Prînt bike
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline

prednisolon 25 mg

prednisolon kur read here
Rihspîyên kurd li Stenbolê serokatiya Mesûd Barzanî pîroz kir
» Îhsan Parlak
[TÊBÎNÎ] STENBOL, 19/6 2005 — Serokatiya Mesûd Barzanî ji heştsaliyan heta heştîûpênçsaliyan kurd xistin nav coşeka mezin. Li hemû dinyayê û li Kurdistanê kurdan serokatiya Mesûd Barzanî wekî bûyereka dîrokî û pêngava ber bi Kurdistana mezin û serbixwe û yekgirtî ve pîroz kir. Hilbijartina Mesûd Barzanî ya ji bo serokatiya Kurdistanê, hêvî û xeyalên kurdan yên hezar salan realîst kir û êdî her kurdek xwe wekî xwedî dewleteka kurd û serbixwe dibîne.

Di serî de hemwelatîyên xaka azad, yên hemî parçeyên dî yên Kurdistanê Mesûd Barzanî wekî serokê herçar parçeyên Kurdistanê dibînin. Vê bûyera dîrokî di nav kurdan de destpêka dinyayeka nû derxist navê.

Başûrê Kurdistanê bû cihê coş û dîlana azadiyê, alaya Kurdistanê her bihosteka axa azad xemiland. Parçeyên dî yên Kurdistanê jî, ev coş û hêvî bi dil û can himbêz kir. Li Mehabad û Diyarbekir û li Qamişloyê dîlan hatin gêran li hemî bajarên mezinên dinyayê şev û şahîyên pîrozkirina serokatiya Mesûd Barzanî hatin pêkanîn.

Dibe ko li bajarê Stenbolê kurdan wekî girsî li meydanan pîrozbahî nekirin, lê çoşek bêdeng kurdên Stenbolê jî girt. Bi minasebeta serokatiya Mesûd Barzanî li gelek cihên Stenbolê şevên xwarinê hatin dirust kirin û kurdên Stenbolê serokatiya Mesûd Barzanî pîroz kir. Gelek rihspî û kesatiyên kurd ji aliyê dîrokî ve, rola Mesûd Barzanî ya li ser dîrokê dişibînin ya Selehadînê Eyûbî û Îskenderê Zilqerneynî.

Di pîrozkirineka mitewazî ya ji aliyê Îhsan Parlak ve hatî dirust kirin de, dildarçinarekî kurd bibû wekî yê xurtekê çardesalî. Ji nû ve vejiyanê hemî rism û rûyên xwe di rûyî wî kalemêrî de dida eşkere kirin.

Seyîdxan Mersînî rihspî û serwextekê kurd e, ew li dema serhildana Şêx Seîd sala 1925-ê li Siwêregê hatiye dinê. Ji binemala mîrseyîdan e, tirkan paşnavê wî kiriye Mersîn. Ew hevalê Nûredîn Zaza û Cegerxwîn û hevçaxên wan e. Ji sergum û trajedîyên neteweya kurd gelek bîranînên wî hene. Di şeva pîrozkirina serokatiya Mesûd Barzanî de, dilê wî kalemêrê heştîûpençsalî bibû wekî dîlê xurtekê 14-salî û beng benga wî bû; kilam û stran digotin. Xurt bi xurtîniya xwe ve jê dihesidîn. (Wêne: Seyîdxan Mersînî)

Seyîdxan Mersînî bi kubarî, bi cil û berg û darûbarê dêm û rûyê xwe ve, wekî prensekî disekine, wekî xurtekê 14-salî bi çoş qedeha reqîyê radike, Mesûd Barzanî li kurd û Kurdistanê pîroz dike û kurê neteweya kurd Barzanîyê Mezin bi bîr tîne.

Îhsan Parlak xweharziyê Seyîdxan Mersînî ye, wî digot; dema ew zarok bû, xalê wî Seyîtxan bîr û hişê kurdîniyê bi wan re da çêkirin.

Serokatîya Mesûd Barzanî û Kurdistana azad dilê salmezinên kurdan can û xweş dike û hêviya zarok û xortên kurdan geş dike.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2005-6-19
Xwendin: 1178