STENBOL, 16/10 2007 — Hikûmeta AKP-yê dixwaze ordiya tirkan operasyoneka leşkerî li xaka başûrê Kurdistanê pêk bîne lê parlamenterên kurd ne digel vê daxwazê ne. Parlamenterên kurd yên Şirnex, Batman û Diyarbekirê li dijî tezkereya hikûmeta AKP-yê dengê xwe bilind kirin.
Piştî ko parlementerê kurd yê Diyarbekirê Ihsan Arslanî (AKP) nerazîbûna xwe li himberî operasyoneka li başûrê Kurdistanê diyar kir, duhî parlamenterê AKP-yê yê Batmanê Ahmet Înalî jî dengê xwe li himberî tezkereyê bilind kir û got:
— Dê operesyoneka leşkerî ti encaman bi dest ve neîne.
Ji aliyê dî ve parlamenterê Şirnexê, Velî Seydaoglu (Şêx Welî) diyar kir ko ew hêj nû ji Şirnexê hatiye û got xelkê kurd li dijî operasyoneka bi vî rengî ye.
PKK tenê hêcet e ji bo tirkan, armanca esasî ya dewleta tirk ew e ko rê li ber serxwebûna başûrê Kurdistanê û serweriya wê bigire û nehêle Kerkûk bikeve ser Kurdistanê. Ji bo vê jî Tirkiye hertim PKK-yê wekî hêcet bi kar tîne. PKK li himberî serweriya Kurdistanê wekî karteka 'efektîv' e.
Parlamenterên DTP-ê bi aşkere li dîjî tezkereya hikûmeta Erdoganî derdikevin; tirsa tirkan ya esasî ji parlamenterên kurd yên AKP-yî ye.
Vêca ji hemî parlamenterên kurd û yên xudanwijdan têt hêvî kirin ko dengê xwe li dijî vê tezkereyê derxin û wê jî wekî tezkereya adara 2003-yê vala derxin. Her divê kurd maskeya Erdoganê takiyecî ji serî bikin û wî şiferût li ber destê generalan bihêlin.