Mesûd Barzanî alaya Iraqê li Kurdistanê qedexe kir
» Li Silêmaniyê jî tenê alaya Kurdistanê dê bête hildan
SELAHEDÎN, 31/8 2006 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermaneka resmî hildana alaya Iraqê ya ko wekî alaya partiya Be‘sê têt nas kirin qedexe kir û ji niho pê ve li Silêmaniyê û deverên ko berê di bin îdareya Silêmaniyê de bûn dê alaya Iraqê neyêt hildan.
Li gor biryara Serokê Kurdistanê alaya Iraqê ya dema Ebdulkerîm Qasimî jî dê tenê di minasebetên resmî de bêt hildan.
Alaya Iraqê berê jî li Hewlêrê û deverên di bin îdareya Hewlêrê ya hikûmeta Kurdistanê de qedexe bû. Li Silêmaniyê alaya Kurdistanê û ya Iraqê bi hev re dihat hildan. Piştî yekkirina herdu hikûmetan siyaseta Kurdistanê li hemberî Iraqê yekdest dibe û lewra alaya Iraqê li Silêmaniyê jî qedexe dibe.