[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
PAK legalîze bû – teksta programa PAK-ê
DIYARBEKIR, 14/12 2014 — Partiya Azadiya Kurdistanê ko 19-ê meha dehê ava bûbû yazdehê vê mehê ji Wezareta daxilî ya Tikriyeyê belgeya teslîmwergirtina dosyaya damezirandina PAK-ê stand û bû partiyeka resmî.

Nefel teksta programa Partiya Azadiya Kurdistanê belav dike.

***

“Ji niha ve Kurdistan!”
Bernameya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)


Destpêk

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li Kurdistana Bakur û li Tirkîyeyê çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc. PAK di 19.10.2014an de ava bû.

PAK ji xwe re organîzekirineka weha dike bingeh, da di çarçoveya daxwazên demokratîk yên neteweyî de xwe bigihîne derûdora herî berfireh ya mimkin.

PAK, li wan berxwedan, serîhildan û destkeftîyên neteweyî û civatî bi xwedî derdikeve ko ji bo mafên neteweyî û demokratîk ên kurd û Kurdistanê peyda bûne, ji çewtî û kêmasîyên wan dersê derdixe û xwe wekî berdewamîya têkoşîna neteweyî û demokratîk dibîne.

PAKa ko têkoşîna xwe ya neteweyî û demokratîk ji demokratîzebûna siyaseta li Kurdistanê û têgihiştin û kultureka pirreng cuda nabîne, di çarçoveya dîtin û armancên siyasî yên bingehî yên jêrîn de xebata xwe ya siyasî didomîne.

KURD Û KURDISTAN

Ji hezaran salan vir ve ye ko gelê kurd li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Asya Nêzik bi awayekî dêmanî dijîn. Zimanê kurdî aîdî malbata zimanên Hindûewropayî ye û ji çar zaravayên sereke; Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî), Soranî û Goranî pêk tê.

Kurdistan xwedîya çavkanîyên binerd û sererd yên zengîn e. Ew cara pêşîn di 1639an de bi Peymana Qesra Şîrînê bû du parçe ko di navbera Împaratorîyên Safewî û Osmanîyan de pêk hatibû. Vê statuyê heta Şerê Cîhanê yê Yekem dom kir. Kurdistan mêtingeheka navneteweyî ye ko bi dû guftugoyên Peymana Lozanê re ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di pêşengîya Îngilistan û Fransayê de çêbûyî, di navbera Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê de careka din hat parçekirin.

Rewşa Kurdistanê û ya neteweyê kurd ya ko ji derveyî îradeya xwe hatiye parçekirin, neheqîyeka navneteweyî û dîrokî ye. Herçendî dem, rê û metoda wê ji niha ve nehên texmînkirin jî yekîtîya kurdan û ya Kurdistanê bi netewetî û bi welatî mafek e. Divê neteweyê kurd û civata Kurdistanê ji bo vê yekîtîyê û li ser awayê pêkhatina vê yekîtîyê bikarin bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

Li gel şertên bikêrhatî yên ji nakokî û şerên herêmî û navneteweyî peydabûyî, bi saya yekîtîya gelê kurd û têkoşîna wî ya neteweyî ya biryardar ko bi dehan salan dom kir, li Kurdistana Başûr dewleteka federal ava bû. Îroj li gel ko Kurdistana Başûr ber bi dewleteka konfederal ve an jî ber bi dewleteka serbixwe ve diçe jî ev wekî neheqîyeka navneteweyî berdewam e ko neteweyê kurd û Kurdistanê di qada navneteweyî de bi tevayî hê jî tu statu bi dest nexistiye.

PARTÎ

Nav, amblem û navnîşana Partîyê:

Navê partîyê Partîya Azadîya Kurdistanê ye. Navê wê yê kurt PAK e.

Amblema Partîyê li ser zemîneka pembe, ji çar pelên bi rengên kesk, sor, zer û spî pêk hatiye.

Herçendî navenda wê ya giştî bi fermî Ankara ye, lê çalakîyên xwe fiilî li Dîyarbekirê bi rê ve dibe. Adresa navenda Partîyê;
İzmir 1 cad. Daire No: 22/14, Kızılay / ANKARA ye.

Taybetmendîyên wê:

PAK partîyeka girseyî ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, welatperwer, demokrat û wekhevîparêz e ko ji dîtinên cuda re vekirî ye û dixwaze beşên kurd û kurdistanîyan yên civatî û çandî yên herî berfireh himbêz bike.

PAK xwe bi tu kes, grup, çîn, dîn an jî mezhebekê tarîf nake.

PAK siyaseteka neteweyî û demokratîk ji xwe re dike bingeh ko daxwazên etnîk, dînî, mezhebî û çandî yên beşên civata kurd û Kurdistanê yên herî berfireh tîne zimanî.

PAK di têkilîyên xwe yên navxweyî de, di hemû prosesên biryardanê de û di awayê birêveberîyê de xwe dispêre birêveberî û rêxistineka demokratîk û pirreng.

Armanca wê:

PAK ji bo pêkhatina mafê neteweyê kurd yê çarenivîsê têdikoşe.

PAK “mafê pêkhatina çarenivîsa xwe” li Bakurê Kurdistanê bi beşdarî û lêbixwedîderketina hemû kêmneteweyan, wekî mafê damezrandina dewletê dibîne.

Li Kurdistanê armanca damezrandina dewletekê, bi awayê ko têkoşîna ji bo bidestxistina destkeftîyên herî kêm jî tê de, dikare federasyoneke dudewletî ya li ser esasê wekheviyê be jî , an dikare ji dewleteke konferderal an serbixwe jî pêk bê.

PAK li gor şertan dikare ji van awayên çareserîyan awayekî derxe pêş.

Armanca PAKê ya sereke ko ew dê hertim pê ve girêdayî bimîne; avakirina sîstemeka civatî ya ji bo bextîyarîya merivan ya li gel jîngeha wan ya xwezayî ye ko hemû beş û çînên civatî, nasnameyên etnîk, dînî û mezhebî yên civata kurd û Kurdistanê tê de bikarin bi hevûdin re di aştîyê de bijîn, hiqûqa gerdûnî tê de serdest be, adil, demokratîk û azadîxwaz be û di refaha civatî de parvekirinê bike bingeh û sivîl û ji xwevenêrînê re vekirî be.

Prensîpên Partîyê:

● PAK mafên etnîk, çandî û demokratîk yên wan hemû kêmneteweyan li xwe digire ko bi kurdan re di heman cografyayê de dijîn. PAK dê bixebite da ew li ser bingehê cudakarîya erênî di organên birêveberîyê de cih bigirin.

● PAK li ser bingehê serdestîya hiqûqa hevdem û navneteweyî, maf û azadîyên merivan dixe navenda siyaseta xwe û li dijî hemû awayên cudayîyên neteweyî, nijadî, zimanî, çînî, dînî, mezhebî, civatî, cinsî, herêmî û hwd têdikoşe.

● PAK bêyî ko lê binêre bê ew xwe xwe çawa dibînin û çi navî li xwe dikin, ji bo herkesî mafê azadîya ramanî, derbirîn, bawerî û rêxistinîyê diparêze.

● PAK bêyî ko li benda dewleteka serbixwe, konfederasyon, federasyon, otonomî û hwd bimîne, ji niha ve ji bo avakirin û pêşdebirina dezgehên civata Kurdistanê têdikoşe. Bi vê şîarê tevdigere; “Ji niha ve Kurdistan!”

● PAK ji bo gihîştina armancên xwe, rê û metodên têkoşînê yên vekirî, sivîl, demokratîk û meşrû ji xwe re dike bingeh.

● PAK hebûna xwe ya siyasî, ne li gor tevgereka din, lê li gor wan prensîp û helwêstên xwe yên siyasî tarîf dike ko ji bo çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê pejirandine.

● PAK li Bakurê Kurdistanê têkoşîna hêzên demokratîk ya li ser bingehê daxwazên hevbeş wekî hêmanê rizgarîya neteweyî û dewletbûnê yê esasî dibîne û ji bo pêkanîna yekîtîya îradeya siyasî ya di asta neteweyî de, hemû kar û berpirsîyarîyên xwe pêk diîne.

Bernameya armancên demokratîk yên aktuel

PAK tesbît dike ko dewleta Tirkîyeyê bi siyaseta xwe ya înkar, qirkirin, sirgûnkirin û asîmîlasyonê ya ko zêdeyî van 90 salên dawî domandiye, tevina Kurdistanê ya demografîk, civatî û neteweyî gelek xerab kiriye. Ji ber vê yekê ye ko PAK têdikoşe da armancên aktuel yên jêrîn tavilê pêk bên.

● Divê hemû amadekarîyên qanûnî û makqanûnî yên pêwîst bên kirin da hemû kesên mexdurbûyî, kesên ji ber pirsa kurd û Kurdistanê hatine girtin an cezakirin, yên ko mecbûrî jîyana penaberîya li derveyî welatî bûne, yên mecburî şerî hatine hêlan bêyî ko bi tu lêpirsînan re rû bi rû bibin, bikarin bi awayekî azad vegerin welatê xwe û karên xwe yên siyasî bi awayekî azad bikin.

● Ji bo ko pirsa kurd û Kurdistanê bi rê û awayên siyasî, wekhev û demokratîk çareser bibe, divê ko hebûna neteweyê kurd û mafên wî yên neteweyî bên qebûlkirin û divê ko ev maf di qanûnan û makqanûnê de bên misogerkirin.

● Divê berî hertiştî perwerde û hîndekarîya bi zimanê dayîkê ya bi kurdî (kurmancî û zazakî) ko erkeka dewletê ye û herweha azadîya fikir, bawerî û xwerêxistinkirinê bi rêya qanûn û makqanûnê bên gmisogerkirin.

● Divê hemû astengên li pêşîya azadîya fikir, bawerî û xwerêkxistinkirinê ji holê bên rakirin û divê mafê kurdan di qanûnan û makqanûnê de bê misogerkirin da bikarin bi nasnameya xwe ya neteweyî û welatî xebata siyasî bikin.

● Divê ko li Tirkîye û Kurdistanê şertên demokratîk, azad, adil û wekhev bên amadekirin û ev şert di çarçoveya peyman û lihevhatinên navneteweyî de bên misogerkirin.

● Divê ew hemû şerh bêne rakirin ko ji bo Peymana Ewropayê ya Otonombûna Birêveberîyên Deverî hatine danîn û divê ev peyman bi tevayîya bendên xwe bê bicihkirin.

● Divê hemû wêrankarîyên li Kurdistanê yên aborî, civatî, çandî, ekolojîk, leşkerî û siyasî li gel tevayîya encamên xwe ji holê bên rakirin û divê ji bo dana cirmên zerarên wan merivên sirgûnkirî, li ser bingehê cudakarîya erênî, bernameyek tavilê bê bicihkirin.

● Divê hemû cureyên têgih û derbirînên nijadperest û cudakar û helwêstên ji wan peydabûyî, di serî de ji qanûn, destûr û biryarnameyên perwerde û hiqûqê û herweha ji lîteratura dewletê bên derxistin. Divê helwêst, reftar, biryarên adlî û meylên civatî yên weha di kategorîya sûcan de bên dîtin û bikevin ber cezayên qanûnî.

● Divê hemû awayên sermayerazandinên leşkerî yên li Kurdistanê bên rawestandin.

● Divê sîstema “cerdevanîyê” bê rakirin.

● Divê hemû avakirinên wan bendavan tavilê bên rawestandin ko xwezaya Kurdistanê, struktura wê ya demografîk têk dibin û mîrata wê ya dîrokî di bin avê de dihêlin. Divê her cureyên wan sermayerazandinan yekser ji holê bên rakirin ko tevina ekolojîk xerab dikin.

Pêkhatina van armancên aktuel û pêşdetir û misogerkirina wan ya bi qanûnan û bi makqanûnê dê ji bo çareserîyeka siyasî ya aştîyane bibin garantîyên bingehî.

LI KURDISTANÊ BIRÊVEBERÎ Û JÎYAN

Li Kurdistana Bakur kîjan awayê dewletê (federal, konfederal an jî dewleta serbixwe) pêk bê jî PAK dê sîstemeka demokratîk ya birêveberî û jîyanê biparêze ko xwe dispêre prensîpên wekhevî, azadî û edaletê.

Heger şertên pêkhatina federasyon an jî konfederasyoneka dudewletî ya li ser bingehê wekhevîyê hebe, PAK dê ji bo çareserîyên li ser vî bingehî peydabûyî vekirî be.

Herçî federasyon, konfederasyon û dewleta serbixwe ne, xweserîya her yekê ji wan ya bidezgehbûnê heye. Lê ji bo van hemû awayên dewletbûnê, armanca PAKê ya bingehî ew e ko birêveberî û jîyana li Kurdistanê xwe bispêrin van bingehên hevbeş yên li jêrê dîyarkirî:

1. Demokrasî û bidezgehbûn
(Sîstema Parlamenter)


PAK di warê demokrasî û bidezgehbûnê de prensîpên jêrîn ji xwe re dike bingeh:

● Li Kurdistanê bi awayekî hûrbijar parastina prensîpa cudabûna wan hêzên desthilatdarîyê ko ji qanûndanîn, birêvebirin û dadgehîyê pêk tên.

● Damezrandina sîstemeka parlamenter ya pirreng ko xwe dispêre wê prensîpa beşdarî û venêrîna hevwelatîyan ya yekser.

● Xwespartina prensîpa şefafîyê.

● Pêkanîna parlamentoya dezgeha dewletê ya qanûndanînê ya herî bilind ya bi rêya demokratîk ko xwe dispêre sîstemeka hilbijartinê ya giştî, yekpêngavî, wekhev, dengdana nehênî û hejmartina eşkere ko hemû partî û yek bi yek şexs bikarin bi awayekî azad beşdarî wê bibin.

● Amadekirina qanûneka bingehî ya demokratîk.

● Divê meclisên deverî yên dê bi hilbijartinan pêk bên, di warê perwerde, çand, tenduristî, ewleyî û hwd de xwedîyên desthilatdarîyên berfireh bin.

● Divê di wan pirsan de pêkanîna referandûmê bibe prensîpeka giştî ko têkilîya wan û paşreoja welat û neteweyî heye.

● Rakirina hemû astengên li pêşîya bawerîyên elewîtî û êzidîtîyê ko bi salan e hatine îhmalkirin û herweha peydakirina wan şertan ko birayên me yên elewî û êzidî bikarin tê de li gor bawerîyên xwe îbadetên xwe bikin.

● Di serî de ermenî û asûrî-keldanî, divê ew hemû kêmnetewe û gel mafên xwe yên etnîk, nasname, bawerî û demokratîk werbigirin ko li gel kurdan li eynî cografyayê dijîn û divê ko bi cudakarîya erênî mafên wan yên nûnerî di birêveberîyê de bên misogerkirin.

2. Siyaseta aborî, mafên aborî û civatî

PAK di van mijaran de prensîpên jêrîn xwe re dike bingeh:

● Plankirina hilberînê ya li gor berjewendîyên tevayîya netewe û welatî. Peydakirina qadên xebatên aborî yên li gor şîyan û meylên şexsan.

● Nehêlana bêhevsengîya di parvekirina hatinîyê de û avakirina civatekê ko dê xwe bispêre refaha civatî û taswasa wê ya paşeroja aborî nebe.

● Pêkanîna pêşveçûna aborîyê ya li gor berjewendîya tevayîya welat û neteweyî ko xwe dispêre nêrîneka hilberîn û parvekirina li ser bingehê edaleta civatî.

● Kurdistan bi nifûsa xwe ya ciwan û dînamîk, bi çavkanîyên xwe yên binerd û sererd yên xwezayî yên zengîn ji bo pêşveçûna aborî xwedîya potansîyeleka bihêz e. Ev hêz dê bê derxistin û li gor berjewendîyên netewe û welatî bê bikaranîn.

● Bi armanca pêşveçûna aborî û têrbilindkirina refaha civatî, divê bernameyên taybetî pêk bên û piştgirîyên pêwîst bên peydakirin da hilberîna endustrîya sektora dewletê û ya sektorên şexsî bê pêşdexistin.

3. Birêveberîyên deverî

Birêveberîyên deverî ji wan organên pergala dewletê yên bingehî ne. Şertê kêmtirîn ew e ko divê li Kurdistanê pêwîstîyên Peymana Ewropayê ya Otonombûna Birêveberîyên Deverî” pêk bên ko pêşemercekî endametîya Konseya Ewropayê ye jî û dê sîstemeka desantralîzekirî bê bicihkirin da birêverîyên deverî bikarin xwe bi awayekî azad bi rê ve bibin.

4. Perwerde û çand

PAK giringîyeka mezin dide siyaseta perwerdeyê ko di paşeroja civatê de roleka wê ya sereke heye.

PAK perwerdeyê wekî gihandina merivan ya di çarçoveya raman an îdeolojîyeka taybetî de nabîne; ew sîstemeka perwerdeya weha ji xwe re dike bingeh ko dê nifşên azad, şîyandarên mihakemekirinê û yên li gel pirrengîya welatê xwe ahengdar bigihîne ko di şertên dema me de di bin ronahîya hêjayîyên gerdûnî yên hevdem de xwe bispêrin zanistê.

PAK li gor prensîpa wekhevîya mafan ya tam, li Kurdistanê hemû ziman û çandan wekhev qebûl dike; hebûn û maf û azadîyên hemû kêmnetewe, dîn, mezheb û zaravayan dipejirîne. Divê ko her ziman û her bawerî bêyî ko rastî tu astengan bibe, bikare di hemû qadên jîyanê de bijî û divê ev di çarçoveya qayîdeyên hiqûqa navneteweyî de bê misogerkirin.

PAK xweserîya her çandekê li ber çavan digire û siyaseta perwerdeyê û zimanê perwerdeyê ji birêveberîyên deverî re dihêle. Her çandek xwedîya wî mafî ye ko di struktura xwe ya xwezayî de bijî, pêş ve biçe û bê guherîn. Asîmîlekirin û înkarkirina çandan sûc e. Azadî û jîyana azad ji bo pêkvebûn û tevjîna hemû gel û çandan misogerîyên bingehî ne.

5. Siyaseta navneteweyî

PAK liherêmê û li cîhanê li dijî bêedaletî û neheqîyê derdikeve û siyaseteka weha ya bi şertê dûrî dijminîya neteweyan bi rê ve dibe ko di warê navneteweyî de dijminên neteweyê kurd kêm dike û dostên wî pir dike.

6. Maf û azadîyên jinan

Jinên ko di hilberîn û berdewamîya jîyana madî û manewî de xwedîyên roleka sereke ne, di şertên Kurdistanê de li gel zordestîya neteweyî, herweha bi zordestîya kevneşopî, cinsî û siyasî ve jî rû bi rû ne.

PAK ji alîyekî ve bêyî tu dudilîyan li dijî zordestîyên civatî, neteweyî û cinsî yên li ser jinên kurdistanî têdikoşe û ji alîyê din ve jî vê wekî wezîfeyeka xwe ya bingehî dibîne ko bi siyaseteka cudakarîya erênî encam û têkilîyên ji ber serdestîya mêran peydabûyî ji holê rake.

PAK ji bo wergirtina tedbîrên civatî, makqanûnî û birêveberî yên pêwîst têdikoşe da hemû maf û azadîyên jinan yên ko xwe dispêrin peymanên navneteweyî bên bicihkirin. Di vî warî de ji tecribeyên welatên cîhanê yên sûdê werdigire.

7. Ciwanî

PAK ciwanan ji bo îroj û paşerojê wekî hêzên dînamîk û veguherkar dibîne.

PAK dê bi her awayî hewil bide da ciwanên tendirust, bixwebawer bigihêjin ko bikare bi zanyarîya bidestxistî bibin xwedîyên tercihekê û fikirên rexnegir û bibin demokrat û xweşbîn. PAK misogerkirina mafê ciwanan ya ji bo kar, perwerde û paşerojeka mirefeh wekî wezîfeyeka xwe ya bingehî dibîne.

8. Zarok, kal û pîr û handîkap

Partîya me ji bo ko hemû maf û azadîyên zarok, ciwan û handîkapan yên merivî di jîyana civatî de bên bicihkirin, bernameyên li ser bingehê cudakarîya erênî diparêze.

9. Tenduristî

Mafê jîyanê mafê merivan yê herî bingehîn e. Loma jî partîya me di xizmetên tenduristîyê de li gel wê yekê ye ko divê hekîmîya berlêgir û perwerdekar bê pêşxistin û xizmetên tenduristîyê belaş bên kirin.

PAK tenduristîya civatê wekî yek ji wan pêwîstîyên jîyanê yên bingehî dinirxîne û loma jî di vî warî de ji bo hemû zanyarî, tecribe û teknolojîya navneteweyî veguhêze Kurdistanê, dê bernameyên taybetî amade bike.

Di vî warî de ji bo pêşvebirina sektora dewletê û ya şexsî piştgirîyê pêşkêş dike.

10. Pirsên jîngehê û germbûna global

PAK girîngîyeka taybetî dide pirsên jîngehê û germbûna global û xwe wekî tevgereka jîngehparêz dibîne; wekî parçeyekî têkoşîna navneteweyî di vî warî de dê hewildanên çalak bike.

PAK dê ji bo ko ew plan û projeyên li welatê me yên texrîbkar tevî hemû encamên xwe nemînin, li ser bingehê berjewendîyên netewe û welatê me bernameyan amade bike.

Têkilîyên bi parçeyên Kurdistanê yên din re

PAK li hemû parçeyên Kurdistanê mafê çarenivîsa xwe diparêze. PAK ji bo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê qîmeteka heyatî dide hebûn û destkeftîyên Dewleta Federal ya Kurdistana Başûr; ji bo parastina Dewleta Federal û ji bo serxwebûna wê an jî konfederasyonê û ji bo pêşdebirin û berfirehkirina demokrasîya wê bi her awayî piştgirîya pêwîst dike. PAK ji bo ko Kurdistana Rojava yekîtîya xwe ya neteweyî pêk bîne û bigihêje çareserîyekê ko xwe dispêre mafê destnîşankirina çarenivîsa xwe, bi her awayî piştgirîyê dike.

PAK di vê çarçoveyê de, di navbera hemû parçeyên Kurdistanê de pêwîstîya yekîtî, piştgirî û tevgera hevbeş diparêze, ji bo damezrandina dezgehên neteweyî yên pêwîst yên şêwir û piştgirîyê, her curevatinîyên pêk tîne.

Kurdên li Tirkîyeyê û têkoşîna demokrasîyê

Ji ber siyaseta dewleta Tirkîyeyê ya demdirêj ya qirkirin, înkar, sirgûn û asîmîlasyonê, îroj bi milyonan kurd li herêmên Tirkîyeyê yên cuda bi cih bûne.

Em di wê bawerîyê de ne ko heger pirsa Kurdistanê bi awayekê adil, demokratîk û payîdar çareser bibe, beşekê mezin ji van kurdan dê vegere welatê xwe.

PAK ji bo ko mafên kurdên li Tirkîyeyê bicihbûyî yên neteweyî û demokratîk bên qebûlkirin, niha û di paşerojê de dê li gor mafên kêmeteweyan têbikoşe ko di hiqûqa navneteweyî de misogerkirî ne. Di vê çarçoveyê de, li Tirkîyeyê li herêmên ko kurd di piranîyê de ne, divê ko kurd bi nasnameya xwe birêveberîya xwe bikin. PAK vê yekê wekî pêwîstîyeka demokrasîya hevdem dibîne û ji bo pêkanîna vê têdikoşe.

PAK di wê bawerîyê de ye ko di navbera qebûlkirina mafên kurdan yên neteweyî û demokratîk û li Tirkîyeyê bicihbûn û pêşveçûna demokrasîyê ya tevî hemû dezgehên xwe de têkilîyeka xurt heye. Bicihhbûn û pêşveçûna demokrasîyê ya li Tirkîyeyê dê tesîreka erênî li çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê jî bike.

PAK li ser bingehê vê bawerîyê, li gel wan hemû hêzan pêwîstîya piştgirîyê dibîne ko li dijî şovenîzmê helwêsteka eşkere werdigirin.

Kurdên li dervayî welêt

PAK di navneteweyîbûna pirsa kurd û Kurdistanê de girîngîyeka mezin dide xebatên kurdên li welatên cîhanê yên cuda bicihbûyî. PAK li gor şertên van welatan, hem di xebata navneteweyîkirina pirsa kurd û Kurdistanê de û hem jî di têkoşîna bidestxistina mafên demokratîk de xebatên kurdên dîyasporayê teşwîq dike û piştgirîya wan dike.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2014-12-14
Xwendin: 2046
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org