[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ferhenga jiyanê – Jiyanname
HELSÎNKÎ, 29/4 2009 — Di vê ferhenga jiyanê »Jiyannameyê« de min tecribeyên jiyanê yên piraniya miletan û mirovan li piraniya cihên dinyayê kom kirine û ji zimanên biyanî wergerandine bo zimanê kurdî. Hêviya min ew e ko mirov bikare dersekê ji van pendên cîhanê bigire û di jiyana xwe de jê faydeyê bibîne.


Ayîn û bawerî

Bawerî ew rastî ye ya ko tê hêvîkirin, dîtina wî tiştî ye yê ko nayê dîtin. // Mizgîn (Incîl)

Bawerî bi ser nakeve li wî cihî yê ko hişê mirovan bikare delîlan pêşkêş bike. // Welî Gregory Nazianzen

Mirov azad ji wî tiştî bawer bike yê bivê. // Gaius Julius Caesar

Di dinyayê de du cûn mirov hene: yên ji tiştên nayên bawerkirin bawer dikin, û yên kiryarên neihtimal dikin. // Oscar Wilde

Ma bawerî çi ye ger ne bawerîkirina bi hindê be ya ko nayê dîtin. // Aurelius Augustinus

Pêşî têgihiştin, paşî bawerî. // Pierre Abélard

Bawerî ji rêya serekî varê dibe hê berî ko hiş dest bi gerra xwe bike. // William James

Rast e ko piçek felsefe mirovî berev ateîzmê ve dibe lê mijûlbûnek kûrtir bi felsefeyê re wî nêzî dînî dike. // Francis Bacon

Xwedê yek e, û ew ne ji dirûv û ne jî ji ramanên xwe ve şibî mirovan e. // Ksenofanes

Tam ew yek, ko nikarim misoger bikim ko Xwedê nîne, min piştrast dike ko Xwedê heye. // Jean de La Bruyère

Cihûtiyê karî du pêdivîtiyên dijberî hev di dilê mirovî de bike yek: Xwedayek dadperwer û dilovan, tirsnak û dilvîn. // Joseph Bonsirven

Pirr tişt hene nayên bawerkirin ji ber ko şiroveya wan ya vê gavê nayê bawerkirin. // Friedrich Nietzsche

Yê bêyî dîn dijî, bê kompas diseyire. // Sir Thomas Overbury

Bawerî enîşkek e ko em dikarin di bin barê giyanê xwe yê giran de xwe pal bidinê. // Sir Thomas Overbury

Bi alîkariya baweriyê nikarî gelek tiştan bikî, lê bêyî dînî nikarî ti bikî. // Samuel Butler

Bawerî biserketinê tîne û bi baweriyê dijî her tiştî bi ser dikevî. // Qur'an

Bi sond: ger we temetî tovê xerdelê jî bawerî heba, we dê bikariya ji vî çiyayî re bibêjin: "Ji vir bilive dera han", û ew dê biliviya. Ti tişt dê li ber we ne negengaz ba. // Mizgîn

Herî asan ew ji wî tiştî bawer dikin ya em jê ditirsin yan hêvî dikin. // Jean de La Fontaine

Dîn tilyak e bo gel. // Karl Marx

Hemî dîn çêkirokiyên mirovan in. // Napoleon Bonaparte

Ji koleyan re hin rêûresmên olî hatibûn lidarxistin: xemrevîniyek ya jiyana dinyayî nade wan. // Elbert Hubbard

Dixwiye ko pirrî car bawerî nebaweriyek e ya ko ji xwe aciz bûye û ji rêya xwe xirriyaye. // Aaro Hellaakoski

Bawerî diyariyek Yezdanî ye ko bi bertîl yan şkenceyan nikare ji ti kesî bêt standin. // Thomas Hobbes

Bawerî rêbera hemî qenciyan e: zik e, dayik e, sereguhdêr e, parêzvan e. // Asvaghosa Mahãyãna

Dîn babetek mezin e di dîroka xweperestî ya mirovatiyê de. // William James

Baweriya yekî li çavên yê dî tirredînî ye. // Sir Thomas Browne

Me têra nefretkirina li hev dîndarî heye lê qet têra hezkirina ji hev dîndarî nîne. // Jonathan Swift

Dilê min dêra min e. // Thomas Paine

Hemî rêkên berev Xwedê mîna hev baş in. // Mohandas Gandhi

Bi baweriya min, baştirîn taybetmendiya mirovê dîndar xwegorîkirina temam ya li rastiyê ye. // Albert Schweitzer

Baweriya min ew e ko nivîsên pîroz yên hindûyiyê li min ferz nakin ko her peyv û gotinê ya Xwedê bihesibînim. // Mahatma Gandhi

Tê nekoşe ko baweriya ti kesî bihejînî! Ger bikarî, tiştek baştir bide wî; ger bikarî, dest biavêjiyê û wî berev jortir def bide. Wa bike, lê lê winda neke wî tiştî ya ko wî heye! // Swami Vivekananda

Tu dê nejiyayî ger te bawer nekira. Her kes bawer dike. // Romain Rolland

Bawerî ne destpêka her zanînê ye, dawiya wê ye. // Johann Wolfgang von Goethe

Bivê-nevê pêdivî ye ji hebûna Yezdan piştrast bibî lê ne pêdivî ye delîlan bo pêşkêş bikî. // Immanuel Kant

Bêhişiya dogmên xrîstiyanî ateîstan diafirîne. // Voltaire

Ateîzm zêdetir li ser devê mirovan e, ne di dilê wan de. // Fransis Bacon

Bêhêvîtî tek ateîzma rastîn e. // Jean Paul

Pirrî car panteîzm tenê dirûvek rêzgir yê ateîzmê ye. // Arthur Schopenhauer

Em di vekolîna siriştê panteîst in, di hûnandina helbestan polîteîst in û di sincnasiyê de monoteîst in. // Johann Wolfgang von Goethe

Bawerî, ya ko sinoran li xwe datîne, ya ko tenê hin tiştan bawer dike û qet ne zêdetir û ya tenê evqas bawer dike û qet ne pitir, pûç û betal e. // Julius û Augustus Hare

Bawerî, ya ko li ser otorîteyan hatiye avakirin, ne ti bawerî ye. // Ralph Waldo Emerson

Perestin ji guhdarîkirinê asantir e. // Jean Paul

Ji yê bişik bawer bike û bişik be dema ji te re dibêjin bawer bike. // Ludwig Börne

Dibe pirtûkên pîroz rast bin lê ew ne tevaya rastiyê ne û ne jî bitenê rast in. // Samuel Butler

Mirov bi bawerkirina ji tiştekî dijî, ne bi gengeşe û şerrenîxê. // Thomas Carlyle

Kirin ji ramanê dûrtir mirovî dibe, bawerî ji zanînê dûrtir. // Jakob Bosshart

Ne qeşe lê îtîraf gunehên me dixefirîne. // Oscar Wilde

Ax, çend tişt duh babetên baweriyê bûn û niha çîrrok in. // Michel de Montaigne

Dinya niştimanê min e, hemî mirov birayên in û qencîkirin dînê min e. // Thomas Paine

Ger te dest ji baweriyekê berdabe, dîsan jî hemî baweriyan bernede. Herdem alternatîvek bo baweriya me jidestdayî heye. Yan jî belkî heman bawerî be lê kirasek nû li xwe kiribe. // Graham Greene

Ew kes, yên bê sebeb bawer dikin, nikarin bi sedemên hişî bên bawerandin. // James Anthony Froude

Mirov tenê wê tiştê baş dinase ya ko pêşî jê bawer kiriye û paşî rexne lê kiriye. // Henry David Amiel

Bawerî, baweriya bihêz; soz tenê wê dibîne / û tenê li wê dinere, / bi negengaziyan dikene / û desthilatiyê ji wê re dixwaze. // Charles Wesley

Bi kêmbûna hêzên afirîner re baweriya bi otorîteyan zêde dibe. // Friedrich Nietzsche

Hin mirov hene ko çi bixwazin dikarin jê bawer bikin. // Bextiyar in ew mirov. // Georg Christoph Lichtenberg

Mirov dikarin bi qederek mezin ji zibil û gilêşî bawer bikin û dîsan jî bi hişmendî û kêfxweşî ji karûbarên xwe yên rojane sereder bibin. // Norman Douglas

Îro bawer nakim ji her tiştî ya min duh bawer dikir, û dipûnijim ka gelo dê sibê bawer bikim ji hemiyê ya îro bawer dikim. // Isaac Goldberg

Bawerî mîna evînê ye: bi kotekî nabe. // Arthur Schopenhauer

Her pergalek dînî bi borîna demê re xwe adapteyî giyanê mirovî dike. // Herbert George Wells

Divê dîn mirovî kêfxweş bike. // Jakob Bosshart

Xrîstiyanî peyda bû daku dilan sivik bike: lê niha divê pêşî wan giran bike daku paşî sivik bike. // Friedrich Nietzsche

Xwedê ne neçar e tehemila bêhişiyên qeşeyan bike. // Voltaire

Em bo dînî dijî dînan in. // Victor Hugo

Dîn mîna kirmikên zîqok in, pêdiviya wan bi tarîtiyê heye daku geş bixwiyin. // Arthur Schopenhauer


Bi hev re û bi tenê

Dijwar e Parîsê bihêlim ji ber ku, ger wa bikim, dê neçar bibim dostên xwe bihêlim. Dijwar e gundî bihêlim ji ber ku, ger wa bikim, dê neçar bibim xwe bihêlim. // Joseph Joubert

Ca çendî şeyda ne dil: / dema em bi hev re jî / em bêriya hev dikin. // Fukayabu

Darên lal jî / li nêzî xwe hene / xwişk û bira. / Xemgîm im ko / neçar im bi tenê bim. // Ichihara Shinno

Mirovê tenê ji xwe hez bike, ji her tiştî zêdetir ji tenêtiyê ditirse. // Blaise Pascal

Heyv ava dibe rojava, / bayê payizê tê / û ez bi tenê me, / bi tenê me û bêriyê dikim, / westiyayî bi tenê bendewar im. // nenas (Japonya)

Tu li bal min? / Yan ez li bal te? / Nayê bîra min / di xewê de yan şiyar, / rastî yan xewn? De bêje. // nenas (Japonya)

Ne xirab e azad bî yan kole bî ger hema qenc bî. // Eurîpîdes

Qîmetê bide wê wekheviyê ya ko hevaltiyê xurt dike. // Euripides

Mirov hemî tiştî ji têkiliyên xwe yên li gel xelkê fêr dibe. // Euripides

Mirov heywanek civakî ye. // Lucius Annaeaus Seneca

Dijwarî wa dikin ko mirov xwe bikin yek. // Athenaios

Dewlet ne tenê ji lebx û libinan lê ji mal û mirovan pêk tê. // Marcus Tullius Cicero

Her dewlet ji malbatan pêk tê. // Aristoteles

Mirovê bi tenê hertim di civatek nebaş de ye. // Paul Valéry

Dewlet hevgiriya mirovan e lê dîsan jî mirov û dewlet ne tam eynî ne. Dibe dewlet hilweşe lê mirovatî her dimîne. // Montesquieu

Her tiştê te yê min e, û bêguman her tiştê min jî yê te ye. // Titus Maccius Plautus

Di navbera dostên dilsoz û pêbawer de her tişt hevbeş e. // William Hugh

Çi yê te be yê min e, û çi yê min be yê min e. // Jonathan Swift

Nakokî silhê şirîntir dike. // Publius Syrus

Wek çawan dermank tamek tîj didin goştî, wisan kul û derd jî tamê didin jiyana tena û rehet. // George Pettie

Dema li mal bim, hizrên min li dûr in; dema li dûr bim, hizrên min li mal in. // Titus Maccius Plautus

Mirov dikare hevseriyê (jiyana bi hev re ya jin û mêran) bişibîne rekehan: yên li derê dixwazin bikevin hindirr, yên li hindirr dixwazin derkevin. // Michel de Montaigne

Yên bi rêyên cuda dimeşin bi hev re planan danaînin. // Konfuçe

Hiş û axiftin mirovan bi civakê ve girê didin. // Marcus Tullius Cicero

Civakê mirov guherrandiye. // Êdî ne dikare û ne jî diwêre bi tenê bijî. // William Blackstone

Mirov ji civakê li mifa û penayê digerre. // Francis Bacon

Civak bûye binirxtirîn malê mirovî. // Hewayê pak baş e lê kes naxwaze bi tenê hilm bikiyê. // Benjamin Tucker

Hemî rêveberî, ya ko bêyî rezamendiya welatiyan tê kirin, dikare wek koletî bêt hesibandin. // Jonathan Swift

Heqî û rastî civakê diparêzin. // John Locke

Civak dermanek e dijî neheqiyê. // William Warburton

Civak ji zindanan ya herî teng e bo wan kesan yên dijî civakê ne. // Camî

Civak hevbendiya mirovan e, ne mirov bi tenê ye. // Montesquieu

Takekes dikarin civatan pêk bînin lê tenê dezgeh dikarin bibin dewlet. // Benjamin Disraeli

Nîşana rêveberiya lîberal ew e ko ew ne ti kesî diêşîne û ne jî ti kesî bêxwedî dihêle. // Laotse

Li gor demokratan heqî ew e ya ko pirraniya xelkê bawer dike ko baş e. // Arîstoteles

Her kes, yê ko divê pabendî qanûnan be, divê bikare bandorê li danîna wan jî bike. // Jean-Jacques Rousseau

Ti car bêhurmet basa civakê neke. // Tenê kesên li derî wê hatine hêlan wa dikin. // Oscar Wilde

Em bo civakê ne. Em hatine afirandin bo pêşxistina bextiyariyê. // Samuel Butler

Dê bêt dîtin ko dewlet hejî takekesên xwe ye. // John Stuart Mill

Rêbaza amerîkîtiyê demokrasî divê - bi gotinek dî: rêveberiya hemî xelkê, rêveberiya nûneriya hemî xelkê bike û bo hemî xelkê bipeyive. // Theodore Parker

Şerrê hemiyan dijî hemiyan. // Thomas Hobbes

Demokrasî rê dide her kesî ko neheqiyê li xwe bike. // James Russell Lowell

Theodore Parker got ko demokrasî nayê wateya "Ez hindî te baş im" lê "Tu hindî min baş î.” // James Russell Lowell

Em dikarin bi serbilindî ragihînin ko ev neteweyê Yezdan diparêze dê ji nû ve azad biwelide, û ko ew rêveberî, ya ko ji gel e, ya ko ya gel e û bo gel e, ji dinyayê hinda nabe. // Abraham Lincoln

Hikûmet em in, em hikûmet in, ez û tu. // Theodore Roosevelt

Demokrasî bi kurtî tê wateya pelixandina gel bi destê gel bo gel. // Oscar Wilde

Xwezî bi dengdana gel neyêm mehkûmkirin!

ji nivîsek Kevne-Misrê

Deng divê bên pîvandin, ne hesibandin. // Friedrich von Schiller

Madem hemî çewt in, hemî dirist in. // Pierre-Claude N. // de La Chaussée

Dewlet hin makîneyên mezin in yên ko hêdîka dilivin. // Francis Bacon

Her kes bi tenê tava rojê dibîne. / Her kes bi tena serê xwe mezin dibe û digihe xurtiya xortiya xwe. / Keyf û xweşiyên wî yên wî bi xwe ne. / Ew berev mirinê ve dimeşe - bi tenê. // Mahabharata

Bi tenê yî, mirov, di nav hemiyan de bi tenê, / bi tenê welidiyî, dê bi tenê biçî... / Tek dilsoza te siya te bi xwe ye. // V. A. Koskenniemi

Dûriya ji mirovan tê wateya hilgirtina hemî barê rezîlî û riswayiyê. // Thomas Carlyle

Tarî ye xanîkê bêbav, sar e saunaya bêdê. // Pendek fînlendî

Jîna bêyî ti dostek rastîn kembaxtirîn tenêtî ye. // Francis Bacon

Gel jibîrkirî, gelî jibîrkirî. // Quintus Horatius Flaccus

Dinya jibîrkirî, dinyayê jibîrkirî. // Alexander Pope

Tenêtî ew biha ye, ko divê em bidin, ji ber ko em welidîne vê serdema nûjen. // Bihayê vê dema tijî azadî, xweserî û jixwerazîtî. // Natsume Sóseki

Xwehezî hertim hevrêya tenêtiyê ye. // Efleton (Platon)

Tenêtî di me de ye. // Joseph Roux

Mirov ne bi tenê ye çiku her yek dinyayê wek mîkrokosmos bi xwe re digerrîne. // Sir Thomas Browne

Ma çima hest bi tenêtiyê bikim? Nê planeta me li Rêya Kadizan e. // Henry David Thoreau

Pêl nikare bi tenê bijî lew hertim pişkek e ji deryaya livdar. // Wisan em jî nikarin bi tenê bijîn lew divê em beşdarî jiyana têrliv ya derdorî xwe bibin. // Albert Scweitzer

Di navoka min de kuncikek heye ko hertim lê bi tenê me. // Û li wir nû dikim wan kaniyan yên qet qut nabin. // Pearl S. Buck

Ger tenêtî bo mirovên mezin kaniya îlhamê be, bo mirovên biçûk belayek mezin e. // Samuel Smiles

Xwezî min xanîkek li çolê heba! Min ê gelê xwe bihêlaya û ji mirovan birevîma! // Peymana Kevn

Ey tenêtiya pîroz, xweveşartingeha xwedayan, bijartiya aqilî, hesûdîpêbiriya hêzdaran. // Edward Young

Mîna ewran bi tenê dimeşîm. // William Wordsworth

Razber û jixwetêr, û bitenê mîna oysterê. // Charles Dickens

Bitenê mîna yekşemê. // Mark Twain

Bitenê mîna fenergeha deryayê. // Raymond Chandler

Bextiyartirîn şêweyê jiyanê tenêtiya bi xebatê dagirtî ye. // Voltaire

Bitenêbûn baştirîn qûtê berhemdariyê ye. // Johann Wolfgang von Goethe

Ramanên min hevrêyên min in. // Henry Wadsworth Longfellow

Min hê ti hevalên ji tenêtiyê çîrrxweştir nedîtine. // Henry David Thoreau

Bêkêmasîtirîn bextiyarî çi ye? Mana li mal e. // Bhartrihari

Tenêtî hingê herî kêm e dema bitenê me. // Scipio Africanus maior

Scipio digot ko ti car kêmtir hest bi tenêtiyê nedikir ji hingê ko bitenê bû çiku dema cihek bitenê ji xwe re didît, di dilê xwe de bi xwe re diket suhbetên kûr. // Stefano Guazzo

Nîne hunermend yê ko xefsa dudiliyê lê nebarîbe: dema jiyan bi tundî wî virve û wirve biavêje, ew bêriya tenahiyê (rehetiyê) dike. // Lê dema digihe wê tenahiya bêrî kiriye, dîsan ji nû ve dest bi bêrîkirina jiyana têrliv ya berê dike. // Stefan Zweig

Tenêtî ramangêrriyê ko dike, qerebalix ramanan pelate dike. // Thomas Fuller

Suhbet wa dike ko em ji xelkê hez bikin, tenêtî wa dike ko em ji xwe hez bikin. // Thomas Fuller

Seredana tenêtiyê xweş e lê mana lê kembax e. // Josh Billings

Tenêtî ne ji ber hindê şkence ye ko ti kes nîne barê min harî min hilgire lê ji ber ko ti kes nîne ko barê wî jî hilgirim. // Dag Hammarskjöld

Tenêtî bendewariya li Yezdanî ye. // Walter Landor

Dema bi tenê bî, li kêmasiyên xwe bipûnije. Dema li nav civatê bî, basa kêmasiyên xelkê neke. // pendek çînî

Bextreş e ew yê nikare rojekê jî bi tenê be bêyî hest bi hesret û xerîbiyê bike û yê ko dikeve suhbeta bi tirredînan re li şûna suhbetê bi xwe re bike. // Xavier de Maistre

Berî avakirina tan û çeperan divê ji xwe bipirsî ka divê çi li hindirrî û çi jî li derî wan bihêlim û ka dê kê bi wan bixeyidînim. // Robert Frost

Tenêtî vedijîne, vederbûn vedimirîne. // Joseph Roux

Tenêtî bo giyanê mîna parêzê (diyet, dîet) bo bedenê ye: pêdivî ye lê ger dirêj vekişe, dê bikuje. // Luc de Vauvenargues

Ti kes dema spaghetti dixwe hest bi tenêtiyê nake: ev xwarin wa hewceyî baldarî û hişyariyê ye. // Christopher Morley

Hemî mirov bitenê ne. Lê hin mirovan wa pirr kes li derdorî xwe hene ko hay ji tenêtiya xwe nabin. // Bo Balderson

Xwegirêdana hestane bi kesekî ve bêguman dijwar e lê tenêtî bi temamî negengazî ye. // Stephen Sondheim

Jiyan dibe hilm / wek xunava spêdeyê. / Lê gerçi pîr jî dibim, / dîsan jî xort im, yar, / dema bendewarî te me. // nenas (Japonya)

Hesretê, yar, / kiriye hezar pirt / ev dil. / Lê pirtek tenê jî / pûç neçûye. // Izumi Shikibu

Wek niha ko sax im / dê di gorrê de jî / li benda te bim. // Iwa no Hime

Min ti dost ji tenêtiyê dosttir nedîtine. // Henry David Thoreau


Biserketin û têkçûn

Em hemî di nav herriyê re dimeşin lê berê hinan ji me li stêran e. // Oscar Wilde

Biserketin zarroya wêrekiyê ye. // Benjamin Disraeli

Mirov ne li çiyayan lê li beran dihilingivin. // pendek hindî

Rêya ber bi gupika çiya ve dûr û dirêj e. Lê dîsan jî hin kes tê dikoşin bilindtir daku bibînin dûrtir. // Nenas

Bêyî coşdariyê ti tişt peyda nebûye. // Ralph Waldo Emerson

Biserketin wan dehf dide. Ew dikarin ji ber ko ew bawer dikin ko dikarin. // Vergilius Maro

Dema ji tevaya dilê xwe dest bi xebatê bikî û herdem li gor rêbaza pozîtfiyê bixebitî, dê karên nayên bawerkirin bi dest bixî. // Norman Vincent Peale

Daxwaz bikin, dê ji we re bêt dan. Lê bigerrin, hûn ê bibînin. Li derî bidin, dê ji we re bêt vekirin. // Lûka 11:9

Ger cara yekem bi ser nekevî, dikarî dîsan û dîsan bicerribînî. // William Edward Hickson

Ger tê êdî şiyan nemabe bicerribînî, bala xwe bide tiştek din, bêna xwe veke, barê li ser pişta xwe dane. Tavilê dê dîsan îdeayên nû dest bi lehîkirinê bikin. // Norman Vincent Peale

Min divê, ango dikarim. // Novalis

Biserketin yê dîn jî hişmend dide xwiyakirin. // pendek navneteweyî

Biserketin tenê ew e ko mirov bikare jiyana xwe bike gor dilê xwe. // Christopher Morley

Navnirx raberî min hatine kirin lê bi baweriya min bi wan mirov dikeve nav civatek xirab. // George Bernard Shaw

Berî dest pê bikî, şîretên baş peyda bike, û dema te biryara xwe da, bêyî gîrokirinê bixebite. // Sallustius

Ger bixwazî bilind, ji nizm dest pê bike; ger bixwazî dûr, ji nêz dest pê bike. // pendek çînî

Coşek gurr, ya hiş û serhişkî destekê didinê, ew e ya herî zêde mirov pê bi ser dikeve. // Dale Carnegie

Tek awayê biserketinê xeyidandina xelkê ye. // Ji hindê tu dê her li bîra wan bimînî. // Josef von Sternberg

Ji hemî awayên biserketinê yê lezgîntirîn û misogertirîn ew e ko bi xelkê bidî bawerkirin ko li gor berjewendiya wan e ko qenciyê li te bikin. // Jean La Bruyére

Niqte û piwan digihin wî yê kar û keyfê têkil dike. // Horatius

Di mijarê de xurt, di awayî de nerm. // Claudio Aquaviva

Ew, yên bawer dikin ko herdem û bi tenê rast in, pirrî car ew e yên digihin encaman. // Aldous Huxley

Têkçûn asan e. // Biserketin e ya dijwar. // Henry Ford

Min ji gupikê dest pê kir û tê koşîm ta ko gihiştim binî. // Orson Welles

Yên dibêjin ko li gupikê teng e, ti car li binî nebûne. // Joe Harvey

Em hemî têk çûne - bi kêmî ji me yên bijare. // Sir James Mathew Barrie

Jiyan ecêb e. Ger ji bilî ya herî baş bi ti dî razî nebî, pirrî car dê ya baştirîn bikeve destê te. // W. Somerset Maugham

Hê ji zû fêr bûm ko ne hejî ye dema xwe pûç biborînî bi têkoşîna bawerandina hevkarên xwe ve. // Albert Einstein

Biryara te ya biserketinê baştirîn tişta biserketinê ye. // Abraham Lincoln

Di xeyalên xwe yên veşartî de ji xwe re bibêje ko tu bo biserketinê hatiyî afirandin. // Dale Carnegie

Li dinyayê ti tişt ne dijwar e; tenê dilê mirovan ne têr xurt e. // pendek çînî

Jiyan kurt e lê bela wê dirêj didin xwiyakirin. // Pubilius Syrus

Mêrên mezin ji belayan zewqê werdigirin û şerrvanên fêris di cengê de bi ser dikevin. // Lucius Annaeus Seneca

Ger dijwarî bên jî, ma çi feyde ye bibezî pêşiya wan. // Seneca

Dest ji belayan bernede lê wêrektir herre wî cihî yê feleka te rê dibiyê. // Vergilius

Biwêre rastî dijwariyan bêyî daku ew bêpayîn dijwar pênan li te bidin. // Key Stanislaus

Ti tişt ne pirr asan e lê her tişt tê dijwarkirin dema ji bêdilî bêt kirin. // Terentius

Wey li derdên mirovan, ax çend ji wan bêbingeh in. // Persius

Rondik zû ziwa dibe, bi taybetî ya ji ber belayên hatine serê xelkê. // Cicero

Dijwarî pirrî car hişî geş dikin. // Ovidius

Ti tişt bo mirbaran ne dijwar e. // Horatius

Ti tişt ne dijwartir e ji hindê ko ramanên watedar bi awayek wisan bên derbirin ko her kes tê bigihe. // Arthur Schopenhauer

Asteng nikarin min biperçiqînin. Biryardariya xurt her astengê dipelixîne. Yê berê xwe dabe stêran, nikare ji ya xwe dabêt. // Leonardo da Vinci

Li kêlîka bextreşiyê bipûnije: Duhî nebû û sibê êdî nîne. // Friedrich Hebbel

Di tiştên negengaz de bêhêvîtî kêm car lirê ye, di yên dijwar de qet ne ti car. // Johann Wolfgang von Goethe

Bawer im van demên dijwar alîkarî min kiriye ji berê baştir tê bigihim ka jiyan bi her awayî çend bêsinor delal û dewlemend e, û ko gelek tişt, yên mirov ji ber xeman dixwin, bi temamî bêwate ne. // Karen Blixen

Her yekî ji me têr taqet heye ko em xwe li ber belayên tên serê kesûkarên me bigirin. // François de La Rochefoucauld

Vegerrîna berdewam li tiştek nexweş cûnek dîniyê ye. // Baltasar Gracián

Mirov dê baş ji dijwariyên xwe yên siriştî sereder biban ger wan bi xwe hê bela bo xwe peyda nekiriban. // Ogden Nash

Dijwarî pirrî car amûr in ko Yezdan me pê bo hin tiştên baştir bikêr dike. // Henry Ward Beecher

Optîmîst ne ew e yê ko ti car neêşiye lê ew e yê ko bêhêvîtî jiyaye û zora wê biriye. // Aleksandr Skrjabin

Ger min bizaniya ko sibê dê dinya biruxe jî, min dê îro darsêvek biçanda. // Martin Luther

Bibe ramanwerek pozîtîf. Tişta çendî tarî bixwiyin, yan ta ger tarî bin jî, serê xwe rake û delîvên xwe bibîne - li benda te ne. // Axel Fredenholm

Dema spêdeyê radibî, te du alternatîf hene - yan bextiyar bî yan bextreş. Biryar bide ko bextiyar bî. // Norman Vincent Peale

Têkoşîna paşvenegerr hemî dijberiyan radike. // Vergilius

Li dinyayê têr ronahî heye bo wan yên naxwazin ti tişt dî bibînin, û têr tarîtî bo wan yên berevajî dixwazin. // Blaise Pascal

Ez fêr bûm baweriya pratîkê li tovê xerdelê û ramana ramangêrriya pozîtîf bicerribînim, û ecêbiyan dest bi peydabûnê kir. // William Hazlitt

Ta Xwedê jî li alî wêrekê rastgo ye. // Menandros

Nîne xemgîntir dîmen ji pesîmîstê ciwan, ji bilî optîmîstê pîr. // Mark Twain

Yê optîmîst radigihîne ko em li baştir dinyaya gengaz dijîn, û yê pesîmîst ditirse ko rast e. // James Branch Cabell

Optîmîzm û dilsojiya-bi-xwe navika pozîtîf û ya negatîf ya tirsokiya vî zemanî ne. // Cyril Connolly

Ji xanîkî dibe giremêrek derkeve. // Seneca

Tenê ew mirov, yê di her tiştî de kêmasiyê dibîne û bendewar e ko her tişt dê ber bi xirabiyê ve biçe, kesek hişzelal tê hesibandin. // John Kenneth Galbraith

Yê optîmîst dibe ronahiyê li nav tarîtiyê jî bibîne, lê çima divê yê pesîmîst hertim bibeze wê bitemirîne? // Michel de Saint-Pierre

Ez mezintir im ji her tiştî ya belkî li min biqewime. Hemî ev tişt, xem, bextreşî û jan, li derî xaniyê min in. Ez bi xwe tê ve me û kilîl li gel min e. // Charles P. Lummis

Tu dikarî ger bawer bikî. Van pênc peyvan kûr li haydariya xwe bikêle. Ew tikîtijî xurtî û rastî ne. // Norman Vincent Peale

Optîmîzm Baweriya Şorreşê ye. // Jacques Bainville

Her mirov, yê li vê dinyayê tiştek bi dest xistiye, wek şorreşgêrr dest pê kiriye. // Geroge Bernard Shaw

Şerta bêçare ya jiyanek biserketî ew e ko berdewam û dubare xwe coşdar bikî û li pey rêbaza pozîtîfiyê bimeşî. // Norman Vincent Peale

Bo baştirîn planên mirovî jî pêdivî bi coşdariyê heye. // Robert Burns

Bêyî coşdariyê ti tiştek gir peyda nebûye. // Ralph Waldo Emerson

Her bidestxistiya dahîtiyê ji alî coşdariyê ve hatiye bidestxistin. // Benjamin Disraeli

Dê çawan coşdar bimînî? Dîmenekê dirûv bide ji wê armancê, ya dixwazî bigihiyê, û dîmenekê jî ji wê armancê, ya tu êdî gihiştiyê, wisan dê daxwazên te bibin baskdar. // Norman Vincent Peale

Dahîtî ji sedê yek coşdarî ango inspîrasyon e û notûneh xuhdan ango perzpîrasyon e. // Thomas A. // Edison

Dahîtî xebata dijwar e, destjêneberdan û aqilê selîm û sade ye. // Thomas A. // Edison

Coşdarî jiyanê berz dike û wate û şiyanê didiyê. Sar bixebitî, dê biqerrisî. Tevî rîskan jî gurr û geş bixebitî, dê tênê bidî dinyaya dilsar jî. // Norman Vincent Peale

Li tiştan dinerî û dibêjî "Çima?" Lê ev tiştine neyî jî xeyal dikim û dibêjim "Ma çima na?" // George Bernard Shaw

Mirov tenê parek biçûk ji wan hêz û hinêran bi kar tînin ko wan hene û ko ew dikarin di rewşên pêdivî de bi kar bînin. // William James

Ne bes e ko stêrka xwe lê bigirî. Divê pê bikevî jî. // pendek îtalî

Ramangêrriya erênî kilîlê biserketinê ye di bazirganiyê, xwendekariyê û pêgoganêya pîşeyî de ango di her tiştî de. Dema dibezim sahê, diramim ko her pas dê ji min re bêt. // Ron Jarowski

Dê her fikrek baş bikeve serê te ger hema bipûnijî û xwe nebehecînî. // Norman Vincent Peale

Baştirîn awayê peydakirina fikran ew e ko bi zanebûnî nêçîra wan bikî. // Samuel Butler

Bila bi cerribandinek baldirêj, rastgoyiyê, disiplînê û xweragiriyê çêbike yê hişmend ji xwe re giravekî yê ti lehî nikarin binoqînin. // Dhammapada

Ti car radestî hêrsbûnê nebe. // Dermanê baweriyê bide hemî suhbetan yê beşdar bî. // Norman Vincent Peale

Bawerî hoyek giring e di her planê de. // Bêyî wê ti encamek biserketî nîne. // William Jones

Rojê herî kêm deh carî ji xwe re bide bawerkirin: Bendewarî ya herî baş im û bi alîkariya Yezdanî ez dê bigihim baştirînê. // Norman Vincent Peale

Baştirîn awayê biserketina dijî dijminan xweqenckirin e. // Salomo Ibn Gabirol

Divê em newestin bi qencîkirinê çiku rojekê em ê bigihin berhemê wê. // Mizgîn (Incîl)

Ger dijminê te birsî be, xwarinê bidiyê; ger tî be, vexwirakê bidiyê. // Mizgîn

Qenc be ji dostên xwe re daku dostaniya we xwe ragire, ji dijminên xwe re daku bibin dostên te. // Benjamin Franklin

Biserketîbûn ew e ko alîkar bî, haydar û avaker bî, tişt û mirovên pêrgî te bên piçekê baştir bikî. Baştirîn tişta bikarî bidî tu bi xwe yî. // Norman Vincent Peale

Her roj ji xwe re bibêje: Ti car ne bitenê me. Dizanim karên xwe bi cih bînim. Bi alîkariya Xwedê dikarin bi ser bikevim. Bi erênî dipûnijim û bawer dikim. // John Glossinger

Dema bi rêya jiyanê ve dimeşî, xwe mijûlî hesaba kêmandinê neke. Li şûna hindê, şiyan û hinêr û delîvên xwe bikomîne. Dê wisan rehet, çîrrxweş û biserketî bibî. // Norman Vincent Peale

Bi xewn û xeyalan bawer bin çiku deriyê herheriyê di wan de veşartî ye. // Xelîl Cibran

Zanist belkî sinoran bide zanînê, lê divê tixûb li aşop û xeyalan neyên danîn. // Bertrand Russell

Xeyalgêrrî pirrtir rastiyê dibîne ji hindê ya ko veşartî ye ko ji hindê ya diyar e. // Gaston Bachelard

Xeyal divê bi hesûdî daqurtînin daku raman têr bibin. Vîn (îrade) divê pirr xeyalan bike daku têr bi dest bixe. // Gaston Bachelard

Ger bi dînamîkî û afirînendeyî motîv bikî, kê bixwazî, dikarî xebatek bibandor pê bidî kirin. // Norman Vincent Peale

Pirraniya me hewceyî kesekî ne ko wan tiştan pê bide kirin yên em dizanin. // Ralph Waldo Emerson

Mirov bi biserkeftinê hatine afirandin - ne bo têkçûnê. // Thoreau

Ger xwe têkçûyî bihesibînî, bêguman dê têk biçî. Lê ger di rewşên rojane de jî coşdar bî, hêzên bêsinor yên coşdariyê dê demildest ecêbiyan bo te bikin. // Norman Vincent Peale

Çar miljon hêcet bo têkçûnê hene lê tek berrevaniyek rastîn bo nîne. // Rudyard Kipling

Ti kesê ko ji jiyana xwe zewqê werdigire têk neçûye. // William Feather

Ew baweriya giştî, ko biserketin mirovan diherrimîne û wan dike bêwec, xweperest û xwehez, ne rast e. Berevaj: biserketin bi pirranî mirovan dike nefsbiçûk, tolerant û xweşmirov. Têkçûn mirovan dike tal û zal. // W. // Somerset Maugham

Ti car basa têkçûnê neke. Peyvên wiha bi kar bîne: bawerî, hêvî, dilsozî û biserketin. // Norman Vincent Peale

Ti îdea nînin yên ko gelek kes lê neramîbin. Lê li şûna wê raman, ya ko ti qet nehatiye bîra ti kesî, kêm car bi ser dikeve. // Jan Carlzon

Biserketin rê ye – nearmanc e. // Ben Sweetland

Biserketin herdem berdemî ye; biserketin tenê têkçûnek gîrobûyî ye. // Graham Greene

Ew, yên ko cerribandinê digihînin gupika wê, ne îlle gupikjîr in lê ew bi ser dikevin ji ber ko bûne rikeberên nehej û netêkçû. // Norman Vincent Peale

Esehîtirîn awayê xweparastina ji kerrixînê xwe gorîkirina dozekê ye ko bi xurtî jê bawer bikî. // Norman Vincent Peale

Biserketin ne aîdî ti nepenîtiyan e. Ma te ti car kesek biserketî dîtiye ko hemî çîrroka xwe ji te re negotibe? // Frank McKinney Hubbard

Çend pirrtir biwêrî, dê hind zêdetir hêz û hinêrê di xwe de bibînî daku bigihî gupikê û xwe li wir ragirî. // Norman Vincent Peale

Yê biserketî belkî gelek car hatibe lierdêdan jî lê ew nemaye guh bide hejmartina têkçûnên xwe. // H. // E. // Jansen

Encam kirinan baş dike. // Ovidius

Carinan têt bihîstin ko mirov dibêjin: dawî baş be, hemû baş e. Lê ne wisan e. Dawiya baş nikare destpêka xerab baş bike. Roja xwe baş bi kar bîne. Berev pêş binere. // Axel Fredenholm

Hertim bila ev li bîra te be: biryara te ya biserketinê baştirîn tiştê biserketinê ye. // Abraham Lincoln

Bawerî di her plan û nexşeyê de hoyek giring e. Bêyî baweriyê ti encamên biserketî peyda nabin. // William James

Ya bi rastî bawer bikî, dê bibe; û baweriya bi tiştekî wî tiştî dide kirin. // Frank Lloyd Wright

Coşdariya gurr, ya ko hiş û serhişkî destekê didinê, ew e ya ko mirov pê pirrî car bi ser dikeve. // Dale Carnegie

Bazirganiya bêyî reklamandinê mîna çavkanêya (flirt) li di nav tariyê ye. Bi xwe dizanî çi dikî lê ti kes dî nizane. // Stuart H. Britt

Kêm ji kesên di jiyana xwe de digihin encamek baş jîrên gupikî ne. Lê wan taybetmendiyek gupikî heye; dibêjin: ez dê dîsan bicerribînim, dest jê bernadim, ez dê xweragir bimînim, bênavbirr bidomînim, ber bi pêşve bikoşim. // Norman Vincent Peale

Bo ko karên gir û gewre bikî, divê wa bijî mîna ko qet ne neçar bî carekê bimirî. // Vauvenargues

Ferheng tek cih e ko lê biserketin ji berî kar tê. // Arthur Brisbane

Bo bibe werzişvanek navincî ne hewceyî hemî xwedanê ye. Lê bo ko bigihe gupikê neçar e hemiya xwe bide - tam hemiyê. // P. Kahanamoku

Tenê rêyek ber bi biserketinê heye: bikarî bi şert û mercên xwe bijiyî. // Christopher Morley

Çar pêngav bo biserketinê: bi sexbêrî plan bike, bi lava amade bibe, bi erênî pêş bikeve û bi xurtî xwe rakişîniyê. // William A. Ward

Ti car ti kesî negot ko ez nikarimê. // Jack Dempsey

Hertim ji xwe dipirsim: ev çawan dikare hê baştir bêt kirin. // G. C. Lichtenberg

Raza mezin ya jiyanek biserketî guhastina raman e ji xirabiyê bi qenciyê, ji derewan bi rastiyê. // Norman Vincent Peale

Xwedê têr hiş û hêzê dide me bo kirina her tiştî yê ko ew dixwaze em bikin. // John Ruskin

Ji xwe re armancekê dirûv bike - ne armancek şêlî, nezelal, lê yeke baş-diyarkirî û kitekitî. Lava bo bike. Wê bigire ta ko wêneyê wê danoqe binbîra te. Paşî xeyal bike, birame, bi her awayî xurt bo armanca xwe bikoşe. // Norman Vincent Peale

Raza biserketinê ew e ko amade bî dest biavêjiyê dema delîve bêt. // Benjamin Disraeli

Carinan peyva "xeyalgêrr" bi galteyî û tirraneyî têt bikaranîn. // Dibe yê bi vê peyvê têt navandin xwe neheqîlêkirî jî bihesibîne. Lê ew peyv ne bi wê wateyê ye. Xewngêrr pêşrew in, rênîşander in, peydaker in. Hemû karên mezin yên dîroka dinyayê serekaniyên xwe ji xewn û xeyalan girtine. Em dikarin bi heq bibêjin ko hemû şaristaniya me xeyalek bicîhatî ye. Xeyala yê deryavan welatên pişt deryayê ne, xeyala yê kole azadî ye û xeyala yê destkar makîne ne. // Demekê dihat gotin ko ew hoste, yên berhemên wan niha bi milyonan tên kirrîn, xeyalgêrrên bêkêr in. Helbestvan û ramanwer, mezintirîn qencîkerên mirovatiyê, dihatin biçûkdîtin û wek xeyalgêrr dihatin navandin. Belê, niha jî wek xeyalgêrr tên binavkirin. // Bijîn xeyalgêrr! Yê xewn û xeyal nebin mirî ye. // Axel Fredenholm

Di xeyalên xwe yên nepenî de ji xwe re bibêje ko tu hatiyî afirandin daku bi ser bikevî. // Andrew Carnegie


Dost û dijmin

Bela dost û dostikan li bêjingê dikin. // Tenê yên bijare dimînin. // Arlene Francis

Li pêş min nemeşe; belkî li dû te neyêm. L pey min nemeşe; belkî nikarim rêberiya te bikim. Li gel min bimeşe û bi min re dost be. // nenas

Ti tişt nikare xwe bide navbera du dostên rast. // Eurîpîdes

Dost ew e yê kêmasiyên dostên xwe tehemil dike. // William Shakespeare

Dostanî jî hindî pêdiviyên me yên bingehîn avê û agirî giring e. // Marcus Tullius Cicero

Ti car ne bi tenê me dema dizanim ko tu li derekê yî – cadûr bî yan nêz. // Marion C. Garretty

Ti rê ne dirêj e ger bi dostan re bî. // pendek japonî

Dostanî xweşiyan xurt dike û xeman sivik dike bi ducarîkirina keyfan û parvekirina derdan in. // Joseph Addison

Em hem li ber tavê û hem jî li ber siyê dost bûne. // Caroline Norton

Dost ew koma mirovan in yên em dikarin pê re mirov bin. // George Santayana

Heval stirana dilê min dibîze û wê ji min re distire dema nayê bîra min bi xwe. // Nenas

Ya herî baş ew e ko mirov bi kesek wisan re bikene yê ko heman tişt herduyan dikenîne. // Gloria van der Bilt

Bila dostanî jî mîna meyê bigihe. Û bila mey û dostanî her kevnar bin û xem taze. // pendek kevnar

Erkê rastîn dostî ew e ko bi te re be dema şaş bî. Jixwe dema rast bî hema her kes li gel te ye. // Mark Twain

Baştirîn dost – serekaniyadilxweşiya min li ziwastanê. // George Eliot (Mary Ann Evans)

Ti kes li vê dinyayê nagihe pîvana xwe ya temam ger bi kêmî kesek nebe wî fam bike. // Paul Tournier

Dostê xwe yê rast bi herdu destan bigire. // pendek norwecî

Dost mîna kelehek xurt û nehej in dijî belayên jiyanê. // Sydney Smith

Bi dostan re mirov dikare bê gotin jî suhbetê bike. Ya giring ne axivîn lê azadiya neaxivînê ye. // Margaret Lee Runbeck

Bihadartirîn diyariya hişmendiyê dostanî ye. // Epîkuros

Li gel dostan rêya dirêj jî kurt dixwiye. // pendek rusî

Dostên rast bi hev re li cudahiyan digerrin. // Abell Bonnard

Dostanî tek ben e ko dinyayê bi hev ve girê dide. // Woodrow Wilson

Di navbera dostan de ti tişt ne bidawî ye. // William Bryan

Li rojên halxweşiyê dost me dinasin, li rojên tengasiyê em dostan. // J. M. Barrie

Dostên min bi hezaran awayan sinordariyên min bo min kirine mafdarî û alîkariyî min kiriye ko bi rehetî li ber siyên xwe bimeşim. // Helen Keller

Dema pêrgî kesekî tê, bi cilan wî dinirxînî, lê dema jê vediqetî, bi dilî. // pendek rusî

Baştirîn têkiliyên dostanî xwe li ber dewsên dem û dewranan digirin. // Joseph Barry

Bi yê dost re dikarim resen bim, dikarin bi deng bipûnijim. // Ralph Waldo Emerson

Zimanê dostan ne tenê peyvên pûç in. // Henry David Thoreau

Em hemî nestêle ne hindî ji me bêt hezkirin, û ti kes ne bêkêr e ger dostek hebe. // Robert Louis Stevenson

Dost ne tenê di harmoniyê lê di melodiyê de jî dijîn. // Henry David Thoreau

Her dostek dinyaya xwe ye – dinyayek ko belkî berî hatina wî her nebû. Dîtina wî dinyayek nû diafirîne. // Anaïs Nin

Carine hevrê ji gihiştina binecihê giringtir e. // Frank Moore Colby

Dost dinyaya te ne – ca li kû bî jî. // William James

Dostên baş ji maliyetê giringtir in. // Pam Brown

Di dosta xwe de xwe-yek nû dibînim. // Isabel Norton

Yê dost di lehiya axivîna te digihe û dizane bersiva ya giring bide. // William Dean Howells

Dîtina dostek baş mîna hatina mal biewle ye. // Arnold R. // Beisser

Daristan wek gazî tê kirinê bersivê dide. // pendek fînlendî

Dostanî pirrcarî dike xweşiya jiyanê û nîvî dike xirabiya wê. Ew tek derman e dijî bextreşiyê. // Baltasar Gracian

Dostanî çi ye? Giyanek hevpar e di du bedenan de. // Aristoteles

Ken û hezkirina hevalan serî ji westînê distînin. // Hilaire Belloc

Divê dost jixwe-heyî yan bi tirraneyî neyên hesibandin çimkî ew bo jîndarmana me temetî xewê, xwarinê û bêndanê giring in. // Adelaide Bry

Dema dostanî rehan dide, ew mîna darekê ye ya ko bahoz nikare bêxe. // nenas

Em nehatine şandin vê dinyayê daku çavdêr bin lê daku em arî hev bikin. // Peter de Vries

Dema dost daxwaza alîkariyê dikin, nabe em li benda sibê bimînin. // George Herbert

Bawer im ko dê di dilî de bim tevî ko ne li ber çavan im jî. Dostaniya rast xwe li ber dûrî û bêpêjniyê jî digire. // Roberta Israeloff

Heval û hogir, dildar û dilber nirxê me yê resen dibînin. // Henry Alonzo Myers

Dost herî baş tê digihin ka jiyan bo me tê çi wateyê, li rojên xweş û yên xirab pabendî me ne. Wan xezeba tenêtiyê şkandiye. // Henry Alonzo Myers

Dost ew e yê tê dema hemî yên din revîne. // Alban Goodier

Ti rê bi dostan re ne dûr e. // Leo Tolstoy

Xem bi xwe têra xwe heye, lê xweşî bêyî dostan nabe. // Mark Twain

Baştirîn tiştê dikarim bo dostê xwe bikim ew e ko dostê wî bim. // Henry David Thoreau

Dema bêdengiya di navbera du mirovan de li xweşiya wan bêt, dostanî dest pê dike. // Dave Tyson Gentry

Armanca jiyanê ew e ko em jiyana hev asan bikin. // George Eliot (Mary Ann Evans)

Dostanî mîna felsefeyê û hunerê "bêkêr" e… Ew ne şertê saxmanê ye, pirrtir sedemê hindê ye ko mirov sax bimîne. // C. S. Lewis

Çivîkan hêlîn, tevnpîrkan tevn, mirovan dostanî. // William Blake

Wa dixwiye ko bextiyarî bo parvekirinê hatiye çêkirin. // Jean Racine

Dostanî meya jiyanê ye. // Edward Young

Dostaniya bêdaxwaz yek ji delaltirîn û kêmpeydatirîn aliyên jiyanê ye. // James Byrnes

Dostanî fêkiyek e ko hêdîka digihe. // Arîstoteles

Dostanî darek sîberdar e. // Samuel Taylor Coleridge

Yê dost ji te hez dike tevî ko her tiştê te dizane. // Elbert Hubbard

Dostanî, xemrevînek germ... bişirek di nav awirên tarî de, ronahî li tarîtiyê - aramî, ewlehî, keyf. // Percy Bysshe Shelley

Dikarî bêyî mirovan bî lê hewceyî dostekî yî. // pendek çînî

Hevkarî bi du tîpan tê nivîsîn: em. // G. // M. Verity

Ax çendî qenc in dostên dêrîn, mirov dikare bi wan re aqilsivik be jî. // Ralph Waldo Emerson

Min herdem di dostaniyê de nirx daye hindê ko ne hewce bûye ti tişt bêt şirovekirin. // Katherine Mansfield

Dema dost li dûr be, em zelal dibînim ka çi yê wî ji me re bihadar e. // Xelîl Cibran

Dostê min çawan bim wisan ji min hez dike. // Henry David Thoreau

Tarîtî li dûr dimîne ger hema dostek jî yê baş hebe. // Pam Brown

Xema parvekirî xema nîvîkirî ye. // Dorothy Sayers

Dostên dilsoz dilê te germ û nerm dikin. // Adelaide Bry

Yê bizane bersiva dostaniyê bide, bihadartirîn dost e. // Sofokles

Dema dildarê te li dinyayê be û sax û saxlem be, bêrîkirin jî biharatek çêjdar e bo jiyana te. // Winifred Holtby

Dostanî çi ye? Da bo te bêjim: bi yê dost re diwêrî xwe bi xwe bî. // Frank Crane

Dostên dêrîn baştirîn dost in. // Paşa herdem li pêlava xwe yên kevn dipirsî: xweştir li piyê wî dihat. // John Seldon

Ji ber ko tu sereguhiya min dikî û ez ya te... Me hev heye, û ti tiştek din ne xem e. // John Steinbeck

Noşî can be, dostê dêrîn. Hêvî dikim tu hezar salî bijî, û ez jiyana te binivîsim. // Robert Smith Surtees

Dostaniya bê ti sedeman peyda dibe tek dostaniya bihadar e. // Arthur Van Schendel

Dostanî afirandiyek e ko herdem ji xwe re li hogirekî digerre. // Plutarkhos

Dostanî hesîna bi wekheviyê ye. // Platon (Efleton)

Edetên hevpar xurttirîn benda dostaniyê ne. // Gaius Plinius Caesar Secundus

Di navbera du dostan de du peyv bes in. // pendek frensî

Dost ew mirov e yê dikarim jê re rastgo bim. // Ralph Waldo Emerson

Nikarî min di heman demê de ji xwe re bikî dost û nazdarker. // William Penn

Gazinan li dostê xwe bike ger ew şaş be lê wî nehêle. // Columbanus

Baştir e ew dost yê rexneya wî te baş dike ji wî yê serê te bi methan melhem dike. // Aurelius Augustinus

Herî zêde bi asanî em li wan şaşiyên dostên xwe diborin yên ti têkilî bi me bi xwe re nîne. // François de La Rochefoucauld

Şarezayî sirişt û rewiştên dostên xwe be lê ne rabe wan nefret bike. // Quintus Horatius Flaccus

Evîn çi ye? Du giyan in di bedenekê de bûne yek. Pa dostanî? Du beden in lê giyanek. // Joseph Roux

Bêyî dost tu mîna destê çepê yî bêyî destê rastê. // Salomo Ibn Gabirol

Dostanî evîn e bê çeng. // Lord George Gordon Byron

Dostanî giyanê giyanan e. // Lope Félix de Vega y Carpio

Ti kes ne amade ye bê dost bijî tevî ko ti tiştek din jê ne kêm ba jî. // Arîstoteles

Tenê Xwedê baştir e ji wî dostî yê ko bi rastî dost e. // Titus Maccius Plautus

Dostaniya qut bibe ti car dest bi hebûnê nekiriye jî. // Publilius Syris

Nirx bide dostaniya dirêj didome mîna meyê ya bi kevnbûnê xweştir dibe. // George Pettie

Dostaniya rast hêdîka şên dibe û bi ser nakeve ger reh nede wê ya ko ji herduyan re bihadar e. // Lord Chesterfield

Hevaltî tiştek pirr baş e. Hevaltî wisan diyar dibe ko ger pevçûnek çêbibe û çar kes dijî yekî bin, yê heval dê bêt alîkariya yê bi tenê. // parçeyek ji nivîsarek dibistaniyek 11-salî

Dost herdem hez dike û bira di tengasiyê de peyda dibe. // Mizgîn (Incîl)

Bê dostaniyê jiyan ne ti ye. // Marcus Tullius Cicero

Ne xweş e mirovî ti tişt hebe ger dostek nebe pê re parve bike. // Lucius Annæus Seneca

Dostaniya rastîn herherî ye. // Cicero

Ti kesî dostê xwe nehesibîne ta ko wek dost diyar nebe. // Publilius Syrus

Baştirîn awayê peydakirina dostaniyê nîşandana dostaniyê ye. // Baltasar Gracián

Piçek dostanî heye lê dost na. // Thomas Fuller

Dostên xwe hêdîka bibijêre; hê jî hêdîkatir dest ji wan berde. // Benjamin Franklin

Ji bîr neke ko alîkariyê bide nenasan jî: dostaniya bidestxistî ji paşatiyê jî bihadartir e. // Cato

Evîna bêsinor ji dostaniya bêkêmasî zêdetir peyda dibe. // Jean de La Bruyère

Bawer im ko seksuelîtî bingeha hemî dostaniyê ye. // Jean Cocteau

Gengaziya hezkirina ji yê xayin jixwe di biratiyê de ye û hema bêje şertê wê biratiyê ye. // Jean-Paul Sartre

Ma gotinek ji vê zêdetir mirovatiyê diherrimîne: di mijara pare dde dostanî bi dawî tê! // Jakob Bosshart

Dostanî tîrêjên biserkeftinê rontir dike û barê belayan siviktir dike. // Cicero

Divê em hemberî dostên xwe wisan bin wek ko em hêvî dikin ko dostên me hemberî me bin. // Arîstoteles

Bizanin ko yê dostê xwe dostê xelkê ye jî. // Lucius Annæus Seneca

Nan û meya xwe bi baştirîn dostê xwe re parve bike. // pendek spanî

Ger mirov bi tenê biêşe, dilê dostê xwe dihêle. // Jean de Rotrou

Ti çol ne hindî jiyana bêdost dijwar e. // Baltasar Gracián

Wey ew enerjî ya ko di navbera du mirovan de diherrike. // Alex Noble

Dostanî bi hindê bi dawî nayê ko tu ji ya xwe danayê û ez ji ya xwe. // pendek efrîqî

Li dinyayê pirr kêm dostanî heye, û herî kêm ew di navbera kesên hevnirx de heye. // Francis Bacon

Bo dostên rast her tişt hevpar e. // Eurîpîdes

Bo dostaniyê xurttir nînin ti bend ji planên hevpar û daxwazên hevbeş. // Cicero

Dostanî kamiltirîn şiklê têkiliyan e. // Michel de Montaigne

Dostaniyê pêdivî bi berdewam lêborîna gunehan heye. // William Blake

Dost ne tenê di belayan de pêdivî ne çimkî mirovê bextiyar hewceyî dostan e daku bextê xwe bi wan re parve bike. // Bertrand Russell

Hemî rûmeta vê dinyayê ne beramberî dostekî ye. // Voltaire

Çêj û tama meyê û dostaniyê xweş dibe dema ew pîr dibin. // Frans Mikael Franzén

Oy, çendî xweş e destê dostê dêrîn!

Henry Wadsworth Longfellow

Tenê di gihiştîbûna hiş û temenî de dostanî dikare bibe xweragir. // Cicero

Bextiyar e ew xanî yê di bin banî ve dostek dijî. // Ralph Waldo Emerson

Dostê te dost hene û dostên dostên te jî dost – lewre hişyar be. // Telmûd

Dost carine bi wateya xwe ve vale ye, dijmin qet na. // Victor Hugo

Dost ew e yê herdem pê dihese dema pêdivî pê hebe. // Jules Renard

Xwedê ne armanc bû em hemî zengîn yan mezin yan navdar bin lê Wî viya em hemî bi hev re heval bin. // Ralph Waldo Emerson


Evîn û dildarî

Rê bidin evînê. // Caludius Claudianus

Yê dilê wî ji evînê dijî, namire. Tişta ebedî li Pirtûka Mezin ya dinyayê hatiye nexşandin. // Hafizê Şîrazî

Ji evînê laleyê rengê xwe girt. Evînê nearamî xist giyanên me. Eger te bikariya dilê dinyayê vekî, xwîna evînê dê bi ser te de bixulxuliya. // Muhemmed Iqbal

Em hemû hest bi hêza dildariyê dikin: mirov, heywanên dirrinde, hemû cûn lawirên di deryayê de dijîn, ref û celeb, firrindeyên bi perr û baskên xweşreng. // Publius Vergilius Maro

Hindî bikarî hez bikî, hez bike. // Ferdinand Freiligrath

Evîn dikare her tiştî. // Publius Vergilius Maro

Yê hez dike, ditirse // pendek îtalî

Evîn herdem miştî tirsek bêaramî ye. // Publius Ovidius Naso

Evîn birrek ji bêntengiyê ye. // Ovidius Heroides

Jiyan tijî tirsonekiyê ye. // Geoffrey Chaucer

Yên evîndar jî ji ber wê sedemê distrin ya ko zarok jî ji ber wê difîtin dema di tarîtiyê de dimeşin. // August Strindberg

Tu dê fêr bibî ka evîn çi ye, ka çawan ew ji azarê dest pê dike, wek xem didome û bi mirinê bi dawî tê. Zewqek tijî kovandarî, şadiya bi xemgîniyê dagirtî; biheşt û doje, Yezdan û Şeytan. // John Lyly

Evîn tijî agir e û dîsan jî li ber sirrbûnê ye; evîn bi ser dikeve lê lêçûn jê zêdetir dibin; evîn nesax dibe lê qet namire; evîn rastî ye lê hertim amadeyî derewê ye. // Thomas Middleton

Dûkêl e evîn, wek mija axînan hildikeve. Dema zelal dibe, çav dibiriqin; dema şêlî dibe, tavilê deryayek rondikan peyda dike. // William Shakespeare

Evîn dijmin e, agir e, biheşt e, dojeh e ko tê de zewq, jan û poşmaniya kovandar pêlan didin. // Richard Barnfield

Evîn çend mezintir be, hind jandartir e. // John Florio

Eger evîn kul û kovan e, çawan jana wê wa nerm e? Û çima di wê nermiya xwe de dilê wê wa zalim e? Û çima em bêriya wê zilmê dikin? // nenas

Ji siberojê hez bikin eger hûn hest bi evînê dikin; ji siberojê hez bikin eger hûn ti jê nizanin jî. // nenas

Evîn û kîn ne kor in lê bi agirê ew hildigirin hatine teyisandin. // Friedrich Nietzsche

Bihîstyarî pirrî caran şênbûna evînê wa dilezîne ko reh û rîşên wê qels û lawaz dimînin û lew dikarin bi asanî bên hilkişandin. // Friedrich Nietzsche

Ka çawan gur ji mihan hez dike, wisan dildar jî ji dilbera xwe hez dike. // Platon

Ji bilî xewn û evînê ti rastî nînin. // Anna de Noailles

Evîna bêyî agir û tîrên vejenok êdî ne ti evîn e. // Michel de Montaigne

Evîn tenê daxwazek bêheq e hemberî wê ya ji me direve. // Montaigne

Evîn nikare, wek agir jî, hil û geş bimîne bêyî lebt û liva berdewam. Ew dê zû qut bibe eger dev ji hêvîkirin û tirsînê berbide. // François de La Rochefoucauld

Evîn ti carî bi mirina siriştî namire. Eger dimire çiku em nizanin çawan ava teze bînin kaniya wê, ew bi koretiyê, şaşîtiyê, xiyanetê dimire. Ew bi nesaxiyê, birînan û westînê dimire. Ew nesax dibe û pûç dibe lê ew bi mirina siriştî namire. Em hemû dikarin ji ber qetilkirina evîna xwe bên darizandin û cezakirin. // Anaïs Nin

Di evînê de tenê destpêk hene. // Germaine de Staël

Evînê wêrekî divê. // nenas

Evîn tinaziyan bi şermokiyê dike û bisteyî (wêrekî) divê. // Thomas Fuller

Yê xwe noqî evînê dike, ji yê xwe ji zinar diavêje, pirrtir poşman dibe. // Titus Maccius Plautus

Evîn - dilê nazik wê tavilê nas dike. // Dante Alighieri

Bi awirekê tenê agir di dilê wî de gurr bû. // Geoffrey Chaucer

Ti car berê wa evîn nekiribû lê bi awira pêş bûn dildar. // George Chapman

Bi dîtina pêşîn awir veguhastin. // William Shakespeare

Min dît û tavilê jê hez kir. // Edward Gibbon

Dîtinê viya, viyanê jê hez kir. // Sir Walter Scott

Ma evînek dî heye ji bilî evîna bi awira pêşîn. // Christopher Marlowe

Jixwe evîn agirê ruhanî ye. // Emanuel Swedenborg

Nîne hêz ji evînê xurttir. // Menandros

Ji evîna rastîn xurttir hêz nîne li ti derê. // Lucius Annaeus Seneca

Ti tişt wek evînê zû şên û nû nabe. // Seneca

Daxwaz û viyan giyanê dibaskînin kirinên mezin. // Johann Wolfgang von Goethe

Tişta nediyar evîn diyar dibe û ya diyar nediyar dike. // Ludovico Ariosto

Saxistan heye û mirîstan heye û di navbera wan de pirek heye, evîn. Ew tekane rêya saxmanê ye, tekane watedêr. // Thornton Wilder

Evîn pirskerek mezin e. // D. H. Lawrence

Tenê ji wê hez dikî, ya ne bi temamî xwediyê wê yî. // Marcel Proust

Tenê ya em bêriya wê dikin ya me ye. Ew ya em xwediyê wê ne, me êdî ji dest daye. // Adolf von Hornack

Belê ez hez dikim, hez dikim ji wê axê ya tu yî, tu ya stêra bê stêrek din li vê deşta gerrestêran. Gerdûn î tu, tu wê didî hevçerxandin û dorgerrandin. // Pablo Neruda

Evîna bêçare jî şans e. // Honoré de Balzac

Melankolî zewqek e ko xemgînî tîne. // Victor Hugo

Di evînê de her tişt xemgînî ye lê di xemgîniyê her tişta tu bêriya wê dikî heye. // Ramon de Campoamor

Xwezî min tam jî nekiriba vî tirî madem ev evîn wiha ji dest diçe. // Giambattista Guarini

Evîn firrindeyê Fenîks e û nikarî bixî xefik û davan. // Eraghi de Hamadan

Hezkirin ne evîn e. Mirov dikare hez bike û dîsan bikîn û binefret jî be. // Fyodor Dostoyevskî

Jiyana bê evîn nîşaneya şêtiyê ye. // John Lyly

Bi rastî najî eger bê evîn bijî. // Molière (Jean Baptiste Poquelin)

Çi dibêjî bibêje lê baştir e tu werî xapandin û bitenêhiştin ji ko evînê neceribînî. // William Congreve

Baştir e evîna te şaş bibe ji ko ti carî evîna xwe pêşkêşî kesî nekî. // George Crabbe

Bêguman evîna hişmendane ya herî baş e lê evîna bêterz jî ji bêevîniyê baştir e. // William Makepeace Thackeray

Çi li min bibe jî, ez dê her wiha bawer bikim, di nav kûrtirîn xemên xwe de jî wa hest dikim: baştir e ko min evîn kir û ew ji dest da ji wê ko bêevîn mabam. // Alfred Tennyson

Kî dixwaze, bila baş evînê bike, kî bikare bila aqilane bike lê hemû evînê bikin û xwe radestî wê bikin. // Joaquin Miller (Cincinnatus H. Miller)

Evîn tûjtirîn nîşaneya jînxwaziyê ye. // Thomas Wolfe

Êşa evînê tenê hingê dê te bikuje dema te jînhêz nemabe. // Margareta Navarra

Hez bike daku bijî ne tenê bijî daku hez bikî. // George Pettie

Ez jîme û min evîn kiriye. // Friedrich von Schiller

Li ciyê nikarî evînê bikî di ber re derbas bibe. // Eleonora Duse

Herdem mirov nikare evîndar be; dikare tenê bisoz be. // Guy de Maupassant

Bi salan re evîn mezin dibe di heman demê de ko nîşaneyên wê yên derveyî kêm dibin. // Johann Paul Richter (Jean Paul)

Hiş nikare dirêj rola dil bilîze. // François de La Rochefoucauld

Evîndar li cem hev bêzar nabin çiku ew her basa xwe dikin. // La Rochefoucauld

Ji nefretê jî xirabtir evîna qaşokî ye. // Gaius Plinius C. // Secundus

Di evînê de ew dibe serkêş yê kêmtir dildar e. // César Adolphe D'Houdetot

Em serdarên wan in yên ji me hez dikin, ji ber kêmasiyên wan. // Mme de Staël

Ew evîna bikare bêt pîvan, hejarok e. // William Shakespeare

Pîvana evînê ew e ko bêpîvan bêt hezkirin. // Aurelius Augustinus

Eger rêzgirî nebe, evîn dixetime. // Benjamin Disraeli

Evîn mîna şerefê ye ko eger carekê hat jidestdan êdî qet nayê vegerandin. // Aphra Behn

Evîn bênfire ye, evîn dilnerm e. Evîn ne hesûd e, ne qurre ye, ne pozbilind e, ne li berjewendiya xwe digere, ne neheqiya lê hatiye kirin bi bîr tîne lê kêfxweşiyê dike dema rastî bi ser dikeve. Evîn xwe li ber her tiştî radigire, di her tiştî de bibawer e, hêvîdar e. // Evîn qet wenda nabe. // Mizgîn (Incîl)

Bi pitpita gilî û gazinan evîn dimire. // Marlene Dietrich

Trajediya evînê bi navê xwe ne mirin e, ne jî cudabûn – lê sersarî. // W. Somerset Maugham

Evîn xweperestiya duqolî ye. // Stanislas de Boufflers

Evîn çi ye? Pêdiviya revîna ji xwe. // Charles Baudelaire

Mêr pêşî ji evîna xwe û paşî ji jinê hez dike. Jin pêşî ji mêr hez dike û taliyê ji evînê. // Rémy de Gourmont

Eger evîn şaşîtî be, bila rastî bidojihe. // Elsa Gress

Ma çi dikare evînê bisinorîne? // Publius Vergilius Maro

Ma tiştek heye ko evîn nikare xwe bigîniyê. // Marcus Valerius Martialis

Tê gotin ko evîn tixûban nanase lê jixwe tixûb in yên balkêş. // Jean-Luc Godard

Hezkirin ne ew e ko li çavên hev bêt fekirin; ew fekirina berev heman alî ve ye. // Antoine de Saint-Exupéry

Dema du kes li quncikekê li hev radipêçin û dihêlin jiyana di ber wan re bi xwişîn bibore – ew ne evîn e. // Märta Tikkanen

Evîn ti regez û qedexe û fermanan nanase; ew dixwaze, wek tekane pêşbaz, bi tenê û bi azadî li hemberî gerdûnê bilîze. // Vladimîr Mayakovskî

Evîn ne gula baxçe ye lê kûvî û azad e. // Ippolino Nievo

Fêrkirina evînê ne pêwîst e. // Sir Walter Raleigh

Kêmok e evîna wî yê bikare bi peyvan basa evîna xwe bike. // Franceso Petrarca

Li vê dinyayê evîn du dike ramanek hevpar. Eger ramanên evîndaran hev negirin, encam yeketiya bedenên mirî ne. // Bhartrihari

Di evînê de digihin hev xeyalên du mirovan, leşê du mirovan. // Sébastien-Roch Nicolas Chamfort

Ger li ser evînê biaxivî, hêdî biaxive. // William Shakepeare

Mezintirîn evîn bê axiftin e. // George Pettie

Evîna rastîn bêziman e. // John Lyly

Evîna rast li wî cihî ye yê peyvên evînî di bêdengiyê de difetisin. // Sir Philip Sidney

Bêwec e ji cihê pirr basa evînê têt kirin li wê digerî. // Edmund Spenser


Jin û mêr

Amerîka welatek azad e ko her mêrî maf heye wî tiştî bike yê ko jina wî dixwaze. // Ernest Hemingway

Bêhejmar zelamên jîr mil bi milê jinikên bêmejî ve tên dîtin, lê hema qet nayê dîtin ti zelamê bêhiş digel jinek jîr. // Clint Eastwood

Yên destpêker jî dikarin keçan nêçîr bikin. Lê bo veqetîna ji wan, kesên tecrûbehe lazim in. // Clark Gable

Ca kî dê tehemila wê jinê bike ya bê kêmasî be. // Juvenalis

Mirov nawelide jin, mirov dibe jin. // Simone de Beauvoir

Nizanim ka jin ji zelaman baştir in – lê baş dizanim ko ne ji wan xirabtir in. // Golda Meir

Jinan dem nîne ji bilî bi realîstî bi awayek din li tiştan binerin. // Agatha Christie

Guherrbar e herdem jin. // Vergilius Maro

Jin yan jê hez dike yan jî jê nefret dike; ti alternatîvên dî nînin. // Publilius Syrus

Tevgera azadiya jinan pûç û betal e. Jixwe zelam in yên zorlêbûyî. Zelam nikarin zarrokan biwelidînin. Û ne bawer im ko ti kes bikare di vê pirsgirêka wan de alîkariya wan bike. // Golda Meir

Pêdiviya her jinekê bi zelamekî heye daku wê bibîne. // Charles Chaplin

Jinên sar nînin lê hin zelam nejêhatî ne. // Francis Bacon

Şimikên qupikbilind wê jinê keşf kirin ya ko devê wê hatibû maçkirin. // Christopher Morley

Jin ji zelamên kêmaxiv hez dikin. Bawer dikin ko zelam guh didin wan. // Marcel Achard

Wê jinê, ya ko paşeroj hebe, pêşeroj nîne. // Oscar Wilde

Tek dema jin dixwaze salekê pîrtir be ew dem e ko zarrokekî dipê. // Mary Lombard

Pirranî zelam hemî zelaman hevalên xwe dihesibînin, pirranî jin hemî jinan dijberî xwe dibînin. // Jean de La Bruyère

Bextiyar jin ew e ya ji xwe napirse: Kîjan kiras li min spehîtirîn e dema ew bêt, lê ya dipirse: kîjan kiras herî kêm qurmiçî dixwiye dema ew biçe. // Eva Seaberg

Jin çi bikin jî, divê ducarî zelaman baş bikin daku hema nîvî zelaman baş bên hesibandin. Ya baş ew e ko qet ne dijwar e jin wisan bikin. // Charlotte Whitton

Ger jin bi rastî jî hind jîr in, çima ew cilên wisan li xwe dikin ko meyîk û bişkoşk li piştê ne. // Leonard Levinson

Ger jin cam jî bin, tê re nayê dîtin. // pendek rusî

Kî bibêje ko di jinan re dibîne, pirr ji dest dide. // Groucho Marx

Bo yê jinek baş hebe ti bela ne giran in. // pendek navneteweyî

Jin di evînê de ji pirraniya zelaman pêşvetir in lê di hevaltiyê de mêr li pêş in. // Jean de La Bruyère

Yê jinek bo xwe dît, wî bextiyarî dît. // Pîrozname

Rêya berev serkeftinê tijî jin e yên ko mêrên xwe pêşve def didin. // Thomas Dewar

Ger jinek bêkêmasî bixwazî, wa bihesibîne ko ew wa ye. // nenas

Divê tenê jinek wisan bo xwe bibijêrî ya ko te dê bo xwe wek heval bibijarta ger zelam ba. // Joseph Joubert

Ger bi jinek wisan re bizewicî ya ko zewqê ji xerckirina pare werdigire, ti çareyek dî nîne ji bilî wê ko divê xwe fêr zewqwergirtina ji qezenckirina pare wergirî. // Edgar Watson Howe

Baştir li çolê bijiyî, ne li ber destê jinek gazindo. // Pîrozname

Baştir e jina xwe ne bi çavan lê bi guhan bibijêrî. // pendek navneteweyî

Jin bo jêhezkirinê ne, ne bo jêfamkirinê. // Oscar Wilde

Bi zewacê jin azadiya xwe bi dest dixe, mêr azadiya xwe ji dest dide. // Immanuel Kant

Mal zindana keçan û kargeha jinan e. // George Bernard Shaw

Texmîna jinan ji piştrastiya mêran pirr sexbêrtir e. // Rudyard Kipling

Yê Xwedê wezîfeyekê bidiyê, dê bidiyê – eger ne hiş û aqil – jinekê. // Georg Christoph Lichtenberg

Psîkiyart kesek e ko bi bihayek giran wan pirsan ji te dike yên ko jina te belaş ji te dike. // Joey Adams

Gelek zelaman bi ser ketine bi xêra jina xwe ya pêşîn - û bi xêra jina xwe ya duyem. // Jim Backus

Cihê jinê nivistinxane ye. // Suzy Cartland

Jina min hê jî spehî ye. // Lê niha hê pirrtir dem divê. // Charles Chaplin

Jin dixwin dema dipeyivin, zelam dipeyivin dema dixwin. // Malcolm de Chazal

Xwedê yekem hoperlor ji binkefşê Adem çêkir. // Jack Carter

Jin bi rêgirtina nêzîkbûna zelaman dest pê dikin û bi gerrîna li reva wan bi dawî tînin. // Oscar Wilde

Mezintirîn cudahî di navbera jin û mêran de ew e ko zelam tiştan fam dikin, jin têkiliyên navbera wan tiştan. // John Fowles

Ti car dijî jinê nepeyive. Dema xwe demekê ragirî, ew dê bi xwe dijî xwe bipeyive. // Humprey Bogart

Divê yan hezkirina ji jinê yan famkirina ji wê bibijêrî. // Nicolas-Sébastien Chamfort

Pirrtir bala zelamê navincî dikişîne ew jin ya ko bala xwe dide wî ji wê jinê – çi jin be – ya ko lingên delal hene. // Marlene Dietrich

Jin bersinor in: yan ji mêran çêtir in yan xirabtir in. // Jean de La Bruyère

Zelam piştî çar piyaleyan mest dibe, jin piştî çar maçan. // Henry Louis Mencken

Çima jin deh salan tê dikoşe daku mêrê xwe biguherrîne û paşî gazinan dike ko mêr êdî ne ew mêr e yê ko ew li gel zewicîbû. // Barbra Streisand

Dema jin dimire, mêr nabe bîmêr lê dibe sêwî wek zarrokan. // pendek rusî

Ji ber ko ez zelam im, dikarim bibim pop (serokê dînî yê îsawiyên katolîk). // Miguel de Cervantes

Mêr taca mexlûqan e. // nenas

Hezar zelam dikarin bi sulh bijîn lê du jin jî nikarin. // Lukianos

Zelam piçekê lê pirr car dibe dildar - jin gelekê lê kêm car. // Madame de Baste

Ger mêran jî zarrok biwelidandina, dê her malê tenê zarrokek heba. // nenas

Ma hûn dixwazin zelaman fam bikin? Lêkolînan li jinan bikin. // Jean Jacques Rousseau

Xwedê zelam ji berî jinê afirand ji ber ko şîret bo afirandina zelamî nedixwestin. // Jack Carter

Pirrî car tiştên wisan tên keşfkirin yên ko jinan ji mêj dizanîn. // George Bernard Shaw

De bi kêmanî di tiştekî de jin û mêr hevbîr in: baweriya ti ji herduyan bi jinan nayê. // Henry Louis Mencken

Ca ez dê çi zelam bam ger ne ew zarrok bam yê ko bûm. // Albert Camus

Di her zelamî de zarrokek pênc-heşt-salî veşartî ye. // Paul Valéry

Mêr ew e yê te baştirîn salên xwe danê ji ber ko wî ew kirin baştirîn salên te. // D. C. J. Fison

Zewacê ji yekî pirrtir zelam berev seksê ajotine. // Peter de Vries

Bo jinê baştir e li gel wî zelamî bizewice yê ji wê hez dike, ne yê jin jê hez dike. // pendek erebî

Zelam li gel jinekê dizewice daku bela yên dî ji xwe veke û paşî nêçîra gelek yên dî dike daku ji bîr bike ko li gel yekê zewicî ye. // Helen Rowland

Bextiyar ew mêr e yê jinek heye dibêje ka divê çi bêt kirin û sekreterek heye ya wan karûbaran dike. // Lord Mancroft

Mêr ew e yê nikarî aciz bikî bêyî ko xwe jî aciz bikî. // D. // Watkins

Jin mêrên navincî dixwazin, û ta ji mêran tê wa dikin ko navincî bin. // Bertrand Russell

Mêr ew herdu pî ne yên du rojên şemî û yekşeman di bin tirimpêlê re tên dîtin. // Joy Bell

Ti mêrî li gor cilên wî nenirxîne, li gor yên jina wî binirxîne. // Thomas Dewar

Her mêr serwerê mala xwe ye – ta ko mêvan diçin. // nenas

Jinên nûjen her tiştî fam dikin, ji bilî mêrê xwe. // Oscar Wilde

Zelamê nezewicî belkî bêaqil be bêyî ko bizane, yê zewicî qet ti car. // Henry Louis Mencken

Nabe mêr ti car pêşîn binive yan dawîn şiyar bibe. // Honoré de Balzac

Mêr ew e yê ko dixwazî tu ji berî wî bimirî – daku bêyî wî nejiyî. // M. Larter

Rehm û dilovanî ji malê dest pê dike. // Terentius

Cihê hişmendek lê hebe, du bextiyar jî lê ne. // pendek elmanî

Bi xirabî li kesûkarên xwe nepûnije ger bawerî li nik te hebe. Gengeşe û şerrenîxê li gel wî neke yê xirabî li te nekiribe. // Pîrozname

Bextxweşî û bextreşî tenê di çavên zarrokan re dikare bêt dîtin. // Robert Kennedy

Herhal em dê bi zewacê tenê wan tiştan werbigirin yên me dane. // Honoré de Balzac

Ti kes hind kedê bo malê xwe nade hindî yê li gel malî zewiciye. // Frank Hubbard

Bo evînê bes e ko mirov hevberê xwe dilxweş bike. Bo ko di zewacê de bextiyar bî, divê ji kêmasiyên hevbera xwe jî hez bikî yan jî bielimî wan. // Nicolas-Sébastien Chamfort

Zewac bi sê parên xwe evîn e û bi heft parên xwe lêborîn e. // Langdon Mitchell

Zewaca bextiyarane peymana navbera du kesên efûker e. // Ruth Bell Graham

Zelam xaniyan ava dikin, jin malan. // nenas

Gerr û geştên zewacê komedî ne li ser irf û edetên me. Mirov dizewicin daku malekê bo xwe ava bikin lê tişta ew herî pêşîn dikin ew e ko ji mal direvin. // Paul Morand

Jinikê got ko mêrê wê şeva dawetê tiştek wisan pêşniya kir ko birayê wê jî dê newêrîba pêşniya bikira. // James Thurber

Gengeşe sulhê şirîntir dike. // Publius Syrus

Cihê zewaca bêevîn lê hebe, dê evîna bêzewac bêtê. // Benjamin Franklin

Hêza zelaman bûye sedema hin encamên bextreşane. Wan têkiliyên mirovên nêzî hev kirine têkiliyên axa û xulaman. // Bertrand Russell

Evîn ji zewacê xweştir e ji ber ko roman ji dîrokê xweştir in. // Nicolas-Sébastien Chamfort

Divê mirov herdem dildar be. Lew divê mirov qet nezewice. // Oscar Wilde

Tirsa ji bêkesî ji tirsa hatingirêdanê mezintir e lew em dizewicin. // Cyril Connolly

Mirov ne berpirs in ji zewacên têk diçin. Zewac bi xwe heyînek xirab e. // Simone de Beauvoir

Tu dizanî zewac çi ye? Ew e ko jin ji mêrî daxwaz dike ko derpiyê xwe ji xwe bike – daku jin bişo. // Ria Wägner

Zewac hin sinoran datîne ber takekesan û wisan piştrastiyê dide tevahiyê. // Friedrich Hebbel

Nîne ti mêr yê ko tehemil bike ko ew jin, ya ko di xaniyê wî ve dijî, di nav nivînên wî re dinive, ji wî jîrtir e. // Pearl S. // Buck

Carinan baştir e di gengeşeyê de têk biçî, ne bi ser bikevî. // Billie Holiday

Ma dixwazî di hunera gengeşeyê de xwe pêş bixî? Bizewice! // Otto Weiss

Ti car li gel jinê gengeşeyê neke ger ew e westiyayî be – yan bênvedayî be. // H. F. Diefenbach

Di hemî dîroka dinyayê de ti zelam fêr nebûne ko li gel ti jinê bijî. Lê tişta seyr û sosret ew e ko ti zelam bêjin jî nejiyaye. // Lin Jutang

Yê jinek spehî, dîwar li tixûbê zeviyê û gelek rez hebin, şerr ji jiyana wî kêm nabin. // pendek spanî

Ew zewac baş e ya ko bi roj tê jibîrkirin ko jin û mêr evîndar in, û bi şev jî tê jibîrkirin ko herdu jin û mêrên hev in. // Jean Rostand

Tevî ko ev 30 sal in ko ez lêkolînan li ser jinan dikim, min hê jî nikare bersiva vê pirsê bidim: "Jin çi dixwaze?" // Sigmund Freud

Di pergala îroyîn de jin her pare ji mêran û mêr her derxwiyangê ji jinan dixwazin. // Esther Gable

Her tişt gengaz e bo zelamî yê ko ne hewce ye ti bike. // Earl Wilson

Tecrûbe ew e ya ji ber dimîne dema min navê wê jinê ji bîr kiribe. // John Barrymore

Hemî mêrên bi rastî mezin dihêlin ko afirandiyek biçûk stemê lê bike. // Honoré de Balzac

Mêr heye, jin dike. // pendek efrîqî

Peyv mê ne, gotin nêr in. // Gabriel Maurier

Ti zelamî ti zelam nedîtiye ko amade be li gel bizewice ger jin ba. // George Gibbs

Yên bêjin ji yên bijin di biwarê jinan de şarezatir in. Ger ne wa ba, ew jî dê zewicîban. // Henry Loius Mencken

Zelam wê dibêje ya dizane, jin wê dibêje ya dilan xweş dike. // Jean-Jacques Rousseau

Camêrê resen rastiya rûs nabêje ger jin guhdar bin. // Mark Twain

Zelam camêr ew e ko jinê ji her tiştî biparêze – ji bilî ji xwe camêrî. // Ernest Hemingway


Kar û xebat

Tu tê bikoşe karê xwe bike, li kêmasiyên te dê bêt borîn. // Thomas Jefferson

Jiyan bêyî xebat û xwewestandinê ti nade mirovî. // Quintus Horatius Flaccus

Ti dostek wek zîrekiyê baş nîne. Dostaniya xwe li gel zîrekiyê xurt bike, dê qet bêxwedî nemînî. // Bhartrihari

Ti kar ne dijwar e ger bixwazî bikî. // Eusebius Hieronymus

Tenê bi rêya kar dikarî dinyayê wek mala xwe hest bikî. // Berthold Auerbach

Kes ji karî bi xwe hez nake. // Samuel Johnson

Ger zanîna xwe necerribînî, nikarî li bîra xwe bihêlî. // Gaius Plinius Caesar Secundus

Mirov dikare rojê heşt seetan vexwe yan navnivîniyê jî bike lê tek tiştê mirovî berhev bihêle kar e. // William Faulkner

Yê tembel herdem biniyet e bike. // pendek fînlendî

Yê birsî nikare, yê têr naxwaze. // pendek fînlendî

Yê dîn xwe bi karê xelkê ve dikuje. // pendek fînlendî

Paleyê te bi karê pê didî kirin ve dibetile lê bê westan hemî şolên xwe bi xwe dike. // Ugobardus Sulmonensis

Her kes dixebite: belengaz bo debara xwe, zengîn bo parastina malê xwe. // Torriano Piazza Universale

Mirov heywanek e ko amûran bi kar tîne. // Thomas Carlyle

Ma çima li rehetiyê digerrî madem bo karkirinê hatiyî çêkirin. // Thomas à Kempis

Bila xelk bikêlin, em binivin. // pendek fînlendî

Ji karê hinan hinên dî mifa werdigirin. // Aysopos

Her kes li gor hinêra xwe, bo her kesî li gor pêdiviyên wî. // Karl Marx

Nîşana koletiyê ye ger te jî bihayê xwe hebe û bi wî bihayî bikarî werî kirrîn. // John Ruskin

Nefsa yê tembel her dixwaze bêyî ko ti bi dest bikeve lê canê yên zîrek tê têrkirin. // Pendnameya Pirtûka Pîroz

Mîna baweriyê, baldirêjî û çalakî jî çiyayan dihejînin. // William Penn

Dema mirov ti neke, dê fêrî xirabiyê bibe. // Catoyê mezin

Destpêk giringtirîn pişka karî ye. // Efleton (Platon)

Ji berê ve tê zanîn ko bo bênvedanê ew jî bes e ko dest bi xebatek nû bikî. // Lewis Morris

Hinêrek hêja ye fêrbûna bênvedana bi guhertina karekî bi yek din. // Matti Kuusi

Destpêk çawan be, dawî dê wisan be. // Hieronymus

Kar bi xwe bikirê xwe kêfxweş dike. // Martialis

Yê kar dike, duayan dike. // Augustinus

Nan ne bi xwarinê lê bi xwestinê xilas dibe. // pendek fînlendî

Yê pirr hez dike, pirr dixebite. // Thomas à Kempis

Mirov bi her tiştî dikerrixe ji bilî karî. // Gaston de Léwis

Ger te niyet e bixebitî, aniha bixebite. // Plautus

Dê belengaz bibe ew yê destên xwe bi tembelî bi kar tîne lê destê yên zîrek zengîniyê peyda dikin. // Pendnameya Pirtûka Pîroz

Kar û duayan bike. // Benedictusê Nursiyayî

Kevirekî rake, dê min bibînî. // Darekê bişeqîne, ez ê tê de bim. // Hz. // Îsa

Ji berhemên wan hûn wan dinasin. // Mizgîn (Incîl)

Mirovî parçeyek ji dilê xwe daye her tiştî yê ko xebat bo kiriye. // Henryk Sienkiewiecz

Armanca min ew e ko karê xwe bikim zewq û paşî zewqê bi karê xwe bikim. // Aaron Burr

Dema kar dî be, jiyan şahî ye.

Dema kar kotekî be, jiyan koletî ye. // Maksîm Gorkî

Bi rêya kar mirovî xwe pabendî bi kêmî pişkek rastiya jiyanê dike: têkiliyên navbera mirovan. // Sigmund Freud

Berê halxweştirîn ew welat bûn yên ko sirişt lê herî merd bû, niha ew welat in yên mirov lê herî destbikar in. // Henry Thomas Buckle

Her tişt wa ne wek tu dikî. // Plautus

Her tişt, yê ko baş e bêt kirin, baş e ko baş bêt kirin. // Adolphe Monod

Tişta bênvedan bo nebe xwe ranagire. // Ovidius

Yê bixwaze karên mezin pêk bîne, divê kûr li kitekitan bipûnije. // Paul Valéry

Yê nizane dema xwe ya betaliyê baş bi kar bîne, di karê xwe de jî zêdetir dite'ibe. // Ennius

Her xurttir bawer im ko tembelî sedema nebûna aşopan e. // Marcel Jouhandeau

Hemberî bindarên xwe wisan be wek ko dixwazî serdarê te hemberî te be. // Seneca

Ji karî direvim tevî ko xelk bike jî. // Mark Twain

Xwedê di xew diçe ger mirov destên xwe betal berdin. // Miguel de Unamuno

Mirov nizane ka dikare çi bike ta ger necerribîne. // pendek navneteweyî

Kurrê herî biçûk neçar e kemana herî mezin hilgire. // pendek inglîzî

Hemî tiştê xweş bi xwe bike, yê ne xweş bi xelkê bide kirin. // Baltasar Gracián

Divê dest biavêjim xebatê da ji bêhêvîtiyê hişk nebim. // Alfred Tennyson

Kar baştirîn yarê min e. Lê ne yekmejiyî me. // Eva Ralf

Xebat yek ji şêweyên hêrsbûnê ye. // Don Herold

Hişyar be li her xebatê ya hewceyî hin cilên nû be. // Henry David Thoreau

Tişta em dikin qet nayê famkirin, tenê tê spaskirin û lomekirin. // Friedrich Nietzsche

Bi zor li dinyayê ti tişt hebe ko kesek din nikare nebaştir çêke û piçekî erzantir bifiroşe. // John Ruskin

Evîn li ber zîrekiyê nerm dibe. Ger nexwazî evînê bikî, xebatê bike, dê wa parastî bî. // Ovidius

Karê bo karî dij-siriştî ye. // John Locke

Ka ez ji te re bibêjim ko nekirina ti tiştî dijwartirîn tişt e li vê dinyayê, dijwartirîn û jîrdartirîn. // Oscar Wilde

Qet bo sibê nehêle wî karî yê ko dikarî dusibê jî bikî. // Mark Twain

Ti erk ne hindî erkê dilşadbûnê ne kêmnirxdayî ne. // Robert Louis Stevenson

Her kes bepirsiyarî her tiştî ye yê ko li dinyayê diqewime. // Fyodor Dostoyevskî

Hemî hêz erk e. // Victor Hugo

Ger mirovî mafê gelekê hebe, divê bi piçekê razî be. // Seneca

Ger jiyana xwe bigirî destê xwe, dê tiştek kembax biqewime: êdî nikarî her tiştî bikî binasên xelkê. // Erica Jong

Tirsa ji berpirsiyariyê nisaxiyek serdema me ye. // Otto von Bismarck

Erk ew e ya mirov dipê ko divê xelk bike, ne mirov bi xwe. // Oscar Wilde

Ez tenê mirovek im lê dîsan jî tiştek im.

Nikarim her tiştî bikim lê dikarim tiştekî bikim.

Ya ji min tê texsîriyê nakim. // Helen Keller

Gelo çi ye erkê te? Ya roj ji te dixwaze. // Johann Wolfgang von Goethe

Barê dilxwazî ne giran e. // pendek îtalî

Kar jiyanê şirîn dike. // pendek elmanî

Jê daxwaz bike bila piçekê raweste – ez ê aniha karê xwe temam bikim. // Carl Friedrich Gauss (dema peyam digihiyê ko jina wî li ber mirinê ye)

Divê em bûstanê xwe bikêlin. // François Marie Arouet Voltaire

Ji bêemeliyê asin dibe jengarî, ava genî pakiya xwe winda dike û seqa li ber sarmayê diqerrise. Wisan betalî jî şerbeta jiyanê tal dike. // Leonardo da Vinci

Ti tişt wek wê asan nîne lê ew dijwar dibe dema bêdilî xwe wê dikî. // Publius Terentius Afer

Hemî karên bimeaş mejî dimêjin û bêqîmet dikin. // Arîstoteles

Çiqas pirrtir bixwazim tiştekî bikim, kêmtir wî tiştî kar dihesibînim. // Richard Bach

Pirr plan tenê pêşbîniyên nebisexbêr in. // Ben Bayol

Bikoşe bêna xwe fire bikî û ji krîzê zewq wergirî. // Yogi Berra

Derencam zêde hatiye nirxbilindkirin. Dersa rastîn mirov ji wê têkoşînê digire ya ko di navbera xewn û rastiyê de cih digire. Ew têkoşîn tiştek e ko jê re jiyan tê gotin. // Garth Brooks

Ti kes nabîne ko hin mirov enerjiyek bêqam xerc dikin tenê daku bibin normal. // Albert Camus

Yê dixwaze karê xwe bikemilîne, divê pêşî amûra xwe bihesû. // Konfuçe

Ger têkoşîn nebe, pêşketin nabe. // Frederick Douglas

Dahîtî yek ji sedê ji Xudê ye û not-û-neh ji sedê ji xuhê ye. // Thomas Alva Edison

Dema tevnên tevnpîrkan bigihin hev, dikarin şêran jî pê girê din. // pendek hebeşistanî

Xwedê gûzan dide lê wan naşkîne. // pendek elmanî

Yê dixwaze lê naxebite, belayê peyda dike. // William Blake

Bela jî tenê derfetek e. // Henry J. // Kaiser

Mêrê berev herrikê ve melevaniyan dike, hêza herrikê dizane. // Woodrow Wilson

Bar hevberî hêza hespî ye. // Telmûd

Ne her tiştê hez jê dikî bike, her tiştê dikî hez jê bike. // Nenas

Ger bi karê xwe pareyan peyda nekî jî lê ji karê dikî hez bikî, tu biserkeftî yî. // Nenas

Teyrikê zû-şiyar kirmikî digire. // Nenas

Her kes dixwaze dinyayê biparêze; ti kes naxwaze alîkariya dayikê bike daku xwarinê amade bike. // P. J. O'Rourke

Diyarî digihin wî yê xeyalan dixebitîne. // William Benton

Gelek kesên jiyana bazirganî didin pey vê rêbazê: ne rêbaz lê pare. // Mardy Grothe

Tek cudahiya di navbera mirovê pîşekar û mirovê bazirgan de ew e ko bo mirovê pîşekar bidestxistina pare tiştek tesadifî ye, bo yê bazirgan bingeha bûneweriyê ye. // Frank Lloyd Wright

Ti kesî li nav nivînên mirinê negotiye: "Xwezî min zêdetir dem li daîreyê biboranda." //Paul Tsongas

Yek ji nîşanên nêzbûna li peqîna demarên mejî ew e ko mirov bawer bike ko karê mirovî pirr giring e. // Betrand Arthur William Russell

Tişta ecêb ne ew e ko em vî karî dikin lê ew e ko em pê kêfxweş in. // Dayik Teresa

Tek cihê lê biserkeftin ji berî karî ye ferheng e. // Donald Kendall

Ji wî cahiltir mirov nîne yê ko pirraniya jiyana xwe bo debarkirina jiyara xwe dide. // Henry David Thoreau

Zîrekî êşek e ya ko ciwan û cahilan digire. // Ambrose Bierce

Pêşî dest bi ya pêwîst bike paşî bi ya gengaz, dê taliyê bibînî ko ya negengaz dikî. // Nenas

Pispor kesek wisan e ko her zêdetir tiştî li ser kêmtir tiştan dizane ta ko dawiyê her tiştî li ser ne-ti-tiştî dizane. // Nenas

Leşê sax pêdivî bi xwewestandinê nîne û yê nesax jî nikare ti bike. // Nenas

Ger kêlîka dawiyê neba, ti tişt nedihat kirin. // Nenas

Kesê şaşiyan neke, ti din jî nake. // nenas

Kesê ti neke, şaşiyan jî nake. // nenas

Yê bêaqil pirr dixebite, yê hişmend planan dike. // nenas

Ji her têkçûnê mirov ji hemî biserkeftinan zêdetir fêr dibe. // nenas

Ger masiyekî bidî min, ez dê rojekê têr bim. Ger min hînî masîgiriyê bikî, ez dê xwe xwedî bikim. // nenas

Ger tiştekî îro û sibê nekî, dusibê jî neke. // nenas

Ger dema ji kar vedigerrî ji dema ji mal bi rê ketî kêmtir enerjîdar bî, tu tawanbarî gunehek mezin î: diziya malê dikî. // Jagdish Parikh

Ahengî tenê serûberiyek berdemî ye hemberî tevliheviya jênagerr û bivê-nevê. // nenas

Her tişta gengaz di cih de tê kirin lê bo kirina tişta negengaz piçek dem divê. // nenas

Dinivîsim ji ber ko ne mecbûr im. // nenas

Xebata zêde ti car ti kes nekuştiye lê ma çima ez rabim xwe lê ma çima rabim xwe bicerribînim. // Ronald Reagan

Dema bo xelkê demek dirêj divê daku ew pirsgirêkekê çare bikin, ew hêdî ne. Dema bo me demek dirêj divê daku em pirsgirêkekê çare bikin, em bisexbêr in. // nenas

Dema tiştek hatibe xirabkirin, bi sererastkirinê ew zêdetir tê xirabkirin. // nenas

Ma çima li biserkeftinekê rabiwestî madem dikarî wê jî bi cerribandinek nû têk bibî. // nenas

Tişta bi xwe bikarî îro bikî, sibê bi xelkê bide kirin. // nenas

Tiştek pirr zewqdar e ti tiştî nekî dema ji her gavê bileztir î. // Salvador Dalí

Pirr kêm tişt hene ko ji dil wiha bibêjim: vê dikim ji ber ko hez dikim. // nenas

Proje armancek e ko yên nekar tê dikoşin yên nexwaz negengaziyan bikin. // nenas

Mal bi hinêrê tê parastin, ne bi garranek mirovan. // pendek fînlendî

Mêr bi karê xwe tê spaskirin, ne bi gotinên berz û bilind. // pendek navneteweyî

Teyrikê zû-şiyar kirmikan digire lê mişkê dûhatî penîrî peyda dike. // nenas

Cerribandin yekem gav e ber bi têkçûnê. // Homer Simpson

Ne hewce ye ko evîndarê karê xwe bî. Xwefiroşî jî bes e. // Serdarê karên xwe be, dinya dê li dûv te were. // pendek latînî

Tamîr neke ger neşkestibe. // pendek latînî

Her peledînek jîrik dikare her tiştî mezintir, dijwartir û tundtir bike. Pêdivî bi destê bilîmetek î – û pirr wêrekiyê heye – daku tişt ber bi hêla durist ve biçin. // Albert Einstein

Aborînas bi jimaran ve mijûl in lê wan kesatî nîne ko bibin hesabgir. // nenas

Ez ji fêrbûnê hez dikim lê hatinfêrkirinê nefret dikim. // Winston Churcill

Ger du mirov mîna hev biramin, yek ji wan nepêdivî ye. // Ray Krock

Asteng min ranawestînin. Her asteng min zêdetir ber bi rêya min ya rast ve dibe. // Leonardo da Vinci

Ti tiştek ne wek teoriyek baş pratîkî ye. // Franci Galton

Yên xwedî zanîn, pêşbîniyan nakin. Yên pêşbîniyan dikin, nizanin. // Laotse

Tu erkê xwe bi cih bîne, ya mayî bispêre xwedayan. // Pierre Corneille

Em ji dûr li gihiştina ser rêya erkan digerrin tevî ko em dikarin serê rêkê tam li nêzî xwe jî bibînin. // Meng-Tsu

Erkê xwe yê nêzîk baş bi cih bîne. // Pittakos

Erkê xwe yê nêzîk bi cih bîne. // Thomas Carlyle

Teqwatî ew e ko ji Mesîhî bawer bikî û erkên xwe bi cih bînî tam di wî karê jiyanê de yê ko Xwedê tu vexwendiyê. // Martin Luther

Bicihanîna erkan ew e ya em ji xelkê dipên. // Oscar Wilde

Ew erkê min e û herwiha wisan dixwazim jî. // Sir William Schwenck Gilbert

Em pê dihesin ko du hez me ji hev radikêşin: erk û daxwaz. Vê serdemê daxwaz li pêş erkî dimeşe û rêberiya me dike ber bi qeyranek sincî ve. // Émile Durkheim

Min erkê xwe kiriye, qet ne tiştek zêdetir. // Henry Fielding

Ev gorra Henry Lawrence e yê ko tê koşî erkên xwe bi cih bîne. // (Li ser gorra Sir Henry Montgomery Lawrence)

Niha razî me: Spas bo Xwedê, min erkên xwe bi cih anîne! // Horatio Nelson


Keyf û zewq

Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye. // Sardanapalus (paşayê dawîn yê Asûryayê)

Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.// Alexis (300 bz)

Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ko dê zû biqede. // Erubin (450 bz)

Ew dixwin, ew vedixwin, ew direqisin û distrin. // Geoffrey Chaucer

Nîne rengîntir zewq ji ramanê. // Jorge Luis Borges

Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin. // Konfuçe

Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê. // Epikuros

Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî. // Epikuros

Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. // - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e. // Jonathan Swift

Ew keşîşên han ne dixwin daku bijîn lê dijîn daku bixwin. // ’’François Rabelais

Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm. // Sokrates

Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ko em bijîn tenê daku em bixwin. // Se'diyê Şîrazî

Cejn ji civatê çêdibe. // pendek inglîzan

Zewq bi xwe tiştek baş e, tek tişta baş e. // Jeremy Bentham

Bawer dikim ko dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. // Lew min bo xwe kiriye pend ko her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne. // Tobias Smollet

Çend pirrtir lê biçe, hind pirrtir bizewq e. // Decimus Junius Juvénalis

Ya te bihadartir standibe, dilnermtir jê hez dikî. // Guillaume De Lorris

Dilbertirîn tişt bo me ew e ya ko li ser me bihagiran sekiniye. // Michel de Montaigne

Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin. // Thomas Adams

Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan. // Thomas Paine

Rojekê jî bê zewq neborîne!// nenas

Ji bilî zewqa wan, ti tişt ne xema kesekî ye. // Publius Ovidius Naso

Zewqa herî ewledar herî kêm tê nirxdan. // Publius Ovidius Naso

Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin. // Publius Ovidius Naso

Mirov herdem amade ne ji skandalan bawer bikin. // Publius Ovidius Naso

Coşdartirîn zewq ya gîrokirî ye. // Publius Ovidius Naso

Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî. // Benjamin Whichcote

Zewq e em wan tiştan bikin yên ko xelk bawer nake ko em dikarin bikin. // Walter Bagehot

Ger zewq bibe mijûliyek berdewam, ew êdî namîne zewq. // Thomas Chandler Haliburton

Ger bikarî zewqê û mifayê bikî yek, hemû para te ye. // Quintus Horatius Flaccus

Muzîk dermanek şirîn e bo derdan. // Quintus Horatius Flaccus

Gîroyî ruxîner e bo wan yên ko bo tiştekî amade ne jî. // Marcus Annaeus Lucanus

Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye. // Dante Alighieri

Hêdîka bilezîne. // Caesar Augustus (Gaius Octavius)

Yê lezok ne hişmend e. // pendek çîniyan

Ji bahozê hez dikim û ji bayê hêwir ditirsim. // Qiralîçe Kristîna (1626 - 1689)

Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin. // Qiralîçe Kristîna

Hez û azwerî xwêya jiyanê ne. // Qiralîçe Kristîna

Bilezettirîn tişt ew e ko zewqê bo xelkê peyda bikî. // Jean de La Bruyére

Mirov lawirek xwarinçêker e. // James Boswell

Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ko têr zewqê jê bistînin. // Kazuko Okakura

Baştir biryar nîne ji wê ko dest ji lez û bezê berdî. // Henry David Thoreau

Yezdan afirandin erd û esman lê ti basa lez û bezê nekir. // pendek fînlendiyan

Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike. // Leo Baeck

Mereqdarî bo mirovan gunehkariyek xwezayî û xweristî ye. // Michel de Montaigne

Me ti zewq yan qencî nîne ko piçek xirabî têkilî nebûbe. // Michel de Montaigne

Hesûdî mereqdariyê diafirîne. // Molière

Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e. // Plutarkhos

Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin. // Laotse (500 bz)

Dijwarî çend xurt be, dijberî hind bihêztir dibe. // Jean de La Fontaine

Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. // Tenê yê bi serê xwe digerre azad e. // Aaro Hellaakoski

Gunehê xwe çend kûrtir gihandibe, hind şirîntir e. // William Congreve

Agir jî ji razan asantir e bo ko mirov di devê xwe de bigire. // Caius Petronius Arbiter

Heza xwepesndana bi hindê ko razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ko ew raz bêt diyarkirin. // Samuel Johnson

Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ko ti niyet nîne ko wan li nik xwe biparêzin. // Charles Caleb Colton

Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e. // Musaios

Tevî ko du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin. // pendek elmanî

Muzîk tek zimanê hevpar yê hemû dinyayê ye. // Samuel Rogers

Peyvên nerm, yên bêwate stranan diafirînin. // Edmund Waller

Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. // Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin. // Platon (Efletûn)

Muzîk evînek e ko li peyvên xwe digerre. // Sidney Lanier

Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî. // Horacio Guarani

Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin. // Joseph Addison

Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer // Honoré de Balzac

Rîsk tamê didin jiyanê. // Alexander Smith

Di talûkeyan de bijî! Xaniyê xwe li betena Vesuvius ava bike! // Friedrich Nietzsche

Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de. // François Rabelais

Zewqdartirîn tişt ew e ko basa wan belayan bêt kirin yên ko mirov jê filitiye. // Euripides

Tenê canê azad bi ebedî xort dimîne! // Johann Paul Richter (Jean Paul)

Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be. // Voltaire

Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî. // Samuel Johnson

Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr. // John Donne

Tenê derya kûriya deryayê dinase // nenas (ji Nîti Sastras n. // 1250)

Li herderî derdorî min tenê av û esman e. // Publius Vergilius Maro

Av, tenê av e li herderê. // Samuel Taylor Coleridge

Derya siriştane hevpar e bo hemûyan. // Titus Maccius Plautus

Derya bi hezaran awayan dikene. // Aiskhylos

Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire. // John Keble

Betalî şirîn e. // Decimus Junius Juvénalis

Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm. // William Shakespeare

Ma keştî ji bilî zindanê çi ye? // Robert Burton

Hest, ya ko tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî. // Paul Valéry

Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê. // John Fletcher

Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne. // Homeros

Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ko em difirrin. // John Gay

Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan. // Pîrozname

Piyaleyek meyê dikare tiştên seyr û sosret bike: dilî ji barê diltengker azad bike. // Quintus Horatius Flaccus

Sê perdaq mey her kesî tînin ser rêya rast. // pendek çîniyan

Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe. // George Pettie

Pesna meya kevn bide. // Pindaros

Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne. // Columbanus (600)

Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e. // Thomas Jefferson

Nîne evîn bêyî mey. // Euripides

Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî. // Euripides

Nîne şadî bêyî meyê. // Pesachim (n. // 450)

Mey evînê dixe dilê te ger zêde venexwî. // Publius Ovidius Naso

Mey jiyan e. // Caius Petronius Arbiter

Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike. // Henry Fielding

Mey pişta xwe dide mirov: pêşî dost e û paşî dijmin. // pendek ewropiyan

Mey yekem çek e ko şeytan pê êrişî xortan dike. // Eusebius Hieronymus

Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e. // Alkaios

Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê. // Aleksis Kivi

Bêdengî têkiliya dilê jixwehay e li gel xwe. // Henry David Thoreau

Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. // Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye. // Henri Amiel

Di tevliheviyê spehîtî nîne. // Fîlonê Skenderyayî (n. // 10/15 bz - 50 pz)

Serwera dinyayê pergal e. // Şeytan tevlihevî peyda kiriye. // Jonathan Swift

Spehîtî ji rêkûpêkiyê diafire. // William King

Tişta bikêr bedew e. // Platon (Efletûn)

Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî. // Victor Hugo

Spehîtî xwe li ser bingehên pêdivîtiyê digire. // Ralph Waldo Emerson

Tiştek spehî ye ji ber ko ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e. // Khrysippos

Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ko spehî ye! // Ben Jonson

Bawer dikim ko başî tenê ew e ko spehîtî di jiyanê de tê bikaranîn. // Jean-Jacques Rousseau

Axiftin ji hev dike, bêdengî li hev tîne. // Henry David Thoreau

Bo ko yekî bêdeng bikî, pêşî bi xwe bêdeng be. // Mariano José de Larra

Bêdengî şert e daku bikarî xwe bigihînî bilindtirîn hişmendiyê. // Ebdullah ibn Muqeffe

Her tiştê gir û gewre di bêdengiyê de diafire. // Erik Gustaf Geijer

Mîna hingmêşan, yên ko tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye. // Thomas Carlyle

Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin. // Keigemni (n. // 2500 bz)

Rewatiya hebûna spehîtiyê di wê bi xwe de ye. // Ralph Waldo Emerson

Spehîtî tek tişt e ko dem nikare ziyanê bigihîniyê. // Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî. // Oscar Wilde

Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ko spehîtî têt wateya başiyê. // Leo Tolstoy

Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike. // August Stringberg


Perwerde

Ne bo dibistanê lê bo jiyanê. // Lucius Annæus Seneca

Baştirîn perwerde wî wergirtiye yê ko fêr bûye xwe hem li ber xeman û hem jî li xweşiyan ragire. // Jean-Jacques Rouseau

Perwerdekirina zarrokan hilgirtina jiyanê ye di çira û pêtalekê de ko em ji nifşê xwe raberî yê bêt dikin. // Efleton (Platon)

Hemberî dêbavên xwe wisan be wek ko dixwazî zaroyên te hemberî te bin. // Isokrates

Mezintirîn pirsgirêka pedagojîk: çawan zarro bên fêrkirin daku ne zêde bişibin dêbavên xwe. // Otto Weiss

Mirov tek pişka siriştê ye ko hewceyî perwerdeyê ye. // Immanuel Kant

Baştirîn awayê borandina jiyanê ew e ko mirov dema xwe gorî tiştek wisan bike ko piştî mirovî jî li jiyanê bimîne. // William Jones

Ne xem e ger nenas bimînim lê dikoşim wisan bijîm ko tiştek hejî bibîranînê ji nifşên pey xwe re bihêlim. // Konfuçe

Ger mirov bikare di mirina xwe de coşdariyê diyariyî zarroyên xwe, mirov mîrasek bêtixûb binirx ji wan re hêlaye. // Thomas A. // Edison

Reftar neynikek e ko her kes tê re wêneyê xwe nîşan dide. // Johann Wolfgang Goethe

Armanca perwerdeyê dirûvandina karakterê ye. // Herbert Spencer

Ger dêbav zêde ji zarroyên xwe re bikin, zarro ti ji xwe re nakin. // Elbert Hubbard

Herî zêde wî bandor û hîkarî wî edetî li min kiriye ko li vir li Emerîkayê dêbav rêzê li zarroyên xwe digirin. // Dukê Windsorê

Dema zarrok tê perwerdekirin, divê li pîriya wî bêt ramîn. // Joseph Joubert

Perwerdeya mirovî ta mirinê didome. // Robert E. // Lee

Ger dilê te bixwaze bersiva agirî bi agirî bidî, ji bîr neke ko agirkuj bi pirranî avê bi kar tînin. // S. // Hayakawa

Bihêlin zarrok bilîzin, û perwerdeyê têkilî yariyan bikin. // Fénelon

Bi hêceta lîstikan mirov dikare her tiştî bi zarrokan bide kirin. // Otto von Bismarck

Ma ne ecêb e ko kesê zarro nînin dikarin wan baş perwerde bikin? // Konfuçe

Li gor têgihiştina min, ger mijar bi kûrî bêt vekolîn, mirov nikare zêde qenciyê li zarrokî bike ger ji dilê xwe bidiyê. // Lee Salk

Dosto, min pirrî car bîstiye ko mezintirîn mêr ew e yê ji xwe dipirse ka divê çi bike, û yê dûvre mezin ew e yê guh dide şîretên baş. // Titus Livius

Ji bilî hêbitînê ti destpêk bo fêrbûnê nîne. // Efleton (Platon)

Xwe perwerde bike çiku dema şens tavilê ji dest te biçe, dê bimîne zanîn ya ko mirovî nahêle. // Cato

Bila perwerdeya formal ti car rê li ber perwerdebûna te negire. // Mark Twain

Ger nehatibî perwerdekirin, divê mejiyê xwe bi kar bînî. // Nenas

Perwerde ne dagirtina setlekê lê hilkirina agirekî ye. // William Butler Yeats

Hindî bijiyî, fêrî jiyanê bibe. // Lucius Annæus Seneca

Mirov fêr dibin dema xelkê fêr dikin. // Seneca

Mirov herî baş bi nimûneyan fêr dibin. // Plinius

Şagirdê di ber mamosteyê xwe re neke kêrî ti tiştî nayê. // Leonardo da Vinci

Mamoste deriyan vedikin lê divê mirov bi xwe biçe têve. // pendek çînî

Tenê şagird dikarin bibin hoste. // pendek Rojhilatî

Bi kirinê em fêrî kirinê dibin. // Arîstoteles

Encam hosteyê bêhişan e. // Livius

Dîrok mamosteya jiyanê ye. // Cicero

Malê mirovê xwenda herdem pê re ye. // Plædrus

Zikê têr ne dilxwaz e fêr bibe. // Plinius

Yê xwenda ne di her tiştî de xwenda ye, yê jîr di her tiştî de jîr e, di nezaniyê de jî. // Michel de Montaigne

Ta min dest bi wanedanê nekir, fêrî ti tiştî nebûbûm. // Anatole France

Ti car pêrgî ti kesî nehatime ko mirov nikare ti tiştî jê fêr bibe. // Alfred de Vigny

Jiyan mirovên mezin fêr dike û rê dide yên biçûk bi rêya xwe biçin. // Marie von Ebner-Eschenbach

Ji ber xişkirinê (nerîna bêdestûr) ji dibistanê hatim avêtin. Min li waneya metafizîkê awirek li giyanê yê bi rex xwe ve gerrand. // Woody Allen

Em li wê paradoksê asê bûne ko perwerde bûye yek ji kembaxtirîn astengên dijî azadiya hişî û ramanî. // George Bernard Shaw

Baş e mirov bijî daku bielime. // Miguel de Cervantes

Fêrbûna edetên nû giring e çiku wisan mirov dikare xwe bigihîne navoka jiyanê. // Henri Frédéric Amiel

Dema şagird amade be, hoste xwiya dibe. // pendek budayî

Di fêrbûnê de mereqdariya azad ji kotekiyê bibandortir e. // Augustinus

Ya giring ne xwendina pirr e lê ya bikêr e. // Aristippos

Divê pirr bê xwendin lê ne gelek pirtûk. // Gaius Plinius Cæsar Secundus

Pirrcûniya pirtûkan me bêşiyan dike. // Voltaire

Ger ji ji fêrbûnê hez bikî, hema te xwe gihandiye zanînê. // Tse-tzu

Mirov tenê ji wî fêrî kirinê dibe yê bi xwe dike. // Lucius Annæus Seneca

Ji pirtûkan pirrtir dikarî ji mirovan fêr bibî. // Sir Thomas Overbury

Pirr ji mamosteyên xwe fêr bûn, hê pirrtir ji hevkarên xwe lê herî zêde ji şagirdên xwe. // Judah HaNasi

Pirr fêr bûm ji mamosteyên xwe, pirrtir ji pirtûkên xwe lê herî zêde ji belayan. // Isaac Kaminer

Bi zaneyî em fêr dibin ji wan yên em jê hez nakin, lê bê zaneyî ji wan yên em jê hez nakin. // Joseph Klausner

Bi kurterêya şahan ve kes nikare xwe bigihîne jeometriyê. // Eukleides

Şerm nakim diyar bikim nezaniya xwe li ser mijarên ji min re nenas. // Marcus Tullius Cicero

Yê bo fêrbûnê xwe wisan nizm bike ko nezaniya xwe diyar bike, dê taliyê bêt bilindkirin. // Telmûd

Pêşî divê mirov îtîraf bi nezaniya xwe bike ta ko cihê wê dagire. // Michel de Montaigne

Armancek mezin ya fêrbûnê gerrîna li têgihiştinek windakirî ye. // Meng-zu

Em ne bo jiyanê fêr dibin lê bo ko li wanexaneyê bi ser bikevin. // Seneca

Peyv tenê pif (hewa) e, û perwerde jî li ser peyvan hatiye damezrandin. Lewre perwerdebûnî tenê hilmek ba ye. // Jonathan Swift

Pergala perwerdeya me pergala bêhêvîtiyê ye. Em fêrberên peyvan in. // Ralph Waldo Emerson

Rast e ko pirr ji pirtûkan fêr bûyî, lê ji bîr neke ko jiyan jî dikare fêr bike. // Marcus Porcius Cato

Pirtûk pirr kêm tiştên dinyayî fêrî me dikin. // Oliver Goldsmith

Pirtûkên jiyannasiyê pêve nekî ji te re bêkêr in. // Samuel Johnson

Pirtûk piçûk û panik in. Tenê jiyan gir û gewre ye. // Thomas Carlyle

Dikarî hişmend bî tevî ko te ti pirtûk jî nexwendibin; lê ger ji her tiştê hatî nivîsîn bawer bikî – ne hişmend î. // Leo Tolstoy

Min dibistana dijwar ya bivê-nevêtiyan xwendiye. // Sofokles

Ger min hindî xelkê xwendiba, min dê ji wan zêdetir nezanîba. // Thomas Hobbes

Carina hes pê dikim ko xwezî pirtûka berdilî min tenê ji pirtûkên lêgerrînê pêkhatî ba. // Donald J. Adams

Ji pirtûkan kes fêrî mirovan nabe. // Benjamin Disraeli

Bi kûrî fêrî pirtûkan bûyî lê pirr sivik fêr xwe. // John Milton

Herûher bo jiyanê bixwîne, ne bo ko dê sibê bimirî. // pendek ewropî

Bo ko bikarî karên mezin bi cih bînî, divê wisan bijî mîna ko qet nemirî. // Luc de Clapiers de Vauvenargues

Xwendatî gencîne ye. // Caius Petronius Arbiter

Bikoşe ko ji her tiştî tiştekî fêr bibî û ji tiştekî jî hemiyê. // Thomas Henry Huxley

Perwerde tê wateya xwedisiplînê bo xortan, xemrevînê bo pîran, zengîniyê bo hejaran û şengiyê bo zengînan. // Diogenes

Bila xwendekariya te mîna stiranekê be! // pendek babîlonî

Hemî fêreya xwe spêdeyê da'ûre lê êvarê bi heval û hogirên xwe re vehelîne. // Lord Chesterfield

Ya herî giring ew e ka dê çawan xwe biparêzî ji neçarbûna ramalîna tiştê fêrbûyî ji xwe. // Antisthenes

Em bê vehewîn dixebitin daku bîra serê xwe dagirin lê têgihiştina xwe vala dihêlin. // Michel de Montaigne

Em hêdîka fêr dibin ji bîr bikin ya em fêr bûne. // Lucius Annæus Seneca

Zarroyê siriştê, fêr bibe azad bike mejiyê xwe ji ya tu fêr bûyî. // Benjamin Disraeli

Hişmendî herdem kêrî mirovî tê lê perwerde carina xezeb e. // John A. // Shedd

Bêyî tecrûbeyan ti kes fêr nabe. // Efleton

Yê dike hû dibe. // George Herbert

Ew e perwerdebûyî yê dizane karên wisan jî bike yên ko ti car nekirine. // George Herbert Palmer

Bi vekolîna yên kevn em fêrî yên nû dibin. // Konfuçe

Mamosteyek ne bes e. Li nik yek din jî bixwîne. // Telmûd

Ger ne niha be, pa kengî? // Lakydes

Temen hişmendbûnê asteng nake. // Aiskhylos

Hindî hê tiştek nizanî hebe, xwe fêr bike. Ger bawerî bi pendê hebe: jîn hemî fêrbûn e. // Lucius Annæus Seneca

Ti car em ne hind pîr in ko fêr nabin. // Oliver Goldsmith

Ger duh miribam, min dê ew nizanîba. // pendek fînlendî

Bi zêdebûna jiyê xwe re roj bi roj hin tiştên nû hîn dibim. // Solon

Bi fêrbûnê yê pîr jî geştirîn dema xortaniya xwe dijî. // Aiskhylos

Hê jî fêr dibim! // Michelangelo Buonarrotti

Li ber min kembaxtirîn tişt dibistanek e ya ko bi azîneyên tirsê, kotekiyê û desthilatiyek çêkirok tê meşandin. Reftarên wisan hestên saxlem, jidilî û bixwebaweriya şagirdan dimirîne û tepeseran peyda dike. // Albert Einstein

Tecrûbe dibistanek baş e lê bihayê wê giran e. // Heinrich Heine

Dibistana fermî dê jiyarê bide te. Xwe-perwerdekirin dê felekê bike di dest te de. // Jim Rohn

Em her roj tiştekî fêr dibin, û pirrî car wê fêr dibin ko ya roja berî wê em fêr bûyî şaş bû. // Bill Vaughn

Perwerde tiştek heyranî ye, lê divê car-car bêt bîra mirovî ko ti tiştek kêrî zanînê nikare bêt fêrkirin. // Oscar Wilde

Perwerdeya rast divê me fêr bike em ji xwe derkevin û bigihin tiştek pirr hejîtir, bigihin ne-ezîtiyekê ya ko me û hemî mirovatiyê bi hev re girê dide. // Nancy Astor

Perwerde gihandina giyanên mirovan e ber bi tiştên herî baş û peydakirina tiştên herî baş e ji wê. // John Ruskin

Perwerde asan dike ko mirov bên birêvebirin lê dijwar dike ko bên ajotin; asan dike ko bên meşandin lê negengaz dike ko bên kolekirin. // Henry Peter Brougham

Ti şaxek matematîkê – ya çend abstrakt be jî – nîne ko rojek neyê ko kêrî hin diyardeyên cîhana rastîn bêt. // Nikolay Îvanovîç Lobaçevksî

Perwerde ew e ko bikarî guh bidî hema her tiştî bêyî ko bênteng bibî. // Robert Frost

Tenê yên perwerdebûyî azad in. // Epiktetus

"Em nikarin bêyî jan perwerde bibin." // Arîstotees

Lê ger tu bipirsî ka çi sûde ji perwerdeyê heye, bersiv pirr asan e: perwerde mirovan qenc dike, û mirovên qenc camêriyê dikin. // Efleton (Platon)

Perwerde vedîtinek pêşkevî ya nezanîna me bi xwe ye. // Will Durant

Hemî hinêra fêrkirinê tenê şiyarkirina mereqdariya siriştî ya mejiyên nûgihiştî ye. // Anatole France

Fêrbûn hesîna bi wê ye ya ko tu êdî jixwe dizanî. // Richard Bach

Ez bêdengiyê ji dengdaran, bênfirehiyê ji bêntengan, qenciyê ji neqencan fêr bûme, lê - ecêb e – dîsan jî ne spasdarî wan mamosteyan im. // Xelîl Cibran

Herî baş ew kes alîkariyê dike yê xelkê fêr dike ko bikarin alîkariya xwe bikin. // A. P. Gouthey

Pratîk baştirîn fêrker e. // Publilius Syrus

Dibêzim û ji bîr dikim. Dibînim û tê bîra min. Dikim û tê digihim. // Konfuçe

Sê awayên bingehîn yên peydakirina zanyariyê hene... çavdêriya li siriştê, raman û cerribandin. // Çavdêrî agayan peyda dike; raman wan digihîne hev; cerribandin encama wê hevgihandinê dirastîne. // Denis Diderot

Nexwendayê pêşerojê dê ne kesek wisan be ko nizane bixwîne lê dê yek wisan be ko nizane fêr bibe. // Alvin Toffler


Şînî û şadî

Ne baş e bextreş bî lê baş e bextreş bûbî. // Georges Brossin de Méré

Kêf jiyanê dirêj dike; xem derd û kulan dide. // pendek çînî

Rondik qedera mirovan in. // Vergilius Maro

Ti tişt wek rondikan zû ziwa nabin. // Marcus Tullius Cicero

Di girî de cûnek zewqê heye. // Ovidius

Kêf avis dikin, xem diafirînin. // William Blake

Lezetek hind mezin bû ew kurkkirina xeman di dilî de ko wî nedihêla ti xweşiya dinyawî yan kêfek dî wê rawestîne. // Mark Twain

Kêfxweşî bo bedenê baş e lê xem hêzên giyanî pêş dixe. // Marcel Proust

Xem me hemiyan dîsan dike zarrok. // Ralph Waldo Emerson

Bi xemên zarrokan nekene. Hemî êş û azar wek hev in. // Charles van Lerberghe

Ciwanî rondikan dinase bêyî xeman, pîrî xeman bêyî rondikan. // Joseph Roux

Nîne roj bê xem. // Lucius Annaeus Seneca

Xem mirovan bi cidî dide pûnijandin, têgihiştinê tûj dike û dilî dinermîne. // John Adams

Her dilî xemên xwe yên nehînî hene ko xelk nanase lew em pirrî caran dibêjin filankes sar dema ew bi rastî xemgîn e. // Henry Longfellow

Gelek kes bawer dikin ko xem beşek ji xweşiyên jiyanê ye. // Soren Kierkegaard

Nîne mezintir êş û azar ji hindê ko mirov di hejariya xwe de rojên xwe yên xweş bi bîr bîne. // Dante Alighieri

Xema borî zewq e. // Thomas Fuller

Şirîn e zewqa piştî xemê. // John Dryden

Li Xemistanê em hemî bi tenê ne. // May Sarton

Kesê pirr êş kişandiye, pirr fêr bûye. // stiranek Roland

Xem hişmendî ye. // John Keats

Xem bo me hişmendî ye. // Alfred Tennyson

Xem rastiyan nîşa me dide wek çawan şev jî stêran. // Philip James Bailey

Ma dê çi ji xewnên têrxem bo te bimîne ger jê hişmendiyê fêr nebî. // Maria Jotuni

Dilê min hind bi xemê hatibû dagirtin ko min dikarî hemî bajar pê bixeniqînim. // Harriet Beecher Stowe

Xemgîniya bêdeng ji hemiyan xeternaktir e. // Jean Racine

Xema ragirtî dilî dipeqîne. // pendek inglîzî

Dilê xwe nerm bike bi vegotina belaya bûye qedera te çiku veşartina kul û kovanan di avika xwe de dikele û difetise. // Publius Ovidius Naso

Tenê ew kes, yên ko fêrî nasîna xemê bûne, dikarin wê li gel xelkê parve bikin. // Sofokles

Dê siviktir bibe li te barê xeman ger te heval yan hevrêyek guhdar hebe. // Kallimakhos

Derman e parvekirina xeman bi heval û hevrêyan re lê xemên di dilî de veşartî ducarî xeman peyda dikin. // Edmund Spenser

Giriyê xwe nefetisîne! // Thomas Moore

Xeternak e xwe biavêjî ser text û kursiya xeman. // Henri Amiel

Xema min keleha min e. // Soren Kierkegaard

Xema me resen e ger kes ne şahid be. // Martialis

Bo xemikên sivik peyv pirr in lê peyvek jî peyda nabe bo kul û kovanan. // Samuel Daniel

Belayê em ji miriyan veqetandin û li gel yên sax kirin yek. // Juhan Viiding

Sarî û terkexemî bi asanî peyvan dibînin lê dostiya resen bi zimanê xeman û bêdengiyê dipeyive. // Jean-Jacques Rousseau

Ya herî giran xemgîniya bi tenê ye. // pendek frensî

Mirov dê neçar bibe jiyanek bêkêf bijî ger bikare bêxem bijî. // Publius Syrus

Xem her saetekê dikin deh. // William Shakespeare

Derd bi xwe derman e. // William Cowper

Dibînim ko xemên mezin derdên biçûk derman dikin. // William Shakespeare

Ji felsefeyê li dermanê derdan digerrim. // Marcus Tullius Cicero

Bo belayan felsefe vexwirakek derman e. // William Shakespeare

Nîne derd yê dem venemirîne. // Servius Sulpicius

Nikarî nehêlî firrindeyên xeman di ser serê te re biborin lê dikarî nehêlî ko ew hêlîna xwe di nav serê te re çêkin. // pendek çînî

Okyanos ne bêqirax e - xem jî ne. // Thomas Cambell

Nîne ti tişt yê nikare bibe sedema hem xeman û hem jî xweşiyan. // Lucius Annaeus Seneca

Xem tenê siya kêfê ye; kêf tenê rûpoşê xemê ye. // Laotse

Kêf û xweşiyên xwe çend xerc bikî, hind zêdetir bo te dimînin. // Ralph Waldo Emerson

Gelek mirov hind kêrxweş in hindî ko ew biryar didin ko kêfxweş bin. // Abraham Lincoln

Bawer bike kêfa resen tiştek cidî ye. // Lucius Annaeus Seneca

Divê bi cidî li tiştekî binerî ger bixwazî hin kêfê peyda bikî. // Oscar Wilde

Dibe salê carekê mirov heyto-hotê jî bike. // Aurelius Augustinus

Tenê kêf malê resen e, tiştên dî sexte ne. // Edme Boursault

Bêsûdtirîn roj ew e ya em nekenîbin. // Charles Field

Kenê zelal tenê ji kesên ji reh û rîş ve qenc tê. // Nîkolay Gogol

Ger li vê dinyayê xweşiyek hebe, bi wî kesî ye yê dilpak. // nenas

Jidestdana kêfê jidestdana hemiyê ye. // Stevenson

Ax ca çend watedar e ken! Ew kilîlê nivîsên nehînî ye, bi wî em her tiştê mirovî dinasin. // Thomas Carlyle

Baştir e ne li ser girî lê li ser kenî bêt nivîsîn ji ber ko ken taybetmendiya mirovan e. // François Rabelais

Enerjî kêfxweşiya herherî ye. // William Blake

Mirrûtokî ne ti dîn û ayîn e. Reftara xweş û bişir û girnij Te nêztirî Yezdan dikin, pirrtir ji dua û lava bikarin. // Swami Vivekananda

Bidestxistina kêfxweşiyê bi berxwedanê baştir e ji hindê ko radestî xeman bibî. // André Gide

Gul û firrinde mamosteyên şadiyê ne. // Soren Kirkegaard

Şampanya, muzîk û jina yê cîran. // Lord Byron

Xelkê kêfxweş bike û dê bibînî ko bi xwe jî kêfxweş dibî. // Friedrich Vischer

Hin kes kêfê parve dikin, hin jî wê diafirînin. // nenas

Rexek dinyayê nikare di kêfa rexê din bigihe. // Jane Austen

Li ber mirovan du rêç hene. Piştî pûnijînê yê hişmend rêça kêfxweşiyê dibijêre, yê bêhiş rêça zewqê. // Katha-upanishad

Ax ca çend baştir e ji kêfxweşiyê bikenî, ne ji girînê kêfxweş bibî. // William Shakespeare

Giriyê mirovan baştirîn mafê wan e. // Jacques Delille

Xemên sivik dengbilind in, yên giran lal in. // Lucius Annaeus Seneca


Wêrekî û tirsokî

Dûjeh ji kevirên dilê wan kesan hatiye avakirin yên ko dibêjin: "Ti ji min nayê!" // Heywood Broun

Li wî cihî, yê serdestiyê nade bend û girêk û sinoran; li wî cihî, yê bindestî û bêzarî nayê pejirandin, li wê derê bawerî bi xebatê heye. // Mehmûd el-Mes'edî

Min carekê bihîst zarokek dihat şîretkirin: Wî tiştî bike yê ko jê ditirsî. // Ralph Waldo Emerson

Di jiyanê de herî zêde pêdiviya me bi kesek wa heye yê bistehiyê (cesaretê) bide me daku em wî tiştî bikin yê ko em dizanin. // Ralph Waldo Emerson

Yezdan alîgirê wêrekan e. // Ovidius

Yê bihêz ew e yê ko hem amadeyî şerr e û hem jî dikare şerrî paşve bixe. // Lucanus

Wêrekî qet tine ye; hemî pileyên tirsê ne. // John Wainwright

Mirin direve ji her kesî yê ko ti qîmetê nadiyê. // Daryos

Baştir e şêr bî rojekê, ne mih bî hemî jiyanê. // Elizabeth Kenny

Bistehiya xwe berhev bike û dest ji tirsa têrxem berde. // Vergilius Maro

Her afirandin wêrekî ye. // Christian Morgenstern

Çepikên tenê kesekî jî xwedî bandorên mezin in. // Samuel Johnson

Nizanim ti tiştî bistehtir ji hêz û hinêra mirovî ya bi gavên jixwebawer dikare jiyana xwe xweştir bike. // Henry David Thoreau

Pîvana nirxê rast û resen: ka can dikare xwe li ber çiqas rastiyê bigire, ka wî bistehiya çiqas rastiyê heye. // Friedrich Nietzsche

Wêrekî belkî êşek dijwar be. // Graham Greene

Bi rastî wêrek bûye yê yekem kes bû ko oyster xwariye. // Jonathan Swift

Wêrekî ew e ko ji du xirabiyan ya kêmtir bibijêrî. // Stendhal

Rîskan bigire! Hemî jiyan rîsk e. Herî zêde ew pêş dikeve yê diwêre û dixebite. // Dale Carnegie

Ger ti newêre, ti wernagire jî. // John Heywood

Nefret dikim her tiştî yê zanîna min zêde dike lê daxwaza xebatkirina min geş nake. // Johann Wolfgang von Goethe

Bes e suhbeta li ser qenciyê. Bi xwe qenc be! // Marcus Aurelius

Mirovên qenc stêrên dema xwe ne, ronahiyê didin serdemên bên. // Ben Jonson

Pirraniya me razî ne ger tenê bikarin mal û namûsa xwe destlênekirî biparêzin. // Niccoló Machiavelli

Felsefe rêya kirinê nîşan dide, ne ya gotinê. // Lucius Annaeus Seneca

Yê li janên xwe binale, dibe bendiyê wan; ti kes nagihe heqê xwe ger xwe ranekêşiyê. // Kaarlo Kramsu

Hêvî dikim bizanim ko ji goriyan im, ne ji celadan. // Adam Michnik

Li derazînka dilwasiyê ji xwe bipirse ka diwêrî îro çiqas bistehiyê bikarneînayî bihêlî. // Tommy Tabermann

Bistehî ji hêzên mirovî ya bihêztirîn e. Dema fêrî wê bibî, ti tişt nikare te bişkîne. // Ti tişt. // Norman Vincent Peale

Bihêz û bisteh bin… çiku ezdan, Xwedayê we, li gel we dimeşe. Ew we bi tenê nahêle û berê xwe ji we nagire. // Peymana Kevn

Wêrek berdiliyên Felekê ne. // Vergilius Maro

Yê vîn û îradeyek xurt hebe, dinyayê wek xwe lê dike. // Johann Wolfgang von Goethe

Ya giring ne jiyan e lê ew bistehî ye ya ko mirov diîne jiyanê. // Hugh Walpole

Ji yên tirsonek re bibêjin: Dilêr bin, netirsin. // Peymana Kevn

Ma dê jiyan çi ba ger me bistehiya cerribandinê neba. // Vincent von Gogh

Xwe ji bîr bike! Mereqa xwe bide ser bistehiyê. // Norman Vincent Peale

Dinya wek gezgezînkê ye. Ger tila xwe bikiyê, dê bi te vede. Lê bi destê xwe bişidînî, ti li te nake. // Edward G. L. Bulwer-Lytton

Kêm in li vê dinyayê ew asteng yên mirov bi hêz û hinêrên kêm jî nikariyê. // Henry David Thoreau

Divê em biwêrin, hê jî biwêrin û paşî wêrekiya xwe bidomînin. // George Jacques Danton

Mirovên qenc herdem wêrek in lê yên wêrek ne herdem qenc in. // Kungfuçe

Divê bistehiyê hem çav û hem jî dest hebin. // H. G. Bohn

Bo yê têr bisteh her welat warê wî ye. // Demokrîtos

Mirovê bisteh dikare li biyanistanê jî her wek li warê xwe bijî. Ne sirişta lêmangehê lê helwesta mirovî bi xwe çawaniya jiyanê diyar dike. // John Lyly

Cidî me; li berdêlan nagerrim; lêborînê daxwaz nakim; gavekê jî paş ve na-avêjim û têm guhdarîkirin. // William Lloyd Garrison

Mêrek wêrek bo peydakirina helwesta pirraniyê bes e. // Andrew Jackson

Hemî bo yekî û yek bo hemiyan. // Alexandre Dumas

Her ramana nû pêşî raya kêmaniyekê ye ko tenê ji kesekî pêk tê. // Thomas Carlyle

Bistehî (cesaret) vegir e. Dema mirovek wêrek helwesta xwe diyar bike, yên dî jî ji xwe piştxurt dibin. // Billy Graham

Wêrekî ji qenciyan ya herî sadetirîn û girrtirîn e. // Herman Merville

Wêrekî li bazarê tiştê yekem giring, duyem giring û sêyem giring e. // Thomas Fuller

Yezdan ne canê newêrekiyê lê canê xurtiyê û jihevhezkirinê û pakiyê daye me. // Mizgîn (Incîl)

Qehremanî bilindiyek e ko ne yên qels û ne jî yên kêmbawer dikarin bigihinê. // Henry Amiel

Bo yê dilêr ti tişt nîne çênebe. // Jacques Coeur

Hişyar bin, di baweriya xwe de qayim bin, gernas bin, xurt bin. // Mizgîn

Yê heq qet naheje. // Mizgîn

Nîne ti gef û talûke ya ko mirovê bawer nikare serî jê bistîne. Rêya pîroziyê ji deriyê sebr û wêrekiyê dest pê dike. Yê wêrek bi aramî û hêminî pêrgî asteng û dijwariyan tê û wan radimale. // Axel Fredenhom

Bisteh be daku hêzên mezin alîkarî te bin. // Basil King

Biwêre ew be yê ko baş dizanî ko dikarî bibî; biwêre bibe ew mirovê mezin yê ko ti car nebûyî. // Norman Vincent Peale

Kes hene ji taqeta xwe pitir dikin, hin jî ji bistehiya xwe pitir dikin. // Marthurin Régnier

Şans diyarî mirovên wêrek hatiye kirin. // Ennius

Şerrvanê çeleng hêrs nabe. // Laotse

Jiyan berxwedan e lê ne ceng e. // John Burroughs

Ta pêşî ne newêrek bî, nikarî bibî egîd û qehreman. // George Bernard Shaw

Egîd ne ew mirov e yê qet natirse; mirovê wisan tenê ehmeq e. // Egon Friedell

Tirs û hêvî dikarin ji hev bên veqetandin, û nîne tirs bêyî hêvî, wek ko nîne hêvî jî bêyî tirsê. // François de La Rochefoucauld

Tirs yekem tişt bû ko xweda afirandin. // Cæcilius Statius

Tam wek ko kelemçe yê girtî û yê çavdêrê wî bi hev ve girê dide, wisan hêvî û tirs jî bi hev re dimeşin; tirs dide pey hêviyê. // Seneca

Leşê birîndar ji destlêdanek nerm jî direve; siya vala mirovên xembar bi tirsa xwe dadigire. // Ovidius

Ne bela û mirin tirsnak in lê tirsa bela û mirinê. // Epiktetos

Tirs zimanî lal dike. // Terentius

Her kes ji xwe ditirse û her kes tirsên kesûkarên xwe pêkenok dihesibîne. // J. A. Spender

Tirsê pirr çav hene. // Miguel de Cervantes

Tirs bi asanî wa dike ko mirov bawer bike ko ya herî kembax dê biqewime. // Quintus Curtius Rufus

Nizanim ka divê ji çi bitirsim lê dîsan jî ji her tiştî ditirsim. // Ovidius

Tirsê wêrekî dayê. // Ovidius

Tirsa mezin bi wêrekiyê tê niximandin. // Lucanus

Pirrî car tirsa mirovî digihe wê pileyê ko mirovî dike zêde-wêrek. // Otto Weiss

Neçar dimîne ji gelekan bitirse ew mirov yê ko gelek jê ditirsin. // Laberius

Wek çawan wêrekî jiyanê dixe talûkeyan, tirs jî wisan wê diparêze. // Leonardo da Vinci

Hemî tişt kêmtir tirsnak in ji ko dixwiyin. // William Wordsworth

Tirsa ji talûketiyê deh hezar car tirsnaktir e ji talûkeyê bi xwe. // Daniel Defoe

Ne hewceyî şûrî ye ew yê ko ne bendiyê tirsê be. // Mahatma Gandhi

Di jiyanê de divê ji ti tiştî neyê tirsîn. Divê tenê bo têgihiştinê bêt têkoşîn. // Marie Curie

Gelek kes wa pirr ji mirinê ditirsin ko qet dest bi jiyanê nakin. // Henry van Dyke

Tirs hişî dide yê bêhiş jî. // pendek frensî

Ti hest hindî tirsê mirovî bêpar nakin ji hemî hêz, hinêr û hişê wî. // Edmund Burke

Dersa jiyanê fêr nebûye ew yê her roj ji azmûna tirsê derneçe. // Ralph Waldo Emerson

Tirsîn cuda ye ji hindê ko bihêlî tirs kuriya te bigire û te li dor xwe bizivirîne. // Katherine Paterson

Tek awa ko bikarî pê ji stresê bifilitî ew e ko rû bi rûyî tirs û gumanê bibî û lê binerî ka ew bi rastî çi ne. // Joan Borysenko

Divê em tevî tirsê jî bixebitin – ne ji ber wê. // nenas

Tirsa ji jiyanê êşa xweşdivî ya sedsala bîstê ye. // William Lyon Phelps

Tirsa ji pêşerojê rastiya vê gavê xwehr dike. // J. S. Dorian

Li kuncika tarî ya nezaniyê herdem tirs şên dibe. // Maksîm Gorkî

Wê bike ya jê ditirsî, dê tirsa te vemire. // Ralph Waldo Emerson

Tirsa ji evînê tirsa ji jiyanê ye, û kesên ji jiyanê ditirsin êdî sê-ji-çar pişk ji xwe mirî ne. // Bertrand Russell

Kembaxtirîn tirsonekî ew e ko bizanî ka çi ye qenc û wê nekî. // Kungfuçe

Tirsê li derî da. Bistehiyê derî vekir. Û li pişt derî ti kes nebû. // nenas

Bila bi dilşadî li bîra me be ko ji belayan yên herî dijwar û kembax ew in yên ko qet nayên. // James Rusell Lowell

Tirs kembax dike. // pendek fînlendî

Ew ji xeyalên xwe ditirsin. // Marcus Annaeus Lucanus

Sawêr xwe nîşanî tenê wan kesan didin yên ko lê digerrin. // pendek elmanî

Tirsê xweda û bêşermiyê paşa afirandin. // Prosper Joylot de Crébillon

Ji ti tiştê te bihîstî netirse ta ko bi xwe nebînî. // Aysopos

Zanîn jehra dijî tirsê ye. // Ralph Waldo Emerson

Hindî pitir li xwe hişyar bî, dê pitir bikevî belayan. // Jean de La Fontaine

Talûketî tirsê diafirînin, û tirs talûketiyên nû. // Richard Baxter

Bêguman bo yên ditirsin ev dinya tijî talûketiyan e. // George Bernard Shaw

Wey Yezdan, min jî bistîne, / bibe nav Gulistana Mergê / çiku bizdok û behecok im / li herderê erjengiyan dibînim / di mirovan de ji her tiştî pitir. // Eino Leino

Pitir ji di rastiyê de, em di xeyalên xwe de êş û azaran dikêşin. // Lucius Annæus Seneca

Kêm tirsonekî hay ji hemî tirsên xwe heye. // François de La Rochefoucauld

Gelek bû kul û kovan di jiyana min de lê ji wan yên herî kembax ti car negihan miradê. // James Abram Garfield

Bêtirsî piran li pey xwe, tirs wan li pêş xwe dişewitîne. // nenas

Şkence ye ji wan tiştan bêt tirsîn yên ko ti çare bo nîne. // Anakharkis

Tirsê wêrekiya wî zêde kir. // Publius Ovidius Naso

Hin tişt hene nikarî jê birevî lê dikarî bişkînî. // Lucius Annæus Seneca

Xinêkar e yê hest bi tirsa pîroz dike, kembax e yê dilê xwe req dike. // Peymana Kevn

Mirin jî tenê bûyerek ji jiyanê ye. // William De Morgan

Ma ti kes dibe kole ger ji mirinê netirse! // Euripides

Gelo mirov çawan dikare azad bijî? Bi bêqîmethesibandina mirinê. // Agis

Ta em ne amadeyî mirinê bin, em dest bi jiyanê nakin. // William Cornwallis

Yên bawer dikin ko dê ebedî bijîn, rezîl dijîn. // Publius Syrys Sententiae

Ma yê ji mirinê netirse dê çawan bi mirinê bêt gefkirin? // Laotse

Bêhişî ye bitirsî ji tişta dê her biqewime. // Publius Syrus

Tirsokî bêhişî ye. // John Florio

Ew dijî yê wêrekiya xwe radigire. // Johann Wolfgang von Goethe

Mirin tenê meşîna di dinyayê re ye wek dostan yên li deryayê diseyirin. // William Penn

Mirin tenê rêkek e ko divê pê ve biçî daku bigî bal Yezdan. // Thomas Parnell

Xeyal dikim ko mirin rêvingiyek xweş e ya ko diçimê piştî ko min hemî erkên xwe bi cih anîne. // Ella Wheeler Wilcox

Mirin xewek kûr ya ebedî ye. // Quintus Horatius Flaccus

Mirin tenê xewnek ebedî ye. // John Florio

Di mirinê de dinivî bêyî ko xewnan bibînî. // Napoleon Bonaparte

Bêriya welatê neyî dikim çiku bi her tiştê heyî kerrixîme. // Edith Södergran

Mirin tenê çûna nav jiyanek dî ye. // George Pettie

Mirin destpêka jiyanek dî ye. // Michel de Montaigne

Encax di mirina xwe de mirov bi temamî diwelide. // Benjamin Franklin

Ger roja xwe ya hesabê bizanî, dê herdem di mirinê de bijî. // Publius Syrus

Tirs herdem bend û zincîr e. // nenas

Jana herî dijwar ne ya ji şkenceyê ye lê ya xweamadekirina bo wê ye. // Îvan Gonçarov

Ti tişt mirovî nabizdîne ji bilî tirsê bi xwe. // Francis Bacon

Cihê tirs lê hebe şerm jî lê heye. // pendek ewropî ji sedsala 16ê

Cihê şerm lê hebe tirs jî lê heye. // John Milton

Birecife tu yê ko tawan kirine yên ko bê ceza mane. // William Shakespeare

Yê xelk jê ditirse, divê ji gelekan bitirse. // Decimus Laberius

Ger tirsê bixî dilê gelek kesan, divê tu bi xwe hê ji wan pitir bitirsî. // Periandros

Tirskar bi xwe ji xelkê pitir ditirse. // Claudius Claudianus

Tirs vedije li wan bi xwe yên ko tirsê belav dikin. // Ger tirsê bixî dilê xelkê, divê tavilê bi xwe ji tirsê bibehecî. // Lucius Annaeus Seneca

Divê ji wî bitirsî yê ko ditirsînî tevî ko ew mêş be û tu gamêş bî jî. // Se'diyê Şîrazî

Yê tirsê belav dike bi xwe herî zêde ditirse. // Sir Thomas Overbury

Jiyan asan e bo wî yê şerm nake. // Dhammapada

Taybetmendiyek mixabinî hevpar e bo hemî welatiyên hêzdar: tirsonekî. // Voltaire

Bêwec e ji yê tirsonek dilovaniyê bipêyî. // [[Sir Thomas Malory

Tirsonekî maka stemê ye. // George I

Stemkar tirsonek in. // Thomas Draxe

Wek hemî tirsonekan, wî jî xwe dispart zilmê. // Charlotte Brontë

Tirsonek bû dijî yên bihêz û stemkar bû dijî yên hejar. // Percy Bysshe Shelley

Hem bêhêvîtî û hem jî pêbawerî çavên xwe ji tirsê digirin. // Sir William Alexander Stirling

Tirsonekî ye bixî stuyê xelkê wê berpirsiyariyê ya ko bi xwe jê direvî. // Julio Cortázar

Hewceyî wêrekiyê yî daku biwêrî bitirsî. // Michel de Montaigne


Zarok û dêbab

Perwerdekirina zarrokan hilgirtina jiyanê ye di çira û pêtalekê de ko em ji nifşê xwe raberî yê bêt dikin. // Efletûn (Platon)

Baştirîn awayê borandina jiyanê ew e ko wê gorî tiştekî bikî ya ko piştî te jî bimîne. // William James

Ta ji zarrokê hez nekim, dengê min nikare wê aşt bike. // Yaşar Kemal

Nîv ji zarrokên cîhanê gorî dîtin û nerînên cîranan tên kirin. // A. S. Neill

Her zarroyek bi awayê xwe ji nû dest bi dinyayê dike. // Henry David Thoreau

Kes nikare bizane ka jiyan çi ye, ka dinya çi ye ta ko zarrokek nebe ko jê hez bike. // Lafcadio Hearn

Zarrok pira berev biheştê ne. // pendek farisî

Sava - ax çi destpêkek xweş e bo jiyana mirovî. // Don Herold

Sava - firişteyek e ko çengên wî bi dirêjbûna lingên wî re kurt dibin. // pendek frensî

Ti civat nikare razemeniyek ji hindê şîrdana ji zarrokan re baştir bike. // Winston Churchill

Zarrotî çare ye. // Jean-Paul Satre

Di hezkirinê de ew başî heye ko dizanî ka zarro li kû ye. // Yvonne Lombard

Zarroyên miskîn ti naxwazin: zarroyên miskîn tiyê wernagirin. // Otto von Bismarck

Ev e me savayek: ji serek hût û du cegeran pêk hatiye. // Eugene Field

Jixwe zarrok jî vê fam dikin. Zû zarrokekê bînin. // Marx Groucho

Diya min ji zarrokan hez dikir – ew amade bû hema destê xwe yê rastê bide daku ez jî zarrok bim. // Marx Groucho

Feneke ecêbiyan - tu ecêbî yî. // Henry Miller

Zarrok wê dibêjin ka çi dikin, pîremêr wê ka çi kirine, qeşmêr wê ka dê çi bikira. // Johan Oxenstierna

Zarrok zewqê ji vê gavê dibînin ji ber ko wan ne paşeroj û ne jî pêşeroj hene. // Jean de La Bruyére

Divê rê ji zarrokan re bêt dan ko li her gav û qûnaxê rastiya jiyanê bijîn. // Ellen Key

Xweşiya zarrokiyê ew e ko spehîtî, berzî û bextiyarî tiştên xwarinê ne. // Simone de Beauvoir

Berevajî mezinan, zarrok ne hewcedar in bêbextiyê li xwe bikin. // Johann Wolfgang von Goethe

Ji lomeyan pitir pêdiviya zarrokan bi nimûneyan heye. // Joseph Joubert

Taybetmendiya lîstik û yariyan ew e ko mirov bê sûc û sebeb dilîze, û bila lîstikan ti sedem nebe jî. Lîstik bi xwe sedem e. // Lin Jutang

Ji zarrokan em dibînin spehîtî û şadiyê, û herwa evînê ya ko dilê me wa mezin dike ko êdî cihê wî di sînga me de nîne. // Ralph Waldo Emerson

Dîmenên zarrokiyê bihagirantirîn mirasê jiyana me ne. Hindî pitir dijîm, zêdetir li wan vedigerrim û ew kaniyên neçik yên îlhamê ne. // Jean Sibelius

Dikarî bibêjî: jina min ya berê, mêrê min yê berê, karê min yê berê; lê nikarî bibêjî: zarrokên min yên berê. // Suzanne Somers'son Bruce

Ger ji dilê xwe bidî, ne gengaz e ko zêde bidî zarrokan. // Lee Salk

Baştirîn diyariya dêbav bidin zarrokên xwe ew e ko her roj çend kêlîkan bi wan re bin. // O. A. Battista

Yê qenc be dê zarrokên wî qenc bin. // Pendnameya Peymana Kevn

Di her zarrokî de, ca rewş yan dêbav çi bin jî, derfet û delîvên nijada mirovî ji nû ve diwelidin. // James Agee

Nijada mirovan dê biruxiya eger destpêka mirovan ne zarrok biya. // Jean-Jacques Rousseau

Her mirov mirovatî ye, dîroka dinyayê ye. // Jules Michelet

Karê te ne pêşbînîkirina pêşerojê ye, karê te gengazkirina wê ye. // Antoine de Saint-Exupéry

Raman mîna zarrokên biçûk in. Her kes herî zêde ji yên xwe hez dike. // Moa Martinson

Berz û bilind e ew mirov yê dilê xwe yê zarrokane hinda nake. // Mencius

Mezintirîn şaşîtiya dêbav li rasta zarrokên xwe bikin ew e ko zarrokiya xwe bi xwe ji bîr bikin. // Aksel Sandemose

Zarrok bo bidestxistina hêzê, pare û payeyan naxebitin. Ew dilîzin ji ber ko lîstin li ber wan xweş e lew xebata wan lîstik tê hesibandin. // Hans Selye

Belê, bihêlin zarrok ji xwe re bilîze û perwerdeyê têkilî lîstikê bikin. // Féneleon

Armanca perwerdeyê divê fêrkirina kesan be daku bi xwe bixebitin û bipûnijin lê berztirîn mebesta jiyana wan xizmetkirina ji civakê be. // Albert Einstein

Bawerî û bistehî (wêrekî) pêşîn û baştirîn tişt in ko divê dêbav fêrî zarrokên xwe bikin. // Smiley Blanton

Ger mirov di mirina xwe de ji zarrokên xwe re coşdariya xwe bihêle, wî mîrasek bêqam binirx ji wan re hêlaye. // Thomas A. // Edison

Bîstûçar saetên bên bi zanetî bi xweşbînî basa her tiştî bike: basa karê xwe, destkeftinên zarrokên xwe, saxlemiya xwe û pêşeroja xwe. // Norman Vincent Peale

Baştirîn tişta bav bikare ji zarrokên xwe re bike ew e ko ji diya wan hez bike. // Theodore Hesburgh

Divê di her malbatê de ji yekî zêdetir zarrok hebin daku ger yek ji wan zekî be, yên din wî xwedî bikin. // Theodor Gottlieb von Hippel

Mirovên zekî û dahî ji mirbaran yên herî bextewar çiku karê divê ew bikin ew e yê ko ew herî zêde dixwazin bikin. // W. H. Auden

Canîkên herî neqet (şûm) dibin çaktirîn hesp. // Plutarkhos

Neqettirîn zarrok jî bi gotin her mîna bi lêdanê dê bêt vehewandin. // John Lyly

Baştirîn tişta ti kes bikare bike ew e ko bi ser bikeve di bikaranîna hêz û hinêra xwe de bo fêrkirina mirovan daku mirov taliyê fêr bibin bi xwe li gor hişê xwe bijîn. // Baruch Spinoza

Şîreta mamosteyek hişmend bo zarrokekî: her cara destê xwe bilind dikî, TU biryar didî ka dê mista xwe lê bidî yan destê xwe bi serî de bînî. // Veikko Niskanen

Baştirîn perwerdeya jiyanê wî wergirtiye yê ko herî baş dizane hem xweşî û hem jî xemên jiyanê hilgire. // Jean-Jacques Rousseau

Diogenesî li bavî dida dema kurrî dijûn digotin. // Robert Burton

Zarrok li kolanan wê dubare dike ya dêbav li malê dibêjin. // Telmûd

Ger bixwazî kurrî binasî, fêrî nasîna bavî bibe; ger keçê, fêrî dayê bibe. // pendek çînî

Gotin bêwec e - nimûne sedqat baştir e. // Henri Frédéric Amiel

Afirandina mînakên baş jî mîna meşîna li pey wan binirx e. // Francis Bacon

Şitil kûve bêt tewandin, dar wirve diçeme. // Vergilius

Xistina sed daran ji çandina yekê asantir e. // Henri Frédéric Amiel

Nizanim bapîrê min kî ye - mereqa min pirr zêdetir li ser hindê ye ka neviyê wî dê bibe çi. // Abraham Lincoln

Wek em dibêjin bike, ne wek em dikin. // Giovanni Boccaccio

Tek eslizayîtî esilzayîtiya giyanî ye. Mirov dikare wê ji xwe re peyda bike lê ne ji dêbavên xwe wek mîras wergire. Ma çi mifayê digihîne yê kor ko diya wî xweş didît yan yê seqet ko bavê wî xwedî kewnek baş yê bedenî bû. // Axel Fredenholm

Dema mirov ûcaxa xwe didomîne, xeyal dike ko bi hindê xwe razî dike. Ew şaşîtî ye: di rastiyê de jiyan xwe didomîne. // Arthur Schopenhauer

Berî bizewicim, min şeş teorî hebûn ka çawan zarrok tên xwedî kirin. Niha min şeş zarrok hene û ti teorî nînin. // Rochester

Di dilê xwe de bifikire çawan Yezdan şîretan li te dike, û çawan tu şîreta pêdivî ji xwe re dibînî. Eger îro pêwîstiya te bi wê şîretê hebe, tu dikarî wê bibînî. Eger hefteya bêt tu hewcedarî wê bî, hingê ew dê li ber te be. Herdem ne gerek e bi gotinan lava û duayan bikî. Bîskekê li Yezdan bipûnije. Bifikire ko Ew çend qenc e, çend dilovan e, û ko Ew li gel te dimeşe û rêberiya te dike û te diselihîne. // Norman Vincent Peale

Zarrok herdem zêdetir e ji encama dê û bavê xwe. // Wilhelm Reich

Bixwazî zarrokên te çawan bin, hemberî dêbavên xwe wisan be. // Isokrates

Kurrê bavê çirûk felîte ye. // pendek frensî

Bihêlin zarrok bi awayê xwe bextiyar bin. Ma wan dê çi awayek baştir hebe? // Samuel Johnson

Bo min ne xem e eger ez nenas bimînim. Lê ez ê bikoşim wisan bijîm daku bikarim tiştek binirx ji xwe bo cîhana pey xwe bihêlim. // Konfuçe

Bav be lê ti car ji bîr neke ko mirov î û bavê mirovekî yî. // Plinius

Zarokên we ne zarokên we ne. Ew kur û keçên bêrîkirina Jiyanê ne. Ew di we re lê ne ji we tên. Û tevî ko ew li cem we ne jî, ew ne malê ne. // Xelîl Cibran

Hezkirina xwe bidin wan lê ramanên xwe nedinê çimkî wan ramanên xwe bi xwe hene. Hûn dikarin matî ji û çavneriyê li bedenên wan bikin lê ne li canên wan çimkî giyanên wan di jîngeha roja sibê ve dijîn ko hûn di xewnên xwe de jî nikarin biçinê. Hûn dikarin tê bikoşin ko bişibin wan lê nedin xwe ko wan bişibînin xwe çimkî jiyan ber bi paş de naçerixe û di roja borî de jî nasekine. // Xelîl Cibran

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2009-04-29
Xwendin: 10491
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org