[ SÊŞEM, 2024-04-16 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Omer Mîranî: Konferansa kurdên herçar aliyan ji bo sîlehdanîna PKK-ê ye
» Neşe Duzel û Omer Mîranî
HEWLÊR, 4/3 2009 — Nûnerê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Omer Mîranî di hevpeyvînekê de ji Neşe Duzela peyamnêra rojnameya tirkî Tarafê re got armanca konferansa kurdên herçar aliyan ew ko PKK-ê ji bo danîna sîlehan qane bike û got: Em dixwazin Tirkiye bi awayekî fermî Kurdistana Iraqê nas bike.

Çima Omer Mîranî?

Tirkiye, ko nikare pirsgirêkên xwe bi awayekî serkeftî çareser bike, hemû pirsgirêkên navxweyî dike wek kêşeke navdewletî. Pirsgirêka kurdan, pirsgirêka elewîyan, pirsgirêka ermeniyan, derxistina artêşê ji nav siyasetê, rûbirûbûna bi demokratîkbûn û tarîxa kevin ve, ev hemû mijarên çareserkirinê ne, ko niha bûne pirsgirêkên mezin yên derve û di platformên cîhanê de tên axaftin.

Di demeke nêzîk de jî wê li Herêma Kurdistana Iraqê konferanseke navnetewî ya kurdan bê li dar xistin. Ji hemû cîhanê wê nûnerên partiyên siyasî yên kurd û siyasetmedarên kurd beşdar bibin. Me jî xwest li ser mijara civînê, çekdanîna PKKê, nerîna Enqerê û Emerîkayê li ser konferansê bi nûnerê Partiya Demokrat ya Kurdistanê yê li Tirkiyê bi Omer Mîranî re biaxivin.

Pirs: — Tarîxeke diyarkirî ya konferansa kurdî heye ko dê li ser daxwaza PDKê bicive?

Omer Mîranî: — Tarîxeke destnîşankirî tune. Konferans di hundirê heyvûnîvekê de dê bê li dar xistin.

Pirs: — Kî beşdarî vê konferansê dibe?

Omer Mîranî: — Nûnerên partiyên siyasî yên kurd ko li Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyê xebatê dikin, beşdar bibin. Wek mînak ji Tirkiyê ne tenê DTP ê HAK-PAR û KADEP jî beşdar bibin. Herwiha parlementerên kurd jî ê bên vexwendin.

Pirs: — Baş e, li Suriye û Îranê jî wek Tirkiyê partiyên kurdî hene?

Omer Mîranî: — Bê guman hene. Li Suriyê 13 partiyên siyasî yên urd hene. Li Îranê jî 18 partiyên kurdî hene. Hemû tên vexwendin.

Pirs: — Armanca vê konferansê çi ye?

Omer Mîranî: — Dinya guherî. Sîstema navnetewî guherî. Êdî cîhana kurdî jî, kurd jî divê bên guhertin. Pêwist e li gor pêdiviyên vê cîhana nû kurd êdî dev ji çekan berdin. Babetê serekî yê konferansê wê çekdanîn be. Îro di cîhana kurdî de li gel PKKê dû rêxistinên din yê çekdar hene. Yek baskê PKKê yê Îranê PJAK, ya din jî Partiya Demoqrata Kurdistan ya Îranê. Giftugo wê li ser mijara ger ev rêxistin û PKK çek danên û tevî siyasetê bibin pêwist e çi bêkirin, bê kirin.

Pirs: — Nûnerên PKKê jî tên konferansê?

Omer Mîranî: — Em difikirin ko PKKê vexwînin. Ew bi xwe ê biryarê bide ka kî nuneriya wê bike. Bo konferansê DTP jî tê vexwendin ko baskekî siyasî yê PKKê ye û niha di Parlementoya Tirkiyê de 21 parlementerên wê hene.

Pirs: — Gelo di vê konferansê de pakêteke pêşniyaran bo PKKê tê pêşkêşkirin?

Omer Mîranî: — Pêşniyar ê di dawiya konferansê de derkevin holê. Ji ber ko yek ji mijarên serekî yên konferansê ko bên nîqaşkirin, mijara çekdanîna PKKê ye û ger deyne, ê rewşa wan çekdarên ko ji çiyê dadikevin çi be, herin bi ko de, çawa bijîn û çi karî bikin. Dema li ser çekdanîna PKKê tê axaftin, wê bersiva van pirsan jî bê dayîn. Herwiha daxwazên PKKê jî wê bên giftugokirin û ka di nav van de kîjan aqilane ne wê ji welatên herêmê re bên pêşkêş kirin.

Pirs: — Kî ê serokatiya civînê bike?

Omer Mîranî: — Dibe Mesûd Barzanî be. Yan yekî din ko Nuneriya wî bike. Konferans, ji xwe fikra Serokê Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî ye. Barzanî naxwaze Êdî xwîn birje. Ji ber ko Kurdên PKK û PJAKê li welatê me de jî dijîn, firokeyên Tirkiyê heftê dû sê caran dikevin axa me û çiyayên ko PKK lê ne bombardiman dikin. Hem hevwelatiyên me jê zerar dibînin û hem jî hebûna PKK û PJAKê li çiyayên me, têkiliyên navbera me û Tirkiyê û Îranê xiradikin. Ger na ji xeynî PKKê tu pirsgirêkên me bi Tirkiyê re nînin. Peywendiyên me yên aborî baş dimeşin. Nêzîka hezar sermayedarê Tirk li Kurdistana Iraqê kar dike, ji Tirkiyê zêdeyî 5 milyar dolaran kelûpel tê herêmê.

Pirs: — Derbarê PKKê de hûn ê çi pêşniyarî Tirkiyeyê bikin?

Omer Mîranî: — Berî hemû tiştekî divê pêşeroja kurdên Mexmurê ko jimara wan dighe 10-12 hezar kesan û di rewşeke xirab de dijîn diyar bike. Ev, Kurdên ko ji Tirkiyê ji ber şer reviyane. Bi salane Neteweyên Yekbûyî li wan dimeyzîne û di nav hejariyê de dijîn. Mesela Tirkiyê û PKK yên ko li çiyayên Kurdistanê ne... Yên ko destê wan di kuştina kesî de tune divê bikaribin di axa xwe de vegerin ser jiyana sivîl. Ev genc naxwazin bikevin girtîgehan.

Pirs: — Heyva borî nûnerê taybet yê Tirkiyê li Iraqê Murat Özçelik li Hewlêrê dema li gel Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Nêçirvan Barzanî civiya, derbarê konferansê de çi hate gotin?

Omer Mîranî: — Hemû tiştek hatiye axaftin. Tirkiye piştgiriya fikrê lidarxistina vê konferansê dike.

Pirs: — Li gor we mimkun e di demeke nêz de PKK ji çiyan dakeve?

Omer Mîranî: — Bi gavên ko Tirkiye bavêjê ve girêdayî ye. Em hewl didin bo çareseriya pirsgirêkê hevkariya Tirkiyê bikin. Lewra em vê civînê saz dikin, bo çekan deyne fişarê dixin ser PKKê û hewl didin piştîvaniya lojîstîkî ji ser bibirin. Em sînor û cihên çûnûhatinê dixin jêr kontrolê. Herwiha komîteya ko di navbera Iraq, Tirkiye û Emerîka de hatiye damezrandin, çavdêriya sînoran dike.

Pirs: — Piştî van hemû rê û şivîleyan çawa PKK ji welatê we dikare bê Tirkiyê û herwiha bikaribe êrişên wek bergahên Aktutunê bike?

Omer Mîranî: — Çima hûn wiha difikirin ko divê tenê em sînoran kontrol bikin... PKK ne tenê di sînorên me re derbas dibe, di ser sînorên Îran û Tirkiyê re jî derbas dibe. Belê evna ji herêma me tên lê wek 50 km jî dikevin nav Tirkiyê. Hewqas kes tevî çekên xwe 50 km di nav sînorên Tirkiyê re dimeşin, karê xwe dikin, şer dikin, esîran digrin û piştî ko 10 – 15 demjimêran li Tirkiyê dimînin dîsan bi paş de vedigerin. Tirkiye bila hinekî bifikirin û biaxifin. Tawanbarkirina desthilata kurdî derbarê mesela PKKê de neheqiye. Herwiha PKK ne tenê li Iraqê ye. Li çiyayên Tirkiyê jî hezar û 500 çekdarên PKKê hene.

Pirs: — Li çiyayên Bakurê Iraqê çiqas çekdarên PKKê hene?

Omer Mîranî: — Jimara wan nêzîka sê hezaran e. Hemû kes wiha dizane PKK kerteke û di berîka çakêtê me de ye. Dixwazin em kertê ji berîka xwe derxin bidin wan. PKK ne parçekî ji kaxizê ye. Me di salên 1990an de li gel hêzên Talabanî li dijî PKKê şer kir. Barzanî, Talabanî û Tirkiyê operasyonên hevbeş kirin. Lê me PKK xilas nekir. Me dît ko bi şer PKK xilas nabe. Îro hûn 10 ji PKKê bikujin, sibe ew dibin 20. Artêşa Tirkiyê ji salên 1983-1984an ve şerê PKKê dike. Wek artêşeke mezin ya cîhanê nikarî PKKê biqedîne. Diyar e ko ev bi xebata çekdarî xilas nabe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka PKKê, divê pêngavên sivîl bên avêtin.

Pirs: — Li gor we Tirkiye pêwist e çi pêngavên sivîl bavêje?

Omer Mîranî: — Lêborîneke giştî derxe. Hinek ji yên ko çûne çiyê nizanin ji bo çi jî çûne. Bê perwerde ne. Mêjiyê hinekan ji wan jî hewqasî hatiye şuştin... Divê ev bikaribin vegerin malên xwe, bên perwerde kirin, bibin xwediyê karê xwe û di nav civaka sivîl de cihê xwe bigrin. Herwiha PKK ne tenê partiya kurdên Tirkiyê ye. Ji sedî 20ê milîtanên çiyê Îranî, Surî û jimareke kêm jî Iraqî ne. Her welatek divê hevwelatiyên xwe yê kurd wergire. Di konferansê de wê ev jî bê axaftin.

Pirs: — Tirkiyê, derbarê lêborîna kadroyên PKKê û tevlîbûna wan a jijaneke nû qet pêşniyarek ji we re aniye?

Omer Mîranî: — Na neaniye.

Pirs: — Li gor we Tirkiye ji lêborînê re amade ye?

Omer Mîranî: — Ne amade ye. Lê bê lêborînê ne mimkun e bikaribin PKKê ji çiyan bînin xwar. Dibe ko navê vêna ne efu be. Vegera malê jî dibe. Lê ew jî ne xwiya ye ka Tirkiye ji vegera malê re amade ye yan na.

Pirs: — Di vê derbarê de we tu pêşniyar dane Tirkiyê? Ev mijar li gel Tirkiyê hatine axaftin?

Omer Mîranî: — Axaftin li ser van öijaran hatiye kirin. Ez bi hêvî me ko bo çareserkirina van pirsgirêkan wê piştî hilbijartinan di hundirê salekê de pêngav bên avêtin. Tirkiye heta niha ji bo PKK çek dane, Iraq jî li gel ji Awrûpa, Emerîka û hemû kesî daxwaza hevkariyê kiriye, lê wê bi xwe hîç pêngavek neavêt. Ger efu neyê derxistin PKK ji çiyan danakeve. Ev biryar a Tirkiyê ye. Em ne beşek in ji şerê navbera Tirkiye û PKKê. Em dixwazin bibin beşek ji aştiyê. Em naxwazin Tirkiye bikeve nav sînorên me.

Pirs: — We behsa lêborîn û vegera malê kir. Rewşa kadroyên rêveber yên PKKê çawa dibe?

Omer Mîranî: — Ma ev çend kes in? Çiqas zêde bin du sed kes... Çareserkirina mesela dûsed kesî asan e. Li cîhanê, li Ewropa û li herêmê dost û hevpeymanên Tirkiyê hene. Ev welat dikarin van dûsed kesan wek penaber qebûl bikin.

Pirs: — Baş e ger aştî berqerar bibe Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê wan qebûl nake?

Omer Mîranî: — Na. Em naxwazin careke din pêrgî heman problemê bibin. Ev milîtan çiqas ji sînorên Tirkiye-Iraqê dûr kevin hewqasî baş e. Mesele dikarin herin Emerîka û Avustralya.

Pirs: — Emerîka û Ewropa derbarê vê konferansê de çi difikirin?

Omer Mîranî: — Ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi hêvî ne. Emerîka wiha difikire ko ev civîn pêngaveke baş e.

Pirs: — Gelo Mesûd Barzanî bawer dike aştiyê berqerar bike?

Omer Mîranî: — Ger hevkariyê ji Tirkiyê û Îranê wergire bê guman bawer dike.

Pirs: — Baş e, ger PKK pêşniyaran red bike wê çi bibe? Ma gelo wek Barzanî û Talabanî, PKK jî naxwaze bibe Nunerê Kurdên herêmê?

Omer Mîranî: — Li Kurdistana Iraqê alîgirên PKKê nînin! Kurdên Iraqê, ji ber ko ji heman xwîn û netewê ne kurdên PKKê wek bra dibînin lê piştgiriya PKKê nakin. Ger PKK pêşniyaran red bike, şer berdewam dibe. PKK ne tenê li çiyayên me hene. Li çiyayên Tirkiyê û Îranê jî digerin. Em wek kurdên Iraqê bawer nakin ko êdî şer pirsgirêkan çareser bike. Berê me pir şerê hev kir û her man. Tenê di şerê PKKê de zêdeyî 1000 pêşmergên me mirin û hewqas insanên din jî bê pê û mil man. Şer em negihandin hîç cihekî. Tenê aştiyê em birin hindek cihan. Ev aştiya ko ketiye destê me niha em dixwazin li herêmê jî belav bikin.

Pirs: — Gelo yên ko astengiyê têxin pêşiya aştiyê hene?

Omer Mîranî: — Bê guman hene. Yên ko berjewendiya wan di şer de heye kêfa wan ji aştiyê re nayê. Dixwazin nehêlin aştî çêbibe.

Pirs: — Kî naxwaze aştî çêbibe?

Omer Mîranî: — Hûn baş dizanin bê ew kîne.

Pirs: — Ji aliyê Iraqê yên berjewendiya wan di şer de hebe nînin?

Omer Mîranî: — Na... Li Kurdistana Iraqê bi rastî yê ko fêda wî de şer de hebe nînin.

Pirs: — Bo astengî derxistina hewldana aştiyê gelo dibe ko hinek bûyer derkevin?

Omer Mîranî: — Înşelleh nabe. Naxwazim zêde biaxifim.

Pirs: — Hêviyên we yên ji Tirkiyê çine?

Omer Mîranî: — Em dixwazin Tirkiye bi fermî Kurdistana Iraqê binase. Li Hewlêrê 13 welatan konsolgerî vekirin. Hê Tirkiyê venekiriye. Em hêvîdarin Tirkiye di warê efuyê de pêngavan bavêje. Herwiha em dixwazin bilez guhertin li Tirkiyê çêbibin û bibe endamê Yekîtiya Awrûpa. Wê demê em jî dibin cîranê Awrûpa, wê jiyana me jî biguherîne. Cîran û birayên me yên kurd li Tirkiyê ko jimara wan 15-20 milyon e dibin hevwelatiyê YEyê.

Pirs: — Baş e... Hûn li gel Nunerên Dewleta Tirk hevdîtinên xwe didomînin?

Omer Mîranî: — Sala 1991ê dema Özal Serokkomar bû, peywendiyên me li gel Tirkiyê gelekî germ bûn. Pişt re cemidîn. Tirkiyê xetên sor danîn û em derbarê Turkmen, Kerkûk û PKKê de tawanbar kirin. Me got ko ev tawanbarkirin ne rast e. Em naxwazin peywendiyên me yê bi Tirkiyê re di mesela PKKê de bimînin asê. Dawî nûnerê taybet yê Tirkiyê Murat Özçelik bi Mesûd Barzanî re axifî û di navbera Tirkiyê û Kurdistana Iraqê de raste rast diyalogê dest pê kir.

Pirs: — Hûn nûnerê partiya Mesûd Barzanî PDKê yê Tirkiyê ne. Bi dewleta Tirkiyê re hûn li gel kê rûniştine?

Omer Mîranî: — Carna wezareta derve, carna MİT, carna jî parlementeran dibînim. Ji 2003an ve bi tevahî li gel artêşa Tirkiyê peywendî qutbûn. Ne Barzanî û ne jî Nunerê li Tirkiyê kes bi rayedarên artêşa Tirkiyê re rûneniştiye. Lê niha li Tirkiyê artêşê, Wezareta derve û hikûmetê komîteyeke hevbeş pêkanîne. Beşir Atalay kirin berpirsê wê. Murat Özçelik li ser navê komîta navbirî li gel Barzanî dirûne.

Pirs: — Berî niha Serokê MİTê li gel Barzanî ne rûniştibû?

Omer Mîranî: — Belê, dû caran... Xwestin peywendiyên navbera Tirkiye û Kurdistana Iraqê ber bi pêş ve herin.

Pirs: — Wezareta derve ya Tirkiyê û MİT dixwazin peywendî bi pêş ve herin lê her çawa be bi pêş ve naçin. Li gor me kî naxwaze peywendiyên li gel Rêveberiya Bakurê Iraqê baş bibin?

Omer Mîranî: — Tirkiye ne amade ye li Hewlêrê qonsolxanê veke û bi Kurdistana Iraqê re bikeve peywendiyên fermî.

Pirs: — Kî ne amade ye? Leşker ne amade ne?

Omer Mîranî: — Nizanim.

Pirs: — We behsa xetên sor yê Tirkiyê kir...

Omer Mîranî: — Lê her hemûyan rengê pembeyî wergirtin. Xetên sor neman. Ji sedî 80yê gelê Iraqê destûr pejirandin. Li gor maddeya vê destûrê ya derbarê Kerkûkê de, pêwist e Kerkûk di sê qonaxan de rengê xwe yê asayî wergire. Pêşî divê ewên ko Saddam anîne Kerkûkê vegerin ciyên xwe yên berê. kurd û turkmenên ko Saddam ew ji Kerkûkê derxistine bên cihên xwe. Pişt re serjimêr tê kirin ka kî ereb, kurd û turkmen e derdikeve. Dawî jî wê referandum bê kirin. Wê gelê Kerkûkê biryar bide ka Kerkûk ya kê ye!

Pirs: — Li gor we li Kerkûkê dabeşkirina nifusê çawa ye?

Omer Mîranî: — Ji sedî 55 Kurd, ji sedî 45 jî turkmen, treb û xirîstiyan in.

Pirs: — Ger Tirkiye li dijî wê yekê raweste ko Kerkûk bigije kurdan wê çi bibe?

Omer Mîranî: — Kerkûk, ne pirsgirêka Tirkiyê ye. Wê Tirkiye şer li gel Iraqê derxe? Bê guman dê encamên referandumê qebûl bike.

Pirs: — Xeteke sor a Tirkiyê ya girîng jî bi serxwebûnê ve girêdayî ye. Tirkiye, li dijî dewleteke serbixwe ya kurd e.

Omer Mîranî: — Li ba me jî kesî negotiye em serxwebûnê dixwazin.

Pirs: — Ma Barzanî negot xeyala min a herî mezin dewleteke serbixwe ya kurd e?

Omer Mîranî: — Xeyal kirin cuda ye, siyaset cuda ye. Barzanî û Talabanî dibêjin em dixwazın di Iraqeke demoqratîk de bijîn. Berjewendiya me di Iraqeke yekgirtî de ye. Îro li Iraqê hêza herî mezin kurd in. Li gel ko li Iraqê Sunne û Şîe di nav xwe de belav bûne lê em kurd yek in û şirîkê dewleta Iraqê ne. Niha serokkomarê Iraqê, wezîrê derve û serekerkan kurd in.

Pirs: — Serokê Emerîka Obama, heta 2010an dê leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne. Vekişîna leşkerên Emerîka, çi bandorekê li ser rewş û ewlekariya Kurdên Iraqê çêdike?

Omer Mîranî: — Li Iraqê 140-150 hezar leşkerên Emerîka hene. Obama her çiqas bilez vekişîne jî, dîsan bi kêmî 50 hezar leşkerên Emerîka li Iraqê dimîne. Herwiha destûra Iraqê, hebûna Rêveberiya Federal a Kurdistanê qebûl dike. Ger li Iraqê pirsgirêkek derkeve, wê di nav sunne û şîe yan de derkeve. Ger di navbera van de şerê navxweyî derkeve, Iraq dibe sê dewletên federal... Îran wê hevkariya dewleta şîe ya Başûr û welatên herêmê yên sunne jî we hevkariya dewleta sunne ya rojava bikin. Kurdên Bakur jî bi tenê dimînin. Pêwist e Tirkiye ji hevkariya kurdên Bakurê Iraqê re amade be. Divê me bike hevpeymanê xwe yê stratejîk û sûd ji îmkanên me wergire.

Pirs: — Li gor we di demeke dirêj de dibe ko Tirkiye li gel Bakurê Iraqê here federasyonekê?

Omer Mîranî: — Ev projeke kevin bû û pêk nehat. Proja Turgut Ozal bû. Şert û mercên wê wextê cuda bûn. Li gor vê planê, wê Tirkiyê mafê Kurdên xwe naskiriba. Dê mecala federasyonekê bida wan û bi vî awayî wê kurdên Tirkiyê û Iraqê bi hev re federasyonek çêkiriba. Lê Tirkiyê rê neda ko kurdên wê bi kurdî jî biaxifin. Hê nû Ehmed Turk di civîna gruba xwe ya parlamento de xwest bi kurdî biaxife, çi bû... Li Tirkiyê tiştên biçûk pir tên mezinlkirin.

Pirs: — Di navbera Iraq, Emerîka û Tirkiyê de li Hewlêrê dijî PKKê navendek hate damezrandin. PKK, vê nêzîkbûna Enqerê û Hewlêrê çawa pêşwazî dike?

Omer Mîranî: — PKK, nêzîkbûna Tirkiyê û Kurdistana Iraqê naxwaze. Rewş bo aştiyê baş e lê bawer nake bibe.

Pirs: — PKK ger rêkeftina vegera malê qebûl bike, wê ev çi bandorekê li Bakurê Iraq û Başûrê Rojhilat yê Tirkiyê bike?

Omer Mîranî: — Şer bi dawî dibe û her kes dest bi jiyaneke nû dike. Niha pêwistiya projeya GAPê bi 12 milyar dolaran heye. Tirkiye wan perê li çekan xerc dike wê bide GAPê. Dewlemendî li herêmê zêde dibe, îmkanên kar û perwerdê bo mirovan tên xulqandin.

Pirs: — Hêviyên Tirkiyê ji we çine?

Omer Mîranî: — Min dixwest vêna bizanim. Em heta niha jî nizanin hêviyên Tirkiyê ji me çine.

Pirs: — Hêviya gelê kurd a hevbeş çiye?

Omer Mîranî: — Gelê kurd, dixwaze şer bi dawî bibe, aştî were, mafên mirov bên nasîn û rêz li wan bê girtin. Hemû evna ne.

Pirs: — We got li Bakurê Iraqê alîgirên PKKê nînin. Lê tê gotin ko li Tirkiyê di nav kurdan de alîgirên Barzanî pir in. Herwiha tê gotin ko di hilbijardinên pêşiya me de li beramber DTPê Barzanî piştgiriya AKPê dike. Ev rast e?

Omer Mîranî: — Wiha dibêjin lê ne ez vêna dibêjim. Destêwerdana siyaseta navxeyî ya Tirkiyê ne karê me ye. Pir normal e li Tirkiyê alîgirên Barzanî hebin. Ji ber ko Barzanî gelekî ji PKKê cuda ye. Malbata Barzanî qet wextekî dijwarî nepejirandine. Her ji bo aştî, dadwerî û mafên kurd şer kiriye, xebat kiriye.

Pirs: — Li gor we piştî hilbijartinan dê Hikûmeta AKPê bo ji çiya daxistana PKKê pêngavan bavêje?

Omer Mîranî: — Înşelleh. Ji xeynî Özal di dîroka Tirkiyê de ev hikûmeta niha yekem hikûmete di mesela kurd de ko pêngavan bavêje. Lê di mesela kurd de bilez daxife û gelekî bi hêdî tevdigere... Ev hîkûmet dixwaze PKKê ji çiya daxîne. Emê bibînin...

Çavkanî: Taraf
Wergêra ji tirkî: Firat Kelehkî, Rûdaw

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2009-03-04
Xwendin: 14510
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org