STENBOL, 30/4 2008 —Albûma ko ji 110 portreyên navdarên kurd pêk têt, berî çend rojekê bi abateka mezin û bi çapeka rêkûpêk derket û bi minasbeta derketina albûmê weşanxaneya DOZê li Stenbolê di Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî de koyteylek da. Zêdetîr pênçsed kesan beşdarî kokteylê bûn. Di heman demê de pêşengeha portreyan jî li weqfê pêk hat û pêşengeh hêj jî berdewam e.
Keyfa beşdarên koytelê gelek ji albûm û portreyên navdarên kurd re hat. Di nêv beşadrên kokteylê de parlamenterên DTPyî Siri Sakik, Hasip Kaplan û Bengî Yildiz jî hebûn.
Resama kurd Nevîn Gungorê got ve salek zêdetir bû ko ew li ser portreyên navdarên kurd dixebîtî û wê ji bo vê xebatê digel gelek mieses û şexsiyetên kurd peywendî danî û digel wan şêwiriye. Nevîn Gungor portre bi mirekeba çînî çêkirine. Biyografiya portreyan jî aliyê Ayhan Gungor ve hatiya amade kirin û bi sê zimanan e; kurdî, înglîzî û tirkî.
Wekî zeman, albûm ji dema Ebû Henîfe Ehmed Dînawerî (820-896) dest pê dike ko ew alimekê mezin e û wî di gelek warên îlmî de; di warê matematîkê, xwezayê yê, florayê, coxrafyayê, astronomiyê û dîroka îslamê de pûrtîk nivîsîne û mihetmel e ew kesekê pêşiyê ye ko bi navê Ensab el-Ekrad (bapîrên kurdan) dîroka kurdan ji ya miletên dî cida kiriye û nivîsî ye. Lê mixabin heta niho ev pirtûka wî nehatiye berdest kirin.
Ji 820-ê heya 11.10. 2007-ê (wefata Mihemed Uzun) navdarên kurd yên ko di vê navbeynê de jîyan e cihê xwe di albûmê de digirin. Albûm wekî kronolojî hatiye amade kirin roja çêbûna navdaran esas hatiye girtin. Yên ko roja bûyîna wan ne diyar cihê bûyîna wan vala ye.
Têt gotin ko ji aliyê zargotinê ve edebiyata kurdî gelek dewlemend e. Aliyê wê nîvîskî jî, li gorî hinek lêkolîneran ne kêmî yê devkî ye heta jê dewlemendtir e. Bo nimûne; Selîm Temoyî vê îdiayê xwe bi amadekirina antolojiya şe’ra kurdî îspat dike. Her Izady jî îdia dike ko di arşîvên qedîm de ji her miletî zêdetir agahdarî di heqê kurdan de hene.
Yanî ji aliyê vegotinê û nîvîsandinê ve têrîxa kurdan û miletê kurd têra xwe dewlemend e. Vêca dimîne aliyê dîmenî (visual); wêne, sînama, dokumenter, televîzyon. Van salên dawiyê kurd edî ji bo vê valehiyê jî dagirin gelek hewl didin.
Albûma navdarên kurdan jî di vî warî de cihekê xweser digire. Ji ber ko dema kesek çavê xwe li vê albûmê bigerînê dikare gelek rehet û hesanî di heqê kurdan û diroka wan de bibe xwedan agahdariyên serekê, lewma herkesek ji wan yên ko portreyên wan di vê albûmê de cih girtine, digel jiyana xwe ya takekesî wekî “lehengek” yê dema xwe ne jî. Helebet gelek ji van navdaran portreyên wan bi xeyalî hatine çêkirin.
Bo nimûne Ebu Henîfe Dînawerî, Baba Tahirê Uryan, Selaheddînê Eyubî, Bedirxan Beg, Melayê Cizîrî, Ehmedî Xanî, gelekî wekî van bi heqîqet, em kes nizanin ko portreyên wan çawe bûn. Lê Nevîn Gugor bi mirekeba çînî wan bi awayekê gelek zindî radixe ber çavan.
|