[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Yekîtiya Bakûr, parastina Başûr û deklarasyona PKKê
STOCKHOLM, 3/12 2007 — Dema kak Mesûd Barzanî ji tirk û amerîkiyan re got ko dema dewleta tirk pêşniyar an bernameyekî bo "aşitiyê" (çima ne bo "çareseriya ‘pirsigrêka kurdî’ a li ‘Tirkiyeyê’"?) pêşkêş bike û eger PKK wê pêşniyarê an bernameyê red bike, tenê wê çaxê ew ê ji PKKê re bêjin "terorîst". Ew helwesta birêz Barzanî helbet gelek di cîh da bû, ji ber ko bala hemû dinyayê dikşand ser siyaseta şerr û êrîşkariyê ya dewleta tirk û ew siyaseta wan wekî sebeb, PKK jî wekî encama vê sebebê destnîşan dikir.

Lê ew helwesta Başûr zêde berdewam nekir û piştî hevdîtina Erdogan û Bush, "hevkariyek" di navbera Başûr û "Tirkiyeyê" de dest pê kir. Her çiqas berdevkên Başûr gotin ko ewê êrîşê PKKê nekin û hê jî li dij "operasyonên bi her awayî" ne jî, retorîka (gotar) wan hate guhertin û herwisa gavên wekî "girtina rêyên ko diçin Qendîlê" hatin avêtin. (Herçiqas ew gav wekî "parastina gelê Başûr" hatin pêşkêşkirin jî, eşkere ye ko gotara "parastina gel" ji bo raya giştî a kurdan tenê bû û ji aliyê dinyayê û tirkan ve wek "helwestek li dij PKKê" hate pêşwazîkirin).

PKKê jî, ji destpêkê ve bi serê xwe hereket kir û wê jî "siyaseta şerr" pejirand ko "Kurdistan yek e û ne ‘malê bavê tu kesî ye’" û ewê li Qendîlê "ber xwe bidin" û herwisa "Kurdistanê ji Tirkan re bikin goristan".

Gelek balkêş e: piştî ko Erdogan ji Amerîkayê vegeriya, di carekî de behsa "pakêtekî" hate kirin, ko ne eşkere bû çi pakêt e; gelo pakêta çareseriya "pirsgirêka kurdî" bû/ye an "pirsgirêka PKKê"? Bi dîtina min, ew "pakêt" bi zanebûn şolî û abstrakt hate/hatiye hiştin ji ber ko armanca tirkan ne tu "çareserî" bû/ye, lê xapandina kurdan û raya giştî ya dinyayê bû/ye.

Di her platformên ko min xwe gihandiyê de, min zarûriyet û fêdeyên "aştiya li Bakûr" destnîşan kiriye û gotiye ko divê PKK înstiyatîfê têke destê xwe û bi pejirandin û tetbîqkirina "siyaseta aştiyê" plan û programên dewlet û artêşa tirk pûç bike. Ev pêşniyar ji aliyê gelek kurdan ve jî hatiye ziman. Lê PKKê gohê xwe ji şîretên wisa re digirt û eksê wê, rêxistinek wekî TAKê ("Teyrên Azadiya Kurdistanê") kir jiyana siyasî ko ne diyar bû çi ye û ji aliyê kî ve tê îdarekirin.

Nuha, dema ko tirkan ew "pakêt" kirin rojevê û herwisa êrîşên wan ên ser başûrê Kurdistanê zêdetir bûn, PKKê (KCK - Koma Civakên Kurdistanê - û Kongra-Gel) deklarasyon heft maddeyî pêşkêş kir û şertên xwe yên bo çekdanînê (aştiyê) diyar kir. Ez bi xwe li benda deklarasyonek wisa bûm û ji PKKê re spas dikim ko ew gav avêt. Gelek balkêş e û sebebê xemgîniyê ye ko medyaya kurdan û herwisa hikûmeta Kurdistana Federe ya Iraqê cîh û qîmet neda vê deklarasyonê. (Wek nimûne, Nefel.com bûyera pêşkêşkirina wê deklarasyonê wek nûçe neweşand).

***

Herçiqas ez bi xwe bi wê deklarasyonê gelek kêfxweş bûm jî, divê vê pirsê bikim:

Çima hewqas dereng hat?

Vê pirsê dikim da ko balê bikşînim ser wan mekanîzmayên ko siyaseta PKKê tayîn dikin. Lê beriya herkesî, erkê PKKiyan bi xwe ye ko vê pirsê ji xwe bikin û li bersivên wê bigerin.

***

Herçiqas dibêjim "dereng" jî, mebesta min ne ew e ko fonksiyona vê deklarasyonê tune ye. Eksê wê, dibêjim ko ev gava ko PKK avêtiye û ew deklarasyona heft-maddeyî, dikare bibe 1) bingeha yekîtiyek nuh li Bakûr û 2) hevkariyek nuh a navbera Bakûr û Başûr de.

Ez li benda deklarasyonek wisa bûm lê tirsa min ew bû ko PKKê wê şertên ne "realîst" bide pêş ko ne mumkun e ji aliyê dewleta tirk ve werin qebûlkirin an PKK wê îlana "berxwedanê" bike. Helbet li gor dewleta tirk PKK “terorîst” e û bi “terorîstan” re nayê rûniştin (Brîtanya bi IRA-yê re rûnişt, Spanya bi Etayê re rûnişt çima tu nikarî bi PKK-ê re rûnî?) , lê dema mirov li wan heft şertên PKKyê dinêre, mirov dibîne ko her heft jî (mafê PKKyê ye ko doza azadiya serok û girtiyên xwe yên dî bike!) maqûl û zelal in û her kurdek divê û dikare îmzeya xwe bavêje binî. Ew "îmze" ne ko dê zorê bidin dewleta tirk ko dev ji înkara kurdan û mafên wan berde, ango xwe biguherîne.

Maddeya ewil a deklarasyonê sînorên "Tirkiyeyê" yên îro "qebûl dike", ko bi ya min ew madde ye ko hêz û qudretê dide vê deklarasyonê: ji ber ko ew madde rê li ber demogojiya tirkan digre ko "PKK dixwaze ‘Tirkiyeyê’ perçe bike". Bo wê, her çiqas mijarên wekî "Tirkiye", "Tirkiyetî" û "ser-nasname" tên û divê werin niqaş- û (bi a min) redkirin jî, ne rast e ko îro, ji ber wê gotinê, PKK were rexnekirin an ev deklarasyon were mehkûm- an piştgohkirin.

Min pirsî, "çima wisa dereng?", ji ber ko ev deklarasyon diviya kêmasî dema ko Erdogan çû Amerîkayê bihata pêşkêşkirin. Lê dewleta tirk hê jî bi rastî "neketiye başûrê Kurdistanê" û hê jî dem heye ko kurd bi giştî dora dewleta tirk bigrin û wê têkin tengasiyek wisa ko ew mecbûr bibe bi "PKKê re rûne". Bo pêkanîna tiştek wisa, divê 40 milyon kurd piştgiriya xwe ya aktîf bo deklarasyona PKKê destnîşan bikin. Gelo xirab e ko tirk bi "PKKê re rûne"?. Û dema ew roj hat û ew "civîn" ket rojevê, gelo terefê kurd, ê PKK ya ko em îro dizanin be an Bakûr bi xwe be?

***

Hemû partî û rêxistin çi kurd bi giştî, çi jî kurdên Bakûr bi taybetî, dizanin ko dewleta tirk "siyaseta şerr" dipejirîne û herwisa dizanin ko "aştî û siyaseta azad" ê wê siyaseta wan têk bibe û rê ji xwebûyina kurdan re veke. Eger wisa be, çima ew rêxistin, bi taybetî yên Bakûrî, piştgiriya vê deklarasyona PKKê (ko çekdanîna xwe kiriye rojevê) nakin?

Banga min ewil ji serokatiya başûrê Kurdistanê re ye: Vegerin ser wê gotara xwe ya ferzkirina li ser tirkan a "çareseriya ‘pirsgirêka kurdî’ a li ‘Tirkiyeyê’ û ne tenê piştgiriya xwe bo deklarasyona PKKê destnîşan bikin, lê herwisa serokatiya vê prosesê jî bikin, ko rê li ber siyaseta şerr a dewleta tirk, ko "pirsgirêka kurdî" vedişêre û wek "pirsgirêka PKKê" nîşan dide, were girtin. Di dîplomasiya xwe de xwedî li PKKê derên û balê bikşînin ser "pirsgirêka Kurdî" ya ‘Tirkiyeyê’", ne ser "pirsgirêka PKKê".

Banga min ji partî, grûb, şexs û rêxistinên ji bakûrê Kurdistanê re (çi li welêt, çi li derve), yên ko ne PKKyî ne: Teko teko an bi hevdû re, bêyî tu pêşhukmek, piştgiriya xwe bo vê helwest, gav û deklarasyona PKKê destnîşan bikin û bi awayek aktîfî, hemû hêz û îmkanên xwe pêşkêşê vê prosesê bikin û bi PKKê re hevkarîyê bikin da ko ev deklarasyon hêz û goşt bigre û bigije armanca xwe: aştî û siyaseta azad. Potansiyelek gelek mezin heye ko ne PKKyî ye û kêm-zêde li dervayê siyaseta reel maye. Lê ev potansiyel dikare bibe xwedî fonksiyon û tu şika min tune ye ko, dema ev potansiyel bi hêza PKKê re "bibe yek", ewê hêzek gelek mezin û efektîf a şoreşger derkeve holê. Bo wê, bangê li van rêxistinan dikim ko hemû proje û çalakiyên xwe "deynin aliyekî" û bi hemû hêza xwe beşdarê vê prosesê bibin, ko bingeha wê ev deklarasyona PKKê ye.

Banga min ji PKKê (û DTPê) re: 1) Dev ji deklarasyona xwe bernedin. 2) Ji ber siyaseta xwe ya kevn a li dij kurdên ne PKKyî, li xwe rexne bigrin, desnîşan bikin ko hun di mijara "çekdanînê" de samîmî ne û banga yekîtî û hevkariyê bi taybetî ji rêxistinên Bakûrî re bikin. Herwisa, xwe ji bo vê hevkariyê amade bikin û serkêşiya vê hevkarî û yekîtiyê bikin. 3) Pozîsyon û rola sereke a desthilatdariya Başûrê Kurdistanê qebûl bikin û bi wan re siyaseta aştî û azadiyê bimeşînin.

Banga min ji herkesî re: dengê xwe tevlê dengê min bikin û zorê bidin rêxistinên me (çi PKK, çi yên ne PKKyî, çi serokatiya Başûr), ko siyaseta yekîtiyê ava bikin û bimeşînin.

***

Dem e ko netewebûyina kurdan û Kurdistanîtiya "pirsgirêka kurdî" were bi bîranîn û tekoşîna azadiyê li gor vê rastî û realîteyê were "bernamekirin". Belê, Kurdistan kêmanî çar perçe ye û her perçe mecbûr e ko li gor şertên xwe têbikoşe, lê avakirina bernameyek neteweyî ko van şertan dide ber çavan mumkun e û divê were kirin. Tenê wê çaxê kurd dikarin ji hemû hêzên xwe yên potansiyel îstifadeyê bikin û di tekoşîna xwe de bi ser bikevin.

-----------------------------------
Nivîskar: Rojda Çelîker
Weşandin: 2007-12-03
Xwendin: 18065
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Psîkolojiya Yekîtiyê, Qralê Kurdistanê û Şîretên Dawî (2008-01-03)
Dawiya barbariyek û serxwebûna başûrê Kurdistanê (2007-10-26)
Dema ko Evren jî ”xayîn” be (2007-03-03)
Banga niviskar û rewşenbîrên kurd çima kêm e û ez çi lê zêde dikim? (2006-09-17)
Rejîma Tirkiyeyê û federasyon (2006-08-15)
Kurd tima ne... bijîn kurd! (2006-05-06)
Êsîrên jibîrkirinê (2006-04-07)
Dem e ko Ocalan here (2006-04-02)
Ziman, Heval û Bêdengî (2006-03-21)
”Mêr” kî ne, jin çi dikin? (2006-03-07)
”Realîteya tirkan” û rastîya me (2006-03-02)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org