[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


NIVÎSAR 
Armanc û encamên êrîşên DAÎŞ-ê
» Seîd Veroj
DIYARBEKIR, 28/8 2014 — Sînorên îro yên herêmê û perçebûna Kurdistanê, di pêvajoya Şerê Yekemîn ê Dunyayê û salên li pey wî de, bi peymanên verşartî û aşkere hatine dîyarkirin.

Ji van peymanan ya herî girîng, peymana veşartî ya Sykes-Picot e. Ev peyman, di navbera dîplomatê Fransizî François George Picot û muadilê wî yê Îngiliz Mark Sykes de, di adara sala 1916 de hatîye îmzekirin. Li ser destpêkirina Şerê Yekemîn ê Dunyayê û pêkhatina Peymana Sykes-Picotê nêzîkê 100 sal derbas bûne. Îro bûyerên ko li herêmê çê dibin, di rastîyê de sînorên sîyasî yên ko ji wê demê ve hatine danîn, kirine wek bêjingê. Ev yek jî nîşan dide ko ev nexşeya sîyasî û statûqoya herêmî ya ko wê demê hate danîn, li ser bineheke nerast û nerewa hatîye dîyarkirin. Ji ber vê yekê, wisa dîyar dibe ko dê nexşeya sîyasî û statûqoya herêmê bigûhere û li ser bingeha netewî, olî û mezhebî ji nû ve bête destnîşankirin. Wekî wê demê, bêguman di rojên îro de jî, ji bo nû ve dîyarkirina nexşeya sîyasî wê tîfaq, hevgirtin û cepheyên wisa pêk werin ko heta îro qet me bîr pê nebirîye.

Îro hevpeymanîya ko di bin navê DAÎŞê de peyda bûye, yek ji van cepheyên pirralî ye. Di 10ê hezîrana 2014 de hevpeymanîya erebên Sûnne bi serkêşîya DAÎŞê ketin Mûsilê û di nav demeke kurt de piranîya erdê erebên Sûnnenişîn bidestxistin û rêvebirîya herêmê girtin bin kontrola xwe. Vê bûyerê, di pratîkê de ji Hikumeta Kurdistana re rêya tetbîqkirina maddeya 140ê vekir. Hîn li ser vê bûyerê 2 meh derbas nebûn, DAÎŞê di 2yê Tebaxê de jî berê xwe da başûrê Kurdistanê û herêma Şingal, Zummar û Mexmûrê dagir kirin. Di dema dagirtina van herêman de; bi taybetî kurdên Êzidî, Şebek, Kakeyî, Feylî; grubên Mesîhî yên wekî Aşûrî, Sûryanî û Keldanî û herweha turkmenên Şiî yên van herêman rastê êrîşên hovane yên DAÎŞê hatin; bi hezaran zarok û jin û extiyarên wan derbeder bûn, ji cî û warên xwe hatin koçberkirin û qirkirin. Ev êrîşên DAÎŞê, li ser xelkên herêmê dîmeneke nû ya Enfal û Helepçê derxist holê. Piştî van bûyeran, DAÎŞ, wek aktor û mijara herî xeternak û sereke ya herêm û dunyayê derket holê. Îro kurd wekî milet li dijî van terorîstên ko ji herêm û hemû dunyayê re jî bûne xeter, şer dikin.

Bi tevî ev bûyerên lezgîn û germ, pirsa “DAÎŞ çi ye û dixwaze çi bike?” hate rojevê. Di nav vê dema kurt de gelek tişt li ser peydabûn, kiryar û armanca DAÎŞê hatin gotin. Bi kurtayî em dikarin bêjin ko ji alîyê bingeha civakî ve DAÎŞ; ji grubên cûr bi cûr yên erebên Sûnne û kevne Baasî û hêzên eşîretên wê hermê ve pêk hatîye, wek reaksîyoneke li hemberê zixt û zordarîyên desthilatdarîya Şiîyan çê bûye, bi pirranî di herêmên Sûnne de li ser xeteke îdeolojîk a nijadperest û Baasîst a erebên sûne rêxistin bûye. Divê em ji bîr nekin ko dijberîya dîrokî ya ereb û farisan jî, bûye paşxanekî dî yê îdeolojîk-sîyasî yê vê hereketa sûnneperest. Aqilê stratejî, hêz û tevgera DAÎŞê dîyar dike ko li pişta rêxistinên wisa de, piştgirîyeke girîng a herêmî û navdewletî tune be, nemimkune ko li vê herêmê desthilatdar bibe û berdewamî seha desthilatdarîya xwe jî herberfireh bike. Dema em encama tevger û pêşketina vê rêxistinê û rewşa sîyasî ya heyî bînin ber çavê xwe; wisa dîyar dibe ko di pratîkê de ti mana û girîngîya sînorên sîyasî yên Peymana Sykes-Picotê nemane, Xîlala Şîa hatîye şikestin, herêmên Sûnne yên Iraq û Sûriyeyê gihîştine hev û herweha ne dûr e ko di demeke nêzîk de Lubnan jî tevlî vê sehayê bibe û li ser vê erdê berfireh dewlete Sûnnîyan bête damezirandin.

Bêguman ji bo milletê Kurd û Hikumeta Kurdistanê ya herî girîng; ji alîyê DAÎŞê ve dagirtina herêmên Şengal, Zummar, Mexmur û Celewle ye. Herweha di encama dagirtina van herêman de, hem zeafîyet û kêmasîya parastinê û hem jî trajedîyeke mirovî derket holê. Bi deh hezaran kurdên êzidî, şebek, kakeyî û mesîhîyên van herêman rastê teror û qirkirina Dewleta Îslamî hatin, beşekê wan ê mezin jî bêgav man ko cî û warê xwe biterkînin û bibin penaber. Bêguman li ser sebebên ketina van deveran û encamên bûyerên çêbûyî, gelek tiştên girîng hatine gotin û nivîsandin. Li vê derê naxwazim cardin wan nirixandin û gotinan dubare bikim, lê divê em tecrube û gotina zêrîn a pêşiyan ji bîr nekin ko dibêjin; musîbetekî hêjayê hezar nesîheta ye. Dema ko em nikaribin musîbetan û encamên wan rast bixweynin, mimkune ew musîbet dubare jî bibin. Ji ber vê yekê dixwazim bêjim, êrîşên DAÎŞê, musîbeteke bûhayê wê giran bû, lêbelê ko em karibin encamên wê rast bixweynin û pêdivîya wan bînin cî, dê ji bo serxwebûn û serkevtinê faydeyeke gewre bigehîne doza rewa ya Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de, dixwazim bi dîyarkirina çend xalên girîng, bala we bikşînim li ser xwendina encamên êrîşên DAÎŞê:

1. Dema em li bûyerên civakî yên çend salên dawî, rewşa heyî ya navbera Iraq, Sûriye û Lubnanê binêrin pirr bi zelalî dîyar dibe ko sînorên navbera van dewletan bûne wek bêjingê. Ji ber vê yekê, meseleya ji nû ve guhartin û diristkirina xerîte û sînorên sîyasîyên hêrêmê, pêdivîyeke girîng a aramîya civakî û ewlekarî ye.

2. Pîlana ko bi navê Dewlata Îslamî yan jî bi navê wê yê meşhur DAÎŞê, di 2yê meha Tebaxê de li hemberê Başûrê Kurdistanê hate tetbîqkirin, pîlaneke navdewletî bû, armanca wê jî pêşîlêgirtina firotina petrol û xebat serxwebûna başûrê Kurdistanê bû. Vê bûyerê, bi bûhayekî giran kêmanî û lawazîya Wezareta Pêşmerge û parastina Kurdistanê derxist holê. Bi tevî hemû kêmanîyan, Serok Barzanî ji bo piştgirîkirin û parastina Kurdistanê, daxwaza alîkarîyê ji dewletên Awrupayî û Amerîkayê kir. Di serî de Amerîka û pê re jî dewletên Awrupayî yên wekî Fransa, Îngiltere, Almanya, Îtalya, Îspanya, Hollanda, Swêd, Danîmarka, Awistralya, Macerîstan û yd. di demekî kin de piştgirîya xwe ya sîyasî û leşkerî ji bo Kurdistanê dîyar kirin. Dema ko rewşa sîyasî ya herêmî û alîyên têkildar li ber çavan bêne girtin, dîyar dibe ko di zimanê sîyaset û dîplomasîyê de ev piştgirî, heman demê tête mana piştgirîkirina serxwebûna Kuristanê.

3. Êrîşên terorîstî û kiryarên jenosîdî yên Dewleta Îslamî li herêma Şengalê, di nav civata Kurdistanê de travmayek peyda kirîye, divê di demekî herî kin de tesîra vê travmayê bête şikandin û rakirin.

4. Bûyerên dawî carekî din dîyar kirin ko Kurdistan bi modêla xwe ya pirrdînî, pirrolî, pirmezhebî û pirrzimanî ji eqliyatên dînî û netewî yên ciyawaz re bûye ciyê parastin û aramî û ewlekarîyê. Parastin û pêşxistina vê modelê, hem wezîfeya hemû welatîyên Kurdistanê û hem jî yê rêxistin û dewletên demokratîk ên dinyayê ye.

5. Di encama êrîşên DAÎŞ û wd. de, koç û koçberîyeke mezin ber bi herêma Kurdistanê ve çêbû. Encama van bûyeran dîyar kir ko civata Kurdistanê li hemberê bûyerên wisa bi awayekî rêk û pêk ne birêxistinî ye. Ji bo vê yekê, piştgirîkirina rêxistinbûna dezgeh û rêxistinên siwîl/medenî, pêdivî û erkekî civakî û netewî ye.

6. Dema em encama êrîş û kirinên hovane yên grubên olperest û tûndrew ên wekî DAÎŞê bînin ber çavê xwe, dîyar dibe ko eqliyetên dînî û mezhebî yên li Kurdistan û herêmê, mimkune ko her demekî di bin xeterîya êrîşên îslamîstên tundrew de bin. Ji ber vê yekê parastina hemû mafên eqliyetên dînî û netewî yên wekî êzidî, şebek, kakeyî, mesîhî û turkmenan erkê sereke yê hikumeta Kurdistanê ye.

7. Xaleka herî girîng jî, rola medya ya Kurdistanê ye. Belavkirin û pêşkêşkirina nûçe û agadarîyên der bareyê bûyerên dawî yên Kurdistanê û êrîşên DAÎŞê de, dîyar kir ko li Kurdistanê pirsgirêkek girîng a medyayê heye û li ser wê re jî şerekî psîkolojîk ê girîng tête meşandin.

Di medya û rayagiştî ya Kurdistanê de têgehiştineke wisa hatîye peydakirin; lazime medya bêlayen û bêkontrol be û kes mudaxeleyî medya neke. Têgehiştineke wisa, encama şerê psîkolojîk ê li ser civata Kurdistanê ye. Di ti welatekî dunya modrin tiştekî wisa nîne. Nabe ko medîya welatekî li hemberê berjewendîyên welat û welatîyên xwe bêlayen be, yasa nasneke û mudaxeleyên yasayî çênebe.

Dema em bala xwe bidin rewş û bûyerên dawî yên Kurdistanê, bi zelalî dîyar dibe ko beşekî medyaya Başûrê Kurdistanê bi nûçe, agadarî û nivîsên xwe yên der barê van bûyeran de, serê xelkê tevlîhev kirin û bi xelkê nedan famkirin ko di rastî de çi dibe. Dezgehên medyaya PKK/PYDê jî, di çarçoveya sîyaseta xwe ya statuquparêz û dijserxwebûnî de, ji ber berjewendî û nakokîyên grubî, li hemberê başûrê Kurdistanê û bi taybetî jî PDKê, dest bi belavkirina desînformasyoneke nedîtî kirin. Ji ber vê yekê divê Hikumeta Kurdistanê di çarçoveyeka demokratîk û berpirsyarbûna li hemberê raya giştî de ji bo dezgehên medyayê çarçoveyeke nû dîyar bike û rê li ber desînformasyon û operasyonên psîkolojîk bigire.

-----------------------------------
Nivîskar: SEÎD VEROJ kovarabir@hotmail.com
Weşandin: 2014-08-28
Xwendin: 7062
 

NIVÎSAR   
Bibe çîrokbêjê xwe (2019-12-07)
Kavilê ”rastiyên nerast” (2018-07-31)
Ivan Turgeniev – serkêşê aqilê xwe (2017-08-21)
Serxwebûna Kurdistanê — piştî dused salan ewropî hêj li dihola berê didin (2017-08-05)
Em bibînin ka Erdogan poşman dibe yan Barzanî poşman dibe (2017-07-06)
Erdogan vê carê jî bi dengên kurdan xwe xelas kir – tifaqa digel MHP-ê hîçûpûç bû (2017-04-18)
Hêza dînî di dîzaynkirina Rojhilata-nêvê de (2017-03-12)
Rojek ji rojên salên şêstî li Cizîra Botan (2017-02-04)
Dirawsêy baş yan paşkoy baş (2016-12-17)
Mesajên serxwebûnê – tîrêjên paşerojê (2016-12-15)
Mêjû qencî û xerabiyan ji bîr nake (2016-12-09)
Barzanî »xelaskarê« nû yê xiristiyanan û misilmanan e (2016-12-03)
Şerê li dijî terorîstên Daişê û belavkirina "wêneyên xwînî" yên pêşmergeyan (2016-10-27)
Tevgera Mistefa Barzanî di medyaya swêdî de (1958–1975) (2016-09-11)
Tirkiyeya Erdogan li dijî hemî kurdan û serxwebûna başûrê Kurdistanê ye (2016-07-06)
Heger miletek ne supermilet be serokê wî miletî nabe superman (2016-07-03)
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Muhayyel Turkiye Cizre’de Medfundur (2015-09-16)
Pêşmergeyên Kurdistanê "derbeyeka eskerî" kir – Kurdistan yekgirtî dimîne (2015-09-14)
Swêd kengê bû welatê kurdan – 50-salîya kurdên Swêdê (2015-05-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org