[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ubuntu yan jî modela jakoben û be‘siyan?
STENBOL, 9/5 2008 — Collins English Dictionary gotina “ubuntu” wiha rave dike: “ubuntu, noun. Humanity or fellow feeling; kindness” - hestkirina însanî an jî dostanî, xêrxwazî. Ev gotin ji zimanê “bantu” yê qebileya Zulu ya başurê Efrîqayê têt.

Serokê berê yê Emerikayê Bill Clinton di îlona 2006-ê de di konferansa partiya Karkerên Brîtanyayê (Labour party) de, ko ev partî niho jî hêj hikûmet e, vê gotinê bi kar tînê û dibêje “ezameta komelgehê ji hebûna ubuntu têt” û wiha berdewma dike: — “Dema ko di dinê de wekî kes mirov kesê/a herî delal, herî biaqil, herî dewlemend, herî bihêz be, dê mirov ji nişka ve xwe yekcar li se rûyê erdê bi tenê bibîne…” (BBC)

Mihtemel e ko efsuna vê gotinê di serketina aborî û rewşa aştiyane ya Emerikayê ya di dema hikûmeta Clintonî de hebe.

Ubuntu. Yanî sedemê hebûna min hebûna te ye.

Lîderê Efrîqayî Desmond Tutu jî di heqê vê gotinê de wiha dibêje: ”Gelek zehmet e ko ubuntu bo zimanên rojavayî bêt wergerandin. Lê mirov dikare bêje ev gotin wiha ye, ‘hebûna min ya însanî digel hebûna te ya însanî li ser pêyan e, însanetiya min bi te ve sînorkirî ye an jî bi te ve girêdayî ye.”

Lewma mirov dikare bêje li gorî pênaseya gotina unbutu hebûna her însanekê bi hebûna yê dî ve girêdayî ye. Ev pênase an jî ev konsept dikare di her warê jiyanê; di warê aborî, ticarî, perwerde, pêşxistin û serweriya welatî de jî bêt bi cih anîn û her di warê têkiliyê her însanekê digel yê dîtir de. Mirov dikare bi her awayî êş û keyfxweşî û hebûna xwe li gorî êş û keyfxweşî û hebûna yê/a li himberî xwe rave bike û zimanê aştî, diyalogê û hevfêhmkirinê li ser her helwest, hewildan û dîtinên xwe zal bike.

Li gorî qenaeta min, ji herkesê zêdetir kurdan û Kurdistanê pêwîstî bi konsepteka wiha heye. Divê kurd di warê aştiya komelgehî, avakirina dewleta neteweyî de hemî model û metodên totalîter û faşîzan yên dema modern xwe bidin aliyekê û qet rûnedin wan. Jixwe pêkhatey komelgeha Kurdistanê û Kurdistan bi xwe bingehê bihevrejiyana her ferq û cidahiyekê ye.

Hozanê kurd Cegerxwîn ji bo têrzaravayî û têrrengiya di komelgeha kurdî de destnîşan bike di wê helbesta xwe ya meşhûr “Kî ne em” de dibêje; “em in kurmanc û kelhor, lor û gor..” Ji bilî van pênaseyan jî bi sedan awa û pênaseyên cida mirov dikare îşaretê bi têrrengî, têrolî, têrmezhebî, têrtayfeyî û têrzaravayî û têreşîriya kurdan bike. Her bi awayekê gelek tebîî û însanî, van ferq û cidahiyan hemiyan hêjayî, xweserî û hesasiyet û dijberiyên xwe jî hene.

Vêca ma gelo kurd mecbûr in ko van ferq û cidahiyên xwe bi mentalîteyeka total û dîktaroyen ji navê rakin û dewleteka neteweyî li ser bingehê takezaravayekî ava bikin an jî ji bo dewleteka neteweyî ma kurd mecbûr in ko hemî ferq û cidahiyên xwe yên olî, zaravayî û îdeolojîk ji navê rakin? An jî ma kurd mecbûr in ko di prosesa avakirina dewleta neteweyî de modela jakobenên fransî, naziyên elmanî, kemalîstên tirk û beesiyên ereb bigirin?

Li gorî qenaeta min wekî xweserî û hêjayiyên her takekesekê xweserî û hêjayîyên her neteweyekê û miletekê yên bi serê xwe hene. Ew baş e ko her miletek mifayê ji aliyên hevdu yên baş werbigirin ne yên xirab.

Ger em behsa mijareka aktuel bikin ko li başûrê Kurdistanê hewildan û daxwaza hindek kesan ew e ko kirmaciya jêrî (soranî) bikin take zimanê neteweya kurd, gelek aşkera ye ko ev hewildan li himberî heqîqeta “linguistic” ya Kurdistanê hewildaneka vale ye û ti perspektîfeka vê hewildanê ya bo paşeroja miletê kurd û Kurdistanê nîne. Berî her tiştî helwêsteka faşîzan e, qet hêjayiyeka demokratîk di vê helwêstê de nîne.

Hebûna zarava û devokên dî yên kurdî li ser xwe tehdît dibînin. Însan pêşiya pêşiyê bi zimanî xwe dibîne, xwe û derdora xwe nas dike û ferdiyeta xwe ya xweser dizane. Dema ko tu hebûna zimanekî an jî zaravayekî li ser xwe xeter bibînî, di mehneya xwe de, tu hebûna wan mirovên bi wî zaravayî/zimanî diaxivin jî bo xwe xeter dibînî, pêngava duyê ya vê fikrê ew e ko tu vê xeteriyê bi temamî ji navê rakî. Ji xwe dagirkerên Kurdistanê bi tirsa heman “xeteriyê” Kurdistan di bin hemî qetlîam û zorkariyan re derbas kirin.

Halbukî piştî azadiyê Kurdistanê, divê ya esas çerçeweya demokartîk be.

Di vê çerçeweyê de her gund û bajarekê Kurdistanê dikare di çerçeweyeka kurdistanî de xudan "muxtariyet" be, qet ti qusur û kêmasiya vê yekê jî nîne. Lê divê her gund û bajarê kurdistanî di heman wextê de baş bizanin ko ewlekarî û aramiya wan bi ewlekarî û aramiya giştî ya Kurdistanê ve girêdayî ye. Her divê azadiya bîr û baweriyê û mafê mirovan yên bingehîn esasê her serweriyeka li Kurdistanê be.

Bo nimûne ger silêmaniyeyî bixwazin, divê bikarin wezîrê perwerdeyê yê niho bo xwe wekî “qralê” Silêmaniyê hilbijêrin û serweriya Silêmniyê jî wekî qraliyet îlan bikin, lê ev qraliyet û serwerî li gorî destûra Kudistanê divê bi ti awayî nekare mafê mirovan û heq û hiquqê takekesan binpê bike.

Her bo nimûne dema pênç kes bên cem hev û ji qraliyeta Dilşad Ebdurehmanî bixwazin ko bo zarokên wan her pênç kesan, bi zimanê (vêca zimanê wan her çibe) wan perwerde bêt dayîn, li gorî destûra Kurdistanê divêt ew nekare rê li ber vê daxwaza wan bigire.

Di encamê de kurd ne mecbûr in ko ji bo çareseriya "arîşeyên" xwe metodên jakoben û faşîstan bi kar bînin. Ger hindek kurd, baş ne serwextê bihevrejiyana cidahiyên pêkhateyên kurdistanî bin, dikarin konsepta “ubuntu” ya zuluyên Efrîqayê ji bo pêşxistina jiyan û rêzlêgirtina her ferdekê kurdistanî wekî “model” bibînin.

Bo nimûne bi dilêşiya her kurdekî ez dilêş dibim, bi keyfxweşiya her kurdekî kêyfxweş dibim. Dema ko kurd bikarin vê girêdanê di nêva xwe de çêbikin dê bikarin heman girêdanê di nêva xwe û welat û miletên cîranên xwe de û hemî dinyayê de jî çêbikin.

Lê dema ko “model” ew be ko ya dibêje, “her însanek gurgê yê dî ye”. Hingê li vê derê êdî bazar, dibe bazara gurgan, ne ya mirovan. Divêt em ji bîr nekin hilbijartina ji herduyan yekê li ser me ye. Veca gelo gotinek (ubuntu) dikare dinê biguhorîne an no? Bi ya min bersîv di bersîva pirsa em gurg in an mirov in de ye. Her divêt em ji bîr nekin ko pêwîstiya herkesî ji ubuntuyê heye.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA
Weşandin: 2008-05-09
Xwendin: 6581
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org