[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Herêma Kurdistanê ber bi kî derê ve?
HEWLÊR, 6/12 2011 — Berî çend mehan min nivîsî ko dilê min êşiya dema min dît ko pêşmerge û polîsên kurdan bi destê ciwanên kurd li Berderkê Seraya Silêmaniyê hatin birîndar kirin. Xelkên ko li Berderkê Serayê bûn digot bila Nûrî yê Malikî hatiba û ew ji destê zor û sitema hukmeta herêma Kurdistanê xilas kiriban. Çend mehan xwenîşadan hebûn û paşê hemî kes çûn malên xwe.

Di wan bûyeran da, hizrên hevpişk di nav alîyên serkêşiya wan xwenîşadanan dikir tune bûn. Tiştê hevpar dijatiya hukmeta herêma Kurdistanê bû, û hemî ew partî û aliyên siyasî yên pişikdar jî bi nav kurdistanî bûn. Di nav wan aliyên siyasî da busulmanên serkanî (radîkal) û kevne komunîst hebûn. Nivêjker û layîk hebûn. Pîr hebûn, ciwan hebûn. Lê, hemiyan digot ko ji hukmeta heyî ya Kurdistanê nerazî ne.

Wan aliyan daxwaza hilweşandina hukmet û parlamentoyê dikir, hukmet û parlamentoyên ko ew bi xwe jî têda bi awayekî an yê dî pardar bûn. Yekgirtûya Îslamî û Bizava Gorranê endamên parlamentoyê hebûn ko bi dengdaneka seranserî û bi rezamendiya wan bi xwe hatibûn hilbijartin. Wan lîstikeka siyasî ya nûdem hilbijartibû. Wan pişikdarî di lîstika hilbijartinên parlamenterî da kiribû, û jibo heyama du salan ko endamên ser bi partiyên wan di parlamentoyê da bûn qet behsa nerewayî û nemeşrûîyeta wan hilbijartinan nekiribû. Anko, ew kêm zêde, bi encamên wan hilbijartinan razî bûn.

Komkirina çend deh hizar kesan, an çend sed hizar kesan li cade û kolanan ne karekê zehmet e. Lê, ew êdî lîstikeka dî ye. Ew ne lîstika sîstemên demokratîk e. Serokê Kurdistanê, piştî vegerriyana ji sefera xwe ya derveyî welatî, got ko amade bû hilbijartinên zûtir ji dema xwe kiriban. Ew jî jibo razîkirina aliyên ko bi metodên neheq û nerewa dixwest birryara xwe bi ser sîstema demokratîk da bisepînin bi rengekî derçûna ji lîstika siyaseta sîstemên demokratîk bû. Ko her hilbijartinek hebe, aliyên dorriyayî yên ko di hilbijartinan da bi ser nekevtine dikarin çend deh hizarekan ji bo xwenîşadanan kom bikin û gerreka nû ya hilbijartinên zûtir ji dema xwe daxwaz bikin. Hingê kî dê ji vê gêreya xwenîşadan-hilbijartinan xilas bibe?

Wê demê ew xwenîşadan û mangirtinên li Berderkê Serayê hema bibêje bê encam û bê destkevtên berçav bi dawî hatin. Desthilat jî bi razîbûna xwe ji bo hilbijartinên zûtir wekî rikeberên xwe bê destkevt ma. Ko herdu alî jî xwe mîna serkevtiyan bibînin, bêguman aliyê bisernekevtî demokrasî û pergaleka aqilmend a rêvebirin û siyasetkirinê bû.

Lê, bêencamî heta serî naçe. Qunêra nerazîbûnê li dereka dî derbû; vê carê li serê dî yê herêmê, li Zaxoyê.

Cara dî jî destên derveyî di wan bûyeran da wekî sedema serekî ya wan aloziyan hatin diyar kirin. Vê carê jî her ew dest hatin dîtin. Ko destên derveyî di van bûyeran da hebin an ne pirsgirêkek e, ko rastiya hebûna nerazîbûna xelkî jî bihêt piştguhve havêtin tiştekê dî ye. Divêt nehêt ji bîr kirin ko bingeh û şengisteya rewayî ya sîstema desthilatdar ya Kurdistana Başûr tûşî bîvelerzên xerabtir ji bîvelerza Wanê hatiye.

Serûkaniya nerazîtiya xelkê divêt bihêt niyasîn. Tawanbarkirina destên derveyî çi derdekê xelkî û yê desthilatê jî derman nakin. Di van 20 salên bihurî da şaşiyên gellek mezin hebûne, û gellek dîwar bi xwehrî hatine danan. Karên binaxeyî ji bo ewlekirina edaleta civakî nehatine kirin. Mînakên nebûna edaletê pirr in: qedirdarîya kevnecaşan û kevneenfalçiyan, lawaziya sîstema perwerdeyê ko hema gehiştiye bêsîstemiyê, asêmana girêya kor a xwendina bilind û nehaviliya wê bi civatê ra, nebûna bernameyeka eşkira ji bo tenahiya civakî û înşûransê, qurbanîbûna xizmetên giştî yên mîna perwerdeyê û saxlemiyê ji bo sûka berella ya taybetî, ...

Nexweşxaneyên hukmetê roj bi roj xizmetên xwe didin destê sîstema prîvat ko wekî mall û firoştingehên mezin tenê tekezê li ser wan aliyên xizmetkariyên pizişkî (mîna leyzera ji bo çavan, neşterkariyên bedewkirinê) dikin ko mifayekê bi lez digehînin û kertê giştiyê xizmetên pizişkiyê roj bi roj sêwîtir dibe. Dermanên hemî welatan, wekî çuklêtan ne tenê li dermanxaneyan, li hemî kolanan jî dihên firotin. Perwerdeya herêmê sêwiya ber destê jinbavên wekî xwendingehên tûranîstên osmanî û îslamî yên Erebistanî û layîkên Lubnanî ye. Kareba (elektrîk) hêşta lerzok û car-heyî-car-neyî ye. Arîşeya serekî ya karebayê nebûna sîstemeka rêkûpêk ya dabeşkirinê ye û hukmet bi zanabûn an bi nezanî tenê arêşeyê di kêmiya berhemanîna wê da dibîne û dixwaze ko bi berhevkirina karebayeka zêdetir arêşeyê çare bike.

Kurdistaneka ko şiyanên wê yên mirovî û xwezayî gellek zehf in, dixwaze bi siyaseteka şaş xwe bike welatekê tûrîstî. Ava Kurdistanê, axa wê, hewayê wê, roja wê, rêl û daristanên wê, terşî û lewer û çêrwanên wê, hemî dikarin bibin serûkaniyên xêr û bereketê, lê hemî qurbanî mallên berpirsan û nefta li-serê-kurdan-bela bûne. Hemî tiştên Herêmê, ji şîr û mastê ser sifreya zaroyan, heta erebe û tombêlên lûks ên berpirsan û nûkîseyên taze-zengînbûyî, hemî bi pareyê neftê ji derve dihên.

Fabrîkeyek eger li Kurdistanê hebe, kargehên bitlandina ava kaniyan û PepsîCola û CocaColayê ne. Ji wan zêdetir zanîngehên Kurdistanê mezintirîn fabrîkeyên vî welatê bê fabrîke ne. Tiştê ko fabrîkeyên zanîngehanî berhem diînin tenê bawerîname anko lîsanên bê-naverok in. Sîstemên cida cida yên perwerdeyê li ser jêrxaneka wêran dihên cerribandin û zarokên kurdan di wan cerribandinan da naza mişkên ezmûngehan (labratowaran) jî nine.

Dibêjim jêrxaneka wêran, ji ber ko pirraniya dibistanan sê desteyên zaroan têda dixwînin û di her pol anko sinfekê da jî bi kêmanî 40 zaro hene. Zaroyên tevaya berpirsên welatê kurdan li dibistanên ne-Kurdistanî dixwînin.

Korra Zanyariya Kurdistanê ko berpirsiya wê ya herî pêşîn vedîtin û dariştina term û navên kurdî ji bo têgeh û çemkên modern e, piştî çil salan nave xwe jî guhart û navekê nekurdî hilbijart. Encumena Niştîmanî ya Kurdistanê jî piştî 10-15 salan bû Parlamento. Qey dêbêjî ko dê bi vî navê nekurdî bi-birryartir bibe.

Kêşeyên helpisartî û helawîstî gellek in û ronahiya binê vê tûnela bêdawî, bi hebûna “destên derveyî” hêşta dûrtir dibe.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ lezginch@hotmail.com
Weşandin: 2011-12-06
Xwendin: 10083
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da (2014-05-26)
Zimanê dayikê an zimanê zikmak? (2014-02-24)
Arêşeyên xebitandina paşgira ”-van” ê di zimanê rojnamevanîya kurdî da (2013-12-24)
Demokrasî û Rojhilata Navîn ya nû (2013-08-01)
Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe! (2013-06-19)
Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in (2013-05-03)
Kurdino li zimanê xwe xwedî derbikevin! (2013-01-12)
Navmala kurdan û hesta neteweyî (2012-09-24)
Stenbola kurdan (2012-08-05)
Bîstûpêncsaliya civîna Kurmanciyê (2012-07-11)
Kurd û caşîniya sedsala 21ê (2012-06-30)
Paradoks an hevdijiyek di berxwedanê da heye? (2012-05-29)
Dahata Obamayî kêmtir bûye (2012-04-20)
Hetikandina newroza kurdan (2012-03-19)
Kurdistan di lîstika nû ya Rojhilata-navê da (2012-02-12)
Tirk û vegeriyana ber bi rojhilatê (2012-01-18)
Vaclav Havel, Qeddafî û Mubarek (2011-12-24)
Wan hejiya, min hawar û qêrîneka bi kurdî nebihîst (2011-10-26)
Erê rast e – Kurdistan xeyal e! (2011-10-21)
Leyîstokên siyasî li Kurdistanê – siyasetê siyaset divêt (2011-09-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org