[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Barzanî û strana ”Mêrê Mêrxas” – [deng]
SWÊD, 1/3 2014 — Welatparêzîya kurdên Sovyetistana berê ji bo gelek kurdan bûbû nimûna çavdayînê û jêhînbûnê. Em bi dehan salan berê ji Kurdistanê derketibûn, peywandîyên me bi welêt ra tunebûn, sînorên Yekîtîya Sovyet hetanî ji bo welatên Ewropayê jî girtîbûn, lê me her firsend bi kar dianîn ko bi koka xwe va bêne girêdan.

---------------------------------
Vê dosyaya PDF veke û paşê li ser nîşana "tîrê" ya di dosyayê de bitikîne da tu guhdariya strana "Mêrê Mêrxas" bikî.

----------------------------------

Rêyeke li ber me jî ew bû ko em roja newrozê diçûn Moskvayê û bajarên mayîn, me cejna xwe ya netewî bi kurdên Kurdistanê ra derbaz dikir ko li unîversîteyên wan bajaran da dixwendin. Carina jî kurdên Kurdistanê dihatin Yêrêvanê, me hisreta welêt ji wan hildida.

Û rojekê jî, sala 1958-an, kurdê herî mezin Mustefa Barzanî hate Yêrêvanê. Ez wî çaxî nehsalî bûm. Bavê min Xelîlê Çaçan Mûradov serok û berpirsyarê radyoya Yêrêvanê ya kurdî bû. Ewî rojekê ji min ra got: "Sibê ezê te bi xwe ra bibime radyoyê, ji ber ko "kurdê herî mezin li cîhanê" wê bê mêvanîya me, were tu jî wî bibîne". Min hetanî wî çaxî wêneyê wî dîtibû û li mala me da jî li dîwêr dardakirî bû, lê di xeyalên min da min digot qey yekî ejdeha û ne mînanî her kesî ye.

Barzanî hat, ez bi dizî nêzîkî wî bûm, min destê xwe li şal û şapikên wî xistin, dû ra min guh da xeberdana wî. Du tişt di bîra min da rind mane: yek ko digot di pêşketina şoreşa Kurdistanê da rola radyoya kurdî ya Yêrêvanê gelek e. A dinê jî dema bavê min, Barzanîyê mezin û Erebê Şemo ketine odeyekê û çend deqeyan li wir bi tenê man. Piştî sê mehan dema weşana radyoya kurdî ya Yêrêvanê ji berê du caran dirêjtir kirin. Pişt ra ez pê hesiyam ko bavê min û Erebê Şemo nameyek dabûne Barzanî ko wê bigihîne serokatîya Sovyet bona dirêjkirina wextê radyoya kurdî.

Paşê bavê min ji gera bi Barzanî ra bîranînên xwe ji min ra digot. Rojekê jî çûne gundê Elegezê, erebeya wan ketîye nava herî û çamûrê. Barzanî ji erebeyê peya bûye û bi gundîyan ra tevayî erebe ji herîyê derxistine. Gundî zendegirtî û şaş mane, gotine ko çawa dibe Barzanî bikeve nava herîyê û karekî wisa bike, lê Barzanî li wan vegerandîye gotîye: "Em her tiştî gerekê bi hev ra, yekdest bikin".

Sala 1975-an ez bi xanima xwe ra tevayî di nav komeke ermenîyan da ji bo gerê bi trênê diçûne Çêkoslovakîyayê. Mêrekî rûs hat bal me, bi hevalên komika me ra bû nas, paşê vegerîya li ser min û xanima min, got: "Bi bawerîya min, hemû endamên komika we ermenî ne, lê hûn qet ne wek ermenîyan e. Gelo hûn ji çi miletî ne?". Pêşîyê em şaş û metel man ko ew ji kû zane, lê dû ra ez him şa bûm ko em ji gelên mayîn cuda dibin, him jî şa bûm ko firsendek çê bûye gelê xwe bidime naskirin û min got ko em kurd in. Ji ber ko wan salan gelekan kurd nas ne dikirin, wî jî pirsî: "Kurd kî ne, li kû dimînin?". Min got ko niha jî kurd ji bo rizgarkirina welatê xwe Kurdistanê dijî desthilata Îraqê şer dikin. Ewî xeberdana min birî û got: "Ha... Barzanî, Barzanî!!!".

Ango, gelekan navê kurdan ne bihîstibûn, lê navê Barzanîyê mezin bihîstibûn.

Tiştê herî balkêş ko ez derheqa Barzanî da bêjim ew e ko di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da straneke derheqa Barzanî da bi navê "Mêrê Mêrxas" heye, wê jî ez distrêm. Pêşiyê ew stran dane Aramê Tîgran ko ew bistrê. Lê Aram nexwest bistrê, ditirsîya ko ermenî wê bêjin tu ermenî yî, lê pesinê serokê kurdan didî. Her rojên yekşemê, dema sitranên bi daxwaza radyoguhdaran didan, ew stran hebû. Xelqê ew ser teypê jî nivîsîbûn û wek tiberik li mala xwe da xwedî dikirin. Lê çi mixabin ko sîyaseta Sovyetistanê hindava kurdan da wisa zû dihate guherandin ko hinek caran ji serokatîya radyoya Moskow têlêfon dikirin (di eslê xwe da radyoya me ya Moskow bû, lê ji ber ko Ermenistan nêzîkî Kurdistanê bû û kadroyên kurd jî piranî li wir bûn, lema jî radyoya kurdî weşanên xwe ji Yêrêvanê dikir) digotin: "Strana "Mêrê Mêrxas" ya derheqa Barzanî da çend mehan bi radyoyê nedin, hetanî em carek din we haydar bikin". Piştî çend mehan digotin ko ewê stranê her ro bidin. Ango, me ji wê stranê texmîn dikir ko sîyaseta Sovyeta berê di hindava Îraqê û Kurdistana Başûr da çawa bi xweşbînî û nêgatîvî dihate guhêrandin.

Piştî bavê min (bavê min ji sala 1957-an hetanî mirina xwe sala 1981ê, serokê radyoyê bû), sê salan jî ez di radyoyê da wek berpirsyar xebitîm, hetanî sala 1984-an û paşê serokatî hate guhartin. Sovyet hilweşîya, antêna (satelît) ko Kurdistan pê radyoya me guhdarî dikir, rakirin, wextê radyoya me ji sehet û nîvekê daxistin kirine nîv sehet, her tişt tevlihev bû û ew stran jî kêm digihîje milet. Lê di malên xelkê kurd da ew stran heye.

Gelek serokên kurdan çêbûne, lê belê di dilê piranîya kurdên Sovyetistanê da heta roja îro jî navê wî û cîyê wî serê herî jorîn da ye. Heta gelek kesên ji miletên dî jî navê Kurdistanê ne bihîstibûn, lê navê Barzanî baş zanibûn. Em bi saya serê wî û navê wî li her derê serbilind û rûsipî bûn. Me digot: "Dewleta me tune, lê Barzanîyê me heye û ewê welatê me rizgar bike".

Barzanî kurd ji eşîrtîyê veguhast bo miletînîyê. Lê çi heyf ko ne her tişt di destê aqilmendîyê, jêhatinê, zîrekîyê da ye. Hinek tişt jî di destê xayîntîya kesên ji gelê me, bêbextîya dijmin û neyartîya emperyalîstan da ye. Lê dîsa jî ko îro li Kurdistana başûr hema bêje dewleta me çêbûbe, ew bi saya serê wî ye jî û lawê wî û hemû lawên welatê min yên welatparêz û dilsoz karê wî dimeşînin. Gotina pêşîyên me "Gîha li ser koka xwe şîn dibe" li vir di cî da ye.

Kurdên Sovyeta berê sond xweribûn ko bi navê Barzanî sond bixwun. Û piranîya wan heta niha jî li ser sozê xwe mane. Ji xwe mêrê rast di jîyana xwe da di pirsên weha da carekê sond dixwe û li ser soza xwe dimîne.

Ev jî helbesta helbestvanê me yê herî navdar Fêrîkê Ûsiv e li ser wefata Barzanîyê mezin.

***

Ji Mustefa Barzanî ra

Me mal-miletî nekir şîn-girî,
Şîna şehîdîya te merdemêrî.
Me li roja ava nihêrî,
Wekî ko emir dide rojek din…
Me li toximê şovan nihêrî,
Wekî ko zevîyan dide gîhandin.
Me li serê wan lawan nihêrî,
Ji kîjanan ra dibên Barzanî.
Û me bi sebirê girî guherî,
Me bi hêsiran nekir arzanî…
Bira ew milet hêsiran birêje,
Yê ko nikare birêje xûnê,
Yê ko çewdera rizî davêje,
Dixweze gênim hilîne şûnê…
Lê me aqa xûn meydanan da rêt,
Wekî em pêda bûne Cegerxûn,
Em bûne Hejar, Şivan, Celadêt,
Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd.

...

Bîst mîlîyon meriv… û qurna bîstî…
Beyanîyên cûnglîyan diha bûn dewlet...
Bela serê me ket, lê em nagirîn,
Şîna te nakin, bavê cimetê,
Emê mînanî kurikê dêmbirîn
Bigirîn, bikenin ber hemêza dê.
Dayka Kurdistan… kengê xwe ragirt,
Kengê merema te hate sêrî,
Hingê wê nava şaya me ya gurr
Bihele şîna te merdemêrî.

1979

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2014-03-01
Xwendin: 7060
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org