 |  |
 | » Rojda (Havîn Funda Saç) |
DIYARBEKIR, 15/11 2008 — Fîlm derhênerê kurd Kazim Oz “Bahoz” yanî “Firtina” li bakurê Kurdistanê li bajarê Semsûr, Batman, Çewlig, Diyarbekir, Entab, Colemêrg, Riha, Wan û Wêranşarê û li bajarên Tirkiyeyê Enqere, Stenbol, Îzmîr, Kayserî û Mêrsînê niha di vîzyonê de ye.
Fîlm li ser ciwanên salên 1990-î, li ser çîroka siyasîbûna Cemal, Rojda û Orhanî ye. Cemal di îmtihana têketina unîversîteyê de mafê xwendina li Unîversîteya Stenbolê bi dest dixe û ji navçeyeke biçûk diçe Stenbolê. Cemal di nav qelebalixa bajarê mezin de di nav tenêtiya hundirîn de ye û bi nasîna bi komeke ciwanên şoreşger re ev tenêbûna wî ji holê radibe.
Cemal bi yek ji rêberên komê Hêlînê re dikeve xirecirê û bi vê yekê re nasnameya xwe kifş dike. Heman pêvajo ji bo Rojda û Orhanî jî derbas dibe. Ev ciwanên ko hê nû berê xwe dane salên bîstî xeyalên guherandina dinyayê dikin. Fikra “şoreşê” bi enerjiya wan a ciwan re dibe yek û di fîlm de derdikeve pêşberî me.
Kunye:
Bahoz (Firtina - The Storm)
Roja ketina vîzyonê: 14/11 2008
Belavkar: Ozen Film
Sazkar: Yapim 13 Fîlm Production
Derhêner: Kazim Oz
Senaryo: Kazim Oz
Derhênerê Dîtbarî: Ercan Ozkan
Muzîk: Ayhan Akkaya, Vedat Yildirim, Burak Korucu (BGST)
Sazkar: Ozkan Kuçuk, Kazim Oz
Lîstikvan: Cahit GoK (Cemal), Havin Funda SAÇ (Rojda), Selim AKGUL (Orhan), Asiye DİNÇSOY (Hêlîn), Kadim YAŞAR (Halil), Ali GEÇİMLİ (Ali), Ali Surmeli Bertan DİRİKOLU (Muslum), Engin Emre DEGER (Ozcan), Volga SORGU (VK), Feyzullah GURDAŞ (Abdulbaki), Ececan GUMECİ (Leyla), Çaglayan BOZACI |