[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Behdînî dê di nêv simên hespên botanî û soraniyê de têkbiçe
STOCKHOLM, 8/6 2006 — Li başûrê Kurdistanê devoka dorûbera bajarê Dihokê temsîla zaravayê behdîniyê dike herçend li başûrê Kurdistanê piraniya kirmancîaxêvan wekî dihokiyan neaxivin jî. Bo nimûne êzidî bi kirmanciya botanî û kurdên li ser tixûbê Kurdistana Sûriyeyê jî bi kirmanciya botanî diaxivin. Kurdên devera Berwariya jorî jî bi kirmanciyeka nêzîkî botanî û hekariyê diaxivin û barzanî jî kirmanciyeka ji dihokiyê cidatir diaxivin. Jixwe kurdên dorûbera Zaxoyê jî bi botaniyê diaxivin û pirtir tesîra kurdiya bakur li ser kurdiya wan heye.

Bi hikmê ko Dihok wîlayet e û merkeza ragihandin û kulturê ya kirmancên başûrê Kurdistanê yanî merkeza behdîniyan jî Dihok e bivênevê devoka dorûbera Dihokê ya berteng li başûr bûye temsîlkara kirmanciyê. Dihokî ji aliyê fonetîkê, îmlayê, sentaksê û abstraksiyonê ve devokeka ji botaniyê pir cida ye û şansê wê yê biserketinê li başûrê Kurdistanê li hemberî soraniyê nîne û lewra jî ew hêdî hêdî ber bi soraniyê û nemanê ve diçe.

Devoka Dihokê û elîta rewşenbîr ya li Dihokê bi parastina devoka xwe û ferzkirina wê li ser kirmancên dî yên başûrê Kurdistanê ne tenê qebra devoka Dihokê lê belê qebra kirmanciyê hemiyê li başûrê Kurdistanê dikolin.

Dihokî devokek e ko ji aliyê fonetîkê ve ji bilî Dihokê û Amêdiyê ew nikare li ti deverên dî yên başûrê Kurdistanê jî xwe bide qebûl kirin. Dihokî devokek e ko heta niho kêm tekstên nesir yên serast bi wê hatine nivîsandin û ji bilî dihokiyan kurdên ti deverên dî ne kitêbên bi wê devokê dixwînin û ne jî şansê wê devokê yê belavbûnê heye. Dihokî devokek e ko heta niho jî fikirîna bi wê devokê pêşneketiye û lewra jî sewiyeya abstraksiyonê ya xwendekar û nivîskarên Dihokê pir kêm e û gelek caran dema mirov tekstekê bi devoka Dihokê dixwîne mirov dibêje qey xudanê wê tekstê nikare yan jî nizane fikra xwe bi zimanê xwe rave bike û binivîsîne.

Li başûrê Kurdistanê perwerde li dibistanên nêvê, lîse û unîversîteyê bi zaravayê soranî ye. Li Dihokê û dorûbera wê heta sinifa şeşê ya dibistana destpêkê dersên bi devoka Dihokê hene lê belê kitêbên wan dersan jî nîvî bi dihokî û nîvî bi soranî ne û zaravayê serdest cardî jî di realîteyê de soranî ye. Ji ber ko ew beşên kirmancî yên di kitêbên dersê de jî bi devoka Dihokê ya berteng hatine nivîsandin vêca kirmancên êzidî û kirmancên botî û kirmancên nedihokî jî zêde qîmetî nadin wê kirmanciyê. Jixwe devera Barzan ji aliyê îdarî û perwerdeyê ve girêdayî Hewlêrê ye û devoka hakim ya perwedeyê li wê derê jî soranî ye.

Vêca devoka Dihokê çi ji xwe jî bike û desthilata başûrê Kurdistanê çi îmkanan jî bide wê devokê bila bideyê cardî jî ew nikare li rojhilatê xwe ji Akrê derbas bibe û li Rojavayê xwe jî nikare ji Zaxoyê derbas bibe.

Di destê dihokiyan de du rê hene: Yan dihokî dê dest ji devoka xwe ya berteng berdin û xwe bispêrin botaniyê û kirmanciya bakur da bi piştgiriya botaniyê li hemberî soraniyê xurt bibin û bikarin bijîn. Yan jî dihokî dê israrê di wê devoka xwe ya bêçare de bikin û hêdî-hêdî qebra devoka xwe bikolin û ber bi soraniyê ve biçin û nemînin.

Ji aliyê aborî û kulturî ve şansê Zaxoyê her roja ko diçe ji yê Dihokê zêdetir dibe. Piştî avakirina balafirxaneya Hewlêrê hêdî qedrê Dihokê wekî berê nemaye û namîne. Heger rêyeka otobanê di nêvbera Zaxoyê û Hewlêrê de jî vebe û di nêva bajarê Dihokê re derbas nebe hingê Dihok dê yekcar marjînalîze bibe û ji aliyê aborî ve jî Zaxo dê bibe merkeza kirmancan li başûrê Kurdistanê. Û heger zaxoyî destê xwe bavêjin dezgehên ragihandinê û perwerdeyê û xwe bispêrin kirmanciya bakur û botaniyê hingê Dihok dê pêşengiya xwe ya kulturî û ragihandinê jî ji dest bide û yan dê bibe xwegirtiya Zaxoyê yan jî li qeraxê bimîne.

Heçî kirmancî ye li bakurê Kurdistanê bi xêra Celadet Alî Bedir-Xanî devoka botaniyê bûye standarda nivîsandinê û nivîskarekê ji Qersê û yekê ji Mêrdînê wekî hev dinivîsînin û tenê hinek kelîmeyên herêmî yên wan nivîskaran dikarin ji hev cida bin. Di îmlayê û sentaksê û dirûvê zimanî de ti ferqên mezin di nêvbera kurdiya Botan û kurdiya Bayezîdê de nîne. Jixwe her ji kevin ve piştî Dîwana Melayê Cizîrî hemî şair û edîbên kirmancan di nivîsandinê de devoka botaniyê bi kar tînin. Bo nimûne Mele Mehmûdê Bayezîdî jî dema bi kurdî dinivîsî bi devoka botan dinivîsî herçend devoka wî ya axaftinê ya serhedê jî bû.

Devoka botanî ji bo kirmanciyê hewqasê berfireh bûye ko tesîr li Bayezîdê, Wanê, Hekariyayê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Bidlîsê, Ruhayê û hemî deverên bakurê Kurdistanê kiriye û bûye standard ji bo wê Kurdistana berfireh. Dihoka ko dorûbera wê jî bi devoka botan hatiye pêçan nikare xwe li hemberî botaniyê biparêze û li ser lingan bimîne. Wekî min gotî yan dihokî dê xwe bispêrin botaniyê û xurt bibin yan jî dê ber bi soraniyê ve biçin û nemînin.

Şansê jiyanê yê devoka Dihokê bi vî formê xwe yê niho nîne û bi îhtimaleka pir mezin heger xudanên wê devokê zû rêyeka felatê ji xwe re nebînin devoka wan dê di nêv simên hespên botaniyê û soraniyê de têkbiçe û nemîne.

Rêya felatê ji bo dihokiyê xwespartina botaniyê ye û xwespartina botaniyê jî herî rehet bi rêya alfabeya latînî çêdibe. Bi rêya botaniyê û latîniyê kirmancên bakur û başûr dikarin arîkariya hev bikin û bi hev re xurt bibin. Devoka Dihokê û dihokî nebin jî botanî û kirmanciya bakur her dê bimîne lê belê man û nemana dihokiyê di xeterê de ye.

***

Têbînî: Mebesta min ji vê nivîsarê ne rencîdekirina xelkê Dihokê yan kêmdîtina bajarê Dihokê ye. Ez dixwazim ji aliyê zimanî ve behsa problema kirmanciyê li başûrê Kurdistanê bikim. Ez ji bajarê Dihokê pir hez dikim û li Dihokê jî gelek dostên min yên nêzîk û ezîz hene.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2006-06-08
Xwendin: 6687
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org