[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto]
» Hêro Talebanî
SILÊMANÎ, 10/5 2007 — Banûya yekê ya Iraqê Hêro Ibrahîm Ehmed yan jî Hêro Talebanî di hevpeyvîneka eksklusîv de ji Nefelê re dibêje wê bi xwe nedixwest ko hevjînê wê Celal Talebanî bibe serokkomarê Iraqê û dibêje bila zaravayê kirmancî û soranî herdu jî di sîstema perwerdeya Kurdistanê de bên bi kar anîn.

Hêro Talebanî jineka sade û elegant e. Danûstandin û axaftina bi wê re pir hêsanî ye û ew li kafeteryaya Kurd-Satê digel karmendên televizyonê li ser kursiyekê sade rûdine û sohbetê dike. Dema ko bêhna wê ji hewayê mal de teng dibe ew bi xwe radihije kursiyekî û ji hinek hevalên xwe re dibêje werin em biçin derve rûnin.

Hêro Talebanî pişt û penaya Celal Talebanî ye û di warê medyayê de ew du-sê dezgehan bi rê ve dibe. Hêro Talebanî di vê hevpeyvînê de dibêje ew bi xwe ji medyayê û sînemayê hez dike û di dezgehên wê yên medyayê de zêde behsa Celal Talebanî jî nayêt kirin. Hêro Talebanî dibêje ew û hevjînê xwe hinek caran berî biryarekê li hev dişêwirin lê belê gelek caran haya wan jî ji hev û karê hev çênabe.

***

Arif Zêrevan: — Te û hevjînê te serokkomarê Iraqê Celal Talebanî bi hev re pêşmergetî kiriye û hon bi hev re beşdarî prosesa azadkirina Iraqê û beşdarî desthilatê bûne. Têt gotin ko Hêroxan di warê medyayê de piştgiriyeka xurt ji bo Celal Talebanî dike, tu bi çi awayî vê piştgiriyê dikî?

Hêro Talebanî: — Sebeba ko min berê xwe daye medyayê ne ji bo Mam Celalî ye. Bi taybetî di dezgeha Xakê û medyaya bi Xakê ve girêdayî de kêm caran tişt li ser Mam Celalî belav dibin. Min bi xwe ji medyayê hez kir û têkiliya wê bi hezkirina min bi xwe ve heye.

Arif Zêrevan: — Di dema pêşmergetiyê de jî tu bi medyayê ve mijûl bûyî û niho jî tu bi medyayê ve mijûl î. Çi ferq di nêvbera medyaya dema pêşmergetiyê û medyaya îro de heye, yanî di warê nivîsandin û amadekirina nûçeyan de?

Hêro Talebanî: — Dema ko ez li çiyayan bûm min di medyaya YNK-ê de kar nekiriye. Hingê fikrek bo min çêbû û min karekê serbixwe dikir ji ber min li rojnamevanên biyanî yên ko dihatin Kurdistanê û rapor li ser Kurdistanê dinivîsîn û amade dikirin dinêrî û min bi înisiyatîva xwe gelek bûyer bi kameraya fotoyê digirt û bi kameraya vîdeoyê jî fîlmên wan dikişand. Ev karekê min bi xwe bû û min di dezgeheka medyayê de kar nedikir. Min gelek belge û dokumenterên baş hene û heta niho jî min ew parastine.

Arif Zêrevan: — Serokkomar Celal Talebanî û tu di jiyana xwe ya siyasî de berî ko biryarek li ser meseleyekê bêt dan çiqasê bi hev re li ser wê meseleyê diaxivin?

Hêro Talebanî: — Hinek caran em berî biryarekê li ser meseleyekê diaxivin û ne şert e ko raya me wekî hev be. Gelek caran raya me ne wekî hev e û hinek caran jî wekî hev e. Hinek mesele jî hene ko qet ne pêwist e Mam Celal pirsê ji min bike. Di karê televizyonê û karên dî yên ko ez dikim de gelek carana haya Mam Celalî jê çênabe ka ez çi jî dikim. Paşê dibêje ”Hêro we ev kar kiriye?” û ez dibêjim erê me kiriye. Yanî em herdu di biryarên xwe de bi rastî azad in.

Arif Zêrevan: — Lê belê serokkomar Celal Talebanî gelek caran dema behsa biryareka xwe dike diyar dike ko mimkin e tu ne digel raya wî bî û ji ber hindê bi nîvhenekî jî be dibêje opozîsyona herî mezin li mala wî ye yanî tu oponenta wî yî?

Hêro Talebanî: — Rast e. Hertim ew ji min re dibêje ”tu opozîsyon î” û dibêje tu hikûmeta xurt î li malê. Gelek biryarên wî hene ko ne şert e bi dilê min be. Heta biryara wî û hemiyan ya ko Mam Celal bibe serokkomar jî ne bi dilê min bû û min jê re got ko ew ne bi dilê min e.

Arif Zêrevan: — Em behsa jinan û rola jinan di civatê de bikin. Ji aliyekî ve problema kuştina keça kurd ya êzidî Duayê heye û bi wê ve girêdayî problemên ”kuştina ji bo namûsê” heye. Li aliyê dî jî em dibînin ko jinên kurd wezîr in, birêveberên dezgehan in û di nêv prosesa avakirina vî welatî de ne. Bi qenaeta te rola jinan di civata kurdî de çi ye?

Hêro Talebanî: — Em yek bi yek behsê bikin çêtir e. Meseleya Duayê bûyereka heta ko tu bibêjî nexweş bû û heta ko tu bibêjî kirêt bû lê belê divêt em bi awayekê realîst li vê meseleyê binêrin. Li gor qenaeta min ev mesele ji bûyereka civakî pirtir meseleyeka siyasî ye çimkî di dînê êzdayetiyê de reftareka wiha nîne. Ev diyardeyeka nû ye û di êzdiyatiyê de reftareka wiha nîne.

— Êzidî beşeka herî giring û herî dîrokî ya kurdan e ko zordarî lê hatiye kirin û 72 ferman lê rabûye û cardî ew mane û li ber xwe dane. Ez bawer dikim ko çi qewmê dî bûya niho nemabû lê belê êzdiyan miqawemet kir û man. Bûyera Duayê planeka nû ye û yê ko ew tawan kiriye divêt bêt ceza kirin.

— Divêt em bizanin ko hemî êzidiyan ev kar nekiriye. Dijminên kurdan xwest vê problemê bikin nakokiyek di nêvbera kurdên misilman û kurdên êzidî de. Tawanên bi vî rengî ne tenê di nêv êzidiyan de li gelek bajar û cihên dî hatine kirin û pirs ew e aya çima li bajarên dî problemên wekî vê wiha mezin nakin.

Arif Zêrevan: — Û meseleya rola jinan bi giştî di civatê û desthilatê de?

Hêro Talebanî: — Dibe ko ferqeka Silêmaniyê ji bajarên me yên dî hebe. Li Silêmaniyê jinek hebû ko navê wê Hebsexana Neqîb bû. Ew li vî bajarî pêşenga jinan bû. Ew xebat û guhorîna ko wê kir heta niho jî tesîra xwe li rewşa jinan li vî bajarî kiriye. Ji ber hindê jî hinek tişt li Silêmaniyê pir normal bûne. Ez dibêjim qey berî Bexdayê li Silêmaniyê jinan otomobîl ajotiye û ew qet li min ne xerîb bû. Hebsexana Neqîb jineka gelekê mezin û xudanrol bû, rêya ko wê vekir heta niho jî vekiriye û ji berê ve hertim li daîreyên resmî jinan kar kiriye.

— Ez bi xwe ne digel wê yekê me ko mirov tenê ji bo dekorê jinan bide pêş. Ya giring ne ew e ko mirov maseyê bi jinan tejî bike. Bila du jin bin lê belê bila aktîv bin û elhemdulîllah me jinên aktîv hene.

Arif Zêrevan: — Di jiyana îdarî û rojane de mirov jinan dibîne lê belê tiştek heye ko bala min dikişîne: Di polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê de jin nînin, hemî zelam in. Çima di polîtbîroyan de jin nînin?

Hêro Talebanî: — Di rêxistinê [ya YNK-ê] de gelek jin hene. Xanimeka ko berê di rêxistinê de kar dikir niho qeymeqam e. Min hest nekiriye ko rêgirek ji bo pêşketina jinan hebe. Dibe ko jinan bi xwe nexwestibin bikevin polîtbîroyan ji ber polîtbîroya YNK-ê û PDK-ê ti biryar nîne ko rê li ber jinan bigire.

Arif Zêrevan — Li başûrê Kurdistanê minaqeşeya zimanî heye ka gelo soranî tenê bibe zimanê perwerdeyê û sîstema îdarî ya Kurdistanê yan jî soranî û kirmancî û zaravayên dî jî bên bi kar anîn. Ev minaqeşe çiqasê germ e?

Hêro Talebanî: — Ev demekê dirêj e ko ev minaqeşe germ e. Wekî ko têt bîra min cara pêşiyê di salên 60-ê de min ev minaqeşe bihîst. Min bi xwe qet hest bi vê cidahiyê nekiribû çimkî li mala me me bi herdu lehçeyan diaxivî. Ji bo min gelek normal bû yanî ji bo min ne tişteka xerîb bû. Ji destpêka salên 60-ê ve bi awayekê cidî behsa vê meseleyê têt kirin.

— Bi raya min bila soranî jî bêt xwendin û bila kirmancî jî bêt xwendin, lê belê bi yek şertî: Li wan mektebên ko soranî lê têt xwendin bila derseka gelek gelek cidî ya kirmancî hebe, û li mektebên ko bi kirmancî dixwînin bila derseka gelek baş û bi quwet ya soranî hebe. Min ji Kurd-Satê tecribe heye, dema ko me nûçe kirin kirmancî û soranî digel hev xelkê rexne li min girt. Wan got ev çi ye, em tênagihin, me taqet nîne em guhê xwe bidin herduyan. Hem soranan û hem kirmancan ew rexne li me girt û dixwest ji hev cida bin. Min israr kir û got ew dê digel hev bin.

— Ya dilxweşker ew e ko hinek ji karmendên me yên ko kirmancî nedizanîn niho dikarin bi kirmancî hevpeyvînan digel mêvanên programên televizyonê bikin û berevajiyê wê jî: Yekî kirmanc jî dikare digel yekî soran baxive. Lehçeyên me gelekê nêzîkî êk in lê belê dijminên me bi salan wisa êxistine mejiyê me de ko ev du ziman in, du netewe ne û du nizanim çi û çi ne. Dijiminên me wisa li me kirine ko em bi xwe baweriyê bi wê îdiayê bînin.

Arif Zêrevan: — Li deverên kirmancîaxêv di sîstema perwerdeyê de heta sinifa şeşê kirmancî ye û paşê dibe soranî. Bi qenaeta te divêt heta unîversîteyê jî li wan deveran bibe kirmancî yan wekî niho bimîne?

Hêro Talebanî: — Ji wî aliyî ve ti problema min nîne. Heger em her ji niho ve li Silêmaniyê derseka kirmancî ya biquwet danenin ne baş e. Hinek ders hene ko tesîrê li paşeroja te û biserketina li mektebê nakin lê belê dersa kirmancî li Silêmaniyê divêt bibe derseka mihim. Ez nizanim ka palana perwerdeyê çi ye û nizanim ka dê wekî niho be yan dê paşê bêt guhortin. Îhtimal heye ko wan wisa hizir kiribe ko kirmancî li deverên kirmancîaxêv heta sinifa şeşê be û dibe ko di plana wan de guhortin jî hebe. Vêca bi qenaeta min di sîstema perwerdeyê de herdu zarava bên bi kar anîn yan yek tenê jî bêt bi kar anîn her divêt derseka xurt ya fêrbûna herdu zaravan hebe.

Arif Zêrevan: — Kurdên bakur dema guhê xwe didin vê minaqeşeya li başûr his dikin ko neheqî li zaravayê kirmancî dibe û dibêjin ew mafên ko kurd bi destûra Kurdistanê didin tirkmenan nadin beşeka mezin ya kurdan bi xwe û zordariyê li zaravayê kirmancî dikin?

Hêro Talebanî: — Min got, min bi xwe ti problem nîne ko li deverên kirmancîaxêv perwerde bi kirmancî be. Ew karekê baş e û li gor min ne xirab e. Lê belê daxwaza min ew e ko ew herdu ders yanî dersa fêrbûna soranî û kirmancî li herdu aliyan bêt xwendin. Yanî li Silêmaniyê bila dersa fêrbûna kirmancî hebe û li deverên kirmancî jî dersa fêrbûna soranî hebe da wexta zarok mezin bûn herdu zaravayan bizanin.

— Her ji berê ve stranbêjên soran bi kirmancî stran gotine. Tişta dilxweşker ew e ko stranbêjên kirmanc jî destpê kirine û bi soranî stranan dibêjin. Ev jî herdu zaravayan pir nêzîkî hevdu dike. Wê rojê min ji stranbêjekê kirmanc pirsî ka di CD-ya wî de çi stan hene. Wî got di CD-ya wî de du stranên soranî jî hene. Yan jî stranbêjekê soran dê bibêje du stranên kirmancî jî di CD-ya wî de hene.

Arif Zêrevan: — Em li Kurd-Satê û Kurdistan TV binêrin. Heçî Kurdistan TV ye di beşa nûçeyan de kirmanciya botanî ya bakur bi kar tîne lê belê Kurd-Sat di beşa nûçeyan de kirmanciya Behdînan û Dihokê bi kar tîne. Sebebê vê çi ye, nebûna kadroyan e yan tişteka dî ye?

Hêro Talebanî: — Ti têkiliya vê bi biryar yan armancekê ve nîne. Dema ko me dest bi Kurd-Satê kir kadroyên ko bi dest me ketin kadroyên aliyê me bûn. Paşê problemên gelek mezin li devera Dihokê û deverên dî yên kirmanc hebû û wan digot guhê wan ne aşnayê zimanê nûçeyan yê kirmanciya Kurdistan TV ye. Me li Kurd-Satê biryar da ko em vê meseleyê bi rêya ”tet‘îmê” yanî bi têkilkirina kirmanciya Behdînan û Botan çareser bikin. Em lêdixebitin ko bêjeyên pir mehelî yên devera behdînan bi kar neînin û heta ji me têt em bêjeyên kirmanciya bakur bi kar tînin da herdu alî jî jê fêm bikin. Ez dibêjim qey ew problema me niho hinekê kêmtir bûye.

Arif Zêrevan: — Kurdistan TV li Diyarbekirê û Stenbolê ofîsên xwe vekirine û ji bakur rapor jê re tên. Gelo xebateka wisa ya Kurd-Satê jî heye ko ofîsa xwe li Diyarbekirê û Stenbolê veke?

Hêro Talebanî: — Kurd-Satê butçeyeka pir mehdûd heye. Me çi kiribe her bi wê butçeyê ye. Heta ko butçeya me zêdetir nebe em newêrin gelek dergehan li xwe vekin. Em niho bi çêkirina ofîsa Hewlêrê ve mijûl in û ew dê di demekê nêzîk de vebe. Em dixwazin paşê li Ewropayê jî ofîsekê çêkin. Heta ko em van herdu ofîsan venekin em newêrin destê xwe bavêjin ti planên dî.

Arif Zêrevan: — Te gelek berpirsiyarî hene: Yek jê Kurd-Sat e, yek jê dezgeha Xakê û kovar û rojnameyên wê ne û tu bi rêxistineka zarokan ve jî mijûl î. Min bihîst ko te destê xwe avêtiye sînemayê jî. Sînema ji kû derket?

Hêro Talebanî: — Çîroka sînemayê gelekê kevn e. Ez gelekê ji sînemayê hez dikim û ew ingilîziya ko ez dizanim jî ez ji fîlman û sînemayê fêr bûme. Fikra sînemayê di mejiyê min de dihat û diçû û Xwedê şûna sînemayê televîzyon da min lê belê her fayde nebû ji ber min gelekê ji sînemayê hez dikir. Wekî kurd me gelekê pêwistî bi sînemayê heye. Ew mesaja ko fîlmek bigihîne dinyayê ti rojname nikarin bigihînin. Ji sala 1991-ê ve hinek kes tên û dixwazin kitêba babê min “Jana gel” bikin fîlm. Her cara ko senaryoyekê bo min tînin ez dibînim ko ew serûbin kirine ti têkiliya wê bi kitêbê ve nemaye.

— Kitêbeka ko xelkê berê pir xwendibe ne wekî kitêbeka nehatî xwendin yan nenaskirî ye. Ji ber ko kitêb nemaze li vêderê pir hatiye xwendin çênabe ko mirov pir biguhore. Min gelek senaryo xwendin û ez bi wan ve mirim û ti senaryoyên bi dilê min nebûn. Herî dawiyê min got de rabe, ez bi xwe dê bikim. Me kompanyayek bi navê Solifilm ava kir û fîlmê me yê pêşiyê “Jana gel” e û niho ew xelas bûye. Dibe ko vê mehê em li Silêmaniyê galayeka biçûk bo nîşandana fîlmî çêkin. Heger Xwedê hez ke ev dê nebe karê min yê dawiyê.

Foto:

Hêro Talebanî dibêje di dema pêşmergetiyê de wê fotoyê herkesî digirt û arşîveka wê ya dewlemend ya fotoyan heye lê belê dibêje wê bi xwe nedihişt hinekên fî fotoyên wê bigirin. Li ser daxwaz û israra min wê pênc–şeş fotoyên kevin ko xelkê jê re girtine nîşanî min da û ez hinek ji wan li vêderê belav dikim.


» Hêro Talebanî, Silêmanî 2007


» Hêro Talebanî, ji dema pêşmergetiyê


» Hêro Talebanî, ji dema pêşmergetiyê (li milê çepê)


» Hêro Talebanî, ji dema pêşmergetiyê (di nêvê de)

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2007-05-10
Xwendin: 76560
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org