[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Nêçîrvan Barzanî: Berpirsa herêma Kurdistanê em in û ne PKK ye
» Nêçîrvan Barzanî
DUBAÎ, 15/2 2015 — Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got berpirsa başûrê Kurdistanê hikûmeta Kurdistanê ye û çênabe PKK xwe tevlî karên başûr bike. Barzanî got ew piştgiriya xebata kurdên Kurdistana Sûriyeyê jî dikin û lewra pêşmerge rêkirin Kobanê.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kevana komcivîna serok û lîderên hikûmetên cîhanê li bajarê Dubaiyê yê Îmaratê, bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed da.

Pirs: — Tu li Dubaiyê tevlî civîna serokên hikûmetan bûyî. Di wê civînê de behsa 50 salên bê yên wî welatî hat kirin. Kurd ji wê civînê çi fêr bûn?

Nêçîrvan Barzanî: — Serokwezîrê Îmaratê birêz Şêx Mihemed em vexwendibûn wê konferansê, em jî tevlî bûn. Bêguman ji bo me firsendek bû ko em di wê konferansê de hinek tiştan ji ezmûnên wan welatan fêr bibin. Ji ber ko wan welatan kêm-zêde di rewş û qonaxeke mîna me re derbas bûne û di gelek waran de karîne xwe pêş bixin.

Ji bo me jî firsendek bû ko hevkarên min di kabîneya hikûmetê de tevlî civînê bibin û ez bi xwe jî tevlî hinek panêlan bibim, da ko zêdetir fêr bibin. Em hêvîdar in bikarin ji ezmûnên wan welatan li herêma Kurdistanê mifayê bibînin.

Li kêleka vê yekê, me hinek hevdîtinên fermî jî kir bi rayedarên Îmaratê re: em bi Şêx Mihemed bin Zayid, bi wezîrê derve re bi Mihemed bin Raşid re rûnên. Me di wan hevdîtinan de jî zêdetir behsa rewşa deverê, Iraq û Kurdistanê kir.

Helbet têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Îmaratê kevn in û nû nînin. Danûstandinên me yên bazirganî pir in. Ew li herêma Kurdistanê projeyan bicîh tînin. Yek ji mijarên hevdîtina me digel rayedarên Îmaratê jî têkiliyên bazirganî bû.

Pirs: — Te di wan hevdîtinan de çi tiştekî nû ji îmaratiyan bihîst? Ji ber ko berdevkê hikûmeta Îmaratê got, herêma Kurdistanê ji bo Îmaratê pir girîng e.

Nêçîrvan Barzanî: — Bi rastî ew pir hez dikin alîkariya me bikin. Dibe hinek yekser be hinek jî bi rêya Bexdayê re be. Hinek caran arîşe derdikeve lê min hest kir ko Îmarat dixwaze di hemû waran de alîkariya herêma Kurdistanê bike. Di warê berhemanîn û bazirganiyê de jî Îmarat yek ji wan welatan e ko li Herêma Kurdistanê pir aktîf e.

Pirs: — Di civînê de Îmaratê digot dê çend salên din tenê % 6-ê bûdceya me ji firotina petrolê be. Gelo herêma Kurdistanê dikare çawa ji vê yekê mifayê bibîne?

Nêçîrvan Barzanî: — Sektora pîşesaziyê li herêma Kurdistanê heta bêjî nû ye. Çend sal in me dest pê kiriye. Beri li welatê me qet jêrxana petrolê tinebû. Bêguman eger welatek her tiştê xwe bi petrolê ve girêbide metirsiyek mezin e. Lê ya girîng ew e ko mirov petrolê ji bona avakirina jêrxana aborî bikar bîne. Çimkî bûdceya ko ji Bexdayê tê tu nikarî pê wê bûdcê welatekî wêran ava bikî û hemû arîşeyan çareser bikî.

Helbet divê mirov ji dahata petrolê sûdê bibîne bo avakirina jêrxana aborî ya welat ji bo ko welat tenê pişta xwe bi petrolê ve girênede. Ma van welatan jî heta Îmaratê jî ko dest bi vê qonaxê kiriye, destpêkê tenê pişta xwe bi petrolê ve girêdaye lê niha tenê % 35–40 pişta xwe bi petrolê ve girêdide. Çimkî êdî bazirganî, xizmetguzarî û tûrîzmê bûne çavkaniyên serekî yên dahata Îmaratê. Bêguman mirov dikare ji vê yekê sûd bibîne lê em hîn di qonaxa destpêkê de ne, hîn ji bo me pir zûye ji ber ko nû dest bi pîşesazî û jêrxana petrolê kiriye.

Pirs: — Çima dewletên erebî yên Kendavê wiqasî girîngiyê didin herêma Kurdistanê?

Nêçîrvan Barzanî: — Ew hez dikin girîngiyê bidin hemû Iraqê ne tenê herêma Kurdistanê. Lê bêguman eger em berê xwe bidin dîrokê tê dîtin ko herêma Kurdistanê kariye di heyama çend salên borî de bibe aktoreke aramiyê li deverê, ew jî vê yekê dibînin. Ji ber wê jî hez dikin pêwendiyên xwe bi herêma Kurdistanê re baş bikin. Ev, bi sûda herêma Kurdistanê ye jî.

Pirs: — Wê demê çima heta niha herêma Kurdistanê nûnertiya xwe li Îmaratê venekiriye?

Nêçîrvan Barzanî: — Bêguman em wek hikûmeta herêma Kurdistanê di wî warî de xemsar bûne. Piraniya karên herêma Kurdistanê li Îmaratê, ji aliyê sektora taybet ve tên kirin. Lê em difikirin ko nûnertiya xwe ya bazirganiyê li wir vekin.

Pirs: — Bûdceya herêma Kurdistanê herî zêde pişta xwe bi firotina petrolê û bûdceya ko ji Bexdayê tê ve girêdide. Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê jî aloz bûye. Arîşe çiye û çima heta niha Bexdayê pere nedaye Hewlêrê?

Nêçîrvan Barzanî: — Li gorî min meseleya me û Bexdayê ew nîne ko navbera me de nakokî heye, mesele ew e ko Bexda dixwaze arîşeyan derxîne. Ka ez wiha bêjim; dema em çûn Bexdayê me rêkeftin îmze kir me soza hinartina 150 hezar bermîl petrol bicîh anî. Di destpêka sala 2015-ê de me û Bexdayê wisa li hev kiribû ko em rojane 300 hezar bermîl petrol ji wan bistînin û li Herêma Kurdistanê jî rojane 250 hezar bermîl bidin wan ko hemû dike 550 hezar bermîl. Lê wan du hefte piştî rêkeftinê wisa nîşan dan ko me sozên xwe bicîh neaniye û ev yek pir mezin kirin. Me ji wan re gotiye ko nabe hûn her roj hesabê bermîlan bi me re bikin çimkî hinek caran ji ber pirsgirêkên teknîkî rojane 100 hezar bermîl diçe, ev pirsgirêk teknîkî ye ne siyasî. Lê bêhna wan fireh nîne û dibêjin, Herêma Kurdistanê guh nade me û zêde petrol difroşe û rêkeftinê binpê dike.

Min li Bexdayê jî ji wan re got, min eşkere ji wan re got, em tenê wê pişka ko di rêkeftinê de hatiye ziman, dişînin derve. Ev jî sedemên wê hene. Me sala 2014-ê gellek pere deyn kiriye ji şîrketên biyanî lê divê em wan deynên xwe jî bidin. Çimkî me mûçeyê gelê Kurdistatnê daye. Me mûçe çawa dabîn kiriye? Me ji şîrketan deyn standiye û em neçar in niha jî bidin.

Pirs: — Herêma Kurdistanê dikare niha rojane zêdetirî 400 hezar bermîl petrol bişîne derve?

Nêçîrvan Barzanî: — Belê, dikare…

Pirs: — Wê demê çima Bexda 250 hezar bermîlan nade û vê mesele xilas nake?

Nêçîrvan Barzanî: — Piştî ko birêz Adil Ebdulmehdî (wezîrê petrola Iraqê) hat me bernameya hinartina petrolê da wî. Me jê re got ko emê di heyama salekê de ewqas petrol bişînin. Lê pereyê Iraqê tine ji ber ko Iraq di nav kirîzeke mezin a darayî de ye.

Pirs: — Pereyê Iraqê kûde çûye û kê biriye?

Nêçîrvan Barzanî: — Kes nizane pereyê Iraqê kude çûye. Divê ew bixwe bizanin. Di dawiya sala 2013-ê de nêzîkî 18 milyar dolarê Iraqê di sindoqa DFI de hebû. Niha milyarekî Iraqê î tine û erzanbûna nirxa petrolê jî pirsgirêk mezintir kiriye. Min ji Bexdayê re pêşniyar kir ko eger baweriya we bi Herêma Kurdistanê nayê wê çaxê bila sê meh sê meh pişka petrola hinartî were hesibandin. Lê hema ji roje yekem û hefteya yekem gotin ji ber ko we ev nekiriye em pere nadin. Ev, di warê aborî de ti wateya wê tine.

Pirs: — We ev pêşniyar pêşkêşî Bexdayê kiriye?

Nêçîrvan Barzanî: — Belê, me bi rêya doktor Roj Nûrî Şawês re ev pêşniyar ji Bexdayê re şandiye.

Pirs: — Bersiva Bexdayê çi bû?

Nêçîrvan Barzanî: — Ezê bixwe herim Bexdayê. Em wek herêma Kurdistanê girêdayî wê rêkeftinê ne û em dixwazin rêkeftin bicîh were. Ji ber ko ev rêkeftin bi sûda her du aliyan e. Yek ji mijarên serekî yê hevdîtina me û birê serokwezîr Heyder Ebadî dê ev be.

Pirs: — Em hinekî jî li ser şerê Daişê bipeyîvin. Niha Daiş çiqasî li ser herêma Kurdistanê tehdîd e?

Nêçîrvan Barzanî: — Di destpêkê de şerê Daişê şokek mezin bû ji herêma Kurdistanê re. Hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê destpêkê li ser vê yekê hevnêrîn bûn ko divê em xwe ji vî şerî dûr bigirin. Lê ji ber vê siyaseta Daiş hat pêsîra herêma Kurdistanê girt.

Helbet li gorî min ev şok hîn xilas nebûye. Îro hon dibînin ko li hemû eniyên şer hêzên pêşmerge, asayiş, polîs, xwebexş şer dikin û însiyatîf zêdetir di destê hêzên Kurdistanê de ye. Eger berxwedan, qehremanî û xwîna wan ezîzan nebûya niha rewşa herêma Kurdistanê curekî din bû. Lê karê ko niha Daişê dike tenê dixwaze derban lêxe ne here deverekê bigire, ji ber ko êdî Daiş nikare cihekê bigire û bernede. Lê heta niha jî dikarin êriş bikin.

Pirs: — Em dikarin bêjin heybeta Daişê bi destê pêşmerge hat şikandine?

Nêçîrvan Barzanî: — Bi baweriya min, ew hêza ko karî li ser erdê şerê Daişê bike û derban lêbide tenê pêşmerge bû. Bêguman pêşmerge kariye heybeta Daişê bişkêne. Tu bi xwe li wan deran bûy, girtina wan deveran bi dev xweş tê gotin. Tu li Şingalê bûyî û te dît, ew karê ko hatiye kirin tiştekî pir mezin e, li Şingalê, li Celewlayê, li Seidiyê, Kerkûk, Mexmûr û Guwêrê û li hemû eniyên şer.

Pirs: — Serokê Fransayê François Hollande pêşwaziya du rayedarên jin ên kurd ên rojavayê Kurdistanê (YPJ û PYD) kir. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?

Nêçîrvan Barzanî: — Em ji vê yekê pir kêfxweş in ko pêşwazî li hêzên kurdî bê kirin. Em birastî pişta wê xebata ko îro kurd li Sûriyê dikin, digirin. Gotina me ji bo wan ew e: Bibin yek û bi hev re bin, firsendê bidin aliyên din jî bila bi we re kar bikin.

Têgihîştineke xelet çêbûye. Bi taybetî ez hez dikim vê yekê bêjim wisa tê nîşan dan ko PDK dujminatiya wan dike. Berovajî, dema şer derbasî Kobanê bû. Me û serokê herêma Kurdistanê hemû hewlên xwe da ko Emerîka û Tirkiyê razî bikin ko bihêlin em hêz bişînin bo alîkariya Kobanê. Me hêz şand û alîkariya wan jî kir.

Mixabin hinek alî dixwazin van tiştan li dijî PDK-ê bikar bînin lê em piştgiriya xebata kurdan li Sûriyê dikin. Li wir her serkeftinek me kêfxweşî dike. Gotina me û serokê Herêma Kurdistanê û hemû aliyên din ji bo wan ew e ko bibin yek û rê bidin aliyên din jî ko bi we re kar bikin.

Pirs: — Têkiliyên PDK û PKK-ê çawan in?

Nêçîrvan Barzanî: — Têkiliyên me û PKK-ê normal in û ev jî heqîqet e. Dibe li ser hinek tiştan nakokiyên me hebin lê pêwendiyên me bi PKK-ê re hene, em bi wan re hevdîtinan dikin û têkiliyên me ji rewşa ko di medyayê de tê behs kirin normaltir dimeşe. PKK hêzek e lê meydana xebata me û PKK-ê cida ye. Li herêma Kurdistana Iraqê em berpirs in, ev bar û berpirsiyarî ne ya PKK-ê ye û divêt PKK jî vê yekê bibîne.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2015-02-15
Xwendin: 1883
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org