HRW-ê ji Nicolas Sarkozy re got li Sûriyeyê ji bo kurdan zorê bide Beşar Esedî
» Nicolas Sarkozy
PARÎS, 3/9 2008 — Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovî, HRW-ê bi minasebeta serdana serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy ya bo Sûriyeyê bang li wî kir ko ji bo rakirina zordariya Sûriyeyê ya li ser kurdan û hêzên mixalif zextê li Sûriyeyê bike.
Serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy di sêyê îlonê dê ji bo serdaneka fermî biçe Sûriyeyê û bi rayedarên Sûriyeyê re hevdîtinan pêk bîne.
Birêvebira HRW-ê ya li Rojhilata-navîn Sarah Leah Wilsonê di heqê vê serdanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ji serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy daxwaz kir ko ji bo rakirina zext û zoriya rejîma Sûriyeyê ya li ser nasnameya kurdan û hêzên mixalif, zextê li Sûriyeyê bike. HRW di daxuyaniya xwe de eşkera dike ko serdana Sarkozy ya Sûriyeyê rastî pêvajoyeke ko zexta dewletê ya li ser kurdan û hêzên mixalif dijwartir bûye, hatiye. Ji ber vê yekê daxwaz ji Sarkozy tê kirin ko ji rayedarên Sûriyeyê daxwaza berdana wan zîndaniyên ko ji ber eşkerekirina fikr û ramanên xwe hatine zindan kirin bike.
HRW di berdewamiya daxuyaniya xwe de bi taybet balê dikşîne li ser zîndankirina parlamenterê Sûriyeyê Riad Seif û 11 girtiyên dî ko bi şêweyeke bêhuqûqî hatine zîndan kirin û tên mehkeme kirin. Herweha tê xwestin ko serokkomarê Fransayê Nicolas Sarkozy ji serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esedî daxwaz bike ko wan hemû belgeyên bûyera zîndana Sidnaya ko di encama wê êrişê de bi qasî 25 zîndaniyan jiyana xwe ji dest dabû, ji raya giştî re eşkere bike.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovî, HRW eşkere dike ko wê di heqê rewşa mafên mirovî yên li Sûriyeyê ji Sarkozy re memorandûmek jî rêkiriye.