[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Hewlêra paytext di mîhwereka global ya cihanê de
STENBOL, 2/7 2007 — “Ji Hewlerê di mesafeya 1000 kîlometreyan de 12 paytext, zêdetirî 150 milyonan insan, % 60-ê jêderên ava paqij yên Rojhilata-nêvê hemiyê û % 60-ê petrola Rojhilata-nêvê heye; ev reqem bo her paytextekî di asta rekorê de ne; di heman demê de di vê mesafeyê de Hewlêr wekî mîhwereka stratejîk dikeve navenda lîmanên deryaya Spî, Xezarê, deryaya Reş û xelîcê Besrayê de, di herêmê de ti paytextê ko nêzîkî ewqas lîmanan be nîne.” M. R. Izady (Serbestî, hejmar 19, sibat 2005)

Miheqeq gelek diyarde û reqemên dî hene ko Hewlêrê di asta rekorê de digirin. Îro ne tenê jêderên avê, petrolê û dewlemendiyê Hewlêrê îşaret dikin, hemî parametre û hêzên global jî Hewlêrê îşaret dikin. Korîdorên enerjiya ko ji Kafkasyayê ber bi Rojhilata-nêvê ve bo bazara dinê biherikin jî dikevin ber mîhwera Hewlêrê. Ji aliyê tarîxî ve jî, tarîxa Hewlêrê digihî berî 6 000 salan, li ser rûyê dinê bajarê herî kevnar yê jîndar e.

Îro Hewlêr vê “efsûna” xwe ya tarîxî ji nûve nîşan dide. Ji bo dabînkirina pêwîstiyên sermayeyê global, projeyên senterên herî mezin li Hewlêrê dikevin jiyanê; ji bo dabînkirina pêdiviyên asîmanî ‘airporta’ herî mezin li Hewlêrê çêdibe; ji bo medyaya global, Media City-eka bêhempa li Hewlêrê pêk tê. Ev Media City dê di statuyeka otonom de be û ti otorîteyên hikûmetî nikarin kontrolê li ser weşana ko li vê Media City-ê de bê kirin bike.

Ji aliyê dî, ti hêzên sereke û global nemane ko bingehên xwe yên dîplomatîk, ticarî û têralî li Hewlêrê venekiribin. Bo nimûne, Rûsya li Hewlêrê haziriya konsolosxaneyeka ko 500 personel tê de kar bikin dike.

Ji Pekînê heta Koçka Spî heta saraya Elysee û Vatîkanê, ji xirstiyanan heta demokratên dinê û Sosyalîst Enternasyonalê şeref û îtîbareka mezin bo serwer û desthiladarên kurd tê nîşan dan.

Dema serokê Kurdistanê Mersûd Barzanî, piştî ziyareta xwe ya Koçka Spî, di 15-yê meha 11-ê ya sala 2005-ê de serî li Vatîkanê da û ji aliyê Papa Benedictusê 16-yê ve hat pêşewazî kirin, ko Papa lîderê ruhanî yê zêdetirî milyarekê mirovên xiristiyan e, Papayî ji Barzanî re got: “Serokê xudanrûmet, em ji te bawer in ko tu dê li Kurdistanê û hemî Iraqê bibî ewlekariya hemî ol û baweriyan.”

Serokê Kurdistanê di 22-yê nîsana 2007-ê de jî, li Îtalyayê di kongreya Demokratên Îtalayê de – ko hemî partiyên demokrat yên dinê beşdar bûbûn – sîmayê hêrî li pêş bû. Her di heman serdanê de Parlamentoya Ewropayê û serokdewletên Ewropayê cihek giran da serokê Kurdistanê.

Herî dawiyê hem serokê Iraqa federal Celal Talebanî hem jî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî 29-ê hezîranê li Cenewreyê beşdarî kongreya Sosyalîst Enternasyonalê bûn; Deniz Baykalê serokê CHP-ya partiya dewletê ya Tirkiyeyê li himberî giraniya ko Sosyalîst Enternasyonalê bo serokên kurd dayî bênefes ma. Baykal, miheqeq fikiriye ko Sosyalîst Enternasyonal jî bûye konfedersyonek ya aşîretan!

Niqteyeka dî ya ko bo kurdan cihê rûmetê ye, ew e ko serokê Iraqa Federal Celal Talebanî di 21-ê hezîranê de ji aliyê serokkomarê Çinê Hu Jintao ve bi protokoleka herî bilind hat pêşwazî kirin û Çînê bo xatirê Celal Talebanî û serdana wî, qelemek da ser heşt milyar dolar deynê xwe yê li Iraqê ko ji dema rejîma dîktator mabû.

Ji her alî ve diyar e ko Hewlêr wekî mîhwereka nû û dînamîk derdikeve pêş. Hemî hêzên global di ferqa vê mîhwerê de ne û li gorî wê hewil didin û giraniyeka mezin didin Hewlêrê.

Tam di vê niqteyê de neçariya dewleta tirk derdikeve navê û vê mîhwerê bo xwe dike hedef. Ev neçariyeka gelek seyr e! Ji halê Donquijote-ê ko li himberî “aşên bayê” şer dikir seyrtir e! Ne mimkin e ko bi ti awayî tirk bikarin pêşiyê li vê dînamîzma dîrokî ko bala dinê hemiyê li ser e bigire, bide rawestandin an jî têk bide. Hemî hêzên global bi aşkereyî li himberî vê niyeta Tirkiyeyê radiwestin.

Eskerekê emerîkî berî niho eyamekê ji dostekê re wiha dibêje; “Ger tirk nekevin başûrê Kurdistanê ji bo kurdan baş e, ger bikevinê jî, bo kurdan hêj baştir e; lewma hingê dê referanduma esasî li ser qedera Diyarbekirê derkeve pêş; ev referandum dê bi ti awayî ne ew be ko ka dê Diyarbekir digel Tirkiyeyê bijî an no, dê ew be ko ka Diyarbekir û wîlayetên “micawir” dê serbixwe bijîn an jî dê digel Kurdistana federe bibin yek.”

***

Niqteyeka dî ya balkêş e ew e DTP-ya (Partiya Civaka Demokratîk) ko li bakurê Kurdistanê li ser potansiyela kurdan siyasetê dike, eynî wekî dewleta tirk siyaseteka li dijî mîhwera Hewlêrê dimeşîne û bûye pêgireka esasî ya rejîma kemalîst. Hêviya hemî kurdan û Hewlêrê jî ew bû ko DTP digel Kadepê, Hak-Parê û dorberên kurdan platformeka kurdayetiyê çêbike û wisa bikeve hilbijartinê; lê DTP-ê nehêla platformeka wiha çêbe û raste-rast seytereya Îmraliyê hilbijart û careka dî kevirekê mezin xist ser riya çarenivîsa miletê kurd.

Wekî şexis, ti derdê min ji mirovek tenê yê/ya DTP-yî nîne, dibe ko % 99-ê DTP-yiyan kurdên dilpak bin, lê ev dilpakiya wan rastî û fonksiyona DTP-yê naguhorîne. Îro hemî partiyên dewletê li Kurdistanê îflas kirine, lê mixabin partiya ko li Kurdistanê temsîla rejîma kemalîst dike DTP bi xwe ye. Rejîma kemalîst bi DTP-yê, hem dixwaze pêşiyê li mixalefeta kurd bigire û hem jî “balansekê” bide AKP-yê.

Ahmet Turk aşkere ji rejîma kemalîst re got dema hon pêşiyê li me bigirin dê AKP xurt bibe. Aysel Tugluka hevseroka DTP-ê di nav kurdan de rûyê rejîma kemalîst yê herî kirêt e. Hemî awayên destnîşankirina namzetên serbixwe yên DTP-yê jî gelek “tarî” ye û ji hemî pîvanên exlaqî û demokratîk dûr e. Hezar îdia di heqê destnîşankirina wan de tên gotin. Yek ji van îdiayan ew e ko wan namzetan li himberî qeyda vîdeoyê sond xwarine ko ji “rêya Îmraliyê” dernekevin. Rêya Îmraliyê jî di xizmeta kê de ye gelek aşkere ye.

Herwekî dî, bo nimûne, ger bi qasî serê derziyê pîvanên exlaqî û demokratîk digel Akin Birdalî hebûna dê ew bi ti awayî li Diyarbekirê nebûya namzet. Heger Akin Birdal gelek dostê kurdan e bila biçe û li cihê ko jê ye behsa “biratiya” kurdan û tirkan bike û li wir bixwaze bibe nûnerê milet; namzetiya wî heqaret e li her kurdekê diyarbekirî. Di wî bajarê dêrane û mezin de ji Akin Birdalî pê ve kesek yê/ya hêjayî hilbijartinê nebû?

Di encamê de, ti paşerojeka rejîma kemalîst û figuranê ko li Îmraliyê ye nîne, mîhwera Hewlêrê wekî dînamîzmeka tarîxî derketiye pêş û dê bi ser bikeve, lê divê hindek kurd jî dest ji psîkolojiya “libinketinê” berdin…

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2007-07-02
Xwendin: 6428
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org