[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Mesrûr Barzanî: Ji bo şerê li dijî DAIŞ-ê pêwistiya me bi sîlehên modern heye
» Mesrûr Barzanî behsa xetera li ser Kurdistanê kir
 
HEWLÊR, 26/7 2014 — Misteşarê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêr di hevpeyvîneka dirêj de jni rojnameya emerîkî Washington Postê re behsa têkiliyên Kurdistanê û Emerîkayê kir û nîşan da ko Emerîkayê heta niho fîşekek jî arîkariya pêşmergeyên Kurdistanê nekiriye.

Mesrûr Barzanî gelek rexne li helwêst û siyaseta Emerîkayê girt û got li Kurdistanê heta niho yek eskerê emerîkî jî nehatiye kuştin û kurd xwe wekî dostên Emerîkayê dibînin lê belê Emerîkayê arîkariya ordiya Iraqê kiriye û yek fîşek jî nedaye hêzên pêşmergeyên Kurdistanê.

Washington Postê versiyoneka kurt ya vê hevpeyvînê belav kir. Nefel temamiya hevpeyvînê bi kurdî belav dike.

***

Pirs: — Di rojên derbasbûyî de li başûr cîraneke nû bo we çêbû. Gelo dikarî behsa vê yekê ji me re bikî ka gelo çi wateya vê yekê bo Kurdistanê û dînamîka nakokiyan heye?

Mesrûr Barzanî: — Mixabin DAIŞ wisa bilez pêş de diçe û artêşa Îraqê jî bilez hildiweşe ko ev yek bûye cihê gumana me hemiyan. DAIŞ-ê karî Mûsil, Tikrît, Enbar û çend deverên dî yên Diyalayê dagîr bike û niha sînoreke wê yê hevbeş digel Kurdistanê heye ko nêzî 1000 kîlometre ye. DAIŞ bûye cîrana me ya nû, mixabin niha ji rojên destpêkê gelek bihêztir e jiber di rojên destpêkê de ko hatin Îraqê ti deverek dagîr nekiribû û herwiha dest jî bi ser ti çek û cebilxaneyekî de negirtibû lê niha beşeke gelek zêde ji axa Îraqê dagîr kiriye û çek û cebilxaneyeke gelek zêde yê artêşa Îraqê jî ketiye destê wê de û niha gelek kes diçin nava rêzên wê û bi rastî hinek grup dilsoziya xwe ji do DAIŞ-ê nîşan didin.

Li seraserê wî sînorê hevbeş pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DAIŞ-ê de qewimiye, em li hebûna DAIŞ-ê li ser sînorên Kurdistanê ji aliyê başûr gelek bitirs in, em li hember rewşa jiyana şêniyên wan deveran gelek bitirs in herwiha li hember metirsiyên ko nehatine texmîn kirin jî bitirs in, mimkin e êrîşên mezin li başûr yan li bakur li Kurdistanê jî pêk bînin, bêguman dema tevgereke terorîstî cîranê me be ev xeter derdikeve pêş û dilgiraniya mezin ya me derbasbûna wan terorîstan bo nav axa Kurdistanê ye.

Pirs: — Gelo hêz û karîna we çiqas e?

Mesrûr Barzanî: — Birastî di destpêkê de em ji rewşeke wisa re amade nebûn ji ber ko me texmîn nedikir ko tevgereke terorîstî ya weke DAIŞ-ê bikaribe artêşa Îraqê bilez hilweşîne, me hewl da ko bo parastina sînorên xwe hêzeke gelek zêde bi cih bikin lê nayê zanîn ka gelo ev rewş heta kengê didome lewre me tedbîrên xwe stendine. Niha zêdetir ji yek milyonî aware li Kurdistanê hene, beşek ji wan ji Sûriyeyê hatine û beşeke dî jî ji Îraqê hatine, em nizanin ew xelk dê çi bikin, piraniya wan qurbaniyên destê terorê ne lê di heman demê de nikarin bibêjin ko di vê rewşa aloz de di nav wan awareyan de ti kes nîne ko niyeta wan ne xirab be.

Lewre em ji aliyekî ve hewl didin ko rewşa ewlekariyê baş biparizên û ji aliyekê dî ve jî hewl didin ko li hember xelkê tedbîrên tund yên ewlekarî nestînin da nebin sedema jinavbirina asûdeyiya xelkê, lewra ragirtina vê balansê, yanê parastina ewlekarîyê û nestendina ti tedbîreke nû karekî gelek zehmet e.

Pirs: — Di heqê şer de ez wisa dizanim ko hêzên pêşmerge jî hijmareke qurbanî dane, gelo wisa ye?

Mesrûr Barzanî: — Dikarim bibêjêm bi dehan xelk şehîd bûne.

Pirs: — Gelo hun daxwaza çi cure hevkariyekî ji civaka navnetewî dikin?

Mesrûr Barzanî: — Di her warî de bi taybetî di warê leşkerî de pêdiviya me bi dabînkirina çekên baş û cebilxaneyan bo hêzên pêşmerge heye da bikaribin pêşiya pêşkeftina DAIŞ-ê bigirin, pêdiviya me bi alav û amûrên leşkerî heye, bi giştî pêdiviya me bi piştgîrîyê bo hêzên ewlekarîyê heye, herwiha pêdiviya me bi hevkariya darayî bo wan penaberan heye ko hatine Kurdistanê û erkê civaka navnetewî ye ko were hevkariya vî xelkî bike û wisa neke ko hikûmeta Kurdistanê neçar be bi tenê vê erkê pêkbîne ji ber ev kêşeyeke navnetewî ye lewre pêwîst e tevahiya aliyan beşdariya dabînkirina selametî û jiyaneke baş bo penaberan bikin.

Jiber pêşhatên vê dawîyê yên li Mûsilê bi taybetî ew tiştên ko li hember welatiyên mesîhî tên kirin ko mixabin ji aliyê DAIŞ-ê ve êrîşî wan hatiye kirin û hatine hayedar kirin ko divêt yan xwe biguherin yan bacê bidin yan jî divêt ji deverê derkevin. Ev gef bûne sedem ko bi sedan malbetên mesîhî berê xwe bidin Kurdistanê û me bi dilxweşî pêşwaziya wan kiriye û ew tişta ko ji me were bo parastina wan û dabînkirina jiyaneka asûde bû wan em dê bikin, jiber ko ew tişta ko têt kirin tawanek e li dijî mirovatîyê, weke min got ew hemî kêşe bi hevre derketin û îmkan û derfetên Kurdistanê jî sînordar in.

Bêguman pêdiviya me bi piştgîriya siyasî heye, Îraq rastî şikestê hatiye û nikare weke welatekî yekgirtî bimîne, ev rastiyeke nû ya Îraqê ye, hikûmeteke faşil û sernekeftî li Bexdayê heye û şidet û teror jî li başûrê sînorê me heye. Li seranserê Îraqê ew yek tê dîtin ko gelek grupên mîlîsan çêbûne û wan mîlîsan şûna dezgehên hikûmetê girtine. Em weke kurd dê çawe bêyî bingehekî qanûnî berdewam bin li ser bicîhanîna berpirsiyartiyên xwe hem bo parastina Kurdistanê û xelkê medenî hem jî bo parastina wan hemû penaberan? Lewre pêdiviya me bi nasîneke siyasî heye bo her biryareke siyasî ko Kurdistan bo paşeroja xwe bide.

Pirs: — Te behsa piştgîriya leşkerî kir gelo dikarî di heqê danûstandinên xwe yên bi Emerîkayê yên di vî warî de agahiyên zêdetir bidî?

Mesrûr Barzanî: — Pêdiviya me bi peymaneke xwedan rêçik heye weke nimûne Emerîka yan her welatekî Rojawayî ko dixwaze şerê terorê bike dikare piştgîriya me bike.

Pirs: — Heta niha di warê teknîkî de navê PDK-ê û YNK-ê di nava lîsteya sêyê ya terorê ya Emerîkayê de ne gelo ew weke kêşeyekî tê qebûl kirin ko bibe sedema vê yekê Emerîka hevkariya leşkerî pêşkêşî we bike?

Mesrûr Barzanî: — Ew yek gelek bêwate ye, qeydkirina navê PDK-ê û YNK-ê di nav lîsteya terorê de mesxere ye, ji ber ko me ne niha ne jî di demên derbasbûyî de karên terorîstî nekirine. Kurdistan bi wê yekê tê tawanbar kirin ko şerê rejîma Sedam kiriye, ew rejîma ko ji aliyê Emerîkayê ve hat hilweşandin. Baş e çawa PDK û NYK di nav lîsteya sêyê ya terorê de ne û Emerîkayê bi xwe ew rejîma ko PDK û YNK li dijî wê şer dikirin hilweşand? Ew yek li hev nagunce. Di rastîyê de niha PDK û YNK beşeke mizin yên hikûkmeta Kurdistanê ne. Ew yek gelek mesxere ye ji ber ko PDK û YNK hevparên gelek mezin yên Emerîkayê bûn di dema şerê li dijî rejîma Sedam û azadkirina Îraqê de.

Bo leşkerên Emerîkayê Kurdistan warekî gelek aram bû. Li beşên dî yên Îraqê leşkerên Emerîkayê dihatin kuştin, em bi wê yekê serbilin din ko dibêjin yek leşkerê Emerîkayî di şerê Kurdistan û şerê li dijî terorê li Kurdistanê nehatiye kuştin. Kurdistanê di warê hevpeymaniya xwe ya digel Emerîkayê de dilsozî û dostatiyeke bêhempa raber kiriye. Bi rastî di vî warî de ez dixwazim bang li wijdana gelê Emerîkayê bikim da ew bi xwe biryarê bide. Hun weke gelê Emerîkayê xwedanê hinek dostan in ko navê wan kurd in û piştgîriya pirensîbên demokrasîyê û nirxên Emerîkayê yên hevbeş hevbeş dikin û dostên we ne. Baş e çima hikûmeta we heta niha navê PDK-ê û NYK-ê ji lîsteya terorê dernexistiye? Kongress û Senatoya Emerîkayê di vê warî de hewlê didin, me ji piraniya rayedarên Emerîkayê bîhistiye ko ev yek nedadperwerane ye û lazim e navê kurd ji vê lîsteyê were reşkirin lê heta niha ew pêngav nehatiye avêtin. Vêca em dê li bendê bin û bibînin ka gelo ev astengek e ji bo ko Emerîka piştgîriya me nake. Lê belê ez wisa dihizirim dem hatiye ko bilez navê kurdan ji vê lîsteyê bêt derxistin û herwiha bilez hewl bo piştgîrîkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê were dayîn da bikarin şerê DAIŞ-ê û terorîstan bikin.

Pirs: — Niha pêşmerge ji kûderê alîkarî û hevkarîyê werdigirin?

Mesrûr Barzanî: — Ew demek e ko em xwedanê hêzên çekdar in û me hinek alav û amûrên leşkerî jî hene û bo dabînkirina pêdiviyên leşkerî jî çi ji destê me were em dê bikin. Em ji bo hevkarî û piştgîrîya hêzên pêşmerge daxwaza amadekirina çarçoveyake qanûnî dikin. Dev ji min berde bila ez hinekê behsa pergala parastinê ya Îraqê bikim. Diviya li gor destûra Îraqê pêşmerge beşek be ji pergal û hêzên parastinê yên Îraqê, li gor bûdceyê foneka belî heye ko ji bo pergala parastina Îraqê hatiye diyar kirin. Dema ko behs behsa erk û berpirsiyartiyan be dibêjin pêşmerge beşek e ji hêzên parastina Îraqê lê dema behs dibe behsa maf, çekdarkirin û bûdceyê wê demê Bexda dibêje divêt kurd ji para ji sedî 17-yê ya Kurdistanê pêdiviyên hêzên pêşmerge dabîn bike.

Maneya vê yekê ew e ko Bexda bi vê rengî dixwaze tevahiya bûdceya Kurdistanê qut bike û ji bo parastina beşeke mezin ya Îraqê jî ne amade ye ko dînarekî bide hêzên pêşmerge ko li gor qanûnê heta niha Kurdistan beşek e ji Îraqê. Ev peyama ko gehêştiye me ew e ko erkê pêşmerge parastina welat e lê ne xwedanê mafan e ko ji Bexdayê bûdce û çekan werbigire. Emerîkayê gelek alav û amûrên leşkerî ji artêşa Îraqê re dabîn kir lê heta niha yek gule ji hêzên pêşmerge re neşandiye. Ev rastî ye û lazim e tevahiya cîhanê jî vê heqîqetê bizanibe. Emerîka em bi tenê hiştin da em bi tenê şerê terorê bikin û piraniya wê hevkariya leşkerî ko pêşkêşî ordiya Îraqê hatibû kirin ket dastê DAIŞ-ê de.

Pirs: — Gelo çiqas ji wan sîlehan gehêştiye destê kurdan?

Mesrûr Barzanî: — Baş e ez dibêjim ji sedî 70 heta ji sedî 80 ya hevkariyê ket destê DAIŞ-ê û ya ko ma jî ket destê takekes û qaçaxçiyan û hêzên pêşmerge jî bi tenê bo parastina wan deveran hatine livandin.

Pirs: — Gelo çekên artêşa Îraqê li wir bûn, diyar e ko pêşmergeyan ew çek ji bo ko nekevin destê DAIŞ-ê parastine, ne wisa?

Berisf: Batalyon û yekîne tê de bûn ko heta niha jî di destê ordiya Îraqê de ne û hêzên pêşmerge jî hevkariya artêşa Îraqê dikin, biryar biryara takekesî ye û xelkê jî çek birine lê ya rastî ew e ko pêşmergeyan dest bi ser çekên artêşê de negirtine.

Pirs: — Gelo hon cebilxaneya xwe çawe dabîn dikin? Tiştekî we ji derve nîne?

Mesrûr Barzanî: — Na mixabin nîne. Em hewl didin wan tiştên ko di destê me de ne em biparêzin û ew cebilxane têra şerekî demdirêj nake lewra bo hevkarîkirina pêşmergeyan me pêdivî bi rêyekî heye.

Pirs: — Gelo ji derve kes heye ko sîlehan ji we re bişîne?

Mesrûr Barzanî: — Na.

Pirs: — Ti kesek, ti tiştek?

Mesrûr Barzanî: — Di warê qanûnî de li gor destûra bingehîn ya Îraqê, ewlekariya Kurdistanê pirseke navxweyî ye û hêzên asayîşê jî ji bo parastina asayîşê hatine amade kirin, heta niha gelek caran me li bazarên derve hewl bo dabînkirina hin pêdiviyan daye lê mixabin heta niha negehiştine ti encamekî. Beşeke gelek zêde ji hevpeymanên me gotibûn ko dê hevkariya me bikin lê heta niha tiştek nekirine.

Pirs: — Gelo niha lîstok hatiye guhertin?

Mesrûr Barzanî: — Di warê piratîkî de me ti guhertinek nedîtiye lê gotinên biriqdar bîhistine.

Pirs: — Bi wan çek û cebilxaneyan ko niha di destê we de ne kurd heta kengê dikarin li hember wan êrîşan li ber xwe bidin?

Mesrûr Barzanî: — Baş e, ew yek girêdayî rewşa Îraqê ye ko gelo heta kengê bi vî rengî bidome û herwiha DAIŞ jî heta kengê li wir dimîne, gelo bihêztir dibe anjî lawaz dibe. Niha deverek di destê DAIŞ-ê de ye ko ji wê navçeya ko di destê rejîma Sûriyeyê de ye mezintir e û herwiha ji wan navçeyan ko di destê hikûmeta Bexdayê de ne jî mezintir e. DAIŞ çek û cebilxaneyên xwe ji Îraq, Sûriye û terorîstên dî dabîn dike. Niha DAIŞ bûye xeter li ser Kurdistanê û deverê ji ber hertim çek jê re têt, lê pêşmerge ti çekan ji ti aliyekî wernagire. Mesele bi vê yekê ve girêdayîye ka pêşmerge dê şerekî bi çi rengî bike. Elametên wê yekê xuya dikin ko DAIŞ xwe ji bo şereke gelek berfireh û mezin li dijî pêşmergeyan amade dike, ew yek jî bo Kurdistanê metirsiyeke gelek mezin e. Pêşmerge şerî dike lê ez nebawer im ko ev bi tenê şerê pêşmergeyan be lewra lazim e hevkariya pêşmergeyan were kirin.

Pirs: — Yanî ew bi êrîşên xwe cesaretê werdigirin?

Mesrûr Barzanî: — Belê rast e.

Pirs: — Hevkariya niha ya digel Emerîkayê di çi astekî de ye, hinek şewirmendên leşkerî yên Emerîkayê li Kurdistanê ne?

Mesrûr Barzanî: — Şandina şewirmendan bo Îraqê beşek e ji biryareke mezin ya Emerîkayê. Hinek ji wan berê jî li Hewlêrê û Bexdayê bûn û heta niha jî bi tenê bûyeran şîrove dikin.

Pirs: — Gelo hun dizanin ko çi rengê raportan ji Washingtonê re dişînin?

Mesrûr Barzanî: — Hêvî dikim ko ew ne tenê ji bo ko şîretan li me bikin hatibin Hewlêrê, jiber ko me ezmûna pêwîst bo xweparastinê heye. Hêvî dikim raportên wan bibin hevkar da Washington bizanibe rewş ta çi astekî aloz e û herwiha pêdiviyên pêşmergeyan çi ne.

Pirs: — Gelo bo çareserkirina vê kêşeyê Kurdistan û hêzên pêşmerge hevparên rast yên Emerîkayê ne?

Mesrûr Barzanî: — Kiryar ji gotinan zelaltir in, bêguman eger ji her efserekî ordiya Emerîkayê yê ko li Îraqê kar kiribe bipirsî dê ji te re bibêje ko li Îraqê pêşmerge hevpeymanên herî nêzîk yên Emerîkayê ne.

Pirs: — Di van rojên dawîyê de Bexdayê hatina balafirên kargoyê bo Hewlêrê qedexe kir, gelo vê yekê tesîreka berçav li ser rewşê heye?

Mesrûr Barzanî: — Mixabin ew biryareke gelek zarokane bû û Bexdayê bo weşartina şikest û siyaseta xwe ya şaş ew biryar derxist. Ew biryar tesîrê li ser arîakriya insanî, ticarî û aborî ya di navbera Kurdistan û cîhanê de dike. Rawestandina balafirên kargoyê bi vî rengî nedihat texmîn kirin lê ez hatim hayedar kirin ko cardî firîna wan balafiran destpê kiriye.

Pirs: — Di warê darayî de kurd di bin zextan de ne. Gelo v tesîreka çawa li ser rewşa ewlekarîyê dike?

Mesrûr Barzanî: — Bêguman ew yek tesîrê li ser ewlekarîyê dike, weke min got heta niha Îraqê ti carî para me ya sedî 17 ji Kurdistanê re neşandiye, piraniya mesrefên siyadî [yên dezgehên esasî yên dewletê] jê qut kiriye û ji ber vê yekê heta niha ji sedî 10 anjî 11 ji Kurdistanê re hatiye şandin. Hikûmeta Kurdistanê neçar bû ko ji pereyên xwe pêdiviyên hêzên pêşmerge û ewlekarîyê dabîn bike, biryara qutkirina bûdceya Kurdistanê biryareke giran e li ser ewlekariya Kurdistanê.

Pirs: — Gelo wisa nafikirî ko piştî firotina petrolê guhertinek di vê rewşê de were kirin?

Mesrûr Barzanî: — Ew yek proseseke gelek demdirêj e, ji ber ko di şevekî de mirov nikare asta berhemanîna petrolê zêde bike. Eger asta hilbirînê jî zêde bikî wê demê lazim e bazarekê bo firotina petrolê bibînî. Mixabin Kurdistanê rastî gelek metirsiyan hatiye, di warê dabînkirina bûdceyê de Bexda zextên gelek zêde li Hewlêrê dike. Ew hemî arîşe bûne sedema wê yekê ko tesîra wê biryarê li ser Kurdistanê giran be.

Pirs: — Gelo rewşa niha ya malî dê bibe sedem ko Kurdistan di vê demê de serxwebûna xwe îlan neke?

Mesrûr Barzanî: — Ew yek girêdayî helwesta civaka cîhanî ye. Ez bawer dikim di warê amadekariyên naxweyî de Kurdistan amade ye û gelek direng jî bûye. Berê piraniya xelkê Kurdistanê di vî warî de nirîna xwe diyar kirine û biryara xwe dane. Me jêrxana aborî ya Kurdistanê amade kiriye, dezgeh û saziyên me hene wekî parlamento û dezgehên aborî. Yanî me gelek hewl daye û niha Kurdistan ji gelek welatan ko berê serbixweyiya xwe diyar kirine amadetir e. Heger miqayeseyekê di navbera Kurdistanê û hinek welatên cîhanê de bikî vê demê ji te re derdikeve ko Kurdistan ji wan gelek pêşkeftîtir e. Daxwazên me gelek in û em dixwazin ji ya ko heye baştir bin lê ez bawer dikim ko ev yek biryareke siyasî ye, neko ka gelo Kurdistan di warê aborî de çiqasî amade ye. Lazim e civaka cîhanî û hinek ji welatên deverê meseleya serxwebûnê qebûl bikin û qebûlkirina vê yekê jî ne ewqas zehmet e jiber ko gelê kurd naxwaze li ti deverekî dijayetî û neryartiya ti kes û aliyekî bike. Em dixwazin jiyaneke baş û bextewer ji gelê xwe re dabîn bikin û dixwazin paşerojeke geş dabîn bikin, em dixwazin bi rêya aştî û danûstandinan digel cîranên xwe van pêngavan bavêjin. Xwedayê perwerdegar ew maf daye gelê kurd ko biryarê bide ka daxwaza paşerojeke çawe dike, eger biryar li ser serxwebûnê da wê demê lazim e civaka cîhanî bi başî lê binêre û qebûl bike.

Pirs: — Gelo tu duikarî hinekê tesîra destpêkê ya vê pêngavê şîrove bikî?

Mesrûr Barzanî: — Berî niha xelkê hinek pêşiya vê meseleyê digirt û me ji hin welatên deverê û cîhanê yên dostên kurdan helwêsteka negatîv didît. Lê belê niha ez bawer dikim ko meseleya serxwebûna Kurdistanê ji aliyê piraniya wan ve hatiye qebûl kirin. Ez bawer dikim ko faktorên siyasî wisa li xelkê dike ko biryarên rast bidin. Ew dewlet derketin û bihêzbûna grupên şidetperest û radîkal li deverê dibînin û dibînin ko di heman demê de jî Kurdistan wargeheke aram û pêşkeftiye û hatiye nûjen kirin û lewre ji xwe re dibijin ko çima em piştgîriya gelekî aştîxwaz û xwedana çanda lêborîn û demokrasiyê nekin. Seranserê deverê tejî alozî û pevçûn e û çima ew piştgîriya deverekî nekin ko li gor hemî deverê serkeftîtir û aramtir e?

Pirs: — Gelo Emerîka zextê li we dike ko digel Bexdayê û Îraqeka yekgirtî bin?

Mesrûr Barzanî: — Heta niha siyaseta fermî ya Emerîkayê piştgîriya Îraqeka yekgirtî ye, lê Îraq çi rengî yekgirtî ye? Gelo tiştek heye bi navê Îraqa yekgirtî? Gelo hikûmeta Malikî niha çiqasî dikare Bexdayê bi rê ve bibe anjî Bexdayê kontrol bike? Navçeyên suniyan di destê hikûmetê de nemane, û tevahiya deverên şîiyan jî ne di destê hikûmetê de ne. Daxwaz tişteke cuda ye ji rastîyê. Daxuyanî biriqedar û xweş in, Îraqeka yekgirtî, Îraqeka aştîxwaz û Îraqeka avedan... lê ew tenê slogan in jiber ko rastî tişteke gelek cuda ye, Kurd li hember parçekirina welat ne berpirsiyar in. Îraq ji ber lawaziya hikûmeta Bexdayê, ji ber teror û terorîzmê, ji ber kêşeyên dîrokî, olî û netewî hatiye parçe kirin û gelek faktorên dî bûne sedem ko welat ber bi vê rewşê ve biçe. Kurdan tenê weke faktorekê hewl dane ko beşek ji Îraqê bi aramî û selametî bimîne. Kurd li hember wan tiştên ko li Îraqê diqewimin ne berpirisyar in, xelkên dî berpirisyar in lewra çênabe ko Kurd baca şaşîtiyên xelkên dî bidin.

Pirs: — Gelo li deverên Kurdistanî ên derveya îdareya Kurdistanê jî refrandum dê bêt kirin?

Mesrûr Barzanî: — Ew navçe ko bi rastî hatine dagîr kirin di nava destûra Îraqê de bi navçeyên ko kêşe li ser wan heye hatine nasandin, ji ber ko di çarçoveya bername û planên siyasî de li başûrê Îraqê xelk bo wan deveran hatine şandin û di şûna şêniyên kurd yên wan deveran de hatine bi cih kirin, li Kerkûkê û hin deverên dî.

Li wan deveran kurd bi zordarî hatine der kirin mal û milkên wan hatine dagîr kirin û li deverên dî bûne aware, piştî hilweşandina rejîma dîktator ya berê derfetek hate pêş ko ev xelk daxwaza mal û milkên xwe bikin, ew hatin û bi darê zorê mal û milkê kurdan bo xwe birin. Kurdan jî dikarî tişteke wisa bikin lê kurdan ew karê qirêj nekir ji ber ko kurd naxwazin şaşîtiyên rejîma Sedam dûbare bikin. Me xwest ew kêşe di çarçoveya destûrê de bi awayekî aştiyane were çareser kirin lewra danûstandin destpê kirin.

Madeya 140-ê ya destûra Îraqê hebû. Wê madeyê sê qonaxên cuda bo çareserkirina vê kêşeyê diyar kirine, yek ji wan qonaxan normalkirina rewşa wan deveran bû ko ew jî ji du beşan pêk hatibû: hilweşandina guhertina bi qest ya demografiya deverê, û divêt tevahiya wan kesên ko bo guhertina demografiya deverê ji bo wan navçeyan hatine şandin werin wegerandin û qerebû kirin û herwiha divêt rê ji şêniyên resen yên wan navçeyan re were dayîn ko wegerin ser warên xwe û mal û milkên xwe werbigirin. Bi kurtî li gor madeya 140-ê divêt ew erebên ko ji aliyê rejîmê ve bo deverê hatibûn anîn cardî li deverên xwe vegerin û kurd jî wegerin ser warê xwe.

Beşa didoyê ya qonaxa normalkirinê ew guhertinên îdarî ne ko divêt di warê sînorên îdarî de werin kirin, bo nimûne li Kerkûk, Kelar û Xormatû. Ew deverên ko bi zanebûn ji vê wîlayetê hatine cuda kirin da bi vî rengî hijmara şêniyên kurd li vê wîlayetê werin kêm kirin, beşek ji wan deveran ji parêzgeha Selahedîn, Silêmanî, Diyala ye. Mebest ji wan guhertinan guhertina demografiya Kerkûkê bû ji ber ko dixwestin Kerkûkê bikin bajareke erebî.

Qonaxa didoyê ya madeya 140-ê pêkanîna serjimêriyê ye û qonaxa sêyê jî ko ji hemî qonaxan girîngtir e pêkanîna referandumê ye, referandum bo vê yekê ko şêniyên wan deveran biryar bidin ka gelo çi dixwazin, gelo dixwazin beşek bin ji Kurdistanê anjî beşek bin ji Îraqê, lê bi tenê şêniyên wan deveran maf heye ko beşdariya referandumê bikin, ew kesên ko ji derve hatine nikarin beşdariya referandumê bikin, ew maf tenê mafê şêniyên rast yên wan deveran e.

Belê ev naveroka madeya 140 diviya hatiba bi cih kirin lê heta niha nehatiye bi cih kirin, pere jê re hatiye amade kirin û çend kesek jî hatine qerebû kirin, lê serjimêrî û referandum nehatin kirin û endamên lîsteya Dewleta Qanûnê ya ko Malikî serokatiya wê dike eşkere kir ko wan bi zanebûn nehiştiye madeya 140-ê were bi cih kirin. Ew roj bi roj hewl didin ko tesîra vê madeyê kêm bikin ji ber ko naxwazin ew made were bi cih kirin.

Me zêdetir ji 11 salan bendewariya bicihkirina vê madeyê kir, baweriya me bi prosesa demokratîk hebû û me digot ev proses dê kêşeyên heyî çareser bike. Lê belê niha realîteyeka nû heye û ez dixwazim tekez li ser vê yekê bikim ko hêzên pêşmerge berê jî li wan deveran hebûn: li Kerkûk, Xaneqîn, Şengal û Mexmûrê. Berî dagîrkirina Mûsilê hêzên pêşmerge li wan deveran hebûn, lê piştî dagîrkirina Mûsilê û serkeftina DAIŞ-ê ordiya Îraqê ji wan deveran reviya û ev dever bi cih hişt û ti kesek nebû wan deveran li hember DAIŞ-ê biparêze, lewra pêşmerge bi hesta berpirsiyartiya xwe ya nîştimanî û netewî (ji ber ko piraniya şêniyên wan deveran kurd in) neçar man berê xwe bidin wan deveran û li hember DAI-ê biparêzin.

Pêşmerge tenê kurdan naparêzin belku tevahiya pêkhate û şêniyên wan deveran diparêzin ko ji ereb, mesîhî, tirkiman û kesên dî pêk hatine. Lê tevahiya wan xelkan ji aliyê Malikî û ordiya Îraqê ve bêyî parastin bûn û pêşmergeyan jî hest bi berpirsiyartîyê kir û dest bi parastina rewşa ewlekarî û aramiya wan deveran kir û tirsa me ew bû ko mebedên wan deveran bikevin destê DAIŞ-ê.

Em ji vê yekê piştrast in ko xelk dê biryarê li ser paşeroja wan deveran bide. Bêguman prosesa referandumê dê ji aliyê hejmareke zêde ya çavdêran ve bêt teqîb kirin. Eger xelkê xwest bibin beşek ji Kurdistanê wê demê ew dever dê vegerin ser Kurdistanê. Xelk azad in ko biryara xwe bidin ji ber ko hikûmeta Îraqê di warê bicihkirina destûrê de serkeftî nebû û nexwest destûrê bi cih bike. Niha kurd dixwazin bi vî rengî destûrê bi cih bikin û mafê hilbijartinê bidin xelkê da xelk biryara xwe bide ka dixwaze wegere ser Kurdistanê anjî beşek be ji îdareya Bexdayê. Wekî kurd ti gumana me li hember nasnameya kurdî ya wan deveran nîne. Em guh nadin wê yekê ka ereb, mesîhî yan kesên dî li Kurdistanê dijîn ji ber bo me girîng ew e ka ji kûderê heta kûderê Kurdistan e.

Pirs: — Gelo wergirtina wan deveran ji aliyê hêzên pêşmerge ve pêdivî bi hewldaneke zêdetir heye?

Mesrûr Barzanî: — Belê bêguman gelek zehmet e.

Pirs: — Gelo tu wisa dihizirî ko hun dikarin tevahiya wan deveran kontrol bikin?

Mesrûr Barzanî: — Em hewl didin û bihêvî ne, me berî niha jî qurbanî dane, ew yek karekî zehmet e û ne hêsanî ye.

Pirs: — Di warê hevbeşiya digel Emerîkayê de gelo ti pêşveçûnek di vî warî de heye?

Mesrûr Barzanî: — Ez naxwazim behsa hin tiştên hesas bikim lê peywendiyên navbera me baş in û ew peywendî jî didomin û em hewl didin ko peywendiyên xwe berdewam bikin.

Pirs: — Gelo heta niha we ti rêz anjî şaneyeke razayî ya terorîstan li Kurdistanê hilweşandiye?

Mesrûr Barzanî: — Belê di dema êrîşên derbasbûyî de hewldaneke bi vî rengî hebû û dixwestin rêzên xwe yên razayî çalak bikin lê hatin hilweşandin û çend kesek jî hatin binçav kirin.

Pirs: — Gelo dikarî hinekê zêdetir şîrove bikî?

Mesrûr Barzanî: — Pîştî êrîşên eylûla derbasbûyî hijmarek kesan hewl dane, herî kêm du caran hewl dane ko terorîstên xwekuj bişînên Kurdistanê lê ew herdu terorîst hatin girtin. Hejmarek ji wan kesên ko ji Kurdistanê çûne Sûriyeyê û bûne endamên DAIŞ-ê, hinek ji wan hatine handan da vegerin Kurdistanê û karên terorîstî bikin, hejmarek ji wan berî ko her karekî bikin hatine girtin û hinek kesên dî berî ko biçin nava rêzên DAIŞ-ê hatine girtin.

Pirs: — Gelo piştî bûyera Mûsilê hewldanên wiha zêde bûne?

Mesrûr Barzanî: — Na, me ti tiştek nedîtiye.

Pirs: — We got hun li hember wan bûyeran ecîbmayî ne. Gelo rast e ko kurdan berî wan bûyeran Bexda haydar kiribû?

Mesrûr Barzanî: — Min got bilez hilweşandin û bilez paşvereviyana ordiya Îraqê bû sedema ecîbmayîna me, me dizanî ko li başûrê Mûsilê DAIŞ heye, me Bexda hayedar kir ko DAIŞ-ê bernameya xwe bo Mûsil û derdorê amade kiriye. Kê texmîn dikir ko bi hejmareke çekdar ko nabin du hezar, DAIŞ dikare bilez bajareke mezin weke Mûsilê dagîr bike. Kê hizira vê yekê dikir ko bi du hezar çekdaran ordiyeka mezin were hilweşandin. Ev tişt bûn sedema ecîbmayîna me, rengê hilweşiyana ordiya Îraqê ji bo me bû sedema ecîbmayînê, tişta dî jî ewe ko DAIŞ-ê tenê şer nekir belku çend gurûpên dî jî hene ko hevkariya DAIŞ-ê kirine herwiha hejmareke zêde ji xelkê jî ko li dijî siyaseta Bexdayê bûn hevkariya DAIŞ-ê kirin.

Erebên sunî peywendiyên baş digel Bexdayê nînin û lewre bi sumiyan xweş bû ko DAIŞ hebe û ne Bexda. Bi suniyan pê xweş bû ko DAIŞ deverê kontrol bike û ne Bexda. Texmîn bike ko ew xelk ta çi astekî ji siyaseta Bexdayê bêzar bûne, ew bêzarbûn bû weke handereke mezin û bihêz da DAIŞ bi rewşê bilîze û fêdeyê ji bêzarbûna xelkê ji Bexdayê werbigire.

Pirs: — Gelo heta niha hun gehiştine wan gurûpên ko ne hevalên DAIŞ-ê ne?

Mesrûr Barzanî: — Terorîst her terorîst e ca bi çi form û bi çi awayî dibe bila bibe. Em xwe nêzîkî wan nakin ji ber ko em bi tundî li dijî terorê ne, lê çend gurûpek hene ko hinek serdemiyane ne û endamên eşîretan in, ew jî dixwazin li dijî terorê rawestin û li hember DAIŞ-ê xwe biparêzin. Beşeke gelek mezin ya suniyan bûne qurbanên vê rewşê. Lazim e daxwazên suniyan ji terorê werin cuda kirin, ji ber ko daxwazên welatiyên sunî daxwazên rast in û li hember vê rewşê jî gumanên wan hene.

Pirs: — Gelo hun ji nêz ve kar digel wan eşîretan dikin?

Mesrûr Barzanî: — Peywendiyên me bi gelek eşîretên sunî re hene, lê mixabin jiber DAIŞ-ê û pergala ko bi zorê ferz kiriye çalakiyên wan eşîretan gelek kêm û lawaz bûne.

Pirs: — Di hin raportan de behsa vê yekê tê kirin ko DAIŞ-ê hinek çekdarên xwe ji Mûsiê derxistine?

Mesrûr Barzanî: — Ew gotin ne rast in, ji ber DAIŞ bo êrîşan hêzên xwe dilivîne lê ew jî ne bi wê wateyê ye ko dev ji beşek ji Mûsilê berdabe.

Pirs: — Gelo ti nîşanek heye ko DAIŞ bihêz e?

Mesrûr Barzanî: — Ez bawer dikim ew di destpêkê de ne, lê belê çiqas dem derbas bibe ew dê derfeta ko ji nû ve xwe organîze bikin peyda bikin. Bi du hezar çekdaran hatin lê belê niha 12 hezar çekdarên wan hene.

Pirs: — Yanî dem faktor yan jî hêmaneka esasî ye?

Mesrûr Barzanî: — Belê bêguman.

Pirs: — Yanê Emerîka û aliyên dî ti sozek nedane we?

Mesrûr Barzanî: — Heta pêngavên pratîk nebînin em hêsanî bi daxuyaniyên siyasî germ nabin.

Pirs: — Gelo Tirkiye ti peyamek daye we?

Mesrûr Barzanî: — Heta niha me ti pêngaveke pratîk nedîtiye û ti kesî ti arîkarî yan piştgiriyeke madî nedaye me.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2014-07-26
Xwendin: 1918
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org