STOCKHOLM, 1/1 2008 — Mehmet Metinerê ko nivîskarê rojnameya Bugunê ye bi serokkomarê Iraqê Celal Talebanî re hevpenvînek di heqê Tirkiyeyê, kurdên bakur û PKKyê de kiriye. Celal Talebanî piştgiriyeka pir germ û nedîtî dide serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdoganî û dibêje PKK xelet dike ko li dijî AKP-ê şerî dike.
***
Mehmet Metiner — Ez ne bi sifeta we ya serokkomariya Iraqê, lê bi sifeta cenabê te ya wek “serokekî kurd” dipirsim, tu Tayyîp Erdoganî çawa dibînî?
Celal Talebanî — Ez bi xwe jî wek kurdekî li serokwezîr Erdoganî nanêrim. Ez hîna bêtir bi tevahî lê dinerim. Li gora baweriya min, Erdogan li Tirkiyeyê pêşengiya projeyeke mezin ya demokratîkbûyinê dike. Ev pêvajoya hanê ne ji bona berjewendiyên Tirkiyeyê tenê ye, her weha ew ji bona berjewendiyên Iraqê, ji bona yên îdareya Kurdistanê û ji bona Rojhilatanavînê jî ye. Ez weha yeqîn dikim ko serkeftina vê projeya demokratîkbûyinê ko ji terefê Erdogan û serokkomar Gulî ve tê birêvebirin ne serkefina wan tenê ye, ev ya me hemûyan e. Li gora baweriya min, dijminayiya bi Erdoganî û hikûmeta wî re tê wê maneyê ko ew dijminayiya hanê bi gelê tirk û demokrasiyê re tê kirin e. Min ji serokê DYE re jî got û min di axaftina xwe ya di kongreya DYEyê de jî anî zimên û min ji serokwezîrê îngîlîzan re jî got; her weha min ji serokên Ewrûpayê re jî got… Min di civîna li Bexdayê ya sefaretên Yekîtiya Ewrûpayê jî ji wan re got ko divê Tirkiya bibe endama YEyê; li dervehiştina Tirkiyeyê dijminayiya demokrasiyê ye.
Mehmet Metiner — Di sala 1999an de, gava Ocalan hate girtin PKKyê him hêzên xwe yên çekdarî derxistin derveyî sînorî û him jî agirbesta bêsînor îlan kir. Lê PKKyê di sala 2004an de li hemberî AKPyê careke dinê dest bi şerî kir, tu vê yeka hanê çawa dinirxînî?
Celal Talebanî — Ez wan fikrên xwe yên berî bi kêlîyekê ji hemû wan kesan re dibêjim ko ew diherin bi PKKyê re hevdîtinan dikin. Ez dibêjim ji PKKyê re bibêjin ko şerkirin ne çareserî ye. Şerkirina li dijî hikûmeta AKPyê, şerkirina li dijî berjewendiyên kurdan e. Min ev yeka hanê ji DTPyiyên ko hatin bi min re hevdîtin kirin jî re got. Serokwezîr Erdogan dixwaze meseleyê [pirsgirêka kurdî] çareser bike, lê zehmetî û astengiyên wî hene. Bi qasî astengiyên pîjlêxistina wan kesên ko li hemberî hewildayinên prosesa demokraktîkbûna ko Erdogan dixwaze têxe jiyanê, ji terefê PKKyiyan ve jî ew astengî û nerehetî hene. Loma jî divê em li hemberî Erdoganî bi sebir bin. Heger em bêqeydûşert piştgiriya prosesa demokratîkbûyinê bikin, wê gavê dê arîşe jixweber çareser bibin. Ez dibêjim ko divê em piştgiriya vê prosesê bikin ko Erdoganî dest pê kiriye.
Mehmet Metiner — Ez dibînim ko di pozîsiyona ji bona piştgiriya Erdoganî de tu bi awayekî zêde hewil didî û him jî di vê demê de, ev ecêb e…
Celal Talebanî — Kevneserokê DYEyê Bill Clinton jî li hemberî vê yekê şaş mabû. Gava min jê re qala wê yekê kiribû ko em giringiyeke mezin didin hewildayinên tetbîqkirina Erdoganî ya ji bona demokratîkbûyinê, ew şaş bûbû. Weha xuya ye ko ew li hêviyê bû da serokekî kurdan gotinên bi dujminahî li dijî serokwezîrekî tirk bi kar bîne, loma jî ew heyirî mabû. Heta wî bi xwe jî ji Erdoganî re gotibû ko ecêb e ko serokekî kurd te ji min bêtir diparêze… Ez giringiyeke mezin didim pêvajoya demokratîkbûyinê û çareseriya siyasî diparêzim.
Mehmet Metiner — Erdoganî qala wê yekê kir da kesên li çiyayan bêçek bike û xwest di qanûnên di vî warî de guherîn çêbibin, lê hin derûdor îdia dikin ko li Tirkiyeyê efûyeke weha dê çaerseriyê neîne. Li gora baweriya te ko tecrubeyeke te ya bi salan di derbarê şer û meseleya kurdî de heye, dê efû çareyeke çawa bîne?
Celal Talebanî — Ez naxwazim ko tevlî karûbarên Tirkiyeyê yên hundirîn bibim, lê heger bixwazin ji tecrubeyên me îstifade bikin, helbet em dê alîkariyê bikin. Wek ko tê zanîn bi salan me jî û kek Mesûd û partiya wî [PDK] jî li dijî PKKyê şer kir, lê me netîceyek bi destî nexist. PKKyê çû li çiyayê Qendîlê cîh girt û pozîsyona xwe qewîntir kir. Ev tê wê maneyê ko bi şerî mesele çareser nabe. Ji bilî wê jî me dît ko hin dewletên mintîqeyê him piştgiriya PKKyê dikin û him jî hewil didin da li dijî me wê têxin hereketê.
Mehmet Metiner — Û ji kerema xwe re bersiva efûyê jî…
Celal Talebanî — Li gora baweriya min, bi prosesa domokratîkbûyinê re dê efû jî bibe rêyeke çareseriyê. Erdogan efûyê derxîne dê pir baştir bibe.
Mehmet Metiner — Efûya ko tu dibêjî, divê çawa be? Ji ber ko PKK dixwaze him Ocalan û him jî kadroyên sereke ji vê efûyê îstifade bikin, ji vê yeka hanê dê çi netîce derkeve?
Celal Talebanî — Ez naxwazim di meseleya efûyê de têkevim nav hûrgiliyan û weke min got ko ez naxwazim weha xuya bibe da ez têkildarî nav pirsgirêkên Tirkiyeyê dibim, lê dixwazim li ser efûyê fikrên xwe yên bi giştî bibêjim. Rast e ko PKK dibêje bila efûyek derkeve û herkes bi ber vê efûyê bikeve, lê sala çûyî wan diyar kiribû ko kadroyên serokatiyê, kesên ko tev li şerên aktîf bûne û heta bi Ocalanî jî dikare li derveyî vê efûyê bimînin û di şertekî weha de ew dê bikarin sîlehan deynin û bên li Tirkiyeyê teslîm bibin û li efûyeke bi vî rengî jî germ binerin, lê îsal hîn tu tiştekî nuh negîhaye ber destê min, ev tiştên ko sala çûyin dihat gotin in.
Mehmet Metiner — Tu agahdariyên nuh ko piştî operasyonên li çiyayê Qandîlê bûne di destê we de tune ne?
Celal Talebanî — Tu agahdariyeke nuh ko întiqalî me kiriye tune ye. Di van demên nêzîk de tu têkiliyên me çê nebûne. Ji xwe têkiliyên me dîrek çê nabin, bi rêya navbênçiyan çê dibe. Tê gotin ko wan ji min re nameyeke resmî şandiye, lê hîna jî neketiye destê min.
Mehmet Metiner — Serokkomar Gulî ji bona te got ko ew çi çax bixwaze dikare bê û me jî çi çax xwest em dê herin…
Celal Talebanî — Zimanê Abdulah Gulî jî wek wî ye, ez dizanim. Ez silav û hurmetên xwe jê re birê dikim. Helbet ko daweta resmî bê, ez dê werim, çima na!
Mehmet Metiner — Baş e, tu difikirî ko serokkomar Gulî dawet bikî?
Celal Talebanî — Bi mazûbaniya Gulî ya ji bo Bexdayê em ê serbilind bin. Ez hêvî dikim ko gava şert destî bide dê ev vexwandin jî pêk were.
Mehmet Metiner — Tu di dawiya hevpeyvîna me de dixwazî çi bibêjî?
Celal Talebanî — Ji bona Iraqê serokê şiî Ayetullah Sistanî çi nî‘met be, ji bona Tirkiyeyê jî Erdogan ew nî‘met e. Ez hêvî dikim ko gelê tirk qîmeta Erdoganî zanibe û pişikdariya prosesa wî ya demokratîkbûyinê bike. Û ji bona kurdên Tirkiyeyê jî têştê ko bibêjin ev e ko bila ji bona pêşeroja xwe piştgiriya hikûmeta Erdoganî bikin.
Mehmet Metiner: — Tirkiyeyê li hemberî PKKya ko li Qendîlê bi cih bûye operasyoneke hewayî kir. Reaksiyona we û reaksiyona îdareya herêmê ya kurdan di uslubê de ji hev cida bû. Gelo ev têbîniya min xelet e?
Celal Talebanî: — Zimanê min zimanê dîplomasî û siyasetê ye. Ez bawer nakim ko rengekî dî bi xwe re çareseriyê bîne. Bêguman ez li dijî zimanê şidetê û şerî me. Ez dizanim ko herdu ziman jî ji bilî zêdekirina bêçareseriyê bi kêrî tiştekî nayên. Gotineke kurdan ya pêşiyan heye. Du brayên ko bi hev re mezin dibin û ji hev hez dikin hene. Rojek têt û dizewicin. Ji yekî re kurek û ji yê dî re keçek çêdibe. Rojek têt û herdu zarok mezin dibin. Babê kurî diçin mala babê keçê. Dema ko keçê dixwazin zimanekî xelet bi kar tînin. Babê kurî dibêje ”keça xwe bide kurê me” û berdewam dike. Bêguman rûbirûyê reaksiyoneke mezin dibe. Herdu dostên hev yên ezîz li hev dikevin. Paşê dostên wan dikevin navberê. Tesbît dikin ka li kû xeletî hatiye kirin. Careke dî diçin keçxwestinê. Vê carê babê kurî ji hevalê xwe yê herî nêzîk re dibêje: ”Li baxçeyî gulek heye. Em hatine da wê gulê ji kurê xwe re bixwazin. Heger tu wê gulê bidî kurê me, kurê min jî dê bibe kurê te.” Ferq û usluba zimanî ya ko em behsê dikin tam ev e. Ya giring ne ew e ko mirov di netîceyê de bigihî heman dergehî, ya giring ew e ko dema mirov digihî dergehî di rê de mirov şer û xirûcirê neke.
Mehmet Metiner: — Em dibin şahid ko di navbera Tirkiyeyê û hikûmeta herêmê ya kurdan de hinek caran bi refaqeta mesajên dijwar şerekî sar têt bi rê ve birin. Tu hem wekî serokkomarê Iraqê û hem jî wekî rêberekî îdareya kurdan ji vê rewşê re çi dibêjî?
Celal Talebanî: — Mesajên dijwar yên dualî xelet in. Ne di xêra herdu aliyan de ye. Divêt em li hemberî hev zimanekî ko zererê bide bratî û dostayetiya me bi kar neînin. Heger problemeke me hebe divêt em wê bi zimanê siyasetê û diyalogê çareser bikin. Ti faydeya wê nîne ko mirov arîkariya wê yekê bike herwekî ko di navbera Tirkiyeyê û îdareya kurdî de dijminahiyek hebe. Min ji hikûmeta herêmê ya li Hewlêrê re got: ”Hêdî hon di heqê siyaseta derve de neaxivin, vê bi hêviya hikûmeta merkezî ya Bexdayê ve bihêlin.” Ji ber serokkomar û wezîrê derve yê Iraqê kurd in. Heger gotinek ko bivêt bêt gotin hebe em dê wekî hikûmeta merkezî bibêjin. Divêt devjeniya dijwar ya di navbera hikûmeta herêmê û Tirkiyeyê de ko dilê herdu aliyan dihêle xelas bibe. |