Prînt bike
Mîsyonerên swêdî li Serhedê (1898–1921)
» Olga Moberg li Tiflîsê
STOCKHOLM, 2/3 2008 — Di dawiya sedsala 19an û di destpêka sedsala 20an de em dibînîn ko komek mîsyonerên swêdî di nav kurdan de kar kirine. Li vir emê tenê li ser mîsyonerên ko zêdetir li derdorê Tiflîs, Erîvan, Agiriyê û Qersê, li Serhedê kar dikirin, bisekinin. Mîsyonerên swêdî li Iraqê di nav kurdên êzîdî de û her wisa jî li Îranî di nav kurdên misilman de jî kar kirine. Mîsyoneran giraniya xwe danîbûn ser kurdên êzîdî û Tiflîs ji xwe re kiribûn navendek. Paytextê Qafkasyayê di van salan de mirov dikare bêje ko Tîflîs bû.

Armanca van mîsyoneran a here mezin belavkirina dînê xiristiyanîyê bû. Lê belê berî her tiştî divê wan nasiya xwe bidan wan hemû kom, netewe û gelên deverê. Ji ber van sedeman mîsyonerên swêdî gelek caran xwestine kurdan, çanda wan, ziman, edebîyat, saziya civatê û dînê wan nas bikin. Li Qafkasyayê bi sedan gel, netewe û komên etnîkî hebûn, dever wek “welatê gelan û zimanan” dihate zanîn. Mîsyonerên swêdî li deşt, quntar û pîyê çîyayê Agirîyê aktîf bûn. Ev çîya wek çîyayekî pîroz dihate hesibandin, çîyayê ko keştiya Nûh Pexember lê daniye. Ev devere her wisa jî wek ”dergûşa mirovayetîyê” û ”baxçeyî Buhiştê” ko Adem û Hawa lê diman dihate hesibandin. Bajarên wek Tiflîsê, Erîvan, Qers, Bazîdê û Makûyê li vê deverê bûbûn çend navendên naskirî ji bo mîsyonerên swêdî. Sînor û zimanên cihê cihê li hev diqelibîn. Mîsyonerên swêdî ev cara pêşîn bû ko wek kom hatibûne Welatê Serhedê. Ev devera dorberê Agiriyê, devera ko Sînorên Rusyayê, Osmanî û Îranê nêzîkî hev dibûn, ji xwe re kiribûne star û meydana kar.[1]

Mîsyonerên swêdî cara pêşîn di sala 1887an de bi kurdên misilman re li Kurdistana Îranê ketine têkiliyan, ew nas kirine. Paşê nasiya xwe dane kurdên êzîdî li Serhedê. Dema mirov bi giştî dîroka mîsyonerên swêdî û kurdan mêze dike, dibîne dîroka van pêwendiyan ko di navbera salên 1887-1952an de qasî 65 salan berdewam kiriye.

Di van salan de bi taybetî hevalbendên saziyên wek Xebatkarên Mîsyonerên Jin (Kvinnliga Missions-Arbetare) û Yekitiya Mîsyonerên Swêdê (Svenska Missionsförbundet) li van deverên Kurdistana Bakûr gelek aktîv bûn. Koma Xebatkarên Mîsyonerên Jin di sala 1894an de li Swêdê saz bû û di sala 1904an de bi navê När och Fjärran kovarek derxist. Ev rêxistina û ev kovara heta rojên îroyîn jî hebûna xwe berdewam dikin. Xebatkarên Mîsyonerên Jin di sal 1898an de bi navê Mîsyona Êzîdîyan (Jesidmissionen) xebatekê dest pê dike.

Di nav mîsyonerên swêdî de komeke jin ko endamên Xebatkarên Mîsyonerên Jin bûn, bi salan di nav kurdên Tiflîs û Erîvanê de kar kirine. Berî hemûyan herdu xwîşk Ida Öberg, Maria Anholm û jinên din Olga Moberg û Elin Sundvall bûne dostên kurdên êzîdî. Ida Öberg, Maria Anholm endamên Xebatkarên Mîsyonerên Jin, Olga Moberg û Elin Sundvall endamên Yekitiya Mîsyonerên Swêdî bûn. Lê belê gelek caran alîkariya hev dikirin.

Divê em li vir dîyar bikin ko ne tenê mîsyonerên jin, her wisa jî komeke mîsyonerên mêrîn jî di nav kurdan de kar dikirin, wek W. Sarwe, N.E. Höijer, L.E. Högberg û E.J. Larsson. Ji van kesan N.E. Höijer kurdî jî zanibû, rewşa kurdan ji nêzîk ve teqîb dikir û bala mîsyoneran kişandîye ser rewşa kurdan.


» Ida Öberg – kesa pêşîn ko li Tiflîsê alîkariya kurdên êzîdî kiriye

Ida Öberg – xêrxwaza yekemîn

Di dawiya sedsala 19an de li bajarê Tiflîsê keçeke swêdî bi navê Ida Öberg dima. Ew li wir qasî 15 sal wek karkera jîmnastîkê ji bo nexweşan xebitiye. Ida Öberg li wir rastî kurdên êzîdî tê. Ew kesa pêşîn e ko xwestiye ji bo kurdên êzîdî tiştekî bike. Ida Öberg paşê dibe dosteke kurdên êzîdî ko di wan salan de ji aliyê swêdiyan de gelek caran wek “parezkarên şeytîn” (djävulsdyrkare) yan jî “parêzkarên êgir” (elddyrkare) dihatin binavkirin.[2] Angorî mîsyonerên swêdî kurdên êzîdî gelek xizan bûn û di nav civata Tiflîsê de kom û çîneke here perîşan pêk dianîn (pariaklass). Ji ber dirûv û belengaziya wan, ew ji aliyê rûniştvan û ahaliyê Tiflîsê de bi navê xelkê qilêr (smutsfolket) dihatin binavkirin.[3] Kurdên êzîdî li Tiflîsê zêdetir li taxa bi navê Avlabar dijiyan. Piraniya wan wek barbir (hemal) kar dikirin û hinek jî bi karê paqijiyê mijûl bûn.[4]

Mîsyonerekî mayî yê swêdî Wilhem Sarwe (1859-1948) dibêje ko di sala 1898an de piştî hevdîtin û rasthatina wî bi Ida Öberg re, wan biryar daye ko bi kurdên êzîdî re li Tiflîsê bicivin û komên çayê pêk bînin.[5] Van civînan heta sala mirina Ida Öberg (1904) berdewam kiriye. Wilhem Sarwe di sala 1896an de hatiye Tiflîsê û kurdên êzîdî re paşê gelek têkiliyên wî çêbûne. Mirov dikare sala 1898an wek sala destpêka karkirina mîsyonerên swêdî di nav kurdên êzîdî de bihesibîne. Dema Ida Öberg wefat kir, Wilhem Sarwe ji bo xatirxwestin û bîranîna wê, nivîseke piçûk nivîsî. Ew di vê nivîsê de dibêje ko Ida Öberg gelek ji êzîdîyan hez dikir, mirovên here qençtirîn ko wê li Tiflîsê dîtibûn, kurdên êzîdî bûn.[6] Wilhem Sarwe di nivîseke mayî de dîsa dîyar dike ko herdu xwîşkan Ida Öberg û Maria Anholm bi evîneke mezin ji kurdên êzîdî hez dikir.[7]


» Nivîskar Maria Anholm – pispora kurdên êzîdî


Maria Anholm nîvê jîyana xwe ji bo kurdên êzîdî da

Nivîskar Maria Anholm (1851-1946), nêzkaya pêncî sal ji bo kurdên êzîdî xebitî. Mirov dikare bêje ko wê, nîvê jîyana xwe pêşkêşî kurdên êzîdî kir. Heta roja mirina xwe jî bi wan re bû. Ew, xwîşka Ida Öberg bû ko berî gelek salan hatibû Tiflîsê. Maria Anholm li Swêdê wek avakar û amadekara mîsyona kurdên êzîdî tê hesibîn. Ew, cara pêşîn di sala 1893an de çû Tiflîsê ji bo serdana xwîşka xwe ko li Tiflîsê dima û di vê gerê de nasiya xwe da kurdên êzîdî. Careke din disa çû Tiflîsê, di navbera salên 1901-1902an li wir ma. Bi xwîşka xwe Idayê re tevayî gelek civîn û hevdîtinên bi rêz ji bo kurdên êzîdî pêk anîn. Mala Ida Öberg li Tiflîsê ji bo kurdên êzîdî bûye starek. Maria Anholm paşê bi dehan nivîs li ser rewşa kurdên êzîdî nivîsî û li Swêdê belav kir.[8] Piştî wê gera xwe ya sala 1893an li Gurcistanê, pirtûkek di sala 1895an de nivîsî. Beşeke vê pirtûka xwe ji kurdên êzîdî re cihê kir.[9] Maria Anholm paşê pirtûkeke mayî di sala 1902an de tenê li ser kurdên êzîdî amade kir û weşand.[10] Ew nivîs û berhemên Maria Anholmê piştî sedsalî vê carê di sala 2001an de li Stockholmê ji nû ve hatin weşandin.[11] Maria Anholm di sala 1902an de bi Wilhem Sarwe re tevayî diçin paytextê ermenîyan yê kevn Anîyê zîyaret dikin.[12] Çawa tê zanîn bermayên vî bajarê xerabe ko nêzîkî bajarî Qersê dimîne heta rojên îroyîn hatine û gelek bala turîstên der û hundur dikşîne.


» Bergê pirtûka Maria Anholm bi navê ”Êzîdî” (Jesiderna, 1902)

Maria Anholm yek ji wan kesên pêşîn bû ko bala swêdiyan kişandîye ser hebûn, çand û rewşa kurdên êzîdî. Bi saya wê, kurdên êzîdî li Swêdê hatine nasîn. Her wisa jî babeta kurdên êzîdî bû babeteke lêkolîn û meraqê ji bo kesên din li Swêdê. Di sala 1922an de komîteyek ji bo kurdên êzîdî li Swêdê saz dibe. Sereka vê komîteyê nivîskar Maria Anholm bûye. Ev komîteya belkî jî komîteya here pêşîn e ko li welatekî Ewrûpayê bi giştî ji bo kurdan û bi taybetî ji bo alîkarî û piştgiriya kurdên êzîdî tê saz kirin. Maria Anholm bi kesekî danmarkayî re mêrkiribû û di salên xwe yên dawîn de li wir dima, hersal dihate bajarê Malmöyê li Swêdê, li wir bi endamên rêvabiriya komîteya êzîdîyan û dostên êzdiyan re dicivîya. Maria Anholm di sala 1946an di 95 saliya xwe de vefat kiriye.[13]


» Olga Moberg li Tiflîsê (1908) bi jin û zarokên kurd re


Olga Mobergê li Tiflîsê di nav kurdên êzîdî de

Sazîya bi navê Yekitiya Mîsyonerên Swêdê (Svenska Missionsförbundet) bi salan li Qafkasyayê kar kiriye. Yekitiya Mîsyonerên Swêdê cara pêşîn hê di sala 1882an de dest pê kiriye li devera Qafkasyayê cîwar bûye û dest bi kar kiriye.[14]

Yekitiya Mîsyonerên Swêdê tam berî 100 salan, di sala 1908 biryar digre ko xanimeke mîsyoner bi navê Olga Moberg (1880-1965) bişîne nav kurdên êzîdî li Tiflîsê. Olga Moberg tenê ji bo kurdên êzîdî diçe Tiflîsê.[15] Ew qasî 7 salan li wir dimîne, gelek hewl dide û dixwaze alîkariya zarokên kurdên êzîdî yên sêwî û belengaz bike. Di van salan de gelek zarokên wisa li Tiflîsê hebûn. Lê belê berpirsên rûs astengî derdixistin. Mîsyonerên swêdî paşê ji xwe re metodên nû ceribandin. Pêşiyê bi mêran re ketine têkiliyan, mêr berbi xwe kişandine, paşê bi jin û zarokan re îmkana hevdîtinê peyda kirine. Mîsyoneran hin caran lokal li Tiflîsê kirê kirine, di heftekî yek-du caran li wir civiyane. Hin caran rojên çayvexwarinê amade kirine. Carcar di malên mîsyoneran, carcar jî di malên kurdan civiyane.[16] Olga Moberg zêdetir bi jinan re têkiliyên xwe daniye, pêşiyê kêm kes hatine civînan, lê belê paşê çawa di nivîseke xwe de dîyar dike dema wan baweriya xwe bi mîsyoneran anîne, hejmara wan gihîştîye pêncî kesan.[17] Olga Moberg dîyar dike ko jin û zarokên kurd di van civînan gelek deng dikirin û bêdenkirina wan ne mimkûn bûye. Paşê mîsyoner dewsa civînan çûne malên kurdan, bi wan re di nav hizur û aramiyê de peyivîne.[18] Hin caran cîhê hevdîtinê dîyar nedikirin, zêdetir metodê here-werê bi kar anîne. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Olga Moberg vedigere Swêdê û hevkarê wan Kascha Îbrahim Temros diçe Amerîkayê.


» Kascha Îbrahim Temros (kesê li milê rastê) yek ji wan wergêr û hevkarên mîsyonerên swêdî li Tiflîsê

Hevkarên mîsyoneran li Tiflîsê

Dema mîsyonerên kurd li Tiflîsê kar dikirin, hevkarên wan ko kurdî zanibûn, hebûn. Yek ji wan Kascha Îbrahim Temros bû, ew bi xwe asûrî bû. Yek jî M.A. Ter-Asaturiantz bû, ew jî bi koka xwe ermenî bû. Van kesên ko him wek wergêr (terciman) kar dikir, him jî alîkariya kurdan dikirin ji aliyê kurdên Tiflîsê de gelek dihatin hezkirin. Xebatkarên Mîsyonerên Jin di sala 1905an de Kascha Îbrahim Temros hildide ser kar bona ko di nav êzîdîyan de bixebite. Ev herdu kes jî li Swêdê mane û li ser kurdên êzîdî carcaran nivîsîne jî. Ji wan Kascha Îbrahim Temros di nameyek xwe de (28/11 1913) wek mîsal dinivîse ko li hin gundên êzîdîyan tevlihevîk heye, dema mirov ji kurdên êzîdî re behsa “Jesus” (Îsa) dike û wî wek xelaskar nîşan dide, hin kurdên êzîdî jî qala “Melek Tawos” dikin![19] M.A. Ter-Asaturiantz jî di nameyeke xwe de (16/9 1919) dîyar dike ko piştî guhartinên li Rusyayê, bi hatina Şoreşa Oktobrê rewşa ,îsyoneran û hevkarên wan berbi xerabiyê çûye.[20]

Mîsyoner Wilhem Sarwe di raporekê de dîyar dike ko kesê ko li gundên derdorê bajarê Qersê karên mîsyoneriyê kiriye, hevkarê wan A. M. Djehanjantz bûye. Angorî A. M. Djehanjantz ermeniyên li van deveran zêdetir bi karên polîtîk û neteweyî re mijûl dibûn. Rûsan hertim kesên mîsyoner li Qersê di bin çavan de digirtin. Polês du caran gazî A. M. Djehanjantz kiriye û îfadeya wî girtiye.[21]


Elin Sundvall heta roja mirina xwe li Erîvanê ma

Yek ji wan mîsyonerên swêdî ko pêwendîyên wê bi kurdên Qafkasyayê re hebûn, Elin Sundvall e (1853-1921). Dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn hemû mîsyoneran xwe ji Qafkasyayê vekişandin, lê belê Elin Sundvall heta roja mirinê jî li Erîvanê ma.


» Elin Sundvall – dosta kurdên êzîdî li Serhedê

Yek ji wan xewnên Elin Sundvallê ew bû ko ji bo zarokên kurdên êzîdî zarokxaneyekê veke. Ji salên 1910an heta salên 1921an bi vekirina zarokxaneyekê ji bo zarokên kurd mijûl bûye. Elin Sundvall di sala 1910an de dinivîse ko nîyeta wan hebûye ko li bajarê Gumriyê zarokxaneyekê vekin, lê belê ew bi serneketine. Ew di eynî nameya xwe de dîyar dike ko baştir e ev zarokxane li Îgdirê li devera Surmeliyê bê vekirin.[22] Dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê dike, ev planên Elin Sundvallê nayên cîh. Piştî ko şer diqede dîsa hewl daye, bi berpirsên kurd re ketiye têkiliyan, serekên kurd yên wek Cîhangîr Axa û Usiv Beg li Erîvanê çend caran dîtiye û bi wan re li ser vê pirsê peyivîye.[23] Di nameyeke xwe de dinivîseke ko hêviyên wê di derbarê vekirina zarokxaneya ji bo zarokên kurd zêdetir bûye.[24] Elin Sundvall li wan gundên kurdên êzîdî ko li devera Surmeliyê hebûn, kar dikir. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di navbera salên 1918-1920an de rewşa kurdên êzîdî li deverên Qers û Îgdirê berbi xerabiyê diçû, qasî 2.000 penaberên kurdên êzîdî li Tiflîsê berev bûbûn. Ev kesên jihalketî, tî û birçî hewcedariya alîkarîyeke mezin bûn. Elin Sundvall ketibû nav streseke mezin, dema halê wan kurdên êzîdî didît, gelek berxwe diket.[25]

Salek berî mirina Elin Sundvallê ji bo zarokên kurd etîmxaneyek li Ermenîstanê vedibe û xewnên wê yên bi salan bi vî tehrî tên cîh. Di sala 1921an de bi koçkirina Elin Sundvallê mirov dikare bêje ko dîroka çalakiyên mîsyonerên swêdî li Qafkasyayê ko di sala 1898an de destpêkiribû dawî hat. Çawa em dibînin xebata mîsyonerên swêdî ji bo kurdên êzîdî li Qafkasyayê nêzîkî bîst salan berdewam kiriye.

Elin Sundvall li perçên mayîn ên Kurdistanê jî geriyaye. Wek mîsal di sala 1906an de çûye Kurdistana Îranê. [26] Gelek tiştên etnografîk ên kurdan berev kiriye, paşê aniye Swêdê û di sala 1907an li Stockholmê di pêşangehekê de nîşan dane. Wê, hemû ev tiştan paşê pêşkêşî Muzexaneya Etnografyayê li Stockholmê kiriye. Elin Sundvall di sala 1913an ji Îgdirê rêdikeve li ser Bazîdê re heta bajarê Wanê seferekê pêk tîne. Angorî Elin Sundvallê wê demê 110.000 kurd li Wanê diman.[27] Mîsyonerên swêdî yên jin di van salan de çawa em dibînin li van deverên biyanî bêtirs û bêxof serbest geriyane. Him Elin Sundvall, him jî Olga Moberg ne mêrkirî bûne û zarokên wan tune bûne. Vê yekê ji van herdu mîsyoneran re bi rehetî îmkana tevgerînê peyda kiriye. Lê belê hin rêxistinên mîsyoneran jî nedixwastin jinên azep, nemêrkirî herin di nav biyaniyan de karên mîsyonîyê bikin.

Elin Sundvall dema di nav kurdan de digeriya gelek derman bi xwe re dibirin, kingê lazim bû dida wan. Ji bo vê yekê navê wê derketibû “hekîm”. Carekê ew, kurdekî nexweş derman dike, kurd jê re wek dîyarî dîkek aniye. Vî kurdî jê re gotiye kingê ew tam silamet bû, ewê hespekî jî wek dîyarî bide wê. Elin Sundvall dibêje ko piştî demekê wê, ev kurda li bajarekî dîtiye, silamet bûbû, bi kêf digeriya, lê belê hesp ji bîr kiribû!”[28] Carekê jî dema Elin Sundvall di nav kurdan de digeriya, ew rastî serokeşîrekî kurd, Temûr Begê tê û jê dipirse çima darekê li wan deran naçikînin? Bersîva vî begê kurd jan û êşa kurdan ya sedsalan gelek bi vekirî radixe ortê: “Kêrî tiştekî nayê, îro em li vir in, lê belê sibê belkî jî gundên me bên wêran kirin”. [29]


» Nils Fredrik Höijer

Nils Fredrik Höijer – mîsyonerê ko kurdî zanibûye

Yek ji wan mîsyonerên swêdî ko kurd ji nêzîk ve nas kirine, Nils Fredrik Höijer e (1857-1925). Di sala 1886an de hatiye Tifîsê û çend salan li wir maye. Di 1887an de bi mîsyoner L.E. Högbergê re tevayî çûye nav kurdên Îranê. Piştî du salan Höijer nivîske dirêj ser kurdan dinivîse. Ev nivîsa bi navê Kurd-Tabloyek ji deverên bihûştî (cinnetê) yek ji wan nivîsên pêşîn bû ko ji aliyê mîsyonerên swêdî de di derbarê kurdan de hatibû nivîsîn. Höijer di vê nivîsa xwe de bi giştî kurdan dide nasandin û her wisa jî efsaneya bajarê Bîngolê neqil dike. Wek mîsyonerên din dewlemendiya folklora kurdî bala Höijer jî kişandiye. Höijer dibêje ko li welatê kurdan her çîya, gol, robar, bajar, gund û kevirek çîrokeke xwe heye. Li welatê Serhedê zêde çayvexwarina kurdan bala wî jî kişandiye û dibêje kurd maşokê çayê ne [30]

Höijer di warê hînbûna zimanan de kesekî jêhatî bûue, qasî 14 ziman zanibû û di nav van de kurdî jî hebû. Hin caran dua bi kurmancî dixwand. Carekê di sala 1897an de dema li derdorê Agiriyê çûye gundekî kurd, di nav kurdên êzîdî geriyaye, kurdan mêze kiriye ko yekî biyanî bi kurdî dipeyîve û kurd şaş-metel mane. Kurdan jê pirsiye “Tu kî yî?”, wî gotiye “Ez swêdî me”. Paşê kurdan peyvan swêdî di nav de dubare kirine: “Svek, svesk, svinsk” û pêkeniyane. Di zimanê swêdî de peyva svin tê menaya dongiz, beraz. N.F. Höijer li vir soz dide kurdekî bêkar ji bo ko jê re karekî bibîne, adrêsa xwe dide wî û piştî çend mehan jê re li Tiflîsê karekî peyda dike.[31]

Di dawiya sedsala 19an de çawa tê zanîn gelek zordestî û lêdan li Împaratoriya Osmanî li ermenîyan tên kirin. Höijer gelek caran xwestiye alîkariya wan penaber û koçberên ermenî yên sînor derbas dibûn, bike. Yekî alman bi nav Hans Fischer re hevkarikê dike û bi hevra di nav ermeniyan de gerên polîtîk pêk tînin. Di sala 1897an de qasî sê mehan li deverên nêzîkî sînorên Rusyayê, Osmanî û Îran bi Hans Fischer gereke dirêj pêk tîne.[32] Van gerên polîtîk bala mîsyonerên din û berpirsên osmanî û farisî dikişand. Kêfa wan bi van kirinên Höijer re nedihat. Carekê ew û yekî ermenî bi navê Jakop diçine Îstenbolê ji bo ko hevkariya navbera kurd û ermeniyan xurt bikin, ew li wir bi şêxekî kurd re hevdîtinan pêk tînin. Fredrik Höijer yek ji wan endamên Yekitiya Mîsyonerên Swêdî bû ko mîsyon û polîtîka gelek caran tevlihev dikir û dixwast pişta gelên bindest bike. Di sala 1896an de Yekitiya Rohilati (Orientaliska Alliansen) rêxistineke nelegal saz dike û dixwaze van gelên bindest li dijî Osmaniyan rake ser pîyan.[33]

Höijer gilî-gotinên neçê ko di derbarê kurdan de li devera Serhedê belav bûne qebûl nake û dibêje ko kurd ji van navdariyên xwe baştirin.

Höijer di sala 1888an de dinivîse ko Yekitiya Mîsyonerên Swêdê heta niha raste-rast di nav kurdan dest bi karê mîsyoneriyê nekiriye. Lê belê dibêje ko rêxistina Yekitiya Mîsyonerên Swêdê biryar girtiye ko vî karî di nav kurdan de bimeşîne. Wek navend li Îranê Qeredax fikirîne. Höijer li vir dibêje ko bajarekî din bajarê Bazîdê jî dikare bibe navenda wan. [34]

Höijer her wisa jî carcar behsa serpêhatiyên xwe bi kurdan re dike. Carekê dixwaze di robarekî re derbasî aliyê din bibe û kurdek bi hespê xwe alîkariya wî dike. Kurd li pêşiyê, Höijer li terkiya kurd sîyar dibe û heta nîvî dikevine nav avê. Dema di nav avê de bûne, kurd bi laqirdî gotiye wî: “Derxe peran yan ezê te bavêjime nav avê!”. Wê demê Höijer namila wî digre û dihejîne: “Hiş! dengê meke, eksî vê ezê te ji pişta hespê bavêjim!” gotiye. Kurd mêze kiriye ew ji heqê vî swêdîyî dernayê, paşê keniyaye û jê re bi tirkî gotiye “kardaş” (bira), bi vî tehrî Höijer û ev kurda bûne heval.[35] Di pirtûkeke ko di derbarê Höijer de hatiye nivîsîn em rastî wêneyekî tên ko vê serpêhatiya Höijer di nav avê de nîşan dide. Di vê pirtûkê de wêneyekî din jî heye nîşan dide ko se-kuçikên kurd yên mîna guran çawa êrişî Höijer dikin.[36]


» Seyên kurdan êrîşî Höijer dikin


Mîsyonerên din

Yek ji wan mîsyonerên swêdî Lars Erik Högberg (1858-1924), di sala 1889an de diçe Îranî û nêzîkî çar salan li wir dimîne. Di sala 1893an de vedigere Swêdê, dema vegerê kurdekî bi navê Mîrze Seîd jî pê re rêwitiyê dike, wek mêvan hatiye Swêdê. Di sala 1920 pirtûkeke Lars Erik Högberg bi sernavê Di vav mihemedanan de derdikeve. Ew di van bîranînên xwe de bi firehî qala kurdan û qala xebatên xwe yên di nav kurdan de dike.[37]


» Bergê pirtûka Larsson bi navê ”Li ber piyê Agiriyê” (1919)

Mîsyonerekî mayî ko bi kurdan re ketiye têkiliyan, di nav wan de kar kiriye Erik John Larsson (1857-1940) e. Çend caran çûye deverên ko kurd lê diman. Beşeke bîranînên wî yên çapnebûyî li ser mijara kurdan e. [38] Di nav van bîranînên wî de em rastî helbesteke wî tên ko ser çîyayê Araratê ye. Wî her wisa jî dîroka mîsyonerên swêdî li derdorê Araratê nivîsî.[39] Erik John Larsson çend caran di nav kurdên êzîdî de maye û lêkolîn kirine.[40] Di sala 1893an de ji Îranê heta Erziromê rêwîtîyekê dike, li wir li tevî konferanseke mîsyonerên amerîkayî dibe. Di vê gera xwe de ew rastî gelek kurdên Îranî û Osmanî tê, wek mîsal li Dîyadînî şêxekî kurd dibîne. Larsson her wisa jî rastî dengbêjekî kurd yê gerok tê ko ji zimanê wî tiştek fam nekiriye. Erik John Larsson li cîhekî de dibêje ko kurd ji stran û muzîkê gelek hez dikin û kurd komeke poetîk e. [41] Larson, kurdan bi başî û xirabiyên xwe dişibûne vîkîngên bakûrî, angorî Larsson ew rêbir û talankar in, lê belê ew gelek caran bi centelmenîya xwe ve mêr û camêr in.[42] Larson di cîhekî mayî de jî dibêje ko kurdan wisa piçûk nebînin, mirov bi wan nikare, ew ne karê henekan e (Kurdena äro ej leka med).[43]


Kurdên ko bûne xiristiyan

Bûyera ko dilê mîsyonerên swêdî gelek xweş kiriye, bêguman serpêhatiya yekî ji devera bajarê Wanê bi navê Mîrze bûye. Mîrze ji Wanê hatiye Tiflîsê, li wir wek avkêş kar kiriye. Di sala 1913an de Mîrze derbasî ser dînî xiristiyan dibe û navê xwe kiriye Mîrze Îsasever. Paşnava wî Îsasever tirkî ye û tê maneya Îsahez ango kesê ko ji Îsa Pêxember hez dike. Paşê çi tê serê Mîrze Îsasever çawa Maria Anholm dîyar dike kes nizane.[44]


» Belangazekî kurd li Tiflîsê (Maria Anholm, 1895)


Alma Johansson – mîsyonera ko bûye şahidê qira ermeniyan (1915)

Yek ji wan mîsyonerên swêdî Alma Johansson dema di navbera salên 1910-1915an de li bajarê Muşê maye, bûye şahidê qirkirin û sirgûna ermeniyen. Alma Johansson û mîsyonereke norweçî Bodil Björn di van salan de li vî bajarî zarokxaneyekê de kar dikirin. Alma Johansson paşê bîranînên xwe dinivîse û bi frehî behsa van zordestiyên ko li ermenîyan bûne, dike. Di cîhekî de dibêje ko tirkan sê roj wext dabûn ermeniyan ko bajêr vala bikin, emir didane kurdan ko ermeniyan bikujin, dema kurdan ev yeka nedixwest, wan vê carê bi xwe gule berî ermeniyan didan.[45] Ermeniyên ko li Swêdê dimînin Alma Johanssonê wek dosteke ermenîyan dihesibînin, hersal li Stockholmê diçin gora wê zîyaret dikin.[46]


Xwedê Hafiz Qafkasya! – mîsyonerên swêdî berê xwe didin Iraqê

Piştî wan bûyer û rewşa sîyasî li Rûsyayê (1917) êdî mercên karkirinê di nav kurdan de ji bo mîsyonerên swêdî namîne. Vê carê saziya Xebatkarên Mîsyonerên Jin berê xwe dide kurdên Iraqê û karên xwe di nav wan de berdewam dike. Mîsyonerên swêdî bi xwe neçûne Iraqê, bi alîkariya hevkarên xwe ev karan meşandine.[47] Bi rêya bankeyan hersal pereyên ko li Swêdê berevkirî, ji van karên mîsyoneriyê re hatine şandin. Gundê Başiqa bûye yek ji navendên mîsyonerên swêdî, li wir di sala 1931an de dibistanek avakirine û heta sala 1936an ev dibistan vekirî maye, qasî 70 zarok çûne dibistanê. Ev gunda 15km ji Musilê dûr bûye. Hemû mesrefên dibistanê swêdiyan fînansekirine. Mîsyonerên swêdî bi navê Från Jesidmissionen kovarek di navbera salên 1931-1945an derxistine û ji endamên xwe re şandine. Qasî 15 hejmarên wê hatine weşandin, hersal hejmarek derketiye. Di nav rûpelên vê kovarê de nimûneyên çanda kurdên êzîdî, mezinên wan, edetên wan û karên ko li Swêdê ji bo wan hatine meşandin, cîh girtine.

Maria Anholmê bi minasebeta destpêka vê tevgera alikariyê li Iraqê di sala 1930yî de broşurek bi zimanê swêdî weşandiye.[48]

Komîteya ezîdîyan ko di sala 1922an de li Swêdê hatibû saz kirin bi salan bi rêya gelek çalakî û aktîvîteyan pere berevkirine û ji kurdan re şandine. Maria Anholm êdî pîr bûbû, di 95 saliya xwe de di sala 1946an de wefat kiriye. Salek berî mirina wê, di sala 1945an de komîteyeke nû ji bo êzdîyan saz dibe. Nûnerên Xebatkarên Mîsyonerên Jin, Yekitiya Mîsyonerên Swêdî û Mîsyona Dêra Swêdê di nav vê komîteyê de cîh girtin. Karê vê komîteyê heta sala 1952an berdewam dike. Komîteya ezîdîyan piştî vê salê mîsyona xwe ji saziya The United Mission in Mesopotamia re dihêle ko di van salan de li Iraqê aktîv bû. Çawa tê xuyan mîsyonerên swêdî qasî nîv sedsalî ji bo kurdên êzîdî kar kirine.[49] Pêwendî û têkiliyên mîsyonerên swêdî bi kurdên êzîdî re yek ji wan rûpelên balkêş yê dîroka pêwendiyên swêdî-kurdan pêk tîne.

Têbînî:

[1] E. John Larsson, Folk och religioner i Kaukasien, Ansgarius, 1908, rûp.91-104.

[2] Ida Öberg, Jesiderna, Hemåt, nr mars/1902. Ida Öberg, Jesiderna, Hemåt, nr May/1903.

[3] Maria Anholm, I Gogs och Magogs land, Stockholm, 1895, rûp.441.

[4] Maria Anholm, I Gogs och Magogs land, Stockholm, 1895, rûp.441.

[5] Wilhelm Sarwe, Bland Ryssland folk, vol.I, Stockholm, 1927, rûp.234.

[6] Wilhelm Sarwe, Jesiderna, När och Fjärran, nr 3, 1905.

[7] Wilhelm Sarwe, Från Kaukasien, Missionsförbundet, nr 4, 1902.

[8] Wek mîsal navên çend nivîsên Maria Anholmê: Maria Anholm, Djäfvulsdyrkare, Hemåt, nr 2, 1895. Gammel-Svenskby och jesiderna, nr 11, 1895. Maria Anholm, Jesider och Djäfvulsdyrkare, Hemåt, januari-1899. Jesider eller djäfvulsdyrkare, Hemåt, januari 1899. Maria Anholm, Missionen och Österlandets djävulsdyrkare, Svensk Missionstidskrift, sjunde årgången 1919. Maria Anholm, Jesiderna, När och Fjärran, nr 11, 1931. Maria Anholm, Ett Gammalt missionsintresse, När och Fjärran, nr 3, 1946.

[9] Maria Anholm, I Gogs och Magogs land, Stockholm, 1895. rûp.441-448.

[10] Maria Anholm, Jesiderna (djäfvulsdyrkare), Stockholm, 1902.

[11] Maria Anholm, Jesidkurder, Stockholm, 2001, Apec. Amadekarê vê çapa nû: Rohat Alakom.

[12] Wilhem Sarwe, Bland Rysslands Folk I, Stockholm, 1927, rûp.260.

[13] Kesekî/keseke bi navê E. R. li ser koçkirina Maria Anholmê bîranînek nivîsîye û her wisa jî li ser evîna wê bona êzîdîyan disekine: Maria Anholm, När och Fjärran, nr 9/1946.

[14] Vid Ararats fot av E. John Larsson, med bidrag av Olga Moberg och Theod. Anderson, Stockholm, 1919. (Di nav rûpelên vê pirtûkê de her wisa jî nivîseke Olga Mobergê li ser kurdîn ezîdî heye: Olga Moberg, Bland jesider, rûp.100-109).

[15] John Hultvall, Mission och vision i Orienten, Stockholm, 1991 (binêre beşa: Olga Moberg och Jesidmissionen, rûp.215-244).

[16] Vid Ararats fot, rûp. 100-109.

[17] Vid Ararats fot, rûp.107.

[18] Vid Ararats fot, rûp.107.

[19] Kascha Ibrahim Temros, Jesiderna, När och Fjärran, nr 1, 1914.

[20] M.A. Ter-Asaturiantz, Jesiderna, När och Fjärran, nr 10, 1919.

[21] Wilhem Sarwe, Missionen i Kaukasien och Transkaspien, Svenska Missionförbundets årsberättelse, 1904, rûp.157.

[22] Elin Sundvall, Jesiderna, När och Fjärran, maj 1910.

[23] Elin Sundvall, Barnhemmet bland jesiderna i Kaukasien, Missionsförbundet, nr 8, 1910.

[24] Elin Sundvall, Nöden bland jesiderna, Missionsförbundet, nr 2, 1920.

[25] John Hultvall, Mission och vision i Orienten, Stockholm, 1991, rûp.231.

[26] Elin Sundvall, En Resa bland kurderna i Persien, Ansgarius, tredje årgången 1908.

[27] Brev från Elin Sundvall, Missionsförbundet, nr 31, 1913.

[28] Elin Sundvall, En Resa bland kurderna i Persien, Ansgarius, tredje årgången 1908.

[29] Elin Sundvall, En Resa bland kurderna i Persien, Ansgarius, tredje årgången 1908.

[30] N.F. Höijer, Kurderna - En tafla från paradisets bygder, Ansgarius, 1888-1889.

[31] N.F. Höijer, Kurderna - En tafla från paradisets bygder , rûp.43.

[32] N.F, Höijer, Tre månaders vistelse i bergsregionerna utefter den turkiska gränsen i Persien, Grenljuset 1898.

[33] John Hultvall, Mission och vision i Orienten, rûp.150.

[34] N.F. Höijer, Kurderna - En tafla från paradisets bygder, Ansgarius, 1888-1889, rûp,50.

[35] A.P. Larsson, Tjugufem år i Ryssland: Missionär N.E. Höijers, Stockholm, 1906, rûp.254.

[36] A.P. Larsson, Tjugufem år i Ryssland: Missionär N.E. Höijers, rûp. 244 û 254.

[37] L.E. Högberg, Bland Persiens Muhammedaner, Stockholm, 1920, rûp.123.

[38] E.John Larsson,: I Orienten (Svenska Missionsförbundets arkiv, rûp.229).

[39] E. John Larsson, Vid Ararats fot, med bidrag av Olga Moberg och Theod. Anderson, Stockholm, 1919.

[40] E. John Larsson, Jesiderna, När och Fjärran, nr 9, 1907. E. John Larsson, Jesiderna, När och Fjärran, nr 4, 1909. E. John Larsson, Jesiderna, När och Fjärran, nr 4, 1913.

[41] E.John Larsson, I Orienten (Svenska Missionsförbundets arkiv), rûp.229.

[42] E.John Larsson, I Orienten, rûp.232.

[43] E.John Larsson, I Orienten, rûp.234.

[44] Maria Anholm, Missionen och Österlandets djävulsdyrkare, Svensk Missionstidskrift, 1919.

[45] Alma Johansson, Ett folk i landsflykt, Stockholm, Stockholm, 1930, rûp.37.

[46] Gora Alma Johanssonê li goristana bi navê Skogskyrkogården li taxa Enskede dimîne: kvarter 27, ordningsnr. 13.

[47] Från Jesidmissionens arbeta, När och Fjärran, nr 10, 1940.

[48] Maria Anholm, Jesiderna – Ett folk i mörker, Jönköping, 1930.

[49] Inga Nilsson, Jesiderna. Att så på en förhoppning I-II, När och Fjärran, nr 3-4, 1993.

-----------------------------------
Nivîskar: ROHAT ALAKOM
Weşandin: 2008-3-2
Xwendin: 6991