[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

sertraline with alcohol

sertraline alcohol memory loss read
Başûrê Kurdistanê qewareyekê vala ye
STOCKHOLM, 23/11 2005 — Grafîka siyasî ya başûrê Kurdistanê bilind bûye û gihaye asta ko serokê Emerîkayê George Bush bi awayekê resmî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî vexwîne bo Qesra Spî û wekî serokê Kurdistanê pêşwaziyê li wî bike. Ev realîteyek e û ji bo vê realîteyê ta dereceyekê divêt hemî kurd spasiya şexsê Mesûd Barzanî û siyaseta wî bikin. (grafîk: Rewşa di grafîkê de divêt serast bibe û bêt guhortin.)

Dibe ko Mesûd Barzanî bikare di qada siyasî de Kurdistanê bigihîne qunaxa serxwebûnê û dewleteka kurdî ya serbixwe jî ava bike. Armanca esasî ya Mesûd Barzanî avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe ye li hemî parçeyên Kurdistanê.

Lê belê Mesûd Barzanî dê bi kîjan civatê, bi kîjan sîstema îdarî, bi kîjan sîstema perwerdeyê û bi kîjan sîstema aborî vî karî bike, gumana min tê de heye.

Gumana min tê de heye ji ber civateka aktîv, dînamîk û piştgir û xwazyara guhortinan û pêşketinê li Kurdistanê nîne. Gumana min tê de heye ji ber sîstema îdarî ya Kurdistanê sîstemeka korrupt (gendel), neorganîzekirî û keyfî ye. Gumana min tê de heye ji ber kalîte û sewiyeya perwerdeya unîversîteyên Kurdistanê ji ya lîseyên Ewropayê gelekê kêmtir e. Gumana min tê de heye ji ber li Kurdistanê hê jî exlaqê ticareta modern bi cih nebûye û ticaret li gor mantiqa qaçaxçîtiyê û kê karî kê têt kirin.

Sîstema civakî: Nîvê civata Kurdistanê jin in û piraniya wan ji jiyana civakî, karî û desthilata siyasî û aborî bêpar in. Li civînên polîtbîroya Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê binêrin. Her cara ko ew bi hev re dicivin hemî zelam in û yek jin tenê jî tê de nîne. Bêguman PDK-ê Yekîtiya Afretan û YNK-ê jî Yekîtiya Jinan heye lê belê desthilata siyasî ya reel di destê zelaman tenê de ye û li ti meqamên bilind yên siyasî de jin nînin.

Xwedê neke heger rêya yekî li paytexta Kurdistanê Hewlêrê bikeve û li wê derê karekê wî hebe yan ji mecbûrî demekê dirêj li wê derê bimîne halê wî/wê dê netihal be. Ne kafeteryayek, ne restauranteka wekî mirovan, ne pastaxaneyek, ne sînemayek, ne tiyatroyek û ne galeriyek, ne sûk û bazareka wekî mirovan lê heye.

Heger ne ji hestên mirovî yên ultraneteweyî be û ne ji navê Kurdistanê û alaya Kurdistanê be ji bilî haletên mecbûriyetê ti sebebê ko kurdekê derve yan kurdekê parçeyeka dî ya Kurdistanê bixwaze mala xwe bibe başûrê Kurdistanê û li wê derê bijît nîne. Diyarbekir digel ko dagîrkirî ye û di bin destê tirkan de ye ji aliyê civakî ve sed caran ji hemî bajarên başûrê Kurdistanê xweştir e.

Sîstema îdarî: Li Kurdistanê meaşwergirtin ne ji bo karê ko mirov dike ye û ne ji bo mesaîya karî ye ji ber gelek meaşxwerên daîreyên Kurdistanê yan naçin daîreyên xwe yan jî heger biçin di rastiyê de rojê du seetan jî efektîv kar nakin û tenê diçin daîreyê û xwe nîşanî hevalên xwe didin, çend çayekê vedixwin û piştî seet 13.00-ê jî vedigerin malê.

Heger karekê te bikeve nik daîreyeka resmî ya Kurdistanê yan divêt te wasiteyek hebe û yan jî gelek caran karê te bi rê ve naçe. Tu bi xwe mecbûr î kaxezên xwe mase bi mase, ode bi ode, daîre bi daîre bi destê xwe bigerînî yan ne tu kaxeza xwe li kû derê bihêlî ew dê heta hetayê li wê derê bimîne û ne diçe jor ne têt jêr.

Di sîstema îdarî ya Kurdistanê de kar û wezîfe li gor asta kesên berpirsiyar nehatiye dabeş kirin û kontroleka ragihandinê ya azad li ser karên îdarî û siyasî nîne. Karê herî biçûkê bêqîmetê ko di deqîqeyekê de dikare bêt birê ve birin dimîne bo hefte û mehan û heta midûrê herî bilind jê re nebêje erê ew bi rê ve naçe.

Li Kurdistanê serokwezîr ne tenê serokwezîr e, ew hikûmet hemî ye. Ji ber ko baweriya serokwezîrî bi wezîran nayêt ew desthilata xwe digel wezîran parve nake û karên herî biçûk jî gelek caran bi mehan radiwestin ji ber wezîr nikare serokwezîrî bibîne yan xwe bigihîne wî. Dema ko serokwezîrê Kurdistanê diçe sefereka derve hikûmet jî namîne û hemî kar radiwestin.

Di sîstema îdarî ya Kurdistanê de korrupsiyon (gendelî) heye û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî di axaftina xwe ya Parlamentoya Kurdistanê de behsa vê problemê kir û got divêt konkret behsa hinek halên korrupsiyonê bêt kirin da ew bikarin rê li ber bigirin.

Ez navê ti kesê li vê derê nadim lê belê ez dê behsa hinek awayên korrupsiyonê bikim û haya min ji gelek tiştên li Kurdistanê heye.

Li Kurdistanê wezîr yê heyîn ko ji bo dana kontrakteka wezareta xwe karmend yan mirovekê xwe rêdike nik şirketên cida-cida û berê bazarê bi wan re dike û şirketa ko herî pir bertîlê bide wezîrî û zelamê wezîrî kontraktê werdigire.

Li Kurdistanê berpirsên dezgehên hikûmî û siyasî yê heyîn ko ji bo pêkanîna karekî du-sê caran ji bihayê normal zêdetir mesrefê li karekî dikin û berpirsê dezgehê û şirketa ko wî karî dike bi milyonan dolarê emerîkî li hev parve dikin.

Li Kurdistanê projeyên dublet yê heyîn ko her yek ji wan bi pênc milyon û deh milyon dolaran e û karê ko bi deh milyon dolaran dikare bêt kirin bi çil milyon dolaran li ser miletê kurd dibe mal û xudanên projeyan û xudanên dezgehan wî pereyî li hev parve dikin.

Ev tiştên ko ez behsê dikim hemî konkret nimûneyên wan li nik min hene û dema ko roja wê hat hemiyan dikarim aşkera jî bikim.

Sîstema perwerdeyê: Li Kurdistanê sê-çar unîversîte hene. Piraniya mamostayên unîversîteyên Kurdistanê berî 15-20 salan yan li Iraqê yan li welatên sosyalîst yên berê mezûn bûne û doktoriya wan bi nav e. Mamosta bi agahadriyên 15-20 sal berê dersê didin û ji roja ko bûna doktor heta niho ne zanîna xwe nûve kirine û ne jî çûne kurseka xwenûvekirinê.

Sîstema unîversîteyan û bîrokrasiya wan yekcar ne li gor vê serdemê ye û mamostayekê ko berî 20 salan li Iraqê tîtela doktoriyê hebe lê belê hîç tiştekê nezane dikare mamostatiyê bike lê belê akademîsyenekê kurd yê ko li Ewropayê xwendiye û ilm û zanîna wî modern e nikare li unîversîteyên Kurdistanê dersê bide heger wî doktora nekiribe.

Halbûkî li welatekê wekî Swêdê ko di perwedeyê de pir pêşketî ye û hemî dinya îtirafê pê dike akademîsyenek dikare piştî xwendina xwe ya unîversîteyê bêyî ko master yan doktora hebe yekser li unîversîteya xwe yan unîversîteyeka dî mamostatiyê bike.

Li gor pîvan û krîterên unîversîteyên Kurdistanê zêdetirî nîvê mamostayên unîversîteyên Swêdê nikarin li unîversîteyên Kurdistanê dersê bidin ji ber wan doktora û master nîne.

Sîstema perwerdeya dibistan û unîversîteyên Kurdistanê hemî li ser bingehê jiberkirinê ye û ne li ser bingehê kirin û fêrbûnê ye. Xwendekar piştî mezûnbûnê (texerûc) du-sê salan piraniya tiştên ko dixwînin ji bîr dikin û ti faydeya wan ji xwendina wan nîne.

Sîstema ticarî: Li Kurdistanê sîstemeka ticarî ya rêkxistî nîne. Li Kurdistanê qanûnên ko rê û rêbazên sermaye û ticaretê diyar bikin nînin. Li Silêmaniyê qanûneka ticaretê heye û li Hewlêrê yeka dî heye. Yek ji sebebên ko heta niho şirketên biyanî naçin Kurdistanê û lê kar nakin nebûna qanûnên ko sermayeyê wan biparêze ye. Bi qasî ewlekariyê pêwistî bi qanûnên ticaretê û exlaqê ticaretê jî heye.

Heta niho li Kurdistanê ticaret li gor exlaqê qaçaxçîtiyê têt kirin û prensîba kê karî kê derbas dibe. Konkurenseka neadil heye û qanûnên keyfî rê didin şirketekê ko karekî bike û rê nadin şirketeka dî ko bi heman şertan heman karî bike da rê li ber konkurensê vebe.

Li Kurdistanê gelek şirket yê heyîn ko salane bi milyonan dolaran qezenc dikin bêyî ko baca qezenca xwe bidin xezîneya dewletê. Li Kurdistanê şirket yê heyîn ko bi îmkanên dewletê monopola karekî êxistine destê xwe de û xudanên wan şirketan ne rê didin şirketên dî û ne jî tiştekê didin dewletê.

Li Kurdistanê siyaset û ticaret yekcar tevlihev bûye û desthilata siyasî û desthilata ticarî ya Kurdistanê jêk nayê cida kirin. Dema ko kesekê siyasî li Parlamentoya Kurdistanê yan li hikûmeta Kurdistanê yan jî di serkirdayetiya partiyên siyasî de biryarê li ser pirseka aborî dide tu nizanî ka ew li gor berjewendiyên xwe yên şexsî biryarê dide û rê li ber hevrikên xwe digire yan jî li gor berjewendiyên neteweyî biryarê dide.

Sîstema siyasî: Li başûrê Kurdistanê kurd di siyasetê de jêhatî ne. Jêhatîbûna wan ya siyasî û konjunktura siyasî ya nêvneteweyî wisa dike ko kurd bibin aktorekê xurt li Rojhilata-nêvê û siyaseta şexsê Mesûd Barzanî kurdan ber bi pêş ve dibe.

Ev pozîsyona siyasî ya xurt ya kurdan li başûrê Kurdistanê heta demekê dî jî dê berdewam bike û heger heta hingê kurd pê re bigihîn ko sîstema xwe ya civakî, îdarî, perwerdeyî û ticarî reforme bikin Kurdistan dê pêş bikeve û bibe nimûneyeka baş li Rojhilata-nêvê. Û heger kurd bi rastî berê tîrên xwe nedin xwe û ji bilî sîstema siyasî sîstemên dî yên xwe yên têkçûyî serast nekin xetera têkçûna Kurdistanê heye û heger konjunktura dinyayê ji nişkê ve bêt guhortin Kurdistan dibe ko nekare li ser lingên xwe bisekine.

Şovalyeyê kurd Mesûd Barzanî ji dil dixwaze welatê xwe biguhore û bi pêş ve bibe. Ew dixwaze dewleteka kurdî ya serbixwe ava bike. Lê belê heger mirov dereceyekê ji wî bêt xwarê mirov li nik berpirsiyarên siyasî û hikûmî yên Kurdistanê ne perspektîveka kurdistanî ya jidil dibîne û ne jî îrade, zanîn û taqeta reform û pêşxistinê li nik wan heye.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî li Parlamentoya Kurdistanê got bila kurd nerazîbûna xwe ya ji sîstema îdarî û siyasî ya Kurdistanê diyar bikin bêyî ko avahî û dezgehên Kurdistanê yên hikûmî û ehlî xera bikin.

Ev nivîsar demonstrasyona min ya pêşiyê ye.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2005-11-23
Xwendin: 6639
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org