[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bextewariya jiyana zarokekê zûhatî li pişt perdeya karên rojane
STOCKHOLM, 27/12 2007 — Zarok milyaketên Xwedê ne. Dayîkên zarokan jî milyaketên Xwedê ne. Zarokên ko sê meh û nîvan berî wextê xwe çêdibin û biryarê didin ko bijîn ew du caran milyaketên Xwedê ne. Berî çar hefteyan (30/11 2007) Xwedê milyaketekê zûhatî da me û niho jiyana familyeya me yanî jiyana min, xanima min, keçên min Bînahî, Lava û Larayê yekcar hatiye guhortin û em bextewariyeka nû dijîn.

Nefel sehneya jiyana min ya aşkera ye. Nefel qenaetxaneya min û hemî hevkarên ko di Nefelê de dinivîsînin e. Em bi rêya Nefelê xwe digihînin xwendevanan û qenaetekê li cem wan çêdikin. Em bi rêya Nefelê guhê xwe didin xwendevanan û qenaetên wan tesîrekê li qenaetên me dikin. Hinek caran em rexneyên dijwar li kes yan dezgehên kurdî digirin û ew berpirsiyariya me ye.

Hinek caran em bi nivîsandinên xwe dilê hinek nas û dostên xwe dihêlin. Heger em dilê nas û dostên xwe nehêlin ma em dê dilê kê bihêlin? Ma em ji bo kê dinivîsînin û ji bo çi dinivîsînin? Em ji bo tinegotinê nanivîsnin. Me divêt her rêza ko di Nefelê de têt nivîsandin tesîrekî li xwendevanên me ko di eslê xwe de nas û dostên me ne bike. Li Kurdistanê kî heye ko em nas nekin?

Wekî min gotî, li pişt perdeya Nefelê, li pişt karê min yê aşkera yê rojane, jiyaneka min ya xweser û familyeyî jî heye. Di vê jiyana min ya xweser de 30-ê meha 11-ê bûyereka nû qewimî û Xwedê kurekê zûhatî û zûçêbûyî da me. Zarok yanî milyaketên Xwedê di haletê normal de neh mehan di zikê dayîka xwe dimînin. Lê belê vê carê zaroka me pêncmehûnîvî (sê meh û nîvan berî wexta xwe) hat dinyayê. Dayînên li nexweşxaneyê texmîn dikirin ko ew dê 20–21-ê adarê yanî roja sersala kurdan, roja newrozê bêt dinyayê.

Milyaketê me texmînên dayînan serûbin kir û pir zû hat. Pênc meh û nîv tixûbê man û nemanê ye, tixûbê jiyan û mirinê ye, tixûbê berxwedan û teslîmbûnê ye. Kurê me li ber xwe da û got ew dê bijît. Nexweşxaneya Karolinskayê nexweşxaneya herî pêşketî ya Swêdê ye û teknîk û doktorên herî pêşketî yên Swêdê li wê nexweşxaneyê kar dikin. Doktorê kurê me got ew wekî doktor û nexweşxane “tenê dikarin rewşeka minasib ya jiyanê ji zarokekî re çêkin” û got “lê belê zarokên wiha zûhatî bi xwe biryarê didin bijîn yan nejîn”.

Kurê me biryar da ko bijît. Zarokên di temenê wî de di destpêkê de bi kêmî du–sê hefteyan bi rêya respîratorê nefesê didin û distînin ji ber pişa wan hêj nekemiliye û nikare têra wan nefesê bide wan. Kurê me her ji roja yekê ve nexwet respîratorê bi kar bîne û bi rêya dev û difina xwe nefes da û stand. Zarokên di temenê wî de di hefteya yekê de gelek caran xwîn dikeve mejiyê wan û divêt ew bên emeliyat kirin. Spas ji Xwedê re ko kurê me bi her awayî saxlem çêbû, wî bi xwe biryar da ko bijît û heta niho jî bêyî nexweşî dijît û doktorên wî dibêjin ew “qehremanekê jiyanê ye” û kêm caran wan “zarokekê hewqasê pêgirê jiyanê” dîtiye.

Dema ko zarokek pêncmehûnîvî çêbe di destpêkê de her rojeka bêyî “qeza” û “nexweşî” derbas bibe ew roj ji dêûbabên zarokî re şahiyek e ji ber di destpêkê de hesab li ser rojan têt kirin û ne li ser hefte û mehan. Vaye çar hefteyên me bi şahî derbas bûn û ji niho û pê ve em li gor hefteyan hesabî dikin û dibêjin ev hefte jî bi saxlemî derbas bû.

Heta 21-ê adarê kurê me dê li nexweşxaneyê di kuwêzê de yan jî di bin çavdêriya doktoran de be. Berî ko ew zû bêt dinyayê xuşkên wî û dayîka wî li hev kirin ko navê wî bikin Alvîn, yanî bêjeyeka kurdî ya ji du bêjeyan: “al” û “viyan”. Dayîka wî kurek viya û xuşkên wî jî brayek viya. Familyeya me alaya viyanê û jiyanê herdu bi hev re ji bo Alvînî hildane û heroj em dibêjin “ho Xwedayê gewre û mihreban, arîkariya Alvînî bike, wî bijîne, wî ji me re mezin bike, wî ji qeza û belayên jiyanê biparêze û bila ew zû û bi saxlemî bêt malê!”

Gelek nas û dost telefon dikin û pirsa rewşa Alvînî dikin û dibêjin ka ew çawa ye. Heta niho em her xebera xêrê didin nas û dostên xwe û dibêjin Alvîn baş e û ti problemên wî yên jiyanê nînin. Alvîn dema ko çêbû 680 gram bû. Zarokekê nehmehî dema ko çêdibe li dor 3.5 kîlograman e. Em hê jî bi bistehî û bêtirs nikarin destê xwe bidin bedena wî. Dayîka wî destpê kiriye û heroj li nexweşxaneyê du seetan wî dadine ser sînga xwe. Doktor dibêjin ne kuwêz û ne jî cihekê dî dikare şûna himbêza dayîka wî bigire û lewra ew herdu seet bedelî 22 seetên dî yên roj û şevê ne.

Nîvê jiyana me li malê û nîvê dî li nexweşxaneyê derbas dibe. Heta du meh û nîvên dî jî ev rutîn dê berdewam bikin. Em heroj hem ji bo Alvînî diayên xêrê dikin û hem jî piştrast in ko ew dê bijît. Wekî doktorê wî gotî, Alvînî biryara jiyanê daye. Familyeya me jî bi wî re jiyaneka nû dijît.

Pir spas ji bo hemî nas û dostan. Pir spas ji bo hemî wan hevalên ko telefon dikin û hêviya me xurttir dikin û bêhna me jî firehtir dikin. Ez her ji niho ve dibêjim ko 21-ê adarê, roja newrozê, dê careka dî ji we re di Nefelê de behsa Alvînî bikim û bibêjim ka ew çiqasê mezin bûye û sihet û rewşa wî çawa ye.

Her ji niho ve bila sala 2008-ê li we û hemî kes û karên we pîroz be!

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2007-12-27
Xwendin: 5756
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org