[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin?
HELSÎNKÎ, 30/3 2014 — Yek ji paşpirtikên (sufîksên) herî zêde di kurmancî de çalak ”-ik” yan ”-k” ye: jin > jinik, keç > keçik, kur > kurik, law > lawik, mêr > mêrik… Gelek caran maneya peyvên bi ”-ik” wek ”biçûk” tê ravekirin: ”keçik” anku ”keça/keçeka biçûk”, kurik yanî ”kurê/kurekê biçûk”.

Lê gelo mirov dikare peyvên ”jinik, mêrik” jî bi rastî wek ”jina biçûk, mêrê biçûk” şirove bike?

Belkî em bikarin K-ya peyvên ”zarok, biçûk” bi biçûkiyê zelal bikin. Lê em ê peyva ”mak” yan ”dayik” çawa ron bikin?

Yan jî peyvên wek ”kitik, kûçik, pisîk/pişîk” ko tenê formên bi ”-ik” hene û formên wan yên bê ”-ik” (*kit, *kûç, *pis/*piş) peyda nabin: yan nemane yan jî qet ti caran tine bûn.

Paşpirtika ”-ik” navneteweyî ye

Paşpirtika ”-ik, -k” ne taybetiyeka kurmancî ye ko di zimanên din de peyda nebe: Bi kêmî be jî, di farisî de jî paşpirtika ”-ek” heye: ”merd” (mêr, zelam) > ”merdek” (mêrik). Di soranî de ”-ik” kêm li kar e yan hema-bêje peyda nabe lê ”-çke” (şar = bajar > şaroçke = bajark) û ”-le” (pişîle = pisîk, biçkole = biçûk) hene.

Di gelek zimanên hindûewropî de formek wek ”-ik” ya kurmancî bi heman meremê tê bikaranîn: Di ermenî de ”-ik, -ak, -uk” li kar in: ”mayr > mayrik” (dê/da/dayê > dayik). Rûsî heman ”-ik”ê lê herwiha ”-ok, -yok” (bo nêran) û ”-şka, çka” (bo mêyan) dixebitîne: ”kot > kotik/koşka” (kitik/pisîk). Heman ”-ik, -ek, -ok, -ak” di zimanên din jî yên slavî de bi berfirehî çalak in.

Latînî jî forma ”-culus” [bixwîne: -kulus] bi kar dianî (homo = mêr > homunculus = mêrik) ko niha derbasî piraniya zimanên ji latînî peydabûyî bûye: spanî ”-ico, -ica” (bixwîne: -îko, -îka), îtalî ”-icchio, -icchia” (c=k), romanî ”- ică” [-ika] û ”-ușcă” [-uşka]. Di frensî de jî bi marjînalî wek ”-oche” peyda dibe lê forma serekî ya diminutîv ”-ette” e (bo mêyan) yan ”-ot, -on, -ou” ne (bo nêran).

Ji şaxekê din yê zimanên hindûewropî jî em dikarin wek nimûne zimanên baltî bidin. Di zimanê lîtwanî de çendîn awayên çêkirina forma diminutîv hene ko yek jê wek ”-ik” ya kurmancî ye ”-ukis (nêr) û ”-ukė”. Lê lîtwanî formeka ko dişibe ”-le” ya soranî jî heye: ”-ulis/-ulė”.

Paşpirtika ”-le” ya soranî ne kêmtir e

Ne tenê ”-ulis/-ulė” ya lîtwanî bi tesedifî dişibe ”-le” ya soranî. Di rastiyê de ”xizmên” vê ”-le” ya soranî jî wek ”-ik” ya kurmancî li dinyayê belav in.

Hê jî ”-culus” [kulus] ya latînî ya li jor behskirî li bîra we ye? Ew hem ”-ik” ya kurmancî û hem jî ”- le” ya soranî di xwe de dihewîne. Ji bilî wê, di latînî de ”-ellus, -ella, -ellum, -olus, -ola, -olum, -ulus, -ula, -ulum” jî bo çêkirina formên diminutîv hene. Spanî ”-illo / -illa, -uelo/-ueloa”, îtalî ”-ello / -ella”, romanî ”-el, uleț” û frensî ”-elle” yên xwe ji wan yên latînî wergirtine.

”-çk-” jî çeleng e!

Wek ko me li jor behs kir, di soranî de paşpirtika ”-çke” jî carinan li kar e: ”şar > şaroçke” (bajar > bajark /nehî/qeza). Di rastiyê de ew ”-çk” bi perawêzî / marjînalî di hin devokên kurmancî de jî heye: ”hemî / hemû > hemîçk”.

Têkilî wê ”-çk”ê herwiha ”-şk” jî di kurdî de di çend peyvan de heye: mirîşk” (bide ber farisî ”morğ”) ji îraniya kevn *”mir-” (teyr) ko di soranî de niha wek ”mel” (teyr) maye. Herwiha ”nîvişk” û belkî ”mişk”. Ji ber kedîtiya mirîşkê, ew forma diminutîv jê re hatiye bikaranîn.

Lê ”-çk” jî di zimanên din de ne tiştekê nedîtî ye. Me li jorê got ko di rûsî de jî ”-şka, -çka” hene. Lê ne hewce ye ko em cografyayeka dûr biçin. Di tirkî de jî ”-çik, -cik” bi heman mebestê li kar e.

Li aliyekê din mirov dikare bibîne ko ”-k” tenê jî carinan di tirkî de wek ”-ik, -k” ya kurmancî li kar bûye heke mirov li K-ya dawiya peyva ”çocuk” (zarok) bifikire.

Wek din jî ”-k” yan ”-şk, -çk” ne bi zimanên hindûewropî ve sinordar in. Bidin ber paşpirtikên fînlendî ”-kka, -ke” bi heman maneyê û sufîksên mecarî/hungarî ”-ka, -ska” bi eynî meremê.

Paşpirtika ”-çke” dikare ji têkilkirina ”-(i)k” û paşpiritka ”-çe” hatibe ko di kurdî û farisî (-çê) de heye: ”bax > baxçe, par > parçe, tarîx > tarîxçe”. Ew “-çe” jî paşpirtikeka diminutîviyê ye.

Em li wezîfeyên ”-ik”ê vegerin

Dema ko di stranên evînî de keçek yan jinek behsa yarê xwe dike, ew gelek caran dibêje ”kuriko” yan ”lawiko”. Helbet mebesta keçika yan jinika stranbêj ne ew e ko yarê wê kurikekê/lawikekê wisa biçûk e ko jê re bibêje ”kurik” yan ”lawik”. Ji aliyê biyolojî ve wek qeyd û bendeka giştî mêr ji jinan girtir û xurttir in loma ihtimala ko yarê keçikê ji wê hûriktir be kêm e. Herwiha ji aliyê civakî ve jî ihtimala ko jineka pîrtir li gel kurekê genctir bizewice yan evîndar be wek bendeka giştî ne edet e.

Loma divê ko mirov li deriyekê din bide daku rêya merema forma ”kurik, lawik” ya ji peyvên ”kur, law” peyda bike. Di kurmancî de forma diminutîv ”-ik” ne tenê maneya biçûkiyê dide. Di kurdî û di gelek zimanên din de jî çendîn maneyên cuda dikarin bi ”-ik”ê bên ragihandin. Carinan ”-ik” bi merema tenê yek ji wan wateyan li kar e lê hin caran jî di eynî demê de heman paşpirtik du-sê maneyan hildigire:

1) Wateya serekî ya paşpirtika ”-(i)k”ê diyarkirina biçûkiyê ye: ”hirç” > ”hirçik” (”hirça biçûk” yan jî ”têjikên/zarokên hirçê”).

2) Paşpirtika ”-(i)k” bi maneya şîrînkirinê yan nazdarkirinê jî li kar e. Me li jor got ko keçek yan jinek dikare bi forma ”kurik, lawik” gazî yarê xwe bike heta heke yarê wê ji wê mezintir yan biemirtir jî be. Peyvên ”dayik” û ”mak” jî bi eynî awayî hatine çêkirin: ”dayik” ji ”dayê” ji ”da/dê” (bide ber ”diya min”). Peyva ”mak” hevreha peyva farisî ”mader” û inglîzî ”mother” e. Çawa ko ”-der” ya di peyva farisî ”berader” (bira) de heye lê ji ”bira” ya kurdî ketiye, wisa ”-der” ji ber ”*ma-” ya kurdî jî ketiye û paşî ”*ma-” bi şîrînkirinê bûye ”mak”. Sebebê bikaranîna peyva ”mak” tenê bi maneya ”dayikên heywanan” lê ne ”dayikên mirovan” tabûyên zimanî ne ko dê bibin babetê nivîseka me ya din. Du nimûneyên din jî ji tabûyên zimanî bo nimûne bikaranîna peyvên “avis” û ”zan / zayîn” tenê bo heywanan lê ne bo mirovan in.

Peyva “xwişk, xwîşk, xuşk” ya kurmanciya rojhilatî ji ber şîrîniya xwişkan li ber dilê birayên xwe di wan devokan de tenê bi forma xwe ya diminutîv maye. Lê di kurmanciya navendî û rojavayî de hevwateya wê “xuh, xweh” e ko bi forma xwe ya xwerû maye. “-er” ya dawiya peyvên malbatî (bi farisî “x(v)aher”, almanî Schwester, inglîzî “sister”) di kurdî de ji wê jî ketiye. Ji bilî yên behskirî, ew “-er” herwiha ji “pis[mam/xal]” (bi farisî “piser”), ji “dot[mam]/duh[mam]” (bi farisî “doxter, inglîzî “daughter”) û “pî” ya zazakî ya bi maneya “bab, bav” (bi farisî “pider”) jî ketiye.

3) Forma bi ”-(i)k” bi mebesta bernasî û diyarbûnê. Me li jor, li destpêka vê para nivîsa xwe, nivîsiye ”keçika yan jinika stranbêj” gava ko me cara duyem behsa keçekê yan jinekê kir. Ev jî yek ji awayên bikaranîna paşpirtika ”-ik”ê ye: ew diyar dike ko mebest jê kesekê yan tiştekê behskirî yan naskirî û diyar e. Di inglîzî de li cihê wê pirtika serbixwe (article) ”the” pêşiya peyvê digire, di erebî pêşpirtika (prefîksa) ”el-” û di soranî de jî paşpirtika ”-eke” tên bikaranîn.

4) Bo cudakirina maneyên nêzîkî hev yên peyvê: Kurdî di warê binavkirina xizm û lêziman de zengîn e lê carinan çend tiştên ji hev cuda bi eynî peyvê tên binavkirin. Bo nimûne, di inglîzî de ”boy” (zarokê nêr) û ”son” (zarokê kesekî) herdu di kurdî de bi peyva ”kur” tên îfadekirin. ”Girl” (zaroka mê) û ”daughter” (zaroka kesekî) herdu bi peyva ”keç” (bi hin devokan ”kiç” û li hin deran ”qîz”) tên diyarkirin. Li hevberî peyva ”jin” jî di inglîzî de du peyv hene: ”woman” (mirovên mê) û ”wife” (jina kesekî). Herwiha di piraniya devokên kurmancî de cudahî di navbera peyvên inglîzî ”man” (mirovên nêr) û ”husband” (mêrê jinekê) de nayê kirin.

Lê hin devokan forma ”-ik” aniye hawarê vê arîşeyê. Ew devok formên xwerû (bê ”-ik”) tenê bo têkiliyên malbatî bi kar tînin: ”jin” (jina kesekî), ”keç” (keça filan kesî), ”kur” (kurê bêvan kesî), ”mêr” (mêrê jinekê). Lê formên diminutîv (bi ”-ik”) bi maneya diyarkirina cinsê wan kesan tên bikaranîn: ”Jiyan keçik û Azad kurik e. Fatê jinik e.” Peyva ”mêrik” bi vê mexsedê kêm tê bikaranîn. Li cihê wê peyva ”zelam / zilam” ji erebiya devkî hatiye wergirtin û tê xebitandin. Lê carinan jî ”zilam” bi wateya ”mêrê jinekê” (husband) li kar e û ”mêr” jî hê bi wateya ”mirovên nêr” (man) berbelav e.

5) Çêkirina tiştan bi şibandina beşên leşî: ”ser > serik, dest > destik, pê > pê-p-ik, poz > pozik”.

Ji bilî van pênc wezîfeyên diyarkirî, paşpirtika ”-(i)k” di hin devokên kurmancî de (devokên navendî û rojavayî) bi maneya ”yek” jî tê bikaranîn: ”hevalkî min = hevalekî min”. Lê bi vê maneyê ew ne formeka diminutîv e lê varyanteka ”-ek”ê ye ko bi varyanteka din jî di kurdî (soranî) de heye: ”-êk” (jinêk = jinek).

Tevlihevkirina li gel ”-ok”ê

Van salan di çêkirina peyvên nû de gelek caran ”-ik” û ”-ok” di kurmancî de tên tevlihevkirin. Mirov di nivîsan de peyvên wek ”bajarok, hirçok…” dibîne. ”Bajarok” di nûçeyan de pirr li kar e, ”hirçok” heta bûye sernavê çend kitêban jî.

Lê di rastiyê de wezîfeyên rêzimanî yên paşpirtika ”-ok” ji yên paşpirtika ”-(i)k” cuda ne: bi ”-ok”ê navdêr yan rengdêr ji rehên lêkeran tên avakirin: ”gerok, birqok, xapînok, teyisok…”

Peyveka ecêb ya bi ”-ok”ê çêkirî jî ”serok” e. Lê wê ji mêj ve di kurdî de cihê xwe girtiye û ne hewceyî guherandinê ye.

Em kitik û kûçikan jî ji bîr nekin!

Di kurmancî de du heywanên kedî her yekê du navên ji rehên cuda hene: kurmanc ji ”cat” ya inglîzî, ”kedi” ya tirkî, ”qitt” ya erebî û ”gorbê, pîşî” ya farisî re dibêjin ”kitik” yan jî ”pişîk/pisîk”. Em herwiha du navan li ”dog” ya inglîzî, ”köpek” ya tirkî, ”kelb” ya erebî û ”seg” ya farisî dikin: ”se” yan ”kûçik”.

”Kitik” û ”se” di kurmanciya rojhilatî de (Behdînan, Hekariyan û deverên nêzîkî wan) peyvên giştî yên binavkirina wan herdu heywanan in. Lê ”kûçik” li wan deveran tenê maneya ”têjikên seyan, zarokên seyan” dide. ”Pişîk” jî bi du awayên taybet li kar e: ew yan ji aliyê zarokan ve yan li gel zarokan bi maneya hemû kitikan tê gotin yan jî ew ji aliyê mezinan ve bi maneya kitikên biçûk (têjikên kitikan) tê bikaranîn.

Di kurmanciya navendî û rojavayî de (Mêrdîn û Qamişlo û ji wan rojavatir û bakurtir) peyvên ”se” û ”kitik” ne li kar in yan jî pirr kêm peyda dibin. Li cihê wan ”pisîk / pişîk” bi maneya hemû cûnên wê heywanê û ”kûçik” jî bi wateya hemû cûreyên wî heywanî tên gotin.

Peyvên ”kitik, kûçik, pisîk/pişîk” ne tenê malê kurmancî yan kurdî ne. ”Kitik” hevreha ”qitt” ya erebî, ”kedi” ya tirkî, ”katu” ya ermenî, ”kot” ya rûsî, ”cat” (bixwîne: ”ket”) ya inglîzî, ”Katze” ya almanî, ”gato” ya spanî, ”chat” ya frensî û peyva bi eynî maneyê yan bi dehan zimanên din e jî. Bi heman awayî hevrehên peyva ”pisîk/pişîk” bi zimanên din: soranî ”pişîle”, belûçî ”pişî”, farisî ”pîşî”, azerî û tirkmenistanî ”pişik”, romanî ”pisica”, kûmikî ”mişik”, erebiya misrî ”mişş”, (B/P/M gelek caran bi hev diguherin)… Dîsa hevrehên peyva ”kû¬çik” jî di hin zimanên din de peyda dibin: belûçî ”kuçek”, sirbo-xirwatî ”kučka, kuče, kuca“, bulgarî ”kûçê”, eşterhardî ”kûte”, hindî û urdûyî ”kutta”, mecarî ”kutya”… Peyva tirkî ”köpek” ne ji eynî rehî be jî ne gelek jê dûr e.

Mirov di berçavkên bikaranîna kurmanciya rojhilatî re dibîne ka çima ”pişîk” û ”kûçik” bi ”-k” bi dawî tên: ew bi maneya ”kitik û seyên biçûk/têjik” li kar in. Lê sebebê bikaranîna forma diminutîv di kurmanciya navendî û rojavayî de çi ye madem ko li wan deveran ew bi maneya se û kitikên gir û biumir jî li kar in? Herwiha çima ”kitik” di kurmanicya rojhilatî de jî bi forma xwe diminutîv e madem ko ew bi mebesta kitikên gir û pîr jî li kar e?

Bi kêmî du sebeb dikarin bên diyarkirin:

1) Kitik/pisîk û kûçik/se heywanên kedî û navmalî yan dermalî (li ber deriyê malê, li hewşa malê) ne. Wan bi dîrokeka dirêj dostanî û alîkariya mirovan kiriye. Ew li ber dilê mirovan şîrîn û naz û bernas in loma mirovan forma diminutîv ji wan re bi kar aniye. Forma diminutîv wisa zêde hatiye bikaranîn ko taliyê formên xwerû (bê ”-ik”) ji ”kitik, kûçik, pisîk/pişîk” qet nemane yan qet ji destpêkê ve nehatine bikaranîn. Bi heman awayî “karik/kehrik”ê di hin devokan de bi temamî ser ji “kar”ê standiye û “kar” bi maneya “têjikên bizinan” di wan devokan de qet nayê bikaranîn. Wek ko me li jor behs kir, “mirîşk” û “mişk” jî tenê bi formên xwe yên diminutîv mane û formên wan yên xwerû (bê “-k”) nemane (bide ber farisî “morğ” û “mûş” ko formên xwerû ne.)

2) Peyvên ”*kit, *kûç, *piş/*pis” gelek kurt in. Carinan hin peyvên gelek kurt piçekê tên dirêjkirin – belkî daku ew li gel hin peyvên din neyên tevlihevkirin. Bo nimûne, di hin devokên kurmancî de peyvên kurt yên wek ”rê, cil, co” nayên bikaranîn. Li cihê wan peyvên ”rêk, cilik/cilk, cok” yên diminutîv herdem li kar in – heta heke mirov behsa rêyeka mezin, coyeka boş (têrav) yan hin cilên mezin jî bike.

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2014-03-30
Xwendin: 18933
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
Helîm Yûsiv klîşeyan dubare dike (2012-04-14)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org