[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bihêlin kî dixwaze bi kurdî bipeyive bila bipeyive!
”Hertişt ji bîr dike. Lê zimanek ji bîr nake.”
George Steiner


STOCKHOLM, 9/1 2009 — Dewletê bi navê TRT-6ê dest bi weşana TVyê ya 24 saetî kir û pê re êdî rojev bû ya zimanê me yê ko heta niha li me hatibû qedexekirin. Navê dewletê li ser wê ye, loma hin kesan got ko ev lîstikek e. Hinan di argûmanên xwe de, xwe spart tesîra Yekîtîya Ewrûpayê. Li gor hinin din jî Amerîkayê Tirkîye mecbûrî gaveke weha kiribû. Hinan got ko ev îxanet e, divê kurd li dijî vê weşanê derkevin û wê rawestînin. Hin kesan behsa têkoşîna gelê kurd ya dijwar, pêvajoyeke dûr û dirêj û qonaxa vê têkoşînê kir û ev gav jî wek berhemeke vê têkoşîna dijwar bi nav kir û wek encameke vê pêvajoya dûr û dirêj nirxand. Hinan yekser biryara xwe da û wek aktorên sereke dest bi karên xwe kirin. Hinan jî şikên xwe anîn zimanî û pirsî. Gelo xwedîyên vê weşanê bi rastî ji dil û can in? Ma ev gav dê bi pêvajoya hilbijartinên deverî ve bisînorkirî be? Ma ew ê piştî hilbijartinê jî dewam bike, an na? Gelo ev ne ji bo xapandina kurdan be? Ma ev gav dê bibe sedema gavên din? Bi vî awayî, di civaka kurdan de, li ser vê pirsê, hisên cur bi cur serî hildan, meraq û şikên biheq hatin zimanî, fikrên cuda derketin holê û pirsên pêwîst bi dengê bilind hatin kirin.

Ji ber ko di vî warî de, dewletê berê jî xwastibû çend tiştan bike, loma piranîya kurdan bi awayekî biheq ev şik û pirs dianîn zimanî û helwêstên cuda werdigirtin. Dewletê demekê rêya kursên zimanê kurdî nîşan dabû. Nebû. Kurdan qîma xwe pê neanî. Dû re got ko va ye, weşana kurdî ya 45 deqîqeyî dest pê dike. Hingê jî tu kurdan bi awayekî cidî berê xwe nedayê û di demeke kurt de dîyar bû ko tu tesîra wê nabe û heta tesîreke wê ya berevajî peyda dibe. Ji ber ko hêrsa kurdan bi van bûyeran zêdetir bû û kurdan ev bûyerên ha wek "tinazpêkirinê" nirxandin û xwe dûrî wan kir. Tiştekî ecêb e, ji hinan heye ko gava mirov ji kurdan re bibêje ”Ji xwe re bi zimanê xwe bipeyivin û bistirên”, êdî mesele diqede û kurd dê dev ji hemû tiştên xwe berdin û bidin dû wan. Rast e, ji qewla zimannasê navdar David Crystalî, ziman nasnameyê îfade dike. Ziman enbara dîrokê ye, şecereya neteweyan e. Kurdî jî nasnameya neteweyê kurd e, şecereya wî ye. Axavtina bi kurdî heqê me ye, heqê me yê xwezayî ye heqê me yê rewa ye. Loma azadîya zimanî ji bo me pir giring e û pirseke heyatî ye. Lê rastîyeke din jî heye ko gava ziman bi tenê serbest be jî nayê wê maneyê ko êdî netewe jî serbest e û welat jî azad e. Bêyî jibîrkirina vê rastîyê, divê em li nasnameya xwe, li enbara dîroka xwe û li şecereya xwe bi xwedî derkevin.

Ji alîyê zimanî ve, di vê gava niha de, tiştekî eşkere heye. Ew jî ew e ko kurdî êdî di praktîkê de, zimanê dezgeheke dewletê ye. TRT dezgeheke dewletê ye û zimanê kanaleke wê ya ko bi şev û rojê weşanê dike, kurdî ye; kurdîya ko gelekan ji me berdêla parastina wê bi awayekî pir giran daye; bi şkenceyên nedîtî, bi razana li girtîgehan ya bi salan, bi xwîna xwe, bi rakirina termên lawên bavan, bi şewitîna gundan û bi sirgûnan û hwd. Loma giring e ko ev yek berê bi destê dewletê bê kirin? Ji ber ko înkara hebûna me, zimanê me û hemû hêjayîyên me bi destê dewletê dest pê kiriye. Tirk di serî de, hemû kesên din bi perwedeyeke kurdnenas hatine perwerdekirin. Loma giring e ko berê ew dest bi qebûlkirinê bike. Ev kanala dewletê ya bi kurdî, di eslê xwe de, destpêka daxwaza lêbihurîneke nebilêvkirîye. Lê lêbihurîneke di praktîkê de, lêbihurîneke encama wê yekê ye ko rastîya jîyanê siyaset mecbûrî wê kiriye. Ev destpêkek e û qebûlkirina kurdî ya di vê astê de jî kevirek ji kevirên qozîyan e û dîwarê înkar û asîmîlasyonê dê piştî vî kevirî nema karibe wek berê bimîne.

Pirseke din ko divê em li ser bifikirin jî dema vê weşanê ye. Vê weşanê û minaqeşeyên li ser zimanê me, di demeke pir giring de dest pê kir. Di demeke weha de dest pê kir ko tirsa asîmîlasyonê û encamên wê ji her demê bêtir em dabûn ber xwe. Di demeke weha de dest pê kir ko ji qewla Celadet Bedirxanî “mifteya zîndana me” bi qasî ko bi tu deman re nayê miqayesekirin, ketibû xeterê. Di demeke weha de dest pê kir ko em kurd di warê dewrkirina zimanê xwe yê mîrata bavûkalan de ketibûn rewşeke pir xerab. Di demeke weha de dest pê kir ko zarokên me yên ko berê heta çûna dibistanê jî bi tenê bi kurdî dipeyivîn, êdî ji kurdî bêtir bi tirkî dipeyivîn.

Helbet me ji bîr nekiriye, bê me ji ber kurdbûna xwe û axavtina xwe ya bi kurdî çi kişandiye. Me ji bîr nekiriye, bê em ji ber hezkirina zimanê xwe di ko re derketine. Me ji bîr nekiriye ko heta duhî, zimanê kurdî tune dihat hesibandin û îroj hê jî li gelek deverên jîyanê tune tê hesibandin û herweha em dizanin ko vê gave jî destûr tune ye ko ew li gelek qadên jîyanê yên din bê bikaranîn. Em dizanin ko li hin deverin dîyar navê zimanê me hê jî nayê hildan û bi navê zimanekî nenas tê binavkirin û li defteran tê qeydkirin. Me herfên xwe yên qedexekirî yên stuxwar û kelebçekirî ji bîr nekirine. Me Şêx Seîdê Kal, Seyid Rizo û bi hezaran kurdên nemir û herweha Celadetê ko hesreta welatê wî pê re çû gorê ji bîr nekirine. Me hinermend, ronakbîr, siyasetmedar û xwendekarên xwe yên ji ber ko li nasnameya kurdî bi xwedî derketine, mehkûmî jîyana sirgûnê bûne, di girtîgehan de rizîyane, di şkenceyên nedîtî re derbas bûne, li serê kuçeyan gulebaran bûne, ji bîr nekirine. Me ji bîr nekiriye, li vê axa ko nivîs lê hatiye peydakirin, nivîsa me qedexe bû û me ji bîr nekiriye, bê dadgehên cezayê di vî warî de, li dijî dadê çawa xebitîne. Me hawara dayikan ya di felekan re derdiket, ji bîr nekiriye. Dengên zêmaran yên erd û ezman dihejandin, hê jî di guhên me de dikin zingînî. Hem dîmena rivînên agirê ko bi xanîyên me ketibû li ber çavên me ye û hem jî ya dûmanên ko ezmanê me bi temamî girtibû. Me ji bîr nekiriye ko navên bi kurdî qedexe bûn û navên gundên me hatine guhartin û bi milyonan mirovên me bi darê zorê cî û warên xwe hêlane û li metropolan belav bûne. Ji xwe, me ji bîr nekiriye û em qet ji bîr nakin, bê stiranên me, meqamên me çawa hatine dizîn û tirkîzekirin.

Em dizanin ko ew ê ji alîyekî ve weşana bi kurdî bê kirin û ji alîyê din ve jî di qadên jîyanê yên din de kurd dê ji ber axavtina bi kurdî bên dadgehkirin û cezakirin. Em dizanin ko ev paradoksek e û heta ko pirsa me ji binî de çareser nebe, ev paradoksên weha dê her di jîyana me de hebin.
Em dizanin ko ji alîyê zimanî bitenê mabe jî divê tirk 85 salan bi kurdî bipeyivin, dibe ko hingê karibin deynê xwe bidin, lê ew jî bi şertê ko em faîza 85 salan nexwazin û em ji wan re di tezmînata qedexebûnê de bibuhurin.

Û herweha me ji bîr nekiriye û em baş pê dizanin, bê bîra me çi qasî xurt be, em ê bi hişyarîyeke ew qasî xurt li roja xwe ya îroj bi xwedî derkevin û bi bawerîyeke ew qasî xurt berê xwe bidin pêşeroja xwe ya rohnî û ewle.

Lê tevî van hemûyan jî gava îmkanên pêşveçûna kurdî û xurtbûna kurdî peyda dibin û gava kurdî ji bo belavbûn û bihêzbûnê dibe xwedîya navgînên tesîrdar, gava rê li ber naskirina nasnameya kurdî hêdî hêdî vedibe, ji bo çi hin kes hêrs dibin, dikin hawar û dixwazin vê pêvajoyê rawestînin? Ji bo çi hin kes dixwazin ko kurd her weha bimînin û pêlên asîmîlasyonê wan her bide ber xwe? Çi feydeya kurdan di hewildanên weha de heye? Gelo ji bo vê yekê, tu ravekirineke we ya maqûl heye?

Xwedêgiravî, bi motîvasyona ko dewlet bi vekirina vê kanalê piştgirîya hewildaneke etnîkî dike, yên wek Baykalî li dijî vê kanalê derdikevin û herweha li ber dikevin ko dewlet ji bo kanala kurdî pereyan xerc dike. Ew ditirsin, lê tirsa wan ne ji ber pereyan e. Gurên boz eşkere dibêjin ko ev kanal dê rê li ber parçebûna dewletê veke û loma li dijî wê derdikevin. Barebara kevnegeneralan e. Qareqara kurdkuj û ergenekonperestan e.

Loma heçî kurd in, divê li helwêstên xwe miqate bin, da bi yên navbihurî re nekevin heman enîyê. Lê tevî hertiştî jî çima hin kurd lê ne miqate ne ko bi yên navbihurî re dikevin heman enîyê? Gelo çima hin kurd ji yên navbihurî bêtir û dijwartir li dijî vê ne û tew bi wê jî nayên ser û yên ko xwe nêzîkî wê jî dikin, bi xayintî û bi cahşîtîyê tawanbar dikin? Helbet, wek di her warî de heye, hebûna fikrên cuda di vî warî de jî tiştekî ne ecêb e. Mirov ne mecbûr e ko biparêze, ne şert e ko piştgirîyê bike. Heta, heqê mirov heye ko li kanalên alternatîv bifikire. Lê mirov ne mecbûr e ko dijminatîya gaveke weha jî bike. Ji xwe, ev ne însîyatîveke kurdan e û dewlet dixwaze bi kurdî weşanê bike. Heta niha wê kurdî li me qedexe kiribû. Ma îcar divê em jî rabin û ji bo tolhildanê, kurdî li wê qedexe bikin? Ma divê em biçin platformên navneteweyî û ji ber ko dewlet dixwaze rojê 24 saetan bi kurdî weşanê bike, em gilîyê wê bikin û wê rûreş bikin?

Wekî din jî di civaka me de, qey hin hene ko ji serbestbûna kurdî û ji bilindbûna statuya kurdî ditirsin? Çima? Ji ber ko ew vê yekê wek nîşana gefekê dinirxînin ko li planeke kevin û stratejîyeke kûr û dûr tê xwarin? Gelo hin kesên din jî ji ber wê li dijî vê gavê ne ko ew bi kurdî nizanin û tevî wê jî heta niha li ser hesabê kurdan siyaset kiriye û bi vê yekê rewşeke nû peyda dibe ko ne li hesabê wan e? Gelo gava kurdî bibe zimanê civakê, tirsa wan ew e ko ew ê hingê bi kîjan zimanî xîtabî kurdan bikin? Ew ê bi kîjan zimanî ji kurdan piştgirîyê bixwazin? Gelo van kurdînezanên ko tu carî ji xwe re nekiriye armanc da ew fêrî kurdî bibin û qîmeta kurdî li ba wan qet nîne, dê bi kîjan zimanî kurdan temsîl bikin? Gava yên tirk hewil bidin ko ji bo armanca xwe be jî bi zimanê kurdî xîtabî kurdan bikin û ev bibe şertê bivênevê, gelo hingê ew bi xwe dê çawa bikin? Bala xwe bidin vê demê ko hin nivîskarên tirk yên li dijî prosesê xuya dibûn jî niha pêwîstîyê dibînin ko di heqê weşana bi kurdî de ji nû ve bihizirin û şaşîyên di wan hizran de sererast bikin. Gelo kurd dê kengî dest pê bikin û xwe ji qalib û klîşeyan rizgar bikin? Gelo kurd dê kengî karibin ji berdêla xwe bifikirin û li gor berjewendîyên giştî tevbigerin û ji bo hêjayîyên xwe yên bingehî mobilize bibin? Gelo kurd dê kengî li xwe hay bibin û li dijî hêjayîyên xwe, ji xêrnexwazan re nebin hêz?

Kurdino, ev kanal ji alîyê dewletê ve hatiye danîn, helbet dê li gor danêra xwe tevbigere. Helbet armanceke danêra wê bi vê danînê heye. Dîyar e, bê ev kanal ji bo çi hatiye danîn û ew ê bibe navgîneke çawa û çi fonksîyonê bilîze. Ev ji bo me tiştên pir eşkere ne. Baş e, di vê rewşê de, divê kurd çi bikin? Ma di vî warî de stratejîyeke kurdan ya hevbeş heye? Gelo ji ber ko kurd bêhazirî hatin zevtkirin, weha şaşomaşo bûn û ecêbmayî man?
Li malpera TRTyê binêrin, hûn ê bibînin ko ew bi 30 zimanî weşanê dike û di nav wan de kurdî tune bû û niha dixwaze bi kurdî jî weşanê bike. Heta niha me digot ko çima kurdî jî ne di nav wan de ye. Niha jî divê em nebêjin ko çima ew bi kurdî jî weşanê dikin. Lê ya baştir ew e ko em bibêjin, ji bo çi ew qasî dereng mane û doza berfirehkirina mafan bêtir bikin. Loma divê civaka kurd danîna kanaleke weha wek mafekî xwe yê derengmayî binirxîne û herweha çi sûd jê karibe bê wergirtin, divê texsîrîyê neke û werbigire. Lê divê qîma xwe bi vê bi tenê neîne û lê bifikire, bê em çima hê jî nikarin wê şîyanê nîşan bidin ko em karibin vê rewşa peydabûyî, ji bo pêşdebirin û çareserkirina dozeke rewa bi kar bînin? Ji berdêla ko em li dijî wê derkevin, çima em nikarin têbikoşin, da kurdî li hemû qadên jîyanê û di hemû danûstendinan de, hem bi devkî û hem jî bi nivîskî bê bikaranîn; da nasnameya kurdî ne bi tenê wek realîte û meşrûîyeteke civakî, herweha wek realîte û meşrûîyeteke hiqûqî jî bê qebûlkirin?
Ev kanal wek li jorê jî hat gotin, ji alîyê dewletê ve hatiye danîn. Helbet dewlet vê gavê ji bo xwe diavêje û pir xwezayî ye ko hikûmeta vê gavê li ser karî ye, dê bixwaze ji vê gava hanê sûdê werbigire. Lê divê bê zanîn ko kesî ev kanal bi xêra xwe venekiriye. Ev encama têkoşîneke dijwar û pêvajoyeke dûr û dirêj e. Tevî wê jî helbet bi vebûna vê kanalê, ne kurd azad bûne û ne jî hemû mafên kurdan hatine naskirin. Helbet têkoşîna gelê kurd ne bi kanala dewletê ya bi kurdî dest pê kiriye û ne jî bi wê diqede. Doza neteweyekî ya rewa, ne bi vekirina kanalekê çareser dibe û ne jî maf û azadîyên neteweyekî yên bingehî bi kanaleke kurdî ve bisînorkirî ne.

Divê bê zanîn ko bi TRT-6ê, dewleta li ser qedexe û înkarkirinê avakirî nehatiye guhartin. Lê ev ji alîyekî ve jî îflasa siyasetekê ye; îflasa siyaseta kurdnenas e, îflasa xeta înkarkirin û asîmîlasyonê ye, îflasa îdeolojîyekê ye, îflasa qalibên 85 salî ye.

Loma her mafê wergirtî, divê ji bo mezintirkirin û berfirehtirkirina vê îflasa navbihurî bê bikaranîn. Divê her mafê wergirtî, ji bo wergirtina mafên din wek îmkanekê bê nirxandin. Ji ber vê yekê, ya rast ew e ko kurd bêtir li wê hewildanê konsantre bibin ko kurdî li her deverê bibe zimanê civaka me û bi vê armancê jî divê ev maf û biryara di vî warî de, wek biryareke îçtîhadê, ango wek biryareke nimûnedar bê bikaranîn. Divê kurd ji bo peydakirina şertên statuya kurdî ya hiqûqî, karibin xwe bispêrin vê biryarê û vê gava hanê wek nimûneyekê nîşan bidin. Kurt kurmancî, kurdên ji alîyê meşrîûyeta civakî xurt bûn, niha dê ji alîyê hiqûqî ve jî xurt bibin.

Ji ber vê yekê, heger baş bê bikaranîn, ev dikare ji bo xebata siyasî jî îmkanên nuh pêşkêş bike. Loma divê alîyên siyasî jî hewil bidin, da naskirina kurdî ya ji alîyê dezgeheke dewletê li hemû dezgehan bi cî bibe û statuyeke resmî û makzagonî werbigire. Ango divê minaqeşeya me, ne li ser wê be, ka em vê kanalê çawa afaroz bikin. Lê divê li ser wê be, ka em çawa bikin ko em vê rewşa defaktoyî weha nehêlin û em vê rewşê ji bo wergirtina maf û azadîyên kurdan ên bingehî bi kar bînin. Divê em ji bo wê neqêrin ko di TRTyê de çima weşana bi kurdî tê kirin, lê divê em ji bo wê biqêrin ko ji bo çi hiqûq li gor realîteya zimanê me nayê guhartin.

Loma heta ko ev weşan bi hêjayîyên kurdan ên bingehî nelîze, ji bo tirkîzekirina van hêjayîyan nebe navgîn, kurdan rencîde neke, midaxeleyî cîhana me ya kurdî neke, ji bo qelskirina wê cîhana me ya kurdî hewil nede ko bi hêvîyên Ehmedê Xanîyî ve xemilandî, bi malikên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran ve xwedîkirî, bi qêrîna Evdalê Zeynikê ve dengvedayî û bi dengbêjan ve di civakê de şaxberdayî ye û herweha em dixwazin wê bi zimanê xwe yê şêrîn pêşdetir bibin, geştir û xweştir bikin, ma hingê em ê ji bo çi li dijî wê derkevin? Ma qey em dijminên xwe ne? Ji xwe, heger ew jî wek hewildanên berê, berê xwe bide kurdîtîya me û bixwaze me ji hêjayîyên me bi dûr bixîne, hingê aqûbeta wê jî dê bibe wek yên din û kurd dê tu carî wê nêzîkî xwe nebînin. Ev 85 sal in ko ev awayê xerab tê bikaranîn û dîyar bûye ko kurd li ber xwe didin û loma jî ev awa nikare tu encaman bide.

Loma heta ko di vê kanalê de, dengê stirana Mihemedo têkeve guhên min û heta ko rê li ber neyê girtin ko dengbêjên me bibêjin; “ Wî de loy loy /Lo lo Mihemedo/Wî lê dayê, bejna Mihemedê min nîşana sere çîya/Agir bikeve mala van romîya/ derbeke li Mihemedê min dane van hovîya”, hingê hûn ê çima biçin ber derîyê xelkê û bibêjin ko bila kanala kurdî bê girtin? Hûn ji kê re diçin êş?

Ma me nedixwast ko kurdî di her qada jîyanê de bê bikaranîn? Gelo bi rêya vê kanalê, kurdî dê di civakê de bêtir bê bikaranîn an na? Gelo gelek stiranên me yên ji me hatine dizîn dê bi rêya vê kanalê jî karibin li me vegerin an na? Gelo ev kanal hişyarbûna di vî warî de dê pêşdetir bibe an na? Gelo zarokên me dê niha bêtir xwe li kurdî bigirin an na? Pîvanên me divê ev bin û sînorê tehamila kurdan jî divê ew sitûn bin ko cîhana wan hildigirin, ew hêjayî bin ko taybetmendîyên kurdbûnê yên sereke dîyar dikin. Loma bihêlin, kî dixwaze bi kurdî bipeyive, bila bipeyive. Kî dixwaze bi kurdî weşanê bike, bila bike. Divê em peyiva bi kurdî li tu kesî qedexe nekin, lê heger em xêrxwazên kurdan bin, divê em peyiva bi kurdî teşwîq bikin. Û hewil bidin ko ev lêbihurîna nebilêvkirî bi deng bibe û ne ji bo qedexeya zimanî bi tenê, herweha divê ji bo wan sûcan hemûyan bê xwastin ko ev 85 sal in li welatê me tên kirin.

Ji ber van sedeman hemûyan, ji alîyê siyasî ve, “kî li kû ye” û “kî çi difikire” ev tişt dikevin dereceya duyem; tiştên ji wan giringtir ew in ko ew devera ew lê ne û fikira ko ew diparêzin, çi qasî tesîrê li pêşveçûna kurdî dikin, kurdîtîyê çi qasî xurt dikin û cîhana me ya kurdî çi qasî dixemilînin, taybetmendîyên cîhana me ya kurdî çi qasî pêş de dibin û neteweyê me çi qasî nêzîkî cîyê wî yê rewa dikin. Ev in yên ji bo min giringtir. Ev in yên ji bo min pîvan. Û ev in xetên lêbixwedîderketin û parastina maf û azadîyên kurdan.

-----------------------------------
Nivîskar: MUSTAFA AYDOGAN filseydo@hotmail.com
Weşandin: 2009-01-09
Xwendin: 2322
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em bibijin ko… (2009-06-09)
Çîrokên Enwer Karahanî li Stenbolê hatin şîrove kirin (2009-04-06)
Roja danasîna kitêban bêdeng derbas bû (2009-02-09)
Li Stockholmê roja danasîna kitêban (2009-02-01)
Rohat Alakomî di TRT 6ê de qala welatê kurdan û Ziya Gokalpî kir (2009-01-28)
Doktor Emîn: Şerê cîhanê ji ber sîr, pîvaz û tirpan şeş salan domand (2009-01-28)
Patrick Swayze: Li vê dinyayê du salên min mane (2009-01-09)
Şivan Perwer derket TRT 1ê û sinyala vegera Tirkiyeyê da (2009-01-08)
Seroka FKKSyê Şermîn Bozarslan: TRT 6 gaveke pozîtîv e (2009-01-08)
Êdî bes e (2008-11-24)
Silêman Demir bû serokê Komeleya Nivîskarên Kurd ya li Swêdê (2008-10-19)
Piştgiriya Rojînê (2008-10-05)
Dêrikê û dêrikiyan ev heq nekiriye (2008-09-15)
32 sal berê Edîp Karahan hebû (2008-05-15)
Li Stockholmê çarşemeke fetisokî (2008-05-08)
Ev zilam avis e (2008-03-26)
Gulistan û Şivan li hev vegeriyan (2008-03-20)
Kevokên agirî (2008-03-19)
[têbinî] Ma em ji Osman Ocalanî re bilîrînin? (2008-02-27)
Di hunera kurdî de jineke jibîrkirî: Elmasxan (2008-02-24)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org