[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NÛÇE 
Seyîd Riza bo Mustafa Kemal: Hîlekariya we ji bo min bo derd, sernetewandina min jî bila ji bo we bibe derd
» Mustafa Kemalê ereqvexwer biryara îdama Seyîd Riza da
 
DIYARBEKIR, 21/4 2015 — Rojnameya tirkî "Yeni Şafaka" nêzîkî hikûmeta Ak Partiyê duhî belgeyeka nehênî ya teşkîlata îstixbaratê ya dewleta tirkan belav kir ko tê de bi hûrahî behsa îdamkirina rêberê kurd Seyîd Riza û hevdîtina wî ya digel rêberê tirkan Mustafa Kemal Ataturk dike.

Seyîd Riza li ser soz û ehdên efserekê dewleta tirkan dehê îlona 1937-ê bi hêviya ko Mustafa Kemal Ataturk bibîne çû Erzîncanê û li wêderê hat desteser kirin. Tirkan paşê Seyîd Riza ji Erzîncanê bir zîndana Elezîzê û bi mehkemekirineka kurt û sexte ew û şeş kesên dî bi cezayê îdamê mehkûm kirin.

Ji bo ko bikarin Seyîd Rizayê 75-salî îdam bikin bi şahidên sexte temenê wî dikin 57 sal û temenê kurê wî Husênê 17-salî jî dikin 21 sal.

Berpirsekê rêxistina teşkîlata îstixbaratê ya dewleta tirkan ko wê demê navê wê Milli Amele Hizmetleri bû raporek di heqê îdamkirina Seyîd Riza û hevalên wî û hevdîtina Seyîd Riza ya digel Mustafa Kemal Ataturk de nivîsiye.

Mustafa Kemal Ataturk 14-ê çiriya-paşiyê bi trêneka spî ya xweser diçe Elezîzê û li wêderê radiweste da di trênê de Seyîd Riza bibîne û bibêjiyê daxwaza efûkirinê bike. Dema ko Mustafa Kemal û hevalên xwe li ser maseyê ereqê vedixwin Seyîd Riza dibin cem wî. Mustafa Kemalê serxweş bi zimanekê tehdîdkar ji Seyîd Riza re dibêje daxwaza efûyê bike lê belê Seyîd Riza wê daxwazê qebûl nake. Her wê şevê bi fermana Mustafa Kemal Ataturk rêberê kurd Seyîd Riza li Meydana Genim hat îdam kirin û cenazeyê wî jî du rojan teşhîr kirin.

Tercimeya kurdî ya hemî rapora berpirsê rêxistina MAH-ê li jêrê ye.

***

Ji bo serokatiya MAH-ê

– taybet –

Bi talîmatnameya şîfrekirî ya ko ji Enqereyê hat wergirtin ferman hat dan ko hevdîtin digel Îhsan beg [Îhsan Sabrî Çaglayangîl] bêt kirin û herfiyen rîayeta hemî ferman û talîmatnameyên wî bêt kirin û rapora di heqê vê yekê de bi awayekê lezgîn ji bo serwekaletê [yanî serokwezîriyê] bêt şandin.

Li gor vê daxwazê hevdîtin bi Îhsan Sabrî beg re hat kirin. Ji me re hat gotin ko di dawiya hefteyê de mehkeme dê ji bo meseleya Seyîd Riza bicive û biryarê bide û divêt îdamkirin jî berî dawiya hefteyê bêt pêkanîn. Lê belê nuqteya herî giring ew bû ko em piştî biryara mehkemeyê Seyîd Riza û serokkomarê me [Mustafa Kemal Ataturk] bînin cem hev û ev jî dê gelek nehênî be û lewra divêt hemî tedbîrên pêwist ji bo vê yekê bên wergirtin û wekî dî jî divêt di bunyeya MAH-ê de karmendekê herî pêbawer yê ko zazakî jî dizane bêt wezîfedar kirin û xwe ji rêwîtiyê re amade bike.

Me jî bi lezûbez dest bi amadekariyên pêwist kir. Em digel serokê asayîşa giştî Şukru Sokmensuer civiyan û me digel Şukru beg meseleya asayîşê û ewlekariya pêwist û nehênîbûna herî astbilind axaft û ji bo ka dê çi bêt kirin danûstandineka fikrî kir û amadekariyên xwe bi lez temam kirin. Tam di rewşeka amadebaşiyê de me da ser rê.

Mehkemeyê piştî çend hevdîtinan rênimayên qanûnî yên ko pêwist bûn pêkanî û biryara îdamê îmza kir. Meydana Genimî ya ko ji bo cihê îdamê hatibû destnîşan kirin bi [lampeyên] traktoran û otomobîlan hat ronî kirin û ji bo heft kesên ko bên îdam kirin sêpêyên lazim û zarokekê cengene hatin amade kirin. Di nêv rojê de hemî tedbîrên ko pêwist bû bên wergirtin hatin wergirtin, û nemaze ji bo nehênîhiştina hevdîtina [Seyîd Riza û Mustafa Kemal Ataturk] hemî tişt bi dîqeteka gelek mezin gelek caran hat kontrol kirin û hemî amadekariyên me xelas bûn.

Seet 12.20-ê şevê Seyîd Riza û şirîkên wî yên tawankar anîn mehkemeyê. Mehkemeyê destpê kir û biryara xwe xwend û 14 kes hatin beraet kirin û Seyîd Riza û heft kesên dî bi mirinê hatin ceza kirin û yên mayî bi cezayên cida hatin mehkûm kirin. Ji ber ko di biryara mehkemeyê de bêjeya "îdamê" derbas nedibû li hemberî bêjeya "mirinê" jî dengê "îdam çino, îdam tunne" hat bihîstin. Mehkemekirina wan teqrîben seetûnîvekê dewam kir. Seyîd Riza ji nêv wan hat derxistin. Ew li jeepa serokê asayîşa giştî û Îhsan Sabrî beg hat siwar kirin. Li pêşiya wan çar wesayit hebûn û ew ketin ser rê. Dema ko hatin stasyona trênê ya li merkeza Elezîzê hemî kes ji wesayitên xwe peya bûn. Ji ber ko tedbîrên ewlekariyê bêyî kêmasî hatibûn wergirtin stasyona trênê hatibû daxistin û karmend jî hatibûn rêkirin bo malên wan. Li stasyonê ji bilî karmendên MAH-ê hîç kesek nebû. Ji ber ko bi awayekê herî baş rîayeta nehênîbûnê hatibû kirin ji bo kesên ko haya wan ji rewşê nebe hertişt normal diyar dibû.

Trêna spî ya serokkomarê me li meqesa kor rawestiyayî bû. Piştî ko em 8–10 deqîqeyan rawestiyan em bi Seyîd Riza re daxilî trênê bûn. Li tenişta serokkomarê me, Alpdogan paşa, Kazim Orbay û yawerê serokkomarî hebûn. Li ser maseyî xwarin dixwarin û ereq vedixwarin. Serokkomar serê xwe bi aliyê Seyîd Riza ve bilind kir û ji serî heta pêyê wî lê temaşa kir û jê re got rûne. Seyîd Riza qebûl nekir ko rûne. Serokkomar anî bîra Seyîd Riza ko mehkemeyê biryara îdamê daye û ev biryar dê îşev bêt bi cih kirin û got heger ew poşman bibe û daxwaza efûkirinê bike ew dê neyên îdam kirin û dê bên efû kirin. Seyîd Riza jî got wî karekê ko ji bo wî daxwaza efûyê bike yan jê poşman bibe nekiriye û ya ko kiriye jî ji bo parastina canê xwe, malê xwe, cihê xwe û welatê xwe kiriye. Wî got [Mustafa Kemal] hertim bûyer ji devê karmendên dewletê bihîstine û got ew dixwaze rastiya bûyeran bibêje.

Serokkomar bi serê xwe nîşana erê da wî û got bibêje. Seyîd Riza bi zimanekê sakin got di dema osmaniyan de zulmeka mezin li Dêrsimê hatiye kirin û got digel gelek zordariyan jî wan [yanî kurdan] Dêrsim parastiye, got [kurdan] esker nedane osmaniyan lê belê gelek esker ji bo têkoşîna neteweyî [ya dema Mustafa Kemal] rêkirine û got baweriya wî bi komarê têt û nemaze piştî nehiştina xelîfetiyê baweriya wan bi komarê hêj zêdetir bûye, got wî ji bo komkirina sîlehên di destê xelkê de arîkarî kiriye û piraniyan sîlehan hatine kom kirin û heger niyeta wî ya îsyanekê hebûya dê sîleh teslîm nekirina û got bi rastî jî xelkê Dêrsimê naxwaze li hemberî komarê îsyanekê bike.

[Seyîd Riza] got cendirme berdewam xelkê tehrîk dikin da îsyanê bikin, bi zanîn neyartiya di nêvbera eşîretan de zêde dikin û ji bo êrişkirinê bihaneyan çêdikin. Got gelek kesên bêguneh bi bombayên ko ji balafirên şerî tên avêtin parçeparçe bûne û jin û zarokên ko çûne xwe di şikeftan de veşartine jî bi komî hatine qetlîam kirin. Alpdogan paşa xwest tevlî axaftinê bibe. Serokkomar bi hereketa destê xwe Alpdogan paşa bêdeng kir. Ji Seyîd Riza rica kir ko axaftian xwe dewam bike.

[Seyîd Riza got berî ko ew teslîm bibe soz dabûn wî] û got: "Li daîreya erkana herbê efserek digel min axivî. Ji min re got ko cenebê te li wîlayeta Erzincanê ji bo aştiyê li hêviya min e û dixwaze min bibîne. Min bawer kir. Sondeka mezin xwaribû. Min jî bawer kir û digel sê hevalên xwe em çûn wîlayeta Erzincanê, em desteser kirin. Paşê jî em rêkirin zîndana Elezîzê. Cardî planek li min kirin û hîleyek li min kirin. Paşê mehkemeyê destpê kir. Bi şahidiya mirovekê ko du salan ji kurê min yê mezin biçûktir e temenê min mezin kirin û yê kurê min biçûk kirin. [Karmendê MAH-ê li vêderê xeletiyekê dike. Ji ber temenê Seyîd Riza hat biçûk kirin û yê kurê wî jî hat mezin kirin.] Îro jî bi fermana we biryara îdamê dan. Min bawerî bi sozên we anî û digel ko ez bi lingên xwe hatim hon dê min îdam bikin. Vêca ez çawa baweriyê bi we bînim?"

Serokkomar got wî niho ev tişt fêm kir û dê tehqîqatekê bide kirin û got: "Ez cara dawiyê ji te re dibêjim were û ji min daxwaza efûkirinê bike, bibêje ko tu ji kirinên xwe poşman î da te efû bikim. Heger tu vê yekê bikî dê faydeya te ji Dêrsimê re zêdetir be. Bi me re hevkariyê bike. Komar dê gelek karên baş ji bo Dêrsimê bike. Xelkê Dêrsimê tirkên oxoz in û ji Xorasanê hatine. Dema ko ji nû ve bi hesta tirkbûna xwe bihesin dê ji bo komarê karên gelek baş bikin. Baweriya min bi vê heye. Were û vê firsetê ji destê xwe nerevîne."

Seyîd Riza jî got: "Min ji bo aştiyê û ji bo komarê gelek tişt kirin. Min arîkariya komkirina sîlehan kir. Sîleh hatin kom kirin. Gotin filan mirovan teslîm bike min ew teslîm kirin. Her cara ko tiştek dixwestin digotin ev "daxwaza dawiyê" ye. Paşê destpê kirin û zêdetir tişt xwestin. Daxwazên wan hîç xelas nebûn. Di destpêkê de min fêm nekiribû. Paşê dema ko "Qanûna Tunceliyê" hat derxistin min pir baş fêm kir. Ez emîn bûm ko em xelkê Dêrsimê çi jî bikin nikarin rê li ber we bigirin. Her ji destpêkê ve plana we ew bû ko bi temamî Dêrsimê îmha bikin û ji ser erdê rakin. Min pir dereng ev fêm kir. Ez ji hîç karekê ko min kiriye ne poşman im, daxwaza efûyê nakim, ev gotinên min yên dawiyê ne, tişteka dî jî nabêjim."

Serokkomar, bi awayekê acizbûyî rabû ser piyan, bi destê xwe Seyîd Riza nîşan da û got "wî bibin û ya lazim bikin". Dema ko me destê Seyîd Riza girt da em derkevin ji nişka ve ew rawestiya. Li serokkomar zivirî û got: "Min hîle û pîleyên we fêm nekirin, min nekarî li hemberî hîleyên we bi ser kevim û lewra ji bo hevdîtinê hatim. Ez diçim mirinê. Bila ev ji bo min bibe derd, lê belê min jî serê xwe ji we re netewand û bila ev ji bo we jî bibe derd." Serokkomar bi destê xwe nîşan da û got "bibin". Me ew bir û em ji kompartimanê derketin. Em derbasî wesayitan bûn. Em li hêviya Îhsan Sabrî begê ko ji trênê bêt rawestiyan. Îhsan Sabrî beg hat û li jeepa li pêşiyê siwar bû û em ketin ser rê. Em jî li pey wan çûn û gehiştin Meydana Genimî.

Îdamkirinên dî temam bûbûn. Seyîd Rizayê ko dizanî dor hatiye wî çû. Wî ew zarokê cengene bi destê xwe dehf da û dûr xist. Derket ser sandelyeyî, bi dengekê gelek xurt got: "Em ewladên Kerbelayê ne, eyb e, zulm e û cînayet e." Wî kemend xist stoyê xwe û pehînek li sandelyeyî da. Vê cesareta hewqasê mezin ya vî mirovê temenmezin hemî kes ecêbgirtî hişt. Wekî encam hemî îdam temam bûn. Pazdehê çiriya-paşiyê roja duşemê hemî rojê hilawistî ma da xelk bibînin. Roja 16-ê çiriya-paşiyê jî hemî cesedên wan di cadeyên Elezîzê de hatin gerandin û teşhîr kirin.

Îhsan Sabrî beg seet 12.00-ê em dawetî civînê li wîlayetê kirin. Seet 12-ê li wîlayetê Şefîq beg û midûrê asayîşa Elezîzê Îbrahîm beg jî li wêderê bûn. Îhsan Sabrî beg ji me re got: "Îdamkirina Seyîd Riza ya bi lezûbez bêguman dê li cem raya giştî mereqê çêke. Em wekî dewlet bi fermana Enqereyê mecbûr bûn berî ko serokkomar bêt Elezîzê Seyîd Riza îdam bikin. Ji ber îhtimal hebû ko serokkomar Seyîd Riza efû bike. Wekî dî jî divêt hemî cesed bên şewitandin û li gor rêbazên nehênîbûnê bi awayekê nehênî li cihekê bên binax kirin. Vê wezîfeyê jî hevalên ko di MAH-ê de kar dikin dê pêkbînin." Û got civîn xelas bûye. Me cesedên wan birin û li zeviyeka vala gaz pê de kir û şewitandin. Hûrûmûrên ko ji ber man jî me xistin telîsan û di nêvbera stasyona trênê ya li merkeza Elezîzê û stasyona trênê ya li Yolçatiyê de di çalekê de defin kirin. Nexşeya cihê ko ew lê hatin binax kirin û zebtên qeydan, axaftinên di trênê de, digel qeydên dengî û nexşeyê teslîmî Îhsan Sabrî beg kirin. Ev rapor wekî du nusxe hatiye amade kirin. Nusxeyeka wê teslîmî serwekaletê [serokwezîriyê] û nusxeyek jî teslîmî Îhsan Sabrî beg hatiye kirin.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2015-04-21
Xwendin: 2488
 

NÛÇE   
Serok Barzanî profesorê kurd Koçer Bîrkarê ko xelata matematîkê stand pîroz kir (2018-08-02)
Bîstûpêncê îlonê roja referanduma serxwebûnê ye (2017-06-08)
Heyeteka ENKS-ê diçe Emerîkayê da îdareya Trump qane bike (2017-01-28)
Partiyên Kurdistana Îranê naxwazin bi PJAK-ê re tifaqê bikin (2017-01-18)
Barzanî wêneyê pirrengiya dîn û miletan li Kurdistanê neqişand (2016-11-18)
Serokatiya Kurdistanê: Girtina hevserokên HDP-ê cihê endîşeyê ye (2016-11-04)
Tirkiye alaya Kurdistanê qebûl dike lê ji serxwebûnê re dibêje no (2016-08-24)
Nameya kurekî bo babê wî yê ezîz Mesûd Barzanî (2016-08-15)
Protokola eskerî ya Emerîka û Kurdistanê encam da – meaşê pêşmergeyan têt dan (2016-08-11)
Wezareta pêşmergeyan û Pentagonê li hev kir – rê li xêrnexwazan hat girtin (2016-07-13)
Ehmedê Xanî gunehkar e! (2016-07-03)
Wefata Osmanê Elî Çawîş û Şernexa kavilbûyî (2016-06-29)
Barzanî: Xwe ji bo serxwebûnê amade bikin (2016-06-23)
PDK: Peymana YNK-ê û Goranê dê nakokiyên nêvxweyî zêdetir bike (2016-05-18)
Barzanî: Dema peymana Sykes-Picotê nema – bila gel biryara qedera xwe bide (2016-05-16)
Cevdet Yilmaz: Îstiqrara herêma Kurdistanê îstiqrara Tirkiyeyê ye (2016-04-28)
Di landika çandiniyê de ji % 95-ê pêwistiyên jiyanê ji derve tên kirîn (2016-04-09)
Barzanî: Meha oktoberê emê referanduma ji bo serxwebûnê bikin (2016-03-24)
Barzanî: Yan emê dest ji doza xwe berdin yan jî divêt rêyeka dî bibînin (2016-03-21)
Davutoglu: Em li hemberî Sykes-Picoteka nû li ber xwe didin (2016-03-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org