[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rojnamevan ne karmendên dewletê ne û meşhûr jî teşhîr nabin
STOCKHOLM, 6/1 2008 — Me welatek heye navê wî welatî Kurdistan e. Me li parçeyeka welatê xwe dewleteka federal heye navê wê Herêma Kurdistanê ye. Û me li wê herêmê hikûmetek û desthilateka resmî heye. Li herêma Kurdistanê sendîkayeka rojnamevanan heye û ew sendîka dezgeheka sivîl ya rojnamevanên ko endamên wê ye û ne organeka resmî ya dewleta federal ya Kurdistanê ye.

Li herêma Kurdistanê medyayeka ne ya dewletê heye û kesên di wê medyayê de dixebitin jî ne karmendên dewleta federal ya Kurdistanê ne.

Ji bo çi ez bi van tesbîtan dest bi vê nivîsara xwe dikim. Problem qanûna rojnamevaniyê ya Kurdistanê ye ko Parlamentoya Kurdistanê rêkiriye ber destê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Em dixwazin welat û civateka sivîl û şefaf ava bikin û em dixwazin wî welatî ji bo zarokên xwe ava bikin û ne ti kesên dî. Li wî welatê ko em dixwazin ji zarokên xwe re ava bikin divêt erk, rol û wezîfeyên aktorên cida ji hev cida bin û di qanûnan de aşkera hatibin nivîsandin.

Di reşnivîsa qanûna rojnamevaniyê ya ko Parlamentoya Kurdistanê rêkiriye ber destê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê hinek caran wekî organeka polîsiye ya dewletê hatiye hesibandin û hinek caran jî desthilatên ko ne yên wê ne dikevin destê wê de. Di heman qanûnê de rojnamevan jî wekî karmendên dewletê hatine hesibandin û qanûn dibêje her kesê ko destdirêjiyê li rojnamevanekî bike herwekî ko destdirêjî li karmendekî resmî yê dewletê kirî dê bêt hesibandin û wisa jî bêt ceza kirin.

Ev qanûn berpirsiyariya cezayî li gelek kesan belav dike û ji bo nûçeyeka ”xelet” hem rojnamevan, hem sernivîskar û hem jî xudanê îmtiyazê dikarin bên ceza kirin. Li Swêdê û Ewropayê rojnamevanê ko nûçeyekê yan artîkelekê dinivîsîne nayêt ceza kirin. Sebebê vê pir aşkera ye ji ber biryara weşandinê ti caran ne di destê rojnamevanê ko artîkelekê dinivîsîne de ye.

Li Swêdê piraniya caran sernivîskar di heman demê de ”berpirsê weşandinê” ye jî û berpirsiyariya cezayî hemî li ser milên wî ye û ew têt ceza kirin.

Li Tirkiyeyê ”midûrê karê nivîsan” berpirsiyariya cezayî li xwe digire û heger navê nivîskarê artîkelê jî diyar be hingê herdu tên ceza kirin. Li Tirkiyeyê heger artîkel bêyî nav yan bi navekê mistear hatibe nivîsandin hingê "midûrê karê nivîsan" têt ceza kirin.

Li Kurdistanê jî divêt yan xudanê îmtiyazê tenê bêt ceza kirin yan jî heger xudanê îmtiyazê sernivîskarek wekî ”berpirsê weşandinê” destnîşan kiribe sernivîskar tenê bêt ceza kirin.

Çênabe ko mirov rojnamevanê ko artîkel nivîsiye ceza bike ji ber di ser wî re sernivîskar û xudanê îmtiyazê hene ko dikarin rê li ber weşandina artîkelê bigirin. Ez bawer dikim piraniya wan kesên ko di amadekirina vê qanûnê de beşdarî kirine, berpirs û sernivîskarên rojnameyan in û ew dixwazin di ”rojên teng” de rojnamevanê ko artîkel nivîsiye bikin ”qurban” û xwe û kursiya xwe parastî bihêlin. Ev neheqiyeka mezin û bêmesûliyetiyeka mezin e. Madem ew sernivîskar in divêt ew berpirsiyariyê û cezayî jî li xwe bigirin.

Li gor benda duyê ya madeya dehê ya qanûna rojnamevaniyê ”rojnamevanek” (ne sernivîskar yan xudanê îmtiyazê) dikare bi du heta deh milyon dînaran bêt ceza kirin heger wî behsa jiyana taybet ya kesekî kiribe. Teksta wê bendê wiha ye:

— Her artîkeleka ko têkilî bi nehêniyên jiyana taybetî ya ferdekî ve hebe, herçend rast jî be, heger bilavkirina wê bibe sebeba henekpêkirinê.

Carekê divêt mirov minaqeşeya ”jiyana teybetî” bike ka ew çi ye. Li gor pîvanên giştî yên civateka medenî ”jiyana taybetî” jiyana kesekî ya digel jin û zarok û dêûbabên wî ye. Ji wê pê ve nemaze ji bo kesên ko berpirsiyariyeka giştî heye ”jiyana taybetî” nîne çimkî ew kesên ko desthilatdar in yan jî berpirsiyariyeka wan ya giştî heye kesên ”meşhûr” in û li gor pîvanên civaka medenî ”meşhûr teşhîr nabin”.

Bo nimûne em bibêjin kesek di hikûmeta Kurdistanê de wezîr e û zewicî ye û zarokên wî jî hene. Heger ew wezîr li pavyonekê digel ”yareka xwe” bêt dîtin û peyamnêrê rojnameya Kurdistani Nwê wî wezîrî digel yara wî bibîne û fotoyê wan jî bi dizî ve bikişîne û paşê di Kurdistani Nwê de belav bike dê çi biqewime. Gelo ev henekpêkirin û midaxelya ”jiyana taybetî” ye yan ne?

Li gor pîvanên civaka medenî ya Swêdê wezîrek kesekê ”meşhûr” e û ”mirovekê giştî” ye û lewra heger ew kes zewicî be û digel hindê jî li pavyonekê digel yareka xwe bêt dîtin hingê rojnameya herî mezin ya Swêdê Aftonbladet qet dudiliyê nake û dê yekser fotoyê wezîrî belav bike û dê bike skandaleka mezin. Rojnameya swêdî dibe ko serûçavê jinikê veşêre ji ber ew jin ne keseka ”giştî” û ”meşhûr” e lê belê serûçavên wezîrî û navê wî venaşêre û dê hemiyê belav bike.

Dibe ko hinek xwendevan bibêjin ev nimûneyeka ekstrem e. Baş e ez nimûneyeka dî bidim. Em bibêjin ko li Kurdistanê wezîrek heye berî ko bibe wezîr kesekê feqîr e û ti mal û sermayeyê wî nînin. Piştî ko ew kes bû wezîr heger ji nişkê ve diyar bibe ko wî wezîrî qesrek bi qîmeta yek milyon dolarî ava kir û li Hewlêrê 100 donim erd li ser navê xwe yan xizmeka xwe ya nêzîk qeyd kir gelo hingê rojnameya Xebatê navê wî wezîrî aşkera bike û fotoyê qesra wî û parçeya erdê wî jî belav bike dê çi biqewime? Li gor qanûna rojnamevaniyê ya Kurdistanê ev dikare wekî ”teşhîr” û midaxeleya "jiyana taybetî" bêt hesibandin.

Wekî min gotî meşhûr teşhîr nabin û divêt medyaya Kurdistanê bikare behsa problemên wiha bike. Heger medyaya Kurdistanê di bin tehdîda şûrê ”jiyana taybetî” de nekare behsa kar û emelên kesên meşhûr yan kesên xudanê berpirsiyariyeka giştî bike hingê pîsî û xirabiyên wan kesan nikarin bên aşkera kirin û mehkemeyên Kurdistanê jî nikarin ti tawanan li ser wan kesan tesbît bikin.

Karê medyayê kontrol û aşkerakirin e û ne cezakirin e. Medya dikare balê bikişîne ser nerewabûna karekî û paşê polîs û mehkeme divêt ji xwe re delîlan peyda bikin û wî kesî ceza bikin. Medya dikare behsa gelek karên nerewa bike lê belê dibe ko gelek caran ew karên nerewa nebin sebeba cezayên qanûnî.

Di nivîsara bêt de ez dê wan madeyên minaqeşebar yên qanûna rojnamevaniyê ya Kurdistanê analîz bikim.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2008-01-06
Xwendin: 5913
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org