Konferansa lêkolînên kurdî bi kêmiya guhdaran berdewam dike
» Konferanseka bêguhdar li ser lêkolînên kurdî
HEWLÊR, 7/9 2006 — Konferansa nêvdewletî ya lêkolînên kurdî duhî li Hewlêrê destpê kir û dê heta nehê mehê berdewam bike. Ji gelek welatên biyanî û nemaze ji Ewropayê pisporên ziman, kultur û civaka kurdî hatine û beşdarî konferansê dibin. Beşdarên konferansê bi xwe guhê xwe didin semînerên hev û mamoste û xwendekarên unîversîyeên Kurdistanê nayên û guhê xwe nadinê.
Konferans bi hevkariya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, hikûmeta Kurdistanê, wezareta derve ya Fransayê û Unîversîteya Selahedînê hatiye amade kirin. Ji unîversîteyên Kurdistanê çend mamostayek tên û guhê xwe didinê û piraniya kursiyên salona konferansê vala ne.
Wisa diyar e ko xwendekarên unîversîteyê yên beşa ziman û edebiyatê hîç mereq nakin ka kurdologên dinyayê çi lêkolîn kirine û naxwazin bên û guhê xwe bidin wan. Nûnerên dezgehên rewşenbîrî yên Kurdistanê jî nayên konferansê û mêvanên ko ji derve hatine mecbûr dibin ko bibin guhdarên hev û sohbetê digel hev bikin.