Peyvek çendî biçûk e belê bi xwe ve heldigire barek giran
û dijwar hemî êş û jan.
Destek zaroka heye,
keser, kovan, xem, derd, xeft, şayş, şîn, dax, pejare, mixabin, kiz, Ahîn
Ev zaroke li kû ve li çi dem Ahînên xwe bibarînin ew ax pîroz e.
Erê tu zanî çaxê axîn direve ji rekeha hêviya belav dibe li ser axek zuha gulgenim şîn dibin, baxçên xewna dergehên xwe vediken perî ayetên pîroz ser dixwînin, çîçik awaza çêdiken ew dilê givaştî hunerekî diafrîne ... û huner e jiyanê xweş dike.... eger huner nebe mirov fêrî gelek tiştên ciwan û xweş nabe. Eger nexweşî nebin, xweşî nabe tam.
Axînka xwe rake ji dilê xwe, bike parçek ji xwe, ew dê te xudan ket û bêjîte te carek din huner yê bihêze.
Dibêjin ew cihê Axîn lê pîrozahî lê dibare.
Ev car pîroz be Axînên me,
axînên bûne helbest
helbestên bûne zadê can
can ji hestan pîroz e.
Axînên min bûne helbest dibe axînên we bibin awaz, keval, stran, hozan, peyker, htd…
Huner Gulistan e her hunerek Gulek e her Gulek ê bihna xwe ya hey û rengê xwe yê taybet yê heyî.
***
Heftaxînkname
Ji bo xemên dil pir in, her parçek ji cestê herifî, mîna kevokeke baskokirî, di cihê xwe de axînkan vedilorîne…
Ji ber ev axîn, jêderê xeman e, her axînek ji bo xemekê ye…
Ax waro!
I
Ax waro
kesera min e dîtina te.
Evîna te pir e di dil de.
kanî ye
roj bi roj boş dibe
çavên Dîlan li pencerê dimîne
Kengî te dibîne
Şev
dax
dibin jimêrek
ko te bibînim
Çend awazan bixwînî
Di xewnê de
bistirînim
Waro,
Çav li riya te ye
Çiqas dûr î!
Dûrahiya erd û esman.
Çiqas nêzîk î!
Nêzîkahiya mijîlank ji çav
Waro,
ji bo cîhanê tu war î
ji bo min tu cîhan î.
Waro,
min nemaye
ne jîn
ne yar;
ne dost
ne heval.
Bûme sêwî.
Pêlên te ez kêşam
Ji vî welatî barkirim
Di nav hevalan de bê heval kirim
Bê dîn û îman kirim.
Dengê te ji min re bang e
Deryayên te qible ne
axa te cilnivêja min.
Waro,
ji bo min tu
hêvî
jîn
û
evîn î.
II
Min tu hêlayî
Li xweşiyan digeriyam
Parzînkê xema min vequte,
bi rondikan min veşêre.
Min got dê her tiştî jibîr bikim.
Te deng nekir
Te ne got:
Neçe, bizîvire!
Tu firişka xemê yî
Tu keça çol û çiya yî.
Doza Erez û Metîn jibîr nakî
Ava Zaxoka delal te vexwariye
Hinavên te
dengê Eyaz û Erdewanî jibîr nakin.
Waro,
ma tu nabînî..
dumana serê çiya ji bêriyên min e!!
Ma tu nabînî
derya bê xusar
li vê zivistanê
ji germahiya evîna min e!!
Ma tu nabînî
ew stêra tenê
ko li esmanê te digere
ji bo min e!!
Ma tu nabînî,
ew ewr ê tarî
ko nabarîne û li te digere
ji bo min e!! |