HEWLÊR, 21/8 2014 — Hikûmeta Kurdistanê duhî bi daxuyaniyeka nivîskî spasiya civaka navdewletî û welatên ko di şerê li dijî DAIŞ-ê de arîkariya Kurdistanê dikin kir û got mînorîteyên li Kurdistanê û Iraqê rûbirûyê jenosîdê dibin û divêt bên parastin.
Teksta daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê li jêrê ye:
Hikûmeta herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkeşî serok Obama dike û biryara pêkanîna êrîşên asmanî li dijî hêzên tarî yên DAÎŞ-ê ko xelkê bêtawan li Kurdistanê û mînorîteyên dêrîn yên Îraqê weke êzidî, mesîhî, şebek û grûpên dî yên biçûk dikuje, talan dike û derdixe bilind dinirxîne. Em ji navçûna wan mînorîteyna û olan ditirsin eger demildest êrîşên rêxistina terorîst ya DAÎŞ-ê nehên rawestandin. Em ditirsan ko tevkujiyeke sertaserî li dijî van grûpên bêdesthilat bêt kirin. Herwesa em ji wê yekê ditirsan ko îdeolojiya nevirovane ya kuştin û serbirînê bibe gef li ser hebûna Kurdistanê ko li Îraqê êkane herêma biîstîqrar, demokratîk û bitolerans e.
Em spasiya wan hemû mêr û jinan dikin yên ko di ordiya Emerîkayê de êrîşên yekalîker li dijî hêzên terorîst yên DAÎŞ-ê pêktînin. Em pir ji dil spasiya civata karûbarên derve ya Yekêtiya Ewropayê dikin bo wê biryara ko rê ji welatên endam re dide ko alavên leşkerî bo hikûmeta herêma Kurdistanê dabîn bikin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê hevkariyên mirovî û piştgiriya siyasî û dîplomasî ya welatên Emerîka, Fransa, Brîtaniya, Îtalya, Kanada, Norvêj, Tirkiye, Îran, Îmarat, Polonya, Komara Çekê, Macaristan, Awisturya, Japon, Urdin, Konseya Ewlekariyê û ajansaên Neteweyên Yekgirtî ko pêşkeşî herêma Kurdistanê dikin bilind dinirxîne.
Ew kiryarên rêxistina terorîst ya DAÎŞ-ê li dijî mînorîteyên Kurdistan û Îraqê dike kiryarên dirindane ne. Bi qenaeta me, piştî êrîşên Sedam bo ser xelkê sivîl yê kurd di salên 1988 û 1989-ê de bi çekê kîmyayî, weke xelkê bajarê Helebceyê, ev hovtirîn kiryar e em dibînin. Me têra xwe şer, kavilkirin û malwêranî dîtiye, dema bi sedhezaran ji kurdan û mînorîteyên dî ji tirsa rejêma berê ya Îraqê di bihara sala 1991-ê de ber bi tixûbên Tirkiye û Îranê çûn. Me têra xwe mirov qurbanî dane û bindestî, komkujî, jênosîda û malwêranî dîtiye, dema rejîma jinavçûyîya Sedam di sala 2003ê de li ser kursiya hukimdariyê hat êxistin. Van kiryaran bi bîra me anî ko hêj derdorên me bi hêzên tarî yên tu qîmetê nedin jiyana mirovan, dagirtîye.
Rêxistina terorîst ya DAÎŞ-ê û êrîşên wan yên hovane li dijî mînorîteyan û olan gefê li hebûna wan mînorîteyên bêdesthilat li Şingalê û devera Nînewa dike. Yên ko karîne xwe ji mirinê xilas bikin û xwe bigehehînin deverên aram, ji sedema wê malwêraniya bi serê wan de hatiye, nuha ew bi kom diêşin. Em bi hev re, digel civaka navdewletî, ji bo parastina mînorîteyan û olan li Kurdistan û Îraqê berprisiyariya xwe bi cî tînin.
Li ser me pêwîst e em kar bikin ji bona ew kesên bûne qurbaniyên kiryarên terorîstan bi awayekî hêja veşêrin, û di heman demê de kar bikin ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bi birîndaran û lêqewmiyan ko niha li Kurdistanê ne. Pêwîste li gor hemû îmkanên xwe em lêbixebitin ji bona vegerandina wan jin û zarokên ko ji aliyê rêxistina terorîst ya DAÎŞ-ê ve hatine revandin. Di heman demê de bi baştirîn awayî sexbêriya koçberên ko ji sedema ew karesate ji encamê revandina kasûkarên wan bi serê wan hatine, niha jî diêşin bikin.
Careke dî em spasiya hemû serkirdeyên siyasî, parlamenter, berprisên leşkerî, tîmên rizgarkirinê, ajansên Neteweyên Yekgirtî, tîmên saxlemiyê, hêzên pêşmerge û hemû xelkê dikin ko ya ko li ser wan bû ji bo rizgarkirina zêdetirîn hijmara hevwelatiyan kirine. Qenaeta me ewe ko her dema alavên pêwîst yên leşkerî bi dest pêşmerge bigehin, dikarin hevwelatiyan û destkeftiyên demokratîk, pirneteweyî, olî, lêbihurînî û pêkvejiyanê li herêma me biparêzin. Piştgirî û pabendiya navdewletî ji me re dibêje ko ew ji bo buha û prensîpên rast û dirust şer dikin. |