Prînt bike
Abdullah Ocalan out – Kemal Burkay in
» Kemal Burkay li Stenbolê
 
DIYARBEKIR, 1/8 2011 — Generalên Tirkiyeyê yên darbecî û ergenekoncî mîada xwe dagirt û herî dawiyê serokerkan û serqumandarên hêzên esasî yên ordiya tirkan alaya teslîmbûnê li hemberî hikûmeta sivîl hilda. Di heman demê de rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan bêçaretiya xwe îlan kir û got ew wekî “taşeron” jî hêdî bi kêrî tiştekî nayêt û teslîm bû.

Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan aktorê fîlmekê bû ko generalan, ergenekonciyan û kemalîstan senaryoya wê fîlmê dinivîsî û rola serekî jî ti caran nedidanê û tenê wekî “taşeron” yanî wekî miqawilê derecedidoyê di fîlmê de didan lehîstin.

Li Tirkiyeyê bi têkçûna statukoyê û bi têkçûna general û kemalîstan dinya li Abdullah Ocalan jî teng bû û hêdî serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bawer nake ko tesîreka zêde ya Ocalan li ser PKK-ê hebe û lewra guhê xwe nade hawar-hawara Ocalan.

Roja şemiyê (30/7) siyasetmedarê kurd Kemal Burkayê ko berî Abdullah Ocalan li bakurê Kurdistanê partiyeka siyasî Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê ava kiribû ji Stockholma paytexta Swêdê vegeriya Stenbolê û li balafirxaneyê pêşwaziyeka pir qelebalix û germ lê hat kirin.

Arîkarê waliyê Stenbolê çû pêşwaziya wî û Kemal Burkay digel ko pasaporta dîplomatan pê re nebû wekî dîplomatekî hat payedar kirin û miameleya mêvanên VIP-ê pê re hat kirin.

Nuha jî hikûmeta sivîl ya Tirkiyeyê çar nobedarên şexsî yên taybet dane siyasetmedarê kurd Kemal Burkay û otêla ko ew lê dimîne pir bi cidî têt parstin û kontrol kirin.

Bi îhtimaleka pir mezin piştî bêhnvedana xwe ya li Stenbolê, Kemal Burkay dê li Enqereyê jî di misteweyekê bilind de bêt pêşwazî kirin û ne dûr e ko serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û serokwezîr Recep Tayyip Erdogan pêşwaziyeka germ lê bikin.

Di siyasetê de Kemal Burkay û Abdullah Ocalan du şexsiyetên antîtezên hev in: Abdullah Ocalan zalim, xwînrêj, dîktator, antîkurd û taşeronê aktorên ji-xwe-mezintir e. Kemal Burkay dilovan, aştîxwaz, demokrat, kurdperwer û serbilind e.

Kemal Burkay berî ko ji Swêdê vegere Stenbolê li Stockholmê rexneyên dijwar li rêxistina Abdullah Ocalan girt û got Ocalan û partiya wî wekî “parsekan” û wekî “sêwiyan” doza mafên kurdan dikin û miletê kurd wekî hempayê miletê tirk û miletên dî nabînin.

Kemal Burkay got divêt kurd doza wekheviya bi her awayî bikin û got li gor qenaeta wî çareseriya herî baş jî federasyon e. Burkay got hêza 20 milyon kurdên li bakurê Kurdistanê ji hêza 20 milyon sîlehdaran zêdetir e heger kurd bizanin wê hêza xwe bi metodên rast bi kar bînin.

Tirkiyeya ko Kemal Burkay lê vegeriyayî ne Tirkiyeya generalan, ergenekonciyan, kemalîstan û “taşeronên” wekî Abdullah Ocalan e. Kemal Burkay digel temenê xwe yê mezin dikare di qada siyasî ya Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê de rolekê pozîtîv bilehîze.

Ji bo ko Kemal Burkay û xeta kurdan ya têkoşîna sivîl û aştiyane li hemberî xeta ergenekonciyan û Ocalan bi ser keve divêt hikûmeta Tirkiyeyê piştgiriyeka xurt bide Kemal Burkay û berpiyê wî û kesên wekî wî fireh bike.

Dinya diguhore. Tirkiye jî diguhore. Aktorên siyasetê li Tirkiyeyê tên guhortin û rol jî tên guhortin. Dema ocalanan û ergenekonciyan çû. Dema burkayan û aştîxwazan hat.

Lewra divêt mirov bibêje “Ocalan out – Burkay in”.

-----------------------------------
Nivîskar: LEWENDÊ BOTÎ lewendboti@gmail.com
Weşandin: 2011-8-1
Xwendin: 3963