[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Sînan Îlhan: Ez Rojîn û Nîlufer Akbalê ji bo mêrxasiya wan pîroz dikim
» Sînan Îlhan
STENBOL, 7/1 2009 — Nuriye Akmana rojnamevana Zamana tirkî pêr bi Sînan Îlhanê koordînatorê kanala kurdî TRT-Şeşê re hevpeyvîneka dirêj kir û Sînan Îlhan dibêje hem di nêv kurdan de û hem di nêv tirkan de hinek kes û hêz li dijî vê kanalê ne û herdu alî bûn yek.

Sînan Îlhan bêyî ko navê Nefelê bide behsa nûçeyeka Nefelê ya li ser mêrxasiya Rojînê û Nîlufer Akbalê dike û dibêje malpereka kurdî ew herdu jin ji mêrên kurd mêrxastir bi nav kir.

Nuriye Akman çavdêriyên xwe yên di heqê Sînan Îlhan de bi van gotinan rave dike:

— Min ew, mîna kesekî pirr jidil û dilbiçûk (mitewazî) dît, bi zanîn û tecribeya xwe mirov naêşîne. Lê belê ji ber ko kesek bûrokrat e bi zimanekî îtîdal diaxive.

Nuriye Akman herweha vebûna kanala kurdî, ”bûyera herî bi xêr a sala 2008-an” dinirxîne û dibêje ko sînerjiya vê yekê dê mora xwe li salên pêş me bide. Daxwazeke Nuriye Akmanê ji saziyên dewletê yên din jî heye ko ev dezgeh astengiyên li ber zimanê kurdî rakin.

Hevpeyvîna Nuriye Akmanê ya bi Sînan Îlhan re li jêrê ye:

***

Pirs: — Tu pênc zimanan dizanî, mensûbê wezareta karê derve yî, te li îstixbaratê kar kiriye, ji ber van sedeman wan tu anî û kir serokê weşanên pirrzimanî?

Sînan Îlhan: — Têkiliya min a bi medyayê re ne nû ye. Ez di salên 86-87-an de, li Anadolu Ajansiyê xebitîm. Min rojnamegeriya dengûbasên hûndirîn û derveyî dikir. Wê demê, ez ketibûm îmtihana Wezareta Karên derve. Midûrê giştî yê me Husamettin Çelebi gazî min kir. Ji min pirsî, ka gelo pasaporta min heye an na? Hon dizanin, wê demê derxistina pasaportan pirr zehmet bû. Min jê re got: Na. Ji min re got: Here pasaporta xwe derxîne, emê herin Tehranê. Ez hatim mal. Telgrafeke bi lezûbez şandibûn: Min îmtihana wezaretê qazanc kiribû. Derhal, min dest bi karê xwe kir. Ev hemû tişt, di heman rojê de diqewimin. Ancax, ewqas tesadûf çêdibe.

Pirs: — Te çima ne medya, dîplomasî bijart?

Sînan Îlhan: — Ez bi rojnamevanên ji xwe mezintir re şêwirîm, min pirsî, ez di vê rewşê de çi bikim? Ji min ra gotin: Sînan, here wezaretê, karê dewletê baştir e. Li wir, sibe dûsibe çi dibe çi nabe ne diyar e. Bîroya li Tehranê dibe ko bê girtin. Ez bi vî awayî çûm Wezareta Karê Derve.

Pirs: — Çima wan tu şandî daîreya lêkolîn û îstixbaratê?

Sînan Îlhan: — Bi tevahî tesadûf bû. Mirov îmtihanê qazanc dike. Personel, mirov dişîne daîreyekê. Ez jî ji van daîreyan ketim daîreya îstixbarat û lêkolînê. Min fîlolojî xwendiye. Ziman û wêjeya erebî.

Pirs: — Te dizanî ko tu nikarî bibî sefîr, lê dîsa bi zanebûn tu çûyî?

Sînan Îlhan: — Belê, min nekarî bibim sefîr. Lê di wezaretê de, kesên zimanên herêmê dizanin pirr kêm bûn. Bi vî awayî, ez fikirîm, feyda min wê zêdetir bigihîje welatê min. Em werin ser xebata daîreya îstixbarat û lêkolînê. Ango, kesên di rojnameyekê de, di servîsa îstixbaratê de dixebitin, çiqas îstixbaratçî bin ez jî ewqas îstixbaratçî me.

Pirs: — Yanî, xebatên te ne mîna xebatên îstixbarata MIT-ê an ya eskerî bû?

Sînan Îlhan: — Na, ne wisa bû. Ez li wê derê du salan xebitîm, dûv re tayîna min derxistin Ciddeyê. Xebata min a li daîreya îstixbaratê ewqas bû. Piştî wê jî, ez li daîreya karên malî û îdarî xebitîm. Dema ez vegeriyam jî, dîsa min li vê daireyê kar kir. Dûv re, gazî li min kirin ko ez herim Temsîldariya Taybet a Îraqê, min dest bi xebata xwe ya nû kir.

Pirs: — Wê demê gotina ”Îstixbaratçiyek danîne ser serê Televizyona Kurdî” ne rast e?

Sînan Îlhan: — Na. ev îddiayên herdu aliyên ekstrem û kesên ko naxwazin li Tirkiyeyê tiştên baş biqewimin in. Eleqeya vê yekê, bi rastiyê re nîne. Li herêma Rojhilata Navîn, di Wezareta Karê Derve de 20 salan xebitîm. Li Erebistana Siûdiyê, Îsraîl û li Emîratên Ereb. Li van deran min tecribe qazanc kiriye. Herçiqas dema ez li sefaret û li konsolosxaneyan xebitîbim, min hertim karê medya û çandî kiriye. Ji ber ko ez ziman dizanim. Ji ber ko eleqeya min a li ser herêmê heye. Ji ber vê yekê, ez hertim bi medyayê re radizêm û radibim. Hemû televizyonên erebî, farisî û ingilizî temaşe dikim.

Pirs: — Baş e, tu kengê û çawa fêrî ewqas zimanan bûyî?

Sînan Îlhan: — Ez ji Rûhayê me. Heta heftsaliya xwe min tirkî nedizanî. Tirkî, ez li dibistana yekem fêr bûm. Zimanê min yê zikmakî kurdî ye. Li Ûnîversîteyê ez fêrî erebî, farisî û ingilîzî bûm. Dema ez ji bo wezîfa xwe li Îsraîlê bûm, ez çûm kursên zimanê ibranî. Lê, vêga ibraniya min qels bûye. Ji ber ko dema cara dûyem ji bo wezîfa xwe ez çûm welatên ereb, li wan deran, ji ber zihniyeta qedexe min nekarî ez bikevim malperên ibranî. Min nekarî li radyoyên ibranî gûhdarî bikim, rojnameyên wan bixwînim. Ji ber vê yekê jî ibraniya min qels ma.

Pirs: — Tu ”kurdê spî” yî yan ”kurdê light” î?

Sînan Îlhan: — Ji ber nexweşiya min a vitiligo destên min spî ne, ev rast e, lê kurdê spî an kurdê light tên çi wateyê ez nizanim.

Pirs: — Te fêm kir ew yek!

Sînan Îlhan: — Vê tiştê, ew kesên ko dixwazin îstismaran çêkin dibêjin. Azadiya ramanê heye, herkes dikare tiştê ko dixwaze bibêje bila bibêje, tenê bila negihîje radeya şîdetê.

Pirs: — Tu ji eşîra şêxan î, bavê te mezinê eşîrê bû?

Sînan Îlhan: — Na. Gellek şaxên êla şêxan hene. Em jî grêdayî milek wan in. Mezinê me, bi pirranî bi tasawifê re mijûl dibûn. Li hikmetê digerin.

Pirs: — Sirra avakirina kanala kurdî a di demeke pirr kurt de, di nava 45 rojan de çi ye?

Sînan Îlhan: — Ji sedî pênciyê serkeftinê bawerî ye, xebat e, fedekarî ye. Dema midûrê me yê giştî ev wezîfe layiqî me dît û teveccûh kir me jî nexwest em baweriya wî bişkînin û em şev û roj xebitîn. Ev ne tenê a min, keda hemû xebatkarên me ye.

Pirs: — Berê dema kurdî qedexe bû, te bi xwe çi zehmetî dît?

Sînan Îlhan: — Divê salên 66-67 be. Hîna ez li gund bûm, dema min xwest em ji gundê me Îlhan herim bajêr, bûyera ko ez jiyame nikarim ji bîr bikim. Wê demê wesîteyên ragihandinê ewqas pêşve neçûbûn. Posteyek gund hebû. Ji jêr ve, ew kesên di ber qeraxa çemê Feradê ve dihatin lê siwar dibûn. Di dawiyê de jî dihat gundê me û dûv re berê xwe dida bajêr. Gundek, ji bajêr 30 kîlometre dûr bû. Li derdora Karakopruya nêzîkî Rûhayê girek hebû. Li wê derê check point (noqteya kontrolê) hebû.

Pirs: — Ango, noqteya kontrolê.

Sînan Îlhan: — Belê. Wê demê ne teror hebû ne jî tiştek din. Lê, dema wesîte nêzîkî check-pointê dibû ew kesên li ser kamyonê bûn, digotin polîs û cendirme li ser rê ne, haziriya xwe bikin. Tertîbata me digirt jî ev bû: bavên me poşiyên xwe vedişartin.

Pirs: — Ay pirr biêş e.

Sînan Îlhan: — Vêga bifikirin, tu zarok î, bavê te di çavê te de qehreman e, lê mecbûr e wê poşiyê ji serê xwe derxîne. Herkesî poşiya xwe derdixist, dihat lê mêzedikirin ka gelo poşî di serê kesî de heye an na. Dema ez biçûk bûm, bûyera ko tê bîra min ev e. Di nava Rûhayê de, wê demê cûdabazî tûne bû. Me teva di nava xwe de, bi kurdî qise dikir. Lê belê, li ser guhdarîkirina muzîka kurdî qedexeyên tûnd hebûn. Me kasetên muzîka kurdî bi dizî guhdarî dikir.

Pirs: — We dikarî navên kurdî li zarokan bikin?

Sînan Îlhan: — Nexêr. Nedihat lê nedihat kirin. Vêga tu dibêjî qey mirov dikare lê bike heta ko wê demê me lê bikira. Yanî Tirkiye bi qedexeyên bêwate, bi aloziyên bêwate li cihê xwe ma.

Pirs: — Dema we weşana televizyona kurdî sererast kir, yanî we înkara 85 salan şikand, we çi zor û zehmetî dît?

Sînan Îlhan: — Li Tirkiyeyê avakirina tişteke nû pirr dijwar e. Di destpêkê de, astengiyên zîhnî ko li hember te disekinin hene. Herdu aliyên ekstrem yên herdu aliyan; yanî neteweperestên tirk û kurd em rexne kirin. Hîna jî berdewamî li rexneyên xwe dikin. Neteweperestên herdu aliyan li cihekî gihîştin hev. Dibêjin ko bila ev weşan neyê kirin. Me ev yek cîddî negirt. Me li karê xwe mêze kir. Ev yek ceribandina kes û saziyan bû. Me çavdêriya samîmîyeta wan kesên ko heta niha digotin bila weşana serbest were kirin, di vî zimanî de em weşanê dixwazin, kir. Me ev kes nas kirin, ev dezgeh nas kirin. Hin kes naxwazin tiştên baş li Tirkiyeyê biqewimin. Li herdu aliyan jî hene. Dixwazin, hertim li meydanê pirsgirêk hebin û van pirsgrêkan bixwerînin. Hertim ji vê yekê îstifade bikin.

Pirs: — Weşana kurdî a ji aliyê dewletê ve bi serê xwe şoreşek e. Gelo mirov dikare vê yekê bi awayekî, mîna lêborîna dewletê bibîne?

Sînan Îlhan: — Ji lêborînê zêdetir, dewlet êdî dev ji xetayên xwe berdide. Ev jî nîşaneke fezîletê ye. Heger dewlet, dezgeh û kes dev di xetayên xwe berdin, ev tê wê wateyê ko êdî ji xwe bawer in. Divê mirov ji van tiştan netirse. Li van gellên ko bi hev re, li vê coxrafyayê dijîn bifikirin. Di koroyekî pirrdengî de, dengên mêra, yên jinan, dengê herêmên cûda hene. Dema vê yekê bi hevre îcra bikin, ahengek derdikeve ortê. Qedexebûna zimanê kurdî xerakirina vê ahengê bû. Me hewl da ko em vê ahengê cardin saz bikin. Mixabin, li Tirkiyeyê ev ziman demekê hat qedexe kirin. Dema tirkek ji zimanê xwe hez dike û kesek vê yekê nake mesele, jê re nabêje tu dixwazî dewletê parçe bikî, tu cûdasaziya etnîkî dikî, û ev yek çiqas absûrd be; evîna kurdekî a zimanê wî jî ewqas normal e. Ji ber astengiyên li ser vî zimanî, mixabin kesên têrzana pirr kêm in. Ji ber vê yekê, me zehmetiyên mezin dît. Lê ji ber ko hêviya me neşkê, me ev yek zêde neanî ziman.

Pirs: — Hon li qeyda sabiqeya kesan digerin an na?

Sînan Îlhan: — Ji bo kadroyên normal yên dewletê çi tê xwestin, li vir jî heman tişt hat xwestin, tê xwestin.

Pirs: — Sirri Sakik gotibû ”kurdên bêsabiqe” nikarin bibînin.

Sînan Îlhan: — Çima? Sûcdarkirina kurdan a bi vî awayî qet ne xweş e. Ez vê yekê napejirînim. Çiqas tirkên bêsabiqe hebin, ewqas jî kurdên bêsabiqe hene, wek hev e.

Pirs: — Di nava planên we de weşana bi zimanê rûmî û ermenî heye?

Sînan Îlhan: — Li ser ve yekê, vêga nikarim tiştekî bêjim. Meqamên dewletê yên eleqeder çawa minasib bibînin emê wisa bikin. Ez bi xwe, terefdar im ko di hemû zimanan de, weşan bê çêkirin. Ez dixwazim ev kes bikaribin xwe îfade bikin. Ez ne terefdarê ti qedexebûnan im.

Pirs: — Destpêkirina weşana kanala kurdî a TRT-ê, gelo wê bibe alîkar ko hemû îpotekên li ser zimanê kurdî rabin?

Sînan Îlhan: — Ev pirseke siyasî ye. Li ser van mijaran nikarim tiştekî bêjim. Lê herhal, ji bo arif terîf ne pêwîst e. Biryarek siyasî ye.

Pirs: — Hîna jî pirr astengî hene. Navên kesan û deveran, nivîsandin qedexe ye. Ji ber ko ji hevre kartê pîrozbahiyê şandine di derheqê hin kesan da lêpirsîn vedibin.

Sînan Îlhan: — Bêguman wê ev weşan rihetiyekê bîne. Em hêvî dikin ko Tirkiye ber bi normalbûnê ve biçe. Rewşeke rihet derkeve meydanê. Em terefdarê vê yekê ne.

Pirs: — Dezgeha Hilbijartinê a Bilind, di hilbijartinan de propogandaya bi zimanê kurdî qedexe kir.

Sînan Îlhan: — Axaftina me a li ser vê yekê ne rast e. Ev yek, di nava xebatek aheng a hemû ûnîteyên dewletê de çareser dibe. Heger di gavên me yên me avêtî de, em tenê bêne hiştin, ev yek wê negihîje armanca xwe. Lê, heger ûnîteyên din yên dewletê jî piştgirî bidin vê yekê û gavên nû lê zêde bikin wê demê wê Tirkiye rihet bibe. Aştî û îstiqrara li welêt, wê gavek zûtir bi cîh bibe.

Pirs: — Hon tîpên mîna w, x, q di weşanê xwe de bi kar tînin, lê qedexebûna wan hîn berdewam e.

Sînan Îlhan: — Vêga ev zimanê weşanê ye. Em nivîsandinan nakin. Tişta ko em dikin zimanê weşanê ye. Dema tu bi îngilizî weşanê bikî û tîpên x, w, q bi kar neynî dibe? Dûv re, li Tirkiyê gotina ev tîp nayên bi kar anîn ne rast e. Biborin, li ser hemû tiwaletan WC tê nivisandin. Yanî, vêga em vê yekê qedexe bikin. Di navê hin televizyonên me de tîpên mîna W hene, Q hene, X hene. Ev qedexeyên bêwate ne. Wê demê ew çima bi kar tînin? Ez mantiqa vê yekê fêm nakim. Dê bi wext re ji holê rabin. Hêvî dikim wisa be.

Pirs: — TRT Şeş, gelo dê bibe navgînek propogandaya dewletê an mejîşûştinê?

Sînan Îlhan: — Kanala me, di formata TRT–1 da ye. Yanî, kanaleke malbatî û şoxûşengiyê ye. Vêga, di kanalek malbatî de, kirina propogandayê çiqas rast e, çiqas tendûristî ye, çiqas li gor aqil e? Êdî, li hemû cîhanê, zordayîna îdeolojiya fermî nemaye. Îro kes operasyonên mejîşûştinê yên emerîkî û rûsî cîddî nagire. Kanalek bi navê El-Hurra heye, ya emerîkîyan e û ji bo ereban weşanê dike. Kes guhdarî li vê televizyonê nake. Ji ber ko di propogandaya xwe de, başiyên Emerîkayê yên li herêmê dide nîşan dan. 24 sietan gotinên bi vî awayî televizyonê dadigrin. Lê, nikare tu temaşevanan li dora xwe bicivîne. Bi van gotinên îdeolojîk meriv nikare kanalê bide temaşe kirin.
.
Pirs: — Hon dê bi Roj TV û kanalên mîna wê re bikevin nava hawîrkan an reqabetekê?

Sînan Îlhan: — Na, na. Em bi ti awayî ne raqîb û ne alternatîvê tû kanalan in. Emê di bergeha xwe de bimeşin. Rikeberiya me a bi kesên din re ne li gor aqilan e. Em televizyona dewletê ne. Tirk ji çi hez dikin, dixwazin li çi temaşe bikin, kurd jî wan tiştan dixwazin, bi vê saîkê emê weşanê xwe bikin. Emê bi tû awayî, cîh nedin gotin û îdeolojiya fermî. Emê nebin aletên vê yekê.

Pirs: — Kurdî, li meclîsê mîna “zimanek nenas” dikeve qeydan. Ev jek jî ji aliyê gellek nivîskaran ve hate rexne kirin. Piştî vê demê wê nav lê were dayîn?

Sînan Îlhan: — Nizanim. Carna tiştên wisa dikarin biqewimin. Biryara meslîsa me a mezin e. Ez mîna xebatkarek dewletê nikarim tiştekî bêjim. Hemwelatiyên me, zîrek in. Hertişt wê bi demê re, li cihê xwe rûne. Baweriya min li zîrekiya gel heye.

Pirs: — Parlamenterên DTP-ê çima nehatin vekirina kanalê?

Sînan Îlhan: — Me ew vexwendin. Lê îcabet nekirin. Teqdîra wan kesan e. Rêza me ji vê yekê re heye.

Pirs: — Hon dê rojekê, ji bo gûftûgoyek vekirî wan dawet bikin?

Sînan Îlhan: — Sînordanîna me ji bo ti kesî nîne. Tenê bila, axaftinên teror û şîdetê diparêzin neyên kirin. Ji bilî vê yekê, em ji hemû tiştî re vekirî ne.

Pirs: — Di nav qedexeyên we de kîjan gotin û zargotin (kavram) hene?

Sînan Îlhan: — Li kanalên din çi qedexe hebin, li vir jî heman qedexe wê hebin. Em, di vê kanalê de, gûftûgoyên tirkî jî difikirin. Mixabin, li vî welatî herdu gel, di fêmkirina hev de, di empatiya şûna hev de hin zehmetiyan dikşînin.Û mixabin, pirraniya rewşenbîrên kurd, di televizyonê de, bi kurdî nikarin xîtab bikin. Em hewl didin û difikirin gelo bi saya rewşenbîrên kurd û tirk çawa emê bikaribin herdu gelan nêzîktirî hevûdin bikin. Temaşevanan, çawa li dora vê kanalê bicivînin. Em di wesweseya vê yekê de ne.

Pirs: — Hon difikirin gelo rêzefîlmên kurdî çêkin?

Sînan Îlhan: — Pêşniyar hene. Em di mistewaya nirxandinê de ne. Ez texmîn dikim, di demek nêzîk de, dê di kanalên taybet de jî weşanên kurdî destpê bikin. Di eslê xwe de, feydeya reqabetê dê bigihîje me. Heger reqabet hebe dê qalîte bilind bibe.Wê demê, temaşevanên me jî, wê weşanek baştir bikaribin temaşe bikin. Dibe ko tiştek me nedîtî, kanalên din cîh bidinê.

Pirs: — Hon dê reklaman bigrin?

Sînan Îlhan: — Daxwaz hene. Hevdîtina me a bi daîreya reklamê re didome.

Pirs: — Ciwan Haco çima nehat vekirinê?

Sînan Îlhan: — Hin zehmetiyên teknîkî derketin. Hon dizanin, grûba wî a muzîkê ji biyaniyan pêkhatiye. Tatîla Noelê hebû. Ji ber wê yekê nekarîn werin. Lê nexwe, ne ji ber sedemek polîtîk nehatin.

Pirs: — Baş e, wê demê dê dûv re bikaribin werin?

Sînan Îlhan: — Teqdîra wan e. Em naxwazin kesekî li derve bihêlin. Em dibêjin deriyê me ji herkesî re vekiriye. Dibe ko sedemê hin kesan hebin. Bi salan e polîtîkayên zorê tên meşandin. Dibêjin, hela em binêrin, wê bi kû de here, hinek tevlîhev in. Em binêrin, ka polîtîkaya weşanê bi rastî jî mîna dibêjin wê bimeşe an na. Ev yek jî pirr normal e. Bûyerek psîkolojîk e. Di vê navberê de, ez spasiyên xwe li Rojîn û li Nilufer Akbalê dikim. Ew kesên ko bi me re derketine rê, bi me re dimeşin em dê heta dawiyê bi wan kesan re bimeşin. Ev heval, bi rastî jî cesûr derketin, xwestin xizmeta yekîtiya vî welatî bikin.

Pirs: — Wan rîsk girt ne wisa?

Sînan Îlhan: — Helbet. Temaşevanên wan kesan yên tirk jî yên kurd jî hebûn. Bi behaya wendakirina hemû temaşevanên xwe gotin: em bi we re ne. Ji ber cesareta wan divê mirov wan pîroz bike. Hetta, li Ewrûpa, li hin malperên kurdî de nivisandin: “Jinên kurd, ji mêrên kurd mêrxastir derketin.” [Mebest jê sîteya Nefel.com e.]

Pirs: — Ji bo Eskişehirê we di destpêkê de gotina Xizir bi kar anî?

Sînan Îlhan: — Em ji gotinek Heidegger derketin rê û me slogana “Em hemû di bin asîmanekî de ne” bi kar anî. Tişta ko me li vir dixwest bêjî ev bû: Ayşe ji Îzmîrê, Xizir ji Eskişehirê ye û me navê gellek bajaran bi kar anî. Medya me jî, ji vê yekê fêm nekir. Slogana me, hin rojnamevanan mina “Em tev mîna osmanî ne” wergerandin. Hema hema ti rojnameyê ev yek rast nenivîsand. Tê xwiya kirin ko mîsyoneke me yî din jî heye, di ekranê de fêrkirina ziman.

— Em ne dezgeha perwerdeyê ne, em tenê dixwazin wextekî xweş bi însanan bidin derbaskirin û agahî bidin wan.

Di kursiyên ûnîversîteyan de, fîlolojiya kurdî nîne. Bi zimanê urdu heye, hindî heye, çînî jî heye, lê kurdî nîne. Heger ji Perwerdeya Netewî daxwazek wisa were, yanî bi TRT-ê re protokolekê çêkin, kurdî bidin hîn kirin, ûnîteyên saziyê, dê vê yekê binirxînin. Dê bibe, an na, vê yekê em nikarin tena serê xwe biryar bidin.

Werger: Yado Ciwan – ji malpera Rizgarî

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Rizgarî
Weşandin: 2009-01-07
Xwendin: 15063
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org