[ SÊŞEM, 2024-03-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


HEVPEYVÎN 
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e
» Mesûd Barzanî ev cara pêşiyê ye ko di hevpeyvînekê de behsa yekkirina herçar parçeyên Kurdistanê dike.
SERÊ REŞ, 7/2 2005 — Iraqa yekwelat, yeknetewe û yekdesthilat 30-ê meha borî tarûmar bû û li Rojhilata-nêvê bingehê cihaneka nû hat danîn. Miletê kurd li Kurdistanê û miletê ereb li Iraqê kulmek li serûçavên welatên Yekîtiya Ewropayê û welatên dîktatoryen yên Rojhilata-nêvê da û ew di nêv rûreşiya wan de hiştin. Hilbijartinên Kurdistanê û Iraqê diyar kirin ko Rojhilata-nêvê hêdî ne cihê statûkoperestî û îstibdadê ye.

Van hilbijartinan dergehekê nû ji kurdan re jî vekir û hêdî ti dewletên cîran nikarin ji kurdan re bibêjin kumê we xwehr e yan jî hon nikarin bibin tiştek. Kurdan ne tenê li başûrê Kurdistanê cihê lingê xwe saxlem kirin, wan îzbat kirin ko li Bexdayê jî hîç tiştek bêyî wan nikare bêt kirin û Iraq jî mecbûrî wan e.

Gelo kurd dê qîma xwe bi başûrê Kurdistanê û şirîkatiya Iraqê tenê bînin? No ezbenî no. No û ji ber hindê jî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî hê ji niho ve dest pê kiriye û behsa dewleta kurdî ya serbixwe dike. Mesûd Barzanî wezîfe û mensib li Bexdayê li xwe heram kirine û dibêje ew dê tenê ji bo miletê kurd xizmetê bike û xizmeta wî jî dê ne tenê li başûrê Kurdistanê be.

Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e. Ji serokekê wekî Mesûd Barzanî re qewareyê başûrê Kurdistanê teng e û bêhnçikîn e. Pêwistiya wî bi welatekê mezintir heye. Nêrîna bergehê wî fireh e. Ji Serê Reş heta tixûbên derve yên herçar parçeyên Kurdistanê şev û roj di xewna wî de ne û ew hesabekê bo Kurdistana mezin dike.

Xewna Mesûd Barzanî kabûsa tirkan, ereban û farisan e. Mesûd Barzanî niho behsa xewna xwe dike heta ko tirk, ereb û faris fêrî xewna wî bibin. Roja ko firset ket destê wî de û konjunktura cihanê minasib bû ew dê daxwaza binecihkirina xewna xwe bike.

Kerem bikin hon jî bibin şirîkên xewna Mesûd Barzanî ya bo Kurdistana mezin û vê hevpeyvînê ne carekê, deh caran bixwînin.

***

Arif Zêrevan: — Piştî hilbijartinên li Kurdistanê û li Iraqê kurd ji kîjan qunaxê derbasî kîjan qunaxê bûn û çi firsetên nû bo kurdan hatine pêş?

Mesûd Barzanî: — Vê hilbijartinê dawî bi qunaxeka reş ya tarîxa Iraqê anî, dawî bi dîktatoriyetê anî, dawî bi şowenîzma ereban û desthilata yekalî anî. Vê hilbijartinê dergehekê mezin vekir, hêviyeka mezin ava kir û asoyeka mezin bo miletê kurd peyda kir. Ji ber hindê em ji qunaxeka pir zehmet û xwînî xelas bûn û niho em dê wan destketiyên heyî binecih bikin.

Arif Zêrevan: — Li gor peymana di nêvbera Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê de Celal Talebanî dê di çarçeweya lîsta kurdan ya bo Parlamentoya Iraqê de biçe Bexdayê û li wê derê karî bike. Gelo te yekcar dest ji Bexdayê berda?

Mesûd Barzanî: — Bexda paytexta Iraqê ye û têkiliyên me digel Bexdayê germ in û bêşik dê hinek caran serdana Bexdayê bikim.

Arif Zêrevan: — Serdan erê lê belê wezîfe û mensib no?

Mesûd Barzanî: — No, no. Wezîfe û mensib mustehîl e, ne mimkin e. Lê belê serdan û mişawere û arîkarî dê bibe, mensib ne mimkin e.

Arif Zêrevan: — Di van hilbijartinan de li Kerkûkê lîsteya kurdan yanî Lîsteya Brayetiya Kerkûkê ji sedê 70 ta 75-ê dengan biriye. Gelo piştî vê hêza xurt ya kurdan û piştî dengên vî miletî li cihanê hîç hêzek yan dewletek – bo nimûne Emerîka, Ewropa yan dewleteka dî – dikare wisa bike ko hon dest ji Kerkûkê berdin?

Mesûd Barzanî: — Tenê mirin dikare rê li ber min bigire. Wekî dî ne mimkin e ko hîç hêzek yan welatek wisa bike ko ez dest ji Kerkûkê berdim. Mustehîl e û ne mimkin e ko em dest jê berdin û van hilbijartinan jî diyar kir ka nasnameya Kerkûkê çi ye. Dema ko me digot nasnameya Kerkûkê kurd e û kurdistanî ye kesên ko bawer nedikrin û rastî nedidîtin niho dîtin ka rastî û nasnameya Kerkûkê çi ye.

Arif Zêrevan: — Celal Talebanî hinek caran di axaftinên xwe de behsa modela Brûkselê dike û dibêje ew dê çareyeka wekî ya Brûkselê ji bo Kerkûkê bibînin. Hinek kes jî van gotinên Celal Talebanî wisa tefsîr dikin ko Kerkûk dê li derveyî Kurdistanê bimîne û îdareyeka wê ya xweser dê hebe. Tu jî vê wisa fêm dikî?

Mesûd Barzanî: — Ez bawer nakim ko mexseda Celal Talebanî ew be. Kerkûk bêşik dê bibe nimûneyek ji bo pêkvejiyana neteweyî, ayînî û mezhebî. Lê belê Kerkûk dilê Kurdistanê ye û ne li derveyî Kurdistanê ye.

Arif Zêrevan: — Yanî Kerkûk dê parçeyek be ji Kurdistanê lê belê di îdareya wê de kurd, ereb, mesîhî û tirkmen dê hebin?

Mesûd Barzanî: — Bêguman Kerkûk dê di nêv tixûbên Kurdistanê de be lê belê îdare dê mişterek be.

Arif Zêrevan: — Kurdan bi van hilbijartinan li Kerkûkê ereb û tirkmen ramaliştin û hinek îdia hene dibêjin ko ereban bi piştgiriya emerîkiyan li Hewîceyê gelek dengên sexte bi kar anîn da balansekê di nêvbera dengên kurdan û ereban de çêkin. Haya te ji vê meseleyê heye?

Mesûd Barzanî: — Ew agahdarî bo me jî hatine. Rast e ko hinek sextekarî û destkarî li Hewîceyê hat kirin lê belê em bawer in ko ti tesîra wê li ser nasnameya Kerkûkê û quweta kurdan nabe.

Arif Zêrevan: — Parlamentoya Kurdistanê dê te wekî serokê Kurdistanê hilbijêre. Birêvebirina karûbarên Kurdistanê dê di destê serokwezîrê Kurdistanê de be û serokatiya Kurdistanê mensibeka sembolîk e. Gelo ji niho û pê ve tu dê ji bo danîna stratejiyekê bo hemî parçeyên Kurdistanê û Kurdistana mezin bixebitî yan jî du dê li mala xwe rûnî û jiyaneka rehet bijî?

Mesûd Barzanî: — Ez bersiveka pir kurt bidim te. Ez pêşmergetiya xwe bi ti reîsan û bi ti serokan û bi ti tiştên dî naguhorim. Ez li kû bim her pêşmergeyê berê me û temam.

Arif Zêrevan: — Ji bo Kurdistana mezin, ji bo herçar parçeyên Kurdistanê tu dê xebatekê bikî yan ne?

Mesûd Barzanî: — Miletê kurd yek netewe ye û yek milet e. Li her cihê ko min desthilat hebe yan jî ji min bêt ko ez xizmeta neteweyê xwe bikim yan xizmeta birayên xwe bikim ez dê xwe jê venedim. Bêguman ez dê vî karî bi awayekê aştiyane û demokratîk bikim.

Arif Zêrevan: — Van demên dawiyê tu behsa mafê kurdan yê avakirina dewleteka serbixwe dikî. Ev hêviya te ye yan dema Kurdistaneka serbixwe hatiye?

Mesûd Barzanî: — Avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe mafê miletê kurd e. Dewletên cîran vî mafê me wekî gunehekê dihesibînin. Ez dixwazim vê perdeya “gunehkariyê” bidirînim û ji wan re diyar bikim ko ev mafê me ye. Me nexwestiye lê belê mafê me ye.

Arif Zêrevan: — Dewletên cîran vî mafê kurdan yan daxwazeka wisa wekî cidaxwazî û parçekirina welatê xwe dihesibînin?

Mesûd Barzanî: — Kî welatê kê parçe dike û kî çi ji çi cida dike? Wan Kurdistan dagîr kiriye û kiriye çar parçe. Em dixwazin welatê xwe Kurdistanê bikin yek. Me negotiye em dê parçeyekê ji axa Iraqê yan axa Tirkiyeyê yan axa Îranê yan axa Sûriyeyê veqetînin. Ez dixwazim vê tabûya cidaxwaziyê bişkênim da ew jî fêr bibin ko mafê me çi ye.

Arif Zêrevan: — Dema tu dibînî ko berpirsên dewleta Tirkiyeyê dîn û har dibin û kirasê xwe didirînin tu çi his dikî?

Mesûd Barzanî: — Ez dixwazim ko ew aqil bin. Ez dixwazim ko ew rastiya Kurdistanê û miletê kurd fêm bikin.

Arif Zêrevan: — Gelo piştî van serketinên li başûrê Kurdistanê dewleta Tirkiyeyê dê li hemberî kurdên bakur hişktir bibe yan nermtir bibe?

Mesûd Barzanî: — Di berjewendiya Tirkiyeyê de ye ko nermtir bibe û destê dostayetiyê dirêjî miletê kurd bike. Ez hêvîdar im ko Tirkiye siyaseta dostayetiyê hilbijêre.

Arif Zêrevan: — Pir spas ezbenî.

Mesûd Barzanî: — Spas bo te jî.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN
Weşandin: 2005-02-07
Xwendin: 78763
 

HEVPEYVÎN   
Selah Bedredîn: EGRK û ENKS ji bo dûrxistina kurdan ji şoreşê hatin ava kirin (2012-10-25)
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteka mezin ji bo kurdî kirine û dikin – foto (2012-10-13)
Kemal Burkay: Bila dewlet û hikûmet wekî mixateba pirsa kurdî bi me re rûne (2012-10-10)
Seîd Veroj: Tirkiye dê îtirafê bi Kurdistaneka serbixwe bike (2012-04-23)
Ebdilhekîm Beşar: Em tevlî Meclisa Niştimanî ya Sûriyê nabin (2012-03-24)
Mesûd Barzanî: Krîza Iraqê dikare me mecbûrî serxwebûnê bike (2012-01-23)
Firat: Ak Parti naxwaze qanûneka esasî ya nû çêke – kurd dikarin patiyeka dî ava bikin (2011-11-29)
Mihemed Adiyaman: Serkirdeyekî PKK-ê Hogirê minafiq em kirin dijminê PKK-ê (2011-09-18)
Sezgin Tanrikulu: Erdogan bûye wekî Tansu Çiller û Dogan Gureşî (2011-08-29)
Nêçîrvan Barzanî: BDP-ê xeletiyeka stratejîk kir – em dê hêzên xwe li ser sînor bi cih bikin (2011-08-28)
Barzanî: Şerê PKK-ê xizmeta doza kurdan nake – konferansa kurdistanî jî çênabe (2011-08-22)
Mesrûr Barzanî: — Ez serxwebûnê dixwazim lê hêj firseta serxwebûnê çênebûye (2011-07-16)
Şerafettîn Elçî: Divêt tirkbûn û kemalîzm di qanûna esasî de nemînin (2011-06-12)
Aktar: Kurd federasyonê dixwazin – divêt polîs jî girêdayî desthilata herêmî bin (2011-06-08)
Omer Şêxmûs: Mesûd Barzanî mirovekî sîngfireh û ji bo diyalogê rêxweşker e (2011-06-04)
Altan Tan: Erdogan û partiya wî teslîmî dewletê û bîrokrasiya wê bûn (2011-04-22)
Kişanak: Armanca me ew e ko em bi kêmî 40 kursiyan bi dest xin (2011-04-20)
Muhsin Kizilkaya: Ez xwe ji faşîstên tirkan û kurdan çawa biparêzim (2011-04-14)
Nêçîrvan Barzanî: Têkiliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê gehiştine qunaxa ko hêdî têkneçin (2011-03-22)
[hevpeyvîn] Iraq bi şer û çewsandinê dikare lawaz bibe û wekî Sudanê lê bêt (2011-01-18)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org