[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

discount prescriptions coupons

cialis coupon lilly
Serî çima ne Şerafettîn Elçî be?
STENBOL, 3/6 2006 — Ger mirov îro bi hawayekê giştî li rewşa siyasî ya Kurdistanê binêre, mirov dê bibîne ko wekî seeta qumê ber bi başûr de biherike wesa giraniyeka mezin ya siyasî û heta îqtisadî ya kurdan ketiye başûr. Her ji aliyê temsîla siyasî ve, rewşa bakur ji ya hemî parçeyên dî yên Kurdistanê paşketîtir û zeîftir e.

Opozîsyona kurd ya rojhilata Kurdistanê (Îran) jî, bi hawayekê têkiliyên wê ligel Emerîkayê û mixalefeta Îranê heye û her diçe baştir derdikeve pêş. Her hewildanên başûrê rojava (Sûriye) jî çi li Ewropayê be, çi di qada Emerîkî de be, proseseka germ û nû destpê kiriye. Di heman demê de bakurê Kurdistanê di nav ‘sefaleteka siyasî’ de vedigevize! Ya îronîk jî ew e ko ji aliyê dînamîkên komelgeha sivîl ve îmkanên bakur ji yên parçeyên dî pêşketîtir e! Digel vê jî bakur di nava neçariyeka siyasî de ye.

Miheqeq sedemên vê sefaleta siyasî ya bakur yên daxilî û xaricî hene:

Du faktorên esasî yên derveyî:

1) Dewleta tirk hêj endameka Natoyê ye.
Wekî tê zanîn Emerîka serkêşiya Natoyê dike û her Emerîka dixwaze bi Natoyê ewlekariya jêder û xetên stratejîk yên enerjiyê jî biparêze, di vê mijarê de hêj hêviyên wê yên ekserî û stratejîk ji Tirkiyê nehatine birîn.

2) Tirkiye berhêvî ye ko bibe endama Yektîya Ewropayê.
Her Ewropa jî wekî Emerîka berhêvî ye ko Tirkiye bê guhortin û bibe riyek an jî pireka baş ya – di vateyeka herî berfireh de – “enerjiya” ko pêwîstiya Ewropayê jê heye.

Ji bo konjonktura navneteweyî ev herdu faktor du sedemên giring in ko Emerîka û Ewropa naxwazin eşkere an jî weşartî ji aliyê siyasî ve piştgiriya tevgereka siyasî ya kurd li bakur bikin. Lê ev nabe sedem ko kurd bi xwe, di qada siyasî de dernekevin pêş û nayê wê mehneyê jî ko wan herdu hêzên serekî navên rêxistina kurd ya siyasî li bakurê Kurdistanê xurt bibe. Bi berevajî vê hem Emerîka û hem jî Ewropa dilxwazê wê yekê ne ko opozîsyoneka mondern ya kurd li bakur derkeve pêş.

Ji aliyê navxweyî ve jî divê kurd “kumê” xwe bi hawayekî rasteqîn danin pêşiya xwe û baş bibînin ko terora PKK-ê ya ko ve zêdetirî 25 salan e dimeşîne, ti îmkanek û armanceka siyasî ji bo kurdan dernexistiye pêş, tam bi eksê vê kurd xistine di nav krîzek û neçariyeka siyasî de. HADEP, DEHAP, DTP an jî Ehmet Turk, Leyla Zana an her çi naveke dî – çi desturî çi kesî –yê ji “wî cepheyî” bê pêş, ne aktorekê/a esasî yê/a ko bikare siyaset pê bê kirin e; bi gotineka herî besît, “emanetçiyek” e, vêca xwediyê vî emanetî yê esasî jî kî ye qet ne diyer e.

Dewleta tirk di destpêka damezirandina xwe de û heta niho bi derfetên konjonktura dinyayê programa xwe ya kemalîzmê wekî programeka modernîteyê li dinyayê da qebûl kirin û rêxistina kurd jî wekî reaksiyoneka li dîjî modernîteyê da nîşan dan. Lê dinya îro amede ye ko kurdan bi rûyê wan yê rasteqîn û medenî nas bike. Lewra divê kurd îro, baş bizanin ko, bi “temsîliyet” û “fikra” Abdullah Öcalan ti cihekê dinyayê nîne ko ew bikaribin xwe lê bidin qebûl kirin. Li vir hewce nake mirov dûr û dirêj li ser profîlê Abdullah Ocalanî raweste. Kurd hemî xwe ji ber Abdullah Ocalanî bişewitînin jî, nikarin wî li dinyayê bidin qebûl kirin!

***

Dewletê ji bo temsîla siyasî ya kurdan binbir bike, hêj ji destpêkê hindek metodên pir efektîf bi kar anîn. Ji 1924-ê heta 1946-ê bi provokasyon û operasyonên eskerî ji aliyê siyasî ve Kurdistan bênefes hişt; hemî malbat, şexsiyet an jî damarên-rayên av lê germ bibûya binbir û sergum kirin. Ji destpêka 1946-50-yan û şûnde jî dewleta tirk restorasyoneka mezin di nav kurdan de kir ko, “mitexalibên” kurdan entegreyî ‘sîstema parlamentoyê’ kirin. (Wekî tê zanîn parlamentoya tirkan ti rolekê wê yê esasî li ser îdare, miesese û rêvebirina dewletê tune ye, karê wê “îhale” û paqijkirin û rihetkirina destê dewletê ye). Lewra mirov dikare bêje li gel “mitexalibên” kurdan tebeqeya ko mirov bikare bêje dewlemend û “burjuvajiyê” kurd e, entegreyî sîstema parlamentoya Tirkiye bû û hêza neteweyî ya kurd ji aliyê neteweyî ve pêgirekê xwe yê esasî winda kir.

Lewra pêla ko li dinyayê wekî nifşê 68-ê tê bi nav kirin, bi bayekê çep karîgeriyeka gelek mezin li ser ciwan û xwendevanên kurd yên ko ji tebeqeya “navê” kir. Fikra neteweyî bi îdeolojiyeka sosyalîst hate pêş. Lê mixabin her ko çû xetên neteweyî di nav xetên “îdeolojîk” de winda bûn. Di vê mijarê de ez dixwazim anekdotekê neqlî vir bikim.

Cemşit Bilek yek jî damezirênerên DDKO-ya (1969) Stenbol e. Min carekê ligel wî hevpeyvînek kir. Wî di wê hevpeyvînê de got; “Heta 1971-ê jî çi li Hekarî an jî çi li Stenbol, kurdek li kû bihata girtin, bi doza “kurdcîtiyê” (Hon vê gotinê wekî kurdayetiyê bizanin) dihat mehkeme kirin. Lê pîştî 1971-ê li Tirkiye rêveberiya awarte hate îlan kirin û kurd hatin girtin, bi nêzik dehan rêxistinên sosyalîst û îdeolojîk ji hepsê derketin, hêdî “kurdcîtî” nema her kes bû zelamê vê rêxistînê an ya dî.”

Belê di dawiya minaqeşeyên îdeolojîk de, ji Rûsyayê heta Çînê, ji Arnavutê û heta waletên Efrîka û Emerîkaya Latîn û ji wir heta Asyayê ti grûp welat neman ko alîgirin wan yên îdeolojîk li bakurê Kurdistanê tine be. Konjonktura dinyayê ya heta 1990-91-ê (şerê Iraqê û roxîna Sovyetan) statîk bû, dibû sedem ko minaqeşeyên “îdeolojîk û statîk” di nav rêxistinên kurdan de jî her berdewam be.

***

Em hemî dizanin ko şerê Iraqê yê yekê û roxîna Sovyetan, destpêkek û vîzyoneka dî ya nû li seranserî dinyayê hemiyê vekir; nemaze ji bo kurdan mîladeka nû destpê kir. Di destpêka salên 90-ê de gav bi gav bingehên dewleteka kurdî li başûrê Kurdistanê hate avêtin û di roja îro de, îdareya başûrê Kurdistanê ger ne dewleteka serbixwe jî be, ji aliyê meşrûiyeta neteweyî û navneteweyî ve wekî dewletaka serbixwe muqtedir e. Wekî li jor jî hate îşaret kirin vê pêşketina li başûr karîgerî li ser rojhelat û rojavayê başûrê Kurdistanê jî kir ko di van parçeyan de jî kurd wekî aktorekê siyasî yê xurtê guhorînbarên rejîma be’sî ya Sûriye û rejîma agresîv ya kevneperestan ya Îranê derbikevin pêş.

Di eslê xwe de dînamîzma başûrê Kurdistanê hem ji aliyê siyasî hem ji aliyê îqtisadî ve hêdî hêdî dibe faktorek arîkar ko, li bakurê Kurdistanê jî êdî “ew lingek yê esasî” yê ko heta niho ji derveyî tevgera neteweyî dima û dewleta tirk ew di nav sîstema xwe ya parlamenterî de diheland û bê fonksiyon dikir, careka dî ji nû ve vegere ser xeta neteweyî û bi tebeqeya navê re peywendiyên wan çêbe û xeteka esasî ya neteweyî derkeve pêş û kurd daxwaza xwe-bi-xwe îdarekirinê bikin û li dewlemediyên sererd û binerdên welatê xwe xwedî derbikevin.

Lê mixabin li bakur hêj mixalefeteka kurd ya dînamîk, şareza û jixwebawer derneketiye navê. Ji ber ko minaqeşe û hewildanên tên kirin hêj bi reflekseka “gurupcîtî” û berdenk berdewam dikin. Hêj bêtir minaqeşe li ser astê ko ka kî ji kî şexsî hez nake tê kirin. Proje û vîzyonên siyasî nayên minaqeşe kirin. Di vê mijarê de, qet ti şika min ji niyeta wan grupên dibêjin “Ka em DDK-yî”, “Rizgarî” an jî her çi grupek dî be, “ka em bên ba hev” û di vî alî de hewildanên wan heyî tine ye; ez dizanim ev hewildan hemî bi niyeteka gelek zelal û pak tên kirin; lê mixabin wekî navgîn û metod, ev ne metod û navgînek efektîf e. Bi ya min “seriyek” ji siyaseta kurdan kêm e…

Gotineka kurdan heye ko ji aliyê mentalîteya siyasetê ve rihê kurdan nîşan dide, wiha ye: “Serî pir in, lê serê serî lê bisekinin kêm in.” Li gor qenaeta min îro li bakurê Kurdistanê faktorekê esasî yê ko dibe sedem, temsîleka dînamîk û karîger ya kurdên bakur dernakeve navê; nebûna wî “serê ko serî pê bisekinin” e. Lewra divê tevgera kurd “seriyekê” dirbêxe navê û ev serî xwediyê proje û bernameyeka siyasî ya hemçerx be û seriyekê vekirî be.

Her bi ya min di şertên welatê me û dinyaya îro de, ger kurd li bakur jixwebawer bin û siyasetê bi asteka hemçerx û modern bimeşînin, dikare Şerafettîn Elçî ew serî be ko serê serî pê bisekinin.

Ji ber ko Şerafettîn Elçî hem di qada dinyayê hem di qada kurdan de profîlek meqûl e:

— Ti ajendeyeka wî ya weşartî tune ye; fikrên xwe pêşber dost û dijminên xwe eşkere dibêje. Mistewayê talebên kurdan li gor îmkanên îro di asta hêrî jor de digire, doza kurdan wekî dozeka neteweyî dibîne û edmînîstrasiyona biyaniyan ya li ser kurdan meşrû nabîne.

— Mirovek ji aliyê siyasî ve lîberal û ji aliyê edaleta civakî ve sosyaldemokrat e.

— Kurdek wesa ye ko hima bêje hemî gundên Kurdistanê bi navê wan yên orjînal dizane û her wesa şareza û aşînayê kultur û irf, edet û zimanê kurdî ye. Her dema ko di nav “serê” îdareya Turkiyê de bû jî, wî nasnameye xwe ya kurdayetiyê da pêş û çavê xwe ji bo îmtiyazên xwe yên şexsî negirt û heta niho jî di hemî platforman de bi helwesteka medenî û bicesaret doza kurdan tîne ziman.

— Di asta dîplomasî û têkiliyên navneteweyî de jî xwediye “tecribeyeka dewletî” ye û dinya wî nas dike. Ji gundiyekê kurd heta dîplomatekê rojavayî ew aşîna û serwextê rabûn-rûniştina li gel însanan e.

Mirov ji aliyê profîlê pêşîvanêkê siyasî û hemçerx ve dikare gelek taybetmendî û xususiyetên dî yên Şerafettîn Elçî li vir rêz bike. Lê mijara esasî rê û çareyên derketina ji vê “sefaleta siyasî” ye. Ji ber ko kêşûvekêşa hêzên mezin di çaryeka destpêka 21-ê de jî hêj li ser xaka ko kurd li ser dijîn e. Divê kurd vê carê jî xwe nekin mîhên qûrbanê.

Bi hêviya bi “komî” an jî bi “yekserî” kurd li bakur ji xwe re seriyekê siyasetê derbêxin!

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2006-06-03
Xwendin: 5784
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org