Prînt bike
Xecê Yaşar: Em dê baştirîn federasyonê bidin tirkan
» Xecê Yaşar
SILÊMANÎ, 12/5 2007 — Hatice Yaşar yan jî bi navê xwe yê siyasî Heval Xecê rêbereka siyasî ya kurd e û wê berê di rêxistina Rizgarî û Ala Rizgarî de kar kiriye. Ji sala 1979-ê ve ew dosteka nêzîk ya serokkomarê Iraqê yê niho û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Celal Talebanî û xanima wî Hêro Talebanî ye. Xecê di dema pêşmergetiyê de li serê çiyayên Kurdistanê di rojên teng de digel Celal Talebanî û Hêroxanê bû û îro jî ew hevaleka herî nêzîk ya Hêroxanê ye û li Silêmaniyê ew di yek malê de dimînin.

Xecê dibêje wê cara pêşiyê sala 1979-ê li Şamê Celal Talebanî û xanima wî Hêroxan dît û di destpêkê de problemeka wê digel Hêroxanê hebû. Problem ew bû ka ew dê bi çi awayî bangî hevdu bikin û Xecê dibêje paşê herduyan rêyek dît û li hev kir ko ji hevdu re bibêjin ”Pîrejin”. Herçend wê demê herdu jî ciwan bûn wan destpê kir ko ji hev re bibêjin ”Pîrejin” û heta niho jî ew tradisyon di nêvbera wan de maye.

Sê-çar rojan li ser hev min hevaliya herdu xaniman kir û bûm şahidê dostayetî û hevaliya wan ya nêzîk. Ew ne tenê bi hev re li heman malê dimînin, ew bi hev re kar jî dikin û di dezgeha Xakê û cihên dî de rojane rûbirûyê problemên birêvebirna karî jî dibin.

Ev hevpeyvîn ne li ser têkiliyên Xecê û familyeya talebaniyan e. Ev hevpeyvîn li ser fikrên wê yên di heqê paşeroja Kurdistanê û miletê kurd de ye. Xecê kurda Haymanayê ye û Haymana nêzîkî Enqereya paytexta dewleta tirkan yan jî dewleta kemalîstan e. Xecê ji bo ko nebe skandaleka siyasî bêyî ko navê wî bide dibêje sala 1993-yê braderekê wê piştî serdana Stenbolê gotiye ya herî baş ew e ko Kurdistan hemî digel Anatolyayê bibe yek da paşê kurd federasyona herî baş bidin tirkan. Yanî bi qenaeta Xecê û braderê wê divêt kurd bibin hikimdarên hemî Tirkiyeyê jî.

***

Arif Zêrevan: — Tu xelka Haymanayê yî û ji eşîra Şêx Bizeyniyan î. Eşîra we û Şêx Bizeyniyên li devera Kerkûkê xizmên hev in. Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî jî xelkê Kerkûkê ye. Di jiyanê û siyasetê de tu û Celal Talebanî pir nêzîkî hev in û qedera kurdan jî îsal bi Kerkûkê ve girêdayî ye. Gelo Kerkûk dikare wisa bike ko rojekê Haymana jî bi Kurdistanê ve bêt girê dan?

Xecê Yaşar: — Haymana bi rêya Şêx Bizeyniyan li Kerkûkê ye. Nizanim te dîtiye an na. Me carekê stranbêjekê Şêx Bizeynî ji Haymanayê anî û li Kurd-Satê stran digot. Wê şevê hemî xetên telefonê yên Kurd-Satê bloke bûn. Pîr û gêncan ji mintiqeya Şêx Bizeyniyan telefon dikir. Her cara kesekê Şêx Bizeynî ji Haymanayê bêt vêderê Şêx Bizeyniyên li devera Çemçemalê wî kesî dikin mêvan û heta niho jî navê wê mintiqeyê Şêx Bizeynî ye. Heçî Kerkûk e ew ti caran ji Kurdistanê bi dûr neketiye û nakeve jî. Dema ko Kerkûk li nêv Kurdistanê de be Haymana jî dê wisa be ji ber kurd hezar sal jî derbas bibe dest ji cihê bab û kalên xwe bernadin. Têkiliya Haymanayê û Kerkûkê, û Kerkûkê û Kurdistanê hertim dê hebe.

Arif Zêrevan: — Li Tirkiyeyê minaqeşeya nasnameya raser (ustkimlik) û nasnameya jêrê (altkimlik) heye. Serokerkaniya tirkan di 27-ê nîsanê de di belavoka xwe de got herkesê ko slogana ”Ne mutlu Turkum diyene” qebûl neke ew dijminê Komara Tirkiyeyê ye û dê wisa bimîne jî. Tirsa tirkan ji kurdan çi ye?

Xecê Yaşar: — Heger mirov bi xwe tiştek nebe û yê li hemberî mirovî jî gelekê bonkorê (dewlemendê) wê tiştê be wiha dibe. Haymana li nêverasta Anatolyayê ye, ez nabêjim “Anatolyaya navîn” ji ber ew bêje xelet e û ez dixwazim herkes wê serast bike. Heger em bibêjin “Anatolyaya navîn” hingê em Kurdistanê wekî “Anatolyaya rojhilat” dihesibînin. Ji ber hindê ez dibêjim “kurdên Anatolyayê” û “kurdên Haymanayê” ko ji Kayseriyê destpê dike û heta sînorê Polatliya îro ye.

— Heger kitêba “Yaban” ya Yakup Kadri Karaosmanoglu bêt bîra te; esker, sivîl û bîrokrasî dixwazin li Anatolyayê miletekî çêkin. Ji bo komkirina eskeran diçin gundan û dibêjin “em tirk in, miletê tirk wisa ye û wisa ye”, gundiyên tirk dibêjin ewên ko hon behsê dikin kurd in û li Haymanayê ne. Yanî tirkan ji xwe re nedigot “tirk” lewra hemî îdeolog, profesor û zanayên tirkan dixwazin tiştekî çêkin ko di jiyana xwe de nebûne xudanê wê tiştê û nikarin wê tiştê tarîf bikin.

— Em kî ne û çawa kurd in? Hingî têt bîra min ez dizanim ko ez kurd im, ez dizanim ko ez Şêx Bizeynî me, ez dizanim ko babê min Jîrkî ye û dayîka min Xêvendî ye, ez dizanim ko em ji mala Emer in û ez jin im. Yanî nasnameya min ya ”alt” û ”ust” yanî ”jêr” û ”jor” û ”kenar”, ”rast” û ”çep” hemî heye û ew jî nasnameya ”kurdî” ye û em kurd xudanê hemî aliyên nasnameya xwe ne. Ew feqîrên tirkan jî dizanin û em li ber çavên wan in. Li Enqereyê li paytexta wî miletê nûçêkirî ko heroj dibêjin ”em tirk in” zelamekê kurd Kurd Ehmed li Sakarya Cadesî li hemberî wan rawestiyaye û dibêje ”navê min Kurd Ehmed e”.

Arif Zêrevan: — Te behsa çêkirina miletekî kir. Komara Tirkiyeyê xwest miletekê bi navê ”tirk” çêke û serokkomarê niho Ahmet Necdet Sezer û serokerkanê berê Hilmi Ozkok dibêjin prosesa avakirina miletê tirk temam nebûye yanî wan nekarî kurdan bikin tirk. Gelo piştî îro kurd dê bibin tirk yan ne?

Xecê Yaşar: — No, nabin tirk. Teza avakirina miletê tirk teza sedsala 20-ê bû û landika wê jî Fransa û îdeologên fransî bûn. Fransayê digel ko mekeha hemî entelektuelên dinyayê bû hemî îmkanên xwe yên pîşesazî, madî û eskerî bi kar anî û ew li Korsîkayê çiqasê biserketî bûn tirk jî dê li Kurdistanê hewqasê biserketî bin. Baweriya min bi asîmîlasyonê nîne û kurd asîmîle nabin û ez bi xwe nimûneyeka baş im. Familyeya min eve 200 sal e ko li nêverasta Anatolyayê ye û em nizanin asîmîlasyon çi ye. Tişteka dî jî heye ko baweriya min pê nîne: Heger dînamîk û nêverokek nebe ti kes nikare bi zorê tiştekê çêke. Yanî heger Ehmedê Xanî di sedsala 16-ê de rûniştibe û behsa formê milî kiribe – ne behsa avakirina neteweyekî bi rêya dewletê – û gotibe em milet in û em netewe ne û xwestibe ji bo vî miletê rengareng formekê ava bike hingê ti problema me nîne.

— Tirk çi dikin? Tirk dixwazin li gor tezên fransiyan di nêv sînorekê siyasî de bi zorê etnîsîteyeka yekreng û homojen çêkin. Tirkên feqîr eve 80 sal e ko xwe dikujin. Kurd ji destê wan derketin. Tirk bi xwe niho bûne du grupên etnîk. Yanî niho şer di nêvbera wan de ye. Îdeologên teza avakirina miletê tirk yek tenê jî ne tirk bû. Behsa ”kurtarici tezi” yanî ”teza rizgarkirinê” têt kirin û ez dibêjim bila ti kes ti kesê rizgar neke ji ber hemî xebata min ji bo rizgarkirina min bixwe yanî rizgarkirina Xecê ye. Di mefhûma min de têgeha ”mass” yanî ”kom” nîne, yanî miletê kurd nîne, ez miletê kurd im. Vê teza min digel teza rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalanî û yên wekî wî tevlihev neke, ji ber ew xwe tenê di şûna hemî miletê kurd de dihesibîne.

— Ez henek û pêkenînên miletê kurd dizanim û êş û jana miletê kurd dizanim. Tirkê feqîr ji Selanîkê hatiye, ji Albanyayê hatiye û koka wî ya etnîkî jî pomak e, çerkez e yan miletekê dî ye û ew bi xwe ne tirk e heta ko bikare miletekê bi navê tirk çêke.

Arif Zêrevan: — Hinek kes dibêjin jixwe ”tirk” ne navê miletekî ye ew navê organîzasyonekê ye ko berjewendiya xwe di vê dewletê de dibîne?

Xecê Yaşar: — Braziyê Çerkez Ethemî par kitêbek nivîsî. Navê wî Baki Selam e, ez dixwazim ko tu kitêba wî peyda bikî û bixwînî. Nêrînên gelek giring tê de hene. Behsa çêbûna dewleta tirkan dike. Tu zanî tirk dibêjin ”kurtuluş savaşi” û nizanim çi û çi. Baki Selam dibêje şer di nêvbera du grupên etnîkî yên cida bû ko herduyan dixwest paşmayiya osmaniyan di nêv xwe de par ve bikin. Yanî şerê di nêvbera 1919 heta 1923-yê de hat kirin tirk tê de beşdar nebûn. Ew, şerê çerkez û mihacirên balkanî bû. Tirkên li Konya, Yozgat û Çorumê yanî tirkmen beşdarî wî şerî nebûne. Du hêz hatine û xwestine li ser mîrateyê osmaniyan formekê nû yê dewletê ava bikin. Ew çar sal, şerê wan herdu hêzan e: şerê çerkezan û mihacirên ji Balkanê. Ev grupên he îro jiyana xwe di tirkbûnê de dibînin. Heger em tirkîtiyê ji destê wan derxin ti têkiliyek di nêvbera yekê pomakî û yekê albanî yan jî yekê boşnakî û albanî de namîne ko li Stenbolê dijîn.

— Taner Akçam sala 1992-yê ji min re got ”Xecê, kurdan li Stenbolê nasnameya xwe kiriye berîka xwe de û piyaseyê dikin”. Krîza herî esasî ya nasnameyê ya wan xelkên dî ye ko li Stenbolê dijîn. Tu ji destê ”devşîrmeyan” tirkîtiyê derxe ew dê bêkok û bêesl bimînin. Ji ber hindê ewên ko ji xwe re dibêjin ”tirk” li hemberî kurdan hewqasê agresîv in. Heger te dîqet kiribe, cîranên me yên ko tirkên eslî ne ew bêdeng in û wan tiştek negotiye û naaxivin jî û li hemberî tirkên netirk di haletê parastina xwe de ne.

Arif Zêrevan: — Gelo li bakurê Kurdistanê baştir e ko kurd cografyaya Kurdistanê ji Tirkiyeyê veqetînin û serbixwe bibin yan jî digel Tirkiyeyê bimînin û desthilata Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bêxin destê xwe de û miletên dî jî wekî mînorîte beşdarî desthilatê bibin?

Xecê Yaşar: — Ez navê wî nabêjim, dibe skandal ji ber wê navê wî nabêjim. Ez naxwazim niho skandaleka siyasî çêbe. Braderekê me 93-yê hatibû vexwendin bo Enqereyê û paşê li Stenbolê jî mabû. Piştî vegerê ji min re got: ”Qîza min, di jiyana xwe de yek carê bi gotina min bike. Bibêje bila hemî Kurdistan bibe yek û digel Anatolyayê be. Paşê em dê baştirîn federasyonê bidin tirkan.”

— Me ronakbîrên kurd û yên dinyayê bi malzeme û tezên pozîtîvîst yên sedsala 19-ê û 20-ê rê li ber xwe jî girtiye. Dema em behsa dewletê dikin em behsa dewleta Napolyonî dikin. Kuro ew formekê 200-salî ye. Bi hezaran salan berî niho mirovan formên siyasî yên îdarî çêkirine lê belê ewromerkeziyetê wisa li me hemiyan kir ko em hemî dîroka hezarsalan ji bîr bikin û wisa bawer bikin ko tenê yek rengê dewletê heye û yek formê siyasî heye. Ji ber hindê gelek kurd pirê caran dibêjin kurdan heta niho dewlet çênekirine û nedîtine. Ez dibêjim kurdan bi hezaran rengê dewletê dîtine û ava kirine. Di sedsala 19-ê de çend dewletên (mîrekî) Elmanyayê hebûn hewqas jî dewletên kurdan hebûn. Yanî ferqa me digel xelkê dî nebû. Ew formê 200-salî yê dewleta nû nema, ew çû. Divêt kurdên me yên bakur ”Misak-i Milli” û ”Turkum dogruyum” û wî şiklê dewletê ji bîr bikin, ew nema. Ew formê dewletê yê 200-salî cilekê wisa ye ko ne li gor me û laşê me ye. Fransiyan cara pêşiyê ew formê dewletê ceriband û fransiyan nîvmilyon fransî kuşt yanî jenosîd li hemberî xwe kir.

— Ji bo me: Yek divêt em wî formê dewletê ji bîr bikin. Ya didoyê: Îhtimal heye ko piştî 50 salan siyasetmedar û polîtologên dinyayê Kurdistanê wekî nimûneya formekê dewletê yê nû nîşan bidin. Ma dewlet çi ye? Îdarekirina xwe ye. Ez nizanim li çend cihên dî yên dinyayê heye lê belê formê îdarî yê Kurdistanê dê tişteka dî be û ne wekî ya Fransayê û Tirkiyeyê be. Tirk dibêjin ”dewlet = milet” yanî dewleta wan dê miletê wan çêke. Em dizanin yê me wisa nabe ji ber kurdekê nekirmanc qebûl nake ko yek wî bi zorê bike kirmanc. Heta ko em rêzê ji cidahiyên hevdu re bigirin em dikarin bi hev re bijîn. Yanî divêt tu qebûl bikî ko ez ne kirmanc im û tu nikarî bi zorê li Haymanayê li mala min kirmancî li ser min ferz bikî.

— Kurd li Kurdistanê dê pêşiyê formê xwe yê îdarî ava bikin û ew dê bi wekheviyê be û dê ne bi taktîk û stratejiyan bike. Ji ber federasyona me jî dê ne wekî federasyonên xelkê be û taybetmendiyên me dê hebin. Heçî Stenbol e ew mezintirîn bajarê kurdan e û ez ne bi henekî vê dibêjim. Eve 20 sal e ko ez dibêjim, ji bo Stenbolê divêt formekê siyasî yê taybet bêt dîtin. Li Anatolyayê jî bo nimûne mafê çarenivîsê yê kurdên dorûbera Haymanaya tarîxî heye, ez ne behsa qezaya Haymanayê ya îro dikim. Formê me yê avakirina dewlet û îdareyê dê tesîrê li Anatolyayê û Rojhilata-nêvê jî bike.

Arif Zêrevan: — Dema mirov li rewşa dinyayê û stratejiya vê herêmê dinêre mirov dibîne ko kurd dê bi ser kevin û dewleteka mezin ava bikin. Lê belê dema mirov li hêzên siyasî yên bakurê Kurdistanê dinêre, nemaze PKK û DTP-ya nêzîkî PKK-ê, mirov di program û karên wan de hîç daxwaz û hesabekê neteweyî nabîne. Çima hêzên siyasî hewqasê ji realîteya dinyayê û kurdan bi dûr in?

Xecê Yaşar: — Gotineka De Goulle heye, dibêje ”asoya mirovê siyasî heta serê difina wî ye” û dibêje ji ber ko difina wî dirêj e asoya wî hinekê dirêjtir e. Li hemî dinyayê sinifê siyasî mezintirîn rêgir û sînordaner e ji bo daxwazên xelkê û miletî. Biaqiltirîn siyasî ew e yê ko digel daxwazên miletê xwe biçe û wekî wênegirekê baş resmê realîteya miletê xwe baş bikişîne. Yên me, ewên ko niho li ser sahneya siyasetê xuya dikin, em bibêjin PKK û DTP, ew feqîrên Xwedê negihiştine îro jî. Heger sala 1923-yê partiyeka wekî DTP-ê behsa mafê perwerdeyê li dibistanên tirkan kiriba îhtimal hebû ko tiştek bi destê wê biketa. Lê belê niho teza tirkkirin û tirkbûna kurdan ji avakirina dewleta kurdî zehmettir e, çimkî teza tirkkirina kurdan li gor kod û tezên sedsala 20-ê ye û niho rê ji wê tezê re nemaye. Terefdarên wê tezê tenê kemalîst û CHP ye, yanî divêt DTP wê daxwazê ji Genelkurmay û CHP-ê bike.

— Komara Tirkiyeyê ya Mustafa Kemalî eve 80 sal e ko ber bi nemanê ve diçe û di destê kemalîstan û eskeran de tenê ”Ne mutlu Turkum diyene” maye. Vêca heger tu rabî û ji wan daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî bikî ew ji îlankirina dewleta kurdî zehmettir e.

Arif Zêrevan: — Baş e. Çima AKP-ya ko partiyeka Tirkiyeyê ye ji DTP-ê û hêzên berbiçav yên siyasî yên bakurê Kurdistanê pirtir li hemberî kemalîzmê û hêzên eskerî derdikeve? Hikmeta vê di çi de ye?

Xecê Yaşar: — Çîmentoya di nêvbera wan hêz û kesên ko xwestin Komara Tirkiyeyê li ser esasê tezên Fransayê ava bikin hinek kod bûn. Yek jê ew bû ko divêt herkes bibe tirk. Yek jê ew bû ko xelîfetî dan aliyekî lê belê ew bi xwe bûn xelîfe. Yanî destê dewletê çawa li ser zimanê xelkê bû ko divêt hemî kes bi tirkî baxive wisa jî destê dewletê li ser hemî kesê bû û diyar dikir ka ew dê çawa nimêj bikin, kengê bang bidin, çi cilan li xwe bikin. Tezên me û AKP-ê ji hev nagirin lê belê ew dewleta ko li hemberî me ye li hemberî bawermend û terefdarên AKP-ê ye jî û nahêle ew bi dilê xwe îbadetê xwe bikin.

— Çawa rê li ber kurdbûna me û hest û stranên me hat girtin wisa rê li ber tirkekê konyayî yê îbadetker jî hat girtin. Çawa DTP nikare baş tercimaniya daxwaz û hestên kurdan bike wisa AKP jî baş nikare tercimaniya misilmanên Tirkiyeyê bike ji ber AKP-ê jî bi rengekî xiyanet li potansiyela xwe kiriye.

— Niho li Tirkiyeyê tişteka baş dibe. Hêza ko digel vê serdemê digunce hêza dînamîk ya sermayedarên Tirkiyeyê yanî burjuwaziyê fonksiyonel yê Tirkiyeyê ye. Niho mantiqîtirîn hevpeymanê me burjuwaziyê fonksiyonel yê Tirkiyeyê ye ji ber kirasê siyasî yê kemalîzmê ji bo wan jî teng e.

Arif Zêrevan: — Em hinekê behsa bakur û başûr bikin. Dîrok me ber bi Kurdistana mezin ve dibe yan jî Kurdistana mezin bi ser me de têt. Gelo desthilata siyasî û îdarî ya başûrê Kurdistanê çiqasê ji bo wê amade ye û çi xebatê ji bo wê dike?

Xecê Yaşar: — Nebêje ”Kurdistana mezin”, bibêje Kurdistan û hew. Kurdistan yek Kurdistan e û min jî berê bi xeletî gotiye ”Kurdistana mezin”. Kurd rojekê tenê jî qane nebûne ko Kurdistan bibe çar parçe. Dayika min ji te napirse ka tu ji Kurdistana kîjan derê yî, dibêje tu xelkê kîjan derê yî? Ez dibêjim piştî qetlîama Helebçeyê peymana Lozanê diriya û nema. Bi taybetî piştî raperîna 1991-ê kurdan careka dî isbat kir ko van tixûban nas nakin û kurd yek milet û yek dînamîk e. Eve 16 sal e ko ji bo du hêzan Lozan nemaye: Ji bo miletê kurd nemaye û ji bo dijminên miletê kurd jî nemaye. Here ser cadeyê binêre, tu dê kurdên Kirmanşanê, Qamişloyê, Amasyayê û Samsunê bibînî. Min nedizanî ko li Samsunê jî kurd hene. Ev tixûb di mejiyê xwendevanên me – nabêjim ronakbîr – û sinifê siyasî yê me de maye, û bi taybetî di mejiyê sinifê siyasî yê kurdên parçeyên dî de.

— Kurdan li vêderê di van 16 salan de tama desthilatê dît. Kurdên vêderê îro dizanin tesîra wan li Haymanayê çiqasê zêde be kursiyê wan li Silêmanî û Hewlêrê dê hewqasê saxlemtir be.

Arif Zêrevan: — Tu li Silêmaniyê dijî. Karê te yê konkret çi ye?

Xecê Yaşar: — Bingehekê min li Silêmaniyê ye û ez li unîversîteyê dersa tarîxê didim û di rojnameyan de jî nivîsaran dinivîsînim. Ez şerê dewleta kurdî jî dikim.

Arif Zêrevan: — Tu rexneyan lê digirî?

Xecê Yaşar: — Erê. Ez mehane li rojnameya Xakê de dinivîsînim. Piştî 1992-yê min pir kêm behsa dijminên derve kiriye ji ber kurd bûn dewlet û hemî Kurdistan xelas bû. Tenê ew maye ko hêdî-hêdî beşên dî bêne ser ya îro. Yanî divêt ev fireh bibe û cihê xwe bigire. Eve 200 sal e ko em şerî dikin û em ji Swîsreyê zêdetir layiqê demokrasiyê ne. Ji 16 salan û hir ve ez wekî çepekê fînlandî yan swêdî ji bo demokrasiyê li welatê xwe şerî dikim.


Foto:


» Xecê di dema pêşmergetiya xwe de (ya çarçewekirî)



» Xecê di dema pêşmergetiya xwe de (ya nêvê)

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2007-5-12
Xwendin: 6363