[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Kembera erebî projeya erebkirina axa Rojavayê Kurdistanê bû
» Abdulsemed Dawud behsa kembera erebî dike
 
STENBOL, 26/11 2014 — Piştî ko li Rojavayê Kurdistanê beşek ji rêveberiyê ket destê hêzên kurdan û li herêmên kurdan "kanton" hatin avakirin qutbûna herêmên kurdan li rojava bû kêşeyeke berbiçav. Ev qutbûna di encama kembera erebî ya li ser sê qonaxan ve hatibû plankirin û bi mişextkirina du milyon kurdan encam dabû. Ji bo fêmkirina dîroka rojava û rewşa niha divê meriv li ser kembera erebî kûr hûr bibe.

Li Sûriyê kêmnetewa herî mezin kurd in. Li gor lêkolînvanên bêalî serjimara kurdan li Sûriyê nêzikî du milyonan e. Ev jî teqabûlê ji % 10 tevahiya nifûsa Sûriyê dike. Ji hêla din ve hin çavkanî serjimara kurdan zêdetir, hin çavkanî jî kêmtir nîşan didin. Sedemên vê yekê ev in: Rêveberiya Sûriyê ti caran xêjî ereban ti gelên din wek netewe qebûl nekirine û li gor nêrîna xwe jî hewce nedîtine ko serjimareke bê alî çêkin. Ya din jî nêzikî 120.000 kes ji hemwelatitiyê hatin derxistin ko tevahiya van kesan kurd bûn. Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi tevahî zaravaya kurmancî bi kar tînin û gava em bala xwe bidinê em ê bibînin hema hema piraniya van kurdan sunî û hin jî ji wan êzdî ne û li tevahiya herêmê belav bûne.

Belavbûna nifûsa kurdan, ji sêgoşeya Iraq, Turkiye û Sûriyê dest pê dike û di ber sînorê Tirkiyê re berdewam dike heta ko xwe digihîne Behra Spî. Kûrahiya xaka kurdan li hin cîyan 20, li hin cîyan 50 û li hin cîyan jî xwe digihîne 70 kîlometreyî. Li herî rojhelat navçeya Dêrikê heye ko navê Wê ji hêla dewletê ve wek El Malîkiye hatiye guherandin. Dû re Tirbespiyê (Al Qahtaniya) û Qamîşlo tên. Kurd ber bi başûr ve hatanî Hesekê belav dibin. Ko Hesekê navenda wîlayeta Hesekê ye bi awayekî nîvenîv kurd û ereb lê dijîn. Ber bi rojava ve navçeya Amûdê tê û dû re ber bi rojava ve Serêkaniyê (Res al-ayn) heye ko kurd li vir piranî ne. Ji Serêkaniyê pê ve serdestiya ereban dest pê dike hetanî bajarê Kobanê. Di vê navberê de bajarê Girê Spî (Tel Ebyad) heye Ji Kobanê ber bi rojava ve Serîn û Ezaz tên. Herwiha nîfûsa kurdan ji wir berbi Efrîn û çiyayê kurmên ve diherike. Bi Çiyayê Kurmênç ve kurd xwe digihînin Behra Spî. Rejîma Sûriyê xwest ko yekparebûna xaka kurdan ji holê rake û ji ber vê jî projeya kembera ereban derxist holê. Em jî li ser kembera ereban bi siyasetmedar û nivîskarê Rojavayê Kurdistanê Abdulsemed Dawud
re axivîn.

Proja kembera erebî ji hêla rejîmê ve ji zû ve hatibû plankirin. Lê di pratîkê de bi serjimara 62-an dest pê dike. Di 5 cotmeha sala 1962-an de serjimarek çêbû û ev serjimar tenê li herêma Cizîrê pêk hat. Ji ber ko tenê serjimar li herêma Cizîrê pêk hat bû û diyar bû ko ev di çarçoveya planekê de ev hatibû kirin. Abdulsemed Dawud derbarê vê serjimarê û planên rejîma Suriyê de wiha got: “Her kesî dizanibû ko ev serjimar bo hin planan hatibû kirin. Ji xwe serjimar di rojekê de hate kirin û kesên ji hemwelatiyê dê bên derxistin jî diyar bûn. Kesên ko dikaribûn bertîlan bidin wezîfedaran xwe xelas dikirin. Bi vê serjimarê nêzikî 150 hezar kurd ji hemwelatitiya Suriyê hatin derxistin. Ji kesên ko ji hemwelatikiyê hatin derxistin re gotin: “Hûn biyanî ne. Hûn ji Tirkiyê hatine vir û divê vegerin Tirkiyê.”

Piştî ko ev kurd ji hemwelatitiyê derxistin, erdên di destên wan de jî ji wan hat wergirtin. Kesên di dewletê de wezîfedarbûn ji kar hatin dûrxistin û kesên di artêşê de fermandar bûn jî karê wan ji destê wan hat standin. Tiştine ewqas ecêb hatin kirin ko kesên nexweş nedikaribûn biçûyana nexweşxaneyan û nedikaribûn li otêlan bimana. Helbet bi dehan sedemê vê ‘biyanîkirinê’ hebûn lê di serî de valakirina herêma kurdan dihat. Ew bi van biryaran heta astekê bi ser ketin û gelê li wir mecbûr kirin ko ew bazdin herêmên din ên Sûriyê an jî welatên din.

Gava ko meriv dewletên ko xaka kurdan dagir kirine dide ber hev dibîne ko dewleta Sûriyê vê projeya ‘pişaftina kurdan’, ‘valakirina xaka kurdan’ û ‘cîguhestina kurdan’ piştî dewletên din daye destpêkirin. Ango bi awayek din meriv dikare bibêje ko dereng maye. Di salên 1935-an de Hikûmeta Iraqê, gelek êlên erebên başûrê Iraqê anîn û li Kerkûkê bi cî kirin. Erebkirina Kerkûkê jî ji wê demê ve dest pê dike. Ko meriv li sedemên erebkirina Kerkûkê û Cizîrê dinêre, tiştên nêzî hev derdikevin pêşberî me. Herdû herêm jî ji hêla neftê û candiniyê ve dewlemend in. Li bakur jî bi dehan gundên kurdan piştî serhildanan hatin kavilkirin, bi hezaran kurd ber bi rojavayê Tirkiyê ve hatin koçkirin. Di ber re jî hin gundên tirkan di nav gundên kurdan de hatin avakirin.

Abdulsemed Dawud wek têbiniyek behsa beriya projeya kembera erebî dike û wiha dibêje: “Di sala 1958’an de dema yekîtiya Misir û Sûriyê hat avakirin û Cemal Abdûlnasir bû serokê dewletê, şovenîzma ereb zêdetir bû. Di wan deman de yekem partiya kurdan, Partiya Demokrasiya Kurdistana Sûriyê (PDKS) bû. Şovenîstên ereb bi tûndî li hember vê bûyerê derketin û bi dehan berpirsiyarên partiyê bi salan hatin girtin. Beriya kembera ereban li Kurdistanê 10 gundên ereban hatibûn avakirin. Ev ne di çarçeveya kembera erebî de bû lê 10 gund li ser çemê Xabûrê hatibûn avakirin. Van ereban ji parêzgeha Suweyda hatibûn vir.”

Piştî ko li Sûriyê partiya Baas hat ser desthilatiyê şovenîzma ereban zêdetir bû. Abdulsemed Dawud dibêje ko wê demê li Kurdistanê wek Yahûdîstanê dinihêrîn û digotin, “Em çawa bi Yahûdîstanê re têdikoşin divê em bi heman awayî bi Kurdistanê re jî têbikoşin. Abdulsemed Dawud wiha berdewamî da axaftina xwe: “Wê demê serokê parastina Hesekê Muhetap Teleb Hilal bû. Ev Baasî bû û di 61-an de pirtûkek li ser kurdan amade kiribû. Di pirtûkê de planên paqijkirina Cizîrê ya ji kurdan hebû. Helbet tirsa wan hebû û bi lezgînî dixwestin vî karî xwe yê qirêt pêk bînin.” Ko meriv wan salan dinêre sedemên van planan bi zelalî xwûya dibin. Sedema yekem ewbû ko li ber serê Cizîrê şoreşa Mele Mistefa destpêkiribû û li Cizîrê neft hatibû kifşkirin.

Abdulsemed Dawud dibêje ko planên di pirtûkê de hatibûn rêzkirin 12 xal bûn û didomîne: “Di xala yekem de gotin ko em dest deynîn ser xaka Cizîrê. Divê em kesên kurd ji vir bidin barkirin û êlên ereb bi cî bikin. Ger ko êlên ereb nebû em êbaregehên leşkerî bixin cîê wan. Gotin ji bo ko em wan bidin koçkirin divê em nasnameyên wan ên fermî jî ji wan bistînin. Herwiha gotin ko ereb li wir bi cî bibin ewê zordariyê li kurdan bikin û kurd jî wê vir biterikînin. Ji bo vê yekê jî rejîmê çek dan ereban. Da ko hemû deriyan li ber kurdan bigrin. Divê em kurdan berî hev bidin. Em emir dikin ji parastina xwe bi vî karê dest pê bikin. Divê em nehêlin bixwînin. Ji ber ko xwandin wan bi wan dihesîne. Ji bo vê yekê jî divê dibistanên bajarên Kurdistanê werin giritin. Em derdora dîndarên kurd teng bikin û wan tengav bikin. Em bibêjin ya wek me bibêjin yan jî derkevin herin”

Piştî ko projeya kembera ereban hat destpêkirin di navbera salên 1961-71-an de du milyon xaka dewlemend ji destê kurdan derket û dewletê dest danî ser. Ev xaka dewlet êdest danîbû ser ji Dêrikê ko herî rojhelata Kurdistana Sûriyê ye dest pê dikir hetanî rojavayê Serêkaniyê. Dirêjiya vê xetê bi ber sînor ve 275 kîlometre bû û di navbera 10 û 20 kîlometre ber bi hûndir ve fireh dibû. 335 gundên kurdan ên ko diketin ber vê xetê ji kurdan hatin standin. 150 hezar gundiyên li vê derêdijiyan bê cî û war man.

Abdulsemed Dawud bi awayekî henekî û mixabinî dibêje ko kurdên gundî destê wan di tengala wan de bi neçarî ji dûr ve li xaka xwe ya ko tirba kalikê wan li wir bu dinêrîn û wiha berdewam dike: “Ji van du milyon erdan milyonek donim dan elên ereban . Milyonek jî dan leşkerên payebilind. 40 gundê modern bi elektrîk, rê û bi av ava kirin. Gundê kurdan li kêleka wan bê av û bê elektirîk bûn. Di her gundî de sed mal hebû û cendirme jî didan cem wan, di ser de jî sîleh didan wan. 175 km dirêjiya van gundan heye. Van gundan ji hev di navbera 3 û 5 km dûr in. Ji sînor ber bi hundir ve jî 5 heta 7 km kûrahiya wan heye. Em ji wan re dibêjin Mustaltana. Mustaltana ji gundên beyaniya re dibêjin ko bi zorê di xaka yekî de hatibe avakirin.”

Ev gundên hatin avakirin di navbera 80 û 100 malî de bûn û di navbera 150 û 300 donimî de erd dan van malan. Ji xwe di warê zanistî de jî hat îspatkirin ko xaka herî dewlemend herêma Cizîrê ye û ev xak di nav van êlên ereb de hat pervekirin. Di serî de ji van ereban re gotin ko em erdan ji bo demekê didin we lê dû re tapoya van erdan dan wan. Li gor agahiyên Abdulsemed Dawud dide me hetanî sala 1974-an 4 hezar û 600 kes di van gundên nû yê li ser sînor ava bibûn de dijiyan. Di dawiya qonaxa yekem ya kembera erebî de li tevayî herêma cizîrê 40 gundên ereban hatin avakirin. Ji vana 12 heb li Dêrikê, 12 heb li Qamîşlo û 16 heb jî li Serêkaniyê hatin avakirin. Erebên li van gundan hatin bi cî kirin ji deşta Reqqayê û ji Helebê anîn vir. Di 74-an de dema li Raqqayê bendav hat avakirin, kesên ko ji wir hatin tahliyekirin jî anîn herêma kurdan. Ko meriv erdnîgariya Sûriyê difikire, meriv dîbîne ko ev biryaran siyasî ne û di çarçoveya hin projeyan de hatine kirin. Ji ber ko bi hezar doniman cîyê vala hebû lê ew li wir nehatin bi cî kirin, anîn di gundên kurdan de bi cî kirin.

Ko meriv li encama kembera ereban dinêre encamên pir girîng derdikevin hemberî meriv; di serî de ji ber van gundan bandora bakur li rojava, bandora rojava li bakur hat birîn û ji ber vê sedemê di warê çandî, hestî de qutbûnek di navbera herdû perçê Kurdistanê de derket holê. Bi awayekî dirêjiya Kurdistanê li ser sînor hat qutkirin ko ji xwe armanca wan ya yekem ev bû. Xaka Kurdistanê ji hêla demografiyê û ji hêla erdnîgariyê ve hat guherandin.

Di wan salan de her rê li ber kurdan hat girtin. Abdulsemed Dawud wiha behsa dijwariya wan rojan dike: “Erdê çandiniyê nedibû ko li ser kurdan hebe, heman demê de xanî jî li ser wan çênedibû. Ko zarokekî kurdan bihata dinyayê heta çend salan nedihat tomarkirin. Heta sê rêveberiyê dewletê bibêjin erê qeydkirina zarokan dom dikir. Van rêveberiya yek ya siyasî, yek ya navendî yek jî ya leşkerî bû. Hetanî van negota erê kes nedihat tomarkirin. Ko erebek be di heman rojê de tomar dibû.”

Helbet erebkirina herêma Cizîrê ne bi tenê cîguhestina kurdan bû, bi her awayî erebkirin hatibû destpêkirin. Ji vana yek jî guherandina navê kurdî yê ciyan bû. Erepkirina navên kurdî di navbera salên 1960-80 berdewam dike. Abdulsemed Dawud derbarê guherindina navan de ev agahiyan dan: “Bi sê qonaxa nav kirin erebî. Bajarek heye li hember Nisêbînê jê re dibêjin Tirbespiyê. Berê mala Haco tê de bû. Navê wî guherandin kirin Quburul Bix. Yanî tirbe qubur e û spî jî bîx e. Wek ko ji kurmancî vergerandin ser erebî. Ev qonaxa yekemîn bû. Wilo nehîştin û cardin guherandin. Gotin belkî hinek lêkolînê bikin û bi rastiyê bihesin. Di qonaxa duyem de şovenîzma ereban xistin nav navan. Navê Tirbespiyê kirin El Qahtaniye. Qahtaniye mezinek ereban e. Quburul Bix jî qedexe kirin. Piştî 70-yî nav cardin guherandin û kirin El Sawra, El Oruba, Felistîn, El Quts.” Bi guherandina navên ciyan, navên kesan jî hatin guherandin. Kurdên li Suriyê wek yê Tirkiyayê nikaribûn bi xwasteka dilê xwe navan li zarokên xwe bikin. Abdulsemed Dawud dibêje ko, “Mesela te dixwest navê kurê xwe bikî Azad destûr nedidan. Lê ko bi erebî bûya hêsantir dibû.’

Ev projeya kembera erebî li ser sê qonaxa bû. Ya yekem ji sînor hetanî 20 kîlometre, ya dudiyan bigihînin 40 kîlometre û herî dawî jî bigihijînin 70 kîlometreya û nema kurd li herêma Cizîrê bimînin. Di 1974-an de qonaxa yekem hat qedandin lê piştî 74-an de li başûrê Suriyê şer derket, ew û Lûbnanê bi hev ketin. Rewşa Sûriyê xerep bû, firsend nedîtin ko derbasî qonaxa duyem bibin. Li ser pirsa me ya ko li herêmê din yên kurdan projeya kembera erebî pêk hat an na, Abdulsemed Dawud wiha got: “Li Kobanê û Efrînê gund nehatin valakirin. Erebîkirin li wir hebû lê gund nehatin valakirin. Ko rewşa Suriyê xerap nebûya û merhelê din berdewam bikira dibe ko li van deran jî gund bihatana valakirin. Lê belê sedema yekembûna herêma Cizîrê cîgirtina sêgoşa sê dewletan de tê û erdê wir pir dewlemend e û petrol li wir heye, bêyî wan jî kurahiya kurdnişînan herî zêde li vir bû.”

Qonaxa yekem ya kembera ereban di 14 Hezîrana 1974-an de bi dawî dibe. 74-an de bi 10 gundên beriya kembera ereban hatibû avakirin hejmara gundên ereban ya li ser sînor gihîştibû 50 gundan. Abdulsemed Dawud dibêje ko ‘her sal di 14-ê hezîranê de li ser kembera ereban panel û çalakî tên li dar xistin. Ev roj bûye wek roja tekoşîna li dijî kembera ereban.’

Li ser pirsa pêşniyarên wî yê bo çareseriyê Abdulsemed Dawud wiha dibêje: “Ev ereban hê di wan gundan de ne û mixabin hê jî berhemên wê dixwun. Kurdên ko ji van gundan hatin derxistin bi tevayî cotkar bûn û neçar man koçî Helep û Şamê bikin. Kurdistan ji kurdan hat valakirin. Maf maf e, bi demê re kevn nabe. Ev siyaset bû. Wan ereban bê war û cî nebû ko anîn kirin vir, ji bo wî dibê li ciyê xwe werin vegerandin. Bi xweşî bi biratî û bi başî. Riyeke din nîn e. Ew xak, xaka Kurdistanê ye û divê li kurdan were vegerandin.

Ko meriv li rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê difikire di nav herêmên kurdan de valahî an jî herêmên ereban derdikevin hemberî meriv. Ji Serêkaniyê hetanî Kobanê herêmê kurdan qutbûnekê dijîn û her wiha ji Kobanê heta Efrînê û ji Efrînê hetanî Behra Spî. Abdulsemed Dawud van qutbûnên di nav herêmên kurdan de bi guherandina demografiya Kurdistanê ve girê dide û vê mînakê dide: “Kurdistan hat guhertin. Kurd ji ciyê xwe hatin derxistin. Heta 1950’yî Tirbespî (Tel Abyad) gundên Îbrahîm Paşayê Milî bû. Bi tevayî kurd bûn, dû re erep hatin ketin van deran. Li Tirbe Spiyê tenê erebek tunebû heta salên 70-yî. Tirbe Spiyê kirin nîve nîv. Bi vî awayî demografiya rojava xira kirin.”

Weke ko tê zanîn di van dawiyan de mijara herî balkêş jî ji bo kurdan xwe gîhandina Behra Spî ye. Bi dehan lêkolînan de tê gotin ko kurd xwe bigihînin Behra Spî dahatûya wan wê bê guherandin. Li ser pirsa me ya girêdana kurdan bi behra Spî re heye an na Abdulsemed Dawud wiha dibêje: “Behra Spî bi Lazqiyê ve ye. Li Lazqiyê 8 km heta 10 km dirêjahiya gundên kurdan heye li ber peravê Behra Spî. Bi tevayî 80 gundên kurdan li Çiyayê Kurmênç heye û bi saya van gundan kurd xwe digihînin Behra Spî.”

AZÎZ TEKÎN – Basnews

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2014-11-26
Xwendin: 1781
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org