[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Hesabê tirkan û bazara Bushî li hev derneket – Emerîkayê piştgiriya mana PKK-ê jî kir
STOCKHOLM, 3/3 2008 — Operasyona hêzên eskerî yên tirkan ya li başûrê Kurdistanê bi xusara tirkan xelas bû. Tirk ji aliyê eskerî ve bi ser neketin û wan li çiyayên asê yên Kurdistanê derbeyeka mezin di sir û seqemê de xwar. Tirkên têhniyên xwîna kurdan piştî şerekê erdî yê heştrojî nekarî term û cendekên kurdan di kanalên televîzyonên xwe de nîşan bidin. Îsbata herî mezin ya têkçûna eskerî ya vê operasyona tirkan nebûna belgeyên kuştiyên kurdan bû.

Li aliyê PKK-ê di cepheya şerî de lehengê kurdan Murat Karayilan bû. Di prosesa vê operasyonê de ji nêv PKK-ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan û kesên ko nêzîkî Abdullah Ocalanî û dewleta tirkan in li paş man û Murat Karayilan derket pêş.

Murat Karayilanî bi hevpeyvîna xwe ya di Roj TV de, ko me di Nefelê de jî belav kir, îsbat kir ko ew qet bi parametreyên Abdullah Ocalanî û PKK-ya wî nafikire û wî helwêsteka xurt û jixwebawer ya kurdayetiyê nîşan da.

Murat Karayilanî wekî piraniya rêberên PKK-ê yên dî bi zimanekê dijwar êrişî desthilata başûrê Kurdistanê nekir û Emerîka jî wekî dijmina Kurdistanê û kurdan nîşan neda. Wî berê rexneyên xwe yekser da dewleta tirkan û heta bi zimanekê brayane xitabî kurdên korucî jî kir û got ev doz doza hemî miletê kurd e û ne ya PKK-ê tenê ye.

Heger Murat Karayilan bikare vê xeta xwe ya siyasî berdewam bike û ji aliyê eskerî ve jî kontrola hêzên gerîlayên PKK-ê bi temamî bêxe destên xwe de paşeroja wî geş e û ew dê bikare PKK-ya çekdar ji kontrola kemalîstan û tirkîstan derxe.

Ne tenê ji medyaya PKK-ê lê belê ji serkaniyên serbixwe yên başûrê Kurdistanê ko ji nêzîk ve agahdarî operasyonan û şerê eskerên tirkan û gerîlayên PKK-ê bûn min fêm kir ko bi rastî PKK-ê şerek dijwar û biserketî digel eskerên tirkan kir û zend û bendên xwe nîşanî tirkan da.

Jixwe heta niho sebebê biserneketina PKK-ê ne gerîlayên wê yan jênehatîbûna wan ya di şerî de ye. Sebebê esasî rêberiya siyasî ya PKK-ê ye û nemaze şexsê Abdullah Ocalanî ye.

Kî çawa dihesibîne bila bihesibîne lê belê midaxeleya serokê Emerîkayê George Bushî di rawestandina operasyona tirkan de û mecbûrkirina derketina tirkan ji başûrê Kurdistanê ne tenê ji bo başûrê Kurdistanê bû û ne tenê ji bo parastina başûrê Kurdistanê ji hêzên tirkan bû.

Emerîkayê bi vê helwêsta xwe ya dijwar li hemberî tirkan yekser piştgiriya bakurê Kurdistanê û PKK-ê û mana PKK-ê jî wekî aktorekê li herêmê kir. Herçend Emerîka dibêje ko PKK rêxistineka “terorîst” e û dijmina wê ye jî di pratîkê de Emerîkayê arîkariya PKK-ê û Murat Karayilanî kir û netîceyên vê siyasetê dê paşê diyar bibin.

Paradokseka mezin e ko Murat Karayilanê rêberê eskerî yê PKK-ê bi di hevpeyvîna xwe de qet rexne li Emerîkayê negirt lê belê di heman demê de serokê grupa parlamenterên DTP-ê ya li meclisa tirkan Ahmet Turkî di civîna grupa xwe de rexneyên pir dijwar li Emerîkayê girt û ew wekî dewleteka emperyalîst ko dixwaze serê Tirkiyeyê bêxe belayê de bi nav kir.

Ahmet Turkê zelamê tirkan ko di qada legal de bi şertên lûks siyasetê dike xwe wekî antîemperyalîst da pêş û ji bo berjewendiyên tirkan dijminahiya Emerîkayê kir. Murat Karayilanê ko di nêv şerî de di bin xetera kuştinê de bû gelekê ji Ahmet Turkî bîrewertir bû û baştir hesiband ka kî dijmin e û kî dost e.

***

Li cepheya başûrê Kurdistanê wekî hemî caran serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî her ji destpêkê ve got derdê tirkan ne PKK ye û derdê wan hemî miletê kurd e û nemaze jî başûrê Kurdistanê ye. Mesûd Barzanî dizanî ko ji tirkan re PKK tenê bihane ye û lewra qet pêwistî bi nermkirinê nedît.

Mesûd Barzanî di rojên dawiyê de û nemaze piştî bûyera Bamernê biryar da hemî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ko ji şerekê sertaserî re amade bin ji ber niyeta tirkan yekcar zelal bûbû û wan dixwest li başûrê Kurdistanê herêmeka tampon ava bikin û wê herêmê ji kurdên başûr re jî mehrûm bikin.

Ji bilî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî du dîplomatên kurd ko her ji destpêkê ve hesabên tirkan fêm dikirin wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî û berpirsê têkiliyên derve yê PDK-ê Sefîn Dizeyî bû. Herduyan jî hertim helwêsteka hişk li hemberî tirkan nîşan da.

Hişyar Zêbarî di her minasebetê de ji tirkan re got herin ber dergehê Mesûd Barzanî û vê meseleyê bi wî re safî bikin. Herçend Hişyar Zêbarî wezîrê hikûmeta Bexdayê jî bû wî ji tirkan re digot ev mesele bi Bexdayê safî nabe û berê xwe bidin Hewlêrê.

Sefîn Dizeyî jî ko bi xwe demekê dirêj wekî nûnerê PDK-ê li Enqereyê maye hertim ji tirkan re û nemaze bi rêya medyaya tirkan digot ev meseleya PKK-ê bi rêyên eskerî çareser nabe û digot ew naxwaze xwe tevlî karên daxilî yên Tirkiyeyê bike lê belê divêt Tirkiye çareyeka siyasî ji doza kurdan ya li Tirkiyeyê re bibîne. Heta rojên dawiyê bêhna wî hêj tengtir bû ji radyoyeka elmanî re got tirk ne bi 5 000 lê belê bi 50 000 eskeran jî nikarin biçin û Qendîlê zeft bikin.

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî di prosesa vê operasyona tirkan de li cem kurdên bakur û nemaze li cem terefdarên PKK-ê pir prestîj winda kir û PKK-ê ew wekî “mîmarê” operasyonên tirkan lanse kir û li hemberî wî kampanyayeka aşkera vekir. Dibe ko PKK di dozaja rexneyên xwe de neheq be lê belê piştgiriya aşkera ya Celal Talebanî bo AKP-ê û rexneyên wî yên aşkera li DTP-ê û PKK-ê bû sebeba wê rikeberiyê.

Roja ko hêzên tirkan di erdê re ketin başûrê Kurdistanê serokkomarê tirkan Abdullah Gul bi telefonê digel serokkomarê Iraqê Celal Talebanî axivî û ew dawetî Tirkiyeyê kir. Celal Talebanî şûna ko ji Abdullah Gulî re bibêje de ka pêşiyê eskerên xwe ji axa welatê min derxe û rêzê ji serweriya ax û welatê min re bigire got baş e ew dê bi kêfxweşî biçe Tirkiyeyê.

Ev skandaleka mezin bû. Miheqeq hinekan paşê zorî da Celal Talebanî û lewra Hişyar Zêbarî li hawara wî hat û ji raya giştî re got Celal Talebanî dê biçe Tirkiyeyê lê belê niho ne minasib e û ew serdan di midetekê nêzîk de pêknayêt. Yanî Celal Talebanî ket kategotiya xusiriyan de.

Xusiriyekê dî yê desthilatdarên başûrê Kurdistanê sekreterê polîtbîroya PDK-ê Fazil Mîranî bû. Fazil Mîranî hêj meha 11-ê ya sala 2007-ê ji televizyona tirkî Samanyoluyê re behsa îstixbarata ko Emerîka bide tirkan kir û got:

— Em amade ne ko di her warî de digel Tirkiyeyê baxivin. Lê belê Tirkiye bi me re rûnane û naaxive. Heger qebûl bike em amade ne îstixbaratê bidinê. Tirkiye bi herdu generalên xwe yên wezîfedar digel generalekê emerîkî diaxive û digel me naaxive.

Yanî di çavê kurdên bakur de prestîja Fazil Mîranî jî şikest.

***

Li cepheya siyasî ya tirkan de her ji niho ve minaqeşeyeka mezin li ser têkçûna operasyona wan heye û tirk dihesibînin ko Emerîkayê cardî telîsek êxist serê wan.

Serokwezîrê tirkan Recep Tayyip Erdogan, serokkomarê wan Abdullah Gul bi xwe digel hinek eskeran çûn Emerîkayê û digel serokê Emerîkayê George Bushî civiyan û wan got qey Emerîkayê destê xwe ji kurdan û Kurdistanê şûşt û tirk çi bixwazin dê wê bikin.

Recep Tayyip Erdoganî tiştên ko George Bushî jê re got ji xelkê xwe û tirkan veşart û got ew ne “alçax” e ko soza çareserkirina pirsa kurdan li Tirkiyeyê bide George Bushî.

Dema ko Abdullah Gul çû Emerîkayê û digel George Bushî civiya wî jî heman çîrok vegot û tenê behsa “terorê” kir û got wî minaqeşeya ti çareseriyên siyasî nekiriye.

Lê belê hêj Abdullah Gul li Emerîkayê berpirsekê bilind yê Qesra Spî di malpera Qesra Spî de got:

— 1) Divêt Tirkiye têkiliyên xwe digel hikûmeta Iraqê xweş bike, 2) Divêt Tirkiye têkiliyên xwe digel hikûmeta Kurdistanê xweş bike û 3) Divêt Tirkiye têkiliyên xwe digel kurdên Tirkiyeyê yanî digel kurdên bakur xweş bike û çareyeka siyasî ji meseleyê re bibîne.

Tirkan nexwest ko vê mesaja Emerîkayê fêm bikin û lewra dema ko Emerîkayê rê da wan ko operasyoneka eskerî bikin wan wisa hesiband ko hêdî Xwedê arîkarê kurdan be ji ber ew dê derseka mezin bidin kurdan.

Bi destpêkirina operasyonên hewayî li cem piraniya kurdan jî qenaeteka wisa çêbû ko Emerîkayê cardî kurd firotin û dema ko operasyona erdê destpê kir gelek kurd yekcar hêvîşikestî bûn.

Di Nefelê de 25-ê sibatê hêj operasyon di roja xwe ya herî germ de bû me têbîniyek belav kir û got berpirsên dewleta tirkan derewan dikin û Emerîkayê jî dest ji kurdan bernedaye. (Bi ”xeletî” 100 eskerên tirkan tên kuştin) Ew têbîniya Nefelê pir hat xwendin lê belê ez bawer dikim ko piraniya kurdan wisa hesiband ko Nefel ji kîsê xwe diavêje û wêneyekê optîmîst ava dike.

Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Robert Gatesî li Awisturalyayê û li Hindistanê hêj neçûyî Tirkiyeyê hişdariyeka dijwar da tirkan û got zû derkevin. Tirkan jê bawer nekir û got Robert Gates ji xwe re diaxive û berpirsên tirkan got ew dernakevin.

Robert Gates çû Enqereyê û ji serokkomarê tirkan Abdullah Gul, serikwezîrê wan Recep Tayyip Erdogan, wezîrê parastinê Vecdi Gonul û serokerkanê wan Yaşar Buyukanitî re rûbirû got “zû derkevin”. Tirkan hê jî bawer nedikir ko ew rast dibêje û vê carê George Bush li Washingtonê derket û got “zû derkevin” û roja paştir jî tirk pîs-pîs derketin.

Tirk wisa bêserûber û ji nişkê ve derketin ko serokerkanê wan ji serokwezîrê wan re negot vaye ew derketine. Berî ko Recep Tayyip Erdogan ha ji derketinê hebe wezîrê derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî ji dinyayê re got hêzên tirkan dest bi derketinê kirine jî.

***

Wekî encam mirov dikare bibêje ko ji 29-ê sibata 2008-ê û pê ve têkiliyên kurdan û tirkan dê rengê xwe biguhorin. Bi îhtimaleka pir mezin hêdî tirk dê behsa têketina başûrê Kurdistanê nekin û heger behsê bikin jî ew dê her gotin be û ti caran nabe realîte.

Li bakurê Kurdistanê jî prestîja kurdan dê bilindtir bibe û kurd dê hêdî ji eskeran û tehdîdên wan netirsin ji ber kurdan dît ko ordiya tirkan di şerekî de li hemberî kurdan çawa dikare bişkê û mecbûr bibe ko paşve vegere.

Ev têkçûna tirkan li başûrê Kurdistanê dikare bibe destpêkek bo PKK-ê û nemaze xeta siyasî û eskerî ya Murat Karayilanî ko di qada siyasî ya nêvneteweyî de jî pirtir bêt qebûl kirin. Heger PKK-ya Abdullah Ocalanî wekî berê xizmeta generalan û tirkan neke dibe ko PKK bikare xwe ji mohra “terorê” jî xelas ke. Rê li ber kurdên terefdarên PKK-ê vekiriye: Yan dê piştgiriya Murat Karayilanî bikin û xeteka siyasî û eskerî ya kurdistanî biparêzin yan jî dê piştgiriya Abdullah Ocalanî bikin û xeta kemalîzmê û tirkîtiyê biparêzin.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2008-03-03
Xwendin: 6378
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org