Prînt bike

abortion pill kit

order abortion pill online usa dollarbillcopying.com medical abortion
Paşpirtika qebûlbar
STOCKHOLM, 31/1 2006 – Heger tu li rûpelê 142-ê yê Ansîklopediya Zarokan mêze bikî, tu dê terma amûrên pifbar bibînî. Amadekarên vê pirtûkê ev term ji bo wan amûrên muzîkê yên ko bi pifkirinê dengî didin bi kar aniye. Vêca, bilûr, zirne, trumpet û hwd. amûrên pifbar in.

Bêşik, haya berhevkarên Ansîklopediya Zarokan ji peyivên tewangbar, guhêrbar, xwarinbar û hwd. yên ko rehmetî Celadet Bedirxanî di Hawarê de nivîsîne hebû. Wan jî, bi îhtîmaleka mezin, peyiva pifbar li gor qalibê peyivên Bedirxanî darêtiye.

Peyivin soranî hene, wek tawanbar û xembar, ko rengdêr in û bi barê temam dibin. Wateya barê di van peyivan de giranî, sengî û barhilgirtin e. Lê, bara Bedirxanî ne bi vê wateyê ye. Tewangbar ew bêje ye ya ko mirov dikare bitewîne, guhêrbar ew peyiv e ya ko mirov dikare biguhore û xwarinbar ew tişt e yê ko mirov dikare bixwe. Vêca, amûrên pifbar ew amûr in yên ko tên pif kirin.

bara kurmancî ne paşpirtikeka (sufîkseka) kurdî ye. Ew di zimanên germanî, wek almanî, swêdî, norwecî û hwd. de heye û wateya »yê/ya ko mimkin e bêt kirin« dide. Celadet Bedirxanî jî ew bi heman wateyê bi kar aniye. Mirov di haletekî de dikare vê barê, wek bara germanî, bi lêkera birinê ve girê bide û bibêje ko ew »kurdî« ye. Heger paşpirtikên kar, di peyiveka wek »nivîskar« de, û dar, di peyiveka wek »navdar« de, ji lêkerên kirin û danê peyda bûbin, ne seyr e ko bar jî ji lêkera birinê peyda bibe.

Paşpirtika barê rengdêran saz dike. Rengdêrên ko pê çê dibin prosesekê diyar dikin. Bi vê yekê mirov dizane ko rengdêrên han ji beşekê lêkerê peyda dibin. Qaîdeya sazkirina wan jî bi vî awayî ye:

1. Paşpirtika barê bi ser parçeya navdêrî yan rengdêrî ya lêkera hevdudanî (nesade) ve zêde bike! Bo nimûne, lêkera pif kirin lêkereka hevdudanî ye. Parçeya wê ya navdêrî pif e. Rengdêra ko jê çê dibe pifbar e. Wateya wê jî »yê/ya ko têt pif kirin yan jî yê/ya ko miorv dikare pif bikeyê« ye. Bi heman awayî, lêkera peyda kirin lêkereka hevdudanî ye. Parçeya wê ya rengdêrî peyda ye. Rengdêra ko jê çê dibe peydabar e. Wateya wê jî »yê/ya ko mirov dikare peyda bike« ye. Mirov dikare bi sedan rengdêran wisa çê bike. Nimûne:

belavbar: yê/ya ko mirov dikare belav bike (nameyên balavbar)
parçebar: yê/ya ko mirov dikare parçe bike (qumaşê parçebar)
hûrbar: yê/ya ko mirov dikare hûr bike (madeyên nehûrbar)

2. Paşpirtika barê bi ser koka dema niho ya lêkera transitîv ve zêde bike! Bo nimûne, lêkera firotin lêkereka transitîv e. Koka wê ya dema niho firoş e. Rengdêra ko jê çê dibe firoşbar e. Wateya wê jî »yê/ya ko mirov dikare bifiroşe«. Mirov bi vê metodê dikare bi sedan rengdêrên wisa saz bike. Nimûne:

helandin: helîn+bar --> helînbar: yê/ya ko mirov dikare bihelîne (kevirên helînbar)
şkandin: şkîn+bar --> şkînbar: yê/ya ko mirov dikare bişkîne (şûşeyê neşkînbar)
xwarin: xw(er)+bar --> xwerbar: yê/ya ko mirov dikare bixwe (giyayên xwerbar)

Mirov dikare wek Celadet Bedirxanî jî bike û paşpirtika barê bi ser raderê ve berde û, bo nimûne, bibêje: giyayên xwarinbar. Lê, mirov bi vî awayî nikare rengdêran ji her raderê ava bike çunkî rengdêr bi giştî ji sê kîteyan yan kêmtir pêk tên. Rengdêrên wek têgihiştinbar, weşandinbar û hwd. ne normal in ji ber ko pêkhatina wan ji sê kîteyan bêtir e. Lê, fêmbar ji bo »îmkana têgihiştinê« û weşînbar yan weşanbar ji bo »îmkana weşandinê« rengdêrên bêqisûr in.

Heger nivîskarên Ansîklopediya Zarokan ev bar bi kar neaniya, ew dê neçar bibûna frazeka dirêj li şûna wê binivîsanda. »Amûrên pifbar« dê bibûya »amûrên ko tên pif kirin « yan jî »amûrên ko bi pifkirinê dengî didin«. Qebûlkirin û bikaranîna paşpirtika barê babetekê nîqaşbar e. Heger em vê paşpirtikê qebûl bikin, em dê barê xwe gelek sivik bikin.

-----------------------------------
Nivîskar: Newzad Hirorî
Weşandin: 2006-1-31
Xwendin: 11489