Prînt bike

naltrexone buy online canada

buy naltrexone online canada click here

buy citalopram uk

where can i buy citalopram tradersbay.com
Weşanxaneya Dozê sala borî gelek kitêbên kurdî weşandin
STENBOL, 10/1 2007 — Sala borî li bakurê Kurdistanê gelek kitêbên kurdî hatin weşandin û berî hefteyekê di Nefelê de jî nûçeyek li ser wan kitêban derket. Di nûçeya berê de behsa kitêbên Dozê nehatibû kirin û ji ber hindê Dozê jî lîsteyeka kitêbên ko wê bi kurdî weşandine ji Nefelê re verêkir.

Li gor agahdariyên ji weşanxaneya Dozê sala 2006-ê wê ev kitêb bi zimanê kurdî derxistine:

1. Jiyan û têkoşîna pêşewa Qazî Mihemed, Seîd Humayûn
2. Hezarvan, Perwîz Cîhanî
3. Zewaca şaş, Bûbê Eser
4. Sîno bû efendî, Bûbê Eser
5. Jiyanek, Bûbê Eser
6. Gardiyan, Bûbê Eser
7. Çîrokên kurdan, Mehmet Oncu
8. Dewran, Seyît Alp
9. Çû, Enwer Karahan
10. Dengê felsefeyê, Ali Yuzen
11. Dersên Kurdî, Baran Rizgar
12. Salnameya bi demjimêr
13. Sozluklu Kürtçe konuşma klavuzu
14. Ferhenga berîkê, kurdî–tirkî

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2007-1-10
Xwendin: 1118