[ DUŞEM, 2024-04-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e
» Omer Şêxmûs
SILÊMANÎ, 4/6 2011 — Omer Şêxmûsê ko ji Kurdistana binxetê ye û yek ji avakerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye di vê hevpeyvînê de dibêje tifaqa stratejîk ya PDK-ê û YNK-ê rê li ber manewrayên Goranê digire û dibêje serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî mirovekî sîngfireh e û ji bo diyaloga di nêvbera hêzên siyasî de rêyê xweş dike.

Omer Şêxmûs ji Rûdawê re dibêje piştî mirina sekreterê giştî yê YNK-ê Celal Talebanî kî YNK ji nav naçe lê belê dibe ko rastî hinek krîz û parçebûnên biçûk bêt.

***

Pirs: — Qet rojekê diket bala te ko Noşîrwan Mistefa û Celal Talebanî ji hevdu cuda bibin?

Omer Şêxmûs: — Di cîhana siyasetê de, nemaze di nava polîtîka Kurdî de tiştek dûr nîne û çaverê dikin gelek tişt rû bidin ko ne çaverêkirî ne. Lê bi rastî min dûr didît ko rojekê ji rojan Mam Celal û Noşîrwan ji hev cuda bibin. Her çiqasî ji nêzîk ve agahdar bûm ko di salên 1970an de nerînên wan ên cihê hebûn, nemaze piştî sala 1990. Sala 2008an min hewl da navçîtiyekê di navbera wan de bikim, lê ji min re derket ko du riyên cihê didin ber xwe, her çiqasî bi hev re daxivîn û rûdiniştin jî.

Pirs: Ji roja ko Tevgera Goran ji YNKê cuda bûye, Talebanî û Noşîrwan Mistefa bi hev re rûneniştine, li gor te astê baweriyê di navbera wan de xilas bûye?

Omer Şêxmûs: — Têkiliya karê siyaset û siyasetkirinê bi baweriyê tune, zêdetir bi berjewendî û terazûya hêzê heye. Dibe ko bawerî bo rûniştin û rê xweşkirina li ber gotûbêjan giring be. Lê dûr nabînim careke din Mam Celal û Noşîrwan bi hevre rûnin û gotûbêjan li ser peymaneke siyasî bikin, lê pir dijwar dibînim baweriya berê di navbera wan de çêbibe, meger herdû alî hest bi metirsiyeke mezin bikin ko ji nişkave bê holê.

Pirs: — Di kongreya sêyem a YNKê de û rêvebirina wê de beşdar bûyî, ji ber çi te xwe berbijar nekir bo serkirdayetiyê, ji ber wê bû ko bi dîtina we ev awayê partîzanîkirina niha ya YNKê ne saxlem e?

Omer Şêxmûs: — Rast e tevî kongireya sêyan a YNKê bûm, lê min beşdarî nekir di komîteya rêvebirina kongirê de, her çiqasî hatibûm kandîdkirin bo wî erkî, ew jî ji ber ko min di sala 1986an de dev ji endamtiya YNKê berdabû, yanî meseleya prensîb bû. Di sala 1975an de min weke erkê xwe yê netewî dît alîkariya têkoşerên Kurdistana Iraqê bikim bona zindîkirina bizava berxudanê li wir, lê piştî demeke dirêj di karê berxudanê de, êdî baweriya min bi karê partîzanî nema. Bo zaniyariyên we jî hevalê min ê hezkirî Mam Celal sala 2007an li Washingtonê `ku wê demê serokê beşê Kurdî bûm di dengê Emerîka de` daxwaz ji min kir bibim cîgirê sekreterê giştî yê YNKê, lê pir bi awakî eşkere min daxwaza lêborînê jê kir û jê re got ko baweriya min bi karê partîzanî nemaye. Ew jî piştî nexweşketina Mam Celal û devjêberdana Noşîrwan ji postê cîgirê sekreterê giştî.

Pirs: — Dihat çaverê kirin tu yek be ji kesên ko ji bo navçîtîkirin û asayîkirina rewşa siyasî vegerî Silêmaniyê, lê nehatî çima gelo?

Omer Şêxmûs: — Hemû deman amadeyê vegerê bûm bona navçîtîkirinê, bi berdewamî jî di têkiliyê de bûm, lê ji roja yekem ve serokayetiya Herêma Kurdistanê, parlamento, hikûmet, YNK û PDKê û serokayetiya opozîsyonê bi hev re ketin tevgerê, lewma heyeta navçîtîkirinê weke pêdivî nehat zanîn. Baştir wisa ye ev prose û kêş bê navçîtîkirin bên çareserkirin.

Pirs: — Ji yekem roja çûna derve ya Noşîrwan Mistefa de, baweriya te wisa bû navborî rêxistineke siyasî ya nû dirust dike?

Omer Şêxmûs: — Erê, ji pêşî ve nivîsîn û gotûbêjên wî min gihandibû wê baweriyê ko rêxistineke siyasî çêdike. Piştî navçîtîkirina min û kak Mulazim Umer di navbera Mam Celal û Noşîrwan de, gihiştime wê qenahetê ko Noşîrwan rêxistinekê dirust dike.

Pirs: — Bi baweriya te diviya YNKê di kongrê de çi biriyareke giring bidaya da ko wisa neyê serê wê?

Omer Şêxmûs: — Dibû guherînên mezintir bikira di organên serkirdayetiya xwe de, divabû ciwan û jinên zêdetir baniya pêş. Her partiyek bi wî rengî xwe nû neke rastî girtin, konservatîzm û lawaziyê tê. Ezmûnên gelek welatan ji me re dibên, mabûna heman kesayetiyan di serokatiyê de, rê li ber gendeliyê vedike û nahêle vejîn çêbibe.

Pirs: — Ji sala 2009an ve hevrikiyeke tund di navbera YNK û Tevgera Goran de heye, bi raya te, şaşîtiya beloq a van herdu aliyan heya niha çi bû?

Omer Şêxmûs: — Di dema parçebûna her partiyekê de, heya demekê têkilî nakok û tund bûn, rast e hevrikiyeke tund a siyasî û fikirî û ragehandin di navbera wan de hebû, lê ewa cihê kêfxweşiyê ye tundûtûjî nebûye şerê çekdarî, lewma di wê baweriyê de me di paşerojeke nêzîk de têkiliya di navbera YNK û Goran de asayî dibe. Bi raya min cudabûn û parçebûn jî rû nede eger baskê Noşîrwan tevî kongirê bibûya û xebata xwe ya siyasî û hizrî bidomanda, xeletiya siyasî ya YNKê jî ew bû li rewşa xerab a rêxistinên xwe mikur nehat û amade nebûn pêngavên pêdivî bavêjin bona çareserkirina kêşeyan û dest bi proseya reform û guherînan bikin.

Pirs: — Derbarê peymana stratejîk di navbera YNK û PDKê de raya te çi ye, li gor te ev peyman heta çiqasî giringe bo herdu aliyan?

Omer Şêxmûs: — Peymana stratejîk di navbera YNK û PDKê de pir giring e bona berjewendiya xelkê Kurdistanê û parastina ewlekarî û aramiya civaka Kurdistanê, ko mercên pêdivî ne bona geşkirina aborî, civakî û siyasî li herêmê. Dîsa bo xurtbûna l ihimber hikûmeta navendî û civata cîhanî. Peyman bo herdû aliyan giring e, ji dêvla ko di hevrikiyê de bin, hevkariya hevdu dikin û hêzên rikber jî nikarin wan bikar bînin li dijî hevdu, weke ko berê dihat kirin.

Pirs: — Tevgera Goran herdem behsa rola xirab a vê peymanê dike, bi raya we ji ber çi Goran berdewam dijî vê peymanê derdikeve?

Omer Şêxmûs: — Ji ber wê ya ye ko derfeta Tevgera Goran a manewrayên siyasî kêm dike û nikare alîkî li dijî alîkî din bona berjewendiyên xwe bikar bîne. Gereke di çarçoveya pragmatîzima siyasî li helwêsta wan bê nihêrîn.

Pirs: — Qasî ko we rewş têbînî kiriye, Tevgera Goran û opozîsyonê çi divên, reform yan tolstandina ji PDK û YNKê?

Omer Şêxmûs: — Wisa fam dikim zêdetir bo reformê ye, ji ber ko rewşa monopolkirina desthilatê ji aliyê PDK û YNKê rê li wan digire bi rola xwe rabin. Faktorê tolstandinê roleke biçûk dilîze. Guherîn û reform di berjewendiya sîstema siyasî û xurtbûna proseya demokratîk e. Bêguman ev jî bi qazanca hêzên opozîsyonê bidawî dibe, lewra piştgiriya wê proseyê dikin, da ko di nav cemaweran de bêtir bên hezkirin û dengê xelkê qazanc bikin. Lê pirsiyar ew e, gelo ji YNK û PDKê demokrasîtir dibin eger bêne ser desthilatê?

Pirs: — Di wê baweriyê de yî careke din Talebanî û Noşîrwan Mistefa bi hev re rûnin?

Omer Şêxmûs: — Dûr nabînim, bawer dikim piştî gotûbêjên pênc alî ko di demeke nêzîk de digihin encamekê û bo îmzekirina peymanê serkirdên bilind bi hevre rûdinin, dibe ko cuda ji civîna serkirdên yekem ên partiyan, civîneke dûalî jî di navbera Mam Celal û kak Noşîrwan de bê sazkirin.

Pirs: — Bi baweriya gelek çavdêrên siyasî bi mirina Mam Celal re, YNK dê careke din bi destê serkirdên xwe parçe bibe, li gor te evê dawîyê li YNKê bîne?

Omer Şêxmûs: — Berî her tiştî hêvîdar im hevalê min Mam Celal temendirêj be û derfeta wî hebe ko xwe teqawud bike û bîranînên xwe binivîse û çend kitêban jî binivîse. Hinek nîşan jî hene ko cînên (şaneyên) malbata wî, temendirêj dibe. Ew aliyên ko hesabên xwe yên siyasî li ser wê bingehê dikin şaş in. Lê piştî Mam Celal, YNKê ji nav naçe, dibe ko rastî hinek kirîz û parçebûnên biçûk were, ew jî demdirêj nabin. Çimkî hê gelek cemawerên YNKê hene û di heman demê de jî di vî warî de ezmûna wê heye. Dûr jî nabînim ko Tevgera Goran careke din vegere nava YNKê. Nerînek jî heye di nav beşekî YNKê de, ko daxwaza dirustkirina yek partiyê dike li gel PDKê. Lewra roj li pey rojê rêbazên wan ji hevdu nêzîk dibin.

Pirs: — Di wê demê de rexneyên zêde li serokê Kurdistanê hatin girtin, gelo bi dîtina te reftara Barzanî bi rewşê re çawa bû?

Omer Şêxmûs: — Rexneyên opozîsyonê li serokê herêma Kurdistanê ne di cihê xwe de ne. Serokê Herêma Kurdistanê ji roja yekem bi sîngeke fireh helwêst girt û bi awakî berpirsiyar tevgeriya. Piştî vegera wî ji Îtalyayê, dest bi tevgerê kir bona çareserkirina kêşeyan, di hemû gotarên xwe de pêşniyarên baş û qenc dikirin, bandoreke wî ya zêde hebû li ser çêkirina atmosfêra diyalogê û vêga jî em dibînin riya civîna navbera desthilat û opozîsyonê de xweş kiriye.

-----------------------------------
Nivîskar: Nefel-Nûçe
Weşandin: 2011-06-04
Xwendin: 18421
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
Rênas Jiyan behsa ”çirûskîstan” û belkiya xwe dike (2010-10-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org