Aysel Tugluk: Divêt destûra nû ya Tirkiyeyê behsa nasnameya kurdî bike
» Aysel Tugluk û Ahmet Turk
DIYARBEKIR, 16/9 2007 — Li gor rojnameya tirkî Hurriyetê parlamentera DTP-ê ya Diyarbekirê Aysel Tugluk dibêje heger di destûra nû ya Tirkiyeyê de behsa nasnameya kurdî neyêt kirin û mafên kurdan nekeve bin garantiyê de DTP dê piştgiriya destûra nû ya ko AKP dide amade kirin neke.
Aysel Tugluk dibêje divêt di destûra guhortî de bêjeya ”nasnameya kurdî” bêt bi kar anîn û mafên nasnameyên cida yên etnîkî û kulturî bên garantî kirin heta ko DTP bikare piştgiriya wê bike.
Herwiha Aysel Tugluk dibêje divêt têgeha hemwelatiyê jî ne li ser esasê etnîsîteya ”tirkbûnê” be yan ne ew dê hemî destûrê yekcar red bikin û li dijî wê derkevin. Aysel Tugluk dibêje wisa dixwehî ko ev pêşniyara AKP-ê versiyoneka revîzekirî ya destûra Tirkiyeyê ya sala 1982-yê ye.