Prînt bike
Îran xwe ji êrişên nû re amade dike
HEWLÊR, 19/7 2011 — Piştî ko artêşa Îranê xwest sinorê herêma Kurdistanê derbas bike û herêmên ser sinor bombebaran kir, navbera pasdarên Îranê û gêrîlayên PJAKê de şerên giran rûdan. Ajansa Îranê ÎRNA îdia kir ko 3 baregehên PJAKê yên di nava sinorê herêma Kurdistanê de bi dest xistine. Ev nûçe ji aliyê Wezareta hêzên Pêşmergeyan ve hat red kirin.

Li gor ajansa fermî ya Îranê ÎRNA, fermandarê Mihafizên Şoreşê yên li herêma Serdeşt Delaver Rencberzade îdîa kiriye ko li nav sînorê herêma Kurdistanê 3 baregehên gerîlayên PJAKê bi dest xistine. Rencbarzade îdîa kir ko ‘hemû herêm’ ketiye di bin kontrola wan de û dê operasyon berdewam bikin. Her wiha li gor berpirsên Îranê leşkerek miriye û 3 jî birîndar in.

Piştî ko fermandarê Artêşa Pasdarên Îranê eşkere kir ko sinorê Iraqê derbaz kirine, sekreterê giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ew nûçe red kir û tekez li ser wê yekê kir ko bi ti awayî sinorê herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve nehatiye derbaz kirin.

Berdevkê Wezareta hêzên Pêşmerge ya herêma Kurdistanê Cabar Yawar, ji AFPê re axivî:

— Gotinên Îraniyan ko dibêjin li herêma Kurdistanê 3 baregeh dagir kirine şaş û derew in. Ji bo êrîşa li ser gundên Başurê Kurdistanê mafdar derbixin, van îdîayan derdixin pêş. Pevçûn hemû li ser axa Îranê pêk hatiye.

Herwiha Cebar Yawar derbarê heman mijarê de ji malpera Xendan re axivî û dibêje:

— Çi bûyerên ko çêbûne, di nava xaka Îranê de rûdane û li wî aliyê din yê sinor in. Ti têkiliya wan bi herêma Kurdistanê ve nîne, ti baregehên PJAKê jî di nav xaka herêma Kurdistanê de ne heye û ne jî dagirkirine.

Yawar di berdewama daxuyaniya xwe de tekez li ser wê yekê kir ko ev pirsgirêkek navxwe ya Komara Îslamiya Îranê ye û ti peywendiyên wê bi herêma Kurdistanê ve nîne. Yawer dibêje:

— Di van çend rojên dawiyê de bi awayek berdewam firoke li ser esmanê sinorê herêma Kurdistanê, bi taybet jî li Qendîl, Hacî Omeran û Soran re difirin.

Herwiha li gor ragihandina artêşa pasdarên Îranê nêzîkî 5 hezar leşker anîne ser sinorê navçeyên bakûrê rojavayê Îranê û ji bo li dijî gêrîlayên PJAKê şer bikin.

Piştî vê daxuyaniya fermandarê pasdarên Îranê, nûnerê peywendiyên derve yê PJAKê Şemal Beşîr ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî, daxuyaniya rejîma Îranê vale derxist û dibêje:

— Berovajiyê îdîayên rejîmê, li cihên ko xwestin bikevin herêmê, rastî berxwedana gerîlayan hatin û neçar man şûnde gav bavêjin. Niha ne li nav sînor in. Ti xal û cihek neketiye destê artêşa rejîma Îranê.

Di roja sêyemîn ya operasyon û êrişên artêşa Îranê yên li dijî gêrîlayên PJAKê, di navbera Hêzên Rojhilatê Kurdistan (HRK) û leşkerên Îranê de şer qewimî. Li gor Navenda Çapemeniya HRKê di şerê doh de 9 cenazeyên leşkerên Îranê ketine destê HRKê û di şerên nêzî gundê Katumanê de jî 17 leşkerên Îranê hatine kuştin.

Li gor çavkaniyên gerîlayên HRK-PJAKê di şerê navbera sê rojan de 125 leşkerên Îranê hatine kuştin. Herwiha di şer de 7 gêrîlayên PJAKê jî hatine kuştin û 4 jê birîndar bûne.

Doh jî artêşa Îranê gundên Başurê Kurdistanê topbaran kir. Li gundê Sûnê yê girêdayî Qeladizê mal û dibistanek bû armanca artêşa Îranê û di encama bombebaranê de jina bi navê Xetîce Omer ya 27 salî birîndar bû.

Li gor zanyariyên rejîmê artêşa Îranê bi awayek berdewam li herêmên wekî Serdeşt, Pîranşar û Xoy hêzên xwe kom dike û xwe ji êrişên nû re amade dike.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Rûdaw
Weşandin: 2011-7-19
Xwendin: 2862