[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan çiraya demokrasiyê ye
» Nêçîrvan Barzanî
 
HEWLÊR, 6/11 2014 —

Bi xêr bên

Ez kêfxweş im ko beşdariyê di vê panelê de dikim.

Di dawiya sala 1989-ê de dîwarê Berlînê hat ji nav birin, du salan piştî wê bûyerê Yekîtiya Sovyetê hilweşiya, cenga sar bi dawî hat, gelek welat azad bûn, piştî sala 1991-ê behsa pêla çaremîn ya demokrasiyê hat pêş. Siyasetmedar û akademîsyenan behsa sîstema nû ya cîhanê dikir, çiraya gelên jêrdest û bêmaf geş bû.

Çend sal derbas bûn, li Rojhilata Navîn guhetinên mezin çêbûn, pêla çaremîn ya demokrasiyê negehişte devera me, gelek kesan behsa neminasibiya demokrasî, sîstema siyasî û kultura Rojhilata Navîn dikir û gelek kes li hember deverê bêhêvî bûn, helsengandin û dîtinên wan reşbîn bûn, kêm kesan di wê demê de hizra pêxistina çiraya demokrasiyê li devereke bêdemokrasî dikir, ew çiraya hîngê navê wê Kurdistana Îraqê bû ko li gulana 1992-ê di prosesa demokrasiyê de pêngaveke dîrokî avêt û parlamentoyeke azad hilbijart.

Her di wê salê de Parlamentoya Kurdistanê biryar da ko peywendiya herêma Kurdistanê digel dewleta Îraqê li paşerojê li ser esasê federalîzmê be û kêm kes, ji derveyî hêzên siyasî yên Kurdistanê, çaverê bûn ev xewn bi cî bibe, lê xewna me hertim zîndî bûye. Em nabêjin me kêmasî nînin, lê ya ko em jê piştrast in ew e ko em li ser rêyeka rast ber bi paşerojeke geş ve gavan diavêjin. Şêx Ubeydulayê Nehrî di sala 1880-yê de xewn bi hindê ve dît ko biryara kurdan di destê kurdan bi xwe de be û serhildan û şoreşên sedsala borî ji bo wê armancê bûn.

Sala 2003-yê guhertineke asasî bi ser Îraqê de hat, di nava du salan de serkirdeyên Kurdistanê û pêkhateyên dî yên Îraqê li ser bingehê dewleteke demokratîk, plural û federal û li ser destûreke nû bo Îraqê li hev kir. Li Îraqê referandum li ser destûrê kir û 4/5 dengderan li sertaserî welat, îraqiyan, ev destûra nû qebûl kir.

Ji sala 2005-ê û vir de sê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin, hikûmet bi aştî pêkhatiye û desthilat bi awayekî aştiyane dest bi dest kiriye. Em gelek caran wê yekê jibîr dikin ko daxwaza sereke ya serhildan û şoreşên Kurdistanê demokrasî, mafê mirov û mafên kêmneteweyan bû.

Federalîkirina Îraqê daxwaza sereke ya gel û nûnerên Kurdistanê bû. Ev çarçoweya dîrokî ji bo têgihiştina me li hember guhertinên niha yên Rojhilata Navên giring e.

Di van çend salên dawiyê de em dibînin sîstema siyasî ya deverê rastî kirîzeke tirsnak û paşerojeke nediyar bûye. Hindek rejîmên wekî ya Sedam Hisên, Miemer Qedafî û Hisnî Mibarek li ser desthilatê nemane. Hindek welat jî weke Sûriye û Yemenê rastî şerên navxweyî û îdeolojiya şidetxwaz bûne. Em jî li herêma Kurdistanê nikarin metirsiya rûbirûbûna digel hêzeke çekdar ya gelek hovane ko alaya dewleta Îslamê bilind kiriye piştguh bixin, çunkî dibe bibe gefa man û nemana me.

Herêma Kurdistanê niha li dijî hêzeke pirçek ya şidetxwaz rawesta ye, xelkê Kurdistanê nikare bi tenê li dijî vî awayê terora nû serkeftinê bi dest ve bîne. Pêwîstiya me bi hevkarîya serbazî, mirovî, ekonomî, îstîxbaratî û exlaqî ya dostên me li derve heye. Em li herêmekê dijîn ko xebatên ji bo çespandina demokrasiyê rastî gelek keleman tên, mafên kêmneteweyan û olên deverê tên binpê kirin û siyaseta şidetxwaz bûye çarerêya êkane.

Herêma Kurdistanê, miqayese digel gelek welatên dî yên Rojhilata Navîn, mînaka prosesa aştîxwazî û singfirehiyê ye, parastina vê tecrûbeyê wezîfeya gişt aliyên demokratîk û azadîxwaz e. Parastina tecrûbeya me dê hêviyê bide gelek kesên ko demokrasî, lêbihurîn, bihevrejiyan û parastina mafê kêmneteweyan ji bo wan giring e û giringiyê pê didin. Bêguman eger em ji derve li Rojhilata Navîn temaşa bikin, bi taybetî bi çavê medyayê, em dibînin kuştin li gelek cîyan heye. Lê çênabe em wê rastiyê jî jibîr bikin ko herêma Kurdistanê weke hêzeke aramkirinê, di 15 salên borî de, li Îraqê roleke çalak lîstiye.

Di germatiya şerê navbera sunî û şîiyan de li Îraqê, hêzên siyasî yên Kurdistanê hewil daye xalên hevbeş di navbera wan de ji bo aramkirina rewşa emnî û siyasî li welêt bibîne. Mal û ofîsên serkirdeyên Kurdistanê li Bexdayê ji bo lihevnêzîkkirina hêzên siyasî li Îraqê vekirîbûne, bi taybetî cenabê serokomar Talebanî, di wê demê de bi her awayî lêdixebitî ko wan pêkhateyan nêzîk hevdu bike.

Hindek ji mêvanên me yên biyanî car-car digel me behsa sewîyeya lêbihurîna xelkê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyan ve dikin beramber wê hemî neadaletiya dîrokî ya li hember me di vî welatî de hatiye kirin. Behsa xweragiriya xelkê deverên nakokbar dikin ko îro zêdetir ji 10 salan e bi nefeseke domdirêj çaverêyî cîbicîkirina mafên xwe yên destûrî dikin da bo ser cîyên bav û kalên xwe vegerin. Em dê bi hemî îmkanên xwe arîkariya gişt pêkhateyên welatê xwe ko xedir lê tê kirin bikin. Parastina wan ango parastina xelkê Kurdistanê, ango parastina axa Kurdistanê.

Eger li tecrûbeya Kurdistanê li Rojhilata Navîn temaşa bikin, em dikarin bêjin tovê lêbihurînê û dîtina çareseriyên minasib ji bo wan pirsgirêkên siyasî yên ko me hene ne tiştekî mistehîl e. Pirsiyara sereke ev e: Em çawa bingehên hevbeş bi hev re diyar bikin, li ser wan li hev bikin û pişt re hurmetê jê re bigirin?

Dema em behsa sîstema siyasî ya nû li Rojhilata Navîn dikin, dikare lêkolîn li ser gelek aliyên tecrûbeya Kurdistanê bê kirin da bizanîn çawa li ser astê deverê fêdeyê jê werbigirin. Di çarçoveya jeopolîtîka aloz ya deverê de, herêma Kurdistanê îro bûye faktoreka îstîqrarê û di dîroka kurt ya tecrûbeya demokrasiya xwe de karîye wê rastiyê îspat bike ko herêma Kurdistanê li deverê ji bo hemî wan welatên derdûra me dijîn, faktora îsîtqrarê ye.

Vebûna Kurdistanê bi rûyê cîhana derve û teşwîqkirina sermayedarên xwemalî û biyanî ekonomiya herêmê guhart. Siyaseta modern ya di warê neftê de heta dereceyekê pirsa elektrîkê û enerjiyê li herêma Kurdistanê çareser kir û Kurdistan jî li ser nexşeya enerjiyê ya timama cîhanê kir navek. Van pêngavan hemûyan bi hev re hêvî bi gelê Kurdistanê û welatên cîranên me bexşî ko aştî û pêkvejiyan li Rojhilata Navîn ne karekî mistehîl e.

Sê meh berê tecrûbeya demokratîk û pêkvejiyana bi aştî û biîstîqrar li Kurdistanê li ber gefên man û nemanê bû. Biryara dostên me û demokratîkxwazan ko li hewara me bên, belgeyek eşkere ye ko xebatên me yên siyasî, serbazî, ekonomî û civakî yên çend salan ne belaş bû.

Bi ya min dikare li ser jidaykbûna sîstemeke nû li Rojhilata Navîn û şertên berdewambûna wê, bi piştbestin bi tecrûbeya herêma Kurdistanê, bi hûrî lêkolîn bê kirin.

Di sala 1991-ê de, em rastî koçeke mezin bûn, dema rejîma Sedam Hisên piştî şikestian şerê Kuwêtê raste-rast êrîş kir ser Kurdistanê. Hêzên hevpeymaman hingê, piştî demeke kurt, li hawara gelê Kurdistanê hatin û ji bona parastina gelê Kurdistanê ji asîman, devera "no fly zone" dirust kir. Hindek ji dostên kurdan behsa hindê kir ko civaka navdewletî berprisiyariya xwe li hember parastina miletekî ko wî bi xwe îmkanên parastina xwe nebûn, cîbicî kir. Hindek akademîsyen û siyasetmedaran digot: dikare bêt gotin sîstema nû ya cîhanî piştî cenga sar, li ser bihawarhatina gelê Kurdistanê hat dariştin.

Dikare îro jî bê gotin sîstema nû ya Rojhilata Navîn, ne bi tenê li ser bihawarhatina herêma Kurdistanê hat dariştin, lê belê tecrûbeya me ya pêkvejiyanê, xebatên ji bo çespandina prensîpên demokrasiyê, pluraliyê û rêzgirtina li welatên cîran û dîtina çareseriyên aştîxwazane ji bo tehediyên li pêşiya me hene reşbîniya me li hember Rojhilata Navîn kêmtir dike. Hêviyê dide me ko Rojhilata Navîn jî dikare pêngavên mezin û biçûk ber bi azadî, serbestî û demokrasiyê ve bavêje.

Ez hêvîdar im tecrûbeya Kurdistanê vê carê bibe meşxelek ji bo geşbîniya me li hember Rojhilata Navîn li ser bingehê rêzlihevgirtin, singfirehî, hevkariya dijî terorê, parastina mafê mirovî û kêmneteweyan, avedankirina welatê me, xizmetguzarî û sîstema hikimdariya dirust û minasib digel jiyana vê serdemê.

Digel rêz û spasiyên min

***

Têbînî: Teksta axaftina serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ko duhî di foruma Middle East Research Institute (MERI) de pêşkêş kir.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2014-11-06
Xwendin: 1917
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org