingrid Ekelöf di sala 2005an de wefat kir


Motîva sirgûnê li vir dîsa derdikeve pêşberî me. Zaroktiya Ekelöf wek jîyana Ismaîl bi tenêmayinê ve derbas bûye.[18] Ez bawer dikim ko Gunnar Ekelöf ji bo vê yekê navê Ismaîl li mêrxasê dîwana xwe kiriye.[19]

Cara pêşîn piştî gereke dirêj
Ez fêr bûm ko ez kurê kê nînim
Ji baweriya yunanî dûr ketim
Nêzîkî tiştê ko Nîzam hînî min kir, bûm.
Navê min Ismaîl e
Qurban, qedera min e
Di eydeke din de stûyê min tê jê kirin
Lê belê waha wek mîrekî, wek mirovekî
...[20]

Çawa me di destpêkê de jî gotibû, Ekelöf xwe ji parçekî kurdên tekoşer hesibandiye. Ev îdentîfîkasyona ji bo Eklelof di navbera salên 1965-1968an de hertim hebûye. Ji ber vê yekê gelek rexnevan û nivîskaran navê pirtûkê yê orjînal (Dîwana li ser Mîrê Emgionê) kirine “Dîwana Gunnar Ekelöfê Emgionê”. Bi vî tehrî Ekelöf bûye mîrekî kurd, xwe xistiye şuna wî. Yek ji van nivîskaran, Ekelöf wek “Ekelöfê Emgionê” bi nav dike. Dema ew dixwaze spasiyên xwe pêşkêşî Ekelöf bike, ew bi serbilindî dibêje: “Spas ji bo mîrê ko hêjayî helbestvaniya waha giranbiha ye”.[21]

Bi taybetî tema kurdan di sala 1965an de wek birûskeke îlhamê di huner û helbestvanîya Ekelöf de peyda bûye. Çima temaya kurdî ewqas bala Gunnar Ekelöf kişandiye? Bersîva vê pirsê wisa ne hêsa ye, ev yeka bi çend faktoran ve girêdayî ye: a) Zanebûna wî ya li ser welatên rohilatê, b) Dîroka Bîzansê, c) Faktorê tenêmayînê di jîyîna Ekelöf de, c) Şerê kurdan yê jibîrkirî di salên şêstî de. Guhdarî, bal û evîna wî ya li ser rohilatê çawa em dibînin di çend berhemên wî de, li dora kurdan berev bûye, tîr bûye û formeke berbiçav wergirtîye.


» Reşenivîseke Ekelöf berî çapkirina dîwanê


Bi kurdan re îdentîfîkasyon

Bi taybetî rewşa kurdan, xwexwetîya vê rewşê ya balkêş û jîyîna Ekelöf dema mirov dide ber hev gelek wekhevî û nêzîkayî di navbera wan de hene. Ekelöf di sala 1907an de tê dinê, di sala 1916an bavê xwe winda dike, havîna wê salê jî dîya wî bi zilamekî din re dibe nas. Dema ev cotê teze dixwaze ji bo gerê here Norveçê, Ekelöfê heyşt salî, di oteleke zarokan de dihêlin. Ev motîva tenêmayîn û bêgavîyê, wek tenêmayîna kurdan, bi neteweyekî di nav çar agiran de maye, dibe yek. Ekelöf di çarçeveke edebî û hunerî de kincên kurdan li xwe dike û dibe mîrekî kurd û xwe digihîne kûraya sedsala yanzdan. Vê identîfîkasyona bala çend kesên ko li ser efirandinên Ekelöf kar kirine, kêm-hindik kişandîye. Carl Olof Sommar yê ko li ser jîyina Ekelöf bîyografîke here mezin amade kirîye, ew dibêjê ku: ”Dîwana Mîre Emgionê ya ko di dawiya meha Oktobra sala 1965an de der çû, bûyerên xortanîya Ekelöf û salên paş bi hevra girê dide”.[22] Gunnar Ekelöf di helbesteke xwe de wek kurdên koçer bêstar maye, cîhê wî ne li erdê, jî li ezmanan heye:

Kesa ko ji alîyê min de tê hêz kirin
dibêje helbestvan
ew di navbera Achriat, Busrayê dimîne
du cîhên ko tune ne
tu çemên ko bi hevra nakişin.
Kesa ko ji alîye min de tê hêz kirin
li tu welatekî namîne
ne li ber aveke ji du çeman pêk tê
ne li vê cîhane
ne li vî ezmanî.
Belkî di navbera
ban û kubeyê de.
Li qelîşka
Rohilatê û rojavayê.
Ji ber vê yekê ez
Parçakî gelê koçer im.

Di derbarê vê tenêmayînê de, Anders Olsson di lêkolîneke xwe de waha dibêje: ”Ew kesê tenêmayî ko bêkok e û waha deng dike, bi hêsanî kurdên bindest û koçer ve xwe dike yek”.[23] Lêkolerekî din Bengt Landgren yê ko li ser huner û efirandinên Ekelöf xebateke doktorayê pêk anîye, di warê pirsa tenêmayînê de bi Olsson ve hemfikir e: “Tenêmayîn wek rêvaçûyineke jiyînê li bal Ekelöf bêşik roleke gelek mezin lîstîye”.[24] Ekelöf di helbesteke xwe de vê tenêmayînê waha tîne zimîn:”Ez li vî welatî xerîb im, lê ev welat di hundirê min de ne xerîb e”.[25] Ev xetan, pir manekûr û rênîşandar in. Motiva “Welatê xalîbûyî” di rastiya Kurdistanê de îfadeke gelek giring e. Welatê ko bi hêzên dijmin, neyar û biyanî ve tijî be, yan jî pêwendîyên nemirovî, sar û nepak li wî welatî hebin, wê çaxê mana peyva “xerîbîyê” bi xwe zelal dibe.

Evîna Rohilatê

Her çiqas îlhama kurdan li bal Ekelöf piştî gera wî ya Istanbolê di sala 1965na de teqîyabûye jî, welatên rohilatê, ziman, edebîyat, çand û dîroka wan di xortanîya wî de, di sala 1926an de Ekelöf berbi xwe kişandîye. Di sala 1926 de ew diçe Ingîlterê wekî rohilatnasîyê di xwendegeha School of Oriental Studies de bixwîne, ew li wir termînekê berdewam dike, paşê tê Universîta Uppsalayê, di beşa Zimanên Rohilatê de fêri zimanê farisî dibe. Ew li ber destê rohilatnasê navdar H.S. Nyberg di derbarê rohilatê de zanîyarîyên xwe pêşta dibe û ew her wisa jî diçe Parîsê. Di nameke xwe de ew vê destpêkê wek “evîna min ya rohilatê” (min kärlek till Österlandet) bi nav dike.[26] Di salên pêş de ev evîna rohilatê, li ser helbestvanîya wî bandûreke fireh dihêle.[27]

Piştî xwendina xwe ya rohilatnasîyê, ew bi taybetî li ser edebîyata rohilatê kûr dibe. Di vî warî de pirtûka Muhyi’ddin Ibn Al-Arabi (1165-1240) ya bi navê Tarjuman El-Aswhaq (Tercumanê Daxwaziyê) bandûreke gelek mezin li ser wî dihêle û jê îstîfade dike.[28] Ekelöf dema dîwana xwe ya li ser mîrê kurd di sala 1965an diweşîne, çend xetên pirtûka Muhyi’ddin Ibn Al-Arabi jî, di rûpelê pêşîn de bi cîh dike wek prologeke Al-Arabî:

Ev helbestê min bê kafiye ye
Ez tenê dîyarî Wê dikim.
Peyya “Wê” armanca min e
û naxwazim qebûl bikim pevguhastineke din
ji “Bide” û “Bistîne” zêdetir.

Ji alîyê din Ekelöf di rêya resamê swêdî, Ivan Augeli (1869-1917) de meşîyaye, ew gelek ecibandîye. Ji ber ko Augeli, tema rohilatê di hunerê xwe de xistîye babeteke balkêş. Wî, zimanê erebî baş zanibîye, gelek salan li Misirê û li welatên din maye. Çawa N.S. Nyberg di lêkolîneke xwe ya li ser wî de dîyar dike ko Augeli, nivîskar Al-Arabi ji xwe re wek “şêxekî mezin” hesab kirîye.[29] Bi kurtî, Ekelöf, Al-Arabi û Ivan Augeli ji xwe re kirine mamoste û bûye peyketiyên wan.[30] Lêkolîneke din ko Ekelöf zêdetir jê hez kirîye, ji xwe re çavkanîke giring hasibandîye, lêkolîna Prof. Karl Krumbacher e ko di derbarê dîroka Bîzansê de hatiye nivîsîn.[31]

Ji aliyê din destana Digenis Basileios Akratis gelekî bala Ekelöf kişandîye. Bûyerên ko di vê destana mêrxasîyê de cîh girtine di dewra bizansî de li dorberê çemê Firatê derbas dibin. Destan li ser mêranîya Digenis Akritas e û wek efrandineke folklorîk tê hesibandin.[32] Ji bo parastina sînorên Bizansê yên li rohilatê, li hemberî muslimanan şer kirîye. Ekelöf dema dîwana li ser mîre kurd nivîsîye, gelek tişt ji vê destanê wergirtîye. Digenis Akritas ji alîyê bav de ereb bûye, bav dîn guhirandîye, dîya wî yunan bûye. Destana Digenis Akritas wek Stranên Roland li Frensê, Helbestên El Cid li Ispanyê û Nibenlungenlieds li Almanyê bi motivên mêrxasîyê ve xemilîye. Çawa tê xuyanê Ekelöf, ev destana bizansî ji bo berhemên xwe yên li ser kurdan wek bingeh û çavkanîke îlhamê wergirtîye.

Bi taybetî dîwana Ekelöf û destana Digenis Akritas, ji alîyê cîh, dem û tehrê bûyeran de gelek nêzîkî hev in. Ekelöf, di noteke xwe de behsa îfadekê dike: ”çanda tevlihevbûyî” (blandkultur). Ew dibêje dê û bavên gelek sînorparêzan ji netewên cuda bûn, ew di navbera înteresên polîtîk ên nelihevhatî de westîyabûn. Ekelöf di derbarê Mîrê Emgionê de dibêje ku, di giyanê wî de ramanên yunanî, erebî û îranî digihêjin hev. Ekelöf di çend cîhên din de dîyar dike ko di nav fîlozofîya jîyina Mîrî Emgionê de ekletîzma bawerîyên dînên cuda de hene û roleke mezin jî, dînê Manî (bi swêdî: manikeismen) lîstîye. Kurdan di serdemên kevin de bawerîya xwe vî dînî anîne. Ji alîyê din Ekelöf xwastîye mêrxasekî wek Mîrê Emgionê ji fanatîzmê dûr bikeve û ew tevî tekoşîna di navbera Ormus û Ahrîman, pakî-nepakî, ronahî-tarîyê bibe.

Ji alîyê mêrxasîyê de, Ekelöf di Divana Mîrê Emgionê de van herdu mêrxasan, Mîre Kurd û Digenis Akritas, bi hev dide nasîn û çawa em dibînin mîrê kurd silavên germîn dibarîne:

Dizîka, ji pişt ve kuştin
Karê min nîne, bi min nake
Ez bi xwe ji pişt ve hatim girtin
Û min hêdi-hêdî
Gelek giran dikujin.
Eger ez rasti te bihatama Digenis
Me ê çek-sîlah danîya erdê
Û hev hemêz bikira
Û hevra dûr-dirêj deng bikira
Li ser vî tiştê ko me ê îro şer li ser derxista
Û ji bo xatirxwestîne me ê hev hemêz bikira.

Ekelöf heyfa xwe ya tenêmayînê di zaroktîya xwe de, di salên dawî de ji gerên wek Tunis, Tirkîye û welatên Ewrûpî yên ko bi rohilatê ve pêwendîyên dîrokî pêk anîne, wek Îtalya û Yunanîstan ji van welatan derxistîye. Ekelöf çûye welatên din jî. Ev koçerî û rêwîtî di jîyîna wî de wek faktorekî giring dikare bê hesibîn. Van ger û seferan di helbesvanîya wî de pêkhatine motîva bêkesîyê, belengazîyê û li dijî vê jîyîna tirş û tal zemîneke serhildanê amadekirîye. Ew ji bo nivîsîna helbestên protestoyê li pey rêça rastîyê ketîye. Bi taybetî gerên wî yên li Italyê (1952) û Yunanîstanê (1960) zaniyarîyên wî yên li ser Imparatorîya Romayê pêşta birine. Nemaze sînorên vê împaratorîyê yên rohilatê mîna tê zanîn ji kurdan re tenê êş, keder û jan peyda kirine.

Ekelöf ji bo van zanîyarîyên xwe hîn jî pêşta bibe, di sala 1965an de çûye Tirkîyê, paytextê vê împaratorîya kevin Konstantinopelê. ( Wî, rewşa rohilatê bi çavên xwe dîtiye.[33] Piştî mirina Ekelöf gelek sal derbas bûne, di sala 2002an de vê carê rojnamevanekî kurd û fotografekî swêdî dane pey vê rêça Gunnar Ekelöf ya li Konstantinopelê. Van kesan ev mekanên dîrokî careke din zîyaret kirine.[34]

Bi taybetî êrîşên romanîyan di sedsalên kevin de li rohilatê gelekî hêrsa Ekelöf anîye. Ew di derbarê mijûlîya xwe ya ser dîroka Bîzansê wusan dibêje:

”Ji bo wê, mijûlîya min gelekî întensîv e, ji ber ko ez ji wê nefret dikim. Ji metodên yunanî nefret dikim, yên bîzansî nefret dikim. Dixwazim serî hildim. Lê belê tu hilbijartinek tune ye, dewlet hertim bîzansî ye, dixwaze sazuman-qaydeyan li ser pîyan bigre”[35]

“Belê ez niha li Kurdistanê me”

Hêrs, rik, kîn û nefreta Ekelöf li dijî barbariyê gelek mezin e. Lê belê ji destê wî tiştek nayê. Tenê hundirê xwe li ser rûpelên sipî dirêje û û di sala 1965an de pirtûka xwe ya bi navê Dîwana li ser Mîrê Emgionê (Diwan över fursten av Emgion) dinivîse.[36] Ev gera Stenbolê çawa em dibînin dibe kakil û bingehê vê dîwanê, ya ko li ser jîyina mîrekî kurd hatîye ava kirin.


» Nameyeke Ekelöf ko tê de qala xebata xwe dike

Berî ko Ekelöf vê dîwanê çap bike, di derbarê karên xwe de, ji weşanxana Albert Bonniers AB re namekê dinivîse, name ji bo Georg Svennson hatîye şandin. Di namê de tê gotin ko ew ji bo amadekirina “Ezîyetê li Mîrê Kurd bûyî” (Tortyren av den kurdiske fursten) hewcedarî sê hefta ye. Ekelöf bi van peyvan ve naveroka pirtûka xwe jî eşkere dike. Wî îfada “Ezîyetê li Mîrê Kurd bûyî” ji bo pirtûka xwe ya hê di wan rojan çapnebûyî bi kar anîye. Pirtûk piştî çend mehan, di sala 1965an de çawa me berê jî gotibû, bi navê Dîwana li ser Mîrê Emgionê derketiye. Ew, di derbarê nivîsandina vê babetê de wisa kûr dibe ko di beşeke vê nama xwe de dibêje: “Belê, ez niha li vir, li Kurdistanê me”.[37] Ev nama bi 26.07.1965 terîxî ji bajarê Karlstorpê hatîye şandin.

Di beşê dîwanê yê yekemîn de helbest ji devê mîrê kurd derdikevin, beşê duwemîn de bi taybetî stranên şînê û çend destanên ko li ser vî mîrê kurd hatine gotin, cîh girtine. Di navbera van herdu beşên bingehîn de jî, helbesteke ko ji devê wezîrekî bîzansî derketi heye, helbest li ser enînivîsa mîrê kurd e, wek beyaneke resmî tê xuyan:

Mîrê Emgion
Li vir çar yan jî pênc sala ma.
Ew mîrekî sînorparêz bû
Wusan jî bawerî pê nedihat.
Şik dihate kirin wekî sempatîya wî hebû
Bi partîya Vasilevs Romanosê mehkûmbûyî re.
Jina wî yan jî dibe keça wî rica kir
Bi dil û can.
Di nav nerehetîya berî ketina Nikiforos Votaniates
Ew berdan
Piştî ko çavên wî derxistin cara pêşîn.
Ew bû gorîyê (qurban) xeletîya zîhnîyeta dînê Manî.

Ekelöf ji bo ko mîr, van jan û êşên xwe, hêvî û daxwazîyên xwe ji dil, bi şewat bîne zimîn, çawa em dibînin bi hunerî îmkaneke mezin daye mîrê kurd. Dest, guh, poz û ziman li şuna çavên wî yên kor digrin. Ew organên mayî xurttir dibin û pencereyên nû di alîkî mêju û dilê mîr de peyda dibin yan jî Ekelöf peyda dike:

Mîrê Emgionê
Mîrekî kurd
Li Blachernê girtî ye.
Agirê te dide vê xeberdanê:
Keçika bakîre ya ko xwedîyê wê tune
Ya ko xwedîyê tiştekî nîne.
Dilê min got ku
Ez li dijî wan serî rakim!
Herçiqas niha serê min
Li ser mixekî derge be jî.

Di dîwanê de dostayetî, hevaltî û motîvên alîkarîyê bê sînor in. Vê keçika bakîre, em ê çawa paşê jî bibînin wek “dayîka herkesî” bi mîrê kurd ve tevayî ava kanîya “çiyayên merhametê” vexwarîye. Tema dîwanê ya bingehîn li ser vê hevaltîya bêmîsal û bêemsal e. Di derbarê vê yekê de nivîskar Björn Julen di rojnama Svenska Dagbladet de waha dibêje:

“Dîwana Ekelöf payê pirîn li ser vê hevdudîtinê ye, wisa jî li ser wî ye. Ew paltoyê bê mil yê mîrê kurd xwe dike, paltoyê ko ji alîyê din de xemil-bedewîya wî hêjayî payedanîyê ye”.[38]

Di helbestvanîya Ekelöf de, motîvên çav, korbûn, nedîtin, tarî, tîrêj, ronahî û nêrînê cîhekî taybetî digrin. Her çiqas bîzansîyan herdu çavên mîr derxistine jî, Ekelöf îmkaneke nêrînê, dîtinê ji mîr re peyda kirîye: ango nêrîneke li hundir zivirî (introvert). Ev nêrîna hundirî, nêrîna zelal, paqij û dewlemend mîrê kurd kirîye dengbêjekî bi dil şewat. Ekelöf bi rastî di vê babetê de helbestvanîya xwe gîhandîye dereceke gelek bilind:

Dema wan pûşî ji serê te rakir
Çi çavên te yên delal hebûn dîlbera min.
Ew reş bûn ên lap reşik
Lê belê dema wan pûşi ji serê te rakir
Li wir di yê reşik de zêr hebû
Wê çirûska nas
Ez tu wext ji bîr nakim
Her çiqas ez niha nikarim bibînim jî.
Çavên te yên reş hene hevala min.
Çavên reş, çavên here xweşik
Yên ko hê ez dikarim bibînim.

Di dîwanê de, ev hovîtî û lêdanên ko li mîrê kurd bûne cîheki fireh digrin. Ji ber vê zulmê Ekelöf, van mekanan wek “welatê dengbêjên kor” (de blinda sångarnas land) bi nav dike:

Barbar ez berdam wekî jê bikim bavêjim
Ji çavên min çi ber maye
Û bişewitînim kêma birînê
Bi hesinê sorkirî
Ev, welatê dengbêjên kor e
Ji yên wisa gelek hebûn.

Di dîwanê de mîr gelek bedhal e, çawa tê xuyanê ew gelek êşandine: “Celat xwîn ji min berda, min jê dernexist”. Di cîhekî de dibêje: “Romanîyan, selçukîyan ez bi sekbav nav kirim” û “min hêdî-hêdî dikujin”... Mîr naxwaze zêde li van deran bimîne, ji Konstantinopelê nefret dike, sond dixwe wekî careke din pîyê xwe nevêje vir û dixwaze zûtirekê here welatê xwe (...hem, aldrig till Constantinija)...

Evîna bêsînor

Li xerîbîyê derdê tenêmayînê vî mîrê kurd ji gezebê birîndar dike, lê belê ew, xwe dispêre fîlozofîya evînê, derya bê serobino:

Ez zanim ev yeka rast e
Wekî xweşî, çek-sîlahek e
Ya ko mîran li erdê dixe.
Tevizandinê çiqasî bajo?

Carina jî ev hezkirin, evîn û dilovanî di helbestên Ekelöf de wek kêrek yan jî xençereke tûj e:

Evîn cerrahek e
Ew dikare te qut-qutî bike wek kêrekê

Çawa di helbestên Ekelöf de tê xuyanê vî mîrê kurd gelek ji tebîyeta Kurdistanê hez kirîye, evîna çîya-banîyan, deşt û zozanan, çayir û çîmenan, robar û çeman ew gêj kirîye. Ji alîye din maşoqê heywanên Kurdistanê bûye, wek çivîkan, hespan, bizin û nêrîyan... Göran O. Eriksson di derbarê wî de dibêje ku: “Ew dînekî hespan, kurdekî mîrê sînoren bûye” (han var en hästgalen kurdisk gränsfurste..).[39] Nivîskarekî din Lasse Söderberg wiha ramanên xwe li ser vî mîrê kurd dîyar dike: “Ew kurdekî evîndarê hespan û çayîran bûye, padîşahê şivanan bûye“ (han var en kurd med kärlek till hästar, betesmarker, konung över herdar).[40] Lê derdê mîrê kurd yê herî mezin ew e wekî careke din nikare vê bihuşta (cennet) bêhempa bibîne. Di straneke ko li ser wî hatîye lorandin-şewitandin wek şîna wî ye, tê de ev hesreta wî gelek xurt e:

Destana li ser evîna kesê korbûyî
Ew mîrek bû
Gelek tiştan hez dikir.
Lê belê zêdetir wî ji hespan hez dikir .
Bi vî tehrî çavên wî hatin derxistin
Bi derzîyên sorkirî.
Wî got: min tu caran ronahîke wusan mezin nedît
Ji vê sorayê mezintir.

Di helbesteke mayîn de jî, çayîr-çîmenên Kurdîstanê dibe sembola jîyina kurdan:

Ez niha hela hê li Konsntantinija dijîm
Eger mirov vê yekê jîyan bi nav bike.
Ji mîrên kurdan
Yekî eşîra wî li dora Wanê
Çayîr-çîmenên wî hene.


» “Kurdisk getaboren” – Sernivîsa xebateke Ekelöf

Gunnar Ekelöf, deftereke xwe ya destnivîsarên helbesten “Kesê ko bizin hatîye dinê” (Kurdisk getaboren, Geta-boren) bi nav kirîye.[41] Çima bizinên kurdan? Çawa me berê jî gotibû, îdentîfîkasyona Ekelöf bi mîrê kurd û bi giştî kurdan ve gelek xurt bûye. Mîna tê zanîn bizin ji serbestîyê hez dike, bizin li vir bûye nîşana azadîyê. Ekelöf bi xwe, xwe wek bizinekê dihesibîne. Di helbestên wî yên mayîn de mirov wek mîsal rastî nêrîyan (getabock) jî tê. Çawa tê zanin nêrî bî xurtbûna xwe ve tekoşerîyê temsîl dikin, tirsê nizanin. Di derbarê vê yekê de dema me bi jina wî Ingrit Ekelöf re sohbet dikir, wê got ku, mêrê min wek nêrîyan bû, neditirsîya. Di dawîyê de wê bi serbilindî got ku: ”Ew wek kurdan mêrxas bû” (han var tapper som en kurd).[42]

Hemû helbestên ko di vê dîwanê de cih girtine, bi naverok bi hevra girêdayîne. Dîwan bi tevayî li ser jîyina Mîrê Kurd e, wek efrandineke bîyografîk dikare bê hesibandin. Bi mercên dîrokî ve hunandî, nitirandî wek tabloyeke sedsala yanzdan dikare bê hesibîn. Tablo gola Wanê û derdorê wê tîne ber çavan.

Motîva “Dayika herkesî”

Çawa çavên Romanos Diogenes tên derxistin, çi hatibe serê wî, tê serê mîrê kurd, Mîrê Emgionê jî, enînivisa wan herduyan jî wek hev e. Angorî Ekelöf dema çavên mîrê kurd tê derxistin, piştî vê bûyerê ew ji girtîgehê derdikeve, bi hesret û şewateke kûr dixwaze here welatê xwe Kurdîstanê. Lê belê Ekelöf ji vî mîrê kor re hevalekê peyda dike. Ev hevala keçek e, dilketî, xwîşk, dayîk û dostek e. Her çiqas ew bi keçikeke bakîre-azep (jungfru) tê bi nav kirin jî, Ekelöf dixwaze bi vî navî ve, bilindîya paqijîya dil û hundir nîşan bide, ew dosteke diloven e, ew “dayîka herkesî” ye. Destê tu kesî li vê Xwedaya mezin neketîye. Ji alîye din ew tekoşer, alîkar û dosteke kurdan e ko bi alîkarîya tenikîya fîlozofîya Ekelöf ve hatîye rûbarê vê dinyayê, ev keçika bakîre tarîya ber çavên mîrê kurd belav dike, bi destê wî digre û wî berbi Kurdistanê bi rê dixe. Ew dibe “Dayika herkesî” (modern åt alla). Derbarê vê dayikê de Reidar Ekner, baweriyên xwe waha diyar dike:

“Di helbestan de tê gotin ko mîr ji eşîreke kurdan e, ji nav eşîreke serhildayî tê. Di paşnivîsa pirtûkê û di gelek cihên mayin de Ekelöf, rola mîr wek tekoşerekî li dijî rejîma jihevçûyî tîne ber çavan. Ew ronahiya muhteşem ko li dora vê Xwadakeçikê heye, ezîyet, hovitiya mezin, tevkuştina dewra hilweşîna padîşahê bîzansî û tariya ko parçekî jîyana mîr pêk tîne, belav dike”.[43]

Ekelöf cara pêşî dema di sala 1965an de li Stenbolê digere, rastî sûretekî Meryemê tê (Blacherna Madonnan) tê, ya ko di hembêza wê de zarokek hebûye. Ekelöf gelek ji vî sûretî hez kiriye. Ew sûreta paşê bûye kakil û bingehê efrandina dost û hevala mîrê kurd. Ekelöf li Stenbolê di qesra Blacherna rastî kopya vî sûretî hatiye. Hunera îkonan bala Ekelöf gelek kişandiye û ji wan hez kiriye.

Çawa di Dîwanê de tê xuyan, ew dosta mîrê kurd, bi xem û xeyal be jî destê mîr digre, wî ji Stenbolê dibe Izmirê, Manîsayê, Sardesê (Salihli) û heta Qonyayê bi wî re hevaltiyê dike. Mîrê kurd ji wir bi rê dikeve berbi Kurdistanê dimeşe. Dema ji Qonyayê derdikeve, ji dûr ve êdî bîna Kurdistanê tê vî mîrê kor:

Ji wir dîsa berbi jorê
Li welatê min berbi stêrka li ezmîn
Di zivistaneke nû de.
Ez dixwazim li wir robar û çem bêdeng bin
Robarên çiyan
Ji bo ko careke din lema-lema wan bê guhê min.

Ew stêrka ko Ekelöf bi stêrka li ezmîn û stêrka li paş çîyan bi nav dike, di helbestên wî de wek nîşana erdên bav û kalên wî hatiye bi kar anîn.

Mîrê kurd starekê digere

Ew helbestên ko berî mirina Ekelöf li tu cîhekî çap nebibûn, piştî mirina wî, di sala 1969an de ji alîyê jina wî de, bi navê Partitur wek pirtûkeke bi serê xwe hatin weşandin. Di vê berevokê de çawa em dibînin ku, Mîrê Emgionê, ango mîrê kurd jîndar e, li dijî zordestî, nepakî û rûreşîyê bi xurtî radiweste, berxwe dide. Di destpêka Partitur de dengê qîrîn û qîjîna wezîr û berdevkên wan li Kurdistana bilind dibin:

Ez niha li welatê xwe me.
Her çiqas ez zedê nikarim çîyayên xwe bibînim jî
Ez dibihêm
Xeberên ko wekîlên tataran tînin:
— Xwelîya Kurdistana şewitî bidin min
Xwelîya Bexdayê.
Bidin min xwina Ermenîstanê
Jî ortê rakin gola Wanê.
Xwelîya Peloponessosê bidin min.

Gunnar Ekelöf van celatan bi “seqetên tirsonek”(fega krymplingar) û “paşayên sêboçik” (paschor av trenne svansar) bi nav dike. Lê belê mîrê kurd hêvîdar û bînfireh e, optîmîzmê dibarîne:

Lê belê keça min dijî
Û keçikên wê jî,
Dê zarokan bînin.
Û keçikên wê jî
Dê hev hez bikin hev binêrin
Birînên birîndaran bipêçin
Û destê koran bigrin bibin mal.

Pirtûka bi navê Partitur wek Dîwana li ser Mîrê Emgionê bi evîneke germîn ve tijî ye, mîrê kurd di vê pirtûkê de li Kurdistanê ye, di hemêza tebîyetê de, ji xwe re starek dîtiye.

O! Îşqa çavê min
Berde wê çaxê ez razêm
Di hemêza te de

Ji bîr neke kerîyên min
Heywanên min.
Berde bira ew biçêrin
Li çiyayên te.
Avê bide wan
Di çemên te de.

Hêrsa wî bêsînor e. Ji ber vê yekê jî dixwaze ji vê “cîhana pîs” bar bike. Ekelöf li ser koç û barkirina vî mîrê qencîyê straneke şînê jî nivîsîye:

Fîrara Mîrê Emgionê:
Dema sala pênca tijî bû
Li çiyaki kurd mîr rabû
Derbarê korbûna padîşah de westîya bû
Ji hundir ve têr bû
Bi alîkarîya xizanekî
Wî xwe avîte derva nav erş-ezmîn
Tu kesî pîyên wî nedît
Tenê sîsarkê keçelek
Ji ber ko cîh waha hatibû hilbijartin.

Bengt Holmqvist, vê pirtûka bi navê Partitur wek kurtenivîseke li ser mîrê kurd û rojên wî yên dawîn dihesibîne. Di Dîwana li ser Mîrê Emgionê de mîr ji Stenbolê bi rê dikeve, di Partitur de ew li Kurdistanê ye. Holmqvist dibêje ko ev mîrê korbûyî û per-baskê wî şkestî dema tê Kurdistanê, di vê bawerîyê de ye:

”Ew hêvîya ketina Konstantinopoles û qezayên din e. Ew li ser hemû zordestan nefretên xwe dibarîne. Ew bi navê hemû kole-belengazan û kesên ezîyet dibînin, li dijî vê “ dîroka” rezîl, kepaze deng dike”.[44]

Reidar Ekner di notên xwe de dibêje ko ew mîrê ko di Çîroka Fato de navê wî derbas dibe, baş nehatiye nasandin. Ji ber vê yekê, navê wî û Mîrê Emgionê dikare tevlihev bin.[45] Mîrê ko di Çîroka Fato de navê wî derbas dibe, wek mîrekî bav ereb, dayik cihû tê takdîm kirin.

Ji der pirtûkên Ekelöf, di helbestên wî yên çapnebûyî de jî em rastî tema kurdan tên. Di helbesta bi navê “Lettres Suedoises” de bi tevî kêmanîyên mayîn, belengazîya kurdan li meydana Tehranê tê zimîn.[46] Ekelöf navê pirtûka Montesquieu ya bi navê Letters Persanes anîye guhirandîye, kiriye navê vê helbesta xwe.

Gunnar Ekelöf, di van efrandinên xwe de bi çavê mîrekî kurd li rewşa cîhanê nihêrîye. Wî motîva Bîzansê wek nîşana zordestîyê di berhemên xwe de bi cîh kirîye, ev nîşana ko kurdan hertim jê nefret kirîye, îro jî dikin. Eva-Lisa Lenneartsson di lêkolîneke xwe ya ko li ser hunervanîya Ekelöf pêk anîye, li wir dibêje ku: “Mîrê Kurd yê Emgionê, welatê xwe yê ko di nav çîyan, sînoran de ye, li dijî zordestan diparêze”. [47] Paşê ew dibêje ko mîrê kurd nîşana berxwedana li dijî van rojên ko em di nav de nin, dijî van rojên xirab e.

Dîwana Gunnar Ekelöf ya di derbarê mîrekî kurd heta niha bi çend zimanên din jî der çûye, wek fransî, înglîzî, îspanyolî, hollandî, tirkî û kurdî. Di derbarê vê berhemê de heta niha gelek lêkolîn hatine amade kirin. Ji aliyê din çawa em pê dihesin gelek destnivîsên Gunnar Ekelöf hene ko berî mirina xwe pêra negihandiye wan biweşîne. Beşek ji wan paşê hatin çap kirin. Di nav van de pirtûkeke bi navê Dîwan II jî heye.[48] Helbestên ko di vê dîwanê de çap bûne, berê li tu cîhekî din de nehatine weşandin.[49] Ev dikare wek berdewama dîwana yekem bê hesibîn.

Ekelöf û Kurdistana îro

Gunnar Ekelöf piştî çapbûna dîwana xwe, bi Swen Thiessen re li ser naveroka vê efrandinê û li ser rewşa kurdan hevpeyvînekê çêdike. Di vê hevpeyvînê de, Ekelöf dibêje:

“Mîr ez bi xwe me, mîrê Imparatoriya rizyayî, jihevçûyî. Pirtûk ji bo formdayina enînivîsareke Bîzansî ye û helbestvaniya berxwedanê ye...Wan hertim li hemberî hêzên îktidarê serî hildane, ew serhildana ji salên 1000î vir de berdewam e”[50]

Armanca nivîsandina vê dîwanê ji bo Ekelöf ne tenê nîşandana rojên bihurî û zordestiyên bîzansî ne. Ji aliyê din ew bi alîkariya dîroka wan rojên tarî û reş dixwaze rewşa mirovatiyê ya îroyîn jî rexne bike û bala xwendevanan bikşîne ser problem, jan, êş û zordestiyên îroyîn. Ulf Thomas Moberg di lêkolîneke xwe de Ekelöf wek mirovekî berxwadanê bi nav dike û dibêje:

“Bîzans ji bo nîşandana jîyana me ya civakî û polîtîk wek neynikeke li jor girtî ye”.[51]

Dîwana li ser Mîrê Emgionê di sala 1966an de yek ji wan xelatên here mezin û navdar ya edebî li Bakûrê (Nordiska Rådets Litteratur Pris) wergirt. Wî gelek xelatên din jî girtine. Ekelöf di nameke xwe de ji bo wergirtina vê xelatê spasdariyên xwe dîyar dike û balê dikşîne ser zordestiyên îroyîn ko li hemû cîhanê dikarin bên dîtin:

“Ev xelata ko para min ket ji bo Mîrê Emgionê ye. Ew û berxwadana wî li dijî îktîdarê, tekoşînê, evîn, fedakarî, ezîyet û hêdî-hêdî mirinê dide nasîn...Neheqîyeke bêderman pêk hat, hertim pêk tê, hema niha jî heye û wê pêk bê jî”

Bi rastî Gunnar Ekelöf di warê edebiyata ezîyet û zordestiya ko li kurdan dibe, efrandineke ko naveroka wê têr û tijî ye pêşkêşî xwendevanan kiriye. Mirov dikare bêje ko Gunnar Ekelöf bi vê berhemê êş û jana gelê kurd ya bi hezar salan nivisiye, wî serpêhatiya vê dîroka reş nîşan daye. Ew bi vê berhemê dixwaze lîstikên bîzansî yên ko îro dest guhartine, ji aliyê neyarên kurd de tên ajotin, wan bi zimanekî edebî mehkum û rûreş bike. Vê yekê bala nivîskar Göran Palm jî kişandiye. Ew di nivîseke xwe de Tirkiya îroyîn û Bîzansa berî hezar salî wek hev dibîne.[52] Wek Göran Palm çawa difikire, bi rastî jî piştî van hezar salan di warê zordestiya li ser kurdan qet guhartinek tune ye. Dema Evalt Palmund di derbarê helbestên Gunnar Ekelöf de dîtinên xwe dîyar dike, ew dibêje ko ev zordestiyên li mîrê kurd dibin, zordestiyên li zîndanên naziyan û girtîgehên fransî li Cezayîrê tîne bîra mirovan.[53]

Piştî ko dîwana Ekelöf hate weşandin, gelek nivîskarên swêdî di medyayê de bîr û baweriyên xwe yên di derbarê kurdan de jî anîne zimîn. Ji wan Gösta Agren di nivîseke xwe de zêdetir bala xwendevanan dikşîne ser rewşa îroyîn li Kurdistanê. Ew, tekoşîna gelê kurd ya ji bo serxwebûnê bi “şerê jibîrkirî” (Det glömda kriget) bi nav dike û vê dîwanê jî wek dîwana ”Mîrê kurd yê Emgionê” (kurdiske fursten av Emgion) bi nav dike. Ew di vê nivîsa xwe de bala xwendevanan dikşîne ser şerê kurdan yê li Kurdistana Iraqê û weşandina pirtûka Gunner Ekelöf di dema vî şerî de wek midaxaleyeke aktuel dibîne.[54]


» Gunnar Ekelöf

Dîwan xêrhatinek e ji bo kurdên Swêdê

Di salên 1960î de swêdiyan û medya swêdî zêdetir kurd nas kirin. Di van salan de du berhemên ko bala swêdiyan kişandine, yek pirtûka Barbro Karabuda ye (1960) ya din jî pirtûka Gunnar Eleköf e (1965). Çawa tê zanîn, di sala 1965an de kurdên pêşîn wek xwendekar û karker hatine Swêdê. Ji ber vê yekê sala 1965an di dîroka pêwendiyên kurd û swêdiyan de saleke pir menakûr e. Ev berhema Gunnar Ekelöf wek dokumenteke xêrhatina van kurdên koçber dikare bê hesibîn, ew kurdên ko enînivîsa wan û vî mîrê kurd wek hev in: eziyet, sirgûn û hesret. Gunnar Ekelöf piştî salan bala kurdên Swêdê jî kişandiye. Çend helbestên wî bi zaravê kurmancî û soranî, bi çend zimanên mayî tevayî hatin weşandin.[55] Di sala 2006aan de Dîwana li ser Mîrê Emgionê bi zaravê soranî tê weşandin.[56] Dîwana li ser Mîrê Emgionê her wisa jî du car bi tirkî hatiye weşandin.[57]

Hejmara wan kêm be jî piştî salan çawa em rast tên, di hin nivîsan de babeta kurd û navê Gunnar Ekelöf bi hevra tên bîranîn.[58] Dîwan û helbestên wî ne tenê wek berhemên edebî, wek dokumentên dîrokî û çandî jî gelek rênîşandar û hînkar in. Piştî hatina kurdan û çapbûna Dîwana Ekelöf re 40 sal derbas bûne. Gunnar Ekelöf ji bo nasîna kurdan û zordestiya li wan dibe ji gelek swêdiyan re bi salan bûye rêberekî:

“Cara pêşîn ez di helbestekî de rastî kurdekî hatim. Ew prensekî kurd bû ko di poezîya Gunnar Ekelöf de cîh girtibû. Ew xweyê îdarekê bû û ew ji çandeke bîzansî, rohilatî û mîstîk dihat. Têgihiştina helbestên Gunnar Ekelöf gelek zehmet e, lê belê bi xurtî mirovan berbi xwe dikşînin”[59]

Ji aliyê din Dîwana Gunnar Ekelöf, serpêhatiya mîrê kurd û helbestên wî yên din ko di derbarê kurdan de hatine nivîsîn, piştî gelek salan çawa em dibînin hin caran ji aliyê kurdan û swêdiyan de wek prologên piçûk tên bi kar anîn. Ew kes çawa em dibînin nivîsên xwe bi helbestên Ekelöf ve dest pê dikin û berhemên xwe dîyarî wî dikin.[60] Ev yek jî nîşan dide ko helbestvaniya Gunnar Ekelöf di warê kontaktên swêdî û kurdan de wek kevirekî kîlometreyê dikare bê hesibîn. Kaj Falkman, konsolê Swêdê yê berê li Stenbolê navê bîranînên xwe yên ko di sala 1999an de çapbûyî, bi navê: Tirkiye – Mîrê Sînoran (Turkiet-Gränsfursten) weşandiye. Di dema vê navdanînê de, wî îlham ji naveroka Dîwana Gunnar Ekelöf wergirtiye.[61] Bi kurtî navê Gunnar Ekelöf ji bo ronîkirina van pêwendyên kurdî-swêdî wek navekî balkêş wê hertim bê bi bîr anîn.

***

Çavkanî

[1] Rohat Alakom, Gunnar Ekelöf, Bergeh, hejmar: 5/1990.

[2] Rohat Alakom, Li Ser Helbestvaniya Mîrê Kurd: Gunnar Ekelöf: Di Çavkaniyên Swêdî de Motîvên Kurdî de, Vejîn, 1991.

[3] Rohat Alakom, Svensk-kurdiska kontakter under tusen år, APEC, 2000.

[4] Intervju om Diwan över Fursten av Emgión av Matts Rying., 7:41 deqîqe. Gunnar Ekelöf i Sveriges Radio, 3 CD. Gunnar Ekelöf-Sällskapet.

[5] Gunnar Ekelöf, Sagan om Fatumah, Stockholm, 1966.

[6] Gunnar Ekelöf, Vägvisare till underjorden, Stockholm, 1967.

[7] Rohat Alakom, Arîstokratên kurd: Torin, 2004.

[8] Ulf Thomas Moberg, Gunnar Ekelöfs turkisk resa 1965, Svenska Forskningsinstitutet i Istanbul, Meddelanden 7/1982. rûp.62.

[9] Elzbieta Swiecicka, Turkarnas erövring av Anatolien: Ur Anatoliens historia. Skrifter utgivna av Sällskapet för Asienstudier, Uppsala, 1987, rûp.42.

[10] Alf Henrikson, Byzantisnsk historia år 326 till år 1453, Stockholm, 1998, rûp.398.

[11] Kaj Falkman, Turkiet / Gränsfurste, Atlantis, 1999. rûp.260.

[12] Rohat Alakom, Gunar Ekelöf, Bergeh, hejmar: 5/1990, Stockholm.

[13] Desnivîsên Gunnar Ekelöf li Universîta Uppsalayê.

[14] Johan Flemberg, Namnet Emgion, Gunnar Ekelöfs-Sällskapets medlemsblad, häfte 13, årgång 6, 1996, nr 3.

[15] Göran Palm, Vem har skrivit Gunnar Ekelöfs nya dikter? Espressen, 22/10.1965.

[16] Bengt Landgren, Ensamheten, döden och drömmarna, 1971, rûp. 195.

[17] Bibel 2000 (Första Moseboken 16, 21).

[18] Bengt Landgren, Ensamheten, döden och drömmarna, 1971, rûp-198.

[19] Destnivîsên Gunnar Ekelöf. Universîta Uppsalayê.

[20] Dîwan II, rûp.201.

[21] Evert Taube, Öde till Ekelöf, Expressen 13.02.1966.

[22] Carl Olof Sommar, Gunnar Ekelöf: En biografi, Stockholm, 1989, rûp.572.

[23] Anders Olsson, Ekelöfs Nej, Stockholm, 1983, rûp.276.

[24] Bengt Landgren, Ensamheten, döden och drömmarna, 1971, rûp.11.

[25] Gunnar Ekelöf, Non Serviam, Stockholm, 1945, rûp.27.

[26] Gunnar Ekelöf, En självbiografi – Efterlämnade brev och anteckningar, Stockholm, 1971, rûp.51.

[27] Christina Olsson, Byzantinsk och orientalisk konstpåverkan i Ekelöfs akritcykel, Konsthistoriska Institutionen vid Lunds Universitet, 1968.

[28] Tarjuman Al-Ashwaq by Muhyi`ddin Ibn Al-Arabi, London, 1911.

[29] Axel Gauffin, Ivan Agueli, Stockholm, 1940.

[30] Sören Lindgren, Svensk orientalism, Norrbottens Kuriren, 2/7.1969.

[31] Karl Krumbacher, Geshichte der byzantinichen Litteratur von Justinian bis zum Ende des oströmischen Reiches (527-1453), München, 1897.

[32] Det bysantinska eposet om Digenis Basileios Akritas, översättning jämte en inledning av S. Lindstam, Göteborg, 1940. (Göteborgs Kungl., Vetenskaps- och Vitterhets-Samhälles Handlingar, femte följden. Ser.A. Band /. N:o 1).

[33] Ulf Thomas Moberg, Gunnar Ekelöfs turkisk resa 1965, Svenska Forskningsinstitutet i Istanbul, Meddelanden 7/1982.

[34] Mustafa Can, Gunnar Ekelöf vid mystikers källa, DN 16/4.2002.

[35] Bengt Landgren, Ensamheten, döden och drömmarna, 1971, rûp.192.

[36] Gunnar Ekelöf, Diwan över fursten av Emgion, Stockholm, 1965.

[37] Gunnar Ekelöfs brev 1916-1968, Stockholm, 1989, rûp.197.

[38] Björn Julen, Som ikonernas hemlighet, SD 22/10.1965.

[39] Göran O Eriksson, Till Jungfrun av elden och intet, Stockholms-Tidningen 22/10.1965.

[40] Lasse Söderberg, Ekelöfs diwan, Arbetet 26/10.1965.

[41] Kurdisk getaboren, Kladd Bok 4, UUB.

[42] Bi Ingrid Ekelöf re hevpeyvîn, Sigtuna, 16/9.1990.

[43] Reidar Ekner, I den havandes liv. Åtta kapitel om Gunnar Ekelöfs liv, Stockholm, 1967, rûp.137.

[44] Bengt Holmqvist, Gunnar Ekelöf efterlämnade dikter. Sanningens ögonblick, Dagens Nyheter 17.1.1969.

[45] Gunnar Ekelöf, Skrifter del 3-Dikter, 1965-1968. Bonniers, 1991, rûp.283.

[46] Gunnar Ekelöf ,“Letters suedoises”, Dagens Nyheter, 6.11.1966.

[47] Eva-Lisa Lennartsson, Ögat i Gunnar Ekelöfs diktning, Horizont, No:3, 1977.

[48] Diwan II : Gunnar Ekelöf, Skrifter del 3-Dikter, 1965-1968. Bonniers, 1991.

[49] Reidar Ekner, Bländad furste – Nya dikter i Gunnar Ekelöfs Diwantrilogi, DN 15/9.1991.

[50] Sven Thiessen, Ekelöf och fursten, Göteborgs Handels Sjöfart-Tidning, 23.11.1965.

[51] Gunnar Ekelöf - en motståndsman, Marginalteckning av Ulf Thomas Moberg, Stockholm, 1986, rûp.11.

[52] Göran Palm, Vem har skrivit Gunnar Ekelöfs nya dikter, Expressen 22.10.1965.

[53] Evalt Palmlund, Tröst för en furste och oss, Kvällsposten 22.10.1965.

[54] Gösta Ågren, Dig i mitt hjärta, Vasabladd 30.01.1966.

[55] Översätt inte ett levande språk till ett dött : Gunnar Ekelöf på sju språk. Sammanställd av Klaus-Jürgen Liedtke, Svenska institutet i Alexandria, 2005. Ev çend helbest ji swêdî Firat Cewerî û Ferhad Skakely wergerandine kurdî. Hin helbest jî Kamiran Hersan wergerandine erebî. Ji der kurdî û erebî, ev helbestan bi zimanên erebî, farsî, tirkî, yunanî, rusî û almanî jî di vê berevokê de hatine weşandin.

[56] Gunnar Ekelöf, Diwan lasar mir Emgion, Ruin, 2006, werger: Rizgar Skekani. Gunnar Ekelöf, Dastan-i Fatima, shir, Författarens bokmaskin, 2005. werger: Rizgar Skekani.

[57] Gunnar Ekelöf, Emgion Prensi Üzerine Divan, çev. Eshat Ayata, Hiddekel, Stockholm,1992. Gunnar Ekelöf, Emgión Prensi İçin Divan, çev. Hüseyin Baş, YKY, 2003.

[58] Astrid Johansson, Rundgången i Sagan om Fatumeh, Femkul, nr 4/2003.

[59] Karin Levander, Möte med en kurdisk furste (Text för fotoutställningen Kurdiskt bröllop på Kurdiska biblioteket, våren 1999).

[60] Mem û Zîn, 1981, Helsingfors, werger: Robert Alftan, destpek: Gisbert Jänicke.

[61] Kaj Falkman, Turkiet / Gränsfurste, Atlantis, 1999. rûp. 260-272.

–––
© ROHAT ALAKOM Û NEFEL

-----------------------------------
Nivîskar: ROHAT ALAKOM
Weşandin: 2007-03-06
Xwendin: 6434
 

NÛÇE   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org