[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Franz Kafka ”Li ber qanûnê” 1883–1924
SWÊD, 30/6 2008 — Rojekê, berya panzdeh-bîst salekî berê ez, Hesenê Metê û Bavê Nazê û bawer im dostekî din jî li gel me bû, li Stockholmê di odeya min ya biçûk de rûniştibûn, me sohbet dikir. Gotin hatibû ser nivîskarîyê û Bavê Nazê şekirek şikand, got: “Nivîskarî dana Xwedê ye” (ne di mana, bereket û dewlemendîyê de) ji xwe ji wê sohbetê ev gotin di bîra min de ma ye.

Min heqîqetek di vê gotina wî de dît, loma her li bîra min ma. Heçî ez bûm, piştî demekê min pênûs û kaxizên xwe top kirin û xistin dolabê û dev ji hêvîyên xwe î badîhewa berdan. Min dizanî ko ”daneke” wusan xwedayî ne mimkin bû ko para min ketibe! Bavê Nazê ji xwe wê çaxê jî nivîskar bû. Hesenê Metê jî nû bû bû nivîskar, şûr simbêlê wî nedibirî!

Lewra kesên wusan xwedî cewherên pîroz hertim bala min kêşandibûn. Min him ew dixwendin û him jî dixwest bi civaka kurd re bidim nasîn, parve bikim. Yek ji van cewheran jî F. Kafka bû. Çi bikim! Mirov mexlûqatekî guherbar e. Vê rojê ez dîsan li dolaba xwe vegeryam, min tomara kaxizên berya bîstsalekî derxistin, daweşandin û hûn çima nabên, ew nivîsa ko di wan salan de min li ser vî camêrî nivîsîbû, ber bi çavên min ket. Di kovara Berbangê de min çap kiribû. Bawer im bala kesî nekêşandibû. Belkî Hesenê Metê, tenê, çavek lê gerandibû!

Ez pêşin destûrê ji Kafka, ew ruhê çîlekêş, ko ne dixwest bibe nivîskar, dixwazim û cara duyemîn li gel perçeyekî kurt ji romana wî Process (Dawe) vê nivîsarê çap dikim. Bi hêvîya ko wêjehez ê teqdîrekê bidinê û ên bawermend jî fatîhekê li ser ruhê wî bixwînin.

Franz Kafka yek ji wan nivîskarên sedsala bîstan ê herî bi navdartirîn e. Jiyan û berhemên Kafka bûne sedemên gelek minaqeşe û lêkolînên edebî. Nivîs û lêkolînên ko li ser jiyan û nivîskarî ya Kafka hatine çapkirin pirtûkxaneyekê tijî dikin.

Kafka, îro bi gelek zimanên dunyayê tê xwendin, pirtûk û novelên wî hatine wergerandin. Lê, mixabin, mîna gelek nivîskarên din, hêjî tu berhemeke vî nivîskarê hêja bi kurdî tuneye (Ji ber ko ev nivîs kevn e, van salên dawîn mimkin e ko çend berhemên wî peyda bibin, yek ez dizanim di nav pirtûkên Nûdemê de derketiye).

Di vê nivîsarê de, mebesta min ne ew e ko ez, li ser nivîskarîya Kafka, an jî li ser bîr û bawerîyên wî, tu analîzan bikim. Her wusan di vî warî de ez dê tu teorîyên wan kesên ko lêkolîn kirine jî, neparêzim. Daxwaza min tenê ev e ko bi kurtî be jî, di derheqê vî nivîskarê hêja de, agahdarîyekê bigihînim xwendevanên kurdî.

Kafka, bi dû mirina xwe de, bi gelek babetan bi nav bû ye; di derheqê bîr û bawerîyên wî de, ew kesên ko li ser nivîskarî û jiyana wî lêkolîn kirine, di çend alîyan de, ji hevudin bi dûr ketine. Beşekî ew weko olperestekî û yê din jî ew mîna şagirtê Kierkegaard û mamostê Sartre (ango, eksistensialist) nîşan dane. Hinekan jî ew weko pe beyan kirsîmîstekî an jî nihilîstekî, şirove kirine.

Ernst Fisher, di pirtûka xwe ya ko li ser Kafka de nivisîye wusan dibê: ”Kafka, bi şêweyekî ko berya wî kesekî ne kiribû, heta bi niqteya dawîn, biyanitîya mirovî rave kir. Lê di gel wê jî, di nav neçarîyê de, ji bo dîtina rêyek xelasîyê, şer kir. Ew kesên ko Kafka bi tenê pesimîst, her dem bêhêvî û nihilîst dibînin, şexsiyeta wî, çewt û xelet nîşan didin.”

Berhema Kafka ya navdartirîn romana wî Process (Dawe) ye. Dawe ya Kafka, çi ji hêla naverok û bûyerên xwe ve û çi ji hêla formê katkirina xwe ve, ne romaneke realîst e. Zêdetir xewnekê, kabûsekî ko têda bûyerên behît diqewumin, tîne bîra mirovî.

Zilamek bi navê K. sibehekê ji hêla sê kesan ve tê girtin. Evana jê re nabêjin dê ji ber çi ew girtine. Lê pê didin famkirin ko K. dikare karûbarê xwe mîna berê bidomîne. Bi dû ko çend rojek di wê navbênê re dibuhurin, rojekê K. gazî dadgehê dikin. Dema ko K. dibîne dadgeh li qada şeşan ya avahîyeke bikirê de ye, behît dimîne. Hundurê salona dadgehê ji mirovan tijî ye. Dema ko K. li hember dadpirs axaftina xwe ya paraztinê dike, ew hemî mirovên di hundurû de dikenin, jê re li çepikan dixin.

K. pêşin dibê qey, eviya henekek an jî xeletîyek e, lê paşê fam dike ko bi rastî jî di derheqê wî de daweyek vebû ye. Piştî demekê, K. dibîne ko dost û merivên wî jî ji vê daweya wî agahdar bûne.

Di dawa xwe de K. ne ji dadgehê û qanûnên wê fam dike û ne jî têdigihêje ko ji ber çi ev dawe di derheqê wî de vebû ye. Bi alîkarîya advokatekî, heta bi salekê dawa wî dom dike. Lê, rojekê du zilam tên wî digrin û dibin hinekî derî bajêr, li xewlecihekî, kêrekê li bin çengê wî dixin, wî dikujin.

Di Dawe ya Kafka de, mirov dunyayeke bêrehm û bêînsaf dibîne. Dunyayeke wusan ji bo mirovan merc û qeydên dijwar pêşkêş dike. Di vê dunyayê de mirov dikane were girtin û bê yî ko sûcê xwe jî bizanibe bi cezayê herî bilind were cezakirin.

Ev dunya ya ko Kafka di nawbêna herdu bergên pirtûkekê de katkiribû, bi dû mirina wî de (10-15 sal şûnde) bû bû heqîqeteke rojane. Bi milyonan mirov di kampên nazîyan de bêsûc û bêsedem dihatin kuştin. Xwişka Kafka, gelek meriv û dostên wî jî di nav van de bûn.

F. Kafka mîna Heinrich von Kleist û Thomas Mann, yek ji wan nivîskarê sedsala me ye ko li ser şopa realîstên sedsala 18-an neçûye. Wî heqîqeta jiyanê bi formekî realîst rave nekiriye. Ev heqîqet bi şêweyê ko hîs kiriye û jiyaye rave kiriye. Ango, bi formekî mîna ko bibê: heqîqet ev e û ez vê heqîqetê û jiyanê wusan hîs dikim. Kafka him di Dawe de û him jî di berhemên xwe î din de, her ev forma bi kar anî ye.

Kafka, di roman û novelên xwe de, heqîqeta derveyî, bi formekî dûrûdirêj, piralî, rave dike û kêm cî dide hîs û ramanên qehremanên xwe. Lewra ev qeqîqeta dervayî, li ba Kafka, ew hîs û raman bi xwe ne. Qehremanên Kafka di dunyayeke wusan de dijîn ko mantiqê wê li dirûvê dunya xewnan ve diçe. Lê qehremanên wî, vê dunyayê tu caran weko xewnekê najîn û her wusan xwendevan jî… Eger ko mirov ji berhemên Kafka peyamekê rasterast bipê badîhewa ye. Lê Kafka di hemî berhemên xwe de, gelekî bi xurtî heskirinek ji jiyanê û bihevrebûyinê daye xuyanîkirin.

Gelek ji wan kesên ko di derbarê Kafka û nivîskarîya wî de lêkolîn kirine, îdîa dikin ko wî di Dawê de rewşa xwe daye xuyanîkirin. Bêguman ger ko ev îdîa ne tevaya heqîqetê be jî, alîyekî wê î rasteqîn heye. Kafka bi eslê xwe Cihû bû û tevaya temenê xwe li Pragê bihurand, ko wê demê di bin destê împaratorîya Awustûrya-Macarîstan de bû. Ya din jî, hêj di xortaniyê de nexweşîya jana zirav lê peyda bû bû. Ji hêlekê ve jî, tu têkilîyên wî bi derva û ew komikên edebî re jî tunebûn.

Kafka rojekê, ji mirovekî re ko ew roj jiyabûn, wusan rave kiriye: ”Carekê dema me di pacê re li meydana Ringê temaşe dikir, Kafka xanî nîşanî min kirin û weha got; jimnaza min aha li vêderê bû, li wê derê, li alîyê din, ew avahî jî unîversîta min bû û hinekî jê wirde, li alîyê çepê jî oda min ya kar dikeve. Hemî jiyana min di nava vê çembera biçûk de (ji hêlekê ve jî bi destê xwe li hewa xelekên biçûk çedikirin) hatiye zindankirin.”

Ji romana Daweyê

Li ber qanûnê dergevanek rawestî ye. Zilamekî gundî tê cem dergevên û jê, ji bo ko derbasî hundurû bibe, destûrê dixwaze. Lê dergevan: ”nuha ez nikanim te derbasî hundurû bikim” dibê. Zilam hinekî difikire û jê, pirsa ko paşê bê, dê wî derbasî hundurû bike yan, na dike. Dergevan: ”Belkî” dibê. ”Lê nuha nabe”

Ji ber ko derîyê qanûnê fena hertim vekirî bû û wê kêliyê, dergevan jî xwe dabû teniştekê, zilam xwe ditewîne da di derî re li hundurû binere. Wexta ko dergevan wî dibîne, dikene û dibê:”Ko tu hivqasî dixwazî, guh nede qedexekirina min, xwe biceribîne, derbasî hundurû bibe; lê bizanibe ko ez pirr bi hêz im û ji dergevanan jî ez yê herî biçûk im. Li ber her eywanê dergevanek rawestî ye û yek ji yê din bi hêztir e, ez bi xwe jî, heta bi dîtina yê sêyemîn, nikanim debar bikim.” Zilamê gundî, qet hêvî ne dikir ko dijwarîyên wusan ê derbikevin pêşiyê. Fikra ko derîyê qanûnê, her wext, ji bo her kesî diviya bû vekirî ba, kir. Lê wexta ko zilam ji nêzîkva dergevan, bi qapûtê çerm î ko lê, bi baldarî dawerîvand; ko pozê wî yî gir î tûj û riha wî yî reş î dirêj, firk î tetarî, dît; biryar da ko li wir bipê, ta ko destûrê jê bigre.

Dergevan sandalîyekê dide bin û wî li kêlekek ji yên derî dide rûniştandin. Zilam bi roj û mehan di cihê xwe de rûniştî dipê. Gelek caran ji bo ko destûrê jê bigre xwe diceribîne, bi lavakirinan serê dergevên dibe. Dergevan gelek caran zilêm di muhakemên biçûk re derbas dike. Jê, di derheqê cî û warê wî û hin tiştên din de, pirsan dikî. Lê, evana tev pirsin nepêwist, tenê pirsin ko kesên jixwerazî û mezin, ji mirovî dikin, bûn. Gotina xwe jî hergav bi ko ”hêj wî nikane derbasî hundurû bike” diqedand. Zilam wexta ko bi rê ketibû, hemû tiştên xwe î giranbuha û bi qîmet bi xwe re anîbûn, tev dan dergevên, bi hêviya ko wî bi bertîlê bixapîne. Dergevan tiştên ko zilam didiyê tevan digre û ji hêlekê ve jî wusan dibêje: ”Tenê van tiştan digrim, ji bo tu bawer nekî, ko tu reyên te neceribandibin mabin”

Zilamê gundî, bi salan, bêbirîn û bêwestan, çavdarîyê li dergevên dike. Dergevanên din tew ji bîr dike; dergevanê pêşin tenê, ji bo derbasbûna hundurê qanûnê, asteng dibîne. Naletê, li şensê xwe î xirab ko ew derxistiye pêşberî wî, tîne. Salên pêşin bi dengê bilind, lê piştre, wexta ko pîr dibe, bêdeng, tenê ji xwe re dibêje. Ji nû de dibe mindalek. Bi salan hingî ko li dergevên temaşe kiriye, ta bi sipehên ko di situkura qapûtê wî yî çermî de dilebitîn jî keşif dike û ji sipehan jî ji bo qanihkirina dergevên alîkarîyê tika dike.

Dawîn nûra li çavên wî kêm dibe û nema zane ko bi rastî hawîrdora wî tarî dibe an tenê çavên wî ne, yên ko wî dixapînin. Lê ji hêlekê ve jî, di taritîyê de, şewqekê bi tîrêjên dijwar ko di derîyê qanûnê re diçurisîne der, ferq dike. Lê zilam di dawîya temenê xwe de ye êdî. Berya mirina wî, hemû derbasî û tecrubeyên salan, di serê wî de digihêjin hev, dibe pirsek ko ta nuha ji dergevên nepirsî ye. Destê xwe ji dergevên re dihejîne, wî bangî cem xwe dike. Ji ber ko bi laşê xwe yê sist ko giran bû ye, nema dikanîbû bi rê ve biçuwa. Ji salên dijwar ko zilêm derbas kirine, êdî, laşê wî hatiye hev, qama wî pirr kin bû ye. Ji bêgavî, heta ko ji dergevên tê, xwe bi ser de ditewîne û jê re dibê: ”ma hêj tu çi dixwazî fêr bibî? Tu çiqasî kurr î!” Zilam dibê: ”ya ko ez dizanim, her kes dixwaze bigihêje qanûnê, çawan dibe ko evqas sal, ji min pê va, kesekî din nexwest di vî derî re derbas be?” Dergevan meyze dike ko zilam rojên xwe î dawîn dijî. Ji bo ko dengê xwe bibe guhên zilêm î ko giran bûne, ta ko jê tê, bi dengekî bilind bi ser de diqîre: ”Di vî derî re ji te pê va kesekî din nikanîbû derbas ba, ji ber ko ev derî tenê ji bo te vekirîbû, da ez biçim bigrim!”

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2008-06-30
Xwendin: 6121
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
[novel] Solên Mamedo ên nuh (2012-01-27)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org